Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
6-12 Gulanê
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 KORINTÎ4–6
“Em Venakişin”
(2 Korintî 4:16) Lema em ji vê yekê venakişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda roj bi roj nûyejiyîn dibin.
w04 15/8 25 ¶16-17
Diwestin lê Sist Nabin
16 Gelek ferze wekî em miqatî sihet-qewata xweyê ruhanî bin. Çaxê heleqetiya me tevî Yehowa Xwedê nêzîk e, wî çaxî gava em aliyê fîzîkîda jî divestin, em ji bo xizmeta xwe navestin. Yehowa “qewatê dide yê vestiyayîra û yên sist qewî dike” (Îşaya 40:28, 29, DT). Pawlosê şandî ser xwe evê yekê texmîn kir û got: “Em ji vê yekê venakişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda roj bi roj nûyejiyîn dibin” (2 Korintî 4:16).
17 Hela dîna xwe bidin wan giliya “roj bi roj”. Ew tê hesabê wekî her roj em gerekê alîkariya Yehowa qebûl kin. Cem xûşka ku 43 sal wek mîsîonêr bi aminî Yehowara xizmet dikir, hebû wedekî usa çaxê ew gelek diwestiya û dilteng bibû, lê ew sist nebû. Ew dibêje: “Min xwera kire qeyde wekî sibehê zû rabim û pêşiya ku destpêkim şixulê xwe bikim, Yehowara dua bikin û Xebera wî bixûnim. Ew yek alî min kir heta roja îro xwe qayîm bigirim”. Em dikarin bawer bin ku Yehowa bi qewata xwe wê alî me bike, hergê em “roj bi roj” wîra dua dikin û derheqa xeyset û sozên wî difikirin.
(2 Korintî 4:17) Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyiyê rûmeta girane heta-hetayêye bê himber.
it-1 724-725
Teyaxbûn
Gelek ferz e, wekî em derheqa hêviya jîyîna heta-hetayê bîr nekin. Hela hê çaxê ji aliyê neyara Mesîhî tê zêrandinê û kuştinê jî, yeke ev hêvî unda nabe (Rm. 5:4, 5; 1 Ts. 1:3; Ent. 2:10). Himberî wê hêviyê ku Xwedê dide me ew çerçirandin û problêmên me netutiştin (Rm. 8:18-25). Bi rastî jî hêviya jîyîna heta-hetayê çiqas baş e, çimkî bi saya vê yekê problêmên me “dem-deme sivik” dibin (2 Kr. 4:16-18). Çaxê em qewî xwe li vê hêviyê digirin û derheqa wê yekê bîr nakin, ev alî me dike dilteng nebin û Yehowara amin bimînin.
(2 Korintî 4:18, ÎM) Îcar em ne li tiştên ku tên dîtin, lê belê li yên ku nayên dîtin dinêrin. Çimkî yên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên dîtin herheyî ne.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(2 Korintî 4:7) Lê ev xizne nava me derdanêd herîda heye, wekî bê kifşê ku zorayiya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me.
w12 1/2 28-29
“Bi kirên Xwe Dilê Yehowa Şa ke”
Dêvîd Splêyn ji Koma Rêberiyê bi vê gotarê derket (2 Korintî 4:7). Çi tê hesabê ev xizne? Zanebûn yan bîlanî? “Na” got Dêvîd Splêyn. Ev xizne derheqa kîjanî ku Pawlo sdigot, ev heye xizmetiya usa bi saya çi jî mera rastî eyan dibe (2 Korintî 4:1, 2, 5). Birê Splêyn, kire bîra şagirta, wekî pênc mehên hînbûna wan, ew tişteke baş bû, çi ku wana hazir kir bona xizmetê. Û evê yekê gerekê gelek qîmet kin.
Gotarvan şirowekir, wekî “derdanêd herî” ew bedana me ye. Ewî derdana herî himberî derdana zêrîn kir. Derdana zêrîn hergav nedidane xebatê. Lê derdanên herî her car didane xebatê. Xêncî wê yekê, hergê nava derdanêd zêrînda xiznê daynin, hingê çawa zêr usa jî derdan dîna gelek meriya bikişîne berbi xwe. Birê Splêyn gotê şagirta: “Hûn naxwazin dîna meriya bikişînin berbi xwe. Çimkî wek mîsîonêr nêta we ew e, wekî dîna meriya bidine ser Yehowa. Hûn derdenên milûk in, yê ji herî çêkirî”.
(2 Korintî 6:13) Ez çawa tevî zarêd xwe xeber didim, hûn jî weke wê yekê li me vegerînin û dilê xwe mera vekin.
w09 15/11 21 ¶7
Berdewam ke Hizkirina Biratî Pêşda Bîne
7 Derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Çi cûreyî em dikarin hizkirina biratîda mezin bin. Merivên kîjan ku emirda û eslê xweda wek hev in, bi tebyetî wê hev xweş bên. Û ew meriv jî cem kîjana ku nêtên wan wek hev in, wanara xweş tê zef wede tevî hev derbaz kin. Lê hergê em divînin ku nêtên me ji Mesîhiyên din cude dibin, em dikarin hizkirina biratîda pêşda herin. Wê baş be em ji xwe bipirsin: “Gelo ez bela dikim mizgîniyê û xeber didim tevî wan xûşk-bira, kîjan ku nakevin nav koma hevalên min? Oda Civatêda ez xwe dûr digirim ji xûşk-birên teze, tenê seva vê yekê ku difikirin wekî wede lazim e, seva ku ewana hêjayî hevaltiya min bin? Ez silav dikim xûşk-birên emirda mezin usa jî yên cahil?”
Xwendina Kitêba Pîroz
(2 Korintî 4:1-15) Bona vê yekê em ji vî qulixê ku me bi rema Xwedê stand venakişin. 2 Lê belê em ji tiştêd eybe dizîva dûr in û fêlbaziya nakin, xebera Xwedêda qelpiyê nakin. Lê serda em rastiyê eyan dikin û bi vî awayî xwe diyarî îsafa meriva dikin li ber Xwedê. 3 Lê heger ev Mizgîniya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyiya veşartî ye. 4 Mîrê vê dinyayêyî neheq şevereşa kora aniye ser femê nebawera, wekî ronaya Mizgîniya rûmeta Mesîh nede ser wan, yê ku sûretê Xwedê ye. 5 Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa. 6 Wî Xwedêyê ku got: “Bira ji teriyê ronayî derê”, wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rûyê Mesîh dertê. 7 Lê ev xizne nava me derdanêd herîda heye, wekî bê kifşê ku zorayiya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me. 8 Em her aliyava telî-tengiyada ne, lê nav dest-piyê tengasiyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin, 9 xweyîneyar in, lê ne bêyar in, lêdayî-ketî ne, lê ne undabûyî ne. 10 Her gav em mirina Îsa bedenêd xweda dibin, wekî jiyîna Îsa jî bedena meda kifş be. 11 Çimkî eme ku sax in, bona Îsa mirinêra têne dayînê, wekî jiyîna Îsa jî qalibê meyî mirîda kifş be. 12 Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jiyîn nava weda. 13 Çawa nivîsar e: “Min bawer kir, lema xeber da”. Xût bi wî ruhê baweriyê em jî bawer dikin û lema xeber didin. 14 Em zanin ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rakir, wê me jî tevî Îsa ji mirinê rake û me tevî we ber xwe bide sekinandinê. 15 Belê ev hemû bona we ye, ku gava kerem hê ser gelekada birije, şikirdariya rûmeta Xwedê jî hê zêde be.
13-19 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 KORINTÎ 7-10
“Xizmeta Meye Komekdayînê”
(2 Korintî 8:1-3) Îjar xûşk-birano, em wê kerema Xwedê weva didine hesandinê, ya ku civînêd Mekedonyayêra hatiye dayînê. 2 Nava wê hêsîrî-belengaziya ku pê hatine cêribandinê û nava kesîbiya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merdaniyê. 3 Ez şede me, ku wana weke qewata xwe û ji qewata xwe zêdetir jî bi rezedilî didan,
w98 1/11 25 ¶1
“Xwedê Hiz dike Evê yê ku bi Dil Dide”
Pêşiyê Pawlos Korîntiyara gilî kir derheqa Mekedonya, kîjan ku qayîl bûn bi hazirbûn alîkarî bidin û bi vê yekê meselekî baş mera hîştin. Pawlos nivîsî: “Nava wê hêsîrî-belengaziya ku pê hatine cêribandinê û nava kesîbiya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merdaniyê”. Makêdoniyara nelazim bû çend cara derheqa wê yekê bêjin. Dewsê ewî got, wekî “gelekî hîvî jî dikirin, ku em qedirê wan bigirin, bihêlin ku ew tevî vê komekdayîna bona cimeta Xwedê bin”. Dilremiya Mekedoniya meselekî baş e û destpêdikî hê wana qîmet kî, çaxê pêdihesî ku ewana xwexa kêsîbiyeda dijîtin (2 Korintî 8:2-4).
kr 209 ¶1
Xizmeta Komekdayînê
Weke nêzîkî sala 46 D.M.-da Cihûdayêda xelayî-celayê destpêbû. Bahê xwarinê haqas baha bû, wekî şagirtên Îsa kîjan ku wêderê dijîtin, nikaribûn xwera hevek genim jî bikirin. Ewana dikaribûn birçîna bimiriyana. Lê zûtirekê Yehowa bona wan hemû aliyava xem kir. Gelo çi cûreyî?
(2 Korintî 8:4) Gelekî hîvî jî dikirin, ku em qedirê wan bigirin, bihêlin ku ew tevî vê komekdayîna bona cimeta Xwedê bin.
kr 209-210 ¶4-6
Xizmeta Komekdayînê
4 2 Korintiyêda Pawlos şirovekir, wekî em bi du cûre xizmet dikin. Rast e ewî derheqa rûnkiriya digot, lê îro giliyê wî bona “pezêd . . . din” jî kêrhatî ne (Yn. 10:16). Yek ji wan ev heye “qulixê lihevanînê”, dêmek ev heye şixulê belakirina mizgîniyê û hînkirin (2 Kr. 5:18-20; 1 Tîm. 2:3-6). Cûrê din jî ev heye şixulê, ku bona alîkariya xûşk-bira tê kirinê. Pawlos dibêje wekî ev heye qulixa meye komekdayînê (2 Kr. 8:4). Xebera “qulixê lihevanînê” û qulixê bona yên pîroz hazirkirî, dide kifşê wekî xebera “qulix” ji xebera Yûnanî tê welgerandinê dêmek “di·a·ko·niʹa”. Ev yek çi dide kifşê?
5 Du derecada, Pawlos da xebatê xebera Yûnanî. Bi vê yekê Pawlos da kifşê, wekî alîkarî xûşk-birara, ev heye pareke xizmeta me. Pêşiya wê yekê ewî nivîsî: “Cûre-cûre qulix jî hene, lê hema wî Xudanîra qulix dikin, usa jî cûre-cûre karîn hene . . . Ev hemû xût xwexa ew Ruh dike” (1 Kr. 12:4-6, 11). Bi rastî Pawlos hemû cûre xizmetî beramberî xizmeta pîroz kir (Rm. 12:1, 6-8). Niha femdarî dibe, çima ewî digot wekî çiqas ferz e wede bivînin, seva ku yên pîrozra qulixiyê bikin (Rm. 15:25, 26).
6 Pawlos alî Korintiya kir bivînin, wekî komekdayîn ev heye para xizmeta wan Yehowara. Werên em dîna xwe bidin şêwira wî. Mesîhî “şikiriya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgîniya Mesîh” (2 Kr. 9:13). Ewana bi kirên xwe didine kifşê, wekî dixwazin hînkirinên Îsa jîyîna xweda bidine xebatê. Ewana xûşk-birara alîkariyê didin, kîjan ku ketine zirarê. Kirên wan ku bona halxweşiya xûşk-bira tê kirinê, ev heye “kerema, ya ku . . . hatiye dayînê” çawa ku Pawlos gotibû (2 Kr. 9:14; 1 Pt. 4:10). Lema jî “Birca Qerewiliyêda” ya sala 1975, 1 Kanûna Pêşin, usa hatibû gotinê: “Werên em tu cara nekevine bin şikê hindava wê yekê, ku Yehowa Xwedê û Kurê wî Îsa Mesîh hê zêde dîna xwe didine vê cûrê xizmetê”. Belê, şixulê komekdayînê, ev pareke ferz e xizmeta meda (Rm. 12:1, 7; 2 Kr. 8:7; Îbr. 13:16).
(2 Korintî 9:7) Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdariyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike.
kr 196 ¶10
10 Berê pêşin em qurbanên rezedilî dikin, çimkî em Yehowa hiz dikin û dixwazin “ew tiştêd ku li wî xweş tên” bikin (1 Yn. 3:22). Xizmetkarên ku bi dil ewan qurbana dikin, Yehowa xweş tên. Dîna xwe bidinê, Pawlosê şandî derheqa dayînê çi nivîsî. (Bixûne 2 Korintî 9:7.) Mesîhiyê rast ne bi destê zorê, lê bi hazirbûn pêşkêş dike, çimkî ew dilê xweda usa safî dike. Ev tê hesabê wekî ew difikire derheqa hewcedariyê û safî dike alîkariyê bide. Merivê usa bona Yehowa qîmet e, çimkî “Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike”. Welgerandinekêda jî ev rêz usa hatiye tercimekirinê: “Xwedê hiz dike wan meriya, kî ku hiz dike bide”.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin:
(2 Korintî 9:15) Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wiye ku nayê gotin!
Razîbûnê Bidine Kifşê bona Pêşkêşa Xwedê ku “Nayê Gotin”
2 Pawlos zanibû ku Xwedê wê bi saya qurbana Mesîh hemû sozên xweyî qîmet ese bîne sêrî. (Bixûne 2 Korintî 1:20.) Ew pêşkêşa Xwedê ku “nayê gotin” dide kifşê rem û hizkirina wî, kîjan ku ewî bi saya qurbana Îsa mera da kifşê. Bi rastiyê ew pêşkêş usa girîng e, ku meriv nikare qîmetê wê bi xebera bêje. Ew pêşkêşa qîmet ça gerekê ser me hukum be? Û ew pêşkêş gerekê me hêlan ke ku em çi bikin, çaxê hazir dibin seva Bîranîna mirina Mesîh, 23 Adarê roja Çarşemê sala 2016?
(2 Korintî 10:17) “Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wiye ku nayê gotin!”
g99 7/8 20-21
Çima Xirab e Babax bin?
Nivîsarên Yûnanîda xebera “kavxaomê”, tê welgerandinê ça “firnaq bin, payê xwe bidin, babax bin”. Ev xeber him aliyê xirabda him jî aliyê başda tê xebitandinê. Mesele, Pawlos dibêje, ku em bi hêviya “ku emê tevî rûmeta Xwedê bin difirin” (Romayî 5:2; 2 Korintî 10:17). Ev tê hesabê, wekî em firnaq dibin bi wê yekê, ku Yehowa, Xwedayê me ye. Ev yek me hêlan dike, wekî navê wîyî qencra şa bin.
Xwendina Kitêba Pîroz
(2 Korintî 7:1-12) Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin. 2 Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tu kesî nekiriye, ziyan nedaye tu kesî û kesek kara xwera nedaye xebatê. 3 Ez vê yekê nabêjim ku we neheq kim, lê çawa min pêşda gotiye, hûn dilê meda ne, heger em bimirin yan bijîn em tevî we ne. 4 Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firnaq dibim! Nava hemû telî-tengiyêd meda berdiliya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kim- kimî me. 5 Belê gava em gihîştine Mekedonyayê, me qet rihetî nedît, lê me hemû aliyava telî-tengî kişandin, dor-bera şer-dew bûn, dilada jî xem û derd bûn. 6 Lê Xwedêyê ku ber dilê şkestiyada tê, bi hatina Tîto dil da ber me 7 û ne ku tenê pê hatina wî, lê bi wê yekê jî, ku çawa we dil dabû ber wî. Ewî mera gilî kir, ku hûn çiqasî demana minda ne, şîn û girî ne û xîreta min dikişînin. Bi vê yekê dilê min hê şabûn ketê. 8 Belê heger min pê wê nemê dilê we êşand, ez ne poşman im. Rast e ez poşman bûm, gava min dît ku wê nemê hinek wext dilê we êşand. 9 Lê niha ez şa me, ne ku bona wê yekê ku hûn ber xwe ketine, lê çimkî hûn bona tobekirinê ber xwe ketin. Hûn li gora xwestina Xwedê ber xwe ketin, usa ku we tu ziyan ji me nedît. 10 Berxweketina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi tobeyiyê dibe ku xilaz ke û poşmanî têda tune, lê berxweketina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe. 11 De dîna xwe bidine wê berxweketina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kar da we: We çawa cedand bi rûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqiyê! We hemû aliyava xwe da kifşê, ku hûn van yekada ser nixta helal in. 12 Awa ew nema ku min wera nivîsî, ne bona wî bû, yê ku neheqî kir û ne bona yê hate neheqkirinê, lê belê wekî ew demana weye hindava meda li ber Xwedê eyan be.
20-26 GULANÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 KORINTÎ 11-13
Stiriyeke bedena Pawlosda
(2 Korintî 12:7) Û wekî nebe ez bona gelek eyantiyêd neberhişa kubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minra hate dayînê, milyaketekî ji Mîrêcin, ku tepa bê min, wekî ez kubar nebim.
w08 15/6 3-4
Sistbûnên Xweda Em Qewî ne
Pawlosê şandî lavaya Yehowa dikir, wekî evê stiriyê ji bedena wî derxe, çimkî ji bo vê yekê ewî rihetî xwera nedidît. Ev xizmetkarê amin sê cara lavaya Yehowa dikir, wekî ji vê cêribandina giran wî aza ke. Pawlos xwe usa texmîn dikir, tê bêjî timê şemaq didane rûyê wî. Lê Yehowa gote wî: “Kerema min besî te ye, çimkî qewata min sistiyada miyaser dibe”. Yehowa, ji wê stiriyê Pawlos aza nekir. Pawlos mecbûr bû timê bi vê stiriyê bijî, û axiriyê ewî got: “Gava ez sist dibim hingê qewat dibim” (2 Kr. 12:7-10). Giliyê wî çi dihatine hesabê?
(2 Korintî 12:8, 9) Bona vê yekê min sê cara hîvî ji Xudan kir, ku vê yekê ji min dûr xe, 9 lê ewî minra got: «Kerema min besî te ye, çimkî qewata min sistiyada miyaser dibe”. Awa ezê bi dilekî şa halê sistiyêd xweda bifirim, wekî qewata Mesîh nava minda be.
w06 15/12 24 ¶17-18
Yehowa Ruhê Xwe Dide Wan, kî ku ji Wî Dixwaze
17 Xwedê caba Pawlos da û gote wî: “Kerema min besî te ye, çimkî qewata min sistiyada miyaser dibe”. Pawlos nivîsî: “Awa ezê bi dilekî şa halê sistiyêd xweda bifirim, wekî qewata Mesîh nava minda be” (2 Korintî 12:9; Zebûr 147:5). Dêmek Pawlos îzbat bû, wekî Xwedê bi saya Mesîh qewata xwe dide kifşê û wî ça bêjî konêda xwey dike. Îro, Yehowa bi vî cûreyî caba duayên me dide. Ew xizmetkarên xwe diparêze, ça bêjî ser wanra kon radixe.
18 Hemikî kon nikare baranê yan bayê bide sekinandinê, lê yeke ew dikare ji tiştekî xwey ke. Usa jî ew sitara ku Xwedê bi qewata Îsa dide, nikare me ji telî-tengiya û cêribandina xwey ke. Lê ev aliyê ruhanîda ji vê dinyayê û ji hukumê serwêrê wê, dêmek ji Şeytan, me diparêze (Eyantî 7:9, 15, 16). Lema jî bawer be, hergê cêribandinên te xilaz nabin, Yehowa çetinayên te zane û nela-nela te dibihê (Îşaya 30:19; 2 Korintî 1:3, 4). Pawlos nivîsî: “Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin” (1 Korintî 10:13; Fîlîpî 4:6, 7).
(2 Korintî 12:10) Lema jî ez bona navê Mesîh sistiya, qara, hêsîrî- belengaziya, zêrandina û telî-tengiya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.
“Ew yê Westiyayîra Qewatê Dide”
8 Bixûne Îşaya 40:30. Hergê jî gelek feresetên me hene, yeke hene tiştên usa ku em pê qewata xwe nikarin bikin, çimkî sînorên me hene. Em gerekê evê yekê timê bîra xweda xwey kin. Rast e Pawlosê şandî gelek tişt dikaribû bikira, lê yeke sînorên wî hebûn û lema qewata wî nedigihîştê, ku her tiştî bike çi ewî dixwest. Çaxê ewî Xwedêra xemên xwe gilî kir, Xwedê jêra got: “Qewata min sistiyada miyaser dibe”. Pawlos fem kir ku bi wan giliya Xwedê çi dixwest jêra bigota, lema ewî got: “Gava ez sist dibim, hingê qewat dibim” (2 Korn. 12:7-10). Gelo ew gilî çi dihatine hesabê?
9 Pawlos fem dikir, wekî ew nikare hemû tiştî pê qewata xwe bike. Jêra alîkariya yê Herî zor lazim bû, dêmek alîkariya Xwedê. Ruhê Xwedêyî pîroz dikaribû qewatê bida wî, çaxê ew sist bû. Xêncî vê yekê, ruhê pîroz dikaribû Pawlos qewat kira, seva şixulên usa bike, ku ewî pê qewata xwe tu car wê nikaribûya bikira. Qewata Xwedê dikare bona me jî usa bike. Gava Yehowa ruhê xweyî pîroz dide me, em bi rastiyê qewî dibin!
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(2 Korintî 12:2-4) Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane,) heta ezmanê sisiya hate hilatinê. 3 Û ez zanim ku ev meriva, (qalibda bû, bê qalib bû, ez nizanim, wê yekê Xwedê zane,) 4 heta buhiştê hate hilatinê û tiştêd nayêne gotinê bihîstin ku ji mêriv nakeve bona wan tişta xeber de jî.
Pirsên Xwendevana
“Ezmanê sisiya” derheqa kîjanî 2 Korintî 12:2-da tê gotinê, diqewime Padşatiya Mesîhîtî ye, ku destê Îsa û 144 000-da ye, dêmek “ezmanêd nû” (2 Pet. 3:13).
Ev heye “ezmanê sisiya”, çimkî ew Padşatî cûrê serwêrtiya here bilind û mexsûs e.
“Buhişt”, li kîderê Pawlos “hate . . . hilatinê” diqewime ew heye 1) Cinet ku wê ser erdê be, 2) cineta ruhanî ku wê diha mezin be, ne ku ça niha, û nav temamiya dinyayêda be, û 3) “buhişta Xwedê” ya ezmana, ku wê wedê dinya teze be, çawa cineta ruhanîye ser erdê.
(2 Korintî 13:12) Silavê bidine hev bi ramûsana şîrê helal. Temamiya cimeta Xwedê li we silav dike.
it-2 177
Ramûsan
“Ramûsana Pîroz”. Meshiyên qirna yekê hevdu bi “ramûsana pîroz” silav dikirin (Rm. 16:16; 1 Kr. 16:20; 2 Kr. 13:12; 1 Ts. 5:26) yan bi “ramûsana şîrê helal” (1 Pt. 5:14), diqevime bi wî cûreyî kulfet hevdu silav dikirin, mêr jî hevdu. Dibe ku Meshî evê edetê ji Îbraniyên berê hildan, kîjan ku bi ramûsanê hevdu sila dikirin. Bi “ramûsana pîroz” yanê “ramûsana şîrê helal” dihate kifşê hizkirina paqij û yektî, kîjan ku nava civata Mesîhiyada hebû, lê derheqa vê yekê Nivîsarên Pîrozda neyên gotinê (Yn. 13:34, 35).
Xwedina Kitêba Pîroz
(2 Kr. 11:1-15) Ez dixwazim ku hûn bikaribin hinekî bêhişiya min bibihêrin! Lê bikin ku bibihêrin jî! 2 Ez kumreşiyê we dikim, bi wê kumreşiya Xwedê. Çimkî min hûn yekîra awa gotî Mesîhra nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikir li ber wî bidime sekinandinê. 3 Lê tenê ez ditirsim, tuwere çawa mer bi fêlbaziya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhelalî û dilsaxiya xweye hindava Mesîhda bikin. 4 Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kîjan me dannasîn nekiriye, yan ruhekî din hûn distînin, kîjan we ji me nestandiye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rind dibin. 5 Lê bi texmîna min ez tu tiştîva ji wan şandiyêd eyane ha kêmtir nînim! 6 Dibe ez xeberdanêda ne ser xwe me, lê ne aliyê zanebûnêda. Me ev yek hemû aliyava her tiştîda nîşanî we daye. 7 Gelo min gune kir, ku Mizgîniya Xwedê bê heq da we, xwe jî ber we şkênand, ku hûn bilind bin? 8 Min civînêd mayîn talan kirin ji ber heqê xweva, wekî xizmetkariyê wera bikim. 9 Û gava ez li cem we bûme hewcê tiştekî, min giranî neda ji we tu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasiyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her aliyava kiriye ku giraniyê nedime we û dikim ku nedim jî. 10 Bi wê rastiya Mesîh, ya ku nava minda ye, rûspîtiya min wê dor-berêd qeza Axayayêda jî betal derneyê. 11 Çima ez aha dikim? Ez we hiz nakim? Wê yekê Xwedê zane! 12 Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rê nekeve wan, yêd ku meniya digerin, wekî peyê xwe bidin, yançiye ew jî mîna me dixebitin. 13 Lê na, yêd usa şandiyêd derew in, palêd qelp in, xwe dikine dilqê şandiyêd Mesîhye rast. 14 Û ev yek ne tiştekî ecêbmayînê ye! Mîrêcin xwexa jî xwe dike dilqê milyaketê ronayî. 15 Hilbet ne tiştekî mezin e, ku xizmetkarêd wî jî bikevine dilqê xizmetkarêd rastiyê. Axiriya wanê weke emelêd wan be.
27 GULANÊ-2 HEZÎRANÊ
FIKIRÊN QIMET JI XWEBERA XWEDÊ | GALATÎ1-3
“Ez Eşkere Miqabilî Wî Rabûm”
(Galatî 2:11-13) Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî rabûm, çimkî ewî şaş bû. 12 Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikişiya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê. 13 Û cihûyêd bawermende mayîn jî tevî wî durûtî kirin, heta ku Barnabas jî xalifî, kete nava wê durûtiya wan.
Mîna Yehowa Heq bin
16 Bixûne Galatî 2:11-14. Hingê tirsa meriva kete ser Petrûs (Metlk. 29:25). Rast e Petrûs zanibû wekî Yehowa miletên din jî qebûl kiriye, lê wî çaxî Petrûs tirsiya ku Cihûyên sinetkirî wê çi bêjin. Çaxê Petrûs ser civîna Orşelîmêda digot ku Xwedê miletên din qebûl dike, Pawlos jî li wêderê bû. Û gava Pawlos Antekyayêda durûtiya Petrûs dît, miqabilî wî rabû û durûtiya wî da rûyê wî (Kar. Şand. 15:12; Galt. 2:13). Lê gelo xûşk-birên ku ne miletê Cihû bûn, ça nihêrîn ser vê neheqiya hindava xwe? Gelo ewana likumîn? Gelo Petrûs seva şaşiya xwe cabdariyên xwe unda kir?
(Galatî 2:14) Lê gava min dît ku ewana nava rastiya Mizgîniyêda namînin, hingê li ber hemûya min gote Petrûs: “Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijiyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?”
w13 15/3 5 ¶12
Bona Merivên Ku Yehowa Hiz Dikin “Kevirê Lukumandinê Tune”
12 Bal Petrûs tirsa ber meriva hebû, carna ew dikete ber bayê tirsê û şaşî dikir, lê dîsa jî ew Îsara û Yehowara amin bû. Mesele, ewî sê cara Îsa înkar kir (Lûqa 22:54-62). Hine wext şûnda Petrûs xwe ne mîna Mesîhiya da kişê, çimkî ewî hindava birên ji miletên din, xwe usa kifş dikir tê bêjî ewana ji Îbraniyên sunetkirî xirabtir bûn. Pawlos fem dikir ku civatêda gerekêtiştên usa tune be û ku nihêrandina Petrûs nerast bû. Lema jî pêşiya ku kirên Petrûs ser civatê xirab hukum kirana, Pawlos raste-rast şîret da wî (Gl. 2:11-14). Gelo bona Petrûs ew yek bû kevirê lukumandinê, seva çi jî ewî reva xweye jîyînê bida sekinandinê. Na. Ew kûr derheqa şîreta Pawlos fikirî, vî da xebatê û reva xweye jîyînê berdewam kir.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Galatî 2:20) Ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurê Xwedê bawerkirinê dijîm, yê ku ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der.
w14 15/9 16 ¶20-21
Nava “Gelek Çetinayada” Bi Aminî Yehowara Xizmet kin
20 Lê çawa pêşberî hucûmê veşartî derên? Mesele, çawa diltengiyê alt kin? Mecaleke baş ev e, ku derheqa kirînê bifikirin. Pawlosê şandî hema usa dikir. Carna ewî xwe dilteng texmîn dikir. Ewî zanibû, ku Îsa ne seva yên kamil emirê xwe da, lê seva gunekara. Û yek ji wan gunekara xwexa Pawlos bû. Ewî nivîsî: “Ez vî qalibîda dijîm, bi Kurê Xwedê bawerkirinê dijîm, yê ku ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der” (Gl. 2:20). Belê, Pawlos kirînê qebûl kir û fem dikir, wekî ew xût seva wî hatibû dayînê.
21 Hindava kirînê nihêrandina me gerekê usa be, ça bêjî ev heye pêşkêş ku xût bona me hatiye dayînê. Ev nayê hesabê wekî diltengî hema derbêra betavebe. Hinekara diqewime, lazim bê rastî cêribandina bên û teyax kin heta dinya teze. Lê çi jî hebe, bîr nekin, wekî xelatê tenê ew meriv wê bistînin, kî ku xwe qayîm digire. Em nêzîkî Padşatiya Xwedê bûne, gava hemû xizmetkarên Xwedê wê kamil bin. Lema çiqas ji me tê, emê hemû tiştî bikin wekî nava çetinayada xwe qayîm bigirin, ku bikevine dinya teze.
(Galatî 3:1) Gelî galatiyêd bêhiş! Kê serê we tijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çevê we xaçbûyî hate diyarkirinê?
it-1 880
Nema Galatiyara
Giliyê Pawlos “galatiyêd bêhiş!”, nayêne hesabê wekî ew firqî datanî nava merivada (Gl. 3:1). Pawlos hineka di civatêda rezîl dikir, çimkî ewana diketine ber bayê wan meriya, kî ku xwe li edetên Cihûdî digirtin. Ev meriv dixwestin bi saya qanûna Mûsa rastiya xwe pêşda bivin. Nêta wan ew nîbû, wekî bi baweriyê rastiyê qazanç kin, çi ku dihate standinê bi alîkariya peymanê (Gl. 2:15–3:14; 4:9, 10). Civata Galatî, (Gl. 1:2), kêra Pawlos xeber dida, çawa ji Îbraniya usa jî ji Neîbraniya bû. Usa jî wêderê hebûn prozêlîtên sinetkirî, usa jî yên nesinetkirî, kîjan ku ji miletên din bûn. Diketine nava wan usa jî Kêlt (Kr.Şn. 13:14, 43; 16:1; Gl. 5:2). Wan hemûya Pawlos nav dikir Galatî, û ev yek dida kifşê cî, kîderê ku ewana dijîtin. Temamiya nema dide kifşê, wekî Pawlos dinivîsî Mesîhiyara, yên ku dijîtin başûra Romêda. Ew wana rind nas dikir.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Galatî 2:11-21) Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî rabûm, çimkî ewî şaş bû. 12 Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikişiya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê. 13 Û cihûyêd bawermende mayîn jî tevî wî durûtî kirin, heta ku Barnabas jî xalifî, kete nava wê durûtiya wan. 14 Lê gava min dît ku ewana nava rastiya Mizgîniyêda namînin, hingê li ber hemûya min gote Petrûs: “Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijiyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?” 15 Eme ku esilê xweda cihû ne û ne ji “necihûyêd gunekar” in, 16 zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare rast bê hesabê, lê tenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em rast bêne hesabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî tu qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare rast bê hesabê. 17 Awa heger em dikin bi Mesîh rast bêne hesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekar in, hingê Mesîh bû wekîlê guna? Tu car! 18 Heger ew tiştêd min xirab kirine, dîsa destpêdikim çêdikim, ez neheqiya xwe didime îzbatkirinê. 19 Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tevî Mesîh xaç bûm, 20 ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurê Xwedê bawerkirinê dijîm, yê ku ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der. 21 Ez kerema Xwedê texsîr nakim, çimkî heger rasthesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.
“Ez Eşkere Miqabilî Wî Rabûm”
it-2 587 ¶3, “Pawlos”
Hine wede şûnda Petrûs çû Entakya Sûryayê, kîderê tevî Mesîhiyên ne ji miletê Cihû xeber dida. Lê çaxê hine Cihû ji Orşelîmê hatin, ça tê kifşê tirsa ber meriva lê girt, û ew xwe ji Mesîhiyên necihû dûr digirt. Bi vê yekê ew miqabilî rêberiya ruhê pîroz çû, ku jêra eşkere kir wekî cudebûna meriva bona Xwedê ferz nîne. Hela hê Barnabas jî kete ber bayê wî. Pawlos vê yekê dît, û lema bi mêrxasiyê ber hemûya Petrûs sûcdar kir, çimkî ew şaşiya wî, wê rê meriva bigirta bibine Mesîhî (Gl. 2:11-14).