KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Îlon rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 7-13 ÎLONÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 23-24
  • “Pey Piraniyêva Neçe”
  • w18.08 4 ¶7-8
  • Tu Rast Zanî Her Tiştî?
  • it-1 11 ¶3
  • Harûn
  • it-1 343 ¶5
  • Korbûn
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w16.10 9 ¶4
  • Bîr Nekin Xerîbara Qenciyê Bikin
  • it-2 393
  • Mixayîl
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 14-20 ÎLONÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 25-26
  • it-1 165
  • Sindoqa Peymanê
  • it-1 166 ¶2
  • Sindoqa Peymanê
  • it-1 166 ¶3
  • Sindoqa Peymanê
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 432 ¶1
  • Xêrûb
  • it-2 936
  • Nanê Xwedêra Dayî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 21-27 ÎLONÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 27-28
  • it-2 1143
  • Ûrîm û Tûmîm
  • it-1 849 ¶3
  • Enî
  • w08 15/8 15 ¶17
  • Timê Rûmetê Bide Yehowa
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w12 1/8 26 ¶1-3
  • We Zanibû?
  • it-1 1130 ¶2
  • Pîrozî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 28 ÎLONÊ-4 COTMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 29-30
  • it-2 764-765
  • Navnivîsar
  • it-1 502
  • Qurbankirin
  • w11 1/11 12 ¶1-2
  • We Zanibû?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 1029 ¶4
  • Dest
  • it-1 114 ¶1
  • Rûnkirin, yên bi Ruh Kifşkirî
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Îlon rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

7-13 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 23-24

“Pey Piraniyêva Neçe”

(Derketin 23:1) Deng-besêd derew bela neke. Bi şedetîya derew alîyê neheqa neke.

w18.08 4 ¶7-8

Tu Rast Zanî Her Tiştî?

7 Dibek hûn hiz dikin pê êmaîlê û têlê tişta bişînin hevalên xwera. Hergê usa ne, diqewime çaxê hûn serhatî yan deng û besa dibihên, dixwazin evê yekê pêşiyê hûn bela kin. Lê heta ku hûn ewê nemê pê têlê yan jî pê êmaîlê bişînin, pirsê bidine xwe: “Gelo ez niha çi ku dixwazim bela kim, ew înformasiya rast e? Gelo ez her tiştî rast zanim û îzbatkirinên min hene?”. Hergê hûn dudilî ne, lê yeke dixwazin bişînin, hûnê nava xûşk-birada elametiya qelp bela kin. Hê baş e dewsa bitikînin û bişînin, bitikînin ku temiz kin.

8 Çaxê em dixwazin derbêra kesekîra tiştekî bişînin, dîsa xofek heye. Hine welatada şixulê me qedexekirî ye, yan jî sînor kirî ye. Wan welatada merivên ku miqabilî me ne, dikarin elametiyên usa bela kin, seva ku tirsê bikine dilê xûşk-bira, yan jî seva îtbariya me hindava hevdu unda be. Dîna xwe bidinê çi qewimî wedê Yektiya Sovyeta berê. Polîsekî ku endemê KGB bû, elametiya qelp bela kir, wekî yançi birên cabdar nemamiya cimeta Xwedê dikirin. Gelek xûşk-bira ew tiştên qelp bawer kirin, û axiriyêda ji teşkîleta Yehowa dûr ketin. Rastî jî sed heyf! Rast e hinek paşê vegeriyan, lê hinek jî heta îro nehatin, çimkî baweriya wan unda bû (1 Tîmt. 1:19). Lê ça em dikarin xwe xwey kin, wekî tiştekî usa tevî me jî neqewime? Elametiyên nebaş û usa jî kîjan ku hûn nizanin rast e yan na, bela nekin. Hin jî derbêra tişta bawer nekin. Bawer bin ku hûn her tiştî rast zanin.

(Derketin 23:2) Bona xirabîyê destê piranîyêva neçe. Û dîwanêda pişta piranîyê negire, heqîyê neteribîne.

it-1 11 ¶3

Harûn

Dîna xwe bidinê, wekî her sê cara jî, çaxê Harûn neheqî dikir, ew yek ji wî pêşda nedihat. Diqewime ew dikete ber bayê meriva, yan jî derece ser wî hukum dibûn. Mesele, cara pêşiyê ewî dikaribû guh bida prînsîpa ji qanûnê, ku digot: “Bona xirabîyê destê piranîyêva neçe” (Drk. 23:2). Lê dîsa jî Nivîsarên Pîrozda nave Harûn bi qedir tê xebitandinê. Û hela hê kurê Xwedê jî gava ser erdê bû, kahîntiya Harûn qebûl dikir (Zb. 115:10, 12; 118:3; 133:1, 2; 135:19; Mt. 5:17-19; 8:4).

(Derketin 23:3) Не будь лицеприятным, когда разбираешь дело бедного.

it-1 343 ¶5

Korbûn

Korbûn beramberî wê yekê dibû, ku hakima ji bo ruşetê qanûn diteribandin. Lê Qanûnêda gelek car dihate gotinê, wekî hakim gerekê ruşetê û pêşkêşa hilnede û usa jî firqiyê neke nava meriva, çimkî ewê yekê dikaribû ça bêjî ewana kor kirana, ku dîwana rast bikin. “Ruşet çevê merivêd vekirî kor dike” (Drk. 23:8). “Ruşet çevê bîlana kor dike” (Qn.Dc. 16:19). Firqî tune hakim çiqas bîlan û serwaxt bûya, ji bo pêşkêşa ewî dikaribû hemdê xwe yan jî bê hemdê xwe dîwan nerast bikira. Qanûna Xwedêda dihate gotinê, wekî ne tenê pêşkêş meriva kor dikin, lê usa jî hestên me: “Dîwanêda nerastîyê nekin . . . ne jî qedir li yê mezin bikin” (Qn.Kh. 19:15). Hela hê dilşewatî hindava merivê kesîb jî, yan jî xwestina wê yekê ku ber çevê cimetê navdar bin, gerekê hukum nekira ser dîwankirina hakim. Û usa jî ewî gerekê merivê dewletî neheq nekira, tenê ji bo wê yekê ku ew dewletî ye (Drk. 23:2, 3).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 23:9) Tengasîyê nede xerîba, hûn haş ji dilê xerîba hene. Çimkî hûn xwexa jî welatê Misirêda xerîbîyêda bûne.

w16.10 9 ¶4

Bîr Nekin Xerîbara Qenciyê Bikin

4 Yehowa ne ku temî da Îsraêliya wekî qedirê xerîba bigirin, lê ewî dixwest wekî ewana dilşewat bin hindava wan. (Bixûne Derketin 23:9.) Îsraêlî “haş ji dilê xerîba” hebûn, çimkî berê xwexa xerîb bûn. Hela hê pêşiya dîltiya Misirêda jî, Misiriya hindava wan nebaş bûn, çimkî ewana ne ji miletê wan bûn û rêlîgiya wan jî ji hev cude dibû (Destp. 43:32; 46:34; Derk. 1:11-14). Îsraêliya zanibûn xerîbî çiqas çetin e. Û lema Yehowa dixwest wekî Îsraêlî ewê yekê bîr nekin, û hindava xerîba “mîna binelîyê welatê” xwe bin (Qan. Kah. 19:33, 34, PKM).

(Derketin 23:20, 21) Va ye ezê milyaketekî pêşîya teva bişînim, wekî rêda xweyîtîyê li te bike û te bibe wî cîyê ku min hazir kirîye. 21 Li ber wî haş ji xwe hebe û guh bide gotina wî, li ber wî serhişkîyê nekî, ewê neheqîyêd we nebaxşîne, çimkî ew bi navê min dike.

it-2 393

Mixayîl

1. Kitêba Pîrozda xêncî navê Cibrayîl dîsa navê melekekî hatiye dayînê û tenê ser wî tê gotinê “serekê milyaketa” (Cihûda 9). Cara pêşiyê navê wî kitêba Daniyêl serê dehada hatiye nivîsarê, kîderê ku tê gotinê, wekî ew heye “yek ji serokên yekemîn”; ew hat hewara melekekî din, yê ku nikaribû “serokê Farsê” alt kira. Mixayîl hatibû navkirinê ça “serokê” cimeta Daniyêl û “serokê mezin”, kîjan ku piştgiriya lawên cimeta Daniyêl dikir (Dn. 10:13, 20, 21; 12:1). Ji wê yekê tê kifşê, wekî hema Mixayîl ew melek bû, yê ku beriyêda rêberî cimeta Îsraêl dikir (Drk. 23:20, 21, 23; 32:34; 33:2). Îzbatîk jî ew e, wekî “Mixayîlê serekê milyaketa . . . bona cinyazê Mûsa rabû Mîrêcinra kete hucetê” (Cihûda 9).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 23:1-19) Deng-besêd derew bela neke. Bi şedetîya derew alîyê neheqa neke. 2 Bona xirabîyê destê piranîyêva neçe.Û dîwanêda pişta piranîyê negire, heqîyê neteribîne. 3 Dîwanêda pişta yê kesîb negire. 4 Heger tu ga yan kerê dijminê xweye undabûyî bibînî, ese wan paşda bibe. 5 Heger tu bibînî ku kerê xêrnexwazê te bin barê xweda ketîye, pişta xwe nedê neçe, tevî wî dest bavêjê rake. 6 Dîwanêda heqîya kesîbê xwe neteribîne. 7 Ji derewîyê dûr be û yê bêsûc û rast nekuje, çimkî ez yê neheq bêceza nahêlim. 8 Ne jî ruşetê hilde, çimkî ruşet çevê merivêd vekirî kor dike û xeberêd rasta deverû dike. 9 Tengasîyê nede xerîba, hûn haş ji dilê xerîba hene. Çimkî hûn xwexa jî welatê Misirêda xerîbîyêda bûne. 10 Şeş sala erdê xwe bireşînî û deremeta wê top kî, 11 lê sala hefta rihet bihêlî û dest nedêyî, wekî kesîbêd li nav cimeta teda bixwin û çi ku bimîne jî heywanêd çolê bira bixwin. Rezê tirîyê xwe û darêd zeytûnê jî usa bikî. 12 Şeş roja xebata xwe bikî û roja hefta rihet bî, wekî ga û kerê te rihet bin û kurê carîya te û xerîb bîna xwe bistînin. 13 Ev hemûyêd ku min wera gotin xwey kin, navê xwedêyêd mayîn bîr neynin, bira ji devê we neyê bihîstinê. 14 Salê sê cara minra cejinê bikî. 15 Cejina Nanê Şkeva xwey kî. Çawa ku min temî daye te û wî wedê meha Abîbêdaye kifşkirî, heft roja nanê bê hevîrtirşk bixwî, çimkî wê mehêda tu ji Misirê derketî. Bira kesek destvala dernekeve ber min. 16 Cejina Nandirûna berê pêşin bi keda xweye erdêda çandî xwey kî. Usa jî Cejina Bertopkirinêye xilazîya salê, gava ji erdê keda xwe top kî, xwey kî. 17 Salê sê cara hemû qisimê teye nêrîn bira li ber Xudan Xwedê bisekinin. 18 Xûna qurbana min tev nanê hevîrtirşk nedî û bezê cejina min bira heta sibehê nemîne, bişewitîne. 19 Berêd deremeta pêşine erdê xweda ye here qenc bînî mala Xudan Xwedêyê xwe. Karê li nav şîrê makêda nekelînî.

14-20 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 25-26

“Tiştê Muhîm Konê Pîrozda”

(Derketin 25:9) Çawa min terzê Konê Şedetîyê û hemû nav mala wêva nîşanî te kir, xût usa gerekê çêkin.

it-1 165

Sindoqa Peymanê

Dîzayna Çêkirina Sindoqê. Çaxê Yehowa temî da Mûsa, wekî Konê Pîroz çêke, nexşê pêşin, ku hingê Yehowa da wî, dîzayna çêkirina Sindoqê bû. Sindoqa Peymanê konê pîrozda û temamiya zoma Îsraêlêda, tiştekî lapî ferz bû. Dirêjaya Sindoqê 2,5 zend bû, beraya wê 1,5 zend bû, û bilindaya wê 1,5 zend bû (weke 111 × 67 × 67 sm). Ev hate çêkirinê ji baxê darcêwiyê (akasyayê). Ev dervava û hindurva pê zêrê xalis zêrkirî bû. Dora vê Sindoqê bi hostetî pê “toqekî zêrîn” xemilandî bû. Qalpaxê Sindoqê ne ku ji darên zêrkirî bû, lê ev bi temamî ji zêr bû. Dirêjayî û beraya wê xût mîna ya Sindoqê bû. Û her du serê qalpaxva pê zêr du xêrûbê kolandî çêkirî bûn, û berê wan hevduda bûn û rûyê wan berbi qalpax berjêrkirî bûn, perên wan jî ber bi jor vekirî bûn û Sindoq dadidan (Drk. 25:10, 11, 17-22; 37:6-9). Ev qalpax usa jî dihate navkirinê “qalpaxê baxşandinê” (Drk. 25:17; Îbr. 9:5; binihêre QALPAXÊ BAXŞANDINÊ.)

(Derketin 25:21) Qalpaxê baxşandinê jorda bidî ser sindoqê û Şedetîya ku ezê bidime te daynî hindurê sindoqê.

it-1 166 ¶2

Sindoqa Peymanê

Sindoqêda tiştên pîroz dihatine xweykirinê, mesele Şedetî, yanê temiyên Xwedê. Tiştên sereke wê Sindoqêda ev hebûn du selên şedetiyê, yanê Dehe Temî (Drk. 25:16). Wede şûnda “cêrê zêrîn bi manava tijî, şiva Harûne ku gul da” vê Sindoqêda danîn. Lê çaxê avakirina paristgeha Silêman xilaz bû, ew tişt Sindoqêda îda tune bûn (Îbr. 9:4; Drk. 16:32-34; Jm. 17:10; 1 Pd. 8:9; 2 Dr. 5:10). Mûsa pêşiya mirina xwe kopiya “kitêba qanûnê” da kahînên Lêwî û temî da, ku ew ne ku Sindoqêda daynin, lê “daynine kêlekeke Sindoqa Peymana Xudan Xwedêyê xwe û bira ew li wir bibe şedê miqabilî” cimetê (Qn.Dc. 31:24-26).

(Derketin 25:22) Ezê wira rastî te bêm tevî te xeber dim, ji ser qalpaxê baxşandinê nava her du xêrûbêd ku ser Sindoqa Şedetîyê ne, hemû temîyêd bona zarêd Îsraêl bidime te.

it-1 166 ¶3

Sindoqa Peymanê

Dihate hesabê ku Xwedê wêderê ye. Sindoq her gav sîmbola wê yekê bû, wekî Xwedê li wir e. Yehowa soz dabû: “Ezê wira rastî te bêm tevî te xeber dim, ji ser qalpaxê baxşandinê nava her du xêrûbêd ku ser Sindoqa Şedetîyê ne”. “Ezê nava ewrda li ser qalpaxê baxşandinê kifş bim” (Drk. 25:22; Qn.Kh. 16:2). Samûyêl nivîsî, wekî Yehowa li ser xêrûba “rûniştiye” (1 Sm. 4:4); xêrûb “erebeya” Yehowa dihatine hesabê (1 Dr. 28: 18). “Gava Mûsa dikete Konê Civînê bona ku tevî Xudan [Yehowa] xeber da, ewî dengê ku wîra xeber dida, ji ser qalpaxê baxşandinêyî li ser Sindoqa Şedetîyêye nava her du xêrûbada dibihîst. Û Xudan tevî wî xeber dida” (Jm. 7:89). Wede şûnda Yêşû û Serekkahîn Pînhas ber Sindoqa Peymanê reca Yehowa dikirin (Yêş. 7:6-10; Hkm. 20:27, 28). Lê tenê îzina Serekkahîn hebû salê carekê biketa Ciyê Herî Pîroz û Sindoqa Peymanê bidîta. Ew dikete hindur ne ku bona wê yekê ku tevî Yehowa xeber de, lê seva ku edetê Roja Kewandinêva girêdayî bîne sêrî (Qn.Kh. 16:2, 3, 13, 15, 17; Îbr. 9:7).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 25:20) Bira perêd xêrûba berbi jor vekirî bin û bi perêd xwe qalpaxê baxşandinê binixêmin. Berê wan hevduda be û dîna wan li qalpaxê baxşandinê be.

it-1 432 ¶1

Xêrûb

Konê pîrozda, kîjan ku beriyêda çêkiribûn, hebûn nexş û heykelên xêrûba. Her du serê qalpaxê Sindoqêva pê zêr xêrûbê kolandî çêkirî bûn. Berê wan hevduda bûn û rûyê wan berbi qalpax berjêrkirî bûn. Ewê yekê qedir hindava Xwedêda dida kifşê. Her perekî wan jî berbi jor vekirî bûn û Sindoq dadidan, ça bêjî Sindoq diparastin û xweyî dikirin (Drk. 25:10-21; 37:7-9). Xêncî wê yekê ser perçê hindurê konda û ser perda ku Ciyê Pîroz û Ciyê Herî Pîroz ji hev başqe dikir, pê têl şiklên xêrûba neqişkirî bûn (Drk. 26:1, 31; 36:8, 35).

(Derketin 25:30) Û timê li ser text nanê Xwedêra dayî li ber min daynî.

it-2 936

Nanê Xwedêra Dayî

Konê Pîrozda û Paristgehêda Dunzdeh nanên bokon datanîn ser textê Ciyê Pîroz. Ew nanên bokon her şemî diguhastin, yên teze datanîn (Drk. 35:13; 39:36; 1 Pd. 7:48; 2 Dr. 13:11; Nm. 10:32, 33). Xebera Îbranî, ku tê welgerandinê ça “nanê Xwedêra dayî” raste-rast tê hesabê “nanê sifet”. Xebera “sifet” carna tê hesabê ber kesekî sekiniyî (2 Pd. 13:23), lema jî nanê Xwedêra dayî her gav ça hedî ber sifetê Yehowa bû (Drk. 25:30). Rêzên dinda ser wan nanên Xwedêra dayî tê gotinê “nan” (2 Dr. 2:4; Mq. 2:26; Îbr. 9:2).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 25:23-40) Ji dara darcêwîyê textekî çêkî, dirêjayîya wî du zend, berayîya wî zendek û bilindayîya wî zend û nîv be. 24 Wî bi zêrê xalis zêr kî û dora wî toqekî zêrîn bavêjêyî. 25 Û dora wî bilindayîya çar tilîya kevîyê çêkî, dora kevîya wî jî toqekî zêrîn bavêjêyî. 26 Bona wî çar xelaqêd zêrîn çêkî û wan xelaqa ber her çar niga ser her çar enîşkava kî. 27 Gerekê xelaq kevîyava bin, wekî cîyêd destûya hebin ku text bê hildanê. 28 Destûya ji dara darcêwîyê çêkî, wan zêr kî, bi wan gere text bê hildanê. 29 Bona text sinî û tasa, cêr û kasa ji zêrê xalis çêkî, wekî bi wan dîyarîya serdakirinê bê dayînê. 30 Û timê li ser text nanê Xwedêra dayî li ber min daynî. 31 Ji parçekî zêrê xalis şemdaneke bi kolandinê bê çêkirin, bingeha wê, stûna wê, tasik, gul û sêvikêd wê hemû ji wê derkevin. 32 Kêleka wêva şeş çiqil derên, sê çiqil alîkî şemdanêva bin û sê çiqil jî alîyê şemdanêyî dinva bin. 33 Sê tasikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava li ser çiqilekî bin. Sê tasikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava jî ser çiqila din bin, her şeş çiqilêd ku ji şemdanê dertên aha bin. 34 Çar tasikêd mîna gulêd behîvê, sêvik û gulava stûna şemdanêva bin. 35 Sêvikek bin her du çiqilêd şemdanêye jêrinva, sêvikek bin her du çiqilêd navberêva, sêvikek jî bin her du çiqilêd jorinva be. Bona her şeş çiqilêd stûna şemdanê jî aha bin. 36 Sêvik û çiqilêd wê gerekê ji wê derên. Hemû ji parçekî zêrê xalis kolandinê bê çêkirin. 37 Heft çira bona wê çêkî û usa daynî ku ew pêşîya xwe ronayî kin. 38 Bira destik û sinîyêd wê ji zêrê xalis bin. 39 Şemdan hemû hacetêd wêva ji telantek zêrê xalis bê çêkirinê. 40 Dîna xwe bidê min çi terz serê çîyê nîşanî te kir, usa jî çêkî.

21-27 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 27-28

“Em Çi Hîn Dibin ji Tiştên ku Diketine Nava Kincên Kahîna?”

(Derketin 28:30) Ûrîm û Tûmîm bike rextsîngê hakimtîyê. Bira ew ser dilê Harûn bin, gava ew here ber Xudan. Harûn her tim hakimtîya kurêd Îsraêl li ber Xudan bide li ser dilê xwe.

it-2 1143

Ûrîm û Tûmîm

Hine lêkolînkarên Kitêba Pîroz dibêjin, wekî Ûrîm û Tûmîm ça peşk didane xebatê. Welgerandineke Kitêba Pîrozda, Derketin 28:30-da ev hatiye navkirinê “peşkên pîroz”. Hinek meriv dibêjin, wekî sê tişt diketine nava peşkê. Ser yekê nivîsar bû “belê”, ser ya duda “na” û ser ya sisiya tu tişt ne nivîsar bû. Seva ku caba pirsekê bistandana, gerekê peşkek ji rextsîng derxistana. Hergê peşka derxistî bê nivîsar bû, dêmek pirs bê cab dima. Hine lêkolînkar jî dibêjin, wekî Ûrîm û Tûmîm du kevirên pen bûn, alîkî wan rengê sipî bû, lê aliyê din jî reş bû. Gava peşk davîtin û hergê herdu jî rengê sipî bûn, caba pirsê bû “belê”. Lê hergê herdu peşk jî rengê reş bûn, caba pirsê bû “na”. Hergê jî peşkek aliyê rengê reş û ya din sipî dihatine xanê, caba pirsê tune bû. Carekê gava Şawûl bi saya kahîn pirs da Xwedê, hela ew gerekê hicûmî ser Filistiya bike yan na, ewî caba pirsê nestand. Ew fikirî, wekî dibeke ji cimeta wî kesekî gune kiriye. Lema jî Şawûl ji Xwedayê Îsraêl hîvî kir: “Rastiyê nîşan bide!” Vê derecêda bi saya nîşanê rastî vebû û peşk Şawûl û Yonatanra ket. Paşê jî tê gotinê, wekî peşk avîtine orta wan herda. Vê derecêda ev xwestina Şawûl: “Rastiyê nîşan bide!”, diqewime nayê hesabê, wekî bi rastî peşk hatibû avîtinê, lê dibek jî vê derecêda peşk dabûne xebatê (1 Sm. 14:36-42).

(Derketin 28:36) Berenîkê ji zêrê xalis ro kî û bi cûrê morkolandinê ser wê bikolî: “Pîroz Xudanra”.

it-1 849 ¶3

Enî

Serekkahînê Îsraêlê. Ser netika papaxê Serekkahînê Îsraêlê berenîke ji zêrê xalis bû. Ev nîşana pîroze tesmîlbûyînê bû û ser wê bi cûrê morkolandinê nivîsar bû: “Pîroz [Yehowa] Xudanra” (Drk. 28:36-38; 39:30). Serekkahîn kesê sereke bû, çimkî ev hebandinêda sîmbola temamiya cimeta Îsraêl bû, lema jî ewî gerekê xizmetiya xweda pîrozî xwey kira. Ew nivîsara ser bereniyê dianî bîra hemû Îsraêliya, wekî çiqas ferz e xizmetiya xweda pîroziyê xweyî kin. Ewê bereniyê usa jî Serekkahînê diha girîng dida eyankirinê, kîjan ku axiriyêda gerekê bihata, dêmek Îsa Mesîh. Xêncî wê yekê nîvisara ser bereniyê dida kifşê, wekî Yehowa xwexa xizmetiya kahîntiyê daye destê Îsa Mesîh, kîjan ku piştgiriya pîroziya Xwedê dike (Îbr. 7:26).

(Derketin 28:42, 43) Wanra bi kitan kincêd binî bidirûyî, wekî qalibêd xwe binixêmin, ew biraji navkêlkê heta çoka dirêj bin. 43 Gava Harûn û kurêd xweva herine Konê Civînê, yan nêzîkî gorîgehê bin bona qulixkirina Cîyê Pîrozda, bira wan li xwe kin, ku nebe ew neheqîyê bikin û bimirin. Bira ew wîra û zureta wîye pey wîra bibe erf-edetê heta-hetayê.

w08 15/8 15 ¶17

Timê Rûmetê Bide Yehowa

17 Gelek ferz e xizmetiya xwe Yehowara bi qedir bînin sêrî. Kitêba Waîz 5:1-da tê gotinê: “Dema tu biçî mala Xwedê, çavnêriyê li lingê xwe bike”. Mesele, gava Mûsa û usa jî Yêşû ciyê pîroz sekinî bûn, wanara hatibû gotinê, wekî çarixên nigên xwe bêxin (Drk. 3:5; Yêş. 5:15). Ew yek nîşana qedirgirtin û xwedêxofiyê bû. Kahînên Îsraêlê gerekê xwera ji kitan kincê binî bidirûtana, wekî “qalibêd xwe binixêmin” (Drk. 28:42, 43). Ew yek ferz bû çimkî wê necayîz bûya hergê wedê xizmetiya kahîna ya ber gorîgehê, bedena wan bihata xanê. Her kesê ku ji malbeta kahîna bû, gerekê pê kincxwekirin û rabûn-rûniştina xwe Xwedê rûmet kira.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 28:15-21) Rextsîngê hakimtîyê nitirandî wî cûrê çêkirina êfodda çêkî. Wî ji zêr, rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji kitanê zirav-badayî çêkî. 16 Bira ew du ta qatkirî çargoşe be, dirêjayîya wî bihustek û berayîya wî jî bihustek. 17 Û li ser wî çar cêrge kevir qaş kî. Cêrga ewlin: Sardîyon, topaz û zimrûd, 18 cêrga duda: Karbûnkûl, safîr û almas, 19 cêrga sisîya: Yaxonît, agat û amêstîs 20 û cêrga çara jî: Xrîzolît, onîks û yaspîs, evana gere nava qavêd zêrda bêne qaşkirinê. 21 Ew kevir gere donzdeh heb bin, anegorî navêd kurêd Îsraêl, mîna morê kolayî ser her kevirî navekî wan bê kolandinê bona donzdeh qebîla.

w12 1/8 26 ¶1-3

We Zanibû?

Îsraêliya kevirên biha bona rextsîngê serekkahîn, ji ku destdixistin?

Çaxê Îsraêlî ji Misirê derketin û hatine beriyê, Xwedê temî da wan, wekî bona serekkahîn rextsîng çêkin (Derketin 28:15-21). Ser vî rextsîngî ev kevir hebûn: sardîyon, topaz, zimrûd, karbûnkûl, safîr, almas, yaxonît, agat, amêstîs, xrîzolît, onîks û yaspîs. Gelo bi rastî kevirên usa biha cem Îsraêliya hebûn?

Wedê berê kevirên biha zef dihatine qîmetkirinê, û arşvêrşiyêda belabûyî bûn. Mesele, wedê berê kevirên biha ji wan têrîtoriya dianîn Misirê, kîderê ku niha Îran, Afganistan û Hindistan e. Lê Misirêda jî hebûn ciyê usa, kîderê ku cûre-cûre kevirên biha ji erdê derdixistin. Serwêrên wî welatî kevirên biha ji wan erda derdixistin, kîjan ku bin destê wanda bûn. Îboyê baveşîr got, wekî çawa hine meriva wedê wîda erd dikulan, seva ku kevirên biha derxin. Ewî usa jî got, ku ji binê erdê meriva safîr û topaz derdixistin (Îbo 28:1-11, 19).

Kitêba Derketin gilî dike, ku çaxê Îsraêlî ji Misirê derdiketin, wana “misirî talan kirin” û tiştên biha ji wana hildan (Derketin 12:35, 36). Lema jî em dikarin bêjin, wekî çaxê bona serekkahîn rextsîng dihate çêkirinê, diqewime Îsraêliya hema ev kevir didane xebatê, kîjan ku ji Misirê tevî xwe anîbûn.

(Derketin 28:38) Bira ew li ser enîya Harûn be, wekî her kêmasîyê hedîyêd zarêd Îsraêle pîroz ku têne dayînê, Harûn hilde li ser xwe. Gerekê her tim ew li ser enîya Harûn be, ku ew li ber Xudan bêne qebûlkirinê.

it-1 1130 ¶2

Pîrozî

Heywan û Nandirûn. Pez, boxe û bizina nixurî bona Yehowa pîroz dihatine hesabê. Îzin tune bû xwera bihîştana û dewsê tiştekî din bianiyana. Ew heywan gerekê bihatana qurbankirinê, û pareke vê qurbanê kahînên pîrozkirîra diket (Jm. 18:17-19). Berên nandirûnêye pêşin, dehek, usa jî qurban û hedî, ku hatibûn başqekirinê bona pîrozgehê, pîroz dihatine hesabê (Drk. 28:38). Hemû tiştên ku Yehowara dianîn, pîroz dihatine hesabê, û îzin tunebû ew nelayîq û bona hewcên herrojî bidana xebatê. Mesele, qanûna derheqa dehek evê yekê rind dide kifşê. Hergê kesekî tiştek ça dehek başqe dikir, mesele genim, lê paşê ewî yan jî kesek ji neferên mala wî, bê hemdê xwe pareke wê hilda seva hewcên xweye herrojî, ev meriv ber çevê Xwedê neheq dihate hesabê, çimkî ewî qanûna pîroziyê diteriband. Ji bo vî kirê xwe, ewî gerekê ji keriyê pezê xwe, berxeke bêqisûr qurban kira, zirara ku ewî dabû, bianiya, û serda jî 20 selef zêde kira. Evê yekê meriv hîn dikir, wekî qedirê tiştên pîroz bigirin ku Yehowara diketin (Qn.Kh. 5:14-16).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 27:1-21) Ji dara darcêwîyê gorîgehê çêkî, dirêjayîya wê pênc zend, berayî pênc zend, bira gorîgeh çar goşe be, bilindayîya wê sê zend be. 2 Ser her çar enîşkêd wê stirûya derxî, usa ku stirûyêd wê ji wê bin, wê sifir kî. 3 Tebaxêd bona kozîrêtina wê, merikêd wê, teştêd wê, goştgir û sinîyêd wê çêkî, hemû hacetêd wê ji sifir çêkî. 4 Û bona wê ji sifir çîteke mîna tora çêkî û çar xelaqêd sifir ser her çar enîşkêd çîtva kî. 5 Û wê jêrêva daynî bin kevîya gorîgehê, usa ku çît nîvê gorîgehêda be. 6 Bona gorîgehê destûya çêkî, destû ji dara darcêwîyê bin û wan sifir kî. 7 Gere destûyêd wê li nav xelaqara derbaz bin, ew destû gere her du kêlekêd gorîgehêva bin, bona hildana wê. 8 Wê ji texta çêkî û hindur vala, çawa ku ser çîyê tera hate nîşandayînê, usa jî çêkî. 9 Alîyê başûrê hewşa Konê Şedetîyê çêkî û perdêd wê ji kitanê zirav-badayî be, dirêjayîya alîkî sed zend be. 10 Bîst stûnêd wê bin tevî bîst bingehêd ji sifir, lê çengelêd stûna û şîşêd wê ji zîv bin. 11 Usa jî bona hewşa alîyê bakurê, dirêjayîya perdê bira sed zend be û bîst stûnê wê bin, tevî bîst bingehêd ji sifir, çengelêd stûna tevî pevgirêka jî ji zîv bin. 12 Bona berayîya hewşê, perdêd alîyê roavayê pêncî zend be, dehe stûnêd wan û dehe bingehêd wan bin. 13 Berayîya pêşîya hewşê ku wê bikeve alîyê rohilatê pêncî zend be. 14 Perdêd alîkî dêrî panzdeh zend be, stûnêd wan sisê û bingehêd wan sisê bin, 15 perdêd alîyê din panzdeh zend be, stûnêd wan sisê û bingehêd wan sisê. 16 Bona derê hewşê ji rîsê şîn, şîrk, sorê gevez û kitanê zirav-badayî, perdeke bîst-zendî bi xebata neqişandîtîyê çêkî. Çar stûn û çar bingehêd wê gere hebin. 17 Hemû stûnêd dora hewşê gere bi şîşêd zîvîn hevva girêdayî bin. Çengelêd wan zîv û bingehêd wan sifir bin. 18 Dirêjayîya hewşê sed zend be, berayî pêncî zend be û bilindayîya perdêd dorê pênc zend be. Ew gere ji kitanê zirav-badayî bin, bingehêd stûna ji sifir bin. 19 Her hacetê bona her şixulê Konê Şedetîyê, hemû singêd wê û hemû singêd hewşê ji sifir bin. 20 Tu temîyê bide zarêd Îsraêl, wekî tera bona ronayê rûnê zeytûnêyî zelal kişandî bînin, ku çira her tim bişxule. 21 Harûn zarêd xweva Konê Civînêda, vî alîyê perda ber Şedetîyê, li ber Xudan êvarê heta sibehê xemê şixulandinê hildine li ser xwe. Ev yek alîyê zarêd Îsraêlda nav nisilêd wanda bibe erf-edetê heta-hetayê.

28 ÎLONÊ-4 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 29-30

“Diyarî bona Yehowa”

(Derketin 30:11, 12) Xudan tevî Mûsa xeber da û gotê: 12 “Gava tu zarêd Îsraêl bijmirî û hesabê wan zanibî, bira hingê her yek ji ber nefsa xweva heq bide Xudan, wekî bela neyê serê wan çaxê ku tu wan bijmirî.

it-2 764-765

Navnivîsar

Ber çîyayê Sînayê. Yehowa meha duda, sala dudada paşî derketina Îsraêliya ji Misirê, derheqa navnivîsara pêşin elam kir. Mûsara alîkarî lazim bû, lema jî her berekekêda merivek hate bijartinê, wekî bona navnivîsara bereka xwe cabdar be. Hemû mêr ji 20 salî û vê mezintir, yên ku dikaribûn herine şêr, hatine navnivîsarê. Li gora Qanûnê, her kesê ku dihate navnivîsarê, gerekê bona piştgiriya xizmetiya konê pîrozda nîv şêkil heq bida ($1.10) (Drk. 30:11-16; Jm. 1:1-16, 18, 19). Bi temamî 603 550 meriv hatine navnivîsarê xêncî Lêwiya, çimkî para wan Erdê Sozdayîda tune bû. Lêwiya heqê xwe bona konê pîroz nedidan û ji eskeriyê jî aza dibûn (Jm. 1:44-47; 2:32, 33; 18:20, 24).

(Derketin 30:13-15) Ev e ku gerekê ewana bidin, kîjanê ku derbaz dibe tê jimarê, anegorî şêkilê pîrozgehê ku bîst gêr e, nîv şêkil zîv bira bide. Eva nîv şêkilê dîyarîya Xudan e. 14 Her kesê bîst salî û jor ku derbaz be bê jimarê, bira vê dîyarîyê bide Xudan. 15 Gava hûn ber nefsa xweva bona gunekewandinê dîyarîyê bidine Xudan, bira ne yê dewletî ji nîv şêkilî zêdetir bide û ne jî yê kesîb kêm bide.

it-1 502

Qurbankirin

Hinek qurban bi Qanûnê dihatine dewakirinê. Çaxê Mûsa derheqa navnivîsarê elam kir, hingê hemû mêrên 20 salî û vê mezintir, gerekê bona nefsa xwe “nîv şêkil” [diqewime $1.10], yê ku “dîyarîya Xudan” bû, bidana. Wana “dîyarî” didane Yehowa him bona kirîna nefsa xwe, him jî “bona xizmetkarîya Konê Civînê” (Drk. 30:11-16). Li gora giliyê Terîxzanê Cihû, Ûsivê Flavîûs (Şerê Cihûdî, VII, 218 [vi, 6]), wede şûnda xercê heqê pîroz her sal didan (2 Dr. 24:6-10; Mt. 17:24; binihêre XERC).

(Derketin 30:16) Zîvê gunekewandinê ji zarêd Îsraêl hildî û bidî bona xizmetkarîya Konê Civînê. Evê li ber Xudan bibe bîranîna zarêd Îsraêl, bona gunekewandina nefsêd wan.

w11 1/11 12 ¶1-2

We Zanibû?

Xercên ku xizmetkirina paristgeha Orşelîmêva girêdayî bûn, çawa dihatine dadanê?

Cûre-cûre xerc, kîjan ku girêdayî bûn tevî xizmetkirina paristgehêda, bi saya heqdayînê dihatine dadanê. Ji wan heqdayîna, heçî zef dehek bû, kîjan ku eseyî bû. Lê xêncî vê yekê dîsa bona derecên din, tişt dihatine topkirinê. Mesele, wedê avakirina konê Pîroz, Yehowa bi Mûsa temî dabû, wekî her Îsraêlîk kîjan ku hatibû navnivîsarê, gerekê “nîv şêkil zîv” bona “dîyarîya” Yehowa bida (Derketin 30:12-16).

Kifş e, wekî wede şûnda Îsraêliya her sal ew heq didan, seva ku paristgeh bê xweykirinê. Xût derheqa wî heqî Îsa li Petrûs emir kir, wekî bi zîvekî, kîjan ku ewî ji devê mesî derxist, xerc dade (Metta 17:24-27).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 29:10) Canegê bînî li ber Konê Civînê û Harûn kurêd xweva bira destêd xwe daynine li ser serê canegê.

it-1 1029 ¶4

Dest

Destdanîn. Çaxê destê xwe datanîn ser meriya yan ser tişta, ev yek cûre-cûre tişt dihate hesabê. Nêta vê yekêye sereke ew bû, wekî kesek yan tiştek kifş dikirin, ewana didane xuyanê, û rola wan qebûl dikirin. Mesele, çaxê eyda bona kifşkirina kahîna derbaz dikirin, hingê Harûn kurên xweva destên xwe danîn li ser serê canege û ser serê du berana, kîjan ku ça qurban anîbûn. Ewana bi vê yekê qebûl dikirin, ku ew heywan bona wan hatine qurbankirinê, wekî ewana bikaribin bibine kahînên Yehowa Xwedê (Drk. 29:10, 15, 19; Qn.Kh. 8:14, 18, 22). Çaxê Mûsa li gora temiya Xwedê dewsa xwe Yêşû kifş kir, ewî destê xwe da ser wî û Yêşû “bi ruhê serwaxtîyêva hate dagirtinê”. Bi saya vê yekê Yêşû dikaribû rind rêberiyê cimeta Îsraêlê bike (Qn.Dc. 34:9). Belê, destê xwe datanîn li ser wan meriya, yên ku kerem distandin (Dsp. 48:14; Mq. 10:16). Mesele, çaxê Îsa Mesîh destê xwe datanî ser hine meriya, yan jî destê xwe dida wan, ewana qenc dibûn (Mt. 8:3; Mq. 6:5; Lq. 13:13). Hine derecada bi saya destdanîna şagirtên Îsa, meriva ruhê pîroz pêşkêş distandin (Kr.Şn. 8:14-20; 19:6).

(Derketin 30:31-33) Tevî zarêd Îsraêl xeberdî û bêjî: ‘Evê li nava nisilêd weda minra bibe rûnê pîrozî bona rûnkirinê. 32 Ew gerekê li ser bedena her merivîda neyê rêtinê û ne jî mîna cûrê wê bê tevdayîn, ev pîroz e, bira wera jî pîroz be. 33 Kê ku bi cûrê wê tevdayne, yan jî wê li ser nekahînekîda ke, wê ji nava cimeta xweda bê raqetandinê’”.

it-1 114 ¶1

Rûnkirin, yên bi Ruh Kifşkirî

Li gora Qanûnê, kîjan ku Mûsara hatibû dayînê, Yehowa şirovekir wekî çi gerekê bikeve nava rûnê kifşkirinê. Ev rûn ji biharetên herî baş bû: zimirê nû, darçîna bînxweş, qamîşê bînxweş, kasîya, û rûnê zeytûnê (Drk. 30:22-25). Çêkirin û xebitandina rûnê kifşkirinê, qedexe bû seva malê û tiştên din bidine xebatê û cezakirina vê yekê mirin bû (Drk. 30:31-33). Evê yekê dida kifşê ferzbûn û pîroziya kifşkirinê, kîjan ku bi rûnê pîroz dihate kirinê.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 29:31-46) Beranê bona qewîn-qedîmkirinê hildî û cîkî pîroz goştê wî bikelînî. 32 Harûn û kurêd wî li ber derê Konê Civînê wî goştê berên û nanê selêda bixwin. 33 Ewana wan tişta bixwin, bi çi hatine gunekewandinê bona qewîn-qedîmî û buhurtî-jibarebûna wan. Kesekî din gerekê nexwe, çimkî pîroz in. 34 Lê heger ji goşt û nanê bona qewîn-qedîmkirinê heta serê sibehê bimîne, ewêd bermayî bişewitînî. Gere ew neyêne xwarinê, çimkî pîroz in. 35 Hemû temîyêd ku min çawa bona Harûn û kurêd wî dane te usa bikî, nava heft rojda wan qewîn-qedîm kî. 36 Rojê canegakî qurban bidî bona gunekewandinê. Bi vê yekê gorîgehê paqij kî. Serda jî wê rûn kî wekî pîroz be. 37 Heft roja bona gorîgehê kewandinê bikî wê pîroz kî û gorîgehê bibe ya here pîroz. Hemû çi ku gorîgehê keve wê pîroz be. 38 Va ye çi ku tu gerekê her tim li ser gorîgehê bidî, rojê du berxêd yek salî. 39 Berxekî serê sibehê bidî, yê din jî berê êvarê. 40 Tevî berxê ewlin pareke çapê ji deha yek arê xasî stirayî tevî pareke hînê ji çara yek rûnê lêdayî û pareke hînê ji çara yek şerav, çawa dîyarîya serdakirinê bidî. 41 Berxê duda jî berê êvarê bidî. Mîna wê dîyarîya nanîye serê sibehê û mîna dîyarîya serdakirinê. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan. 42 Bira eva li nav nisilêd weda bibe dîyarîya tevayîşewatêye her tim li ber Xudan, ber derê Konê Civînê, wî cîyê ku ezê rastî we bêm, tevî te xeber dim. 43 Wê derê ezê rastî zarêd Îsraêl bêm û bi rûmeta minva ew cîyê pîroz be. 44 Ezê Konê Civînê û gorîgehê pîroz kim, usa jî Harûn û kurêd wî pîroz kim, wekî minra kahîntîyê bikin. 45 Ezê li nav zarêd Îsraêlda bimînim û bibime Xwedêyê wan. 46 Hingê ewê bizanibin ku ez Xudan im, Xwedêyê wan, ku min ew ji welatê Misirê derxistin, wekî li nava wanda bimînim. Ez Xudan im, Xwedêyê wan.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin