KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 56
  • Yektiya Civatê Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yektiya Civatê Xwey kin
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • Bona Me Baş e ku Em Diha Nêzîkî Hevdu bin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • “Van Biçûka” Nelikumînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Em Ça Dikarin Baxşandinêda Çev Bidine Yehowa?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Yehowa û Xûşk-Bira Qayîm Hiz Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 56
Dersa 56. Du xûşkên ji cûre-cûre mileta bi şabûnê hev silav dikin.

DERSA 56

Yektiya Civatê Xwey kin

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Çaxê em tevî xûşk-bira ne, em xwe mîna Dawid Padşa texmîn dikin, yê ku got: “Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektiyêda ne!” (Zebûr 133:1). Yektiya me bi xwe pêşda nayê. Lê her kes ji me qewatê dide xebatê, wekî yektiyê xwey ke.

1. Cimeta Xwedê çida cude dibe?

Hergê welatekî dinda tu herî ser civatên me, dibeke tu zimanê wan nizanibî, lê dîsa jî tuyê xwe aza û ça nava neferên xweda texmîn kî. Çima? Çimkî edebyetên meye bona lêkolîna Kitêba Pîroz, hemû dera yek in. Him jî em her tiştî dikin, wekî hindava hevda hizkirinê bidine kifşê. Firqî tune em kîderê dijîn, em gişk “bi dilekî” Yehowara xizmet dikin (Sêfanya 3:9).

2. Tu ça dikarî yektiyê xwey kî?

“Hevdu qayîm hiz bikin” (1 Petrûs 1:22). Tu ça dikarî evê şîretê bidî xebatê? Dewsa ku dîna xwe bidî kêmasiyên meriva, xeyset-hunurên baş nav wanda bigere. Û seva ku tevî merivên mîna xwe tenê hevaltiyê nekî, wê baş be nasiya xwe bidî wan xûşk-bira, kîjan ku ji te cude dibin. Em usa jî gerekê ser xwe bixebitin, wekî firqiyê nekine nava meriva (Bixûne 1 Petrûs 2:17.)a

3. Tuyê çi bikî hergê orta te û kesekîda nefemkirin hebe?

Rast e em neqedandî ne, lê dîsa jî yektiyêda nin. Carna em dilê hev dêşînin, lema jî Xebera Xwedêda tê gotinê: “Li hev bibaxşînin, . . . çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Bixûne Kolosî 3:13.) Em gelek car dilê Yehowa dêşînin, lê yeke ew dibaxşîne me. Ew dixwaze wekî em jî bibaxşînine xûşk-birên xwe. Hergê tu divînî ku te dilê kesekî êşandiye, gava pêşin bavêje wekî tevî wî merivî li hev bêyî (Bixûne Metta 5:23, 24.)b

KÛR LÊKOLÎN KE

Bifikire tu çi dikarî bikî, wekî yektî û edilaya civatê xwey kî.

Şikil: Bira dixwaze edilayê xwey ke. 1. Birê din sert tevî wî xeber dide. 2. Ew ser giliyê bira difikire. 3. Ew lêkolîn dike şîreta ji Kitêba Pîroz û difikire ku çi bike. 4. Ew rastî wî birayî tê wekî li hev bên.

Tuyê çi bikî seva ku edilayê xwey kî?

4. Firqiyê neke orta meriva

Em dixwazin hemû xûşk-bira hiz bikin. Lê diqewime mera çetin be wan meriya hiz bikin, yên ku ji me cude dibin. Vê yekêda çi dikare alî me bike? Bixûne Karên Şandiya 10:34, 35, û paşê caba van pirsa bide:

  • Yehowa mecalê dide hemû meriya, wekî wîra xizmet kin. Ew yek ça dikare hukum be ser nihêrandina te hindava wan meriva, yên ku ji te cude dibin?

  • Ji çi tê kifşê ku mihala teda firqiyê dikine orta meriva?

Bixûne 2 Korintî 6:11-13, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu çi dikarî bikî wekî xûşk-bira hê zêde hiz bikî?

5. Hev bibaxşînin û edilayê xwey kin

Rast e Yehowa hewcê baxşandina me nîne, lê dîsa jî hazir e bi dil bibaxşîne me. Bixûne Zebûr 86:5, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em çi dikarin bêjin derheqa baxşandina Yehowa?

  • Tu çira razî yî bona baxşandina Yehowa?

  • Ji bo kîjan dereca mera dikare çetin be tevî xûşk-bira edilayê xwey kin?

Em ça dikarin çev bidine Yehowa û tevî xûşk-bira yektiyêda bin? Bixûne Metelok 19:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hergê kesek te dide xeydandinê, tu çi dikarî bikî wekî hûn hevra baş bin?

Carna em meriya didine xeydandinê. Wî çaxî em çi gerekê bikin? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Xweykirina Edilayê, Kerema Tîne” (6:01)

  • Ça ji vîdêoyê hate kifşê, xûşkekê çi kir, wekî edilayê xwey ke?

6. Nav xûşk-birada hunurên baş bigere

Çaxê em xûşk-bira rind nas dikin, em him hunurên wanî baş divînin, him jî kêmasiyên wan. Lê em ça dikarin hê zêde dîna xwe bidine hunurên wanî baş? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Tevî Xûşk-Birên Xwe, Edilayêda be!” (5:10)

  • Çi dikare alî te bike, wekî hunurên baş nav xûşk-birên xweda bivînî?

Yehowa dîna xwe dide hunurên meyî baş. Bixûne 2 Dîrok 16:9a, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu çi difikirî derheqa vê yekê, ku Yehowa dîna xwe dide hunurên teyî baş?

A diamond ring.

Hergê jî kêmasiya brîlîantê heye, yeke ew qîmeta xwe unda nake. Anegorî vê yekê, rast e kêmasiyên xûşk-birên me hene, lê ewana dîsa jî bona Yehowa qîmet in

HINE MERIV DIBÊJIN: “Heta meriv xwexa baxşandinê ji min nexwaze, ezê nebaxşînime wî.”

  • Çira em gerekê hazir bin bibaxşînin meriva?

TEMAMKIRIN

Tu dikarî yektiya civatê xwey kî, hergê bibaxşînî xûşk-bira û hizkirina xwe hindava hemûyada bidî kifşê.

Wekilandin

  • Tu çi dikarî bikî, wekî firqiyê nekî nava meriva?

  • Tuyê çi bikî hergê orta te û kesekîda hevnefemkirin hebe?

  • Çima tu dixwazî baxşandinêda çev bidî Yehowa?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Binihêrin ku ça meselên Îsa dikarin alî me bikin, wekî firqiyê nekine orta meriva.

“Kêranê Çevê Xwe Derxe” (6:56)

Gelo em gerekê baxşandinê bixwazin, hergê jî me tiştekî nerast nekiriye?

“Baxşandin Kilîta Edilayê ye” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Mijdarê, 2002)

Pêbihese ku hizkirina Mesîhîtî çawa du meriv li hev anî, û ewana hêlan kirin, wekî firqiyê nekine nav meriva.

“Li Gora Dîtina Çevên Xwe Dîwanê Nekin” (5:06)

Pêbihese ku tu çi dikarî bikî, wekî tevî filan kesî li hev bêyî pêşiya ku hevnefemkirina we hê çetin nebûye.

“Çetinayên Nav Hevda bi Hizkirin Safî kin” (“Birca Qerewiliyê”, Gulan, 2016)

a Bixûne Elametiya Zêde 6, û pêbihese ku çawa hizkirin Mesîhiya hêlan dike, wekî fesal bin ku pê nexweşiyên xweye giran meriya nexweş neêxin.

b Bixûne Elametiya Zêde 7, û pêbihese ku ça em dikarin pirsên xebatêva û qanûnêva girêdayî, safî kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin