Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
6-12 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 1-2
“Yehowa Emir li ser Erdê Diefirîne”
(Destpêbûn 1:3, 4) Hingê Xwedê got: “Bira bibe ronayî”. Û bû ronayî. 4 Xwedê dîna xwe dayê ku ronayî qenc e, Xwedê ronayî ji terîstanîyê qetand.
(Destpêbûn 1:6) Hingê Xwedê got: “Bira navbera avêda sînorê qedîmîyê pêşda bê û bira navbirîyê bidê, avê ji avê biqetîne”.
(Destpêbûn 1:9) Hingê Xwedê got: “Bira avêd bin ezmênda cîkî gol bin, zihayî kifş be”. Û usa jî bû.
(Destpêbûn 1:11) Hingê Xwedê got: “Bira Erd şînayîyê, pincara ku toximê xwe bide û dara xweyîbere ku mîna cûrê xwe ber bide, toximê wê jî nava wêda be, li ser erdê bigihîne”. Û usa jî bû.
it-1 527-528
Efirandin
Gava Roja Pêşiyê Xwedê got “bira bibe ronayî”, hingê ça tê kifşê ronaya belabûyî destpêkir evrara derbaz be, lê kaniya ronayê hela hê erdêva nedihate kifşê. Ev yek hêdî-hêdî dibû, çawa ku welgerandina J. W. Watts tê kifşê: “Hêdî-hêdî ronayî pêşda hat (Dsp. 1:3, A Distinctive Translation of Genesis). Xwedê ronayî ji terîstaniyê qetand û ronayî nav kir ça roj, lê terîstanî ça şev. Ji vê yekê tê kifşê, wekî erd bi rêgehê, dora xwe û dora tevê dizivire. Bi saya vê yekê, li Rohalat û Roavayê şev û roj hev diguhastin (Dsp. 1:3, 4).
Roja duda Xwedê navbera avêda sînorê qedîmiyê (atmosfêra), pêşda anî û av ji hev qetand. Pareke avê ser erdê ma, lê para lape mezin ji erdê hate hilbirandinê û orta van avada, sînorê qedîmiyê çêbû. Xwedê navê sînorê qedîmiyê danî ezman, ev himberî erdê usa hate navkirinê, çimkî tu ciya nayê gotinê, wekî avên ser sînorên qedimiyê digihijtne siteyrka (Dsp. 1:6-8; binihêre SÎNORÊ QEDÎMIYÊ).
Roja Sisiya bi saya qewata Xwedê, avên ser erdê topî ser hev bûn û ciyê ziha çêbû, ya ku Xwedê nav kir Erd. Hema vê rojê, ne bi saya êvolûsyayê, lê bi saya qewata xwe, Xwedê jîyîn da atoma û ser erdê şînkayî, pincara ku toximê xwe dide û darên xweyîber pêşda hatin. Û ev her cûre şînkayî her yek bi cûrê xwe li hev zêde dibûn (Dsp. 1:9-13).
(Destpêbûn 1:14) Hingê Xwedê got: “Bira sînorê qedîmîya ezmênda ronayîdar derên, wekî rojê ji şevê biqetînin û weda, roj û sala nîşan kin”.
(Destpêbûn 1:20) Hingê Xwedê got: “Bira av heywanêd bînberva bikimkime û teyrede jî li ser erdê û sînorê qedîmîya ezmênda bifirin”.
(Destpêbûn 1:24) Hingê Xwedê got: “Bira erd heywanêd bînber cûrêd wanda, heywanêd kedî, şûlikî û terewilêd erdê cûrêd wanda pêşda bîne”. Û usa jî bû.
(Destpêbûn 1:27) Xwedê merî dilqê xweda xuliqand, dilqê Xwedêda ew xuliqand, qisimê nêr û mê xuliqandin.
it-1 528 ¶5-8
Efirandin
Wê baş be dîna xwe bidinê, wekî Destpêbûn 1:16-da nayê xebitandinê xebera Îbranî (bara), ya ku tê hesabê “efirandin”. Vira hatiye dayînê xebera Îbranî (asah) ya ku tê hesabê “çêkir”. Çimkî tev, hîv û steyrk parên ezmana ne, derheqa kîjanî Destpêbûn 1:1-da tê gotinê. Dikarin bêjin ewana gelek wext pêşya roja çara hatine efirandinê. Roja çara Xwedê “efirand” yanê “çêkir” ev parên ezmana, bi vê nihêrandinê, ku wana destpêkir rola teze bilîzin. Ev gilî: “Bira sînorê qedîmîya ezmênda ronayîdar derên, wekî rojê ji şevê biqetînin”, têne hesabê wekî ev ronaîdar îda ji erdêva dihatine kifşê û ça bêjî qedîmiyêda bûn. Xêncî vê yekê ev ronayî gerekê roj, sal û demsal nîşan kirina, yên ku paşê wê alî meriva bikirana ku wede têderxistana (Dsp. 1:14).
Roja Pênca li ser erdê efirînên sax hatin efirandinê. Bi saya qewata Xwedê ne tenê efirînek pêşda hat û ji wî yên din gerekê pêşda bihatana, lê ewî gelek cûre efirînên bînber çêkir. Kitêba Pîroz dibêje: “Û Xwedê hûtêd mezin xuliqandin û her heywanêd bînbere ku avêda dişûlikin, ku av ji cûrêd wanda kim-kimî, usa jî teyredêd xweyîpere bi cûrêd wanda”. Xwedê vê yekêra şa bû, wan kerem kir û mecal da wan bi cûrên xwe li hev zêde bin (Dsp. 1:20-23).
Roja Şeşa “Xwedê terewilêd erdê cûrêd wanda, heywanêd kedîye cûrêd wanda, usa jî hemû cûre şûlikîyêd li ser erdê cûrêd wanda çêkirin”. Xwedê her tiştên vê rojê jî pir baş efirandin, çawa rojên pêşinda (Dsp. 1:24, 25).
Xilaziya roja şeşa Xwedê efirîneke mexsûs efirand, ya ku ji heywana bilindtir bû, lê meleka nimiztir bû. Ew bende bû, kîjan ku dilqê Xwedêda hate efirandinê. Rast e Destpêbûn 1:27-da derheqa însanetê, kin tê gotinê wekî Xwedê ew “qisimê nêr û mê xuliqandin”. Lê Destpêbûn 2:7-9-da tê gotinê, wekî Yehowa “Xudan Xwedê ji axa erdê qalibê mêr çêkir, bîna jîyînê hulmî poza kir û mêr bû bînberekî sax”. Xwedê xem kir, wekî ew meriv cinetêda bijî û xwarina wî jî têr-tije be. Vê derecêda Yehowa elementên erdê da xebatê, ku bende biefirine û paşî vê yekê ji parxaneke wî qisimê mê çêkir (Dsp. 2:18-25). Paşî efirandina kulfetê, meriv pêşda hatin (Dsp. 5:1, 2).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 1:1) Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin.
w15 1/6 5
Çawa Zandarî li ser Emirê we Hukum Dibe
Zandar dibêjin, wekî îda weke 4 miliyard sal e, ku Erd heye û Gerdûn jî weke 13 yan 14 miliyard sal pêşda çêbûye. Di Kitêba Pîrozda roja efirandina Gerdûnê kifşkirî nîne. Û nayê gotinê wekî çend hezar sal e, ku Erd heye. Kitêba Pîrozda rêza lape pêşinda tê gotinê: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destpêbûn 1:1). Ev yek alî zandara dike, wekî bi prînsîpên zandariyêye rast xwexa salên Gerdûnê têderxin.
(Destpêbûn 1:26) Xwedê got: “Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin, wekî hukumî li ser mesîyêd berê, teyredêd ezmên, heywanêd kedî û temamîya erdê, usa jî hemû cûre şûlikîyêd li ser erdê bike”.
it-2 52
Îsa Mesîh
Efirandarê Sereke Nîne. Ev yek ku Kur efirandinêda kar dikir, ew nebû weke Bavê xwe, Efirandar. Ew Qewata efirandinê ji Xwedê bû, kîjan ku ji ruhê Wîyî pîroz bû (Dsp. 1:2; Zb. 33:6). Yehowa kaniya jîyînê ye, lema jî hemû bînberên eyan û neeyan bona emirê xwe ber Wî borcdar in (Zb. 36:9). Lema jî Kur Efirandar nîbû, lê alîkarçiyê Bavê xwe bû, kîjan ku Efirandar e. Îsa xwexa derheqa Xwedê digot, wekî ew Efirandare her tiştî ye. Belê, ev yek li gora Nivîsarên Pîroz e (Mt. 19:4-6; binihêre EFIRANDIN).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 1:1-19) Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin. 2 Erdî bêcûre û vikî-vala bû, terîstanîyê li ser rûyê ava bêbinî girtibû û Ruhê Xwedê li ser rûyê avê digerîya. 3 Hingê Xwedê got: “Bira bibe ronayî”. Û bû ronayî. 4 Xwedê dîna xwe dayê ku ronayî qenc e, Xwedê ronayî ji terîstanîyê qetand. 5 Û Xwedê navê ronayê danî Roj, navê terîstanîyê jî Şev. Û bû êvar û sibeh, bû roja ewlin. 6 Hingê Xwedê got: “Bira navbera avêda sînorê qedîmîyê pêşda bê û bira navbirîyê bidê, avê ji avê biqetîne”. 7 Û Xwedê sînorê qedîmîyê çêkir û ava li bin sînorê qedîmîyêda û ava li ser sînorê qedîmîyê ji hev qetandin. Û usa jî bû. 8 Û Xwedê navê sînorê qedîmîyê danî Ezman. Û bû êvar û sibeh, bû roja duda. 9 Hingê Xwedê got: “Bira avêd bin ezmênda cîkî gol bin, zihayî kifş be”. Û usa jî bû. 10 Xwedê navê zihayê danî Erd û navê ava golbûyî jî danî Ber. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e. 11 Hingê Xwedê got: “Bira Erd şînayîyê, pincara ku toximê xwe bide û dara xweyîbere ku mîna cûrê xwe ber bide, toximê wê jî nava wêda be, li ser erdê bigihîne”. Û usa jî bû. 12 Erdê şînayî, pincara ku mîna cûrê xwe toxim bide û dara xweyîbere ku toximê mîna cûrê wê navda be derxistin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qenc e. 13 Û bû êvar û sibeh, bû roja sisîya. 14 Hingê Xwedê got: “Bira sînorê qedîmîya ezmênda ronayîdar derên, wekî rojê ji şevê biqetînin û weda, roj û sala nîşan kin 15 û bira evana sînorê qedîmîya ezmênda ronayîdar bin, wekî erdê ronayî kin”. Û usa jî bû. 16 Xwedê du ronayîdarêd mezin çêkirin: Ronaya mezin wekî serwêrîyê li rojê bike, ronaya biçûk wekî serwêrîyê li şevê bike û usa jî steyrk çêkirin. 17 Xwedê evana li sînorê qedîmîya ezmênda danîn, ku ronayê bidine erdê, 18 serwêrîyê li rojê û şevê bikin, ronayê ji terîyê biqetînin. Û Xwedê dîna xwe dayê ku qence. 19 Û bû êvar û sibeh, bû roja çara.
13-19 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 3-5
“Axiriya Xirab ya Derewa Pêşin”
(Destpêbûn 3:1-5) Ji nava wan hemû terewilêd çolêye ku Xudan Xwedê efirandibûn, yê herî hilekar mer bû. Ewî gote jinê: “Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?” 2 Kulfetê gote mer: “Ji berêd darêd baxçe em dikarin bixwin. 3 Lê ji berê wê dara ku nava baxçeda ye, Xwedê got nexwin û dest nedinê, wekî hûn nemirin”. 4 Mer gote kulfetê: “Na, hûn tu car namirin, 5 lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin”.
Qirara Yehowa wê Ese Bê Sêrî!
9 Şeytan Mîrê-cina mer da xebatê û Hêwa xalifand, wekî ew gura Bavê xwe Yehowa neke. (Bixûne Destpêbûn 3:1-5; Eyan. 12:9). Hin jî, Şeytan şer avîte Xwedê, wekî yançi ne ku tenê ji darekê gerekê nexwin, lê “ji hemû darêd baxçe”. Gotina Şeytan kîjan ewî gote Hêwayê, usa derdiket: “Tu nikarî ewê yekê bikî çi ku dilê te dixwaze?” Paşê, ewî dereweke hê mezin kir: “Hûn tu car namirin”. Paşê jî, ewî Hêwa da bawerkirinê ku nelazim e guh bidine Xwedê, û jêra got: “Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin”. Bi vê yekê Şeytan dixwest bigota, wekî Yehowa nedixwest ku ewana berê vê darê bixwin, çimkî yançi wana wê zanebûna mexsûs bistandana. Xêncî vê yekê, Şeytan sozê qelp da wan: “Hûn . . . bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin”.
(Destpêbûn 3:6) Û kulfetê dîna xwe dayê wekî berê darê baş bû bona xwarinê, berbiçeve hewaskar û dilhavijî bû bona zanebûnê, dest avîte berê wê xwar û da mêrê tevî xwe, ewî jî xwar.
w00 15/11 25-26
Em Çi Hîn Dibin ji Mesela Adam û Hêwayê
Gelo Hêwayê dikaribû gune nekira? Hemikî erê. Hela xwe daynin dewsa wê. Mer tiştên usa got ku ji gotinên Xwedê yên ku Ademra got, pir cude bûn. Hûnê çi bifikiriyana hergê merivekî buxdan bavîta wî kesî kîjanî hûn hiz dikin û îtbariya xwe wî tînin. Hêwayê gerekê cûrekî mayîn bikira: ewê gerekê ew gotinên mer nefret kira, û wê hê baş bûya, wekî ewê qe guh neda wî. Û mer kê bû, wekî rastiya Xwedê û giliyên mêrê wê bikira bin şikê? Hêwayê gerekê qedirê serwêritiyê bigirta û pêşiya ku tiştek safî kira, şiret ji mêrê xwe bixwesta. Em jî gerekê usa bikin gava înformasiyên usa distînin, ku miqabilî rêberiya Xwedê ne. Lê Hêwayê baweriya xwe derewên mer anî, û wê xweş hat ku wê bikaribe xwexa safî ke çi ye rastî û çi ye narastî. Û çiqas hê zêde ew derheqa vê yekê difikirî, haqas ev yek wê xwaş dihat. Ewê şaşîke çiqas mezin berda ku destpêkir xwestinên nerast pêşda bîne, dewsa ku derbêra fikirên nerast ji dilê xwe derxe û şîretê ji mêrê xwe bixwaze (1 Korintî 11:3; Aqûb 1:14, 15).
Adem Gura Jina Xwe Dike
Adem kete ber bayê Hêwayê û gune kir. Em ça dikarin şirowekin, ku çima ew derbêra jina xwera qayîl bû? (Destpêbûn 3:6, 17). Em vê derecê bidin ber çevê xwe. Adem ber bijartinê sekinî ye, ku kêra amin bimîne. Gelo ewê gura Efirandarê xwe bike, kîjan ku hemû tişt, usa jî jina wîye delal Hêwa, daye wî? Dibe ku Adem ji Xwedê rêberiyê bixwaze, ku vê derecêda çi bike? Yan jî ew wê safî ke tevî jina xwe neguhdarîbûnêda bibe yek? Adem rind fem dikir, wekî ew her tiştên ku Hêwayê bawer dikir wekî wê bistîne, nerêalî û pûç bûn. Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nivîsî: “Adem nexapiya, lê jin xapiya û neheqî kir” (1 Tîmotêyo 2:14). Adem bi hemdê xwe safî kir miqabilî Yehowa derê. Tirsa wî ku wê bê jin bimîne, hê zef bû, ne ku baweriya wî hindava Xwedê, yê ku qewata wî digihîjê vê derecê rast ke.
(Destpêbûn 3:15-19) Ezê nava te û kulfetê, nava zureta te û zureta wêda dijminatîyê daynim, ewê serê te bihincirîne û tê jî penîya wê bigezî”. 16 Kulfetêra jî got: “Ezê êşa hemlebûna te gelekî li te zêde kim, bi êşê zara bînî, çevê te li destê mêrê te be û ew jî hukumê li ser te bike”. 17 Paşê Xwedê gote mêr: “Te ku gura jina xwe kir, ji wê dara ku min temî dabû, ku te nexwî, xwar, rûyê teda nifir li erdê biqebile, temamîya rojêd emirê xweda bi telî-tengîyê nanê xwe bixwî”. 18 Erd jî tera stirîya û dirîya bigihîne û pincara çolê bixwî, 19 bi xûdana enîya xwe nanê xwe bixwî, heta ku tu vegerî li wî erdî ji ku hatî hildanê, çimkî tu ax î û tê dîsa bibî ax.
w12 1/9 4 ¶2
Gelo Xwedê bona Kulfeta Xem Dike?
Gelo Xwedê nifir kulfeta kiriye?
Na. Xwedê ne ku nifir kulfeta kiriye, lê “merê berê, ku jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin” (Eyantî 12:9; Destpêbûn 3:14). Çaxê Xwedê got ku Adem wê “hukumê li ser” jina xwe bike, bi wê yekê ewî nedigot ku îzina mêr heye jina xwe nimiz ke û ber tu tiştî hesab neke (Destpêbûn 3:16). Ewî xwest bêje, wekî gunê wan, wê axiriya xirab pey xwe bîne.
w04 1/1 29 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Destpêbûn—I
3:17: Çi tê hesabê ku erd nifirkirî bû û ev nifir çiqas wext kişand? Nifir li erdê kirî, dihate hesabê wekî îda wê çetin be erdê bêcer kin, kîjan ku bi stirû û zîvan tije dibû. Zuretên Ademra usa çetin bû ji bo vê nifirê, ku carekê bavê Nuh, Lamex digot derheqa “cefêd . . . giran li ser vî erdî . . . kîjan ku Xudan nifir lê kiribû” (Destpêbûn 5:29). Paşî Sêlavê, Yehowa Nuh û kurên wî kerem kir û ferman da wan erdê tije kin (Destpêbûn 9:1). Eşkere ye, wekî nifira ku Xwedê li erdê kiribû, hate hildanê (Destpêbûn 13:10).
it-2 186
Êşa Zaranînê
Zaranîn, êş û cefava girêdayî ye. Paşî vê yekê ça kulfeta pêşin Hêwayê gune kir, Xwedê gotê wekî gunê wê, wê li ser zaranîna wê hukum be. Hergê ew amin bima, Xwedê wê berdewam kira wê kerm ke, û zaranîn wê şabûneke mezin wêra bianiya, çimkî, “duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake” (Mtl. 10:22). Lê îro bedena meriv pê qisûrê ye, çi ku êşê zêde dike. Lema jî Xwedê got (gelek car derheqa tiştên ku Xwedê dihêle biqewimin, tê gotinê wekî ew wan tişta dike): “Ezê êşa hemlebûna te gelekî li te zêde kim, bi êşê zara bînî” (Dsp. 3:16).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 4:23, 24) Lamex jinêd xwera got: “Edahû Sîlah bibihên dengê min! Jinêd Lamex guhêd xwe bidine vê gotina min. Merivekî ez birîndar kirim, min lêxist kuşt, bona lêdana cahilekî min heyf hilda. 24 Heger heyfa Qayîn heft qet bê hildanê, heyfa Lamex heftê heft cara wê bê hildanê”.
it-2 192 ¶5
Lamex
Şêrên ku Lamex seva kulfetên xwe nivîsî (Dsp. 4:23, 24), eyan dikin zulmya ku wêderê belabûyî bû. Ew in şêrên wî: “Jinêd Lamex guhêd xwe bidine vê gotina min. Merivekî ez birîndar kirim, min lêxist kuşt, bona lêdana cahilekî min heyf hilda. Heger heyfa Qayîn heft qet bê hildanê, heyfa Lamex heftê heft cara wê bê hildanê”. Ça tê kifşê Lamex dixwest bigota wekî ewî ne bi hemdê xwe merî kuşt, çawa Qayîn, lê ewî xwe xwey kir, çimkî ewî merivî wî xist û wî birîndar kir. Lema jî şêrên Lamex ça bêjî lavakirin e, wekî ziyanê nedine wî. Lamex ditirisiya, çimkî ewî tirê wekî kesek wê heyfê wî hilde seva merivê kuştî.
(Destpêbûn 4:26) Sêtra jî kurek bû û navê wî danî Enoş. Hingêda destpêbû ku gazî navê Xudan kin.
it-1 338 ¶2
Bêhurmetkirina Navê Xwedê
Çaxê wedê Enoş merivên ku pêşiya Sêlavê dijîtin, destpêkirin “gazî navê Xudan kin”, dibeke wana ew yek bi cûrê necayîz dikirin. Gelek wext pêşiya wê yekê Habîl îda Xwedêra dua dikir û navê wî hildida (Dsp. 4:26; Îbr. 11:4). Çawa hine zandar dibêjin, hergê meriva destpêkirin nerast navê Xwedê bidine xebatê, dêmek navê Xwedê didane ser meriya û pûta, ev dihate hesabê bêhurmetkirina navê Xwedê (Binihêre ENOŞ).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 4:17-5:8) Pey vê yekêra Qayîn nêzîkî jina xwe bû û ew hemle derket, Henox jêra bû. Hingê ewî bajarek çê dikir û navê kurê xwe Henox danî li ser bajêr. 18 Paşê Henoxra Îrad bû, Îradra Mihûyaêl bû, Mihûyaêlra Mitûşayêl bû, Mitûşayêlra jî Lamex bû. 19 Lamex du jin standin, navê yekê Edah bû û navê ya din jî Sîlah bû. 20 Edahê Yaval anî. Eva bavê wan bû, yêd konada diman û şivan-gavantî dikirin. 21 Navê birê wî Yûval bû. Eva jî bavê wan hemûya bû, yêd ku çeng û bilûrê dixistin. 22 Sîlahê jî Tûval-Qayîn anî, eva hedadê her cûre hacetêd sifir û hesin bû. Xûşka Tûval-Qayîn jî Nahama bû. 23 Lamex jinêd xwera got: “Edahû Sîlah bibihên dengê min! Jinêd Lamex guhêd xwe bidine vê gotina min. Merivekî ez birîndar kirim, min lêxist kuşt, bona lêdana cahilekî min heyf hilda. 24 Heger heyfa Qayîn heft qet bê hildanê, heyfa Lamex heftê heft cara wê bê hildanê”. 25 Adem dîsa nêzîkî jina xwe bû, ewê kurek anî û navê wî danî Sêt . Çimkî ewê got: “Xwedê dewsa Habîl ku Qayîn kuşt, zureteke din da min”. 26 Sêtra jî kurek bû û navê wî danî Enoş. Hingêda destpêbû ku gazî navê Xudan kin.
5 Ev e reqema rikinyata Adem, wê roje gava Xwedê merî xuliqand, dilqê Xwedêda ew çêkir, 2 ew qisimê mêr û jinêda xuliqandin û dua li wan kir, roja xuliqandina wanda navê wan danî Merî. 3 Gava Adem bû sed sî salî, kurekî dilqê wîda û mîna wî jêra bû ewî navê wî danî Sêt. 4 Pey bûyîna Sêtra, Adem heysid salî jî emir kir û gelek kur û qîz jêra bûn. 5 Û temamîya rojêd emirê xweda, Adem nesid sî salî emir kir û mir. 6 Sêt jî ku bû sed pênc salî, Enoş jêra bû. 7 Pey bûyîna Enoşra, Sêt heysid heft salî emir kir û gelek kur û qîz jêra bûn. 8 Û temamîya rojêd xweda Sêt nesid donzdeh salî emir kir û mir.
20-26 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 6-8
“Ewî Hema Usa jî Kir”
(Destpêbûn 6:9) Ev e serhatîya rikinyata Nuh. Nuh nava merivêd wî zemanîda merivekî rast û kamil bû. Nuh rîya Xwedêda diçû.
(Destpêbûn 6:13) Hingê Xwedê gote Nuh: “Qira hemûyêd xweyîbeden hatîye li ber çevê min, çimkî rûyê vanda erd xirabîyava tijî bûye û va ezê wan tevî erdê wêran kim”.
Çev Bidine Bawerî û Guhdariya Nuh, Daniyêl, û Îbo
4 Nuh rastî kîjan tengasiya hat? Wedê Henoxda, dêmek bavê kalikê Nuh, meriv gelek zulm bûn. Ewana “hemû gotinêd xirab” hindava Yehowa xeber didan (Cihûd. 14, 15). Zorbetî jî gelek bela bibû. Rojên Nuhda, “xirabîyava erd tijî bibû”. Milyaketên xirab hatibûn ser erdê, xwe kiribûn meriv û xwera jin distandin. Hin jî zar ku wanra dibûn gelek bêrem û zulm bûn (Destp. 6:2-4, 11, 12). Lê Nuh ji wan hemûya gelek cude dibû. “Nuh ber çevê Xudan kerem dît. . . . [Ew] nava merivêd wî zemanîda merivekî rast û kamil bû. Nuh rîya Xwedêda diçû” (Destp. 6:8, 9).
(Destpêbûn 6:14-16) Lê tu xwera ji darê gofêr gemîkê çêke, hindurê gemîyê bi goza çêkî û der û hindurva tu wê qîr kî. 15 Tu gerekê wê aha çêkî. Dirêjaya gemîyê sêsid zend, berayî pêncî zend û bilindayî jî sî zend be. 16 Û jorva weke zendekê kulekê gemîyêra çêkî, derê gemîyê jî kêlekêva vekî û qatê jor jêr û binî çêkî.
w13 1/4 14 ¶1
Ew Tewî Xwedêyî Rast Rê Diçû
Diqewime avakirina gemiyê weke 40 yan 50 salî kişand. Lazim bû bax bibiriyana, ev bihaniyana ciyê avakirinê, rindekirana û hevvakirana. Gemî sêqet bû, hindurda parevekirî bû û kêlekêva derî hebû. Para jorêda kulek hebûn. Banî hevekî xar bû, wekî av ser nemîne (Destpêbûn 6:14-16).
(Destpêbûn 6:22) Û Nuh her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî, ewî usa jî kir.
w11 15/9 18 ¶13
Bi Mêrxasî Birevin
13 Çi alî wan xizmetkarên Yehowa kir, qewî bimînin û lecmeydanêda heta xilaziyê birevin? Dîna xwe bidinê, Pawlos derheqa Nuh çi nivîsî (Bixûne Îbranî 11:7). Sêlav seva Nuh tiştekî nas nîbû, bi saya çi jî Xwedê dixwest her bînberî kuta ke (Dsp. 6:17). Rast e pêşya vê yekê Sêlav tu cara ne qewimî bû, lê dîsa jî Nuh dudilî nîbû wekî wê eseyî biqewime. Ewî bawer dikir, wekî Yehowa dikare hemû sozên xwe bîne sêrî. Nuh ne difikirî, wekî ev şixulê ku Xwedê dabû wî, çetin e. Ewî, “her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî” (Dsp. 6:22). Nuhra hêsa nîbû her tişt usa bikara çawa wîra hatibû gotinê, çimkî ewî gerekê gemî ava kira, heywan bicivanda, seva heywana û meriva xwarin hazir kira, elametiya dîwana Xwedê meriyara elam kira û bona hewcên ruhaniya malbeta xwe xem kira. Lê bawerî û sebira Nuh, wî û malbeta wî xilaz kir.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 7:2) Ji her heywanêd helal heft cota nêr û mê tevî xwe hildî, lê ji heywanêd heram cot-cot hildî nêr û mê,
w04 1/1 29 ¶7
Fikirên Sereke ji Kitêba Destpêbûn—I
7:2: Çi firqî hebû orta heywanên paqij û nepaqij? Heywanên paqij û nepaqij cude dibûn ne li ser hîmê wê yekê, ku çi îzin hebû û çi îzin tune bû bixwin, lê li ser hîmê wê yekê, kîjan heywan gerekê bona Xwedê qurban kirana. Pêşiya Sêlavê meriva goşt nedixwarin. Femkirina “paqij” û “nepaqij” derheqa heywanên bona xwarinê bi Qanûna Mûsa pêşda hat û gava qanûn hate hildanê, ev jî hate teribandinê (Kr.Şn. 10:9-16; Ef. 2:15). Ça tê kifşê, Nuh zanibû wekî çi gerekê Yehowara qurban bianiya. Gava ku ew ji gemiyê derket, ewî destpêkir qurbangehê Xwedêra ava ke; ewî ji heywana û ji teyreda yên paqij hilda û ser qurbangehê qurban kir (Destpêbûn 8:20).
(Destpêbûn 7:11) Şesid salîya emirê Nuhda, roja hivdehê meha duda, hema wê rojêda hemû kanîyêd tevekêd bêbinîyê der bûn û kulekêd ezmana vebûn,
w04 1/1 30 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Destpêbûn—I
7:11: Haqas av ji ku hat, ku Sêlav destpêbû? Wedê roja duda ya efirandinê, gava sînorê qedîmiya erdê hate çêkirinê, av li bin sînorê qedîmîyêda û li ser sînorê qedîmiyê bû (Destpêbûn 1:6, 7). Ava bin sînorê qedîmiyê ev av bû, ya ku îda hebû li ser erdê. Lê ava ser sînorê qedîmiyê, ev hebû nêmayî, ku ser erdêra bilind top bibû, kîjan ku dihatine hesabê “kanîyêd tevekêd bêbinîyê”, ku rojên Nuhda ser erdêda barîn.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 6:1-16) Gava destpêbû meriv li ser dinê zêde bûn û qîz wanra bûn, 2 zarêd Xwedê dîtin ku qîzêd merivayê bedew in, ji wan kê kîjan begem dikir xwera jin distandin. 3 Hingê Xudan got: “Gerekê ruhê min heta-hetayê li ser mêriv nemîne, çimkî ew xûn û goşt e, lê rojê emirê wan sed bîst sal bin”. 4 Wê hingê li ser erdê esave hebûn, usa jî wî çaxî gava zarêd Xwedê dest davîtine qîzêd merivayê, ewana wanra zar danîn. Evana ew mêrxas bûn, ku berêda bi nav û deng bûn. 5 Xudan dît ku xirabîya meriva li ser erdê zêde dibe û nêt û fikirêd dilê wan jî her roj xirabî ye. 6 Hingê Xudan ber xwe ket ku li ser erdê merî xuliqandîye û gelekî dilteng bû. 7 Û Xudan got: “Ez ji ser rûyê erdê merivêd ku min xuliqandine bidime hildanê, ji merivada girtî heta heywên, ji şûlikîya heta teyredêd ezmên, çimkî ez poşman im li xuliqandina wan”. 8 Lê Nuh ber çevê Xudan kerem dît. 9 Ev e serhatîya rikinyata Nuh. Nuh nava merivêd wî zemanîda merivekî rast û kamil bû. Nuh rîya Xwedêda diçû. 10 Nuhra sê kur bûn Sam, Ham, Yefet. 11 Erd li ber çevê Xwedê herimî wêran bibû û xirabîyava erd tijî bibû. 12 Xwedê dîna xwe da dinyayê, ku va ye ew herimîye wêran bûye, çimkî her bedeneke li ser dinê rîya xwe herimandîye. 13 Hingê Xwedê gote Nuh: “Qira hemûyêd xweyîbeden hatîye li ber çevê min, çimkî rûyê vanda erd xirabîyava tijî bûye û va ezê wan tevî erdê wêran kim”. 14 Lê tu xwera ji darê gofêr gemîkê çêke, hindurê gemîyê bi goza çêkî û der û hindurva tu wê qîr kî. 15 Tu gerekê wê aha çêkî. Dirêjaya gemîyê sêsid zend, berayî pêncî zend û bilindayî jî sî zend be. 16 Û jorva weke zendekê kulekê gemîyêra çêkî, derê gemîyê jî kêlekêva vekî û qatê jor jêr û binî çêkî.
27 ÇILEYÊ-2 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 9-11
“Zimanê Temamîya Dinyayê yek bû”
(Destpêbûn 11:1-4) Zimanê temamîya dinyayê yek bû û xeberdan jî yek bû. 2 Gava ku koç dikirin ji rohilatê diçûn, erdê Şînarêda deştek dîtin û li wir cî-war bûn. 3 Paşê hevdura gotin: “Werin, em kelpîça çêkin û em wan agirda biqelînin”. Û bona wan kelpîç dewsa kevira bûn û qîr jî dewsa herîyê bû. 4 Hingê gotin: “Werin em bona xwe bajarekî û bilindcîkê çêkin, ku serî bigihîje ezmên û em xwera navekî qazinc kin, ku nebe em li ser temamîya topa dinê bela bin”.
it-1 239
Babîlona Mezin
Babîlona Kevin. Gava birca Babîlonê destpêkirin ava kin, hîmê Babîlonê, erdê Şînarêda hate danînê (Dsp. 11:2-9). Nêta sereke ya avakirina vê bircê û bajêr ew bû, wekî navê xwe bilind kin, ne ku navê Xwedê. Bircên vî cûreyî hatine dîtinê ne ku tenê ciyê Babîlona wêrankirîda, lê nav temamiya Mêzopotamyayê. Ev yek îzbat dike, ku ev birca Babîlonê bona hebandinê hatibû avakirinê, û eyan nîne wekî ev birc çi cûreyî bû. Li gora tiştên ku Yehowa kir, wekî evê avakirinê bide sekinandinê, em dikarin bêjin, ku Xwedê ev avakirin sûcdar dikir, çimkî kaniya wê, habandina qelpva girêdayî bû. Navê Îbranî ya bajarê Babîlonê, tê hesabê “levxistin”, lê navê Şûmerî (Kadîngîra), û navê Akadî (Babîlû), tê hesabê “dergên xwedê”. Ev yek şirovedike, wekî bineliyên vî bajarî ku hela hê mabûn, ev nav guhastin, wekî neyê kifşê ku Xwedê ew sûcdar kiriye. Lê navê teze û yê guhastî, dîsa jî dida kifşê hevgirêdana vî bajarî tevî rêlîgiyayê.
it-2 202 ¶2
Ziman
Kitêba Destpêbûnêda tê gilîkirinê, wekî ça paşî Sêlavê, hine meriv avakirina birca Babîlêda qewata xwe kirine yek, ku miqabilî qirara Xwedê derkevin, kîjan ku Xwedê dabû Nuh û kurên wî (Dsp. 9:1). Dewsa ku erdê tije kin û bela bin, wana safî kir cîkîda cîwar bin. Ev cî li deşta Mêzopotamyayê bû, kîjan ku wede şûnda hate navkirinê Şînar. Diqewime ev bû ciyê rêlîgyayê ya sereke, tevî birca xwe ya rêlîgyayê (Dsp. 11:2-4).
(Destpêbûn 11:6-8) Hingê Xudan got: “Va ye, evana miletek in û zimanê hemûya jî yek e. Evana destpêkirine çêdikin bona van neçetin e çi ku şêwirîne bikin. 7 Werin em peya bin û zimanê wan li wir tevîhev kin, ku yek zimanê yekî fem neke” 8 Û Xudan ew ji wir li ser temamîya topa dinê bela kirin. Wana dest ji bajêr çêkirinê kişandin.
it-2 202 ¶3
Ziman
Xwedayê Himzor riya wan girt ku qirara xweye qelp neyînin sêrî: Xwedê zimanên neguhdara lev xist, û lema jî ewana îda nikaribûn bi yektî şixulkariyê bikin. Axiriyê ewana li ser temamiya dinê bela bûn. Xêncî wê yekê, bi levxistina ziman, Xwedê usa kir, wekî axiriyêda jî wanara çetin be xwe li riya nerast bigirin, kîjan ku li gora qirara Xwedê nîbû. Wanara wê zemet bûya fikirên xwe û qewata xwe bikine yek, seva ku nêtên xweye xirab bînin sêrî, yan jî zanebûna xwe bidana xebatê, kîjan ku ji meriya bû, ne ku ji Xwedê (Beramberî hev ke Wz. 7:29; Qn.Dc. 32:5). Bi vê yekê, komên meriya ça bêjî ji hev cude bûn, lê bi rastî ev seva kara meriya bû, kîjan ku riya wan digirt wekî nêtên xweye xof û xirab bînin sêrî (Dsp. 11:5-9; tevî Îş. 8:9, 10 beramber ke). Îro zelal tê kifşê, wekî zanebûna meriva û xebitandina nerast ya vê zanebûnê, wana berbi çi bir. De bidine hesabê xwe, ku meriv wê çi halekî hê xirabda bûna, hergê Xwedê, yê ku pêşda didît, di Babîlonêda zimanên wan lev nexista.
(Destpêbûn 11:9) Lema jî wî cîyîra gotin “Babîlon” çimkî li wir Xudan zimanê temamîya topa dinê tevîhev kir. Û Xudan ew ji wir li ser temamîya topa dinê bela kirin.
it-2 472
Milet
Paşî wê yekê ku meriva îda hev fem nedikirin, bi kom-kom cûre-cûre ziman saz bûn, û her komek bi kûltûra xwe, edet û rêlîgiya xwe, usa jî bi pêşên xwe pêşda çûn (Qn.Kh. 18:3). Cûre-cûre milet ji Xwedê qetiyayî, xwera bêhesab pût çêkirin (Qn.Dc. 12:30; 2 Pd. 17:29, 33).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Destpêbûn 9:20-22) Nuh ku erdbêcerkir bû, ew yê ewlin bû ku rezê tirîya avît. 21 Û paşê şeraba wê vexwar, xwe unda kir û konê xweda xwe tezî kir. 22 Hamê bavê Kenan, ku bavê xwe tezî dît, derkete derva û gote her du birayêd xwe.
(Destpêbûn 9:24, 25) Gava Nuh ji bin xewa şeravê derket, pê hesîya ku kurê wîyî biçûk çi li serê wî kiribû, 25 hingê got: “Nifir li Kenan be, ew bibe xulamê xulamêd birê xwe”.
it-1 1023 ¶4
Ham
Diqewime Kenan tevî wê yekê bû çi ku qewimî, lê bavê wî Ham, ew şîret nekir û rast nekir. Yan jî Nuh, gava ji bîna ber Xwedê pêxembertî dikir, digot wekî xeyset-hunurên Ham yên xirab, kîjan dibeke îda cem kurê wî Kenan eyan dibûn, wê derbazî ser zuretên Kenan jî bin. Ev nifir hate sêrî, gava sêmît-îsraêlî kenaniya kirine bin destê xwe. Ewên ku nehatine kuştinê (mesele gabonî [Yêş. 9]), bûne dîlên Îsraêliya. Bi seda sal şûnda, nifir berdewam dibû dîsa dihate sêrî, çaxê welatên mezin, ku digihîştine heta Yafetê, Mediya-Farisê, Yûnanistanê û Romê, destpêkirin hukum kin li ser zuretên Kenan, kurê Ham.
(Destpêbûn 10:9, 10) Eva li ber Xudan nêçîrvanekî pelehwan bû. Lema jî tê gotinê: “Filan kes mîna Nemrûd nêçîrvanekî pelehwan e li ber çevê Xudan”. 10 Padşatîya Nemrûd welatê Şînarêda, ji Babîlonê, Êrêxê, Akadê û Kalnêhda destpêbû.
it-2 503
Nemrûd
Nemrûd destpêkir ser van bajara serwêrtiyê bike: Babîl, Êrêx, Akad û Kalnêhda, ev hemû şeher erdê Şînarêda bûn (Dsp. 10:10). Diqewime bajarê Babîl û birca Babîlê hatine avakirinê bi rêberiya Nemrûd. Ev fikir usa jî girêdayî ye tevî nihêrandina Cihûyaye edetî. Ûsivê Flavyûs nivîsî: “[Nemrûd] hêdî-hêdî destpêkir hukumtiya mezin hilde destê xwe û bawer dikir, ku hergê meriv bin hukumtiya wîda bijîn, tenê hingê ewana wê ji Xwedê netirsin û ji wî dûr kevin. Xêncî wê yekê ewî bi babaxiyê got, wekî bi wê yekê wê wana ji Xwedê xwey ke, hergê ew dîsa Sêlavê bîne ser erdê. Ewî meriv şîret dikirin, wekî birceke gelek bilind ava kin, ku ava Sêlavê negihîje wê, û usa ewê heyfê veke bona qirkirina kal-bavê xwe. Elaleta giran bi yektî qayîl bûn gura Nemrûd bikin û guhdarîbûn Xwedêra îda hesab dikirin ça dîltiya bêhurmetî. Lema jî wana destpêkir bircê ava kin. Û avakirina wê gelek zû pêşda diçû. Jewish Antiquities, I, 114, 115 (iv, 2, 3).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Destpêbûn 10:6-32) Kurêd Ham: Kûş, Misir, Pût û Kenan bûn. 7 Kurêd Kûş: Şiba, Hawîla, Sabta, Ramah û Sabtixa bûn. Kurêd Ramah: Şêva û Dêdan bûn. 8 Kûşra usa jî Nemrûd bû. Nemrûd li ser rûyê erdê pelehwanê pêşin bû. 9 Eva li ber Xudan nêçîrvanekî pelehwan bû. Lema jî tê gotinê: “Filan kes mîna Nemrûd nêçîrvanekî pelehwan e li ber çevê Xudan”. 10 Padşatîya Nemrûd welatê Şînarêda, ji Babîlonê, Êrêxê, Akadê û Kalnêhda destpêbû. 11 Nemrûd ji wî welatî destê xwe avîte Aşûrya, Nînewa, Rehobot-Îr û Kalah çêkirin. 12 Resenê jî navbera Nînewayê û Kalahêda çêkir. Eva bajarekî mezin bû. 13 Ji Misir pêşda hatin lûdî, enamî, lihabî, naftûhî, 14 patrûsî, kaslûhî (ji van filistînî pêşda hatin) û kaptorî. 15 Kenanra nixurîyê wî Sayda û Hît bûn, 16 usa jî yebûsî, emorî, gîrgaşî, 17 hîwî, erqî, sînî, 18 arvadî, simarî û hamatî. Pey vanra jî berekêd kenanîya bela bûn. 19 Sînorê kenanî ji Saydayêda destpêdikir, digihîşte Gêrarê heta Gazzayê, derbazî Sodomê, Gomorayê, Admayê, Siboyîmê heta Leşayê dibû. 20 Ev in Kurêd Ham li gora berek, ziman, welat û miletêd xweva. 21 Birayê Yefetî mezin Samra jî, ku bavê temamîya zureta Eber bû, wîra jî zar bûn. 22 Kurêd Sam: Elam, Aşûr, Arpexşad, Lûd û Aram bûn. 23 Kurêd Aram: Ûs, Hûl, Geter û Maş bûn. 24 Arpexşadra Şelah bû. Şelahra Eber bû. 25 Eberra du kur bûn. Navê yekî Pêlêg bû (çimkî rojêd wîda rûyê erdê cihêbûn ketê). Navê birayê wî jî Yoqtan bû. 26 Yoqtanra Almodad, Şelef, Hesermawet, Yarah, 27 Hadoram, Ûzal, Dîqla, 28 Obal, Abîmaêl, Şiba, 29 Ofîr, Hawîla û Yovav bûn. Ev hemû kurêd Yoqtan bûn. 30 Evana ji Mêşayêda girtî, heta Sifarê li çîyayêd rohilatêda cî-war bûn. 31 Ev in kurêd Sam li gora berek û zimanêd xwe, welatêd xwe û miletêd xweva. 32 Ev in berekêd kurêd Nuh, li gora rikinyatêd xwe û miletêd xweva. Ji van pey tofanêra, li ser rûyê erdê, milet bela bûn.