SERHATÎ
“Ez Tu Car Tenê Nemame”
DIBEKE em tenêbûnê texmîn kin, gava merivekî meyî hezkirî dimire, em mala xwe bar dikin û diçin cîkî teze, yan jî gava em tenê dimînin. Ev hemû tişt jî hatine serê min. Dîsa jî gava ez emirê xwe tînim bîra xwe, ez fem dikim wekî bi rastî tu car tenê nemame. Ka ez wera gilî kim, ku min ev yek ça fem kir.
MESELA DÊ Û BAVÊ MIN
Dê û bavê min Katolîkên xîret bûn. Lê gava wana Kitêba Pîrozda dît, wekî navê Xwedê Yehowa ye, ewana bûne Şedên Yehowa, û xizmetiyêda gelek xîret bûn. Bavê min necar bû û ewî terka vê yekê da, wekî şikilên Îsa Mesîh çêke, dewsê ewî pêşê xwe da xebatê, wekî qatê yekê ya mala me bike Oda Civatê. San Jûan dêl Montêda, li herêma Manîlayê, ku paytextê Fîlîpînayê ye, ev Oda Civatêye pêşin bû.
Tevî dê-bav û neferên mala xwe
Ez sala 1952-da hatime bûyînê. Dê-bavê min çawa min, usa jî çar bira û sê xûşkên mine mezin, riya rastiyêda hîn kiribûn. Gava ez mezin dibûm, bavê min digote min, ku ez her roj ji Kitêba Pîroz serîkî bixûnim, û ewî bi saya gelek edebyetên teşkîletê ez hîn dikirim. Carna dê-bavê min berpirsiyarên rêwî û wekîlên fîlîalê teglîfî mala me dikirin. Ez û malbeta min, me ji serhatiyên van bira şabûn û hêlan distand, û me safî kir, wekî jîyîna xweda emê ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine xizmetiyê.
Aminiya dê-bavê min gelek ser min hukum dikir. Sala 1971-da, paşî ku diya min ji nexweşîke giran mir, ez û bavê min, me tevayî destpêkir ça pêşeng xizmet kin. Lê sala 1973-da, çaxê ez 20 salî bûm, bavê min jî mir. Min him diya xwe him jî bavê xwe unda kiribû, lema jî min xwe tenê texmîn dikir. Lê gumana “hîmgirtî û amin”, ya ku Kitêba Pîroz dide me, alî min kir wekî ez qewî bimînim û xwe bispêrim Yehowa (Îbranî 6:19). Demeke kinda paşî mirina bavê min, ez ça pêşengê mexsûs hatime şandinê ser girava Koronê, li herêma Palawanê.
WEDÊ KIFŞKIRINEKE ÇETIN, TENÊ MAM
Gava ez gihîştime Koronê, ez 21 salî bûm. Heta wê demê, ez şeherda dimam, lê ser girava Koronê, gelek malada av û tok tune bû, erebe û motosîklêt jî hindik bûn. Rast e wêderê çend xûşk-bira hebûn, lê gelek car ez mecbûr bûm tenê derkevim xizmetiyê. Sêrîda min gelekî bîra malbet û hevalên xwe dikir. Şev min dîna xwe dida steyrka û digiriyam. Hindik mabû min kifşkirina xwe bihîşta û vegeriyama malê.
Çaxê min xwe tenê texmîn dikir, min duada dilê xwe Yehowara vedikir. Ez li ser giliyên Kitêba Pîroze xweş û edebyetên me difikirîm. Zebûr 19:14 gelek car dihate bîra min. Min fem kir hergê ez dîna xwe bidime tiştên, ku Yehowa xweş tên, mesele kirên wî û hunurên wî, ewê bibe Qeyayê min û Xilazkarê min. Gotareke ji Birca Qerewiliyê (1 Îlonê, sala 1972, rûp. 521-527), bi navê “Tu Qet Tenê Nînî”, gelek alî min dikir. Min ev gotar dîsa û dîsa dixwend. Wî wedeyî, têbêjî ez tevî Yehowa tenê dimam, û minra mecal çêdibû wekî ez dua bikim, lêkolîn bikim û kûr bifikirim.
Çaxê ez gihîştime Koronê, gelek wext derbaz nebû ku ez ça rûspî hatime kifşkirinê. Xêncî min wêderê rûspî tune bûn, lema jî min Mekteba Xizmetiya Teokratîk, Civîna Xizmetiyê, Lêkolîna Kitêbê Civatêda û Hînbûna Birca Qerewiliyê derbaz dikir. Usa jî her heftiyê ez pê gotarê derdiketim. Bi rastî îda wede qe nedima, wekî ez xwe tenê texmîn kim!
Koronêda xizmetiya min pir xweş derbaz dibû. Hine xwendekarên min hatine nixumandinê. Lê hine çetinayî jî hebûn. Carna lazim bû, ku ez nîv roj rê herim, heta ku bigihîjime ciyê xizmetiyê, û min nizanibû, ku şev ezê kîderê razêm. Me ser gelek giravên biçûk jî xizmet dikir, û lazim bû ku em bi qeyîka herin wêderê. Ev yek bona min qe hêsa nîbû, çimkî min nikaribû xwe avê xim, û carna firtone jî radibû. Yehowa hemû çetinayada alî min dikir û ez xwey dikirim. Paşê min fem kir, wekî Yehowa ez bona çetinayên diha mezin hazir dikirim, rastî kîjana ez wedê kifşkirina xweye teze hatim.
PAPÛA GÎNEYA NÛ
Sala 1978-da, min şandine Papûa Gîneya Nû, ser giraveke li bakura Avstralyayê. Wêderê gelek çiya hene û mezinaya wî welatî qasî mezinaya Îspanyayê ye. Weke 3 mîlyon merivên ku wêderê dijîn, ser 800 zimanî zêdetir xeber didin. Dîsa jî, heçî zef bineliyên wêderê ser zimanê Tok Pîsîn xeber didin.
Min ser wextekî kin li Port Morêsbiyayê, civateke ser zimanê Înglîzîda kifş kirin. Lê paşê ez derbazî civateke ser zimanê Tok Pîsîn bûm, û ez diçûme ser dersa, wekî vî zimanî hîn bim. Tiştên ku ez ser wan dersa hîn dibûm, min xizmetiyêda dida xebatê. Bi vî cûreyî ez zimanê Tok Pîsîn zû hîn bûm, û gelek wext derbaz nebû, ku min îda dikaribû ser vî zimanî pê gotara derêm. De bidine hesabê xwe, ez çiqas ecêbmayî mam, çaxê paşî hatina min li Papûa Gîneya Nû, salek jî derbaz nebû, ku ez bona civatên ser zimanê Tok Pîsîn, bona çend herêmên mezin, ça berpirsiyarê mihalê hatime kifşkirinê.
Ji bo vê yekê ku civat dûrî hev bûn, lazim bû wekî ez gelek civatên mezine yekrojî organîze bikim û gelek rêwîtiyê bikim. Sêrîda min xwe tenê texmîn dikir, ji bo vê yekê ku her tişt bona min teze bû, dêmek welat, ziman û kûltûra teze. Min nikaribû wêderê pê erebê teseliya civata bikim, çimkî wêderê çiya bûn û rê tune bûn. Lema jî, her heftiyê min pê teyarê rêwîtiyê dikir. Carna teyara kevin û biçûkda tenê rêwîk bû û ew jî ez bûm. Bona min rêwîtiya pê teyarê jî usa çetin bû, çawa ku rêwîtiya pê qeyîkê!
Wêderê tenê bal hine meriva têl hebûn, lema jî min civatara neme dişand. Gelek car ez pêşiya nemê digihîştime civatê û min gerekê ji xelqê bipirsiya, ku malên Şedên Yehowa kîderê ne. Lê gava min xûşk-bira didîtin, ewana gelekî şa dibûn, û min fem dikir ku cefê min badîhewa nîbû. Min emirê xweda gelek car destê Yehowa didît û dostiya min tevî wî diha qewî dibû.
Gava ez cara pêşin çûme civîneke li girava Bûgênvîlê, jin-mêrekî beşerxweş hatin bal min û pirsîn: “Te em nas kirin?” Hate bîra min, ku gava ez teze hatibûme bajarê Port Morêsbiyê, min şedetî dabû wan. Min tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kiribû, û paşê birakî ji wêderê hînbûn tevî wan berdewam kiribû, û her du jî bûne Şedên Yehowa. Ez sê sala li Papûa Gîneya Nû mam, û wêderê Yehowa gelek ez kerem kirim.
MALBETEKE BIÇÛK Û XÎRET
Ez û Adêl
Pêşiya ku ez sala 1978-da ji Koronê biçûma, ez tevî xûşkeke delal û xîret bi navê Adêl, bûme nas. Du zarên wê hebûn, Samûyêl û Şîrlî, û ewê him ça pêşenga hertim xizmet dikir him jî diya xwe dibû xweyî. Meha Gulanê sala 1981, ez vegeriyame Fîlîpînayê, wekî Adêlê bistînim. Paşî vê yekê, me ça pêşengên hertim xizmet dikir û tevayî malbetê dibûne xweyî.
Xizmetiya li Palawanê, ez, Adêl û zarên me, Samûyêl û Şîrlî
Rast e ez îda xweyê nefera bûm, yeke sala 1983-da min dîsa ça pêşengê mexsûs kifş kirin û şandine ser girava Lînapakan, li herêma Palawanê. Em gişk derbazî wî ciyê dûr bûn, kîderê ku Şedên Yehowa qe tune bûn. Weke salek şûnda diya Adêlê mir. Em gelek xemgîn bûn, lê bi saya xizmetiyê, me berdilî distand. Lînapakanêda me tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, lema jî gelek wext derbaz nebû ku mera îda Oda Civatê lazim bû. Me xwera odeke biçûk ava kir. Çaxê em derbazî Lînapakanê bûn, sê sal şûnda 110 meriv hatine ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Çaxê em ji wêderê çûn, gelek ji wan meriva ruhanîda pêşda çûn û bûne Şedên Yehowa.
Sala 1986-da, min şandine ser girava Kûlîonê. Wêderê komeke merivên kotî hebû. Adêl jî wêderê ça pêşenga mexsûs hate kifşkirinê. Sêrîda em hinek ditirsiyan, çimkî me gerekê şedetî bida kesên kotî. Lê xûşk-bira gotine me, ku wan meriva îda derman standibûn û nexweşiya wan wê derbazî ser me nebûya. Hinek ji wan kesên nexweş dihatine ser civata, ku mala xûşkekêda derbaz dibû. Em zû hînî vî halî bûn û em gelek şa bûn ku me dikaribû mizgîniya Kitêba Pîroz bidine wan meriva, yên ku difikirîn wekî tu kes wan hez nake, ne Xwedê ne jî merivên din. Ewana gelek şa bûn, ku rojeke usa wê bê, wekî ewana wê bi temamî ji nexweşiya xwe qenc bin (Lûqa 5:12, 13).
Gelo emirê Kûlîonêda bona zarên me çawa bû? Ez û Adêl, me gazî du xûşkên cahil ji Koronê kir, wekî tevî zarên me hevaltiyê bikin. Samûyêl, Şîrlî û van du xûşka tevayî xizmet dikir û tevî gelek zara hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin. Ez û Adêl jî me tevî dê-bavên van zara hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Wextekî me tevî 11 malbeta hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Gelek meriv ruhanîda pêşda diçûn û gelek wede derbaz nebû, ku me civateke teze saz kir.
Sêrîda vê herêmêda tenê rûspîk hebû, ew jî ez bûm. Lema jî fîlîalê minra got, ku ez civata bona heyşt mizgînvanên li Kûlîonê û paşê jî bona neh mizgînvanên li gundekî bi navê Marîlî derbaz kim, ya ku bi gemiyê weke sê sihet dûrî me bû. Paşî civata em tevayî bi siheta rêyên çetinra diçûn, wekî li gundekî bi navê Halsêy, tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin.
Wext şûnda li Marîlî û Halsêyda gelek meriv bûne Şedên Yehowa. Lema jî me wêderê Odên Civata ava kir. Çawa ser girava Lînapakanê, li vir jî xûşk-bira û kesên ku Kitêba Pîroz hîn dibûn, bona avakirinê tişt qurban dikirin û avakirinêda kar dikirin. Oda Marîlîyêda 200 meriv cî dibûn. Lê çaxê bona derbazkirina civatên mezin hewcetî hebû, me vê odêda dikaribû diha zêde meriv cî kira.
ŞÎN, TENÊBÛN Û ŞABÛNA TEZE
Sala 1993-da, gava zar îda mezin bûn, ez û Adêl, me li Fîlîpînayê xizmetiya berpirsiyartiyê destpêkir. Sala 2000-da, ez çûme Mekteba Başkirina Xizmetiyê, wekî hîn bim ku bibime dersdarê vê mektebê. Ez difikirîm ku ezê nikaribim vê cabdariyê bînim sêrî, lê Adêlê hertim dilê min qewî dikir û digot, wekî Yehowa wê qewatê bide min, ku ez vê cabdariya teze biqedînim (Fîlîpî 4:13). Adêl vê yekêda dudilî nedibû, çimkî rast e ew gelek nexweş bû, lê dîsa jî cabdariya xwe dianî sêrî.
Sala 2006-da, gava min mekteb derbaz dikir, em pêhesiyan wekî bal Adêlê nexweşiya Parkînsonê heye. Em gelek xemgîn bûn. Min got wekî em cabdariya xwe bihêlin, ku sihet-qewata wê bibine xweyî, lê Adêlê got: “Ji kerema xwe doxdirekî bivîne, yê ku dikare alî min bike. Ez zanim ku Yehowa wê alî me bike, wekî em berdewam kin cabdariya xwe bînin sêrî”. Paşî vê yekê, Adêlê şeş sal bê gazin xizmetiya xwe berdewam kir. Gava ewê îda nikaribû rê here, ew pê kursiya seqeta diçû xizmetiyê. Çaxê jêra îda çetin bû xeber de, ewê ser civata bi gilîk yan du giliya caba xwe dida. Gelek xûşk-bira jêra sms dişandin û bona sebira wê payê wê didan, heta ku Adêl sala 2013-da mir. Min 30 sal zêdetir tevî kulfeta xweye amin û delal, Adêlê, derbaz kir, û çaxê ew kete xewa mirinê, ez gelek xemgîn bûm û min xwe dîsa tenê texmîn dikir.
Adêlê dixwest ku ez cabdariya xwe berdewam kim, û min hema usa jî kir. Ez timê cabdariyên xweva mijûl dibûm, û ev yek alî min dikir, wekî ez xwe bi zêdeyî tenê texmîn nekim. Ji sala 2014 heta sala 2017, min wan welatada, kîderê ku xûşk-bira nikarin bi azayî xizmet kin, teseliya civatên ser zimanê Tagalogî dikir. Paşî vê yekê min li Teywanê, Amêrîkayê û li Kanadayê teseliya civatên ser zimanê Tagalogî dikir. Sala 2019-da, min li Hindistanê û li Taylandayê çend Mektebên bona Mizgînvanên Padşatiyê, ser zimanê Înglîzî derbaz kirin. Min ji wan cabdariya şabûneke mezin distand. Çaxê ez bi temamî şixulê Yehowava mijûl dibim, ez xwe gelek bextewar texmîn dikim!
ALÎKARÎ TIMÊ NÊZÎK E
Wedê hemû kifşkirinên teze, ez gelek nêzîkî wan xûşk-bira dibim, tevî kê dibime nas, û wan hez dikim, lema jî çaxê ez gerekê ji wêderê herim, minra hêsa nîne. Derecên usada ez hîn dibim bi temamî xwe bispêrim Yehowa. Min timê destê wî emirê xweda dîtiye, û ev yek alî min dike, wekî ez hînî guhastina bim. Îro ez Fîlîpînayêda ça pêşengê mexsûs xizmet dikim. Ez hînî civata xweye teze bûme, û xûşk-bira bûne malbeta mine gelek qîmet. Usa jî ez şa me, wekî Samûyêl û Şîrlî jî, mîna dayîka xwe bi aminî Yehowara xizmet dikin (3 Yûhenna 4).
Xûşk-bira bûne malbeta mine delal
Emirê xweda ez rastî gelek çetinaya hatime. Kulfeta mine delal ji nexweşîke giran derd kişand û mir. Usa jî gelek car lazim bû, ku ez hînî derecên teze bim. Dîsa jî min dîtiye, wekî Yehowa “nêzîkî me her yekî ye” (Karên Şandiya 17:27). Destê Yehowa kin nîne, lema jî ew hazir e qewatê û alîkariyê bide xizmetkarên xwe, hela hê wan jî, kê ku ciyên dûr xizmet dikin (Îşaya 59:1). Zinarê min Yehowa timê kêleka min bû û ez gelek ji wî razî me. Ez tu cara tenê nemame!