KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Sibat rûp. 14-19
  • Em Ça Dikarin Baxşandinêda Çev Bidine Yehowa?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Ça Dikarin Baxşandinêda Çev Bidine Yehowa?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • HESTÊN XWE HILDE HESAB
  • HESTÊN XWE KONTROL KE
  • NIHÊRANDINA XWE BIGUHÊZE
  • DÎNA XWE BIDE KARA BAXŞANDINÊ
  • Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bona Me Baş e ku Em Diha Nêzîkî Hevdu bin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Yehowa Wan Meriva Kerem Dike, yên ku Dibaxşînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Sibat rûp. 14-19

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

Em Ça Dikarin Baxşandinêda Çev Bidine Yehowa?

“Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev”(KOLOSÎ 3:13).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku em ça dikarin bibaxşînin wî merivî, yê ku dilê me êşandiye.

1-2. (a) Îlahî çiçax zor e, ku meriv bibaxşîne kesekî? (b) Xûşkeke me çi kir?

GELO tera çetin e bibaxşînî meriva? Bi rastî jî ev yek bona gelek meriva hêsa nîne, îlahî gava dilê wan gelek hatiye êşandinê. Lê em dikarin hine tişta bikin, wekî hêrsa me dayne, ku bikaribin bibaxşînin meriva. Mesele, were em dîna xwe bidinê, ku çi hatibû serê xûşkeke me, navê kîjanê Dênîza ye.a Sala 2017-da, xûşka me tevî malbeta xwe çûbû ofîsa sereke ya Şedên Yehowa, kîjan ku teze hatibû avakirinê. Gava ewana vedigeriyane malê, ajovanekî din nikaribû ereba xwe kontrol ke û ereba wan xist. Vê qeziyêda, xûşka me xeriqî. Çaxê ew ser hişê xweda hat, bihîst ku zarên wê giran birîndar bûne, lê mêrê wê Brayên, miriye. Xûşka me dibêje: “Ez bêçare û dilşkestî bûm”. Paşê ewê bihîst ku çaxê qezî qewimî, ajovan serxweş nîbûye, nejî dîna xwe daye têlêfona xwe yan jî tiştekî din. Û xûşka me dua kir, wekî Yehowa qewatê bide wê.

2 Ajovanê ku wan xistibû, hate girtinê û dîwankirinê. Hergê dîwanê safî kira, wekî ew neheq e, ewê biketa kelê. Lê merivekî dîwanê xûşka mera got, ku safîkirina dîwanê şedetiya wêva girêdayî ye. Xûşka me dibêje: “Min xwe usa texmîn dikir, têbêjî kesekî birîna min vekir û xwê serda kir, çimkî lazim bû wekî ez dîsa besa wê roja xirab bikim”. Çend heftê şûnda, xûşka me ber dîwanê sekinî û hazir bû şedetiyê bona vî ajovanî bide. Lê gelo xûşka me çi got? Ewê ji hakim reca kir, ku li wî bê remê.b Gava ewê xeberdana xwe xilaz kir, hakim destpêkir bigirî. Ewî got: “Eva 25 sal e ez hakim im, lê min tu car dîwanêda tiştekî usa nebihîstiye. Malbeta ku zirar standiye, tu car bona kesê sûcdarkirî remê naxwaze. Dîwanêda min tu car giliyên dilovanî nebihîstiye û nedîtiye wekî kesek bibaxşîne yê neheq”.

3. Çi alî xûşka me kir, ku ewê karibû bibaxşîne?

3 Gelo çi alî Dênîzayê kir, ku ewê karibû bibaxşîne? Ew derheqa baxşandina Yehowa kûr fikirî (Mîxa 7:18). Belê, hergê em bona baxşandina Yehowa şêkirdar bin, emê bixwazin mîna wî bibaxşînine kesên din.

4. Yehowa dixwaze ku em çi bikin? (Efesî 4:32)

4 Yehowa hîviyê ye, wekî em jî bibaxşînin meriva, çawa ku ewî baxşandiye me (Bixûne Efesî 4:32). Ew dixwaze wekî em bibaxşînin vî merivî, yê ku dilê me êşandiye (Zebûr 86:5; Lûqa 17:4). Vê gotarêda emê dîna xwe bidine sê tişta, kîjan ku dikarin alî me bikin, wekî em hê zêde bibaxşînin meriva.

HESTÊN XWE HILDE HESAB

5. Li gora Metelok 12:18, gava kesek dilê me dêşîne, dibeke ev yek ça ser me hukum ke?

5 Dibeke em ji bo gilî yan kirên kesekî din gelek dilteng bin, îlahî hergê ev meriv dost yan merivê me ye (Zebûr 55:12-14). Carna aliyê êmosiyalîda êşa dilê me dikare usa giran be, ku ça bêjî şûr dilê me xistine (Bixûne Metelok 12:18). Diqewime em her tiştî dikin, wekî hestên xwe veşêrin, yan jî dîna xwe nedine hestên xwe. Lê hergê em usa bikin, ev yek tê hesabê ku ça bêjî em şûr birînêda dihêlin. Anegorî vê yekê, hergê em dîna xwe nedine hestên xwe, dilê me wê rihet nebe.

6. Gava kesek dilê me dêşîne, em dikarin xwe ça bidine kifşê?

6 Çaxê kesek dilê me dêşîne, dibeke em serîda hêrs kevin. Li gora Kitêba Pîroz, ev yek dikare biqewime. Lê em gerekê hêrsê dilê xweda xwey nekin (Zebûr 4:4; Efesî 4:26). Gelo çira? Çimkî hestên me gelek cara ser şixulên me hukum dibin, û eşkere ye ku ev yek berbi tiştekî baş nabe (Aqûb 1:20). Bîr neke, ku carna destê meda nîne, ku em hêrs kevin yan na, lê destê meda ye, ku emê hêrsê dilê xweda xwey kin yan na!

Dibeke destê meda nîne, ku em hêrs kevin yan na, lê destê meda ye, ku emê hêrsê xwey kin, yan na!

7. Gava kesek dilê me dêşîne, dibeke em xwe ça texmîn kin?

7 Hergê kesek mera xirabiyê bike, dibeke em dilşkestî bin. Mesele, xûşkeke bi navê Anna usa dibêje: “Gava ez zar bûm, bavê min ji diya min qetiya û vê jinikê stand, kîjanê ku peretî ez xwey dikirim. Min xwe tenê texmîn dikir. Gava zar wanra bûn, min tirê wana ciyê min girt. Çaxê ez mezin dibûm, min texmîn dikir, ku neferên malê min hez nakin”. Xûşkeke bi navê Jorjêta, derheqa zinêkariya mêrê xwe usa dibêje: “Em ji zarotiyêda hevalên hev bûn û me tevayî ça pêşeng xizmet dikir. Dilê min birîndar bû”. Xûşkeke bi navê Naomî jî usa dibêje: “Qe hişê minra derbaz nedibû, ku rojekê mêrê min wê dilê min bêşîne. Lema jî gava ewî anî ser xwe ku pornografiya dinihêrî û ev yek ji min vedişart, min xwe xapandî texmîn kir”.

8. (a) Çira ferz e ku em bibaxşînin meriva? (b) Çaxê em dibaxşînin, em çi karê distînin? (Binihêre çargoşe “Hergê Birîna Me Kûr e, Em Gerekê Çi Bikin?”)

8 Em nikarin gilî û kirên kesên din kontrol kin, lê em dikarin caba xwe kontrol kin. Gelek car, caba lape baş ev e, ku em şaşiyên meriva bibaxşînin. Gelo çira? Çimkî em Yehowa hez dikin, û ew dixwaze ku em bibaxşînin meriva. Hergê em hindava wî merivî, yê ku dilê me êşandiye, hêrsê xwey dikin û nabaxşînin wî, dibeke em tiştekî bêaqilayî bikin, yan jî zirarê bidine sihet-qewata xwe (Metelok 14:17, 29, 30). Xûşka me Krîstîna usa dibêje: “Gava ez ser êşa dilê xwe difikirim, ez medekirî me. Wedê usa, ez xwarinên bêkêr dixwim û têr ranazêm. Hingê minra çetin e hestên xwe kontrol kim, û ev yek xirab hukum dike him ser zewaca me û him jî ser hevaltiya min tevî kesên din”.

Hergê Birîna Me Kûr e, Em Gerekê Çi Bikin?

Bîr neke ku gava em dibaxşînine kesekî, ev yek nayê hesabê wekî em kirên wî ça tiştekî normal qebûl dikin, yan jî îzinê didinê ku ew me pêpes ke. Mena baxşandinê ev e, wekî em hêrsê û xeydê ji dilê xwe derxin. Bi vê yekê, em xwe diparêzin û îzinê nadin, wekî kesê ku dilê me êşandiye dîsa me bêşîne. Bi rastî, gava em xeydê ji dilê xwe derdixin, em karê distînin, çimkî bi saya vê yekê birîna dilê me qenc dibe û em ji emirê xwe lezetê distînin. Gava em safî dikin xeydê û hêrsê ji dilê xwe derxin, kesê ku şaşî kiriye dîsa jî bona kirên xwe ber Yehowa cabdar e. Lema jî gava em xeydê û hêrsê ji dilê xwe derdixin, em li gora van gotina hereket dikin:“Tu barê xwe bide Xudan” (Zebûr 55:22). Dêmek em vê problêmê didine destê Yehowa û bawer dikin, ku ewê bi heqî dîwana wî merivî bike, kîjanî ku dilê me êşandiye. Dîwana Yehowa ji ya me bilindtir e. Lema jî em dikarin bawer bin, ku safîkirina Yehowa hindava wî merivî wê heq be.

9. Çira em gerekê xeydê ji dilê xwe derxin?

9 Hergê kesê ku dilê me êşandiye, ji bo kirên xwe poşman nebe jî, em gerekê xemgîn nebin. Xûşka me Jorjêta dibêje: “Wede şûnda, min xeyd û hêrsa xwe hindava mêrê xweyî berê, ji dilê xwe derxist. Paşê rihetîke mezin kete dilê min”. Bi rastî jî ferz e, ku em xeydê dilê xweda xwey nekin, wekî dilê me ser meriya sar nebe. Usa jî, gava em xeydê dilê xweda xwey nekin, mecala me çêdibe ku ji emirê xwe diha zêde lezetê bistînin, çimkî em îda derheqa vê derecê nafikirin (Metelok 11:17). Lê hergê mera diha çetin dibe bibaxşînin wî kesî, yê ku dilê me êşandiye, em dikarin çi bikin?

HESTÊN XWE KONTROL KE

10. Seva ku em hestên xwe kontrol kin, çima dibeke mera wede lazim be? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Gelo em ça dikarin hestên xwe kontrol kin û hêrs nekevin? Vê meselê bide ber çevê xwe. Hergê kesek giran birîndar bûye, wede lazim e ku ew qenc be. Mîna vê yekê, heta ku em hazir bin ji dil bibaxşînin kesekî, dibeke mera jî wede lazim be (Waîz 3:3; 1 Petrûs 1:22).

Şikil: Birakî birîndar hêdî-hêdî qenc dibe. 1. Wî birayî pê ereba doxdira dibin. 2. Ew alîkariya mêdîsînayê distîne, ku dîsa bikaribe rê here. 3. Ew îda xwexa rê diçe.

Çawa ku wede û qenckirina baş lazim e, ku birîneke me qenc be, usa jî gava kesek dilê me dêşîne, wede û qewat lazim e, wekî dilê me qenc be (Binihêre abzasa 10)


11. Duakirin ça dikare alî te bike, wekî tu bibaxşînî meriva?

11 Yehowara dua ke û alîkariyê bixwaze, wekî tu bikaribî bibaxşînî meriva.c Xûşka me Anna dibêje, ku duakirinê çawa alî wê kiriye: “Min ji Yehowa reca kir, ku ew seva hemû gilî û kirên meyî nebaş malbetêda, bibaxşîne me. Paşê min bavê xwera û jina wîye tezera nemek nivîsî û min got, ku ez dibaxşînim wan”. Ev yek bona Annayê qe hêsa nîbû. Dîsa jî ew dibêje: “Ez bawer im ku hergê baxşandinêda çev bidime Yehowa, bavê min û jina wî jî wê bixwazin Yehowa nas bikin”.

12. Çira ferz e em îtbariya xwe Yehowa bînin, ne ku hestên xwe? (Metelok 3:5, 6)

12 Îtbariya xwe Yehowa bîne, ne ku hestên xwe (Bixûne Metelok 3:5, 6). Yehowa timê zane, ku çi bona me kêrhatî ye (Îşaya 55:8, 9). Ew tu car naxwaze wekî em tiştekî usa bikin, çi ku dikare zirarê bide me. Lema jî gava ew mera dibêje ku em bibaxşînin meriva, em dikarin bawer bin, ku ev yek bona kara me ye (Zebûr 40:4; Îşaya 48:17, 18). Aliyê dinva jî, hergê em îtbariya xwe hestên xwe bînin, dikare usa biqewime ku em tu car nebaxşînin hine meriva (Metelok 14:12; Yêremya 17:9). Xûşka me Naomî dibêje: “Sêrîda ez difikirîm ku mêrê min hêjayî baxşandinê nîne, çimkî ewî pornografiya dinihêrî. Ez ditirsiyam ku ewê dîsa dilê min bêşîne, yan jî bîr ke ku ewî çiqas dilê min êşandiye. Usa jî ez difikirîm ku Yehowa hestên min fem dike. Lê paşê min fem kir, wekî nihêrandina min nerast e. Belê, Yehowa hestên min fem dike, lê ev yek nayê hesabê ku ew hestên minra qayîl e. Ew zane ez çi texmîn dikim û minra wede lazim e, seva ku birîna dilê min qenc be. Lê dîsa jî Yehowa dixwaze wekî ez bibaxşînim meriva”.d

NIHÊRANDINA XWE BIGUHÊZE

13. Li gora Romayî 12:18-21, em gerekê çi bikin?

13 Gava em dibaxşînin wî merivî, yê ku dilê me êşandiye, em gerekê ne tenê îda derheqa vê derecê xeber nedin, lê ji aliyê xweda hê zêde tişt bikin. Hergê kesê ku dilê me êşandiye xûşk yan birê me ye jî, em dixwazin li hev bên (Metta 5:23, 24). Dewsa ku em hêrsê xwey kin û kînê bajon, em dixwazin dilrem bin û bibaxşînin (Bixûne Romayî 12:18-21; 1 Petrûs 3:9). Gelo em ça dikarin vê yekê bikin?

14. Em gerekê çi bikin û çira?

14 Em gerekê her tiştî bikin, wekî li ser wî kesî, yê ku dilê me êşandiye, bi çevê Yehowa binihêrin. Yehowa dîna xwe dide xeysetên merivaye baş (2 Dîrok 16:9; Zebûr 130:3). Hergê em xeysetên nebaş nava merivada bigerin, emê bivînin. Lê seva ku mera hêsa be bibaxşînin meriva, em gerekê dîna xwe bidine xeysetên wanî baş. Birakî bi navê Cêrod dibêje: “Gava ez şaşiyên birakî beramberî xeysetên wîyî baş dikim, minra diha hêsa ye bibaxşînime wî”.

15. Çira baş be ku em bêjine meriva, wekî em dibaxşînine wan?

15 Usa jî wê baş be, wekî em wî kesîra, yê ku dilê me êşandiye, bêjin, ku me baxşandiye wî. Gelo çira? Xûşka me Naomî dibêje: “Mêrê min ji min dipirsî: ‘Tu dibaxşînî min?’ Lê min nikaribû jêra bigota: ‘Belê, ez dibaxşînim te’. Min fem dikir, ku dilê xweda min bi rastî nebaxşandiye wî. Lê wede şûnda, min îda dikaribû ev giliyên ferz bêjime wî: ‘Min baxşandiye te’. Gava min baxşande mêrê xwe, çevên wî tije hêsir bûn, û edilayî kete dilê min. Ji wê demê, min tezeda îtbariya xwe wî anî û em dîsa bûne dostên hev”.

16. Tu derheqa baxşandinê çi hîn bûyî?

16 Yehowa dixwaze ku em bibaxşînin meriva (Kolosî 3:13). Hemikî ev yek hêsa nîne, lê dîsa jî em dikarin bibaxşînin meriva. Bona vê yekê em gerekê çevê xwe ser hestên xwe negirin, lê her tiştî bikin wekî hêrsê dilê xweda xwey nekin. Ev yek wê alî me bike nihêrandina xwe biguhêzin (Binihêrin çargoşe “Sê Gavên Ferz bona Baxşandinê”).

Sê Gavên Ferz bona Baxşandinê

Xûşkeke xemgîn pencerêra dinihêre.

HESTÊN XWE HILDE HESAB

  • Hergê tu çevê xwe ser hestên xwe bigirî, dilê te wê rihet nebe.

Ev xûşk ji dil dua dike.

HESTÊN XWE KONTROL KE

  • Bîr neke seva ku birîna dilê te qenc be, wede lazim e.

  • Ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî xeydê ji dilê xwe derxî.

  • Îtbariya xwe Yehowa bîne, ne ku hestên xwe.

Ev tevî mêrê xwe şa ye.

NIHÊRANDINA XWE BIGUHÊZE

  • Bi çevê Yehowa wî kesî binihêre, kîjan ku dilê te êşandiye.

  • Ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî tu bibaxşînî wî kesî.

  • Wî merivîra bêje, wekî te baxşandiye wî.

DÎNA XWE BIDE KARA BAXŞANDINÊ

17. Kara baxşandinê çi ye?

17 Gelek meniyên me hene, wekî em bibaxşînin meriva. Ya yekê, em dixwazin çev bidine dilovaniya bavê xwe Yehowa (Lûqa 6:36). Ya duda, em şêkirdar in, çimkî Yehowa baxşandiye me (Metta 6:12). Ya sisiya, baxşandin bona sihet-qewata me kêrhatî ye û alî me dike hevalên xwe unda nekin.

18-19. Çi dikare biqewime hergê em bibaxşînin meriva?

18 Hergê em bibaxşînine meriva, emê bikaribin keremên mezin bistînin. Werê em dîsa dîna xwe bidine xûşka me Dênîza, derheqa kîjanê me destpêka gotarêda gilî kir. Wê demê xûşka me nizanibû, wekî ajovanê ku bibû sebebê mirina malxê wê, safî kiribû paşî dîwankirinê xwe bikuje. Lê baxşandina Dênîzayê ser wî haqas hukum kir, ku ewî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be.

19 Diqewime mera jî gelek çetin e, bibaxşînin wî kesî, yê ku dilê me êşandiye. Lê gava em dibaxşînin, kara vê yekê gelek mezin e (Metta 5:7). Lema jî çiqas ji destê me tê, em gerekê baxşandinêda çev bidine Yehowa!

HERGÊ KESEK DILÊ TE ÊŞANDIYE, . . .

  • çira nebaş e, ku tu çevê xwe ser hestên xwe bigirî?

  • çi dikare alî te bike, wekî hestên xwe kontrol kî?

  • tu ça dikarî nihêrandina xwe biguhêzî?

KILAMA 125 Kê Dilrem e, Bextewar e

a Hine nav hatine guhastinê.

b Dereca usada, lazim e ku her Mesîhî xwexa safî ke çi bike.

c Binihêre vîdêoyên kilama ser jw.org “Hevdu Bibaxşînin”, “Bi Temamî Bibaxşînin” û “Dîsa Dostên Hev in”.

d Rast e nihêrandina pornografiyayê ziyanê tîne û tê hesabê gune, lê ev menî nîne wekî hevalzewacê wî kesî, ser hîmê prînsîpa Kitêba Pîroz ji wî biqete.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin