Mîna Merivên vê Dinê Xwehez Nîbe
GELEK meriv difikirin, ku ewana mexsûs in. Ewana diha zêde xwe hez dikin, û kesên din ji xwe nimiztir hesab dikin. Kitêba Pîrozda pêşda hatibû gotinê, ku îlahî rojên xilaziya vê dinyayê, meriv wê xwehez bin (2 Tîmotêyo 3:2).
Merivên xwehez timê jî hebûn. Adem û Hewayê xwexa safî kirin, ku çi ye xirabî û çi ye qencî, û îro em rûyê safîkirina wane nerastda diçerçirin. Îsraêla berêda, padşakî bi navê Ûziya, difikirî wekî îzina wî heye, ku paristgehêda bixûrê bişewitîne, lê bi rastî îzina wî tune bû (2 Dîrok 26:18, 19). Qirna yekêda Fêrisî û Sadûqiya jî bawer dikir in, ku ber çevê Xwedê, ewana merivne mexsûs in, çimkî ewana zureta Birahîm in (Metta 3:9).
Der-dora me gelek merivên xwehez hene, û nihêrandina wan dikare ser me jî hukum ke (Galatî 5:26). Mesele, dibeke em bifikirin, wekî em hêjayî qedirê mezin in. Seva ku em ji nihêrandineke usa xwe dûr bigirin, em gerekê nihêrandina Yehowa pêbihesin. Were em dîna xwe bidine du prînsîpên Kitêba Pîroz.
Yehowa safî dike, ku em hêjayî çi ne. Were em hine mesela şêwir kin.
Yehowa dixwaze wekî jin qedirê mêrê xwe bigire, lê mêr jî jina xwe hez bike (Efesî 5:33). Kesên zewicî gerekê hestên romantîk hindava tu kesîda nedine kifşê, xêncî hevalzewacê xwe (1 Korintî 7:3). Dê-bav hêjayî ne, wekî zarên wan gura wan bikin, û zar jî hêjayî ne, wekî dê-bav wana hez bikin û wana bibine xweyî (2 Korintî 12:14; Efesî 6:2).
Civatêda rûspî hêjayî ne, wekî em qedirê wan bigirin (1 Têsalonîkî 5:12). Lê aliyê dinva jî, rûspiyara îzin nehatiye dayînê, wekî xûşk-bira kontrol kin (1 Petrûs 5:2, 3).
Xwedê îzin daye serwêrên dewletê, wekî ji bineliyên xwe xercê dewletê û qedirgirtinê dewa kin (Romayî 13:1, 6, 7).
Yehowa ji hezkirinê diha zêde tişta dide me, ne ku em hêjayî ne. Em merivne gunekar in, lema jî em tenê hêjayî mirinê ne (Romayî 6:23). Dîsa jî, ji bo hezkirina mezin hindava meda, Yehowa gelekî me kerem dike (Zebûr 103:10, 11). Menî ne ku ev e, wekî em hêjayî keremên wî ne, lê çimkî ew qenciya mezin hindava meda dide kifşê (Romayî 12:6-8; Efesî 2:8).
EM ÇA DIKARIN XWE JI XWEHEZIYÊ DÛR BIGIRIN?
Nekeve ber bayê nihêrandina merivên vê dinyayê. Hêdî-hêdî dibeke em destpêkin bifikirin, wekî em ji kesên din zêdetir hêjayî tişta ne. Bi mesela xebatçiyên, ku tenê dînarek standin, Îsa da kifşê, wekî çawa nihêrandineke usa dikare bal me pêşda bê. Hinek ji wan xebatçiya ji sibehê zû destpêkirin şixul bikin û heta êvarê ber qije-qija tevê dixebitîn. Lê hinek jî, tenê sihetek xebitîn. Yên pêşin difikirîn, wekî ewana hêjayî ne, ku diha zêde pere bistînin (Metta 20:1-16). Bi vê meselê Îsa da kifşê, wekî em gerekê razî bin ji vê yekê, çi ku Xwedê dide me.
Xebatçiyên ku temamiya rojê dixebitîn, difikirîn wekî ewana hêjayî ne, ku diha zêde pera bistînin
Şêkirdar be û hîviyê nîbe, wekî meriv bona te tiştekî bikin (1 Têsalonîkî 5:18). Çev bide Pawlosê şandî, yê ku ji xûşk-birên Korintê dewa nedikir, wekî ewana aliyê matêrîalîda komekê bidine wî (1 Korintî 9:11-14). Em gerekê bona her tiştî, çi ku meriv didine me, razî bin û nefikirin, wekî kesek borcdar e tiştekî bide me.
Pawlosê şandî hesab nedikir, wekî kesên din gerekê aliyê matêriyalîda komekê bidine wî
Milûk be. Gava kesek bi zêdeyî derheqa xwe difikire, dibeke ew hesab ke, wekî îzina wî heye, ku ji kesên din zêdetir tişta bistîne. Milûktî wê alî me bike, ku em xwe ji fikirên usa dûr bigirin.
Yehowa Daniyêl qîmet dikir, çimkî ew yekî milûk bû
Daniyêl pêxember merivekî milûk bû. Ew ji malbeteke esilî bû û yekî gelek aqil, pêşekar û xweyê bejn-baleke bedew bû. Lema jî ew dikaribû bifikire, ku ew hêjayî hurmet-rûmetê ye (Daniyêl 1:3, 4, 19, 20). Lê Daniyêl usa nedifikirî. Ew timê milûk bû, û lema jî Yehowa gelekî wî qîmet dikir (Daniyêl 2:30; 10:11, 12).
Were em xwe ji xweheziya vê dinyayê dûr bigirin, û ji keremên ku Yehowa bi qenciya xweye mezin ser meda dibarîne, şabûnê bistînin.