KILAMA 85
Bi Eşq û Dil Hevdu Qebûl kin
Ya Neşirkirî
1. Kê hatye vir em wanra zef şa ne
Em bo rastyê li vir top bûne.
Bav dixwaze emrê baş bide me,
Timê em hazir in rastya wî qebûl kin.
2. Biratya xwe timê em qîmet kin,
Qewata xwe bo me xerc dikin.
Gava civatêda yên teze tên,
Dilgermya mezin emê vanra eyan kin.
3. Xwedê teglîf dike hemû merya,
Bira ew nas kin Xwedayê xwe
Ew gazî me kir bi saya Îsa,
Emê bi eşq û dil qebûl kin milûka.
(Usa jî binihêre Yûhn. 6:44; Fîlî. 2:29; Eyan. 22:17).