KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lvs serê 4 rûp. 45-59
  • Çira Gerekê Qedirê Serwêrtiyê Bigirin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Gerekê Qedirê Serwêrtiyê Bigirin?
  • Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Bixûne li “Hezkirina Xwedê”
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EW YEK ÇETIN E?
  • ÇIRA EM QEDIRÊ SERWÊRTIYA YEHOWA DIGIRIN
  • QEDIR MALBETÊDA BIDINE KIFŞÊ
  • QEDIR CIVATÊDA
  • QEDIR HINDAVA SERWÊRÊN DEWLETÊ BIDINE KIFŞÊ
  • Qedirê Meriva Bigirin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Çima Qedir Kêm Bûye?
    Hişyar Bin!—2024
  • Serê Civatê Mesîh e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
lvs serê 4 rûp. 45-59
Bav bi hizkirinê xem dike bona zarên xwe

SERÊ 4

Çira Gerekê Qedirê serwêrtiyê Bigirin?

“Qedirê hemûya bigirin xûşk-bira hiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê padşê bigirin” (1 PETRÛS 2:17).

1, 2. a) Em gerekê pey rêberiya kê herin? b) Vî serîda emê kîjan pirsa şêwir kin?

ÇAXÊ tu zar bûyî, dibeke dê-bavê te dixwestin tu vê yekê bikî, çi ku te xweş nedihat. Te dê-bavê xwe hiz dikir û zanibû, wekî gerekê gura wan bikî. Lê carna te nedixwest gura wan bikî.

2 Em zanin, wekî Bavê me Yehowa, me hiz dike. Ew xem dike bona me, û hemû tiştî dide me, çida em hewce ne. Ew temiya dide me, wekî em bextewar bin. Carna ew meriva dide xebatê, seva rêberiyê me bike. Em gerekê qedirê serwêrtiya Yehowa bigirin (Metelok 24:21). Lê çira carna mera çetin e guh bidine rêberiya wî? Çira Yehowa dixwaze, wekî em guh bidine rêberiyên wî? Û ça em nîşan dikin, wekî em qedirê serwêrtiya wî digirin? (Binihêre Elametiya Zêde 9.)

ÇIRA EW YEK ÇETIN E?

3, 4. Çawa meriv bûne gunekar? Çima mera dikare çetin be rêberiya merivên din qebûl kin?

3 Roja îroyîn, bona meriva raberîbûn bûye tiştekî normal. Ew yek berdewam dibe ji wan çaxa, gava merivên pêşin, dêmek Adem û Hêwayê gune kirin. Rast e ewana bêqisûr hatibûn efirandinê, lê dîsa jî ewana himberî qirara Xwedê derketin. Ji wan çaxa her kes gunekar tê bûyînê. Em merivne gunekar in, lema jî mera çetin e rêberiya Yehowa, yan jî ya meriva qebûl kin. Menîke din ew e, wekî Yehowa merivên neqedandî dide xebatê, seva ku rêberiyê me bike (Destpêbûn 2:15-17; 3:1-7; Zebûr 51:5; Romayî 5:12).

4 Ji bo wê yekê ku em neqedandî ne, nav meda babaxî heye. Lema jî mera çetin e guh bidine rêberiya. Mesele, wedê Îsraêla berê, Yehowa Mûsa jibart, seva ku rêberiyê cimeta Wî bike. Mêrek navê kîjanî Qorax bû, gelek sal Yehowara xizmet dikir, lê bû yekî babax û hindava Mûsada bêqedir bû. Rast e Mûsa rêberiya cimeta Xwedê dikir, lê ewî tu car ji bo wê yekê xwe babax û qure nedikir. Derheqa wî hatibû gotinê, wekî ew merivekî lapî milûk bû, ji wan meriva yên ku wî çaxî dijîtin. Lê Qorax guh nedida rêberiya Mûsa. Ewî hela hê jî elaleta mezin hêlan dikir, wekî pişta wî bigirin û himberî Mûsa derên. Çi hate serê Qorax û ewên ku pişta wî digirtin? Ewana hatine kuştinê (Jimar 12:3; 16:1-3, 31-35). Ji Kitêba Pîroz em dikarin gelek meselên usa bivînin, yên ku me hîn dikin, wekî babaxî gelek xof e (2 Dîrok 26:16-21; binihêre Elametiya Zêde 10).

5. Hine meriva ça serwêrtiya xwe nerast dane xebatê?

5 Diqewime we bihîstiye gotinên usa, wekî “serwêrtî xirab hukum dibe”. Nava terîxiyêda gelek meriva serwêrtiya xwe nerast dane xebatê. (Bixûne Waîz 8:9.) Mesele, Şawûl merivekî baş û milûk bû çaxê Yehowa wî jibart, seva ku ew bibe padşê Îsraêlê. Lê ewî îzin da, wekî babaxî û hevsûdî dilê wîda pêşda bê û ew yek bû menî, ku ew pey Dawid ket (1 Samûyêl 9:20, 21; 10:20-22; 18:7-11). Axiriyê Dawid bû padşa, wî wedeyî padşakî mîna wî baş tune bû. Hine wede şûnda Dawid jî serwêrtiya xwe nerast da xebatê. Ewî bênamûsî kir tevî Bat-Şebayê, ya ku jina Ûriya bû. Paşê ewî xwest gunê xwe veşêre, lema jî Ûriya şande şer, wekî ew şerda bê kuştinê (2 Samûyêl 11:1-17).

ÇIRA EM QEDIRÊ SERWÊRTIYA YEHOWA DIGIRIN

6, 7. a) Hizkirina me hindava Yehowa me hêlan dike çi bikin? b) Çawa mesela Îsa alî me dike, wekî guhdar bin, hela wî çaxî jî gava ew yek mera nehêsa ye?

6 Em guh didine rêberiya Yehowa, çimkî em wî hiz dikin. Ji bo wê yekê ku em Yehowa ji gişka û ji her tiştî zêdetir hiz dikin, em dixwazin dilê wî şa kin. (Bixûne Metelok 27:11; Marqos 12:29, 30.) Çaxê mêr û jina pêşin baxçê Êdênêda dijîtin, ji wî çaxî Şeytan dixwest, wekî meriv serwêrtiya Yehowa bikine bin şikê. Ew dixwaze, wekî em bifikirin, ku îzina Yehowa tune mera bêje çi em gerekê bikin. Lê em zanin, wekî ew yek nerast e. Em qayîl in tevî van xebera: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin” (Eyantî 4:11).

7 Gava tu hê zar bûyî, dê-bava tu hîn dikirin, wekî gura wanda bî, hela hê wî çaxî jî gava te ew yek nedixwest. Carna mera jî çetin e gura Yehowa bikin. Lê em Yehowa hiz dikin, lema jî her tiştî dikin, seva ku gura wîda bimînin. Îsa wê yekêda mera mesele ye. Ewî gura Yehowa dikir hela hê wî çaxî jî, gava wîra çetin bû yan jî dest nedida. Lema jî ewî Bavê xwera got: “Bira xwestina te be, ne ku ya min” (Lûqa 22:42; binihêre Elametiya Zêde 11).

8. Yehowa çi cûreyî rêberiyê me dike? (Binihêre çargoşe “Guh Bide Şîreta”.)

8 Roja îroyîn, Yehowa cûre-cûre rêberiya dide me. Mesele, ewî Kitêba Pîroz û usa jî rûspiyên civatê daye me. Çaxê em qedirê wan bira digirin, bi saya kîjana Yehowa rêberiyê me dike, usa em qedir hindava serwêrtiya Yehowa didine kifşê. Hergê em alîkariya wan înkar dikin, dêmek em Yehowa înkar dikin. Gava Îsraêliya, Mûsa înkar kirin, ew yek Yehowa xweş nehat. Çimkî ser wê yekê Yehowa usa nihêrî, ku ewana wî înkar dikin (Jimar 14:26, 27; binihêre Elametiya Zêde 12).

Guh Bide Şîreta

Carna kesek dikare şîretên ser hîmê Kitêba Pîroz bide me. Sê menî hene, ku çira carna dikare çetin be şîreta qebûl kin (Metelok 19:20).

  • Em difikirin, wekî ew şîret ne bona me ye. Diqewime em difikirin, wekî ew meriv, yê ku şîret da me, heta xilaziyê fem nake dereca me (Îbranî 12:5).Lê pirsê bide xwe, dibeke menîke ferz hebû, lema ew şîret hate dayînê (Metelok 19:3). Çaxê tu fem dikî çira ew şîret tera hate dayînê, hingê hêsa ye şîretê qebûl kî. (Bixûne Metelok 4:13.)

  • Me xweş nayê, ku ew şîret ça hatiye dayînê. Tenê merivê bêqisûr dikare şîretên bêqisûr û bi cûrê bêqisûr bide me (Romayî 3:23; Aqûb 3:2). Dewsa ku dîna xwe bidî wê yekê ça ew şîret hatiye dayînê, bifikire ew çi şîret bû û ça tu dikarî bînî sêrî.

  • Em difikirin, wekî em merivne cêribandî û salada gihîştî ne, lema jî hewcê şîreta nînin. Îsraêla berêda hela hê padşa jî padşatiya xweda şîreta distandin ji pêxembera, kahîna û ji merivên din (2 Samûyêl 12:1-13; 2 Dîrok 26:16-20). Çaxê em bi milûktî guh didine şîretên ku ser hîmê Kitêba Pîroz in, ew yek alî me dike heleqetiya nêzîk tevî Yehowa pêşda bînin (Tîto 3:2).

Bawer bin, wekî şîretên ser hîmê Kitêba Pîroz, pêşkêş in ji Yehowa, yê ku me hiz dike û dixwaze em bextewar bin. Bi temamî qewatê bide xebatê, seva ku wan şîreta qebûl kî û emirê xweda bînî sêrî (Îbranî 12:6-11).

9. Çawa hizkirin me hêlan dike, ku guh bidine rêberiya?

9 Yehowa rûspî kifş kirin, wekî ewana alîkariyê bidine me. Gava em guh didine rêberiya wan, usa em didine kifşê, wekî xûşk-birên xwe hiz dikin. Bifikire derheqa dereceke usa. Gava teşqelên tebiyetê diqewimin, koma ku alîkariyê dide meriva, tevayî şixulkariyê dikin, wekî hê zêde meriva xilaz kin. Seva ku kom rind û rast bixebite lazim e, wekî kesek rêberiyê wan bike û her endemên komê gerekê guh bidine vê rêberiyê. Lê hergê yek ji komê înkar dike guh bide rêberiyê û ça dixwaze usa dike? Diqewime nêt-meremê wî baş in, lê neguhdarîkirina wî dikare ziyana giran bide temamiya koma wî. Bi wî cûreyî, hergê em guh nedine rêberiya Yehowa û ya wan, yên ku aliyê wîda hatine kifşkirinê, usa emê ziyanê bidine xûşk-bira. Lê hergê em gura Yehowa dikin, usa em didine kifşê, wekî xûşk-bira hiz dikin û qedirê rêberiya Yehowa digirin (1 Korintî 12:14, 25, 26).

10, 11. Derheqa çi emê niha şêwir kin?

10 Çi jî Yehowa ji me bixwaze ku em bikin, her tişt bona kara me ye. Hergê em qedir bidine kifşê hindava serwêrtiya malbetêda, civatêda, û hindava serwêrên dewletê, wî çaxî her kes wê karê bistîne (Qanûna Ducarî 5:16; Romayî 13:4; Efesî 6:2, 3; Îbranî 13:17).

11 Çaxê mera femdarî ye, ku çira Yehowa ji me dewa dike qedirê meriva bigirin, wî çaxî mera hêsa ye ewê yekê bikin. Were em hê kûr şirovekin, ça em dikarin sê derecên jîyînêda qedir bidine kifşê.

QEDIR MALBETÊDA BIDINE KIFŞÊ

12. Mêr ça dikare qedir hindava serwêrtiya Yehowa bide kifşê?

12 Yehowa malbet saz kir û her neferekî malêra rola şexsî kifş kir. Hergê her kes fem bike, wekî Yehowa çi ji wî yan ji wê dixwaze, wî çaxî hemû neferên malê wê karê bistînin (1 Korintî 14:33). Yehowa mêr kifş kiriye ça malxê malê. Ew yek tê hesabê, wekî Yehowa ji wî dewa dike, ku ew xem bike bona jin û zarên xwe û bi hizkirinê rêberiyê bide wan. Lema jî ewana ber Yehowa cabdar in ku pey malbeta xwe binihêrin. Mêrên Mesîhî qenc û bi hizkirin in, û xwe hindava malbetêda usa didine kifşê, ça Îsa hindava civatê. Çaxê mêr xwe usa dide kifşê, bi wê yekê ew qedirê Yehowa digire (Efesî 5:23; binihêre Elametiya Zêde 13).

Bav zarên xwera dixûne kitêba “Ji Dersdarê Mezin Hîn bin”

Bavê ku Mesîhî ye, çev dide Îsa Mesîh çaxê bona malbeta xwe xem dike

13. Çawa jin dikare bide kifşê, wekî qedirê mêrê xwe digire?

13 Jina ku Mesîhî ye rola ferz standiye. Jin piştgiriya mêrê xwe dike, seva ku ew bikaribe malxêtiya xwe baş biqedîne. Ewana herdu jî cabdar in bona şîretkirina zara. Jin gerekê qedirgirtinêda mesele be bona zarên xwe (Metelok 1:8). Ew qedirê mêrê xwe digire û piştgiriya safîkirinên wî dike. Hergê ew hine tiştada tevî wî razî nîne, ew gerekê bi milûktî û qedir wîra derheqa hestên xwe bêje. Kulfeta Mesîhî, ya ku mêrê wê ne Şedê Yehowa ye, hê zêde rastî çetinaya tê. Lê hergê ew dîsa jî berdewam ke qedir û hizkirinê bide kifşê, ew yek dikare mêrê wê hêlan ke, ku nêzîkî Yehowa be û bibe xizmetkarê wî. (Bixûne 1 Petrûs 3:1.)

14. Ça zar dikarin malbetêda qedir hindava serwêrtiyê bidine kifşê?

14 Zar gelek qîmet in ber çevê Yehowa, û ewana hewcê rêberiyê û xweykirinê ne. Çaxê zar gura dê-bavê xwe dikin, usa ewana dilê wana şa dikin. Lê ya lape ferz ew e, ku ewana pê guhdariya xwe, qedir hindava Yehowa didine kifşê û dilê wî şa dikin (Metelok 10:1). Gelek malbetên usa hene, kîderê tenê dê yan jî tenê bav zara mezin dike. Dereca usa dikare gelek çetinaya pêşda bîne, hin seva zara, hin jî seva dê yan bav. Lê hergê zar gura dê yan bavê xwe dikin û piştgiriya wan dikin, hingê malbeta wan hê bextewar dibe. Çi jî hebe, malbetên bêqisûr tune ne. Lê her malbet dikare bextewar be, çaxê hemû neferên malê gura rêberiya Yehowa dikin. Malbetên usa navê Yehowa, dêmek Sazkarê malbetê, rûmet dikin (Efesî 3:14, 15).

QEDIR CIVATÊDA

15. Çawa em civatêda dikarin bidine kifşê, wekî qedirê birên cabdar digirin?

15 Yehowa bi saya civata Mesîhîtî rêberiyê me dike, û bi temamî serwêrtiya ser civatê da destê Îsa (Kolosî 1:18). Lê Îsa cabdarî da “xulamê amin û serwaxt”, wekî xem bike bona cimeta Xwedê ser erdê (Metta 24:45-47). Roja îroyîn, “xulamê amin û serwaxt” Koma Rêberiyê ye. Koma Rêberiyê, çi ku mera lazim e, wededa dide me seva ku alî me bike, wekî em baweriya xwe qewî xwey kin. Ser temamiya dinyayê rûspî, berdestiyê civatê, û berpirsiyarên mihalê, rêberiyê distînin ji Koma Rêberiyê û xem dikin bona civata. Ew bira cabdar in, wekî xem bikin bona me. Ewana ber Yehowa cabdar in, ku bona me ça xem dikin. Çaxê em qedir didine kifşê hindava wan birên cabdar, dêmek em qedir hindava Yehowa didine kifşê (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:12; Îbranî 13:17; binihêre Elametiya Zêde 14).

16. Çira em dikarin bêjin, wekî rûspî û berdestiyên civatê bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê?

16 Rûspî û berdestiyên civatê aliyê xûşk-bira dikin, wekî ewana amin bimînin û yektiyê xwey kin. Rûspî jî mîna me neqedandî ne. Lê gelo ça ewana hatine kifşkirinê? Gerekê xeyset-hunurên wan bira usa bin, çawa Kitêba Pîroz bona wê borcdariyê dewa dike (1 Tîmotêyo 3:1-7, 12; Tîto 1:5-9). Yehowa ruhê pîroz da nivîskarên Kitêba Pîroz, wekî ewana derheqa wan hunura binivîsin. Pêşiya ku rûspî safî kin, kê gerekê bê kifşkirinê ça rûspî, yan berdestiyê civatê, ewana Yehowara dua dikin, wekî ruhê xweyî pîroz bide wan. Civat bin hukumê Îsa û Yehowada ne (Karên Şandiya 20:28). Ew mêr hatine kifşkirinê, wekî piştgiriya me bikin, û ev alîkarî seva me pêşkêşa ji Xwedê ye (Efesî 4:8).

17. Çaxê carna lazim e xûşk cabdariya bîne sêrî, ew gerekê çi bike, wekî qedir hindava serwêrtiyê bide kifşê?

17 Carna usa diqewime, ku civatêda rûspî yan berdestiyê civatê tune ne, wekî cabdariyên civatê bînin sêrî. Hingê birên nixumandî dikarin wan cabdariya biqedînin, lê hergê ew jî tune ne, hingê xûşk dikare wan cabdariya bîne sêrî, yên ku borcê bira ne. Hergê usa be, ew xûşk gerekê serê xwe girêde (1 Korintî 11:3-10). Usa ew qedir dide kifşê hindava serwêrtiya malbetêda û civatêda, kîjan ku Yehowa kifş kiriye. (Binihêre Elametiya Zêde 15.)

QEDIR HINDAVA SERWÊRÊN DEWLETÊ BIDINE KIFŞÊ

18, 19. a) Çi em hîn dibin ji Romayî 13:1-7? b) Çawa em qedir didine kifşê hindava merivên dewletê û yên din?

18 Roja îroyîn Yehowa dihêle, wekî merivên dewletê serwêrtiyê bikin û em gerekê qedirê wan bigirin. Ewana cûre-cûre sazkirina dikin, seva ku terbetî bê xweykirinê û cimet cûre-cûre alîkarî bistîne. Mesîhî guh didine rêberiyên ji Romayî 13:1-7. (Bixûne.) Em gerekê hindava “hukumetiyada” qedir bidine kifşê û gura qanûnên dewletê bikin, kîjanîda em dijîn. Ew qanûn dikarin hukum bin ser malbeta me, bîznêsa me, û hebûna me. Mesele, em xercên dewletê didin û her înformasiya ku ewana ji me dewa dikin, didine wan. Lê hergê dewlet ji me dewa dike, wekî wê yekê bikin çi ku himberî qanûna Xwedê dertê? Petrûsê şandî got: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:28, 29).

19 Em hertim gerekê qedir bidine kifşê hindava merivên dewletê, mesele merivên dîwanê û polîs. Yên cahil gerekê qedir bidine kifşê hindava dersdarên xwe û xebatçiyên din. Ser xebatê em gerekê qedir bidine kifşê hindava mezinê xebatê, hela hê wî çaxî jî hergê der-dorê me usa nakin. Bi wê yekê em çev didine Pawlosê şandî, ku bi qedir xwe dida kifşê hindava merivên dîwanê, wî çaxî jî gava wîra çetin bû (Karên Şandiya 26:2, 25). Em hertim gerekê qedirê meriva bizanibin hela hê hingê jî, gava ewana hindava me nerast in (Bixûne Romayî 12:17, 18; 1 Petrûs 3:15).

20, 21. Çi tiştên baş dikare biqewime, hergê em qedir hindava meriva didine kifşê?

20 Ser temamiya dinyayê, meriv îda diha kêm qedir didine kifşê. Lê xizmetkarên Yehowa ji wana cude dibin. Qedir hindava meriva, gerekê bibe nêta me. Em guh didine rêberiya Pawlosê şandî, yê ku got: “Qedirê hemûya bigirin” (1 Petrûs 2:17). Çaxê em qedir hindava meriva didine kifşê, ewana vê yekê texmîn dikin. Îsa gote me: “Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (Metta 5:16).

21 Çaxê em qedir didine kifşê malbeta xweda, civatêda û her derecên dinda, mesela meye baş, dikare meriva hêlan ke, ku derheqa Yehowa hê zêde pêbihesin. Û gava em qedir hindava merivada didine kifşê, usa em qedirê Yehowa digirin. Bi wê yekê em şabûnê dikine dilê Yehowa, û wîra didine kifşê ku em wî hiz dikin.

PRÎNSÎPÊN JI KITÊBA PÎROZ

1 YEHOWA BI SAYA MERIVA RÊBERIYÊ ME DIKE

“Qedirê hemûya bigirin . . . ji Xwedê bitirsin” (1 Petrûs 2:17).

Gelo çira dikare çetin be guh bidine rêberiya?

  • (Jimar 16:1-3; Waîz 8:9; Romayî 5:12)

    Ew meriv yên ku ji Yehowa hatine kifşkirinê, wekî rêberiyê me bikin, mîna me neqedandî ne.

  • (Lûqa 22:42)

    Îsa guhdarîkirinêda meseleke lape baş e bona me. Ewî her gav gura Yehowa dikir.

  • (Metelok 27:11; Marqos 12:29, 30)

    Hizkirin hindava Yehowa me hêlan dike qedir bidine kifşê hindava wan, yên ku rêberiyê me dikin. Mesele, malbetêda hindava malxê malê, mektebêda hindava dersdara, civatêda hindava rûspiya.

2 YEHOWA YE SAZKARÊ MALBETÊ

“Li ber Bav çok didim, ji kîjanî her qebîleke [malbetek, DT] . . . navê xwe distîne” (Efesî 3:14, 15).

Çira Yehowa dibêje, wekî em qedir bidine kifşê hindava normên malbetê?

  • (Metelok 10:1)

    Yehowa malbet usa saz kiriye, wekî ew bibe ciyê bêxof bona mezinkirina zara, û her neferekî malbetê bikaribe şabûnê bistîne ji heleqetiya nêzîk.

  • (Metelok 1:8; 1 Korintî 11:3; Efesî 6:1-3; 1 Petrûs 3:1)

    Malbet karê distîne çaxê her kes cabdariya xwe tîne sêrî.

3 YEHOWA, ÎSA KIRE SERÊ CIVATÊ

“Mesîh jî serê civînê ye” (Efesî 5:23).

Çira em gerekê civatêda şixulkariyê bikin tevî birên cabdar?

  • (Metta 24:45-47)

    Îsa bi saya “xulamê amin û serwaxt” xem dike bona cimeta Xwedê ser erdê.

  • (1 Têsalonîkî 5:12; Îbranî 13:17)

    Rûspî û berdestiyên civatê, alî xûşk-bira dikin, wekî baweriyêda qewî bimînin. Çaxê em şixulkariyê tevî wan bira dikin, em hindava serwêrtiya Yehowa qedir didin kifşê.

  • (Karên Şandiya 20:28)

    Çaxê em bi temamî piştgiriya civatê dikin her kes karê distîne. Yehowa civat saz kiriye, seva Wî bihebînin.

4 YEHOWA ÎZINÊ DIDE SERWÊRÊN VÊ DINYAYÊ, WEKÎ HINE HUKUMETIYA HILDINE DESTÊ XWE

“Tu hukumetî bêyî destûra Xwedê tune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne” (Romayî 13:1).

Çawa em dikarin qedir hindava serwêrên vê dinyayê bidine kifşê?

  • (Metta 5:16; 1 Petrûs 3:15)

    Pê gotin û kirên xwe em qedir didine kifşê. Ew yek Yehowa hurmet dike.

  • (Karên Şandiya 26:2, 25; Romayî 12:17, 18)

    Mesîhî guhdar in hindava qanûnên wî welatî, kîjanîda dijîn. Mesîhî berdewam dikin qedir bidine kifşê hindava serwêra hingê jî, hergê ewana hindava wanda nebaş in.

  • (Romayî 13:1-4)

    Şîretên ji Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin qedirê hukumeta bigirin.

  • (Metta 22:37-39; 26:52; Yûhenna 18:36; Karên Şandiya 5:27-29; Îbranî 10:24, 25)

    Hergê serwêrên vê dinyayê bêjine te, ku wê yekê bikî, çi ku miqabilî qanûnên Yehowa ne, tera wê lazim be safî kî ku gura kê bikî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin