KILAMA 106
Hizkirinê Pêşda Tînin
Ya Neşirkirî
	- 1. Timê hazir in Xwedayê me, - Ku çev bidin em hunurên te. - Ya lape ferz, ew hizkirin e, - Çimkî berê ruh pêşda tîne. - Hergê bîlanya me gelek be, - Bê hizkirin ew tişte nîne. - Hizkirna rast emê zêde kin - Xeber, şixulada eyan kin. 
- 2. Hizkirna rast timê helal e - Hevsûd nîne, zû hêrs nakeve, - Timê rastyêra ew şa dibe. - Çawa Îsa, ew dibaxşîne, - Temîş dike, gava hiz dike. - Tengasyada ew alî dike. - Dudil nabe, edlayê tîne; - Hizkirna rast hertim dimîne. 
(Usa jî binihêre Yûhn. 21:17; 1 Korn. 13:13; Galt. 6:2).