KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 5 rûp. 18-rûp. 19 abz. 5
  • Gemiya Nuh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gemiya Nuh
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Nuh Gemiyê Ava Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Sêlava Dinyayê; Kî Gura Xwedê Kir?
    Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê
  • Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Serhatiya Nuh û Sêlava Dinyayê; Ev Çîrok e yan Rêalî bû?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 5 rûp. 18-rûp. 19 abz. 5
Nuh û malbeta wî gemî ava dikin

DERSA 5

Gemiya Nuh

Wede şûnda ser erdê meriv zêde bûn. Gelek ji wan meriva xirab bûn. Usa jî hine melekên ser ezmana xirab bûn. Ewana mala xwe dêmek ezman hîştin û hatine ser erdê. Lê tu zanî çira wana usa kir? Wana xwe kire merî, wekî bizewicin.

Wan melekara zar hatine bûyînê. Ew zar mezin dibûn û qewata wan zêde dibû û ewana dibûne merivên terikî. Wana ziyan didane meriva. Yehowa îda nikaribû îzin bida, wekî ew yek usa berdewam be. Lema jî ewî safî kir, wekî wan merivên zulm sêlavêda kuta ke.

Nuh û malbeta wî gemî ava dikin û xwarinê hazir dikin

Lê merivek hebû, yê ku ji wan cude dibû. Ewî Yehowa hiz dikir. Navê wî Nuh bû. Jin û sê kurên wî hebûn, Sem, Ham û Yafet, hersêk kurên wî zewicî bûn. Yehowa gote Nuh, wekî ew gerekê gemîke mezin ava ke, seva ku ew û malbeta wî ji Sêlavê bêne xweykirinê. Ew gemî gerekê mîna qutiya mezin bûya û ser avê keta. Usa jî Yehowa gote Nuh, wekî ew gerekê heywana tevî xwe bike gemiyê, seva ku ewana jî sax bimînin.

Nuh pêra-pêra destpêkir gemiyê ava ke. Weke 50 sala Nuh û malbeta wî gemî ava dikirin. Ewana gemî usa ava kirin, çawa ku Yehowa wanara got. Wî çaxî Nuh hin jî merivara derheqa Sêlavê gilî dikir. Lê tu kesî guh nedida wî.

Axiriyê wede îda gihîşt, wekî bikevine gemiyê. Werên binihêrin paşê çi qewimî..

“Çawa ku rojêd Nuhda qewimî, hatina Kurê Însan jî wê usa biqewime” (Metta 24:37).

Pirs: Çira Yehowa safî kir, wekî ser erdê Sêlavê rake? Çi şixul Yehowa da Nuh?

(Destpêbûn 6:1-22; Metta 24:37-41; 2 Petrûs 2:5; Cihûda 6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin