KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr21 Gulan rûp. 1-14
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
  • Binserî
  • 3-9 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 27-29
  • “Çev Bidine Xwedê û Firqiyê Nekine Nava Meriva”
  • w13 15/6 10 ¶14
  • Bi Temamiya Dilê Xwe Hunurên Yehowa Qîmet kin
  • w13 15/6 11 ¶15
  • Bi Temamiya Dilê Xwe Hunurên Yehowa Qîmet kin
  • w13 15/6 11 ¶16
  • Bi Temamiya Dilê Xwe Hunurên Yehowa Qîmet kin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 528 ¶5
  • Dîyarî
  • 10-16 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 30-31
  • “Sozê Xwe li Ber Xudan Bîne Sêrî”
  • it-2 1162
  • Soz
  • it-2 1162
  • Soz
  • w04 1/8 27 ¶3
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Jimar
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 28 ¶1
  • Yeftah
  • 17-23 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 32-33
  • “Ji Ber Xwe Berî Hemû Binelîyêd Wî Erdî Din”
  • w10 1/8 23
  • We Zanibû?
  • “Hêlanêd jorin”, derheqa kîjana ku Nivîsarên Îbranîda tê gotinê, çi bûn?
  • w08 15/2 27 ¶5-6
  • Ji Şaşiyên Îsraêliya Dersa Hîn bin
  • it-1 404 ¶2
  • Kenan
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 359 ¶2
  • Sînor
  • 24-30 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 34-36
  • “Sitara We Yehowa ye”
  • w17.11 9 ¶4
  • Gelo Sitara We Yehowa ye?
  • w17.11 9 ¶6
  • Gelo Sitara We Yehowa ye?
  • w17.11 11 ¶13
  • Gelo Sitara We Yehowa ye?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w91 15/2 13 ¶13
  • Kirîn Bona Her Kesî
  • 31 GULANÊ-6 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 1-2
  • “Dîwan Şixulê Xwedê ye”
  • w96 15/3 23 ¶1
  • Yehowa Heqiyê û Rastiyê Hiz Dike
  • w02 1/8 9 ¶4
  • Serwêrtiya ku Xwedê Kifş Kiriye, Qebûl kin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w13 15/9 9 ¶9
  • Temiyên Yehowa bi Îtbar in
  • 7-13 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 3-4
  • “Qanûnên Yehowa Bîlan û Heq in”
  • it-2 1140 ¶5
  • Femkirin
  • w99 1/11 20 ¶6-7
  • Çaxê bi Merdaniyê Didî
  • w07 1/8 29 ¶13
  • Tu li Ber Xwedê Dewlemend î?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w04 15/9 25 ¶3
  • Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Ducarî
  • 14-20 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 5-6
  • “Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin, wekî Yehowa Hiz Bikin”
  • w05 15/6 20 ¶11
  • Dê-Bavno bona Hewcên Zarên Xwe Xem Bikin
  • w07 15/5 15-16
  • Çawa Ez Dikarim Alî Zarên Xwe Bikim Hînkirina Baş Bistînin?
  • w05 15/6 21 ¶14
  • Dê-Bavno bona Hewcên Zarên Xwe Xem Bikin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w19.02 22 ¶11
  • Qanûna Mûsa Ça Hizkirin û Heqiya Yehowa Eyan Dike
  • 21-27 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 7-8
  • “Pismamtîyê Wanra Neke”
  • w12 1/7 29 ¶2
  • Çima Xwedê Dewa Dikir, wekî Xizmetkarên Wî Tenê Tevî Bawermendên Xwe Bizewicin?
  • w15 3/1 30-31
  • Bizewicin Tenê Tevî “Bawermendê Xudan” Gelo Ew Rêalî ye?
  • w15 8/1 26 ¶12
  • Di wan Rojên Axiriyêda ji Hevaltiya Xirab Dûr be
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w04 1/2 13 ¶4
  • Yehowa Bona Hewcên Meye Herrojî Xem Dike
  • 28 HEZÎRANÊ-4 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 9-10
  • “Xudan Xwedêyê Te Niha Çi ji Te Dixwaze”?
  • w09 1/10 10 ¶3-4
  • Gelo Yehowa Çi ji Me Dixwaze?
  • w09 1/10 10 ¶6
  • Gelo Yehowa Çi ji Me Dixwaze?
  • cl 16 ¶2
  • Gelo ew yek dibe ku “Xwe li Xwedê bigirin”?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 103
  • Enaq
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2021)
mwbr21 Gulan rûp. 1-14

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

3-9 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 27-29

“Çev Bidine Xwedê û Firqiyê Nekine Nava Meriva”

w13 15/6 10 ¶14

Bi Temamiya Dilê Xwe Hunurên Yehowa Qîmet kin

14 Pênc xûşk hatin bal Mûsa û gotine wî: “Çima navê bavê me ji nava malbeta wî gere bê hildanê, wekî kurêd wî tunene? Ji nava birayêd bavê me, milk bide me”. Dibeke Mûsa wanara got: “Qanûn bona her kesî yek e û bona we tu guhastin wê neyê kirinê”? Na, lê dewsê “Mûsa şixulê wan danî li ber Xudan” (Jimar 27:2-5). Gelo caba pirsa wan çi bû? Yehowa gote Mûsa: “Qîzêd Silofhad rast dibêjin. Milk bide wan ji nava birayêd bavê wanda ku war bin, awa gotî warê bavê wan derbazî ser wan ke”. Yehowa ji vê zêdetir jî kir. Ewî qanûna nû derxist û gote Mûsa: “Gava yek bimire û kurê wî tune be, hingê warê wî bira derbazî qîza wî be” (Jimar 27:6-8; Yêşû 17:1-6). Ji wî çaxî hemû kulfetên Îsraêlî, dereca kîjana mîna ya wan bû, bi qanûnê dihatine parastinê.

w13 15/6 11 ¶15

Bi Temamiya Dilê Xwe Hunurên Yehowa Qîmet kin

15 Ji vê derecê tê kifşê, wekî Yehowa çiqas qenc e û firqiyê nake nava meriva! Yehowa hindava wan pênc kulfeta xwe usa da kifşê ça hindava Îsraêliyên din, dereca kîjana ji dereca wan kulfeta çêtir bûn û bi wê yekê ewî hindava wan kulfetên feqîr qedir da kifşê (Zeb. 68:5). Ewa tenê dereceke ji gelek derecên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, ji kîjana tê kifşê, wekî Yehowa hindava hemû xizmetkarên xwe helal e û firqiyê nake nava wan. Zanebûna wê yekê dilê me germ dike (1 Sam. 16:1-13; Kar. Şand. 10:30-35, 44-48).

w13 15/6 11 ¶16

Bi Temamiya Dilê Xwe Hunurên Yehowa Qîmet kin

16 Ça em dikarin çev bidine Yehowa û firqiyê nekine nava meriva? Du tişt dikeve nava wê yekê. Hergê em dilê xweda firqiyê nakine nava meriva, tenê wî çaxî emê bikaribin hindava wanda xwe helal bidine kifşê. Her kes dikare bifikire, ku ew firqiyê nake nava meriva. Lê diqewime tuyê qayîl bî, wekî ne hertim hêsa ye derheqa nihêrandina xwe rast bêjin. Gelo em çi dikarin bikin, seva ku têderxin hela em bi rastî firqiyê nakine nava meriva? Çaxê Îsa dixwest pêbihese hela meriv çi derheqa wî difikirin, ewî ji hevalên xweye bi îtbar pirsî: “Bi texmîna meriva Kurê Însan kî ye?” (Met. 16:13, 14). Wê yekêda em dikarin çev bidine Îsa. Em dikarin hevalê xweye bi îtbar bipirsin, wekî ew mera helal bêje, hela em firqiyê dikin nava meriva, yan na. Hergê ew mera bêje, wekî carna usa dibe ku em ji bo milet, navdariyê yan hebûkê firqiyê dikin nava meriva, wî çaxî em çi gerekê bikin? Bi dil û can Yehowara dua bikin û hestên xwe wîra vekin, ji wî lava bikin, wekî ew alî we bike nihêrandina xwe biguhêzin û bikaribin bi temamî çev bidine wî û firqiyê nekine nava meriva (Met. 7:7; Kols. 3:10, 11).

Xizna Kitêba Pîroz

(Jimar 28:7) Ev e dîyarîya serdakirina wê: Pareke ji çar parê hînê şerav bona her berxî li cîyê pîroz çawa dîyarîya serdakirinê bira Xudanra bê rêtinê.

(Jimar 28:14) Eva dîyarîya serdakirina wê ye: Nîv hîn şerav bona canegê, pareke hînê ji sisîya yek bona berên û pareke hînê ji çara yek bona berxê bidin. Eva dîyarîya tevayîşewatêye mehê ye bona her mehê salê.

it-2 528 ¶5

Dîyarî

Dîyariya serdakirinê. Dîyariya serdakirinê tevî dîyariyên din tanîn, xût paşî wê yekê, ça cimeta Îsraêlê di Erdê Sozdayîda cîwar bûn (Jm. 15:2, 5, 8-10). Ew şerav bû ya ku ser gorîgehê dihate rêtinê (Jm. 28:7, 14; beramber ke Drk. 30:9; Jm. 15:10). Pawlosê şandî mesîhiyên Fîlîpêra nivîsî “heger cî bê ku xûna min ser wê baweriya weda bê rêtinê, ya ku xizmetkariya weda çawa qurban Xwedêra tê dayînê, ezê şa bim”. Bi mesela dîyariya serdakirinê, Pawlos dide kifşê wekî hazir e bona halxweşiya meriya, ça bêjî xwe birêjîne (Flp. 2:17). Pêşiya mirina xwe ewî Tîmotêyora nivîsî: “Ez xwexa qurbanbûnêra îdî ser roj-roja me û wextê çûyîna min pêra gihîştiye” (2 Tîm. 4:6).

(Jimar 28:11-31) Serê her mehêd xwe Xudanra çawa dîyarîya tevayîşewatê: Du canega, beranekî, heft berxêd yeksalîye bê qusûr bidin. 12 Pareke çapêye ji deha sisê arê xasî rûnda stirayî bona her canegakî, çawa dîyarîya nanî û pareke çapêye ji deha dudu arê xasî rûnda stirayî bona berên çawa dîyarîya nanî bidin. 13 Pareke çapêye ji deha yek arê xasî rûnda stirayî bona her berxî çawa dîyarîya nanî bidin. Eva dîyarîya tevayîşewatêye bînxweşe, dîyarîya şewatê ye Xudanra. 14 Eva dîyarîya serdakirina wê ye: Nîv hîn şerav bona canegê, pareke hînê ji yek bona berên û pareke hînê ji çara yek bona berxê bidin. Eva dîyarîya tevayîşewatêye mehê ye bona her mehê salê. 15 Nêrîkî bona dîyarîya paqijbûnê Xudanra bidin, li ser dîyarîya tevayîşewatêye her timra û dîyarîya wêye serdakirinêra. 16 Çardehê meha yekê roja Cejina Derbazbûnê ye bona sisîya Xudan. 17 Û panzdehê wê mehê jî cejin e. Heft roja hûn gere nanê şkeva bixwin. 18 Roja ewlin civata pîroz e, tu şixulî nekin. 19 Dîyarîya şewatê, dîyarîya tevayîşewatê Xudanra bidin, awa gotî, du canega, beranekî û heft berxêd yeksalî. Ew gere bê qusûr bin. 20 Û usa jî dîyarîya wane nanî ji arê xasî rûnda tevdayî. Pareke çapêye ji deha sisê bona canega û pareke çapêye ji deha dudu bona berên, 21 pareke çapêye ji deha yek bona wan her heft berxî bidin. 22 Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê bona afûkirina xwe bidin. 23 Vê gere li ser dîyarîya tevayîşewatêye sibehêra, awa gotî dîyarîya tevayîşewatêye her timra bidin. 24 Her roj ji wan heft roja ha bikin. Ev nanê dîyarîya şewatêyî bînxweş e Xudanra. Wê li ser dîyarîya tevayîşewatêye her timra û dîyarîya wêye serdakirinêra bidin. 25 Û roja hefta dîsa wera civata pîroz be. Tu şixulî nekin. 26 Li roja deremetêd pêşin jî gava hûn dîyarîya nanê ewlin Xudanra wextê Cejina Heftîya bînin, bira wera dîsa civata pîroz be, tu şixulî nekin. 27 Hûn gere dîyarîya tevayîşewatê çawa dîyarîya bînxweş Xudanra bidin, awa gotî: Du canega, beranekî û heft berxêd yek salî. 28 Û usa jî dîyarîya wane nanîye ji arê xasî rûnda stirayî: Pareke çapêye ji deha sisê bona her canegayî, pareke çapêye ji deha dudu jî bona berên, 29 pareke çapêye ji deha yek jî bona her heft berxa bidin. 30 Nêrîkî jî bona kewandina xwe bidin. 31 Vê û dîyarîya wêye serdakirinê li ser dîyarîya tevayîşewatêye her timra û dîyarîya wêye nanîra bidin. Ew gere bê qusûr bin.

10-16 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 30-31

“Sozê Xwe li Ber Xudan Bîne Sêrî”

it-2 1162

Soz

Bi Rezediliyê, lê Eseyî Gerekê Bê Sêrî. Soz bi rezedilî didan. Li gora qanûna Xwedê, hergê meriv soz dida, ewî eseyî gerekê ev sozê xwe bianiya sêrî. Çaxê meriv soz dida, ewî emirê xwe jî vê sozêva girêdida, dêmek hergê meriv sozê xwe neaniya sêrî, ewî dikaribû emirê xwe jî unda kira (Jm. 30:2; usa jî binihêre Rm. 1:31, 32). Kitêba Pîroz meriva hêlan dike fesal bin û kûr bifikirin ser wan cabdariya, yên ku hildidin ser xwe gava soza didin, çimkî wê yekêva emir girêdayî ye. Qanûnêda dihate gotinê: “Heger tu Xudan Xwedêyê xwera ad-qirar kî, . . . Xudan Xwedêyê te wê ji te ese bixwaze û guneyê li ser te be. Lê heger te ad-qirar ne kirîye, hingê guneyê li ser te tunebe” (Qn.Dc. 23:21, 22).

it-2 1162

Soz

Sozê ku em Xwedêra didin, tê hesabê ewê yekê bikin, çi ku me qirar kiriye, mesele qurban yan hedî bînin, xizmetkirina mexsûs destpêkin, yan jî înkar kin tiştên ku xwexa bi xwe xirab nînin. Meriva soz bi rezediliyê didan. Qewata sozdayînê mîna qewata sondxwarinê bû û carna ew herdu xeber Kitêba Pîrozda kontêkstekîda têne xebitandinê (Jm. 30:2; Mt. 5:33). “Soz” tê hesabê tiştekî qirar kî û ewê qirarê eseyî bînî sêrî, lê “sond” tê hesabê kesê xweyîhukumra elam kî, ku sozê te rast e û tuyê vî sozî eseyî bînî sêrî. Gelek car bi saya sonda peyman dihatine destûrkirinê (Dsp. 26:28; 31:44, 53).

w04 1/8 27 ¶3

Fikirên Sereke ji Kitêba Jimar

30:6-8: Gelo mêrê Mesîhî dikare sozê jina xwe betal ke? Roja îroyîn Yehowa sozê her xizmetkarekî xwe başqe-başqe hildide hesab. Mesele her kes şexsî sozê tesmîlbûyînê Yehowara dide (Galatî 6:5). Îzina mêr tuneye ewê sozê betal ke. Aliyê xweda jin gerekê sozê usa nede, ku miqabilî Xebera Xwedê ne yan jî miqabilî cabdariyên wê hindava mêrê xwe.

Xizna Kitêba Pîroz

(Jimar 30:10-12) Lê heger jinek li mala mêrê xweda ad-qirar kirîye yan borc bi sond hilda ye li ser xwe, 11 mêrê wê bibihê, dengê xwe neke û îzina wê bide, hingê hemû ad-qirarêd wê û hemû borcêd wê li ser wê bimînin. 12 Lê gava mêrê wê li roja ku bibihê, wan resît ke, hingê hemû tişt çi ku ji devê wê derketîye, awa gotî ad-qirarêd wê û borcêd wêye li ser wê, hukumê wan tune. Mêrê wê ew resît kirin û Xudan wê bibaxşîne wê.

it-2 28 ¶1

Yeftah

Meriv dikaribûn Yehowara bona xizmetkirina konê pîrozda bihatana tesmîlkirinê. Îzina dê-bava hebû, wekî zarên xwe tesmîlî wî cûre xizmetiyê kin. Dereca Samûyêl jî hema usa bû. Pêşiya bûyîna wî, diya wî Hannayê soz dabû, ku ewê kurê xwe tesmîlî Xwedê bike bona xizmetkirina konê pîrozda. Mêrê wê Elkana sozê wêra qayîl bû. Ji wî çaxî, gava Samûyêl ji şîrê dê hate qetandinê, Hannayê wî anî konê pîroz. Usa jî Hannayê heywan qurban kir (1 Sm. 1:11, 22-28; 2:11). Xêncî Samûyêl usa jî Şimşon ji zarotiya xwe hatibû tesmîlkirinê, seva ku ça Nezîr xizmet ke (Hkm. 13:2-5, 11-14; beramber ke Jm. 30:3-5, 16, kîderê ku tê gotinê derheqa hukumê bav ser qîzê).

(Jimar 30:1-16) Mûsa serwêrêd qebîlêd zarêd Îsraêlra xeberda û got: “Ev e xebera ku Xudan emir kir: 2 ‘Gava mêrek li ber Xudan ad-qirar bike yan sond bixwe ku borcekî hilde li ser xwe, ew gere îdî xebera xwe neteribîne, lê her tişt çi ku ji devê wî derketîye, gerekê bîne sêrî. 3 Lê gava jinek li mala bavê xwe, cahiltîya xweda li ber Xudan ad-qirar ke ku borcekî hilde li ser xwe 4 û bavê wê jî bona ad-qirar û borcê wêyî hildayî li ser xwe bibihê, dengê xwe neke, hingê hemû ad-qirarêd wê û hemû borcê hildayîye li ser xwe, dimînin. 5 Lê heger bavê wê li wê roja ku bibihê îzina wê nede, hingê hemû ad-qirarêd wê û borcêd wêye li ser, resît dibin. Xudan wê bibaxşîne wê, çimkî bavê wê îzin ne daye wê. 6 Lê heger ew mêr ke û ad-qirarêd wê û xeberêd devê wêye bê hemdê xwe gotî, li ser wê ne, 7 li wê roja ku mere wê bibihê û dengê xwe neke, hingê ad-qirarêd wê û borcê wêye hildayî li ser xwe, dimînin. 8 Lê heger mere wê bibihê û xût wê rojê îzina wê nede, hingê ew resît dike ad-qirarê li ser wê û xeberêd devê wêye bê hemdê xwe gotî. Xudan wê bibaxşîne wê. 9 Lê ad-qirarê jinebîyê yan mêrberdayê, her borcê ku wê hilda ye li ser xwe, li ser wê bimîne. 10 Lê heger jinek li mala mêrê xweda ad-qirar kirîye yan borc bi sond hilda ye li ser xwe, 11 mêrê wê bibihê, dengê xwe neke û îzina wê bide, hingê hemû ad-qirarêd wê û hemû borcêd wê li ser wê bimînin. 12 Lê gava mêrê wê li roja ku bibihê, wan resît ke, hingê hemû tişt çi ku ji devê wê derketîye, awa gotî ad-qirarêd wê û borcêd wêye li ser wê, hukumê wan tune. Mêrê wê ew resît kirin û Xudan wê bibaxşîne wê. 13 Mêr dikare mak ke yan jî resît ke wan hemû ad-qirar û borcêd sondxwarîye ku bona nefsa xwe şkênandinê kirîye. 14 Lê heger mêrê wê, wê rojê dengê xwe neke, bi wê yekê ew hemû ad-qirarêd wê û hemû borcêd li ser wê mak dike. Çimkî li roja ku wî bihîstîye dengê xwe nekirîye. 15 Lê heger ew paşî bihîstina xwe resît ke, hingê ewê dewsa wê sûcdar be’”. 16 Ev in qeyde-qanûnêd ku Xudan emirî li Mûsa kirin, bona mêr û jina wî, bona bav û qîza wî, cahiltîya wêda li mala bavê xweda.

17-23 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 32-33

“Ji Ber Xwe Berî Hemû Binelîyêd Wî Erdî Din”

w10 1/8 23

We Zanibû?

“Hêlanêd jorin”, derheqa kîjana ku Nivîsarên Îbranîda tê gotinê, çi bûn?

Pêşiya ku Îsraêlî biketana Erdê Sozdayî, Yehowa temî da wan, wekî hemû tiştên, ku Kenaniya bona hebandina qelp didane xebatê, wêran kin. Xwedê gote wan: “Hemû şikilêd heykelêd wan û hemû heykelêd wanî rokirî hûrdexweşî kin, hemû hêlanêd wane jorin wêran kin” (Jimar 33:52). “Hêlanêd wane jorin”, kîderê ku xudanên qelp dihebandin, ser meydanên bilindciya bûn, yan jî ciyên mayîn, mesele, bin baxada yan nav şeherada (1 Padşatî 14:23; 2 Padşatî 17:29; Hezeqêl 6:3). Wêderê gorîgeh, heykel, şikil, bixûrdang û tiştên dine hebandinêva girêdayî hebûn.

w08 15/2 27 ¶5-6

Ji Şaşiyên Îsraêliya Dersa Hîn bin

Îro em rastî gelek çetinayên usa tên, rastî kîjana Îsraêlî jî dihatin. Rojên meye modêrnda bona meriva gelek tişt dikarin bibine pût, mesele pere, merivên nav-deng, sporstmên, partiyên polîtîkê, serwêrên rêlîgiya û hela hê neferên malê jî. Ew tişt dikarin emirê meda ciyê pêşin bigirin. Lema jî heleqetiya nêzîk tevî wan, kî ku Yehowa hiz nake, dikare ruhaniya me sist ke.

Hebandina Baelra bênamûsiyêva girêdayî bû. Ewê yekê ji cimeta Îsraêl geleka kişande berbi xwe û bona wan bû telik. Îro jî hinek ji xizmetkarên Yehowa dikevine telika bênamûsiyê. Mesele meriv gelek hêsa dikare îsafa xwe biherimîne, gava malda ber komputerê rûniştiye û bê hemdê xwe cûre-cûre malpera ditikîne. Sed heyf ku Mesîhî jî Întêrnêtêda dikevine telika pornogirafiyayê!

it-1 404 ¶2

Kenan

Yêşû bîlanî da kifşê û “ji hemû tiştên ku Xudan bi emirî dabû Mûsa, tu tiştekî kêm nekir” çi ku qirkirina Kenaniyava girêdayî bû (Yêş. 11:15). Lê Îsraêliya çev nedane Yêşû û her tişt çi ku erd diherimandin, wêran nekirin. Kenanî tevî Îsraêliya diman, û ev yek ser Îsraêliya xirab hukum kir. Axiriya vê yekê ev bû ku qaçaxtî, bênamûsî û pûtparistî bela bû û rûyê vê yekêda diha zef Îsraêlî mirin, ne ku hergê wana gura Xwedê bikira û qira Kenaniya baniyana (Jm. 33:55, 56; Hkm. 2:1-3, 11-23; Zb. 106:34-43). Yehowa Îsraêliyara gotibû, ku ewê dîwana wan bike, hergê ewana heleqetiya nêzîk tevî Kenaniya pêşda bînin. Mesele hergê ewana tevî wan bikevine zewacê, edetên rêlîgiya wanva bêne girêdanê û eyd-qeydên wane heram bikine qeydê xwe, wî çaxî Yehowa wê dîwana wan wek hev bike, dêmek wê qira wan bîne (Drk. 23:32, 33; 34:12-17; Qn.Kh. 18:26-30; Qn.Dc. 7:2-5, 25, 26).

Xizna Kitêba Pîroz

(Jimar 33:54) Bi peşk avîtinê hûnê ji wî erdî, anegorî malbetêd xwe, par bistînin. Malbeta mezin wê zef bistîne, ya biçûk wê hindik bistîne, kêra kîderê bikeve ewê jî bibe para wî. Anegorî qebîlêd bavêd xwe xwera war hildin.

it-1 359 ¶2

Sînor

Çaxê bi saya peşk dihate safîkirinê ku kîjan berek vê kîderê cî-war be, gerekê çapên wî erdî ser hîmê hejmara vî berekî bihata parevekirinê. “Bi peşk avîtinê hûnê ji wî erdî, anegorî malbetêd xwe, par bistînin. Malbeta mezin wê zef bistîne, ya biçûk wê hindik bistîne, kêra kîderê bikeve ewê jî bibe para wî” (Jm. 33:54). Gava bi saya peşk dihate safîkirinê, wekî kîjan erd wê kêra bikeve, ev yek îda ne dihate guhastinê, lê çapa vî erdî dikaribûn biguhastana. Çaxê pêhesiyan, wekî erdê Cihûda gelek mezin e, ev kêm kirin û hine parên vî erdî dane bereka Şimhûn (Yêş. 19:9).

(Jimar 32:28-42) Mûsa bona wan emirî Êlazarê kahîn, Yêşûyê kurê Nûn û serwêrêd malbetêd qebîlêd zarêd Îsraêl kir 29 û Mûsa gote wan: “Heger zarêd Gad û zarêd Rûbên tevî we Ûrdunêra derbaz bin, hemû li ber Xudan şêrra hazir bin û ew erd destêd weda be, hingê erdê Gîled çawa milk bidine wan. 30 Lê heger ew tevî we çekêd xwe girêdayî derbaz nebin, hingê ewê milk tevî we li erdê Kenanêda bistînin”. 31 Zarêd Gad û zarêd Rûbên vegerandin û gotin: “Çawa ku Xudan gote evdêd te emê usa jî bikin. 32 Emê li ber Xudan çek girêdayî derbaz bine li erdê Kenanê, tenê bira warê milkê me vî alîyê Ûrdunê be”. 33 Mûsa padşatîya Sîxonê padşê emorîya, padşatîya Ogê padşê Başanê, erd, bajarêd wê sînorê wanva awa gotî hemû erd bajarava dane zarêd Gad, zarêd Rûbên û nîvê qebîla Minaşeyê kurê Ûsiv. 34 Zarêd Gad Dîbon, Eterot, Erohêr, 35 Etrot-Şofan, Yazêr, Yogboha, 36 Bêt-Nîmra, Bêt-Haran, bajarêd sûrkirî çêkirin, usa jî axilêd pêz. 37 Zarêd Rûbên Heşbon, Elalê, Qîryatayîm 38 usa jî Nebo û Bael-Mihon, navêd kîjana hatibûne guhastinê û Sîvma çêkirin. Navêd nû danîne li ser bajarêd ku çêkiribûn. 39 Zarêd Maxîrê kurê Minaşe jî çûne Gîledê, ew zeft kirin û berî emorîyê ku li wir diman, dan. 40 Hingê Mûsa Gîled da Maxîrê kurê Minaşe û ew li wir cî-war bû. 41 Yaîrê kurê Minaşe jî çû gundêd wê zeft kirin û navêd wan danî Havot Yaîr. 42 Novah çû Qinat gundêd wêva zeft kir û navê xwe, Novah, danî ser.

24-30 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | JIMAR 34-36

“Sitara We Yehowa ye”

w17.11 9 ¶4

Gelo Sitara We Yehowa ye?

4 Lê çi diqewimî tevî wî merivî, yê ku bê hemdê xwe xûna kesekî birêta? Rast e ewî nedixwest mirina wî merivî, lê ew dîsa jî neheq bû ku xûna merivê bêsûc hate rêtinê (Destp. 9:5). Vê derecêda, ewê ku bê hemdê xwe kuşt, dikaribû bireviya bajarekî sitarbûnê, seva ku xwe ji destê wî xilaz kira, yê ku gerekê heyfa xûnê hilda. Wêderê ew xweykirî bû. Ew gerekê wî şeherê sitarbûnêda bima, heta mirina serekkahîn (Jimar 35:15, 28).

w17.11 9 ¶6

Gelo Sitara We Yehowa ye?

6 Hergê Îsraêlîkî bê hemdê xwe kesek bikuşta, ew gerekê bireviya şeherê sitarbûnê, û ber dergeh “rûspiyara” gilî kira ku “çi qewimî”. Rûspiya gerekê wî bi dil û can qebûl kirana (Yêşû 20:4, DT). Hine wede şûnda, wana wî dişandine bal rûspiyên wî şeherî, kîderê ku kuştin qewimî bû, seva ewana dîwanê bikin ku ça û çira kuştin qewimî. (Bixûne Jimar 35:24, 25.) Hergê evan rûspiya elam kirana ku ewî bi rastiyê nexwestibû û bê hemdê xwe kuştibû, ew dikaribû dîsa vegeriya şeherê sitarbûnê.

w17.11 11 ¶13

Gelo Sitara We Yehowa ye?

13 Gava ku yê revî dikete bajarê sitarbûnê, wêderê ew xweykirî bû. Derheqa van bajara Yehowa got: “Ew bona we wê bibin cî-sitar” (Yêşû 20:2, 3, DT). Yehowa dewa nedikir wekî ewê ku bê hemdê xwe kuştibû, dîsa bona vê yekê bê dîwankirinê. Û ew merivê ku dikaribû heyfê hilde, îzina wî tune bû biketa bajarê sitarbûnê. Dêmek, ev meriv tu car wê netirsiya ku kesekê wî ceza bike. Wî şeherîda ew bin xweykirina Yehowada bû. Ew kelêda nîbû. Vî şeherîda ew dikaribû bixebitiya, alî meriva bikira, û edilayêda Yehowara xizmet kira. Belê, ewî dikaribû bi emirê bextewar bijîta!

Xizna Kitêba Pîroz

(Jimar 35:31) Ji ber emirê mêrkujva, yê ku gere bê kuştinê heq nestînin. Çimkî ew gere bê kuştinê.

w91 15/2 13 ¶13

Kirîn Bona Her Kesî

Lê Adem û Hêwa ji vê kirînê karê nastînin. Qanûna Mûsada prînsîpa usa heye: “Ji ber emirê mêrkujva, yê ku gere bê kuştinê heq nestînin” (Jimar 35:31). Adem nehate xapandinê. Ewî bi hemdê xwe gune kir (1 Tîmotêyo 2:14). Kirên wî beramberî mêrkujiyê bû, çimkî qisûrtiya wî derbazî ser zureta wî bû û ewana ketine ber sûcê mirinê. Femdarî ye, wekî Adem hêjayî mirinê bû, çimkî ça merivê bêqisûr ewî xwexa safî kir, ku gura Xwedê neke. Hergê kirîn Ademra jî kar bianiya, ev yek wê miqabilî prînsîpên Yehowayî heq bûya. Lê zureta Adem bi saya kirînê ji sûcê mirinê aza bû (Romayî 5:16). Û qewata gune ya ku mirinê pey xwe tîne, kokêva hate birînê. Ewê ku gunê me kirî “bona hemûya mirin” dît (Îbranî 2:9; 2 Korintî 5:21; 1 Petrûs 2:24).

(Jimar 34:1-15) Xudan Mûsara xeberda û got: 2 “Emir li zarêd Îsraêl ke û bêje wan: ‘Ev e erdê Kenanê ku sînorêd xweva wê para we keve. Gava hûn bikevine erdê Kenanê, 3 para weye başûrê wê ji berîya Sînê rex Edomêva here. Alîyê rohilata sînorê weyî başûrê wê ji xilazîya Bera Mirî destpêke. 4 Û sînor wê ji başûrê dagere hevrazê Ekrabîmê, Sînêra derbaz be û wê li başûra Qadêş-Barnêayêva derkeve û bigihîje Hasar-Addarê û wê derbazî Esmonê be. 5 Sînor wê ji Esmonê dagere heta sêlafa Misirê û bigihîje berê. 6 Sînorê roavayê wê Bera Navberê be. Ewê bibe sînorê weyî roavayê. 7 Evê jî bibe sînorê weyî bakurê: Ji Bera Navberê heta çîyayê Hor kifş kin. 8 Ji çîyayê Hor heta Libo-Hamatê kifş kin û ji wir sînorê bigihîje Sidadê. 9 Sînor wê heta Zîfronê here û li Hasar-Eynanê xilaz be. Ewê bibe sînorê weyî bakurê. 10 Sînorê xweyî rohilatê ji Hasar-Eynanê heta Şifamê kifş kin, 11 ji Şifamê wê berjêr here heta Rîbilahê ku alîyê rohilata Eyînê ye, paşê wê berjêr here û bigihîje devê Bera Xinnêrêtê , alîyê rohilatêva, 12 paşê sînorê berjêr here Ûrdunê û Bera Mirîda xilaz be. Evê bibe sînorê dora erdê we’”. 13 Mûsa emirî zarêd Îsraêl kir û got: “Ev e, ew erdê ku hûnê bi peşkavîtinê war bin kîjan ku Xudan emir kir wekî nehe û nîv qebîlara bê dayînê. 14 Çimkî qebîla zarêd Rûbên malbetêd xweva û qebîla zarêd Gad malbetêd xweva û usa jî nîvê qebîla Minaşe, warê xwe standine. 15 Ew her du qebîl û nîv wî alî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê, alîyê rohilatê, warê xwe standin”.

31 GULANÊ-6 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 1-2

“Dîwan Şixulê Xwedê ye”

w96 15/3 23 ¶1

Yehowa Heqiyê û Rastiyê Hiz Dike

Rûspiyên kifşkirî cabdar in, wekî komîtêya dîwankirinê derbaz kin bona wan xizmetkara, ku gunê giran kirine (1 Korintî 5:12, 13). Ewana bîra xweda xweyî dikin, wekî gerekê çev bidine heqiya Xwedê û hemû derecada kîderê ku mecal çêdibe, dilşewatiyê bidine kifşê. Hergê xizmetkar gunê xwe nade rûyê xwe, wî çaxî hîm bona eyankirina dilşewatiyê tune. Lê rûspî tu xizmetkarî ji civatê dernaxin ji bo wê yekê ku ev wan xweş nayê. Rûspî bawer in, wekî derxistina ji civatê wê alî wan bike ser hişê xweda bên û vegerine civatê (Beramber ke Hezeqêl 18:23). Bin serwêrtiya Îsa Mesîhda rûspî bona heqiyê kar dikin û dibin “mîna cîhê ku ji bahê” vedişêre (Îşaya 32:1, 2). Lema jî ewana gerekê serwaxt bin û firqiyê nekine nava meriva (Qanûna Ducarî 1:16, 17).

w02 1/8 9 ¶4

Serwêrtiya ku Xwedê Kifş Kiriye, Qebûl kin

4 Ji hakima dihate dewakirinê ne ku tenê Qanûnê bizanibin. Ji bo ku ew rûspî merivên gunekar bûn, wana gerekê ser xeyset-hunurên xweye xirab bixebitiyana. Mesele, wana gerekê firqî nekira nava meriva, xwehizî û timayî nedana kifşê, çimkî ew hunur dikaribûn riya wan bigirta ku bi heqiyê dîwana meriva bikin. Mûsa gote wan: “Dîwanêda firqîyê nekin, çawa guh didine yê mezin usa jî guh bidine yê biçûk. Ji meriva netirsin çimkî dîwan şixulê Xwedê ye”. Belê, hakimên Îsraêlê ji navê Xwedê dîwan dikirin. De bidine ber çevê xwe ew şixul qedir û cabdarîke çiqas mezin bû! (Qanûna Ducarî 1:16, 17)

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 1:19) Çawa ku Xudan Xwedêyê me li me emir kir usa em ji Horêbê rêketin, nava wê qûmistana mezin û xofra derbaz bûn, kîjan ku we dît li ser rîya berbi çîya yêd emorîya. Usa em hatine Qadêş-Barnêayê.

(Qanûna Ducarî 2:7) Çimkî Xudan Xwedêyê te hemû şixulêd destêd te bimbarek kir. Ew haş rêwîtîya te heye li vê berîya mezinda. Eva çil sal e ku Xudan Xwedêyê te tevî teye û kêmasîya tu tiştî te nedît”’.

w13 15/9 9 ¶9

Temiyên Yehowa bi Îtbar in

9 Çaxê Îsraêlî ketine rêwîtiyê, ya ku 40 sal kişand û nava qûmistana “mezin û xofra derbaz bûn”, Yehowa wanara hûr bi hûr şirovenekir, ku çawa ew wê rêberiya wan bike, wana biparêze û bona hewcên wan xem bike. Lê dîsa jî ewî gelek car wanara îzbat dikir, ku ewana dikarin îtbariya xwe wî û rêberiya wî bînin. Yehowa roj bi stûneke ewir, lê şev bi stûneke agir rêberiya cimeta xwe dikir û bi wê yekê îzbat dikir, ku piştgiriya wan dike (Qan. Dcr. 1:19; Derk. 40:36-38). Ewî usa jî bona hewcên wane herrojî xem dikir, “kincên wan kevin nebûn û lingên wan newerimîn”. Bi rastî jî “qet kêmasiyên wan tune bûn” (Nehem. 9:19-21).

(Qanûna Ducarî 1:1-18) Ev in ew xeberêd ku Mûsa alîyê rohilata Ûrdunê, ber Îya Erabayêda, Pêşberî Sûfê, nava Paranê û Tofelê, Labanê, Hasêrotê, Dî-Zahabêda gotibû temamîya Îsraêl. 2 Ji Horêbê heta Qadêş-Barnêayê li çîyayê Sêhîrêra rîya yanzdeh rojî bû. 3 Yekê meha yanzdehaye sala çilî, Mûsa her tiştê ku Xudan li wî emir kiribû bona zarêd Îsraêl gote wan. 4 Pey wê yekêra ku Sîxon padşê emorîya ku Heşbonê dima, usa jî Ogê padşê Başanê ku Eşterotê û Êdreyê dima hatine lêdanê. 5 Alîyê rohilata Ûrdunê, erdê Mowabêda, Mûsa dest bi şirovekirina vê qanûnê kir got: 6 “Xudan Xwedêyê me, li Horêbê mera xeber da got: ‘Bes e hûn li vî çîyayî bimînin, 7 rabin rêkevin herine li çîyayêd emorîya û hemû dor-berêd wane deşta Erabayêda, li çîya-banîya, Necefê, devê bera, erdê kenanîyê û Lubnanê, heta Firatê çemê mezin. 8 Binihêre! Ez vî erdî didime ber we, herin wî erdî bikine milkê xwe. Çimkî Xudan kal-bavêd we, Birahîm, Îshaq û Aqûbra sond xwar ku wî erdî bide wan û pey wanra jî zureta wan’. 9 Wê hingê min, Mûsa, gote we: ‘Ez tenê qewat nakim bikevime bin barê we. 10 Xudan Xwedêyê we hûn li hev zêde kirine, îro hûn bê hesab in mîna steyrkêd ezmên. 11 Bira Xudan Xwedêyê kal-bavêd we, we hezar carî ji vî hesabê we zêdetir bike û we bimbarek bike çawa ku wî gotibû we! 12 Lê ez tenê çawa dikarim barêd we, nîrêd we û şer-dewêd we hilgirim? 13 Hûn xwera ji qebîlêd xwe merivne serwaxt, aqil û cêribandî bibijêrin û ezê wan bikime serwêrêd we’. 14 We caba min da û got: ‘Te tiştekî qenc got ku em bikin’. 15 Min serwêrêd qebîlêd we, merivne serwaxt û cêribandî hildan, ew li ser we çawa serhezar, sersed, serpêncî, serdehe û berpirsîyar nava qebîlêd weda kifş kirin. 16 Wê hingê min li hakimêd we emir kir û gote wan: ‘Guh bidine birayêd xwe û rast hakimtîyê bikin çawa nava îsraêlîya, usa jî nava îsraêlîkî û xerîbekî. 17 Dîwanêda firqîyê nekin, çawa guh didine yê mezin usa jî guh bidine yê biçûk. Ji meriva netirsin çimkî dîwan şixulê Xwedê ye, lê her tiştê ku wera zemet be bînine cem min ezê guh bidimê’. 18 Wê hingê min bona her tiştî li we emir kir ku hûn gere çi bikin.

7-13 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 3-4

“Qanûnên Yehowa Bîlan û Heq in”

it-2 1140 ¶5

Femkirin

Çaxê meriv Xebera Xwedê kûr lêkolîn dike û emirê xweda dide xebatê, ew dikare ji dersdar û kalemêra bîlantir be (Zb. 119:99, 100, 130; beramber ke Lq. 2:46, 47). Hemû temî û qanûnên Xwedê zelal in û bi bîlaniyê tije ne. Hergê cimeta Îsraêl van qanûn û temiyên Xwedê baniyana sêrî, wî çaxî miletên der-dorê wan wê wana hesab kirana ça “cimeta bîlan û serwaxt” (Qn.Dc. 4:5-8; Zb. 111:7, 8, 10; beramber ke 1 Pd. 2:3). Merivê serwaxt rastiya Xebera Xwedê qebûl dike, dixwaze li gora vê bijî û ji Xwedê lava dike ku alî wî bike (Zb. 119:169). Ew îzinê dide wekî Xebera Xwedê ser hiş-aqilê wî hukum ke (Mt. 13:19-23), dilê xweda xwey dike (Mtl. 3:3-6; 7:1-4), û hemû “rîya derew” nefret dike (Zb. 119:104). Gava Kurê Xwedê ser erdê bû ewî bîlaniya vî cûreyî dida kifşê. Ew hazir bû ser stûna cefayê bê kuştinê, çimkî zanibû ku bi vê yekê pêxembertiyên ji Nivîsarên Pîroz wê bêne sêrî (Mt. 26:51-54).

w99 1/11 20 ¶6-7

Çaxê bi Merdaniyê Didî

Çaxê jin-padşa Şebayê her tişt dît û bihîst ew zendegirtî ma û bi milûktî got: “Zilamên te çiqas kêfxweş, ew qûlên te çiqas kêfxweş her tim li ber te disekinin û hîkmeta te dibihîzin” (1 Padşatî 10:4-8). Ewê derheqa xulamên Silêman got ku ewana kêfxweş in, dêmek bextewar in, ne seva vê yekê ku xêr-xiznêda dijîtin, lê çimkî wana timê dikaribû ji zar-zimanê Silêman bîlaniya Xwedê bibihîstana. Bi rastî jin-padşa Şebayê meseleke baş hîşt bona xizmetkarên Yehowa yên roja îroyînra jî, çimkî ewana guh didine bîlaniya Efirandar û kurê wî Îsa Mesîh!

Ev xeberên vê jî dîna me dikişînin ser xwe: “Xwedayê te . . . bila pîroz be!” (1 Padşatî 10:9). Ça tê kifşê ewê fem dikir, wekî bîlanî û hebûna Silêman ji Yehowa bû. Ev yek li gora sozê Yehowa bû, ku ewî cimeta Îsraêliyara gotibû: “Xweyî kin û biqedînin [qeyde-qanûnên min], çimkî ev e bîlantî û serwaxtîya weye li ber çevê mileta. Ewê ku van hemû qeyde-qanûna bibihên wê bêjin: ‘Rastî ev cimeta bîlan û serwaxt e, miletekî mezin e’” (Qanûna Ducarî 4:5-7).

w07 1/8 29 ¶13

Tu li Ber Xwedê Dewlemend î?

13 Çaxê Xwedê kerema xwe ser cimeta xweda dibarîne, ew timê ya lape baş dide wan (Aqûb 1:17). Mesele, çaxê Yehowa erd bona jîyînê dida Îsraêliya ewî erdê “ku şîr û hingiv jê dikişîya”, da wan. Rast e derheqa erdê Misirê jî usa tê gotinê, lê tiştekîda Misir ji erdê Sozdayî cude dibû. Mûsa derheqa vî erdî Îsraêliyara gotibû, wekî “ku Xudan Xwedêyê te bona wê xem dike”. Bi xeberên din bêjin, ew dihate hesabê, wekî ewana wê bi saya qewat û kerema Yehowa bereket bûna. Heta ku ewana Yehowara amin bûn, ewî wana kerem dikir û ewana ji hemû miletên der-dor baştir dijîtin. Bi rastî jî kerema Yehowa “hebûkê dide”! (Jimar 16:13; Qanûna Ducarî 4:5-8; 11:8-15)

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 4:23) Haş ji xwe hebin, wekî hûn peymana ku Xudan Xwedêyê we tevî we girêda, bîr nekin. Xwera pûta dilqê tu tiştîda çênekin, çi ku Xudan Xwedêyê te îzin ne da te.

w04 15/9 25 ¶3

Fikirên Sereke ji Kitêba Qanûna Ducarî

4:15-20, 23, 24: Qedexekirina ku pûta çêkin gelo tê hesabê, wekî îzin tune kesekî yan tiştekî bi nêteke din neqiş kin? Na. Ew qedexekirin tenê wan cûre neqişkirina diket, ku bona hebandina qelp çêdikirin, û ew qedexekirin cimetê ji pûtparistiyê xweyî dikir. Nivîsarên Pîroz qedexe nakin ku bona hewasa xwe tiştekî yan kesekî bineqişînin (1 Padşatî 7:18, 25).

(Qanûna Ducarî 3:1-13) Em vegerîyan û rîya Başanêda hevraz çûn. Ogê padşê Başanê temamîya miletê xweva Êdreyêda derkete miqabilî me şêr. 2 Xudan gote min: ‘Ji wî netirse, çimkî ez ewî tevî hemû miletê wî, erdê wî didime destê te. Tê usa bînî serê wî, çawa ku te anî serê Sîxonê padşê emorîya ku Heşbonê dima’. 3 Xudan Xwedêyê me, Ogê padşê Başanê û hemû miletê wî dane destê me. Me usa wî xist ku tu kes ji wan sax nema. 4 Wê hingê me hemû bajarêd wan zeft kirin, bajar nemabû ku me hilnedabûya, awa gotî şêst bajar, temamîya qeza Argovê, padşatîya Ogê Başanê. 5 Hemû ev bajar bi sûrêd bilind, cot dergeha û zerzava qewatkirî bûn, xêncî gelek gundêd bê sûr. 6 Me ew wêran kirin, ew tam dîyarî Xudan kirin, çawa ku me anî serê Sîxon padşê Heşbonê, her bajar tevî jin, mêra û zara wêran kirin. 7 Lê hemû heywan û talan ji wan bajara me xwera hildan. 8 Wî çaxî me erdê alîyê rohilata Ûrdunê ji sêlafa Arnonê heta çîyayê Hermonê ji destê du padşêd emorîya stand. 9 (saydanî Hermonêra Sîryon dibêjin, emorî jî Senîr dibêjin.) 10 Hemû bajarêd deşta çîyê û temamîya Gîled, temamîya Başanê heta Salkayê û Êdreyê, bajarêd padşatîya Og li Başanê me hilda. 11 (Çimkî ji rifayîya tenê Ogê padşê Başanê mabû. Va ye darbesta wîye hesinî niha Rabbayêda cem zarêd amonîya ye, dirêjaya wê nehe zend e, beraya wê çar zend e, zendê gihîştîya.) 12 Wê hingê me ew erd xwera kire milk. Erohêr nêzîkî sêlafa Arnonê û nîvê çîyayêd Gîledê tevî bajarêd wî min da rûbênîya û gadîya. 13 Çi ku ji Gîledê mabû û temamîya Başana padşatîya Og min da nîvê qebîla Minaşe. (Temamîya qeza Argovê li temamîya Başanêda dihate navkirinê çawa erdê rifayîya.

14-20 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 5-6

“Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin, wekî Yehowa Hiz Bikin”

w05 15/6 20 ¶11

Dê-Bavno bona Hewcên Zarên Xwe Xem Bikin

11 Çaxê xeberdan derheqa wê yekê diçe, tu rêz ji Kitêba Pîrozda usa gelek car nayne xebitandinê ça kitêba Qanûna Ducarî 6:5-7. Ji kerema xwe vekin ewê kitêbê û wan rêza bixûnin. Dîna xwe bidinê, wekî dê-bavara tê gotinê ku ya ewlin ruhaniya xwe qewî kin, hizkirina xwe hindava Yehowa pêşda bînin û bi dil xebera wî qebûl kin. Belê, seva ku em zanebûna rastiya Yehowa bistînin û hizkirinê hindava prînsîp û qanûnên wî pêşda bînin, lazim e Xebera wî kûr lêkolîn bikin, her roj bixûnin û ser bifikirin. Wî çaxî rastiya Xebera Xwedê wê dilê weda be, çi ku dilê wê we bi şabûnê, xwedêxofiyê û hizkirinê hindava Yehowa tije ke. Hingê emê bi merdanî bikaribin rastiyên ji Xebera Xwedê tevî zarên xwe parevekin (Lûqa 6:45).

w07 15/5 15-16

Çawa Ez Dikarim Alî Zarên Xwe Bikim Hînkirina Baş Bistînin?

Nêt-Merem, tiştên qîmet û xwestinên te, ne ku tenê xeberdanêda, lê kirên teda jî eyan dibin (Romayî 2:21, 22). Ji zarotiyê zar dîna xwe didine dê-bavê xwe û ewana wan tişta hîn dibin, çi ku bona dê-bava ferz e. Hergê tu bi rastî Yehowa hiz dikî, ew yek wê zarên tera jî eyan be. Mesele, zarên te wê texmîn kin, ku hînbûn û xwendina Kitêba Pîroz bona te gelek ferz e. Ewana wê fem bikin, ku tu şixulên Padşatiyê emirê xweda datînî ser ciyê pêşin (Metta 6:33). Ew yek ku tu timê ser civata yî, şixulê mizgîniyêda xwe paş naxî, wê zarên tera bide kifşê, ku bona te diha ferz e Yehowara xizmet kî (Metta 28:19, 20; Îbranî 10:24, 25).

w05 15/6 21 ¶14

Dê-Bavno bona Hewcên Zarên Xwe Xem Bikin

14 Çawa ji Qanûna Ducarî 6:7 tê kifşê pir mecalên dê-bava hene tevî zarên xwe pirsên ruhanî şêwir kin. Gava rêda nin, şixulên malêva mijûl dibin, yan jî tevayî hêsa dibin, wî çaxî dê-bav dikarin mecalê bivînin, wekî bona ruhaniya zarên xwe xem bikin. Hilbet eseyî nîne tenê derheqa rastiya ji Kitêba Pîroz tevî zarên xwe xeber din. Bixebitin ser wê yekê, ku xeberdana tevî nefera kêrhatî be û tiştên ruhanîva girêdayî be. Mesele, di jûrnala “Hişyar Bin!” gelek gotar derheqa cûre-cûre têma hene. Gotarên usa dikarin bibine hîmê xeberdana derheqa heywana, derheqa bedewiya tebiyetê ser temamiya planêtê, usa jî derheqa kûltûr û eyd-qeydên cûre-cûre mileta. Xeberdanên wî cûreyî dikarin zara hêlan kin hê zêde edebyetên ji xulamê amin û serwaxt bixûnin (Metta 24:45-47).

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 5:21) Dilhavijîya kulfeta tu kesî nekî. Ne dilhavijîya mala tu kesî, ne erdê wî, ne xulamê wî, ne carîya wî, ne gayê wî, ne kera wî, usa jî tu tiştê tu kesî’.

w19.02 22 ¶11

Qanûna Mûsa Ça Hizkirin û Heqiya Yehowa Eyan Dike

11 Ders: Yehowa meriva tenê rûva nanihêre, ew divîne dilê me, dêmek em bi rastî çi cûreyî ne (1 Sam. 16:7). Em nikarin tu fikir, êmosiya û şixulekî ji wî veşêrin. Ew nav meda hunurên baş digere û dixwaze em wan hunura bal xwe zêde kin. Lê ew usa jî dixwaze, wekî em kontrol kin û têderxin wan fikirên nerast, kîjan ku dikarin me bivin berbi kirên xirab (2 Dîr. 16:9; Met. 5:27-30).

(Qanûna Ducarî 5:1-21) Mûsa gazî temamîya Îsraêl kir û gote wan: “Bibihê Îsraêl, qeyde-qanûn û qirarêd ku ez îro wera dibêjim. Hûn jî wan hîn bin û bikin ku wan biqedînin. 2 Xudan Xwedêyê me li ber Horêbê peyman tevî me girêda. 3 Xudan tevî kal-bavêd me eva peymana girêneda, lê xût tevî me hemûya, yêd ku îro sax-silamet li vir in. 4 Xudan li serê çîyê ji nava êgirda rû bi rû tevî we xeberda. 5 Ez jî wî çaxî navbera we û Xudanda sekinîbûm, wekî xebera Xudan wera bêjim, çimkî hûn ji agir ditirsîyan û hilnedikişîyane serê çîyê, hingê Xudan got: 6 ‘Ez Xudan Xwedêyê te me, yê ku tu ji welatê Misirê, ji mala xulamtîyê derxistî. 7 Pêştirî min xwedêyê teye mayîn tune bin. 8 Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çê nekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê, ne jî nava avêd bin erdêda. 9 Ber wana ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im, ku bona neheqîyêd bava tînime serê zara heta nisilê sisîya û çara yêd ku dijenine min, 10 lê ewêd ku min hiz dikin û emirêd min diqedînin, ezê heta hezar nisilî bi huba amin tevî wan bim. 11 Navê Xudan Xwedêyê xwe badîhewa nedî ser zarê xwe, çimkî Xudan wê yê ku navê wî badîhewa dide ser zarê xwe bê ceza nehêle. 12 Roja şemîyê xwey ke û pîroz ke, çawa ku Xudan Xwedêyê te li te emir kir. 13 Şeş roja bixebite û hemû şixulê xwe bike, 14 lê roja hefta, şemîya rihetîya bona Xudan Xwedêyê te ye, tu şixulî nekî, ne tu, ne kurê te, ne qîza te, ne xulamê te, ne carîya te, ne gayê te, ne kera te, ne heywanekî te, ne jî xerîbê nava teda, wekî xulam û carîya te mîna te rihet be. 15 Bîr bîne wekî tu xulam bûyî li erdê Misirêda û Xudan Xwedêyê te, tu ji wir derxistî, bi destê zor û zenda dirêjkirî, lema jî Xudan Xwedêyê te li te emir kir ku şemîya rihetîyê xwey kî. 16 Qedirê dê û bavê xwe bigirî, çawa ku Xudan Xwedêyê te li te emir kir, wekî emirê te dirêj be, wekî tera qenc be li ser erdê ku Xudan Xwedêyê te dide te. 17 Nekujî. 18 Zinîyê nekî. 19 Nedizî. 20 Miqabilî tu kesî şedetîya derew nedî. 21 Dilhavijîya kulfeta tu kesî nekî. Ne dilhavijîya mala tu kesî, ne erdê wî, ne xulamê wî, ne carîya wî, ne gayê wî, ne kera wî, usa jî tu tiştê tu kesî’.

21-27 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 7-8

“Pismamtîyê Wanra Neke”

w12 1/7 29 ¶2

Çima Xwedê Dewa Dikir, wekî Xizmetkarên Wî Tenê Tevî Bawermendên Xwe Bizewicin?

Yehowa zanibû, wekî Mîrê-cina dixwaze cimeta wî bixalifîne û wana berbi hebandina qelp bive. Xwedê derheqa pûtparista cimeta xwera got, wekî “ewê kurêd te ji min bixalifînin û wê pûtêd başqera qulix kin”. Gelek ferz bû guh bidine vê temiyê. Hergê cimeta Îsraêlî destpêkira xudanên qelp bihebandana, usa wana wê qebûlkirin û parastina ji Yehowa unda kirana û hêsa biketana destê dijminên xwe. Lê gelo wî çaxî Mesîhê sozdayî wê çawa ji miletê wan pêşda bihata? Femdarî ye çima Mîrê-cina bi hemû cûreyî cimeta Îsraêlî hêlan dikir, ku tevî cimetên pûtparist bizewicin.

w15 3/1 30-31

Bizewicin Tenê Tevî “Bawermendê Xudan” Gelo Ew Rêalî ye?

Lê wekî usa ne pirs pêşda tê: Gelo çira Yehowa ewa temî da cimeta xwe wekî bizewicin tenê tevî bawermendê Xudan? Çimkî Yehowa ji hemûşka baştir zane çi cimeta wîra qenc e. Yehowa ne ku tenê wê yekê dixwaze ku em ji bo jibartina nerast neçerçirin, lê ew usa jî dixwaze ku em bextewar bin. Wedê Nehemiyada gelek merivên cihû dizewicîn tevî ne cihûya, yên ku Yehowara qulix nedikirin. Nehemiya dîna wana da ser mesela Silêman Padşa û wanara got, ku rast e Xwedê Silêman hiz dikir lê “jinên biyan [xerîb] heta wîra jî sûc dan kirin” (Nehemiya 13:23-26). Lema îro jî Xwedê temiyê dide qulixkarên xwe wekî bizewicin tenê tevî wan, yên ku nava baweriya rastda nin (Zebûr 19:7-10; Îşaya 48:17, 18). Mesîhiyên rast bi dil û can dişêkirînin hizkirin û xemkirina Xwedê û îtbariya xwe rêberiya wî tînin. Bi wê yekê ewana gura Xwedê dikin, û qebûl dikin ku ew e Serkarê lapî mezin (Metelok 1:5).

w15 8/1 26 ¶12

Di wan Rojên Axiriyêda ji Hevaltiya Xirab Dûr be

12 Mesîhiyên azepra, yên ku dixwazin bizewicin yan jî mêr kin, lazim e fesal xwera hevala bijbêrin. Kitêba Pîroz pêşda mera dibêje: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye? Yan çi heleqetiya ronayê tevî teriyê?” (2 Korintî 6:14). Kitêba Pîroz qulixkarên Xwedêra eyan dibêje, ku ewana gerekê bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”, dêmek bizewicin tevî wî yan wê yê ku xwe tesmîlî Xwedê kiriye û nixumandî ye, û usa jî yê ku dijî bi prînsîpên Yehowa (1 Korintî 7:39). Çaxê tu bizewicî tevî wê yan jî mêr kî tevî wî kê ku Yehowa hiz dike, ew wê tera ew heval be, kîjan ku alî te bike Xwedêra amin bimînî.

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 8:3) Ewî tu ta kirî, birçî hiştî û mana tu dayî xwarinê, kîjan ne te zanibû çîye ne jî kal-bavêd te. Wekî teva eyan ke ku însan tenê bi nên najî, lê bi her tiştê ku ji devê Xudan derdikeve dijî.

w04 1/2 13 ¶4

Yehowa Bona Hewcên Meye Herrojî Xem Dike

4 Çaxê em bona nanê herrojî dua dikin, ew yek dike bîra me, wekî em gerekê usa jî hewcên xweye ruhanî razî kin. Paşî wê yekê ça Îsa gelek roj rojî girt, ew gelek birçî bû, lê dîsa jî ewî gotina Mîrê-cina înkar kir, ku kevira bike nan. Îsa gote Mîrê-cina: “Nivîsar e: ‘Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve’” (Metta 4:4). Bi wan giliya Îsa xeberên Mûsa pêxember wekiland, kîjan ku ewî Îsraêliyara gotibû: “Ewî [Yehowa] tu ta kirî, birçî hiştî û mana tu dayî xwarinê, kîjan ne te zanibû çîye ne jî kal-bavêd te. Wekî teva eyan ke ku însan tenê bi nên najî, lê bi her tiştê ku ji devê Xudan derdikeve dijî” (Qanûna Ducarî 8:3). Gava Yehowa mana dida Îsraêliya, bi wê yekê ewî ne ku tenê wana têr dikir, lê usa jî dersên ferz wana hîn dikir. Mesele ewana gerekê “çiqas lazime têra wê rojê berev” kirana. Hergê wana ji wê zêdetir hildidan, xwarina ku dima, roja din bîn diketê û kurmî dibû (Derketin 16:4, 20). Lê çaxê roja şeşa wanara lazim bû bona du roja xwarin berev kirana, dêmek bona roja Şemiyê, wî çaxî xwarin xirab nedibû (Derketin 16:5, 23, 24). Bi saya wê derecê Îsraêlî ders hîn bûn, ku ewana gerekê guhdar bin, çimkî emirê wan ne ku tenê nanva girêdayî bû, lê “bi her tiştê ku ji devê Xudan derdikeve”.

(Qanûna Ducarî 7:1-16) Gava Xudan Xwedêyê te te bibe wî erdê ku tu diçûyî lê war bî, ewê gelek milet ji ber te raqetîne: Hîtîya, gîrgaşîya, emorîya, kenanîya, pirîzzîya, hîwîya, yebûsîya, heft miletêd ji te gelektir û zortir. 2 Kengê Xudan Xwedêyê te wan bide destê te, tu wan xî, hingê tam qira wan bîne nifirê Xudan bîne sêrî, tevî wan peymanê girênede û heyfa te li wan neyê. 3 Pismamtîyê wanra neke, qîzêd xwe nedine kurêd wan û ne jî qîzêd wan kurêd xwera bixwazin, 4 çimkî ewê kurêd te ji min bixalifînin û wê pûtêd başqera qulix kin, hingê hêrsa Xudan wê li ser we rabe, ewê te zûtirekê unda ke. 5 Lê aha serê wan bikin: gorîgehêd wan wêran kin, heykelêd wan hûrdexweşî kin, Aşêrahêd wan bibirin û pûtêd wan bişewitînin. 6 Çimkî tu Xudan Xwedêyê xwera miletekî buhurtî-jibare yî. Xudan Xwedêyê te tu bijartî, wekî ji nav hemû miletêd li ser topa dinê, tu bibî milet wîyî milkê wî. 7 Xudan hûn ne bona piranîya weye ji hemû mileta begem kirin û bijartin, çimkî hûn ji hemû mileta hindiktir in. 8 Lê çimkî Xudan hûn hiz kirin û usa jî bona qedandina sondê xwe, kîjan ku wî kal-bavêd wera sond xwar, hûn bi destê zor derxistin û tu ji mala xulamtîyê, ji destê Firewin padşê Misirê azakirî. 9 Bizanibe ku Xudan Xwedêyê te, ew e Xwedê, Xwedêyê amin, ku peyman û huba xweye amin heta hezar nisilî xwey dike, bona wan, yêd ku wî hiz dikin û emirêd wî diqedînin. 10 Lê xût wan ku dijenine wî weke emelêd wan wê wan unda ke, ew derengî nayêxe wê zûtirekî weke emelêd wan xût bide wan. 11 Tu van emir, qeyde-qanûn û qirara xwey ke, kîjana ku ez îro li te emir dikim ku biqedînî. 12 Heger hûn van qirara bibihên, xwey kin û biqedînin, hingê Xudan Xwedêyê te wê bona te peyman û aminîya xwe xwey ke, bona kîjana ku wî kal-bavêd tera sond xwar. 13 Ewê te hiz bike, wê dua li te bike, te li hev zêde ke. Wê dua berê zikê te û berê erdê te, genim û şerava te, bizirê te, zayîna pez-dewarêd te bike, li ser erdê ku wî kal-bavêd tera sond xwar bide te. 14 Ji hemû mileta zêdetir duayê li te be, ne nava teda ne jî nava heywanêd teda bêber wê tune bin. 15 Xudan wê her nexweşîyê dûrî te xe, tu êşeke xirabe Misirê kîjan ku tu zanî, wê neyne serê te. Lê wan wê bîne li serê wan hemûyêd ku dijenine te. 16 Tê hemû miletêd ku Xudan Xwedê dide destê te, undakî, bira heyfa te li wan neyê, xwedêyêd wanra qulix nekî, çimkî ew yek bona te tele ye.

28 HEZÎRANÊ-4 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 9-10

“Xudan Xwedêyê Te Niha Çi ji Te Dixwaze”?

w09 1/10 10 ¶3-4

Gelo Yehowa Çi ji Me Dixwaze?

Gelo çi me hêlan dike bi dil û can guh bidine Xwedê? Derheqa tirsa ber Xwedê Mûsa got: “Ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsî” (Rêza 12). Ev ne tirsa cezakirinê ye, lê ev e ku tu hazir î qedir hindava Xwedê bidî kifşê û riya wîda herî. Hergê em qedir û hurmetê hindava Xwedê didine kifşê, wî çaxî emê bixebitin, ku dilê wî neêşînin.

Lê ya ewlin çi gerekê me hêlan ke guh bidine Xwedê? Caba vê pirsê emê ji xeberên Mûsa bistînin: “Wî [Yehowa] hiz bikî û wîra qulix kî, bi temamîya dilê xwe û bi temamîya nefsa xwe” (Rêza 12). Dêmek hizkirin hindava Xwedê ew nayê hesabê tenê hest. Ferhengekêda dihate gotinê: “Lêkerên ser zimanê Yûnanî, yên ku hest têne hesabê, didine kifşê kirên berbi kîjanî ew hest hêlan dikin”. Vê Ferhengêda usa jî tê gotinê, ku hizkirina hindava Xwedê tê hesabê “kirên bi hizkirinê” hindava wî. Bi giliyên din gotî, hergê em bi rastî Xwedê hiz dikin, dêmek emê van tişta bikin, çi ku wî xweş tên (Metelok 27:11).

w09 1/10 10 ¶6

Gelo Yehowa Çi ji Me Dixwaze?

Guhdarîkirina bi hazirbûnê tê keremkirinê. Mûsa got: “Emir û qeyde-qanûnêd Xudan xweyî kî, kîjan ku ez niha bona qencîya te li te emir dikim” (Rêza 13). Belê, her qanûnên Yehowa û ew çi ku ew ji me dixwaze, bona kara me ne. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Lema jî ewî qanûnên usa dane me, yên ku wê heta-hetayê me bextewar kin (Îşaya 48:17). Hergê em îda niha wan tişta bikin, çi ku Yehowa ji me dewa dike, wî çaxî emê ji dilşkestîbûnê bêne xweykirinê, û bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê jîyîneke baş bistînin.

cl 16 ¶2

Gelo ew yek dibe ku “Xwe li Xwedê bigirin”?

2 Wedê berê heleqetiya usa nêzîk tevî Xwedê, bal Birahîm hebû. Yehowa wî nav kir ça “dostê” xwe (Îşaya 41:8). Yehowa bi rastî Birahîm hesab dikir dostê xwe. Birahîm bi dostiya wî cûreyî hate keremkirinê, çimkî “baweriya xwe Xwedê anî” (Aqûb 2:23). Îro jî Yehowa mecalê digere ku wan meriva qebûl ke, yên ku bi hizkirinê wîra xizmet dikin (Qanûna Ducarî 10:15). Xebera Xwedê me hêlan dike: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8). Ew gotin tê hesabê çawa teglîfkirin usa jî sozê Xwedê.

Xizna Kitêba Pîroz

(Qanûna Ducarî 9:1-3) Bibihê Îsraêl! Îro tu Ûrdunêra derbaz dibî ku herî û miletêd te mestir, te qewattir, bajarêd mezine heta ezmên sûrkirî war bî. 2 Miletê mezin û bilind, zarêd enaqîya, te ew nas dikirin û bona wan te bihîstibû, ku tê gotin: ‘Kê wê ber zarêd Enaqîya teyax ke?’ 3 Lê tu îro bizanibe ku Xudan Xwedêyê te çawa agirê peritandinê pêşîya teva diçe. Ewê wan unda ke, li ber te ta ke, tê berî wan dî û zûtirekî wan qir kî, çawa ku Xudan gotibû te.

it-1 103

Enaq

Bereka merivên bejin-bilind, çiyên Kenanêda dijîtin, usa jî ewana mihalên ber devê berê û başûrê welatda gelek bûn. Wedekî Hêbronêda sê Enaqiyên nav-deng dijîtin, dêmek Axîman, Şêşay û Talmay (Jm. 13:22). Donzdeh cesûsên Îsraêlî cara pêşin wêderê Enaqiya dîtin û paşê 10 ji wan bi tirs derheqa wan digotin, yan çi ewana zarên Nefîla ne, yên ku pêşiya Sêlavê dijîtin, û wekî beramberî wan Îsraêlî “mîna kulîya bûn” (Jm. 13:28-33; Qn.Dc. 1:28). Usa jî ji bo bejina wane bilind, wana beramberî merivên usa dikirin ça Rifayî û Êmiyî, yên ku gelek bilind bûn. Ji bo qewata wane mezin meriva gilî-gotineke usa derheqa wan digotin: “Kê wê ber zarêd Enaqîya teyax ke?” (Qn.Dc. 2:10, 11, 20, 21; 9:1-3).

(Qanûna Ducarî 10:1-22) Wê hingê Xudan gote min: ‘Xwera du selêd kevirî mîna yê berê biterişîne û hilkişe serê çîyê cem min, usa jî sindoqeke darîn çêke. 2 Û ezê li ser sela, wan xeberêd ku li ser selêd pêşîyêye ku te şkênandin binivîsim û wan bike hindur ê sindoqê’. 3 Hingê min sindoq ji dara darcêwîyê çêkir, du selêd kevirî mîna yê berê terişandin û ew her du sel destêd minda hilkişîyame serê çîyê. 4 Ew dehe temîyêd ku Xudan li serê çîyê ji nava êgirda roja civatê gote we, ewî ew li ser sela nivîsîn, çawa ku berê nivîsîbû. Xudan ew dane min 5 û ez vegerîyam ji çîyê hatime xarê. Sel kirine hindurê sindoqa mine çêkirî, ew li wir man çawa ku Xudan li min emir kir. 6 (Hingê zarêd Îsraêl ji Bêrot-Binê-Yahakanê çûne Mosêrayê. Li wir Harûn mir û wir hate definkirinê, dewsa wî Êlazarê kurê wî bû kahîn. 7 Ji vir çûne Gûdgodahê, ji Gûdgodahê çûne Yotbatayê erdê nixalêd ava. 8 Wî çaxî Xudan qebîla Lêwî başqe kir ku Sindoqa Peymana Xudan bibin, li ber Xudan bisekinin, wîra qulix kin û bi navê wî bimbarek kin, heta roja îroîn. 9 Lema par û milkê Lêwî tevî birayêd wî tune. Xudan xwexa ye milkê wî, çawa ku Xudan Xwedêyê te gotibû wî.) 10 Ez jî mîna berê çil roj û çil şevî li serê çîyê bûm. Vê carê jî Xudan dengê min bihîst û Xudan nexwest qira te bîne. 11 Û Xudan gote min: ‘Rabe rêkeve pêşîya miletva here, bira ew herin erdê ku min kal-bavêd wanra sond xwar bidime wan, xwera bikine milk’. 12 Xudan Xwedêyê te niha çi ji te dixwaze Îsraêl? Ew tenê dixwaze ku tu ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsî, hemû rîyêd wîda herî, wî hiz bikî û wîra qulix kî, bi temamîya dilê xwe û bi temamîya nefsa xwe, 13 emir û qeyde-qanûnêd Xudan xweyî kî, kîjan ku ez niha bona qencîya te li te emir dikim. 14 Ezman û ezmanê ezmana, erd û hemû çi li ser e yê Xudan Xwedêyê te ye, 15 lê Xudan tenê kal-bavêd te begem kirin, ew hiz kirin, pey wanra jî zuretêd wan bijartin awa gotî hûn, ji nava hemû mileta, mîna roja îroyîn. 16 Niha gura Xudan bikin û vir şûnda ser hişk nîbin. 17 Çimkî Xudan Xwedêyê we, ew Xwedêyê xwedêya ye, Xweyê xweya ye, Xwedêyê mezin, qewat û saw e. Firqîyê nake û ruşetê jî hilnade. 18 Ew heqîyê li sêwî û jinebîya dike, yê xerîb hiz dike û wan nan û kinc dike. 19 Usa jî hûn xerîba hiz bikin, çimkî hûn xwexa jî xerîb bûn welatê Misirêda. 20 Ji Xudan Xwedêyê xwe bitirse, xulamtîyê wîra bike, xwe wî bigire û bi navê wî sond bixwe. 21 Pesina bide wî, ew e Xwedêyê te, kîjanî bona te ew kirêd mezin û heyre-hujmekar kirin, kîjan ku te bi çevêd xwe dîtin. 22 Bi heftê nefsî kal-bavêd te berjêrî Misirê bûn, lê niha Xudan Xwedêyê te, tu mîna steyrkêd ezmên bê hesab kirî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin