Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
6-12 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA DUCARÎ 33-34
“Bira Milên Yehowaye Heta-Hetayê, Alîkarê Te bin”
it-2 51
Yêşûrûn
Sernavê rûmet ya Îsraêl. Sêptûgînta Yûnanîda xebera “Yêşûrûn” hatiye welgerandinê ça “yê hizkirî”. Ew sernav gerekê bianiya bîra Îsraêliya ku ewana tevî Yehowa peymanêda bûn, û borcdar bûn ku helal û heq bin (Qn.Dc. 33:5, 26; Îş. 44:2). Qanûna Ducarî 32:15-da navê Yêşûrûn bi qerf tê xebitandinê. Dewsa ku ewana li gora vî sernavî bijîtana, Îsraêl serhişkî kir, pişta xwe da Efirandar, û Xilazkarê xwe înkar kir.
rr 120, çargoşe
Xwedê wê Me Rake ser Piya
Gelek qirna pêşda hêna Hezeqêlda, Mûsa pêxember got wekî ne ku tenê qewat, lê usa jî xwestina Yehowa heye, ku alî cimeta xwe bike. Mûsa nivîsî: “Xwedêyê heta-hetayê kelaye, milên wîye heta-hetayê alîkar in” (Qan. Dcr. 33:27). Belê, em gerekê dudilî nebin, ku heger em wedê tengasiya alîkariyê ji Yehowa bixwazin, ew wê pê milên xwe me hilgire û alî me bike, wekî em rabin ser piya (Hezql. 37:10).
w11 15/9 19 ¶16
Lecmeydanêda bi Sebir Bireve
16 Mîna Birahîm, Mûsa jî pê çevê xwe nedît, ku çawa sozê Xwedê hate sêrî. Gava cimeta Îsraêl hazir dibû, ku biketa Erdê Sozdayî, Mûsara hate gotinê: “Tê ewî erdî ber xwe bibînî lê nakevî wir, ew erdê ku ez didime zarên Îsraêl”. Menî ew bû, ku berê ew û Harûn, “li nava zarên Îsraêl li ber avên Mêrîbah-Qadêşê” guhdariya Xwedê nekirin, çimkî ser cimeta raber hêrs ketibûn (Qan. Dcr. 32:51, 52). Lê gelo Mûsa ji bo vê yekê dilteng bû û hêrs ket? Na. Dewsê ewî dua li cimetê kir û usa got: “Xwezî li te Îsraêl! Kê ye mîna te? Miletê bi destê Xudan xilazbûyî, mertal, alîkar û şûrênûr-rûmeta te ew e” (Qan. Dcr. 33:29).
Xizna Kitêba Pîroz
(Qanûna Ducarî 34:6) Xudan li newala erdê Mowabda pêşberî Bêt-Pihorê ew defin kir û tu kes heta roja îro cîyê definkirina wî nizane.
(Qanûna Ducarî 33:1-17) Ev e ew dua bi kîjanî Mûsayê merivê Xwedê berî mirina xwe dua li zarên Îsraêl kir. 2 Û got: “Xudan ji Sînayê hat, ji Sêhîrê wanva şewq da, ji çîyayê Paran wanva xuya bû ew tevî bêhesab pîroza hat, ji destê wîyî rastê agirê qanûnê bona wan alav da. 3 Rastî Xwedê mileta hiz dike, hemû pîrozên wî destên teda ne, wan xwe avîtine li pîyên te û wê guh bidine gotinên te. 4 Mûsa qanûn li me emir kir, war bona cimeta Aqûb. 5 Xudan bû padşê Yêşûrûnê gava serwêrên cimetê tevî qebîlên Îsraêl civîya bûn. 6 Bira bijî Rûbên û nemire, lê bira hesabê wî kêm be”. 7 Ev jî bona Cihûda got: “Bibihê Xudan dengê Cihûda û wî bîne li cem cimeta wî, bira bi destên xwe şerê xwe bike tu jî bibî alîkarê wî ji dijminên wî”. 8 Bona Lêwî got: “Ûrîm û Tûmîmê te li cem merivê teyî xwedêxof be, yê ku te li Massahê cêriband, tevî kîjanî ber avên Mêrîbahê ketî hucetê. 9 Yê ku bona dê û bavê xwe dibêje: ‘Min xemkêşîya wan nekir’, birayên xwe qebûl nekir û zarên xwe nas ne kir, çimkî ew gotina te diqedînin û peymana te xwey dikin. 10 Ew Aqûb hînî qirarên te dikin, Îsraêl jî hînkirina te, bixûrê datînin li ber te, qurbanê tevayîşewatê jî li ser gorîgeha te. 11 Dua li qewata wî bike Xudan, kirên destê wî qebûl ke. Pişta dijminên wî qat ke usa ku yên dijenine wî ranebin”. 12 Bona Binyamîn got: “Hizkirîyê Xwedê wê bê qezî bijî, Yê Herî-Zor temamîya rojê xweyîtîya wî dike. Ew li nava girên wî dijî”. 13 Bona Ûsiv got: “Duayê Xudan li erdê wî be, bi qiravîya qence ji ezmên, bi ava bêbinîyayêye jêr herikî, 14 bi dayîna berên qence ji tevê, bi dayîna deremetên qence ji meha. 15 Ji tiştên bijartîye çîyayên kevin û tiştên qence girên heta-hetayê. 16 Bi dayîna qence erdê tijî, bi kerema yê ku nava kola stirûyê bû. Bira ew bêne sere Ûsiv, li ser enîya bijartîyê li nava birada. 17 Mezinayîya wî mina nixurîyê box, stirûyên wî mîna stirûyên gayê beyanî, yek dehe hezarên Efrayîm e, yek jî hezarên Minaşe ye, bi wan ewê mileta hevra heta sere dine bidefîne”.
it-2 439 ¶3
Mûsa
Mûsa 120 saliya xweda mir. Xilaziya emirê xwe ew dîsa jî qewat bû, û Kitêba Pîroz vê yekê bi wan giliya îzbat dike: “Ne îşiqa çevê wî sist bû, ne jî sihet-qewata wî”. Yehowa ew defin kir û tu kes ciyê definkirina wî nizane (Qn.Dc. 34:5-7). Dibeke cinyazê wî hate veşartinê, seva ku Îsraêlî neketana telika hebandina qelp û mezelê wî nekirana ziyaret. Ça tê kifşê Mîrê-cina dixwest hema bi vî nêtî cinyazê wî bida xebatê. Ew yek tê kifşê ji giliyên Cihûda, şagirt û birê Îsa Mesîh, yê ku nivîsî: “Mixayîlê serekê milyaketa . . . gava bona cinyazê Mûsa rabû Mîrêcinra kete hucetê, turuş nekir ku bi kifiriya dîwana wî bikira, lê got: ‘Bira Xudan li te hilê!’” (Chd. 9). Pêşiya ku Îsraêlî bin rêberiya Yêşû biketana erdê Kenanê, wana 30 roja şîna Mûsa dikir (Qn.Dc. 34:8).
13-19 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 1-2
“Tu Ça Dikarî Riya Xweda Pêşdaçûyî bî”
w13 15/1 8 ¶7
Mêrxas be, çimkî Yehowa Tevî Te ye
7 Hergê em dixwazin bi mêrxasî qirara Xwedê bînin sêrî, em gerekê Xebera wî bixûnin û lêkolîn bikin. Hema ew temî Yehowa da Yêşû, yê ku dewsa Mûsa bû rêberê Îsraêlê: “Mêrxas û qewî be seva ku li gora qanûnê ku Mûsa xizmetkarê min da te, her tiştî rind bînî sêrî . . . Ev kitêba Qanûnê gerekê ji devê te neqete û tu gerekê şev û roj bi dengê nimiz bixûnî, seva ku her tişt çi têda nivîsar e, rast bînî sêrî. Hingê wê riya te vebe û tuyê bi bîlanî tişta bikî” (Yêşû 1:7, 8, DT). Yêşû ew şîret da xebatê, û riya xweda pêşdaçûyî bû. Heger em jî usa bikin, emê jî mêrxas bin û xizmetiya xweda pêşdaçûyî bin.
w13 15/1 11 ¶20
Mêrxas be, çimkî Yehowa Tevî Te ye
20 Hêsa nîne Xwedêra amin bimînin vê dinya zulm û tevlihevda, kîderê ku em rastî gelek cêribandina tên. Lê yeke em tenê nînin, Xwedê û Kurê wî Îsa, yê ku Serê civatê ye, tevî me ne. Xêncî vê yekê, biratiya meye hemdinyayê heye, û hejmara wan 7 000 000 zêdetir e. Lema were em berdewam kin mizgîniyê bela kin, baweriyêda sist nebin, û vê rêza sala 2013 bîra xweda xwey kin: “Mêrxas û qewî be. Xwedêyê te Yehowa tevî te ye” (Yêşû 1:9, DT).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 2:4, 5) Û pîrekê herdu zilaman rahişt û wan veşart û got: Belê, hatina zilaman ya cem min rast e. Lê belê min nizanibû ku, ka ji kuderê ne. 5 Çawa ku terî daket-daneket, deriyên bajêr li ber girtinêbûn derketin. Ez nizanim çûne kuderê. Hûn hema li pêy wan biçin, hûnê bigihêjin wan!
(Metta 1:10-24) Hizqiyara Minaşe bû, Minaşera Amos bû, Amosra Yoşiya bû 11 û Yoşiyara Yexoniya û birava bûn. Wî çaxî cimet sirgûn çû Babîlonê. 12 Lê pey sirgûnçûyîna Babîlonêda, ji Yexoniyara Şaltiyêl bû, Şaltiyêlra Zerûbabel bû, 13 Zerûbabelra Abiyûd bû, Abiyûdra Êlyaqîm bû, Êlyaqîmra Azûr bû, 14 Azûrra Sadoq bû, Sadoqra Axîn bû, Axînra Êlyûd bû, 15 Êlyûdra Êlazar bû, Êlazarra Metan bû, Metanra Aqûb bû, 16 Aqûbra Ûsiv bû, mêrê Meryemê, ya ku Îsa ji wê welidî, ku Mesîh tê gotinê. 17 Awa ji Birahîm heta Dawid çardeh nisil derbaz bibûn, ji Dawid heta sirgûnçûyîna Babîlonêda çardeh nisil û ji sirgûnçûyîna Babîlonêda heta Mesîh dîsa çardeh nisil bûn. 18 Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema diya wî Ûsivra nîşankirî bû, lê dergîstiya xweda Meryem bi hukumê Ruhê Pîroz hemle kifş bû. 19 Lê Ûsivê dergîstiyê wê ku merivekî rast bû, nexwest wê rûreş ke, fikirî ku dizîva wê berde. 20 Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: “Ûsivê kurê Dawid! Netirse, ku dergîstiya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Ruhê Pîroz e. 21 Ewê kurekî bîne û gerekê tu navê wî Îsa daynî, çimkî ewê cimeta xwe ji gunên wan xilaz ke”. 22 Ev her tişt aha qewimî, wekî ew gotina Xudane bi zarê pêxember bê sêrî ku dibêje: 23 “Va qîza bikir wê hemle be, kurekê jêra bibe û navê wî Îmmanûyêl wê daynin”, ku tê femkirinê: “Xwedê tevî me ye”. 24 Gava Ûsiv ji xewê hişyar bû, ewî li gora gotina milyaketê Xudan kir, dergîstiya xwe stand.
w04 1/12 9 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Yêşû
2:4, 5: Çira Rexabê eskerên padşa, yên ku cesûsa digeriyan, xalifandin? Rexabê baweriya xwe Yehowa anî ku mala xweda cesûs veşartin û bi vê yekê emirê xwe kire bin qeziyê. Ew borcdar nîbû dijminên Xwedêra bêje ku cesûs kîderê ne (Metta 7:6; 21:23-27; Yûhenna 7:3-10). Belê, Rexab “bi kira rast hate hesabê”, û yek ji wan kira ew bû ku ewê xulamên padşê xalifand û riya nerast nîşanî wan kir (Aqûb 2:24-26).
20-26 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 3-5
“Yehowa Kirên Baweriyê Kerem Dike”
it-2 105
Ûrdun
Bi tebiyetî, ji aliyê başûrê ya Bera Celîlê, kûraya çemê Ûrdunê weke 1-3 mêtir e, û beraya wê weke 27-30 mêtir e. Lê baharê ava Ûrdunê radibe û ji qeraxên xwe dertê. Hingê ew diha kûr dibe û berayêda jî mezin dibe (Yêş. 3:15). Bona Îsraêliya, nava kîjanada gelek jin û zar hebûn, wê xof bûya wedê rabûna avê Ûrdunêra derbaz bûna, îlahî nêzîkî Erîhayê. Vî cîyî av gelek gur e û hela hê rojên meda jî merivên ku xwe têda avê xistine, mirine, çimkî av ew birine. Lê Yehowa bi keremet ev avên Ûrdunê da sekinandinê, û Îsraêlî karibûn erdê zihara derbaz bin (Yêş. 3:14-17). Çend qirna şûnda, Xwedê keremeteke usa bona Êlyas kir, yê ku tevî Êlîşa bû, û paşê başqe bona Êlîşa jî vê keremetê kir (2 Pd. 2:7, 8, 13, 14).
w13 15/9 16 ¶17
Bira Temiyên Yehowa Şaya Dilê Te bin
17 Kîjan kirên baweriyê alî me dikin îtbariya xwe Yehowa bînin? Dîna xwe bidin Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa vê yekê ku cimeta Îsraêl ça kete Erdê Sozdayî. Yehowa gote kahîna, yên ku sindoqa peymanê digirtin, wekî bikevine Çemê Ûrdunê. Lê gava Îsraêlî nêzîkî çêm bûn, wana dît ku ji bo baranên baharê ava vê ji qeraxên xwe derketiye. Gelo wana hingê çi kir? Wana zoma xwe lêxist û bi heftiya hîviyê bûn heta av kêm be? Na. Wana bi temamî îtbariya xwe Yehowa anîn û pey rêberiya wî çûn. Axiriya vê yekê çi bû? Kitêba Pîroz dibêje: “Û çawa nigên kahînên . . . li Çemê Ûrdunê bikevinnekevin, avên ji jorva diherikin . . . birîn . . . û heta ku gel [cimet] bi temamî çem derbaz bûn, di derava çem ya zihabûyîda bêleqîn sekinîn” (Yêş. 3:12-17). Bidine ber çevê xwe ewana çiqas şa bûn, ku avên gur sekinîn! Bêşik, baweriya Îsraêliya hindava Yehowa qewî bû, çimkî wana îtbariya xwe rêberiyên Yehowa anîn.
w13 15/9 16 ¶18
Bira Temiyên Yehowa Şaya Dilê Te bin
18 Îro Yehowa bona xizmetkarên xwe keremetên usa nake, lê ew berdewam dike wana kerem bike bona kirên ku baweriya wan eyan dikin. Qewata Xwedê alî wan dike ku mizgîniya derheqa Padşatiyê ser temamiya dinyayê bela kin. Û Şedê sereke, dêmek Îsa Mesîhê ji mirinê rabûyî, gote şagirtên xwe ku vî şixulê mezinda ewê alîkariyê bide wan. Ewî got: “Niha herin hemû mileta hîn kin . . . Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:19, 20). Gelek Şedên Yehowa, yên ku berê tirsonek û şermoke bûn, ser xwe texmîn kirine çawa ruhê Xwedêyî pîroz mêrxasî dide wan, wekî merivên nenasra xeber din (Bixûne Zebûr 119:46; 2 Korintî 4:7).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 5:14, 15) Û zilam got: Ne yek jî. Ez fermandarê artêşa Xudan im. Niha hatim. Wê gavê Yêşû bi ser dev xwe avêt erdê û bi wî peristî. Bi gotina: Destûra efendiyê min ji qûlê wîra çi ye? ji wî pirsî. 15 Fermandarê artêşa Xudan got: Pêlava xwe ji lingê xweva derxîne. Ji ber, cîhê ku tu pêlê dikî, pîroz e! Û Yêşû, ya ku hatiye gotin kir.
(Metta 2:1-15) Gava Îsa Beytlehma Cihûstanêda, rojên padşatiya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rohilatê hatine Orşelîmê 2 û gotin: “Kanê Padşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka wî li rohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber wî daynin”. 3 Gava Hêrodes padşa ev yek bihîst, tevîhev bû û temamiya Orşelîmê jî pêra. 4 Hingê ewî hemû qanûnzanên cimetê û serekên kahîna civandin û ji wan pirsî: “Kîderê gerekê Mesîh bibe?” 5 Wana jêra got: “Beytlehma Cihûstanêda, çimkî bi destê pêxembera aha nivîsar e: 6 ‘Ya Beytlehma welatê Cihûda, tu li nav serwêrên Cihûdayêda ne yê herî biçûk î, çimkî serwêrekê ji te rabe, ku şivantiyê cimeta min Îsraêlê bike’”. 7 Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrnasa kir û wextê xuyabûna steyrkê ji wan pê hesiya. 8 Paşê ew şandine Beytlehmê û got: “Herin bona kurik eseyî pê bihesin. Çaxê ku hûn wî bibînin, minra bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim”. 9 Gava wana ev tişt ji padşê bihîst, çûn. Û ew steyrka ku li rohilatê dîtibûn pêşiya wan çû, heta ser wî ciyê ku kurik lê bû sekinî. 10 Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn, 11 çûne hindur, kurik tevî diya wî Meryemê dîtin, li ber wî deverû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznên xwe vekirin, pêşkêşên zêr, bixûrê erebî û zimir dane wî. 12 Lê wan xewnêda emir stand, ku venegerine cem Hêrodes, ew îdî rêke dinva çûne welatê xwe. 13 Gava ku ew ji wir çûn, milyaketekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: “Rabe kurik û diya wî hilde bireve Misirê. Li wir bimîne heta ku ez tera bêjim, çimkî Hêrodesê kurik bigere, ku wî bikuje”. 14 Ûsiv jî rabû kurik û diya wî hildan, şev çûne Misirê 15 û heta mirina Hêrodes ewana li wir man. Ev yek aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê pêxember hatibû gotinê bê sêrî: “Min ji Misirê gazî kurê xwe kir”.
w04 1/12 9 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Yêşû
5:14, 15: Ça tê kifşê kî ye “fermandarê” ordiya Yehowa? Tê kifşê wekî fermandarê ku hate hewara Yêşû, wedê zeftkirina Erdê Sozdayî, ew heye “Xeber”, dêmek Îsa Mesîh, pêşiya hatina xweye ser erdê (Yûhenna 1:1; Daniyêl 10:13). Rastî jî ew yek me gelek dişidîne, ku Îsa Mesîhê rûmetkirî, şerê ruhanîda alîkariyê dide cimeta Xwedê!
27 ÎLONÊ-3 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 6-7
“Xwe ji Tiştên Boş-Betal Xwey ke”
w10 15/4 20 ¶5
Çevê Xwe ji Tiştên Boş-Betal Xwey ke!
5 Çend qirne şûnda, çevê Akanê Îsraêlî çû ser tiştên qîmet ji Erîhaya zeftkirî, û ewî ev tişt dizîn. Xwedê temî dabû wekî vî bajarîda hemû tiştî kuta kin, xêncî wan tişta ku gerekê xizna Yehowada zêde kirana. Îsraêliyara hatibû gotinê: “Xwe ji tiştên hatine qewil kirin biparêzin”, dêmek tiştên ji bajêr nexwazin seva ku wan hilnedin. Ji bo neguhdarîkirina Akan, cimeta Îsraêl şerê nêzîkî bajarê Ayîda dane der û hine ji wan hatine kuştinê. Akan diziya xwe neanî ser xwe, heta ku diziya wî eşkere nebû. Akan got ku ‘gava min ew tişt dîtim’, “xwe negirtim” û hilda. Çevhavijî, wî û hemû hebûna wî bire berbi qirkirinê (Yêşû 6:18, 19; 7:1-26). Dilê Akan vê yekê xwest, çi ku bona wî qedexekirî bû.
w97 15/8 28 ¶2
Çira Gerekê Xirabiyê Eşkere kin?
Menîk ku çira gerekê xirabiyê eşkere kin ev e, ku bi saya vê yekê civat temiz dimîne. Yehowa Xwedêyê paqij û pîroz e. Lema jî ew dewa dike, wekî hemû xizmetkarên wî ruhanîda û nav-namûsiyêda paqij bin. Xebera wîda tê gotinê: “Mîna zarên guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinên xweye nezaniya xweda. Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda. Çawa nivîsar e: ‘Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im’” (1 Petrûs 1:14-16). Heger wan meriva ku kirên heram û gune dikin, şîret nekin yan ji civatê dernexin, ev yek dikare navê temamiya civatê xirab ke û kerema Xwedê ji civatê bistîne (Beramber kin Yêşû, serê 7).
w10 15/4 21 ¶8
Çevê Xwe ji Tiştên Boş-Betal Xwey ke
8 Çevhavijî û dilhavijî dikare ser Mesîhiyên rast jî hukum ke. Lema jî Xebera Xwedê mera dibêje, wekî kontrol kin ku em çi dinihêrin û çi dixwazin (1 Korn. 9:25, 27; bixûne 1 Yûhenna 2:15-17). Îboyê amin fem dikir, wekî xwestina meriv vê yekêva girêdayî ye ku ew ser çi dinihêre. Ewî got: “Min bi çevên xwera peymanekê çêkir û ezê çawa çev bavêjim qîzikê?” (Îb. 31:1). Îbo ne ku tenê safî kiribû ku bi heramî dest nevêje qîzekê, lê ewî hela hê xwera îzin jî nedida wekî fikirên xirab bikevine hişê wî. Îsa eyan kir wekî meriv gerekê hişê xwe ji fikirên xirab û bênamûs xwey ke, û got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Met. 5:28).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 6:20) Û gel dest bi qêrînê kir û kahînan jî li boriyê xwe xistin. Û gelê ku dengê boriyê bihîstin, hin jî bi dengekî bilind qêriyan. Dîwarên keleha bajêr xera bûn. Û her kes ji cîhê ku lê ye, raste-rast ketin bajêr. Û bi vî awayî, bajêr bi destva xistin.
(Metta 3:1-14) Wan rojada Yûhennayê nixumdar rabû nava beriya Cihûstanê dannasîn kir 2 û digot: “Ji gunekirinê vegerin, çimkî Padşatiya Ezmana nêzîk bûye”. 3 Yûhenna ew bû, bona kîjanî Îşaya pêxember gotibû: “Dengek beriyêda dike gazî: ‘Riya Xudan hazir bikin û şiveriyên wî rast bikin’”. 4 Kincê Yûhenna ji pirça devê bû û qayîşeke çerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû. 5 Hingê cimeta Orşelîm û temamiya Cihûstanê û hemû aliyên çemê Ûrdunê dihatine cem wî, 6 gunên xwe didane rûyê xwe û ji wî li nav çemê Ûrdunê dihatine nixumandinê. 7 Gava Yûhenna dît ku ji fêrisî û sadûqiya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: “Çêjikên mera! Kê wera got, ku hûn ji xezeba tê birevin? 8 De bi kirên qenc bidine kifşê, ku hûn ji gunekirinê vegeriyane. 9 Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‘Birahîm bavê me ye’. Ez wera dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zara Birahîmra derxe. 10 Va ye balte li ser rawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birînê û avîtinê nava êgir. 11 Ez we bona gunevegerandinê bi avê dinixumînim, lê yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Ruhê Pîroz û êgir binixumîne. 12 Melheba wî destê wîda ye. Ewê bêdera xwe paqij ke, genimê xwe bike embarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne”. 13 Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhenna, ku ji wî bê nixumandinê. 14 Lê Yûhenna bona vê yekê wîra qayl nedibû û gote wî: “Ez hewce me ku bi destê te bême nixumandinê û tu têyî cem min?”
w15 15/11 13 ¶2-3
Pirsên Xwendevana
Berê seva ku bajarekî sûrkirî zeft kirana, dora wî digirtin. Firqî tune bû ew yek çiqas dirêj dikişand, ewên ku serdiketin bajar dişêlandin, tiştên qîmet û xwarin zeft dikirin. Lê arxêoloja nava kevir-kuçikên Erîhaya wêrankirîda, gelek zexîra xwarinê dîtin. Derheqa vê yekê, jûrnaleke arxêolojîda usa dihate gotinê: “Xêncî derdanên ji herî, bajarê wêrankirîda gelek genim hate dîtinê . . . Arxêolojiya Palêstînêda ew derece tek e û gelek ecêbmayî ye, çimkî wedê lêkolînên usa tenê kûpek yan jî du kûp bi genim têne dîtinê”.
Li gora Kitêba Pîroz, cem Îsraêliya menî hebû, wekî bajarê Erîhayêda destê xwe nedine genim. Yehowa ev temî dabû wan (Yêşû 6:17, 18). Îsraêliya baharê paşî topkirina zeviyê dora vî bajarî girtin, lema jî Erîhayêda genim têr-tije mabû (Yêşû 3:15-17; 5:10). Ew yek ku bajêrda haqas genim mabû, îzbat dike wekî dorgirtina Erîhayê dirêj nekişand, çawa ku Kitêba Pîrozda tê gotinê.
4-10 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 8-9
“Dersên ji Serhatiya derheqa Gîboniya”
it-1 930-931
Gîbeon
Hêna Yêşûda. Wedê Yêşû Gîbeonêda cimeta Hîwî dijît, yek ji heft miletên Kenanî ku gerekê bihata qirkirinê (Qn.Dc. 7:1, 2; Yêş. 9:3-7). Gîbonî usa jî dihatine navkirinê Emorî. Ça tê kifşê carna hemû bineliyên Kenanê usa dihatine navkirinê (2 Sm. 21:2; beramber ke Dsp. 10:15-18; 15:16). Rast e Gîbonî miletekî qewî bû û bajarê mezinda dijîtin, ji hemû Kenaniyên din tenê wana fem kir ku badîhewa ye miqabilî Îsraêliya derkevin, çimkî dewsa Îsraêliya Yehowa şer dikir. Lema jî paşî vê yekê ça Yêşû Erîha û Ayîyê wêran kir, mêrên Gîbeonê çend mêr şandine Gîlgalê cem Yêşû, wekî peymana edilayê tevî Îsraêliya girêdin. Ewana dibeke usa jî wekîlên sê bajarên Hîwîya bûn, dêmek Kefîra, Bîrot û Kîryat-yearîm (Yêş. 9:17). Wekîlên Gîbeonê bi kinc û çarixên kevin xwekirî bûn, û xwera meşkên kevin, torbên qelişî û nanê kartû hildabûn. Wana got ku ji welatekî gelek dûr hatine, dêmek ne ji wan welata, yên ku Îsraêliya gerekê zeft kirana. Wana bawer dikir ku Yehowa qira Misirê û du padşên Emorî, dêmek Sîhon û Og anî. Lê Gîboniya aqilayî kir ku negotin, wekî wana bihîstiye çi hate serê Erîhayê û Ayîyê. Çira? Çimkî yançi ew deng û bes nikaribû bigihîşta welatê wanî dûr, pêşiya ku ewana ji welat derketana. Îsraêliya her tiştî çi ku Gîboniya ça îzbatkirin nîşanî wan kirin, cêribandin û bawer kirin, û tevî wan peymana edilayê girêdan, wekî wana sax bihêlin (Yêş. 9:3-15).
w11 15/11 8 ¶14
“Îtbariya Xwe Nede ser Hişê Xwe”
14 Em gunekar in, lema jî her kes ji me, û hela hê rûspiyên cêribandî jî, gerekê wedê safîkirina bîr nekin rêberî ji Yehowa bixwazin. Bînin bîra xwe Yêşû, yê ku paşî Mûsa bû rêberê Îsraêlê, û rûspiyên Îsraêlê çi kirin, gava Gîbonî bi kincên kevin hatine cem wan û ew xapandin yançi ji welatekî dûr hatine. Yêşû û rûspiya ne jî Yehowa pirsîn û peymanê edilayê tevî wan girêdan. Rast e axiriyêda Yehowa piştgiriya vê safîkirinê kir, lê yeke ewî rêberî kir ku ew şaşiya Îsraêliya Kitêba Pîrozda bona me ça şîret bê nivîsarê (Yêşû 9:3-6, 14, 15).
w04 15/10 18 ¶14
“Here Bigere li ser Wî Erdî”
Wekîla got: “Em ji welatekî, gelek li dûrayî rabûn û hatin . . . Ji ber ku me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîstin” (Yêşû 9:3-9). Kincên wan ça bêjî vê yekê îzbat dikirin, lê bi rastî welatê wan Gîbeon, weke 30 kîlomêtir dûrî Gîlgalê bû. Yêşû û serwêrên cimetê peyman tevî Gîbeonê û şeherên nêzîkî wan girêdan. Çira Gîbonî fêlbaziya usa kirin? Gelo menî tenê ew bû ku qira wan neynin? Na, wana usa jî dixwest qebûlkirina Xwedayê Îsraêliya bistanda. Yehowa îzin da Gîboniya, wekî ewana bona civakê û gorîgeha wî dara “bibirin û avê bikişînin” (Yêşû 9:11-27). Gîbonî paşî vê yekê jî hazir bûn ku xizmeta Yehowada bi milûktî her şixulî bînin sêrî. Hinek ji wan dibeke diketine nava hejmara Nefînîya, yên ku ji dîltiya Babîlonê vegeriyan û avakirina paristgehêda alîkarî didan (Ezra 2:1, 2, 43-54; 8:20). Em jî dikarin çev bidine wan, ku tevî Xwedê edilayê xwey kin û xizmeta wîda bi hazirbûnê her şixulî bînin sêrî.
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 8:29) Û Yêşûyê ku qiralê Ayê bi darva daliqand û heta êvarê li wir hîşt, dema roj diçû ava termê wî ji darêva da daxistin û avêtin derveyî deriyê bajêr. Û li ser term, ji keviran komekî mezin çêkirin. Ew koma heta îro jî disekine.
(Metta 4:1-15) Hingê Ruh Îsa bire beriyê, ku ji Mîrêcin bê cêribandinê. 2 Ewî çil roj û çil şevî rojî girt, peyra birçî bû. 3 Yê ku dicêribîne nêzîkî wî bû û gotê: “Heger tu Kurê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan”. 4 Lê Îsa lê vegerand û gotê: “Nivîsar e: ‘Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve’”. 5 Hingê Mîrêcin ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindciya banê paristgehê da sekinandinê 6 û gote wî: “Heger tu Kurê Xwedê yî, de xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‘Xwedê wê temiya te bide milyaketên xwe û wê te ser destê xwe bigirin, wekî nigê te kevir nekeve’”. 7 Îsa gotê: “Ev jî nivîsar e: ‘Xudan Xwedêyê xwe necêribîne’”. 8 Hingê Mîrêcin ew bir rakire ser çiyakî gelekî bilind û hemû padşatiyên dinyayê, rewşa wanva nîşanî wî dan 9 û gote wî: “Heger tu deverûya bêyî, serê xwe li ber min daynî, ezê van hemûya bidime te”. 10 Hingê Îsa gotê: “Dûrî min here, Cino! Çimkî nivîsar e: ‘Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!’” 11 Wî çaxî Mîrêcin ew hişt çû û milyaket hatin jêra berdestî kirin. 12 Gava Îsa bihîst, wekî Yûhenna hate girtinê, ew rabû çû Celîlê. 13 Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Nefteliyê cîwar bû. 14 Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pêxember bê sêrî: 15 “Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li ser riya berbi golê, wî aliyê Ûrdunê, Celîla necihûya,
it-1 1030
Dardakirin
Li gora qanûnê ku Yehowa dabû Îsraêliya, hine qaçaxên kuştî, dikaribûn ber çevê hemûya darda kirana, çawa merivên ku “nifira Xudan” li ser wan bû. Ev yek bona gişka mesele bû, wekî xirabiyê nekin. Cinyazê wan meriva gerekê şev ser stûnê nema, lê gerekê defin kirana. Yanê na, ew yek wê erdê ku Xwedê dabû Îsraêliya, biherimanda (Qn.Dc. 21:22, 23). Îsraêlêda ev temî hingê jî dianîne sêrî, gava ew kes Îsraêlî nîbû (Yêş. 8:29; 10:26, 27).
11-17 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 10-11
“Yehowa bona Îsraêlê Şer Dike”
it-1 50
Adonî-sedek
Ew hebû padşê ku Orşelîmêda padşatiyê dikir, gava Îsraêlî Erdê Sozdayî zeft dikirin. Adonî-sedek tev padşên din bû yek (yên ku ji aliyê Roavaya Ûrdunê bûn), wekî tevay hicumkirina Yêşû bidine sekinandinê (Yêş. 9:1-3). Lê cimeta Hîwî ku Gîbeonêda dijîtin, tevî Yêşû peymana edilayê girêdan. Wî çaxî Adonî-sedek safî kir ku Gîboniya ceza ke, wekî kesên din jî aliyê dijminên wî negirin. Gava ewî eskerên xwe tevî eskerên çar padşên Emoriya kire yek, ewî dora Gîbeon girt û şer tevî wan destpêkir. Paşî vê yekê gava Yêşû bi cûrekî mexsûs Gîboniya xilaz kir, dijmin û piştgirên wan alt kir, ew pênc padşa revîne Makkedayê û xwe şkeftêda veşartin, ya ku wanra bû telik. Yêşû ber çevê ordiya xwe, xwexa Adonî-sedek û çar padşên din kuşt û ciniyazê wan stûnava dardakir. Paşê ciniyazê wan avîtine vê şkeftê, ya ku bona wan bû tirb (Yêş. 10:1-27).
it-1 1020
Teyrok
Qewata Yehowa eyan dike. Teyrok ew heye yek ji qewata tebiyetê, ku carna Yehowa bona qirara xwe dida xebatê û qewata xweye mezin eyan dikir (Zb. 148:1, 8; Îş. 30:30). Cara pêşin Kitêba Pîrozda derheqa teyrokê tê gilîkirinê, gava Yehowa belaya hefta anî serê Misiriya. Ev teyroka qayîm qira şînkayî û dara anî, û usa jî hemû meriv û heywanên çolêda kuşt, lê ser Îsraêliyada, ku hingê erdê Goşenêda bûn, nebarî (Drk. 9:18-26; Zb. 78:47, 48; 105:32, 33). Wede şûnda, Erdê Sozdayîda, Îsraêlî bi rêberiya Yêşû çûne hewara Gîboniya. Wî çaxî Yehowa teyrokeke giran ser van pênc padşên Emorî û ordiyên wanda barand, yên ku dixwestin hicûmî ser Gîboniya kirana. Ji vê teyrokê diha zêde meriv mirin, ne ku ji destê eskerên Îsraêlî (Yêş. 10:3-7, 11).
w04 1/12 11 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba Yêşû
10:13: Çawa tiştekî usa netebiyetî dikaribû biqewimiya? “Gelo tiştekî çetin bona Xudan heye”, yê ku Efirandarê erd û ezmana ye? (Destpêbûn 18:14) Heger Yehowa bixwaze, ew dikare zivirandina erdê kontrol bike ku bona însana usa bê kifşê, tê bêjî tev û hîv cîda sekinîne. Yan jî ew dikare erd û hîvê nezivirîne, lê şewqa tevê û hîvê berî ser erdê de, wekî merivara usa bê kifşê tê bêjî tev û hîv cîda mane. Çi jî hebû, Kitêba Pîroz dibêje ku rojeke usa ne pêşiya ne jî paşê vêya “qet nebûye” (Yêşû 10:14).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 10:13) Heta ku gel ji neyarên xweva tola xwe hilda, ro sekinî û hîv jî li cîhê xwe ma. Ma ev bûyera di Pirtûka Yaşarda nehatiya nivîsandinê? Û ro nêzîkî tûmiya rojekê di nava ezmanda sekinî, ji avabûnêra dereng ma.
(Metta 5:1-15) Çaxê Îsa elalet dît, hilkişiya çiyê, rûnişt û şagirtên wî hatine cem wî. 2 Ewî dest bi hînkirina xwe kir û wanra got: Dannasîniya serê çiyê 3 “Xwezî li ruhfeqîra, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e. 4 Xwezî li hezniya, çimkî ber dilên wanda wê bê hatinê. 5 Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be. 6 Xwezî li wan, ku tî û birçiyê rastîqedandinê ne, çimkî ewê têr bin. 7 Xwezî li dilrema, çimkî ewê remê bibînin. 8 Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin. 9 Xwezî li wan, ku edilayiyê dikin, çimkî ewê zarên Xwedê bêne hesabê. 10 Xwezî li wan, ku bona rastîqedandinê têne zêrandinê, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e. 11 Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin. 12 Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberên ku berî we hebûn, zêrandin. 13 Hûn xwêya erdê ne. Lê heger xwê tema xwe unda ke, paşê ewê bi çi temê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-piya. 14 Hûn ronaya dinyayê ne. Heger bajarek serê çiyê ye, nayê veşartinê. 15 Kesek jî çirê vênaxe û nake binê firaqê, lê datîne ser pêçirê, ku ronayê bide hemûyên ku malêda ne.
w09 15/3 32 ¶5
Pirsên Xwendevana
Hine kitêb ku Kitêba Pîroz besa wan dike û berê didane xebatê, nayê hesabê ku ewana ji bîna ber Xwedê bûn. Lê Yehowa Xwedê hemû nivîsar, kîderêda “gotina Xwedayê me” heye, xwey kiriye, ku heta-hetayê bimînin (Îşa. 40:8). Belê, Yehowa 66 kitêbên usa bijart ku bibine Kitêba Pîroz, kîderêda înformasiya lazim heye, wekî em “bêkêmasî” bin, û “bona hemû kirinên qenc” hazir sekinî bin (2 Tîmt. 3:16, 17).
18-24 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 12-14
“Bi Temamiya Dilê Xwe Pey Yehowa Here”
w04 1/12 12 ¶2
Fikirên Sereke ji Kitêba Yêşû
14:10-13. Rast e Kaleb îda 85 salî bû, lê ewî hîvî kir ku şixulekî nehêsa bidine wî, dêmek erdê Hebronê ji miletên pûtparist temiz ke. Wêderê kurên Enaq dijîtin, yên ku bejinêda gelek bilind bûn. Bi alîkariya Yehowa ew eskerê cêribandî serket, û Hebron bû bajarekî sitargeh (Yêşû 15:13-19; 21:11-13). Mesela Kaleb me hîn dike ku em gerekê netirsin û xwe paş nexin, wekî cabdariyên teşkîleta Xwedêda hildin ser xwe.
w06 1/10 18 ¶11
Bi saya Baweriyê û Xofa ber Xwedê Mêrxas in
11 Baweriya usa timê mezin dibe. Ew bi wî cûreyî mezin dibe, gava em kerema “tem” dikin, cabên ser duayên xwe divînin, û têderdixin ça Yehowa bi cûre-cûre mêtoda rêberî dide me (Zebûr 34:8; 1 Yûhenna 5:14, 15). Bêşik, baweriya Kaleb û Yêşû qewî dibû, gava wana qenciya Yehowa didît (Yêşû 23:14). Dîna xwe bidine sê tişta: Ya pêşin, çawa ku Xwedê soz dabû wan, ewana 40 sal rêwîtiya beriyêda, sax-silamet man (Jimar 14:27-30; 32:11, 12). Ya duda, wanara roleke mexsûs hatibû dayînê, wekî nava 6 salada erdê Kenanê zeft kin. Ya sisiya, wana dirêj emir kir, sihet-qewat bûn û hela hê bûne xweyê erda jî. Rastî jî Yehowa timê bi merdanî kerema xwe ser wan merivada dibarîne, yên ku bi mêrxasî û aminiyê wîra xizmet dikin! (Yêşû 14:6, 9-14; 19:49, 50; 24:29)
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 13:2) Erdên ku bên standin, vana ne: Hemûya herêmên Geşûrî û Filistê;
(Yêşû 13:5) Erdên Gebayiyan; hemûya erdên Lubnanê, yên ku li aliyê rojhilatê ne, yên ku ji Baal-Gada ku li bera çiyayê Hermonê yî, heta ketina Hamatê;
(Metta 5:17-32) Nefikirin ku ez hatime nivîsarên pêxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan hemûya bînime sêrî. 18 Ez rast wera dibêjim, berî derbazbûna erd û ezman, deqek yan jî herfeke biçûk ji Qanûnê wê unda nebe, heta ku hemû bêne sêrî. 19 Awa kî ji van temiya yeke here biçûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Padşatiya Ezmanada ji hemûya biçûktir bê hesabê. Lê kî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Padşatiya Ezmanada mezin bê hesabê. 20 Lema ez wera dibêjim, heger rastiya we ji rastiya qanûnzan û fêrisiya zêdetir nîbe, hûn tu car nakevine Padşatiya Ezmana. 21 We bihîstiye ku pêşiyara hatiye gotinê: ‘Nekuje! Kî ku bikuje, dîwana wî wê bê kirinê’. 22 Lê ez wera dibêjim, kî ser birê xwe hêrs keve, wê bibe deyndarê dîwanê û kî bêje birê xwe: ‘Bê aqil’, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kî ku bêje: ‘Axmax’, wê bibe deyndarê agirê dojê. 23 Awa heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, 24 hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide. 25 Çaxê neyarê te te kaşî cem hakim dike, rêda tevî wî zû li hev were. Heger na, ewê te bide destê hakim, hakimê jî te bide destê berdestiyê xwe û te bavêje kelê. 26 Ez rast tera dibêjim, tu ji wir dernakevî heta polê paşin nedî. 27 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Ziniyê neke’. 28 Lê ez wera dibêjim, kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir. 29 Awa heger çevê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekeve cenimê. 30 Û heger destê teyî rastê te ji rê derdixe, wî jêke û bavêje. Tera hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekeve cenimê. 31 Ev jî hatiye gotinê: ‘Kî kulfeta xwe berde, bira kaxaza jinberdanê bide wê’. 32 Lê ez wera dibêjim, kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke û kî ku yeke mêrberdayî bistîne, ew ziniyê dike.
it-1 902-903
Gebal
Li gora gotina Yehowa, rojên Yêşûda, Îsraêlî gerekê “erdên Gebaya” jî zeft kirana (Yêşû 13:1-5). Krîtîkos dibêjin ku ew yek nedibû, çimkî bajarê Gebal aliyê bakurê bû û gelek dûrî Îsraêlê bû (weke 100 km., ji bakura Dan) û dibeke ne jî dikete nava warê Îsraêliya. Hine zandar dibêjin ku ew para rêzê, têksta Îbranîda xirab bibû û berê wêderê nivîsîbû “erdê nêzîkî Lubnanê”, yan jî ‘heta sînora erdê Gebaya’. Lê yeke em usa jî gerekê hildin hesab, wekî ev sozên Yehowa yên ku Yêşû 13:2-7-da hatibûn nivîsarê, peymanêva girêdayî bûn. Diqewime ji bo neguhdarîbûnê Îsraêlî ew erdê Gebalê ne jî zeft kirin (Beramber kin Yêşû 23:12, 13).
25-31 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊŞÛ 15-17
“Milkê Xweye Qîmet Biparêze”
it-1 1083 ¶3
Hebron
Îsraêlî berdewam dikirin başûra Kenanêda şer kin û qira bineliyên Hebronê û padşê wan anîn (diqewime yê ku paşî Hoham hate kifşkirinê) (Yêş. 10:36, 37). Rast e Îsraêlî bin rêberiya Yêşû hemû ordiyên qewî yên Kenaniya qir kirin, lê ça tê kifşê Îsraêliya derbêra eskerên xwe erdên zeftkirîda cî nekirin. Diqewime gava Îsraêlî çûn ciyên din şer bikin, Enaqî vegeriyan Hebronê, lema jî Kaleb (dêmek kurên Cihûda bin rêberiya Kalebda) gerekê sêrîda ew şeher ji wana bistanda (Yêş.11:21-23; 14:12-15; 15:13, 14; Hkm. 1:10). Pêşiyê Hebron bû para Kaleb, yê ku ji bereka Cihûda bû, lê wede şûnda ew bû bajarê sitargeh. Xêncî vê yekê, ew bajarê kahîna bû. Lê “zevî û gundên [Hebronê]”, dîsa jî warê Kaleb bûn (Yêş. 14:13, 14; 20:7; 21:9-13).
it-1 848
Şixulê Giran
Xebera “şixulê giran” (bi Îbranî “mas”), berê timê didane xebatê, îlahî gava merivên ku şerda didane der, dikirine xulam (Qn.Dc. 20:11; Yêş. 16:10; 17:13; Es. 10:1; Îş. 31:8; Lr.Yêr. 1:1). Gava Îsraêlî dîltiya Misirêda bûn, serkar bi şixulên giran wana diçerçirandin, û Îsraêliya bajarên embara, dêmek Pîtom û Ramsês çêkirin (Drk. 1:11-14). Paşê, gava Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, dewsa ku hemû Kenaniya ji wêderê derxin û qir kin, çawa Yehowa temî dabû wan, wana Kenanî kirine xulam û şixulên giran didane wan. Ew yek bona Îsraêliya bû telik û wana destpêkir xudanên qelp bihebînin (Yêş. 16:10; Hkm. 1:28; 2:3, 11, 12). Silêman Padşa jî zuretên wan Kenaniya, dêmek Emorî, Hîttî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiya, kire xulam û şixulên giran dida wan (1 Pd. 9:20, 21).
it-1 402 ¶3
Kenan
Rast e gelek Kenanî sax man û neketin bin nîrê Îsraêliya, gava Îsraêlî erdê wan zeft kirin, dîsa jî dikarin bêjin wekî Yehowa ev welat bi temamî “da Îsraêliya”, çawa ku soz dabû kal-bavên wan. Ewî her aliyava rihetî da wan, û “qet sozek jî, ji sozên ku Xudan dabû gelê [cimeta] Îsraêliya vala derneketin; gişk hatin cîh” (Yêş. 21:43-45). Hemû dijminên dor-berê Îsraêliya ji wana ditirsiyan û bona Îsraêliya xof nîbûn. Xwedê wanra pêşda gotibû ku wê hêdî-hêdî berî Kenaniya de, wekî erd derbêra vala nebe û heywanên beyanî têda zêde nebin (Drk. 23:29, 30; Qn.Dc. 7:22). Rast e çekên Kenaniya ji çekên Îsraêliya qewîtir bûn, çimkî erebên wan bi kêlendiyên hesin bûn, lê dîsa jî ew yek ku Îsraêlî nikaribûn hine erdên wan zeft kirana, neheqiya Yehowa nîbû, û em nikarin bêjin wekî Xwedê sozê xwe neanî sêrî (Yêş. 17:16-18; Hkm. 4:13). Ça Kitêba Pîroz eyan dike, ew yek ku cara Îsraêlî didane der, ji bo neaminiya wan bû (Jm. 14:44, 45; Yêş. 7:1-12).
Xizna Kitêba Pîroz
(Yêşû 17:15) Û Yêşû, bi gotina: Ger hûn haqas ajawe ne m herêma çiyayî ya Efrayîmê ji wera teng tê, derkevin daristanên ku di erdên Perîziyan û Refayiyanda ne û ji xwera cîh vekin, bersivê da wan.
(Yêşû 17:18) lê belê wê herêma çiyayî bibe ya te; çawa ku daristan e, tuyê wê jê bike û cîhên wê yên hilkişandinê wê bibin yên te; ji ber ku Kenanî xwurt in û xweyê erebeyên hesinî yên şer in jî; tuyê wan biqewirîne!
(Metta 5:33-48) We ev jî bihîstiye ku pêşiyara hatiye gotinê: ‘Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî’. 34 Lê ez wera dibêjim, tu car sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne jî bi erdê, çimkî ew ciyê bin piyên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Padşê mezin e 36 û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan reş kî. 37 Lê bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’. Ji vê zêdetir ji Mîrêcin e. 38 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Çev dewsa çev û diran dewsa diran’. 39 Lê ez wera dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rûyê teyî rastê xe, yê din jî bide ber. 40 Û heger yek te kaşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, potê xwe jî jêra bihêle. 41 Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tevî wî duda here. 42 Bide wî, kî ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike. 43 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Hevalê xwe hiz bike û bijene dijminê xwe’. 44 Lê ez wera dibêjim, dijminên xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yên ku we dizêrînin, 45 wekî hûn bibine zarên Bavê xweyî Ezmana. Çimkî ew teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta. 46 Heger hûn hizkirên xwe hiz bikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin? 47 Û heger hûn tenê silavê bidine birên xwe, îdî hûn çi tiştî ji ewên din zêdetir dikin? Ne pûtparist jî usa dikin? 48 Awa kamil bin, çawa ku Bavê weyî Ezmana kamil e.
w15 15/7 32
We Zanibû?
Gelo Îsraêla berêda bi rastî gelek mêşe hebûn, çawa ku Kitêba Pîroz dibêje?
LI GORA Kitêba Pîroz, hine herêmên Erdê Sozdayî bi mêşeyên six tije bûn (1 Padş. 10:27; Yêşû 17:15, 18). Lê îro wan herêmada gelek ciya îda dar nemane, lema jî hinek meriv dikarin bikevine şikê ku berê wêderê bi rastî mêşe hebûn.
Kitêbekêda dihate gotinê, wekî “Îsraêla berêda diha zef mêşe hebûn, ne ku rojên meda” (“Life in Biblical Israel”). Ser bilindciya heçî zef ev dar şîn dibûn: darên çamêye Helebê (“Pinus halepensis”), darên palûdêye şîn (“Quercus calliprinos”), û darên kezwanê (“Pistacia palaestina”). Cîkî tepe Şefelayêda, ku orta rêza çiya û devê Bera Navberêda bû, tije darên hejîrê hebûn (“Ficus sycomorus”).
Kitêbekêda tê gotinê, wekî îro hine herêmên Îsraêlêda qe dar nemane (“Plants of the Bible”). Gelo menî çi ye? Dar hêdî-hêdî sêrek dibûn. Vê kitêbêda usa dihate şirovekirinê: “Meriv her gav tebiyetê bona kara xwe didane xebatê, heçî zef bona ku erd bêcer kin û biçînin, û usa jî seva ku tiştên bona avakirinê û şewitokê destxin”.