KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr19 Tîrmeh rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
  • Binserî
  • 1-7 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | KOLOSÎ 1-4
  • “Merivê Kevin ji Xwe Bêxin, û yê Nû li Xwe kin”
  • w11 15/3 10 ¶12-13
  • Bira ser we Ruhê Xwedê Hukum ke, ne ku ya vê Dinyayê
  • w13 15/9 21 ¶18-19
  • Hûn Têne Guhastinê?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 169 ¶3-5
  • Padşatiya Xwedê
  • w08 15/8 28 ¶9
  • Fikirên Qîmet ji Nemên Galatiyara, Efesiyara, Filîpiyara û Kolosiyara
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 8-14 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 TÊSALONÎKÎ 1-5
  • “Dil Bidine Hev û Alî Hevdu Bikin”
  • w11 15/6 26 ¶12
  • Qedirê Wan Bigirin, Kî ku Bi Xîret Şixulkariyê Dikin
  • w11 15/6 28 ¶19
  • Qedirê Wan Bigirin, kî ku Bi Xîret Şixulkariyê Dikin
  • w17.10 10 ¶13
  • “Hiz Bikin . . . bi Kira û Rastiyê”
  • w15 15/2 9 ¶16
  • Çev Bidine Îsa Milûktî û Dilşewatiyêda
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 863-864
  • Bênamûsî
  • w15 15/7 18-19 ¶14-15
  • “Azabûna We Îdî Nêzîk e”!
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 15-21 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 TÊSALONÎKÎ 1-3
  • “Wê Yê Neheq Eyan be”
  • it-1 972-973
  • Aminî Xwedêra
  • it-2 245 ¶7
  • Derewî
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 834 ¶5
  • Agir
  • it-1 1206 ¶4
  • Pêxembertî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 22-28 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 TÎMOTÊYO 1-3
  • “Hizreta Şixulên Qenc bin”
  • w16.08 21 ¶3
  • Çima Ferz e Timê Ruhanîda Pêşda Herin?
  • km 9/78 4 ¶7
  • Rabûn-Rûniştina Layîq
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 914-915
  • Rikinyat
  • cl 12 ¶15
  • “Wa ye Xwedayê me”
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 29 TÎRMEHÊ-4 TEBAXÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 TÎMOTÊYO 4-6
  • “Bixebite ku Xwedêra Amin bî, ne ku Hebûkêra”
  • w03 1/6 9 ¶1-2
  • Fem Bikin Nêta vê yekê, Ça Razî bin Seva Tiştên ku Cem Me Hene
  • g 6/07 6 ¶2
  • Axiriya Wan Kî ku Dixwaze Dewletî be
  • g 11/08 6 ¶4-6
  • Şeş Kilît ku Pêşdaçûyî bin
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • lv 21-22 ¶17
  • Ça Tu Dikarî Îsafa Xwe Temiz Xwey kî?
  • it-2 714 ¶1-2
  • Xwendin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2019)
mwbr19 Tîrmeh rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

1-7 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | KOLOSÎ 1-4

“Merivê Kevin ji Xwe Bêxin, û yê Nû li Xwe kin”

(Kolosî 3:5-9) Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê, ku pûtparistî ye.6 Ev in sebeb ku xezeba Xwedê wê ser wan merivêd ku ne gura wîda ne bê. 7 We jî wextekê ew tişt dikirin, gava we nava wan kirêd xirabda dijît. 8 Lê niha hûn van hemûya ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqiyê, xirabiyê, kifirî-zifiriyê û xeberêd necayîz ji devê xwe. 9 Hevdura derewa nekin, çimkî we merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistiye.

w11 15/3 10 ¶12-13

Bira ser we Ruhê Xwedê Hukum ke, ne ku ya vê Dinyayê

12 Bi rabûn-rûniştina xwe ez çi ruh didime kifşê? (Bixûne Kolosî 3:8-10, 13.) Ruhê vê dinyayê, kirên bedenê pêşda tîne (Gal. 5:19-21). Wî çaxî tê eyankirinê em çi ruh didine kifşê, gava em rastî cêribandina tên. Mesele çaxê xûşk-bira guh nadine me, dilê me diêşînin yan pêşberî me guna dikin. Usa jî wê bê kifşê em pê kîjan ruhî rêberî dibin, gava em malda nin. Em dikarin xwe bi van pirsa bicêribînin: “Van şeş mehê paşinda, min xwe guhastiye, û tê kifşê ku ez xeyset-hunurên Îsa didime xebatê, yan xeysetê mine berê ser min hukum dikin?”

13 Ruhê Xwedê dikare alî me bike merivê kevin kirên wîva ji xwe bêxin û yê nû xwe kin. Bi saya vê yekê emê diha rem bin û meriya hiz bikin. Emê bikaribin hêsa bibaxşînin meriya wî çaxî jî, gava menî hebin ser wana gazina bikin. Emê îda bi hêrsê, berzeqiyê, xirabiyê, kifirî-zifiriyê û xeberên necayîz xeber nedin. Dewsê emê hêlan bin ber dilê meriyada bên (Ef. 4:31, 32).

(Kolosî 3:10-14) û ewî nû li xwe kiriye. Ew merivê nû roj bi roj anegorî sûretê Efirandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê tam nas ke. 11 Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkiriyada, ne barbar û beyaniyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda. 12 Awaçawa cimeta Xwedêye bijartiye pîroz û hizkirî, dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin. 13 Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev. 14 Û ser van hemûyada hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide.

w13 15/9 21 ¶18-19

Hûn Têne Guhastinê?

18 Seva ku Xebera Xwedê me aliyê başda biguhêze, bes nîne tenê Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn kin. Gelek meriv wede divînin ku Kitêba Pîroz bixûnin, û zanin çi têda nivîsar e. Diqewime merivên usa xizmetiyêda rastî we hatine. Hinek ji wan hela hê hine rêzên ji Kitêba Pîroz, ezberî jî zanin. Lê yazix ew ser kirên wan hukum nake. Gelo kêmasiya wan çida ne? Seva ku Xebera Xwedê ser meriv hukum ke û wî biguhêze ew xwexa gerekê îzinê bide, wekî ew ser dilê wî hukum ke. Lema jî em gerekê wede bivînin, wekî bifikirin ser tiştên ku em pêdihesin. Wê baş be em van pirsa bidine xwe: “Ez îzbat bûme, wekî eva ne ku tenê hînkirinên rêlîgiyayê ne? Min îzbatî dîtine, wekî eva rastî ye? Ez têderdixim, wekî van şîreta gerekê emirê xweda jî bidime xebatê, ne ku tenê meriva hîn kim? Ez têderdixim wekî bi van xebera Yehowa dixwaze minra xeber de? Bi saya van pirsa emê heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Emê destpêkin hê zêde wî hiz bikin. Ew hemû tişt wê me hêlan kin guhastina emirê xweda bikin (Metlk. 4:23; Lûqa 6:45).

19 Bi saya xwendin û fikirandina ser Kitêba Pîroz emê hêlan bin berdewam kin van guhastina bikin, çi ku me îda destpêkiriye bikin gava me wan xebera bihîst: “Merivê kevin kirêd wîva ji xwe bêxin û yê nû xwe kin ya ku bi saya zanebûna rast tê guhastinê” (Kol 3:9,10). Belê em dikarin serfiraz bin, gava nêta Xebera Xwedê fem bikin û ser xwe hukumê wî texmîn kin. Çaxê em bêne guhastinê yanê kesê nû li xwe bikin, ev yek wê alî me bike xwe ji telikên Şeytan xwey kin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Kolosî 1:13, 14) Ewî em ji hukumetiya terîstaniyê xilaz kirin û cî-guhastî Padşatiya Kurê xweyî hizkirî kirin, pê kîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand. 14 pê kîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand.

it-2 169 ¶3-5

Padşatiya Xwedê

“Padşatiya Kurê . . . Hizkirî”. Roja Pêncîhesabê sala 33 D.M., deh roj şûnda paşî çûyîna Îsa ser ezmana, ewî ruhê pîroz şande ser şagirtên xwe. Bi saya vê yekê şagirta têderxistin, wekî “Xwedê ew hilkişand da kêleka xweye rastê” (Kr.Şn. 1:8, 9; 2:1-4, 29-33). Ji wî çaxî “peymana nû” destpêbû, ya ku tevî wan hatibû girêdanê, û ewana bûne hîmê “cimeta pîroz” ya Orşelîma ruhanî (Îbr. 12:22-24; 1 Pt. 2:9, 10; Gl. 6:16).

Ji wî çaxî Îsa Mesîh, yê ku aliyê milê rastêye Bavê xwe rûnişt, serwêrtiyê civata dike (Ef. 5:23; Îbr. 1:3; Flp. 2:9-11). Kitêba Pîrozda eyan tê kifşê, wekî ji roja Pêncîhesabê sala 33 D.M. padşatiya ruhanî ser şagirtên wî hukum dike. Nemaya xweda Pawlosê şandî Kolosiyê qirna yekêda, derheqa Îsa Mesîh divêje ça derheqa ewê ku îda hukumê padşatiyê standiye: “[Xwedê] em ji hukumetiya terîstaniyê xilaz kirin û cî-guhastî Padşatiya Kurê xweyî hizkirî kirin” (Kl. 1:13; beramberî hav ke tevî Kr.Şn. 17:6, 7).

Padşatiya Îsa Mesîh, ya ku ji roja Pêncîhesabê sala 33 D.M., hukumtiyê dike, ew heye padşatiya ruhanî ya ku ser Orşelîma ruhanî hukumtiyê dike, dêmek ew Mesîhiyên ku ji ruhê Xwedê hatine bûyînê, wekî bibine kurê Xwedê yê ruhanî (Yn. 3:3, 5, 6). Gava ew Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, xelata xwe ser ezmana bistînin, wê îda bineliyên Padşatiya Îsa ya ruhanî ser erdê nîbin, lê wê tevî wî padşatiyê bikin (Ent. 5:9, 10).

(Kolosî 2:8) Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji edetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.

w08 15/8 28 ¶9

Fikirên Qîmet ji Nemên Galatiyara, Efesiyara, Filîpiyara û Kolosiyara

2:8 Çi ne prînsîpên vê dinyayê derheqa kîjana ku Pawlos digot, wekî xwe ji wan xwey kin? Ew hene prînsîpên dinya Şeytan, yên ku halê vê dide kifşê ser vê hukum dike û vê hêlan dike (1 Yn. 2:16). Nava vê yekêda dikevin fîlosofiya, matêriyalîzm, û rêlîgiyên qelp.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Kolosî 1:1-20) Ji Pawlosê bi emirê Xwedê şandiyê Mesîh Îsa û ji Tîmotêyoyê bira, 2 Cimeta Xwedêra, wan xûşk-birayêd amine yektiya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kerem û edilayiya Xwedêyê Bavê me* li we be. 3 Em timê gava bona we dua dikin, şikiriya xwe li Xwedêyê Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh tînin, 4 çimkî me bona wê baweriya weye ser Mesîh Îsa û wê hizkirina weye hindava temamiya cimeta Xwedêda bihîstiye. 5 Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku ezmanada wera tê xweyîkirinê, bona kîjanê we bihîstiye, gava pêşda xebera Mizgîniyêye rast 6 gihîşte we. Û ew Mizgînî temamiya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rojêda, gava we bihîst û kerema Xwedê temamiya rastiya wêva nas kir. 7 Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî mesîhî amin e. 8 Ewî bona wê hizkirina ku Ruh daye we mera got. 9 Bona wê yekê jî ji wê rojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekişandiye, wekî hûn zanebûna emirê Xwedêda gihîştî bin, bi hemû serwaxtî û zanebûna ruhanîva tijî bin, 10 wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her aliyava li wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin. 11 Bira hûn anegorî temamiya wê qewata wiye ku ji zorayiya wiye xweyîrûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq 12 şikiriya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Padşatiya ronayêda tevî cimeta wî bibine xweyîpar. 13 Ewî em ji hukumetiya terîstaniyê xilaz kirin û cî-guhastî Padşatiya Kurê xweyî hizkirî kirin, 14 pê kîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand. 15 Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, ew Nixuriyê Xwedê ye, ser hemû efirînara. 16 Çimkî bi destê wî her tiştêd li erd û ezmana efirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hukumetî bin, her tişt bi destê wî û bona wî efirîne. 17 Ew berî her tiştî hebû û her tişt bi saya serê wî ciyê xweda dimînin. 18 Ew e serê Bedenê, awa gotî serê civînê, destpêbûna wê û nixuriyê ji nava miriya, wekî her tiştîda ew bibe yê pêş. 19 Çimkî li Xwedê xweş hat, ku temamiya binyata xwedêtiyê nava wîda be 20 û bi wî her tiştî tevî xwe li hev bîne, heger li ser erdê be, yan jî li ezmana be, bi wê xûna wiye ser xaçê rijiyayî edilayiyê bike.

8-14 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 TÊSALONÎKÎ 1-5

“Dil Bidine Hev û Alî Hevdu Bikin”

(1 Têsalonîkî 5:11-13) Bona vê yekê dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî. 12 Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, qedirê wan bigirin, yêd ku nava weda dixebitin, jiyîna xwedênasiyêda sevîtiyê li we dikin û we şîret dikin. 13 Qedirê wana bi hizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan. Hevra tifaq bin.

w11 15/6 26 ¶12

Qedirê Wan Bigirin, Kî ku Bi Xîret Şixulkariyê Dikin

12 Rêberiyê civatê bikin yan jî civatêda kar bikin, ev ne tenê hînkirin e. Li 1 Tîmotêyo 3:4-da kîjanîda ew xebera Yûnanî tê xebitandinê, Pawlos dibêje wekî berpirsiyar “malxêtiyê rind li mala xwe bike, zarêd xwe gura xweda her aliyava maqûliyêda mezin ke”. “Malxêtiyê bikin” yan “ber bisekinin” diqewime tê hesabê ne tenê zara hîn kin, lê malxêtiyê hildin ser xwe, wekî zarên xwe gura xweda mezin kin. Rûspî civatêda rêberiyê hildidin ser xwe, wekî alî her kesa bikin gura Yehowada bin (1 Tîm. 3:5).

w11 15/6 28 ¶19

Qedirê Wan Bigirin, kî ku Bi Xîret Şixulkariyê Dikin

19 Teyê çi ser xwe texmîn kira, hergê kesek tera pêşkêş bida ya ku bi destê xwe çêkiribû. Teyê razîbûna xwe bi vê yeke bida kifşê, gava ev pêşkêş bida xebatê. Yehowa bi saya Îsa Mesîh, “pêşkêş bi cûrê meriva” daye te. Seva ku razîbûna xwe bona wan bidî kifşê, wê baş be ser civatê rind guh bidî gotarên rûspiya û jîyîna xweda bidî xebatê. Usa jî razîbûna xwe tu dikarî bi cabên xweyî baş bidî kifşê. Piştgiriya şixulê xizmetiyê bike, seva kîjanî ku rûspî cabdar in. Hergê şîreta ruspîkî alî te kir, wê baş be derheqa vê yekê wîra bêjî. Usa jî wê baş be ji neferên wan jî razîbûnê bixwazî. Bîr neke, seva ku rûspî bi xîret civatêda kar bikin, malbeta wan vî wedê xwe qurban dikin, ya ku wê tevî wî derbaz kirana.

(1 Têsalonîkî 5:14) Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe.

w17.10 10 ¶13

“Hiz Bikin . . . bi Kira û Rastiyê”

13 Komekê bidine sista. Kitêba Pîroz temiyê dide ku “kêrî ketiya” bên û “hindava hemûyada” bi sebir bin. Ew yek ku em ça evê temiyê tînin sêrî, dikare eyan ke ku hizkirina me rast e yan na (1 Têsln. 5:14). Gelek xûşk-bira ku ruhanîda sist dibin, wede şûnda dîsa ruhanîda qewî dibin. Lê tevî hineka hê zêde lazim e bi sebir bin û pê hizkirinê alî wan bikin. Mesele, em dikarin rêzên ji Kitêba Pîroz wanra bixûnin û wana dilgerm kin, usa jî tevî wan herin xizmetiyê, yan jî gava ewana dilê xwe mera vedikin, guh bidine wan. Wê baş be ku em nefikirin, wekî xûşk yan birak “qewî” yan “sist e”, lê dewsê em gerekê fem kin ku her kes tiştekîda qewî ye û tiştekîda sist e. Hela hê Pawlosê şandî jî derheqa sistbûnên xwe digot (2 Korn. 12:9, 10). Belê, me hemûşkara alîkarî û dilgermî lazim e.

w15 15/2 9 ¶16

Çev Bidine Îsa Milûktî û Dilşewatiyêda

16 Xeberêd meye dilşewat. Dilşewatî me hêlan dike, wekî em pê xeberêd xwe ber dilê merivên diltengda bên (1 Têsalonîkî 5:14). Lê çi em dikarin bêjin wekî wana dilgerm kin? Em dikarin wanara bêjin, ku em çiqas bona wan xem dikin. Em dikarin payê wan bidin, û alî wan bikin ku ewana bivînin hunur û feresetêd xweye baş. Em dikarin bînine bîra wan, ku Yahowa ewana anîne ser riya rast û ewana gerekê ji Yahowa razî bin (Yûhenna 6:44). Em dikarin wana bidine bawerkirinê, ku Yahowa gelek xem dike bona hemû qulixkarên xwe, yên ku dilşkestî ne (Zebûr 34:18). Xeberên meye dilşewat bi rastiyê jî dikarin dilgerm kin wan, yên ku hewcê berdiliyê ne (Metelok 16:24).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Têsalonîkî 4:3-6) Xwestina Xwedê ew e, ku hûn helal bin, ji qaviyê dûr bin. 4 Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe helal û bi namûsî xwey ke, 5 ne bi xwestina temê xirab, mîna pûtparista, yêd ku Xwedê nas nakin. 6 Bira nebe ku yek wê yekêda ji esiltiyê derê û namûsa xûşk-birara bilîze. Xudanê bona van hemû tişta heyfê ji wan hemûya hilde, çawa me ev yek pêşda wera got û bi merîfetî temî li we kir.

it-1 863-864

Bênamûsî

Bênamûsî, gunekî mezin e û seva vê yeke dikarin meriv ji civatê derxin (1 Kr. 5:9-13; Îbr. 12:15, 16). Pawlosê şandî şirovedike, ku Mesîhî yê ku bênamûsiyê dike, pêşberî bedena xwe gune dike, çimkî organên xweye cinsî bi temê xirab dibe xebatê. Bi kirên xweye bênamûsî ew ziyaneke mezin dide ruhaniya xwe, civata Xwedê diherimîne û emirê xwe dike bin xofê, çimkî dikare nexweşiyên xirab bistîne (1 Kr. 6:18, 19). Ew Mesîhî namûsa xûşk-birara dilîze (1 Ts. 4:3-7) bi vêyekê ku: 1) civatê diherimîne û navê vê xirab dike (Îbr. 12:15, 16) 2) navê wî merivîra dilîze tevî kîjanî bênamûsiyê dike û hergê ew meriv nezewicî ye, mecalê wî distîne wekî ew ça yekî temiz bizewice, 3) navê malbeta xwe reş dike, 4) ça dilê dê-bavê wî merivî, usa jî dilê dergîstiyê wî merivî dêşîne tevî kîjanî bênamûsiyê dike. Ew ne ku miqabilî wî merivî dertê qanûnê kîjanî dikarin kirên wî sûcdar kin yan jî na, lê miqabilî Xwedê, yê ku wê eseyî wî ceza ke, seva gunê wîyî giran (1 Ts. 4:8).

(1 Têsalonîkî 4:15-17) Em vê yekê bi gotina Xudan wera dibêjin: Em ku heta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tu car pêşiya miriya nakevin. 16 Xudanê xwexa bi elametîke fermanî, bi dengê serekmilyaket û lêxistina boriya Xwedê ji ezmên bê xwarê û ew miriyêd ku Mesîh bawer kiribûn, wê pêşiyê ji mirinê rabin, 17 paşê, em ku sax mane, tevî wan ewrava bêne rahiştinê, hewêda rastî Xudan bên û bi vî awayî emê heta-hetayê tevî Xudan bin.

w15 15/7 18-19 ¶14-15

“Azabûna We Îdî Nêzîk e”!

14 Çi wê biqewime çaxê Gog û Magog destpêke pey cimeta Xwedê keve? Kitêba Pîroz dibêje ku Kurê însan wê “milyaketên xwe bişîne û wê bijartiyên xwe ji çar aliyan, ji perê erdê heta perê ezmên bicivîne” (Marqos 13:27, ÎM; Metta 24:31). Ew civandina rûnkiriya nayê hesabê, ew wede çaxê ewana cara pêşin hatine bijartinê. Ew civandin usa jî nayê hesabê, ku rûnkirî kîjan ku hê ser erdê ne, wê mora xilaziyê bistînin (Metta 13:37, 38). Çimkî ewana mora xilaziyê wê pêşiya destpêbûna tengasiya mezin bistînin (Eyantî 7:1-4). Lê wekî usa ne, ew civandin çi tê hesabê? Ew civandin tê hesabê, çaxê rûnkiriyên ku hê ser erdê ne, xelata xwe bistînin û herine li ezmana (1 Têsalonîkî 4:15-17; Eyantî 14:1). Ew yek wê biqewime, hinek wext paşî destpêkirina hêrîşkirina Gog û Magog (Hezeqêl 38:11). Paşê, çawa ku Îsa got, “merivêd rast wê Padşatiya Bavê xweda mîna tevê şewq bidin” (Metta 13:43).

15 Gelek Mesîhiyên vê dinyayê bawer dikin, ku ewana wê herin li ezmana, bi bedena merivî. Ewana usa jî difikirin, ku ewana wê bi çevê xwe bivînin, ku ça Îsa vedigere ser erdê seva ku serwêrtiyê bike. Lê Kitêba Pîroz eyan nîşan dike, ku hatina Îsa wê neyê dîtinê, çimkî “nîşana Kurê Însan wê li ezmên xuya be”, û ku Îsa wê “li ser ewrêd ezmên” bê (Metta 24:30). Hin jî Kitêba Pîroz dibêje, ku “xûn û goşt li Padşatiya Xwedê nikarin war bin”. Dêmek, ewên ku wê herine li ezman, pêşiyê gerekê “bêne guhastinê, nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî, dema boriya axiriyê bê lêdanê”. (Bixûne 1 Korintî 15:50-53.) Ji wê yekê em divînin ku rûnkiriyên amin, kîjan ku hê ser erdê ne, wê derbêra bêne civandinê.

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Têsalonîkî 3:1-13) Heyneser, me îdî nikaribû sebir bikira. Em şêwirîn, ku em tenê bimînine Atînayê 2 û Tîmotêyoyê birayê me, yê ku tevî me bona Xwedê, Mizgîniya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku baweriya we qewîn ke û dil bide we, 3 wekî van tengasiyada tu kes ji we nelikume. Çimkî hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne. 4 Belê gava em cem we bûn, me hê hingêda wera digot, ku emê rastî tengasiya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin. 5 Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotêyo şand, wekî ez haş ji baweriya we hebim, ku nebe Cêribandkir hûn cêribandibin û cefê me deya here. 6 Lê niha Tîmotêyo ji cem we ser meda vegeriya û mizgîniya bawerî û hizkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û heyra meda ne, çawa em jî ya weda. 7 Awa xûşk-birano, nava hemû telî û tengiyêd meda bi eşqî wê baweriya we bîn hate ber me, 8 çimkî gava hûn riya Xudanda miqerm dimînin, bîn jî tê ber me. 9 Em çi razîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan hemû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin? 10 Em şev û roj bi dil û can reca dikin, ku rûyê we bibînin û kêmasiya baweriya we tijî kin. 11 De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa riya me rast ke, em bêne cem we. 12 Bira Xudan hizkirina we hindava hev û hemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye. 13 De bira ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîroziyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hemû pîrozêd xweva tevayî.

15-21 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 TÊSALONÎKÎ 1-3

“Wê Yê Neheq Eyan be”

(2 Têsalonîkî 2:6-8) Û hûn zanin ku niha çi nahêle ew xuya be, wekî ew wextê kifşkirîda xuya be. 7 Çimkî Sura Neheqiyê îdî ya xwe dike, lê ewê ku niha nahêle, wê nehêle heta ku xwexa ji navê bê hildanê. 8 Û paşê Ewê Neheqiyê wê kifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa xweva wî kuta ke.

it-1 972-973

Aminî Xwedêra

Heye dîsa surek ya ku cude dibe ji sura Yehowayî pîroz. Ew derheqa sura vê neheqiyê ye. Bon Mesîhiyên rast ew neeyankirî ma, çimkî rojên Pawlosda “yê neheq” ça koma kifşkirî hê eyan nebibû. Hela hê paşî eyankirina wî “merivî” geleka fem nedikirin ew kî ye, çimkî ewî neheqiyê dikir bi navê Xwedê. Neheqiya wî, ew ji aminiya Xwedê dûr xist. Pawlos got wekî ew neheqî îda rojên wîda eyan bû, çimkî civata Mesîhiyada îda dihate kifşê hukumkirina wî. Ji bo vê yekê koma rabera pêşda hat. Wedê hatina xwe, Îsa wê wî kuta ke. Ew “merivê” raber, yê ku bin hukumê Şeytanda ne, wê xwe ser hemûyara bigire kî ku xwe ça “xwedê” yan jî yê ku hêjayî serê xwe ber wî daynin, hesab dike [yûnanî, sêbasma]. Bi van kirê xwe, miqabilê Xwedê, yê ku haceta li destê Şeytanda ne, wê bi derewiyê peyçûyên xwe bixalifîne û paşê qir ke. Pêşdaçûyîna yê neheq vê yekêda ne, ku ew xwe piş vê yekê vedişêre, yan çi Xwedêra amin e (2 Ts. 2:3-12; Mt. 7:15, 21-23).

(2 Têsalonîkî 2:9-12) Hatina Yê Neheqiyê wê bi qewata Mîrêcin be, heta hunurê wî hebe wê nîşan û keremetêd derew bike 10 û yêd ku unda dibin bi her cûre neheqiya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rastî hiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin. 11 Lema jî Xwedê xalifandineke zor ser wanda dişîne, ku baweriya xwe derewiyê bînin, 12 wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku baweriya xwe rastiyê neanîn, lê kêfa wan neheqiyêra hat.

it-2 245 ¶7

Derewî

Yehowa Xwedê dihêle, wekî xalifandin hukum ke ser wan meriva, kê ku derewiyê hiz dikin, wekî ewana “baweriya xwe derewiyê bînin”, ne ku mizginya xêrê derheqa Îsa Mesîh (2 Ts. 2:9-12). Eva eşkere tê kifşê ser meselê, ya ku gelek qirne pêşda serê Ahab, Padşê Îsraêlê qevimî. Pêxemberên derew digotine padşê, wekî ewê Ramot-gîled alt ke, lê Mîkaya pêxemberê Yehowa got, wekî qeziya mezin hîviya Ahab e. Mîkayara bi xevn-xeyalê hate eyankirinê, wekî Yehowa îzin da efirinekî xweyî ruhanî, wekî ew bibe ruhê derewiyê ser zarê pêxemberên Axab. Ew efirînê ruhanî usa ser wan hukum kir, wekî wana destpêkir ne ku rastiyê padşêra bêjin, lê ev yek çi ku xwexa dixwestin bigotana û çi ku padşa dixwest ji wan bibihê. Rast e Ahabra gotin wekî ev yek telik e, yeke ewî îtbariya xwe derewiyê anî û emirê xwe unda kir (1 Pd. 22:1-38; 2 Dr. 18).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(2 Têsalonîkî 1:7, 8) û yêd ji we tengasiyêda ne, tevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tevî milyaketêd xweye zor ji ezmênva bi kûra êgir xuya be, 8 wekî heyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gura Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin.

it-1 834 ¶5

Agir

Petrûs dinivîsî, wekî “erd û ezmanêd niha . . . têne xweykirinê, ku bi agir unda bin”. Kontêkst, usa jî rêzên din nîşan dikin, wekî xeberdan derheqa agirê rêalî nîne, lê ev derheqa kutakirina herheyî ye. Çawa ku sêlava wedê Nuh, ne ku erd û ezmanê rêalî kuta kir, lê merivên neheq, usa jî wedê hatina Îsa Mesîhî, yê ku wê bi melekên xweye himzor di agirda bê, wê ser herheyî ev merivên qelp û dewra neheq kuta bin (2 Pt. 3:5-7, 10-13; 2 Ts. 1:6-10; beramberî hav ke tevî Îş. 66:15, 16, 22, 24).

(2 Têsalonîkî 2:2) hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pêxembertiyê, ne pê gotinê, ne jî pê nema yançiye me nivîsîbe: «Va ye Roja Xudan îdî hatiye”.

it-1 1206 ¶4

Pêxembertî

“Pê pêxembertiyê”. Carna, şandiya xebera Yûnanî pnêûma (tê hes. “ruh”) bi menîke mexsûs didane xebatê. Mesele 2 Têsalonîkî 2:2-da Pawlos birên Têsalonîkî hêlan dike “fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pêxembertiyê, [dêmek, “ruh”] ne pê gotinê, ne jî pê nema yançiye me nivîsîbe: Va ye Roja Xudan îdî hatiye”. Ça tê kifşê Pawlos xebera pnêûma beramberî xebera “pê gotinê” û “neme” dike, çimkî bi van, înformasiya tê belakirinê. Ser hîmê vê yekê, di nivîsarekêda usa hatiye gotinê: “Bi vê yeke şandî dixwest bigota derheqa nêta ruhanî, pêxembertiya derew, gotina pêxember (Translated and edited by P. Schaff, 1976). Nîvîsareke dinda jî tê gotinê, wekî xeberdan diçe derheqa “pêxembertiyên hine Mesîhiyên civatê, ku dibêjin wekî eyankirinê ji xwedê sitandine” (Vincent M. R. Word Studies in the New Testament. 1957. Vol. IV, p. 63). Lema jî, hine tercimaniyada, xebera pnêûma tê welgerandinê ça “ruh”, lê yên dinda ça “pêxembertî”.

Xwendina Kitêba Pîroz

(2 Têsalonîkî 1:1-12) Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotêyo, civîna Têsalonîkiyara, ya ku para Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: 2 De bira kerem û edilayiya Xwedê, Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. 3 Em deyndar in, ku her gav bona we razîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî baweriya we rind digihîje û hizkirina we hindava hevda zêde dibe. 4 Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirin, bona sebir û baweriya we, çimkî hûn wan hemû zêrandin û tengasiya dikişînin, yêd ku têne serê we. 5 Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Padşatiya Xwedê bin, bona kîjanê jî hûn wan telî-tengiya dibînin. 6 Belê ev e heqiya Xwedê: Yêd tengasiyê didine we, Xwedê jî wê wan bide tengasiyê 7 û yêd ji we tengasiyêda ne, tevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tevî milyaketêd xweye zor ji ezmênva bi kûra êgir xuya be, 8 wekî heyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gura Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin. 9 Ewê bela xwe ji wêranbûna heta-hetayê bibînin, ji hizûra Xudan û rûmeta qewata wî bêne avîtinê, 10 gava wê Rojê ew bê, wekî nava cimeta xweda bê pesindayînê û hemû bawermend wê heyr-hujmekar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we baweriya xwe şedetiya me anî. 11 Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gaziyê ke û hemû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji baweriyê bi qewatê bîne sêrî. 12 Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava wîda bêne pesindayînê, li gora kerema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh.

22-28 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 TÎMOTÊYO 1-3

“Hizreta Şixulên Qenc bin”

(1 Tîmotêyo 3:1) Vê gotinêda xêlif tune: Heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze.

w16.08 21 ¶3

Çima Ferz e Timê Ruhanîda Pêşda Herin?

3 Bixûne 1 Tîmotêyo 3:1. Vê rêzêda ew xebera Yûnanî, ku ser zimanê me hate welgerandinê ça “tem”, tê hesabê çaxê meriv dixwaze bigihîje tiştekî, û xwestina wîye gelek qayîm heye. Pawlos bi vî gilî da kifşê, ku hergê meriv dixwaze ruhanîda pêşda here, ew gerekê giran ser xwe bixebite. Bidine ber çevê xwe ku birak dixwaze bibe berdestiyê civatê. Ew fem dike ku wîra lazim e ser xwe bixebite, wekî hunurên xwe hê baş ke. Wede şûnda ew dibe berdestiyê civatê. Paşê, ew îda ser xwe giran dixebite wekî bibe rûspî. Wan herdu derecada ew bira ser xwe dixebite, wekî hunurên usa cem wî hebin, kîjan ku gerekê hebin cem wan, yên ku dixwazin civatêda hê zêde cabdariya hildine ser xwe.

(1 Tîmotêyo 3:13) Ewêd ku rind berdestiyê dikin, xwera dereceke bilind qazinc dikin û serbestîke mezin dest tînin bona baweriya Mesîh Îsa.

km 9/78 4 ¶7

Rabûn-Rûniştina Layîq

7 Hêsa ye fem bikin, ku çima Pawlos ser wan mêra got, wekî ewana rabûn-rûniştina baş eyan dikin. Çawa ku hinek meriv difikirin, ev ne kirên mîna yên dêrada ne. Lê dewsê berdestiyên civatê, kîjan ku rabûn-rûniştina baş eyan dikin, wê aliyê Îsa û Yehowada bêne kerem kirinê, usa jî civatêda wê hêjayî piştgiriyê û qedirgirtinê bin. Ewana baweriya xwe hindava Mesîh didine kifşê û bi azayî xeber didin. Ewana xizmetiyêda xîret in û lema jî têne qîmetkirinê; baweriya wan qewî ye û ewana bê tirs ev eyan dikin.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Tîmotêyo 1:4) û guh nedine çilovîskiya û reqema silsileta ku xilaziya wan tune. Ev yek hê şer-dewa tevradike, ne ku tivdîra Xwedêye ku bi baweriyê tê naskirinê miyaser dike.

it-1 914-915

Rikinyat

Wî çaxî gava Pawlos Tîmotêyora neme dinivîsî, meriv pirsên usa kûr lêkolîn nedikirin. Çimkî civata Mesîhiyada Xwedê firqî nedikire orta Cihûya û merivên ji miletên din, û îda qîmeta wan nivîsara derheqa rikniyata tune bû (Gl. 3:28). Wî çaxî îda îzbat bû, wekî rikniyata Îsa ji Dawid e. Xût paşê wê yekê ça Pawlos pêşda îda gotibû, Orşelîm hate wêrankirinê. Wî çaxî arşîvên Cihûya jî unda bûn. Xwedê ew arşîv xwey nekirin. Lema jî Pawlos xemgîn dibû, ewî dixwest wekî Tîmotêyo û Mesîhiyên din wedê xwe unda nekin ser lêkolîna rikniyata silsileta, çimkî ew yek baweriya mesîhiya qewî nedikir. Rikniyata herî ferz bona Mesîhiya ji Kitêba Pîroz e, çimkî îzbat dike rikniyata Îsa Mesîh. Lê rikniyatên din ji Kitêba Pîroz îzbat dikin, wekî ev aliyê terîxiyêda jî rast e.

(1 Tîmotêyo 1:17) Awa bira wî Padşayê heta-hetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyêbêşirîkî-bêhevalra hurmet û rûmet be heta-hetayê! Amîn.

cl 12 ¶15

“Wa ye Xwedayê me”

15 Dîsa sernavek bi kîjanî tenê Yehowa tê navkirinê, ev heye “Padşê heta-hetayê” (1 Tîmotêyo 1:17; Eyantî 15:3). Ew çi tê hesabê? Rast e em nikarin ew yek bi temamî bidin ber çevê xwe, lê Yehowa Xwedê herheyî ye, ew hebû û wê timê hebe. Zebûr 90:2-da tê gotinê: “Ji bêberîbûnê heta bêdawîbûnê Xwedê tu yî”. Lema jî destpêka Yehowa tune, çimkî ew timê hebû. Ew tê navkirinê: “Rojên Kevn” çimkî ew timê hebû, hela hê pêşiya ku gerdûnêda tiştek yan kesek pêşda bihata (Daniyêl 7:9, 13, 22). Îzina kê heye înkar ke, wekî ew bi rastî Xwedêyê Himzor e?

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Tîmotêyo 2:1-15) Awa ez hîvî dikim, berî her tiştî bona hemû meriva dua bikin, reca kin, lava kin, razîbûnê bidin, 2 usa jî bona padşa û hemû serwêra, wekî em jiyîneke edil û seqirî derbaz kin, bi temamiya xwedênasiyê û maqûliyê. 3 Li ber Xwedêyê Xilazkirê me ev e qenc û li wî xweş, 4 ku dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin. 5 Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê meriv, 6 ku xwe ji ber kirîna gişkava da. Ev yek rast wextda bû îzbatî, ku Xwedê dixwaze hemû xilaz bin. 7 Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kifşkirinê, (ez rast dibêjim, derewa nakim,) necihûyara bûme dersdarê baweriyê û rastiyê. 8 Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye helal bilind kin, bê hêrs û bê şer-dew dua bikin. 9 Usa jî bira kulfet bi kincêd layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêr, yan bi dura, yan jî bi kincêd biha, 10 lê bi kirêd qenc, çawa li wan kulfeta dikeve, yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe. 11 Bira kulfet ker hîn be, bi temamiya guhdariyê. 12 Ez îzinê nadime kulfet, ku hîn bike, ne jî hukumî ser mêr bike, lê bira deng neke. 13 Çimkî pêşiyê Adem xuliqî, paşê Hêwa 14 û Adem nexapiya, lê jin xapiya û neheqî kir. 15 Lê jin halê zaranînêda jî wê xilaz be, heger bi berbihêriyê nava baweriyê, hizkirinê û paqijayiyêda bimînin.

29 TÎRMEHÊ-4 TEBAXÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 TÎMOTÊYO 4-6

“Bixebite ku Xwedêra Amin bî, ne ku Hebûkêra”

(1 Tîmotêyo 6:6-8) Belê xwedênasî kara ser karê ye, heger bi razîbûnê be. 7 Me tu tişt neaniye dinê û emê nikaribin tu tiştî jî bibin. 8 Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin.

w03 1/6 9 ¶1-2

Fem Bikin Nêta vê yekê, Ça Razî bin Seva Tiştên ku Cem Me Hene

Pawlos şabûna xwe unda nedikir, çimkî razî bû bi van tişta çi ku cem wî hebû. Lê çi tê hesabê razî bin seva tiştên ku cem me hene? Ew tê hesabê razî bin bi tiştên lape ferz, ku bona jîyînê lazim in. Derheqa vê yekê Pawlos hevalxizmetkarê xwe Tîmotêyora nivîsî: “Belê xwedênasî kara ser karê ye, heger bi razîbûnê be. Me tu tişt neaniye dinê û emê nikaribin tu tiştî jî bibin. Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:6-8).

Ferz e dîna xwe bidin, ça Pawlos van du tişta hevgirêdide, razî bûn bi tiştên ku cem me hene, tevî aminya Xwedêra. Ewî fem dikir, wekî bextewarî tişta û hebûkêva girêdayî nîne, lê ew amîniyêva girêdayî ye, dêmek gava em emirê xweda xizmetiyê datînin ser ciyê pêşyê. Kinc û xurek bona Pawlos tenê mecal bû, wekî timê aminiya Xwedêda gihîştî be. Pawlos gihîşte wê nêtê, wekî meriv çi derecêda be jî, ew gerekê tîmê îtbariya xwe Yehowa bîne.

(1 Tîmotêyo 6:9) Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê, dikevine teleka û gelek temêd axmax û ziyankar, kîjan mêriv nuqî mîratiyê û wêranbûnê dikin.

g 6/07 6 ¶2

Axiriya Wan Kî ku Dixwaze Dewletî be

Hemikî ne her kes, kî pey hebûkê dikeve, emirê xwe unda dike. Lê gelek car kî pey hebûkê dikeve nêta jîyînê unda dike û emirê wî badîheva derbaz dibe. Û çi cûreyî tê wî merivî hesab kî bextewar, kî ku rûyê strêsa ser xebatê dikeve panîkê, xewa wî diteqise, serî wî dêşe û nexweşiyên din cem wî pêşda tên? Ev hemû tişt emirê meriya dirêj nakin. Hela hê ew merivê ku fem dike, wekî gerekê tiştekî emirê xweda biguhêze, usa diqewime ku îda derenge, çimkî: hevalzevacê wî îda qedirê wî nagire, zar dilşkestî ne, sihet-qewata wî jî îda tune. Dibeke hine şaşî dikarin bêne rastkirinê, lê seva vê yeke qewat lazim e. Bi rastî jî merivê usa “xwe kirine xweyê kul û derda” (1 Tîmotêyo 6:10).

(1 Tîmotêyo 6:10) Çimkî perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye. Hineka xwe dane wê, ji baweriyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.

g 11/08 6 ¶4-6

Şeş Kilît ku Pêşdaçûyî bin

Têmaya pêşinda me dît, wekî ew merivê ku hebûkê hesab dikin ça klîta bextewariyê, bi rastî pey ba dikevin. Gelek car ewana êşê texmîn dikin û dilteng dibin. Carna jî hevala û malbetê unda dikin. Seva ku dewletî bin, gelek meriv xewa xwe nastînin, hergê ne rûyê xebatêda dêmek rûyê strêsê û berxweketinê. Waîz 5:12-da nivîsar e: “Dixwazî bila hindikekî bixwe an jî pirr bixwe, xewa zilamê xebatkar şêrîn e lê belê têrbûna dewlemend, wî nahêle ku here û rakeve”

Pere ne ku tenê xweyê sert e, lê usa jî xapînok e. Carekê Îsa ser pera got: “Derewêd dewletiyê” (Marqos 4:19) Bi xeberên mayîn bêjin, hebûk soz dide meriv bextewar ke, lê bi rastî usa nake. Ew tenê xwestinê pêşda tîne, wekî hê zêde qazinc kin. Kê pera hiz dike, bi wan têr nabe (Waîz 5:10).

Çawa me dît perehizî berbi diltengiyê dibe û hela hê meriv hêlan dike bi qelpiyê pera qazinc kin (Metelok 28:20). Lê bextewariya rast meriv wî çaxî distîne, gava destvekirî ye, dibaxşîne yên mayîn, prînsîpên nav-namûsiyê xwey dike, hizkirinê dide kifşê û ruhanîda gihîştî ye.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(1 Tîmotêyo 4:2) Ew hînkirin bi durûtiya derewîna dibin, îsafa kîjana kizirî ye.

lv 21-22 ¶17

Ça Tu Dikarî Îsafa Xwe Temiz Xwey kî?

17 Pawlosê şandî nivîsî: “Îsafa xwe temiz xwey kin” (1 Petrûs 3:16, DT). Eva keremeke pir mezin e, ku îsafa me ber çevê Yehowa Xwedê temiz e. Lê roja îro, îsafa usa cem geleka tune. Pawlos xeber dida derheqa wan meriya, “îsafa kîjana kizirî ye” (1 Tîmotêyo 4:2). Çaxê çermê meriya dax dibe, paşê ew îda tiştekî texmîn nake. Derheqa îsafa gelek meriya jî em dikarin bêjin ku ew mirî ye, yanê usa dax bûye û hişk bûye ku tiştekî texmîn nake. Ew usa jî nikare bêje çi îzin tune, û hemû tiştîra razî ye. Îsafa wan, wana naçerçirîne û ji bo gunên wan, nade şermê. Û îro merivên usa gelek şa dibin ku îsafa wan îda wana naçerçirîne.

(1 Tîmotêyo 4:13) Heta hatina min xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî.

it-2 714 ¶1-2

Xwendin

Di Civatêda. Qirna yekêda ne bal her kesa nivîsarê gulemetkkirî hebûn, lema jî hewcetî hebû, wekî bi dengê bilind bixûnin. Pawlos digot, wekî nemên wî ser cûre-cûre civata bêne xwendinê (Kolosî 4:16; 1 Têsalonîkî 5:27). Pawlos Tîmotêyoyê cahilra, yê ku berpirsiyarê civata Mesîhiya bû, nivîsî: “Heta hatina min xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî” (1 Tîm. 4:13).

Xwendina bi dengê bilind gerekê teqil be û hêsa bê femkirinê (Heb. 2:2). Ew seva hînkirina meriya ye, lema jî ewê ku dixûne gerekê rind fem bike derheqa çi dixûne û bi wan gotina nivîskar çi dixwest bigota. Xwendekar gerekê îzbat be, wekî fikirên nivîskar neyêne guhastinê û meriv bi çûrekî nerast wan gotina fem nekin. Ser hîmê Eyantî 1:3, bextevar in ew kê “xeberêd pêxembertiyê bibihên û tiştên ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin”.

Xwendina Kitêba Pîroz

(1 Tîmotêyo 4:1-16) Ruh aşkere dibêje, ku rojêd axiriyêda hinek wê ji baweriyê bikevin, guh bidine ruhêd derewîn û hînkirinêd cina. 2 Ew hînkirin bi durûtiya derewîna dibin, îsafa kîjana kizirî ye. 3 Ew meriv hal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kîjan Xwedê ew bona bawermend û rastînaskiriya efirandine, ku bi razîbûnê bixwin. 4 Her tiştê ku Xwedê efirandiye qenc e û tiştekî heram têda tune, heger bi razîbûn tê qebûlkirinê, 5 çimkî bi xebera Xwedê û dua qebûl dibe. 6 Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd baweriyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî. 7 Xwe ji çilovîskiyêd pîraye heram dûr xwey ke. Xwe xwedênasiyêda hîndar ke. 8 Hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasiyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê. 9 Vê gotinêda xêlif tune û lap hêjayî qebûlkirinê ye. 10 Bona vê yekê em dixebitin û diçerçirin, çimkî em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin, ku Xilazkirê hemû meriva ye, îlahî yê bawermenda. 11 Temiya van tişta bide û hîn ke. 12 Nebe ku yek cahiltiya te bêhurmet ke, lê tu bawermendara bibe nexşek, xeberdanêda, rabûn-rûniştinêda, hizkirinêda, baweriyê û helaliyêda. 13 Heta hatina min xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî. 14 Hindava wê pêşkêşa xweye ruhanîda bê xem nîbe, ya ku bi pêxembertiyê tera hatiye dayînê, gava berpirsiyara destê xwe danîne ser te. 15 Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be. 16 Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin