KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr19 Çile rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
  • Binserî
  • Bira Qirara Yehowa bê Sêrî
  • bt 177-178 ¶15-16
  • Bira Qirara Yehowa bê Sêrî
  • bt 178 ¶17
  • Bira Qirara Yehowa bê Sêrî
  • bt 178 ¶18
  • Bira Qirara Yehowa bê Sêrî
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • bt 184-185 ¶10-12
  • “Guhdarîya Min Bikin, ku Ez Caba Xwe Bidim”
  • nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 22:16
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • “Pawlos Neheq Kirin, wekî ew Bela serê Wan e, û Meriya Tevîhev Dike”
  • bt 191 ¶5-6
  • “Serxwe be”!
  • bt 192 ¶10
  • “Serxwe be”!
  • bt 193-194 ¶13-14
  • “Serxwe be”!
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 23:6
  • nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 24:24
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 21-27 ÇILEYÊ
  • “Pawlos Tevî Qeyser Xeber Dide û Paşê Şedetî Dide Egrîpa Padşara”
  • bt 198 ¶6
  • “Ez Dewa Dîwana Qeyser Dikim”
  • bt 198-201 ¶10-16
  • “Ez Dewa Dîwana Qeyser Dikim”
  • bt 202 ¶18
  • “Ez Dewa Dîwana Qeyser Dikim”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 26:14
  • nwt ferhengok
  • w03 11/15 16-17 ¶14
  • Alî Meriva Bike Mizgîniya Derheqa Padşatiyê Qebûl Kin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 28 ÇILEYÊ–3 SIBATÊ
  • “Pawlos Diçe li Romê”
  • bt 208 ¶15
  • “Ziyanê li Me tu Kesî Nebe”
  • bt 209-210 ¶18, 21
  • “Ziyanê li Me tu Kesî Nebe”
  • bt 213 ¶10
  • “Bi Merîfetî Dannasîn Dikir”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 27:9
  • nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 28:11
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
mwbr19 Çile rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

7-13 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | KARÊN ŞANDIYA 21–22

Bira Qirara Yehowa bê Sêrî

(Kar. Şand. 21:8-12) Rojtira dinê em ji wir rêketin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her heft komekdarêd kifşkirî bû. Em li cem wî man. 9 Çar qîzêd wîye bikir hebûn, ku pêxembertî dikirin. 10 Gava em gelek roja li wir man, ji Cihûstanê pêxemberekî navê wî Hagabo berjêr bû. 11 Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pîyêd xwe girêda û got: “Ruhê Pîroz aha dibêje: ‘Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya’”. 12 Gava ev yek me bihîst, tevî yêd wir me lava kir, ku ew hilnekişe neçe Orşelîmê.

bt 177-178 ¶15-16

Bira Qirara Yehowa bê Sêrî

15 Gava Pawlos hê mala Fîlîpoyêda bû, merivekî xweyê qedir Hagabo hate wêderê. Merivên ku mala Fîlîpoyêda top bibûn zanibûn, wekî Hagabo pêxember bû; berê ewî pêxembertî kiribû derheqa xelayîke giran, ya ku wede Klawdyo Qeyserda pêşda hat (Kar. Şand. 11:27, 28). Diqewime ewana difikirîn: “Gelo çira Hagabo hat? Yan çi elametî ewî anî?” Ewana dîna xwe didane wî, û ewî qayîşa pişta Pawlos hilda, ya ku mîna perçekî dirêj bû, nav kîjanîda dikaribûn pere yan tiştên din veşêrin. Ew qayîş pişta xweva dialandin. Lê Hagabo bi wê yekê dest û piyên xwe girêda. Paşê ewî tiştekî ferz got: “Ruhê Pîroz aha dibêje: ‘Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya’” (Kar. Şand. 21:11).

16 Ew pêxembertî îzbat dikir, wekî Pawlos wê here Orşelîmê. Ew yek usa dihate kifşê, wekî wana wê “bidine destê necihûya”. Ew pêxembertî gelek hukum kir ser merivên ku wêderê top bibûn. Lûqa dinivîse: “Gava ev yek me bihîst, tevî yêd wir me lava kir, ku ew hilnekişe neçe Orşelîmê. Lê Pawlos cab da û got: ‘Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im’” (Kar. Şand. 21:12, 13).

(Kar. Şand. 21:13) Lê Pawlos cab da û got: “Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im”.

bt 178 ¶17

Bira Qirara Yehowa bê Sêrî

17 Hela bidine ber çevê xwe ewê derecê. Çawa bira usa jî Lûqa, lava Pawlos dikin, wekî ew neçe Orşelîmê. Hine ji wan hela hê digirîn. Dilê Pawlos gelek şewitî û ew bi nermî ji wan dipirse, çira ewana digirîn û çima “dilê [wî] dişkênin”. Yan çawa tê gotinê welgeranidinên dinda ji zimanê Yûnanî çima dilê [wî] hûrdexweşî dikin. Lê dîsa jî Pawlos mêrxasî da kifşê, çawa wedê derecên birên Sûrêda, Pawlos îzin neda wekî hêsir û lavakirina wan rê wî bigire û wî sist ke. Lê dewsê ewî birara şirovekir çira ew gerekê here. Ewî mêrxasî û xîreta xwe da kifşê! Pawlos çev da Îsa û lema jî bi xîret hazir bû here Orşelîmê (Îbrn. 12:2). Pawlos nedixwest biçerçire, lê hergê lazim bûya ew hazir bû çawa şagirtê Îsa Mesîh bimiriya.

(Kar. Şand. 21:14) Gava me nikaribû ew baniya ser ya xwe, me dengê xwe birî û got: “Bira emirê Xudan be”.

bt 178 ¶18

Bira Qirara Yehowa bê Sêrî

18 Lê nihêranidna bira ser wê safîkirinê çi cûreyî bû? Ewana bi qedir xwe dane kifşê. Em dixûnin: “Gava me nikaribû ew baniya ser ya xwe, me dengê xwe birî û got: ‘Bira emirê Xudan be’” (Kar. Şand. 21:14). Ewên ku ser ya xwe disekinîn û dixwestin, wekî Pawlos neçe Orşelîmê, nêta xwe guhastin. Ewana guh dane Pawlos û tevî wî qayîl bûn. Rast e wanara ne hêsa bû qayîl bin, lê dîsa jî wana guh dane qirara Yehowa. Pawlos rêke usa jibart ya ku axiriya-axiriyê wê wî bivira berbi mirinê. Pawlosra wê gelek hêsa bûya, wekî ewên ku wî hiz dikirin, nêta wî neguhastana.   

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Kar. Şand. 21:23, 24) De rabe em çi tera dibêjin bike. Vir cem me çar meriv hene ku ad-qirar kirine. 24 Wan xwera hilde, tevî wan li gora edet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku porê serê xwe kur kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî.

bt 184-185 ¶10-12

“Guhdarîya Min Bikin, ku Ez Caba Xwe Bidim”

10 Dîsa jî Pawlos bi femkirinê xwe dida kifşê hindava wan kê rihetiyê texmîn dikirin gava hine qeydên Cihûya dianîne sêrî. Mesela qeydên usa ça girtina roja şemiyê, yan xwe xweykirina ji hine xwarina (Rom. 14:1-6). Xêncî wê yekê Pawlos seva sinetikirinê qeyda kifş nedikir. Pawlos, Tîmotêyo sinet kir, seva ku Cihû hindava wî dudilî nebin, ji bo wê yekê ku bavê wî Yûnanî bû (Kar. Şand. 16:3). Lê her kes xwexa safî dikir bê sinetkirinê yan na. Pawlos Galatiyara got: “Ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hizkirinê ya xwe dike” (Galt. 5:6). Hergê kesek bihata sinetkirinê tenê bona wê yekê ku Qanûn ewê yekê dewa dike, yanê jî bona wê yekê ku bê sinetkirinê nikaribûna qebûlkirina Yehowa bistandana, ew yek wê kêmasiya baweriya wan bida kifşê.

11 Cihû bona wan nihêrandinên nerast ku nava cimetêda bela dibû, berxwe diketin. Lema jî rûspî Pawlosra gotin: “Vir cem me çar meriv hene ku ad-qirar kirine. Wan xwera hilde, tevî wan li gora edet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku porê serê xwe kur kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî” (Kar. Şand. 21:23, 24).

12 Pawlos dikaribû raste-rast wanra bigota, wekî problêm ne ku wîda ye, lê wan Cihûyada, yên ku hindava Qanûna Mûsa gelek xîret bûn. Lê dewsê Pawlos serwaxtî da kifşê, seva ku pêşberî şîretên Xwedê neçe. Ewî got: “Bona cihûya, dibime mîna cihûya, wekî cihûya qazinc kim. Awa gotî bona yêd bin Qanûna Mûsada, dibime mîna yêd bin Qanûnê, wekî yêd bin Qanûnêda qazinc kim, (lê ne ku ez bin Qanûnêda me)” (1 Korn. 9:20). Wê derecêda Pawlos hema usa kir çawa ku rûspiyên Orşelîmê şîret dane wî, seva ku ew bibe “mîna yêd bin Qanûnê”. Pawlos mesela rind mera hîşt wê yekêda, ku çawa şixulkariyê bikin tevî rûspiya û ser ya xwe nesekinin (Îbrn. 13:17).

(Kar. Şand. 22:16) Îdî çima derengî dêxî? Rabe were nixumandinê, gazî navê wî ke ji gunêd xwe were şûştinê’.

nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 22:16

gazî navê wî ke ji gunên xwe were şûştinê: Yan “ji gonên xwe were baxşandin û gazî navê wî ke”. Meriv ne ku bi nixumandinê ji guna têne baxşandinê, lê bi navê Îsa. Dêmek kengê baweriya xwe Îsa tînin û bi kirên xwe baweriya xwe hindava wî eyan dikin (Kr Şn. 10:43; Aqb 2:14, 18).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Kar. Şand. 21:1-19) Gava em ji wan qetîyan, bi gemîyê rêketin, rast çûn gihîştine Kosê, roja dinê Rodosê û ji wir Patarayê. 2 Me gemîk dît ku diçû Fînîkyayê, em ketine wê rêketin. 3 Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê. 4 Me şagirt dîtin, em heft roja li wir man. Wana bi Ruhê Pîroz digote Pawlos ku neçe Orşelîmê. 5 Lê gava me ew roj derbaz kirin, em rabûn çûn û hemûya jina û zarava heta bajêr der em verêkirin û devê berê me çok da dua kir. 6 Paşê me xatirê xwe ji hev xwest ketine gemîyê, ewana jî vegerîyane malêd xwe. 7 Me rêwîtî bi gemîyê ji Sûrê dûmayî kir, em gihîştine Pitolêmayê, me wir xûşk-bira silav kirin, em rojekê mane cem wan. 8 Rojtira dinê em ji wir rêketin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her heft komekdarêd kifşkirî bû. Em li cem wî man. 9 Çar qîzêd wîye bikir hebûn, ku pêxembertî dikirin. 10 Gava em gelek roja li wir man, ji Cihûstanê pêxemberekî navê wî Hagabo berjêr bû. 11 Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pîyêd xwe girêda û got: “Ruhê Pîroz aha dibêje: ‘Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya’”. 12 Gava ev yek me bihîst, tevî yêd wir me lava kir, ku ew hilnekişe neçe Orşelîmê. 13 Lê Pawlos cab da û got: “Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im”. 14 Gava me nikaribû ew baniya ser ya xwe, me dengê xwe birî û got: “Bira emirê Xudan be”. 15 Çend roja şûnda me karê xwe kir, em hilkişiyan çûne Orşelîmê. 16 Tevî me çend şagirtêd Qeyseriyê jî hatin, em birine mala şagirtekî zûva, ku navê wî Minaso bû, ji Qubrisê, wekî em li wir bimînin, 17 Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin. 18 Roja dinê Pawlos tevî me çû cem Aqûb, hemû berpirsiyar jî hazir bûn. 19 Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanara gilî kir.

14-20 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | KARÊN ŞANDIYA 23-24

“Pawlos Neheq Kirin, wekî ew Bela serê Wan e, û Meriya Tevîhev Dike”

(Kar. Şand. 23:12) Sibeh ku zelal bû, hinek cihû bûne yek û sond xwarin, ku heta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin.

(Kar. Şand. 23:16) Lê xarziyê Pawlos bona vê telekê bihîst, hat kete eskerxanê Pawlosra got.

bt 191 ¶5-6

“Serxwe be”!

5 Ew hêlankirin hema wededa Pawlosra hate dayînê. Sibeh ku zelal bû 40 Cihû “bûne yek û sond xwarin, ku heta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin”. “Ewêd ku ew sond xwarin” dane kifşê, wekî xwestina wan ku Pawlos bikujin çiqas mezin bû. Hergê wana ew xwestina xwe neaniyana sêrî, bi nihêrandina wan wê nifir û qezî pey xwe xistana (Kar. Şand. 23:12-15). Xwestina wan ku Pawlos bivine cem Civîna Giregira ya ku rûspî û Serokên Kahîna qebûl kiribûn, yan çi bi wî nêtî ku dixwazin her tiştî hê rast pêbihesin, derheqa wî. Lê rêva ewên ku sond xwaribûn gerekê riya Pawlos bigirtana û wî bikuştana.

6 Lê kurê xûşka Pawlos derheqa wê yekê pêhesiya û gote wî. Lê Pawlos wî cahilî şande bal Klawdyo Lûsyo weliyê Romê (Kar. Şand. 23:16-22). Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa qîmet dike cahilên mîna kurê xûşka Pawlos, navê kîjanî em nizanin. Cahilên wî cûreyî halxweşiya cimeta Xwedê datînin ser ciyê pêşiyê û her tiştî dikin ku nêta Padşatiya Xwedê bê sêrî.

(Kar. Şand. 24:2, ÎM) Çaxê gazî Pawlos kirin, Tertûlos dest bi sûcdarkirinê kir û got: “Felîksê giranbiha, bi saya serê te demeke dirêj e ku em di aştiyêda dijîn û bi pêşbîniya te ev milet pêşva çûye”.

(Kar. Şand. 24:5, 6) Me ev meriva dît, çawa mîna belakê ketiye nava hemû cihûyêd ser dinê tevîhev dike û rêberê komela nisretiya ye. 6 Evî kir ku paristgehê jî biherimîne, lê me ew girt.

bt 192 ¶10

“Serxwe be”!

10 Qeyseriyêda Pawlos “qesira Hêrodesda” girtî bû û hîviyê bû kengê ji Orşelîmê bên ewên ku wî neheq dikirin (Kar. Şand. 23:35). Pênc roj şûnda Serekkahîn Hananiya, Tertûloyê zanebêj û hineke ji rûspiya hatin. Sêrîda, Tertûlo payê Felîks da seva wan tişta, çi ku ew bona Cihûya dike, ewî payê wî da, wekî dilê wî bikire. Lê paşê Tertûlo xeberdana xwe berdewam kir û derheqa Pawlos got, wekî ew “mîna belakê ketiye nava hemû cihûyêd ser dinê tevîhev dike û rêberê komela nisretiya ye. Evî kir ku paristgehê jî biherimîne, lê me ew girt”. Cihûya jî tevî gotinên wî qayîl bûn û gotin: “Belê, ev yek usa ye” (Kar. Şand. 24:5, 6, 9). Ew yek ku derheqa Pawlos gotin, wekî ew mîna bela ketiye dinê, hemû Cihûya tevîhev dike û paristgehê jî diherimîne, neheqîke gelek giran e. Ji bo wê neheqiyê ceza meriva kuştin e.

(Kar. Şand. 24:10-21) Gava welî pê seriya kir ku ew xeber de, Pawlos lê vegerand û gotê: “Ez zanim ku gelek sal in tu hakimê vî miletî yî, ezê jî bi rezedilî bona xwe caba xwe bidim. 11 Çawa ku tu dikarî bizanibî, eva donzdeh roj tune, ku ez bona hebandinê hevraz çûbûme Orşelîmê. 12 Evana ez nedîtime ku paristgehêda tevî yekî têkevime dewê, yan jî kinîştada usa jî cîkî din bajêrda elaletê dora xwe top kim. 13 Û ne jî niha dikarin gotinêd xwe îzbat kin, ku bona çi şikiyatê min dikin. 14 Lê ezê aşkere tera bêjim, wekî li gora wê Riya ku ewana jêra komela şihitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim. 15 Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin. 16 Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez dicedînim hemû wextî bi îsafa rihet li ber Xwedê û meriva bim. 17 Awapey gelek salara ez vegeriyam hatime Orşelîmê, ku komekê bidime miletê xwe û hediya bidim. 18 Hingê wî şixulîda ez paristgehêda paqijbûyî dîtim li gora edetê me. Ez ne tevî elaletê bûm, ne jî şerûda. 19 Lê ji wan çend cihûyêd qeza Asyayê li wir bûn. Heger hindava minda tiştekî wanî gotinê hebûya, ew gerekê bihatana ber te bisekiniyana şikiyatê min bikirana. 20 Yan jî bira evana bêjin, gava ez ber civîna giregira sekinî bûm, çi xirabî ser min dîtin, 21 pêştirî vê yekê, ku min bi dengê bilind nava wanda gotiye: ‘Bona baweriya rabûna miriya hûn îro dîwana min dikin’”.

bt 193-194 ¶13-14

“Serxwe be”!

13 Pawlos meselekî baş e bona me û em dikarin çev bidine wî çaxê me dibine bal serwêra, seva wê yekê ku em Xwedêra xizmet dikin. Yan jî çaxê buxdana davêjine me, ku em merivne miqabil in, û ji “sêkteke xof in”. Mîna Tertûlo, Pawlos nedifikirî ça dilê padşê bikire, ew hêrs nediket û bi qedir xeber dida. Ew gotinên xweda yekî fesal bû, û şedetiya rast dida. Pawlos usa jî got wekî, “cihûyêd qeza Asyayê” yên ku wî neheq dikirin, wekî ew paristgeh heram dike, nehatibûn ser dîwanê, lê bi qanûnî ewana gerekê bihatana ber dîwanê bisekiniyana û şikiyatê wî bikirana (Kar. Şand. 24:18, 19).

14 Çawa tê kifşê Pawlos wê yekêda xwe paş nedixist, wekî seva baweriya xwe şedetiyê bide. Pawlos bi mêrkîmî dida kifşê baweriya xwe hindava saxkirina miriya. Hema ew pirs şer-dew pêşda anî nava Civîna Giregirada (Kar. Şand. 23:6-10). Gelek car xeberdana xweda Pawlos digot derheqa saxkirina miriya. Gelo çira? Çimkî Pawlos baweriya xwe Îsa û saxkirina wî ji miriya dianî (Kar. Şand. 26:6-8, 22, 23). Lê merivên miqabil tevî wê yekê qayîl nedibûn û hema ew bû meniya şer-dewa.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Kar. Şand. 23:6) Hingê Pawlos pê hesiya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: “Gelî bira! Ez fêrisî me, kurê fêrisiya! Îro dîwana min dikin, çimkî ez baweriya xwe rabûna miriya tînim”.

nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 23:6

Ez Fêris im: Gelekên ku wêderê bûn Pawlos nas dikirin (Kr Şn. 22:5). Ewana fem dikirin, wekî hergê ew xwe nav dikir ça kurê Fêrisa, dêmek ew yek dide kifşê, wekî ew yek ji wan e. Fêrisa zanibûn, wekî Pawlos bûye Mesîhiyê xîret û derewa nake. Ew yek ku Pawlos got, wekî ew yek ji wan e, nade kifşê ku ew tevî hînkirinên wan bûye yek. Bi giliyên xwe Pawlos da kifşê, wekî ew diha zef ça Fêris e ne ku Sadûqî, çimkî ew mîna Fêrisa baweriya xwe saxkirina miriya dianî, lê Sadûqiya na. Bi wî cûreyî Pawlos xwest ziman wanra bivîne. Pawlos bawer bû, wekî gava ew pirs bê vekirinê, bi wê yekê ewê bikaribe dilê hine endemên Civîna Giregira bikire, û ew yek hema usa jî qewimî (Kr Şn. 23:7-9). Ew çi ku Kr Şn. 23:6-da nivîsar e eyan didine kifşê gotinên Pawlos, çaxê ewî ber Egrîpa Padşa xwe diparast (Kr Şn. 26:5). Û gava Pawlos ji Romê, Mesîhiyên ji Fîlîpyayêra dinivîsî, ewî dîsa carekê got derheqa wê yekê, ku bi esilê xwe ew Fêris e (Flp. 3:5). Usa jî dikarin bêjin derheqa wan Mesîhiya yên ku Fêris bûn, bona wê yekê tê şirovekirinê Kr Şn. 15:5-da; (Dêmek binihêrin elametî bona hînbûnê ser hîmê Kr Şn. 15:5).

(Karên Şandiya 24:24) Çend roja şûnda Felîks tevî Dirûsîla kulfeta xweye cihû hat, gazî Pawlos kir û bona wê baweriya ser Mesîh Îsa ji wî bihîst.

(Kar. Şand. 24:27) Gava du sal derbaz bûn, dewsa Felîks Porkiyo Fêsto bû welî. Felîks jî ku dixwest qencî cihûyara bikira, Pawlos girtî hişt.

nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 24:24

Dirûsîla: Derheqa qîza sisiya ya Hêrodes Egrîpayê Yekê, ku ya lape biçûk bû, tê gotinê Kr Şn. 12:1-da. Ew hatibû bûyînê nêzîkî sala 38 D.M., ew xûşka Egrîpa II û Bernikê bû (Binihêre elametî bona hînbûnê Kr Şn. 25:13 û Ferhengoka, “Hêrodes”). Fêlîks serwêr mêrê wêye duda bû. Mêrê wêye pêşiyê Padşê Asûrê bi navê Azîzis Emesa bû, lê ewê ji wî qetiya û weke sala 54 D.M., bû jina Fêlîks, diqewime ew hingê weke 16 salî bû. Diqewime çaxê Pawlos tevî Fêlîks “bona rastiyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida”, Dirûsîla jî wêderê bû (Kr Şn. 24:25). Çaxê Fêlîks serwêrtî da destê Fêstûs, ewî Pawlos girtî hîşt, çimkî “dixwest qencî cihûyara bikira”, û hinek difikirîn, wekî ewî ew yek bona xatirê jina xweye cahil kir, ya ku Cihû bû (Kr Şn. 24:27).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Kar. Şand. 23:1-15) Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: “Gelî bira! Min bi îsafa rihet li ber Xwedê emirê xwe heta îro derbaz kiriye”. 2 Hananiyayê serekkahîn emirî berdestiyêd nêzîkî Pawlos kirin ku dêvda bidinê. 3 Hingê Pawlos wîra got: “Xwedêyê jî li te xe, dîwarê sîwaxkirî! Tu rûniştî yî anegorî Qanûnê dîwana min dikî û ji Qanûnê der emir dikî ku ew min xin”. 4 Yêd cem Pawlos sekinî gotin: “Tu serekkahînê Xwedê bêhurmet dikî? 5 Pawlos got: “Birano, min nizanibû ku ew serekkahîn e. Çawa nivîsar e: ‘Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede’”. 6 Hingê Pawlos pê hesiya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: “Gelî bira! Ez fêrisî me, kurê fêrisiya! Îro dîwana min dikin, çimkî ez baweriya xwe rabûna miriya tînim”. 7 Gava ev yek got, fêrisî û sadûqî hevra ketine hucetê û dutîretî kete nava komê, 8 çimkî sadûqiya digot ne rabûna miriya heye, ne milyaket, ne jî ruh, lê fêrisiya hersêk jî qebûl dikirin. 9 Hingê qalme-qalma mezin hê pêşda hat, ji qanûnzanêd aliyê fêrisiya hinek rabûne piya û deng hildan mêrkîmî gotin: “Em vî merivîda tu xirabiyê nabînin. Belkî ruhekî yan milyaketekî vîra xeber daye?” 10 Gava şer-dew zêde bû, serhezar tirsiya ku ew Pawlos qet-qetî kin, emirî eskera kir ku herine jêrê ewî ji nav wan bigirin bibine eskerxanê. 11 Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: “Serxwe be, te çawa şedetiya min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Romêda şedetiyê bidî”. 12 Sibeh ku zelal bû, hinek cihû bûne yek û sond xwarin, ku heta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin. 13 Ewêd ku ew sond xwarin ji çilî zêdetir bûn. 14 Evana çûne cem serekêd kahîn û rûspiya gotin: “Me sond xwariye, heta ku em Pawlos nekujin, tiştekî tem nekin. 15 Awa hûn tevî civîna giregira bêjine serhezar ku ewî sibê bîne cem we, yançiye hûn dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rast pê bihesin, emê jî hê berî hatina wî hazir bin ku wî bikujin”.

21-27 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | KARÊN ŞANDIYA 25–26

“Pawlos Tevî Qeyser Xeber Dide û Paşê Şedetî Dide Egrîpa Padşara”

(Kar. Şand. 25:11) Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kiriye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venakişim, lê heger neheqiya min vê yekêda tune, çawa ku ewana şera davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez dewa dîwana Qeyser dikim”.

bt 198 ¶6

“Ez Dewa Dîwana Qeyser Dikim”

6 Xwestina Fêsto ku Cihûya xweş bê, dikaribû Pawlos berbi mirinê bivira. Pawlos bineliyê Romê bû, lema jî ewî ew mecal da xebatê, wekî xwe xwey ke. Ewî gote Fêsto: “Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li ku jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekiriye, çawa tu xwexa jî qenc zanî. . . . Ez dewa dîwana Qeyser dikim”. Gava dewakirina wî cûreyî pêşda dihat îzin tune bû neynin sêrî. Lema jî Fêsto got: “Tu dewa Qeyser dikî, gerekê tu herî cem Qeyser” (Kar. Şand. 25:10-12). Gava Pawlos da dîwana hê mezin, bi wê yekê ewî Mesîhiyên roja îroyînra meselekî rind hîşt. Çimkî roja îro merivên miqabil qanûn didine xebatê, û “neheqîyê dikine heqî”, lê Şedên Yehowa qanûn didine xebatê, wekî rastiya Xwedê biparêzin (Zb. 94:20).

(Kar. Şand. 26:1-3) Hingê Egrîpa Pawlosra got: “Îzina te heye ku tu bona xwe xeber dî”. Wê demê Pawlos destê xwe bilind kir, caba xwe da. 2 “Egrîpa padşa, bona hemû şikîyatêd ku cihû li min dikin, ez îro xwe bextewar hesab dikim ku ber te sekinî me caba xwe didim, 3 îlahî vê pirsêda ku tu haş ji hemû edet û pirsêd cihûya heyî. Bona vê yekê ez ji te hîvî dikim, bi sebir guhdarîya min bikî.

bt 198-201 ¶10-16

“Ez Dewa Dîwana Qeyser Dikim”

10 Pawlos bi qedir razîbûnê da kifşê Egrîpa Padşara bona wê yekê ku wîra mecal hate dayînê, seva heqiya xwe hine tiştada bêje. Usa jî Pawlos got, wekî padşa rind zane derheqa eyd-qeydên Cihûya û şer-dewên wan. Paşê Pawlos derheqa jîyîna xwe gilî kir: “Ez anegorî edetê komela dînê meyî hişk jî fêrisî bûm” (Kar. Şand. 26:5). Mîna Fêrisa, Pawlos jî hîviya hatina Mesîh bû. Lê gava ew xwexa bû Mesîhî ew bi mêrxasî digot, wekî Îsa Mesîh hema ew e, hîviya kîjanî ewana bûn. Çawa Pawlos, merivên miqabil jî baweriya xwe hatina Îsa dianîn, lema jî hêvî hindava wê yekê ku xwestina Xwedê bê sêrî, ya ku ji kal-bava tê, bû menî ji bo çi jî wê rojê Pawlos neheq dikirin. Ew xeberên Pawlos bona Egrîpa gelek hewas hatine xuyanê.

11 Pawlos kire bîra wan, çawa sert ewî xwe dida kifşê hindava Mesîhiya, û got: “Min xwexa jî kiribû deynê stûyê xwe, ku miqabilî navê Îsayê Nisretê gelek tişt bikira . . . Min kîna wan [peyçûyên Mesîh] girtibû, heta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin” (Kar. Şand. 26:9-11). Rastî jî hema usa bû. Gelek meriv zanibûn derheqa wê yekê, çiqas sert Pawlos, Mesîhiya dizêrand (Galt. 1:13, 23). Diqewime Egrîpa pirs dida xwe. “Gelo çi bû menî, wekî ew meriv hate guhastinê?”

12 Pawlos gilî kir û got: “Awa ez carekê bi hukum û emirê serekêd kahîna diçûme Şamê. Roj nîvro bû, padşayî xweş be, rêva min dît ji ezmên ronayîke ji ronayiya tevê zortir dora min û yêd tevî min dihatin şewq da. Em hemû ketine erdê, min dengek bihîst ku bi zimanê îbranî minra digot: ‘Şawûl! Şawûl! Tu çima min dizêrînî? Tu bi kulmê nikarî herî dirêşê’. Min got: ‘Tu kî yî, Xudan?’ Xudan got: ‘Ez ew Îsa me, yê ku tu dizêrînî’” (Kar. Şand. 26:12-15).

13 Heta ku Pawlos ew xewn-xeyalê girîng bidîta, ewî bi sîmbolîk kulma diçû dirêşê. Çawa boxe dikaribû ziyanê bida xwe bi wê yekê ku pêşberî dirêşa tûj diçû, hema usa jî Pawlos ziyana ruhanî dida xwe, gava himberî qirara Xwedê diçû. Pawlos gelek hatibû xalfandinê, lema jî gava Îsayê saxkirî Şamêda rastî Pawlos hat, ewî alî wî kir nihêrandina xwe biguhêze (Yûhn. 16:1, 2).

14 Pawlos bi temamî emirê xwe guhast. Gava ew tevî Egrîpa xeber dida, ewî got: “Ez miqabilî wê dîtina li berçevaye ji ezmên nesekinîm. Lê min pêşiyê yêd Şamê, Orşelîmê û temamiya topraxêd Cihûstanêra dannasîn kir, usa jî necihûyara, ku tobe kin berbi Xwedê vegerin û kirêd qenc bikin, wekî bê kifşê ew ji gunekirinê vegeriyane” (Kar. Şand. 26:19, 20). Gelek sal Pawlos dianî sêrî temiya ya ku wê rojê Îsa Mesîh xewn-xeyalêda da wî. Lê axiriyê çi qewimî? Ew meriv yên ku guh dane rastiya Xwedê derheqa kîjan Pawlos şedetiyê dida, tobe kirin, gunê xwe dane rûyê xwe û berbi Xwedê hatin. Ew meriv hatine guhastinê û bûne bineliyên baş, ewana destpêkirin qedirê qeyd û qanûn bigirin.

15 Lê ew hemû tişt, bona wan Cihûya yên ku miqabilî Pawlos bûn, tiştek nedihate hesabê. Pawlos got: “Cihûya ez paristgehêda girtim, xwestin min bikujin. Lê min ji Xwedê komek stand û heta îro ez mame, şedetiyê didime biçûk û mezina” (Kar. Şand. 26:21, 22).

16 Çawa Mesîhiyên rast em jî gerekê “her gav hazir bin” baweriya xwe biparêzin (1 Pet. 3:15). Çaxê em derheqa baweriya xwe xeber didin tevî merivên dîwanê û serwêra, gelek ferz e wê yekêda çev bidine Pawlos, çaxê ew tevî Egrîpa û Fêsto xeber dida. Çaxê em bi qedir wanara gilî kin çawa rastiya ji Xebera Xwedê emirê me û merivên din guhast, bi wê yekê em dikarin dilê wan jî bikirin.

(Kar. Şand. 26:28) Egrîpa, Pawlosra got: “Te tirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?”

bt 202 ¶18

“Ez Dewa Dîwana Qeyser Dikim”

18 Pawlos caba serwêr da û got: “Ez xwe unda nakim Fêstoyê xweyîqedir, lê xeberêd rast û çê dibêjim. Padşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim . . . Egrîpa padşa, tu pêxembera bawer dikî? Zanim ku tu bawer dikî”. Egrîpa, Pawlosra got: “Te tirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?” (Kar. Şand. 26:25-28). Gotinên wî ji dil bû yan na, lê eyan e, wekî şedetiya Pawlos gelek hukum kir ser padşê.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Kar. Şand. 26:14) Em hemû ketine erdê, min dengek bihîst ku bi zimanê îbranî minra digot: “Şawûl! Şawûl! Tu çima min dizêrînî? Tu bi kulmê nikarî herî dirêşê”.

nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 26:14

boxe pêşberî dirêşê diçe: Dirêş ev heye şiva tûj, seva ku heywana defdin pêşda herin (Hkm. 3:31). Gilî gotin “bi kulmê nikarî herî dirêşê”, ev metelokeke ji edebiyetên Yûnanî ye. Ew ça bêjî gilî-gotin e ser hîmê şikilê usa, kîderê ku boxe sert ser ya xwe disekine û pêşberî dirêşê diçe. Bi rastî usa boxe ziyanê dide xwe. Şawûl pêşiya ku bibûya Mesîhî ça bêjî xwe hema usa da kifşê, ew miqabilî şagirtên Îsa diçû, piştovanî kîjana Yehowa bû û bi wê yekê Pawlos xwe dikire qeziyê, çimkî bona wê yekê dikaribû ziyaneke mezin bistanda (Beramber ke Kr Şn. 5:38, 39; 1 Tîm. 1:13, 14). Xebera dirêş Wz. 12:11-da, bi sîmbolîk tê hesabê giliyên merivê bîlan, kîjan ku guhdara hêlan dikin, guh bidin û şîreta qebûl kin.

nwt ferhengok

Dirêş: Ev heye şiva dirêj bi pareke hesinî çêkirî, kîjan ku gundada didane xebatê, seva ku heywana defdin pêşda herin. Ev dirêş beramberî giliyê merivê bîlan e, yê ku guhdara hêlan dikin guh bidine şîreta bîlan. “Bi kulmê nikarî herî dirêşê”, ev ça bêjî gilî-gotin e ser hîmê şikilê usa, kîderê ku boxe sert ser ya xwe disekine û pêşberî dirêşê diçe. Bi rastî usa boxe ziyanê dide xwe (Kr.Şn. 26:14; Hkm. 3:31).

(Kar. Şand. 26:27) Egrîpa padşa, tu pêxembera bawer dikî? Zanim ku tu bawer dikî”.

w03 11/15 16-17 ¶14

Alî Meriva Bike Mizgîniya Derheqa Padşatiyê Qebûl Kin

14 Pawlos zanibû, wekî Egrîpa Cihû bû. Lema jî Pawlos hildida hesab zanebûna Egrîpa, ewî gote wî, “tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku pêxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotiye” derheqa mirin û saxkirina Mesîh (Kar. Şand. 26:22, 23). Pawlos hema ji Egrîpa pirsî: “Egrîpa padşa, tu pêxembera bawer dikî?” Egrîpa kete dereceke çetin. Hergê ew bigota na, dêmek ew yek wê navê wî çawa Cihû xirab kira. Lê hergê ew tevî Pawlos qayîl bûya, usa ewê bida kifşê, wekî tevî Pawlos razî ye û ew dikaribû bihata navkirinê ça Mesîhî. Pawlos bi bîlaniyê xwexa caba pirsa xwe da û got: “Zanim ku tu bawer dikî”. Usa Egrîpa hate hêlankirinê gotinên usa bêje. “Te tirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?” (Kar. Şand. 26:27, 28). Rast e Egrîpa nebû Mesîhî, lê bi gotinên xwe Pawlos ser dilê wî hukum kir (Îbranî 4:12).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Kar. Şand. 25:1-12) Pey sê rojara, gava Fêsto derbazî ser qulixa xwe bû, ew ji Qeyserîyê hevraz çû Orşelîmê. 2  Serekêd kahîna û giregirêd cihûya bona Pawlos şikîyatê xwe li wî kirin 3 û hîvî kirin ku bike qencî wî bîne Orşelîmê, çimkî wana telek çêkiribû ku rêva wî bikujin. 4 Lê Fêsto li wan vegerand û got: “Pawlos wê li Qeyseriyê girtî bimîne û ezê xwexa jî zûtirê herime wir. 5 Ji serwêrêd nava weda jî kî dikare bira tevî min bê û heger neheqîke wî merivî jî hebe, bira gunekariya wî bêje”. 6 Wir nehe-dehe roja nav wanda ma, paşê berjêr çû Qeyseriyê, roja din li herema dîwanê rûnişt, emir kir ku Pawlos bînin. 7 Gava Pawlos hat, cihûyêd ku ji Orşelîmê berjêr hatibûn dora wî girtin û gelek buxdanêd giran li wî dikirin, lê nikaribûn îzbat kirina. 8 Pawlos caba xwe dida û digot: “Min hindava Qanûna cihûya yan paristgehê yan jî Qeyserda tu neheqî nekiriye”. 9 Fêsto jî xwest ku cihûyara qenciyê bike, li Pawlos vegerand û got: “Tu dixwazî hevraz herî Orşelîmê, ku bona van tişta dîwana te ber min wir bê kirinê?” 10 Pawlos got: “Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li ku jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekiriye, çawa tu xwexa jî qenc zanî. 11 Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kiriye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venakişim, lê heger neheqiya min vê yekêda tune, çawa ku ewana şera davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez dewa dîwana Qeyser dikim”. 12 Hingê Fêsto tevî şîretkara xeber da, paşê li wî vegerand û gotê: “Tu dewa Qeyser dikî, gerekê tu herî cem Qeyser”.

28 ÇILEYÊ–3 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | KARÊN ŞANDIYA 27–28

“Pawlos Diçe li Romê”

(Kar. Şand. 27:23, 24) Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyaketekî wî Xwedêyê ku ez para wî me û wî dihebînim, minva xuya bû 24 û got: “Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Xwedê hemûyêd tevî te gemiyêda dane xatirê te”.

bt 208 ¶15

“Ziyanê li Me tu Kesî Nebe”

15 Eyan e, wekî Pawlos gelekara gilî dikir derheqa “wî sozê ku Xwedê daye” (Kar. Şand. 26:6; Kols. 1:5). Gava ewana rastî hûrdexwaşîbûna gemiyê hatin, Pawlos dikaribû wanara gilî kira derheqa hêviya xilazkirinê. Ewî gote wan: “Hema vê şeva derbazbûyî milyaketekî . . . , minva xuya bû û got: ‘Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Xwedê hemûyêd tevî te gemiyêda dane xatirê te’”. Paşê Pawlos gote wan: “Niha dil bidine ber xwe evdno, çimkî ez Xwedê bawer dikim, ku çawa minra hate gotinê, wê usa jî bibe. Lê tenê emê bêne ajotinê û beja giravekê xin” (Kar. Şand. 27:23-26).

(Kar. Şand. 28:1, 2) Gava em xilaz bûn, hingê em pê hesîyan, ku navê wê giravê Malta ye. 2 Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet mera kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin.

bt 209-210 ¶18, 21

“Ziyanê li Me tu Kesî Nebe”

18 Ewên ku hatine xilazkirinê sekinîn ser girava Maltayê aliyê Başûrê ji Sîsîlya. (Binihêrin çargoşe ji kitêba “Основатêлiно свîдêтêлiствûêм” serê 26 “А какая Мальта?”). Bineliyên wê giravê yên ku ser zimanê xerîb xeber didan “gelek qedir-hurmet mera kirin” (Kar. Şand. 28:2). Ji bo baranê ewana şil bibûn û ber wê sermayê dilerizîn, lê wana agir bona wan xerîba vêxist, seva ku germ bin. Hema wêderê keremet qewimî.

21 Li wî cî cotkarekî dewletî hebû bi navê Popliyo. Diqewime ew serwêr bû ser girava Maltayê. Lûqa derheqa wî dibêje ça derheqa “serwêrê wê giravê” û ew hema ew serinav dide xebatê, ya ku du nivîsarên Maltayêda nivîsîne. Sê roja ewî bi dil mêvanheziyê da kifşê hindava Pawlos û merivên ku tevî wî bûn. Lê wî çaxî bavê Popliyo gelek tel bû. Wê carê jî Lûqa karibû têderxista meniya nexweşiyê çida bû. Ewî rast têderxist nexweşiya wî, ewî got, wekî ew “tayêda bi zikêşiyê nexweş paldayî bû”. Pawlos bona wî dua kir destên xwe danî ser wî û ew qenc bû. Merivên ser wê giravê gelek zendegirtî man gava ew keremet dîtin, û destpêkirin nexweşên din jî bînin bona qenckirinê. Ewana Pawlosra û merivên ku tevî wî bûn pêşkêşa dianîn, seva ku kêmasiya wan tu tiştîda tune be (Kar. Şand. 28:7-10).

(Kar. Şand. 28:16, 17) Gava em gihîştine Romê, îzin dane Pawlos ku tenê tevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne. 17 Sê roja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanra got: “Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cimetê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê romayîya.

bt 213 ¶10

“Bi Merîfetî Dannasîn Dikir”

10 Gava Pawlos tevî yên din gihîştine Romê “îzin dane Pawlos ku tenê tevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne” (Kar. Şand. 28:16). Seva ku girtî ji wî cîyî nereve kîderê wî digirin, zincîra davîtine destê wî û nobedariyê wî. Lê wî halê xweda jî Pawlos dîsa jî şedetiyê dida derheqa Padşatiya Xwedê û tu zincîr riya wî nedigirt. Sê roj şûnda Pawlos gazî merivên navdar ji Cihûstana Romê kir, seva ku derheqa xwe wanara gilî ke û şedetiyê bide.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Kar. Şand. 27:9) Gelek wext ku li wir derbaz bû, rêwîtîya gemîyê jî bi qezîyava girêdayî bû, Roja Rojîya jî îdî derbaz bibû. Pawlos şîret li wan kir û got:

nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 27:9

Roja Rojîya: Yan jî “rojîgirtnia payîzê” yan “rojî”. Xebera Yûnanî “rojî” tenê derheqa wî rojîgirtinê ye, ku Qanûna Mûsada dihate dewakirinê, dêmek rojî ku berê “Roja Kewandinê” girêdayî bû, usa jî dihate navkirinê Yom Kippûr (ser zimanê Îbranî, yohm hak·kip·pu·rim, “roja paqijkirinê”). (Qn Kh. 16:29-31; 23:26-32; Jm. 29:7; binihêre Ferhengok, “Roja Kewandinê”). Xebera “bişkênin”, girêdayî bû tevî Roja Rojîya, çi ku tê femkirniê, wekî cûre-cûre tişt înkar kin, usa jî rojî bigirin (Qn Kh. 16:29). Xebera “rojî” Kr Şn. 27:9-da tê xebitandinê, fikirekî usa, wekî ew heye cûrê xweînkarkirinê ku wedê Roja Kewandinê dikirin, nava kîjanî rojî jî diket. Roja Rojîya, cara xilaziya meha Îlonê yan jî destpêka Cotmehê dibû.

(Kar. Şand. 28:11) Sê meha şûnda em bi gemiya Skenderyayê rêketin, ku wê jî zivistan li wê giravêda derbaz kiribû, şikilê her du xudanêd Heval-cêwî jî ser bû.

nwtsty elametî bona hînbûnê Kr Şn. 28:11

“Heval-cêwî”: Li gora mîfolojiya Yûnanî û Romayî, xudanên “Heval-cêwî” (ser zimanê Yûnanî, Di·oskou·roi) Kastor û Pollûks bûn, yên ku heval-cêwiyê xudanên Zews (Yûpîtêr) û jin Padşaya Spartayê Lêda bûn. Xêncî wê yekê, wana usa jî ça xilazkarên gemîvana hesab dikirin, yên ku ji qeziya berê, wana xwey dikirin. Heykelên ser gemiyên kevin jî îzbat dikin, wekî ewên ku ew serhatî nivîsîn, xwexa şedên vê yekê bûn.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Kar. Şand. 27:1-12) Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji refa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo. 2  Em ketine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û rêketin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji Têsalonîkê mera bû. 3  Roja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosra kir, îzin da ku here cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin. 4  Ji wir rêketin, dest bayê pêşîya me, em teldê Qubrisêra derbaz bûn. 5  Gava em nava bera pêşberî Kîlîkyayê û Pamfîlyayêva derbaz bûn, gihîştine Lîkyayê, bajarê Mîrayê. 6  Wir sersed gemîke Skenderyayê dît ku diçû Îtalyayê, em kirine wê gemîyê. 7  Hêdî-hêdî gelek rojada em bi zorekê nêzîkî Kinîdyayê bûn. Bê ku rê nedida me, em binatara Kirêtayê ber Salmonêra derbaz bûn. 8 Em bi zorekê wirra derbaz bûn gihîştine cîkî, ku jêra digotin Gemîwargehêd Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû. 9 Gelek wext ku li wir derbaz bû, rêwîtîya gemîyê jî bi qezîyava girêdayî bû, Roja Rojîya jî îdî derbaz bibû. Pawlos şîret li wan kir û got: 10 “Gelî meriva! Ez dibînim ku ev rêwîtîya bi gemîyê gelek zîyanê û cefava girêdayî ye, ne ku tenê bona bar û gemîyê, lê bona emirê me jî”. 11  Lê sersed hê gura gemîvan û xweyê wê dikir, ne ku xeberêd Pawlos. 12 Ew gemîwargeh bona derbazkirina zivistanê ne qenc bû, lema jî geleka ji wan qirara xwe da ku ji wir herin, belkî bikaribin bigihîjine bajarê Fînîksê û li wir zivistanê derbaz kin. Eva bajara gemîwargeheke girava Kirêtayê ye, ku li başûr-roavayê û bakur-roavayê dinihêre.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin