MÎNA ÎSA BIJÎN
Mesîhiyên Rast bi Hizkirinê Eyan Dibin; Yektiyê Xwey Dikin
EV YEK ÇIMA FERZ E: Şeva pêşiya mirina xwe Îsa dua dikir ku şagirên wî “bigihîjin yekîtiyeke temam” (Yn. 17:23, ÎМ). Seva ku yektiyêda bimînin, em gerekê hizkirinê bidine kifşê, hers nekevin û kînê nejon (1 Kr. 13:5).
ÇAWA BIKIN:
- Çev bide Yehowa û tiştên baş nav merivada bigere 
- Zû bibaxşîne meriva 
- Çaxê dibaxşînî, îda neke bîra wan (Mtl. 17:9). 
VÊXE VÎDÊO “HEVDU HIZ BIKIN; KÎNÊ NEJON” Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIRKIN:
- Para pêşine vê vîdêoyêda, çawa Lêyla da kifşê ku ew kînê dajo? 
- Para duda ya vê vîdêoyêda, çawa Lêyla karibû nihêrandina xweye nerast bide alîkî û rast bifikire? 
- Axiriyê, çawa Lêyla yektiya civatê xwey kir? 
Çaxê em hêrs dikevin û kînê dajon, heçî zef em dilê kê dêşînin?