KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr22 Gulan rûp. 1-13
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2022)
  • Binserî
  • 2-8 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 27-29
  • “Cûrê Şerkirina Dawid”
  • it-1 41
  • Akîş
  • w21.03 4 ¶8
  • Birên Cahil–Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?
  • it-2 245 ¶6
  • Derewî
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w10 1/1 20 ¶5-6
  • Gelo Mirî Dikarin Alî Saxa Bikin?
  • 9-15 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 30-31
  • “Ji Yehowa Xwedêyê Xwe Qewatê Bistîne”
  • w06 1/8 28 ¶12
  • Xwedêxof be û Bextewar be!
  • w12 15/4 30 ¶14
  • Yehowa bona Xilazbûnê, Me Xwey Dike
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w05 15/3 24 ¶8
  • Fikirên Sereke ji Kitêba 1 Samûyêl
  • 16-22 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 1-3
  • “Em ji Stirana Dawid bi Navê ‘Kevan’, Çi Hîn Dibin?”
  • w00 15/6 13 ¶9
  • Qedirê Wan Bigirin, yên ku Rêberiyê Didine We
  • w12 15/4 10 ¶8
  • Nemamî, Nîşaneke Rojên Axiriyê ye!
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 369 ¶2
  • Bira
  • 23-29 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 4-6
  • “Xwedêxof be wekî Dilê Yehowa Neêşînî”
  • w05 15/5 17 ¶8
  • Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Samûyêl
  • w05 1/2 27 ¶20
  • Yehowa Timê Tiştên Rast Dike
  • w05 1/2 27 ¶21
  • Yehowa Timê Tiştên Rast Dike
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w96 1/4 29 ¶1
  • Timê Barê Xwe Yehowara Bihêle
  • 30 GULANÊ–5 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 7-8
  • “Yehowa Tevî Dawid Peymanê Girêdide”
  • w10 1/4 20 ¶3
  • “Padşatiya Te Her û Her . . . be”
  • w10 1/4 20 ¶4
  • “Padşatiya Te Her û Her . . . be”
  • w14 15/10 10 ¶14
  • Bira Baweriya Te Hindava Padşatiyê Qewî Be
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 206 ¶2
  • Rojên Axiriyê
  • 6-12 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 9-10
  • “Dawid Hizkirina Amin Da Kifşê”
  • w06 15/6 14 ¶6
  • Tu Dikarî Bextewar bî
  • w05 15/5 17 ¶12
  • Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Samûyêl
  • w02 15/2 14 ¶10
  • Wana ber Stirûyê Bedena Xwe Sebir Dikir
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 266
  • Rû
  • 13-19 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 11-12
  • “Nehêle wekî Xwestinên Nerast Te Kontrol kin”
  • w21.06 17 ¶10
  • Ji Telikên Mîrê-cina Bireve!
  • w19.09 17 ¶15
  • Bi Dil û Can Timê Gura Yehowada bin
  • w18.06 17 ¶7
  • Bira Qanûn û Prînsîpên Xwedê Îsafa Te Hîn kin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 590 ¶1
  • Dawid
  • 20-26 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 13-14
  • “Xwehiziya Amnon Bela Anî”
  • it-1 32
  • Abşalom
  • w17.09 5 ¶11
  • Xwegirtî bin
  • it-1 33 ¶1
  • Abşalom
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • g04 22/12 8-9
  • Kîjan Bedewbûn Diha Ferz e
  • 27 HEZÎRANÊ–3 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 15-17
  • “Abşalom ji bo Qurebûnê Miqabil Rabû”
  • it-1 860
  • Zûger
  • w12 15/7 13 ¶5
  • Xwedêyê Azayêra Xizmet kin
  • it-1 1083-1084
  • Hebron
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • w18.08 6 ¶11
  • Tu Rast Zanî Her Tiştî?
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2022)
mwbr22 Gulan rûp. 1-13

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

2-8 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 27-29

“Cûrê Şerkirina Dawid”

it-1 41

Akîş

Çaxê Dawid xwe ji Şawûl vedişart, ewî du cara xwera cî-sitar ser vî erdî dît, yê ku bin serwêrtiya Akîş Padşada bû. Cara pêşin çaxê Filistiya şik birin û fikirîn wekî Dawid dijmin e, Dawid xwe dewsa dîna danî. Akîş Padşa lê berda, çimkî fikirî wekî ewê bêhiş wê nikaribe ziyanê bide kesekî (1 Sm. 21:10-15; Zb. 34:Binserî; 56:Binserî). Lê cara duda tevî Dawid 600 esker malbetên xweva hatin û Akîş wana Zîklagêda cîwar kir. Ewana salek û çar meha wêderê man. Akîş bawer bû wekî Dawid tevî eskerên xwe hicûmî ser bajarên Cihûdayê dikirin, lê bi rastî Dawid miletên Geşûriya, Gîrziya û Amalêkiya dişêland (1 Sm. 27:1-12). Akîş Padşa usa hate xapandinê, ku çaxê Filistiya dixwestin hicûmî ser Şawûl Padşa kira, ewî Dawid kire nobedarê xwe, û çaxê serwêrên Filistiya ser ya xwe sekinîn, hingê Akîş Dawid û eskerên wî paşda şande Zîklagê (1 Sm. 28:2; 29:1-11). Çaxê Dawid bû Padşa, û tevî Gat şer dikir, ça tê kifşê Akîş nehatibû kuştinê. Ew hela hê wedê padşatiya Silêmanda jî sax bû (1 Pd. 2:39-41; binihêre GAT).

w21.03 4 ¶8

Birên Cahil–Hûn Çawa Dikarin Îtbariya Xûşk-Bira Qazanc kin?

8 Dawid rastî zemetên din jî dihat. Mesele, paşî ku ew hate rûnkirinê ku bibe padşa, gelek sal derbaz bûn heta ku ew bû padşa (1 Sam. 16:13; 2 Sam. 2:3, 4). Wexta ku Dawid hîviya vê yekê bû, gelo çi alî wî dikir ku ew sebir bike? Dawid boş-betal rûnedinişt, lê ewî şixulên kêrhatî dikirin. Mesele, gava ew ça koçber welatê Filistiyada dijît, ewî tevî dijminên Îsraêliya şer dikir. Bi vî awayî, ewî sînorên herêma Cihûda diparastin (1 Sam. 27:1-12).

it-2 245 ¶6

Derewî

Kitêba Pîrozda tê sûcdarkirinê ev derewî, ya ku bi nêta xirab tê kirinê. Lê meriv borcdar nîne elametiya rast bide wan meriva, îzina kîjana tune derheqa vê yekê pêbihesin. Îsa Mesîh got: “Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durên xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigên xweda pêpes kin û seyê jî vegerin we bidirînin” (Mt. 7:6). Lema jî Îsa her tişt ne digot û caba hine pirsa nedida, hergê evê yekê dikaribû zirar bianiya (Mt. 15:1-6; 21:23-27; Yn. 7:3-10). Niha femdarî ye çima Birahîm, Îshaq, Rexab û Êlîşa hine derecada rastî nedigotin wan merivara, yên ku Yehowara xizmet nedikirin (Dsp. 12:10-19; serê 20; 26:1-10; Yêş. 2:1-6; Aqb. 2:25; 2 Pd. 6:11-23).

Xizna Kitêba Pîroz

w10 1/1 20 ¶5-6

Gelo Mirî Dikarin Alî Saxa Bikin?

Derheqa vê yekê bifikire. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî paşî mirinê meriv “dibe dîsa xwelî” û vê “rojê şêwirên wî diteribin” (Zebûr 146:4). Şawûl û Samûyêl rind zanibûn, wekî Xwedê wan meriva sûcdar dike, yên ku diçine cem koçek û sêrbaza. Pêşiya vê yekê Şawûl xwexa ferman dabû, wekî qira hemû koçek û sêrbaza bînin! (Qanûna Kahîntiyê 19:31).

Heger Samûyêl xizmetkarê Xwedêyî amin, paşî mirinê berdewam kira ça ruh bijîta, qe gelo ewê Qanûna Xwedê biteribanda û bi saya sêrbaziyê tevî Şawûl xeber da? Yehowa ne dixwest tevî Şawûl xeber de. Lema jî gelo sêrbaz qe dikaribû zorê Xwedêyê Himzor bikira, wekî Ew tevî Şawûl bi saya Samûyêlê mirî xeber de? Hemikî na. Dêmek ev “Samûyêlê” ku Şawûlra eyan bû, ne ku pêxemberê Xwedê bû, lê cin bû, yê ku xwe dewsa Samûyêl danî.

(1 Samûyêl 28:15, ÎM) Samûêl Şawûlra got: “Te çima gazî min kir û ez eciz kirim?”

(Metta 17:1-15) Pey şeş rojara Îsa tevî xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhenna hildan û rakirine çiyakî bilind, li wir ew tenê bûn. 2 Hingê ew li ber çevê wan hate guhastinê. Rûyê wî mîna tevê biriqî û kincên wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn. 3 Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tevî wî xeber dan. 4 Hingê Petrûs Îsara got: “Xudan! Çawa rind e ku em vir in! Heger tu bixwazî, ezê sê holika li vê derê çêkim, yekê tera, yekê Mûsara, yekê jî Êlyasra”. 5 Ewî hê xeber dida, ewrekî ronayî hat û ser wan kire sî, dengek ji ewr hat û got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!” 6 Gava şagirta ew deng bihîst, deverûya çûn û risasê ew girtin. 7 Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: “Rabin, netirsin”. 8 Wana jî serê xwe bilind kir û pêştirî Îsa kesek nedîtin. 9 Çaxê ji çiyê dihatine xwarê, Îsa temî da wan û got: “Ew dîtina ku we dît kesîra nebêjin, heta ku Kurê Însan ji nav miriya ranebe”. 10 Şagirtên wî jê pirsîn: “Lê çima qanûnzan dibêjin pêşiyê gerekê Êlyas bê?” 11 Îsa li wan vegerand û got: “Rast e, pêşiyê Êlyasê bê û ewê her tiştî cî bi cî bike. 12 Lê ez wera dibêjim, ku Êlyas hatiye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurê Însan bikin”. 13 Hingê şagirta fem kir, ku bona Yûhennayê nixumdar wanara got. 14 Çaxê hatine cem elaletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê: 15 “Xudan, li kurê min were remê! Ew hîvê dikeve û gelekî cefa dibîne. Carna dikeve nava agir û carna jî nava avê.

9-15 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 SAMÛYÊL 30-31

“Ji Yehowa Xwedêyê Xwe Qewatê Bistîne”

w06 1/8 28 ¶12

Xwedêxof be û Bextewar be!

12 Xofa ber Yehowa, Dawid ne tenê ji gaveke nerast xwey kir, lê usa jî qewat da wî, wekî derecên çetinda bi serwaxtî û bi bîlanî safîkirina bike. Dawid û eskerên wî salek û çar meha Zîklagêda ser erdê Filistiya, xwe ji Şawûl vedişartin (1 Samûyêl 27:5-7). Carekê çaxê mêr şeherda nîbûn, Amalêkiya hicûmî ser şeher kirin. Wana şeher şewitandin, jin, zar û heywanên wan birin zeftî xwe kirin. Çaxê Dawid û mêrên tevî wî vegeriyan û dîtin ku çi qewimiye, ewana giriyan. Lê paşê ewana ser Dawid qayîm hêrs ketin û dixwestin pê kevira wî bikujin. Rast e Dawid dilteng bû, lê ewî xwe bêçare texmîn nedikir (Metelok 24:10). Xwedêxofî lê hêlan kir hewara xwe Yehowa daxe, û ewî dilrihetî stand, çimkî îtbariya xwe Yehowa dianî. Pê alîkariya Yehowa Dawid û mêrên tevî wî dane pey Amalêkiya, neferên xwe aza kirin û hebûka xwe vegerandin (1 Samûyêl 30:1-20).

w12 15/4 30 ¶14

Yehowa bona Xilazbûnê, Me Xwey Dike

14 Dawid jîyîna xweda rastî gelek tengasiya dihat (1 Sam. 30:3-6). Giliyên wî, yên ku ewî ji bîna ber Xwedê nivîsîbû, nîşan dikin, wekî Yehowa haş ji tengasiyên wî hebû (Bixûne Zebûr 34:18; 56:8). Yehowa haş ji kula dilê me jî heye. Çaxê em dilteng û xemgîn in, ev diha nêzîkî me dibe. Zanebûna vê yekê dilbîniyê dide me, çawa ku dida Dawid, yê ku distira: “Pê huba Te ezê eşq û şa bim, çimkî ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî” (Zb. 31:7). Lê Yehowa ne tenê haş ji derdê me heye, ew derecên çetinda timê me dişidîne û ber dilê meda tê. Mesele, ew bi saya civata berdiliyê dide me.

Xizna Kitêba Pîroz

w05 15/3 24 ¶8

Fikirên Sereke ji Kitêba 1 Samûyêl

30:23, 24. Ev safîkirina ser hîmê Jimar 31:27, nîşan dike, wekî Yehowa wan xizmetkarên xwe qîmet dike, yên ku hela hê şixulên biçûkda jî alîkariyê didine civatê. Em çi jî dikin, were em vê yekê “bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva” (Kolosî 3:23).

(1 Samûyêl 30:23, 24, ÎM) Lê Dawid got: “Na birano! Xudan daye me û em nikarin aha bikin. Ewî em parastin û êrîşkarên siwarî da destê me.24 Wê kî guh bide van gotinên we? Kesê diçe şer û kesê li ber hûr mûra dimîne, para wan yek e”.

(Metta 18:1-15) Wî çaxî şagirt hatine cem Îsa û gotinê: “Li nav Padşatiya Ezmanada kî ye yê herî mezin?” 2 Îsa zarokek gazî cem xwe kir, ew nav wanda da sekinandinê 3 û got: “Ez rast wera dibêjim, heger hûn venegerin û nebine mîna zaroka, hûn tu car nakevine Padşatiya Ezmana. 4 Awa kî ku mîna vê zarokê xwe biçûk ke, ew e yê herî mezin Padşatiya Ezmanada. 5 Û kî ku zarokeke aha bi navê min qebûl ke, ew min qebûl dike. 6 Lê kî ku ji van biçûka yekî, yê ku baweriya xwe min tîne ji rê derxe, wîra hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê berêda bixeniqe. 7 Wey li dinyayê, bona ewên ku meriva ji rê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rê dikevin. 8 Heger destê te yan nigê te, te ji rê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bikevî jiyînê, ne ku du dest yan du nigên te hebin û bêyî avîtinê nava agirê heta-hetayê. 9 Û heger çevê te, te ji rê derdixe, wî derxe û bavêje. Bona te hê qenc e ku tu bi çevekî bikevî jiyînê, ne ku bi du çeva bêyî avîtinê nava agirê dojê. 10 Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçûka yekî bêhurmet nekin, çimkî ez wera dibêjim, ku milyaketên wan li ezmana timê rûyê Bavê minî ezmana dibînin. 11 Kurê Însan hat ku yê undabûyî bigere û xilaz ke. 12 Hûn çawa texmîn dikin? Heger sed pezên merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle çiyabaniya û neçe ku ya undabûyî bigere? 13 Lê gava bibîne, ez rast wera dibêjim, ewê bona wê hê gelekî şa be, ne ku bona nod nehên dine ku unda nebûne. 14 Usa jî Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be. 15 Heger birê te neheqiyê li te bike, gava tu û ew tenê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdariya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir.

16-22 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 1-3

“Em ji Stirana Dawid bi Navê ‘Kevan’, Çi Hîn Dibin?”

w00 15/6 13 ¶9

Qedirê Wan Bigirin, yên ku Rêberiyê Didine We

9 Gelo Dawidra hêsa bû, çaxê hindava wîda bêrem bûn? Dawid gazî Yehowa dikir: “Zulmkar pey emirê min ketine” (Zebûr 54:3). Ewî usa jî dilê xwe Yehowara vekir û got: “Min xilaz ke ji dijminên min, Xwedêyê min! . . . Zordar miqabilî min civîyane, lê Xudan ne bona gune û xirabîyên min, cîyê heqî-neheq ser minda digirin, karê xwe dikin. Rabe hewara min û dîna Xwe bidê” (Zebûr 59:1-4). Qe tu jî mîna Dawid rastî dereceke usa hatî, çaxê merivekî xweyîhukum neheqiyê te dikir, lê te qe xirabî lê nekiriye? Lê dîsa jî Dawid berdewam dikir qedirê Şawûl bigire. Çaxê Şawûl mir, Dawid dilê xwe şa nedikir, lê dewsê ewî stiraneke dilşewat nivîsî: “Şawûl û Yonatan şîrîn û beşerxweş bûn, . . . Ji teyra çalaktir [zûtir], ji şêra hêzdartir [qewattir] bûn. Ya keçên Îsraêlê! Ji bo Şawûl bigirîn” (2 Samûyêl 1:23, 24, ÎM). De bidine hesabê xwe, Şawûl çiqas jî neheqî Dawid kiribû, Dawid dîsa jî qedirekî mezin hindava wîda da kifşê, çimkî ew bijartiyê Xwedê bû. Belê, ewî meselekî gelek baş mera hîşt!

w12 15/4 10 ¶8

Nemamî, Nîşaneke Rojên Axiriyê ye!

8 Kitêba Pîroz usa jî besa gelek merivên amin dike. Were em dîna xwe bidine mesela du meriva û pêbihesin em çi dikarin ji wana hîn bin. Pêşiyê were em mesela Yonatan şêwir kin. Çawa nuxriyê Şawûl, hilbet paşî bavê xwe, ew gerekê bibûya padşa. Lê Yehowa paşî Şawûl, Dawid ça padşê Îsraêlê kifş kir. Yonatan qedirê safîkirina Yehowa digirt, lema jî ewî çevnebariyê Dawid nedikir û ew ça neyarê xwe hesab nedikir. Yonatan “wî bi dil û can, weke nefsa xwe jê hiz kir”, û sond xwar ku wê jêra amin bimîne. Ewî hela hê kinc, şûr, kevan û kembera xwe da Dawid, û bi vê yekê qedir-hurmet hindava wîda da kifşê ça hindava padşê (1 Sam. 18:1-4, ÎM). Yonatan her tişt dikir wekî Dawid bişidîne, û gelek car bona wî emirê xwe dikire bin qeziyê, û ber bavê xwe pişta Dawid digirt. Yonatan aminiya xwe Dawidra bi van giliya da kifşê: “Tê bibî Padşê Îsraêlê, ezê jî bibim alîkarê te” (1 Sam. 20:30-34; 23:16, 17, ÎM). Lema jî ecêbmayî nîne ku çaxê Yonatan mir, Dawid hizkirina xwe hindava wî û êşa dilê xwe bi stiraneke dilşewat nîşan kir (2 Sam. 1:17, 26).

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 369 ¶2

Bira

“Bira” usa jî ev meriv dihatine hesabê, yên ku tevayî şixulkarî dikirin, û nêt fikirên wan yek bûn. Mesele, Hîram Padşê Sûrê, Silêman ça birê xwe nav dikir, ne tenê bona vê yekê ku qulixê wan mîna hev bû, lê usa jî bona vê yekê ku nêtên wan yek bûn. Hîram kênar û meselên dine bona avakirina paristgehê, dida Silêman (1 Pd. 9:13; 5:1-12). Dawid nivîsî: “Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!” Bi van giliya Dawid dixwest bigota, wekî edilayî û tifaqî ne tenê orta birên helalda heye (Zb. 133:1). Dawid Yonatan ça birê xwe hesab dikir, ne ku çimkî ew birê wîyî helal bû, lê çimkî ewana dostên hev bûn û piştgiriya hev dikirin (2 Sm. 1:26). Dikarin bêjin, wekî ev hevalên ku xeyset-hunurada mîna hev in, bira ne (Mtl. 18:9).

(2 Samûyêl 1:26, ÎM) Ji bo te xemgîn im, birayê min Yonatan. Tu ji bo min pir hêja bûyî. Hizkirina te ji hizkirina jinê bêtir [qewîtir] bû.

(Metta 18:16-30) Lê heger guhdariya te nekir, yekî yan duduyên din jî tevî xwe hilde, wekî: ‘Bi devê du yan sê şeda her tişt îzbat be’. 17 Lê heger ewî guhdariya wan jî nekir, civînêra bêje. Û heger guhdariya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna pûtparist û xercgira. 18 Ez rast wera dibêjim, çi ku hûn ser erdê girêdin, li ezmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser erdê vekin, li ezmên jî wê vekirî be. 19 Dîsa ez rast wera dibêjim, heger dudu ji we li ser erdê bi tifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê minî ezmana wê bide we. 20 Çimkî kîderê du yan sê meriv bi navê min bicivin, ez li wir nava wanda me”. 21 Hingê Petrûs nêzîkî wî bû û gotê: “Xudan. Gava birê min neheqiyê li min bike, gerekê ez çend cara bibaxşînimê, heta heft cara?” 22 Îsa gote wî: “Ez nabêjime te heta heft cara, lê heta heftê cara heft. 23 Çimkî Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Padşakî xwest tevî xulamên xwe heq-hesabê xwe rast ke. 24 Gava dest bi hesaba kir, yek anîne cem wî, ku dehe hezar telantî deyndarê wî bû. 25 Lê çimkî nikaribû deynê xwe bida, xweyê wî emir kir, ku ew, jina wî, zarên wî û hemû hebûka wî bêne firotanê, ku deynê wî bê dayînê. 26 Hingê xulam deverûya çû nigê wî, lava jê kir û got: ‘Li min sebir ke. Ezê hemû jî li te vegerînim’. 27 Gunê xweyê wî li wî hat, ew berda û deynê wî jî baxşandê. 28 Lê çaxê ew xulam derket, rastî xulam-hevalekî xwe hat ku sed zîvî deyndarê wî bû, dest kire xeneqê û gotê: ‘Tu çiqasî deyndarê min î bide!’ 29 Hingê hevalê xulam xwe avîte nigê wî, jê lava kir û gotê: ‘Li min sebir ke. Ezê li te vegerînim’. 30 Lê ewî guh neda wî, çû ew avîte kelê, heta ku ew deynê xwe bide.

23-29 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 4-6

“Xwedêxof be wekî Dilê Yehowa Neêşînî”

w05 15/5 17 ¶8

Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Samûyêl

6:1-7. Rast e nêtên Dawid rast bûn, lê safîkirina wî wekî Sindoqa peymanê pê erebê derbaz ke, miqabilî temiya Xwedê bû, lema jî axiriya vê safîkirinê xirab bû (Derketin 25:13, 14; Jimar 4:15, 19; 7:7-9). Usa jî çi ku hate serê Ûzza, gava ewî destê xwe avîte Sindoqê, nîşan dike ku çiqas jî nêtên meriva rast bin, yeke temiyên Xwedê nayêne guhastinê.

w05 1/2 27 ¶20

Yehowa Timê Tiştên Rast Dike

20 Ûzza gerekê diha fesal bûya. Sindoqa peymanê bi sîmbolîk dihate hesabê, wekî Yehowa wêderê ye. Qanûnêda zelal dihate gotinê, wekî xêncî merivên kifşkirî, îzina tu kesî tune bû destê xwe bide sindoqa peymanê, çimkî ewê bi mirinê bihata cezakirinê (Jimar 4:18-20; 7:89). Lema jî çaxê vê sindoqê cîguhastî dikirin, meriva gerekê ser vê yekê sera-bera nenihêriya. Rast e Ûzza kahîn nîbû, lê ça Lêwî, ew gerekê haş ji vê Qanûnê hebûya. Xêncî vê yekê, çend sal pêşiya vê qewimandinê, sindoq bona xweykirinê derbazî mala bavê Ûzza kiribûn (1 Samûyêl 6:20–7:1). Sindoq îda weke 70 sal wêderê bû, gava Dawid dixwest sindoq cîguhastî kira. Lema jî eşkere ye, wekî ewî ji biçûktayê hemû qanûnên derheqa Sindoqê zanibû.

w05 1/2 27 ¶21

Yehowa Timê Tiştên Rast Dike

21 Çawa me jorê got, Yehowa dilê meriva divîne. Û çimkî Kitêba Pîroz ev kirê Ûzza nav dike ça ‘bêqedirî’, Yehowa diqewime dilê wîda xwehizî dît, derheqa çi jî Kitêba Pîrozda eşkere nayê gotinê. Dibeke Ûzza yekî qure û babax bû, yê ku ji sînora derdiket? (Metelok 11:2). Yan dibeke çaxê Sindoqa peymanê ji mala bavê wî ber çevê gişka derdixistin, wî çaxî qurebûn kete dilê wî? (Metelok 8:13). Yan jî dibeke baweriya wî usa kêm bû, ku ewî tirê destê Yehowa wê negihîjê wekî sindoqê bigire? Ne ew Sindoq bi sîmbolîk dihate hesabê wekî Yehowa wêderê ye? Çi jî hebe, em dikarin bawer bin wekî Yehowa bi heqî wî ceza kir. Diqewime Yehowa dilê wîda tiştekî usa dît, çi ku Wî hêlan kir derbêra dîwana Ûzza bike (Metelok 21:2).

Xizna Kitêba Pîroz

w96 1/4 29 ¶1

Timê Barê Xwe Yehowara Bihêle

Dawid ça padşa gerekê ev cabdarî hilda ser stûyê xwe. Ew yek ku ewî xwe ça da kifşê, nîşan dike wekî cara hela hê dostên Yehowa jî, derecên çetinda dikarin xwe nerast bidine kifşê. Pêşiyê Dawid hêrs ket, lê paşê ew tirsiya (2 Samûyêl 6:8, 9). Îtbariya wî hindava Yehowa hate cêribandinê. Diqewime hema vê derecêda Dawid barê xwe neda Yehowa û gura temiyên wî nekir. Gelo tiştek usa dikare bê serê me jî? Gelo dibeke cara em jî seva problêmên xwe, yên ku rûyê neguhdarîkirina meda pêşda tên, Yehowa neheq dikin? (Metelok 19:3).

(2 Samûyêl 6:8, 9, ÎM) Dawid hêrs bû ku Xudan li Ûzza xist. Ji wê rojê û pêva virra Pêrês-Ûzza tê gotin. 9 Dawid wê rojê ji Xudan tirsiya û got: “Çawa dibe ku Sindoqa Xudan tê bal min?”

(Metta 19:1-15) Çaxê ku Îsa ew xeber ser hevda anîn, ji Celîlê derket hate sînorê Cihûstanê, wî alî çemê Ûrdunê. 2 Gelek elalet li pey wî çûn û ewî ew li wê derê qenc kirin. 3 Ji fêrisiya hinek nêzîkî wî bûn û bona cêribandinê jê pirsîn: “Gelo li gora Qanûnê rast e, ku bona her menîkê mêr jina xwe berde?” 4 Ewî caba wan da û got: “We ne xwendiye, serê sêrîda Efirandar ‘ew nêr û mê xuliqandin?’ 5 û got: ‘Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek’. 6 Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewên ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne”. 7 Wana jêra got: “Lê çima Mûsa temî kir, ku mêr kaxaza jinberdanê bide jinê û wê berde?” 8 Ewî li wan vegerand û got: “Mûsa ji dest serhişkiya we îzin da we ku hûn jinên xwe berdin. Lê serîda ne usa bû. 9 Ez wera dibêjim, kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike”. 10 Şagirtên wî jêra gotin: “Heger nav jin û mêrda tiştekî aha heye, hê qenc e wekî qet nezewicin”. 11 Îsa wanra got: “Her kesîra ev yek dest nade, lê tenê wanra kîjanara hatiye dayînê. 12 Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakiyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Padşatiya Ezmana wana xwe nemêr kirin. Kêra ev yek dest dide, bira usa jî bike”. 13 Hingê zarok anîne cem Îsa, ku destên xwe dayne ser wan û dua li wan bike. Lê şagirtên wî li yên danîn hilatin. 14 Îsa got: “Bira ew zarok bêne cem min, pêşiya wan negirin, çimkî Padşatiya Ezmana para yên usa ye”. 15 Û Îsa destên xwe danîne ser wan û ji wir çû.

30 GULANÊ–5 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 7-8

“Yehowa Tevî Dawid Peymanê Girêdide”

w10 1/4 20 ¶3

“Padşatiya Te Her û Her . . . be”

Gava Yehowa vê xwestina Dawid û aminiya wî dît, ewî tevî wî peyman girêda: dêmek ji rikiniyata wî zureta sozdayî wê pêşda bihata, yê ku wê heta-hetayê padşatiyê bike. Natan derheqa sozê Xwedê Dawidra dibêje: “Wê mal û padşatiya te her û her li ber çevên min be, textê te jî her û her xurt [qewî] bimîne” (Rêza 16, ÎM). Lê gelo ew zuret kê bû, Yê ku wê heta-hetayê padşatiyê bike? (Zebûr 89:20, 29, 34-36).

w10 1/4 20 ¶4

“Padşatiya Te Her û Her . . . be”

Îsayê Nisretê ji rikiniyata Dawid bû. Çaxê melek derheqa bûyîna Îsa elam kir, ewî got: “Ewê mezin be û Kurê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe” (Lûqa 1:32, 33). Peymana tevî Dawid ser Îsa Mesîh hate sêrî. Ewî hukum ji Xwedê stand, ne ku ji meriva. Xwedê soz da, wekî Îsa wê heta-hetayê padşatiyê bike, û sozên Xwedê timê têne sêrî (Îşaya 55:10, 11).

w14 15/10 10 ¶14

Bira Baweriya Te Hindava Padşatiyê Qewî Be

14 Dîna xwe bidinê, gava Yehowa tevî Dawid, padşê Îsraêla berê, peyman girêda, ewî çi soz da. (Bixûne 2 Samûyêl 7:12, 16.) Yehowa tevî Dawid ev peyman girêda, çaxê ewî Orşelîmêda padşatî dikir, û soz da, wekî Mesîh wê ji rikiniyata wî pêşda bê (Lûqa 1:30-33). Usa Yehowa diha zelal da kifşê, ku ji kîjan rikiniyatê wê zureta sozdayî pêşda bê, û got wekî ew zuret wê bi qanûnî textê Padşatiya Mesîhîtî war be (Hezql. 21:25-27). Bi saya Îsa padşatiya Dawid wê heta-hetayê be. Belê, zureta Dawid wê “heta-hetayê bimîne, textê wî jî weke royê” (Zeb. 89:34-37). Dêmek, padşatiya Mesîhîtî wê tu car hukumê xwe bona xirabiyê nede xebatê, û keremên Padşatiya wî wê her heyî bin!

Xizna Kitêba Pîroz

it-2 206 ¶2

Rojên Axiriyê

Pêxembertiya Bilam. Pêşiya ku Îsraêlî biketana Erdê Sozdayî, Bilam pêxember padşê Mowabê, Balaqra got: “Were ezê tera bêjim, ku rojê bên ev milet wê çi bîne sere miletê te . . . Steyrkê ji Aqûb derkeve, şiva padşatîyê wê ji Îsraêl pêşda bê, wê cênîka Mowab hûrdexweşî ke, hemû zarên Şêt qir ke” (Jm. 24:14-17). Pêşiyê ew pêxembertî hate sêrî gava Dawid Padşa bû “steyrk”, yê ku cimeta Mowabê zeft kir (2 Sm. 8:2). Lema jî xebera “rojê bên”, dêmek rojên axiriyê, hingê destpêbûn, çaxê Dawid destpêkir padşatiyê bike. Dawid ça siya Îsa bû, dêmek Padşê Padşatiya Mesîhîtî, û lema ew pêxembertî usa jî derheqa wî wedeyî ye, çaxê Îsa wê dijminên xwe bindest ke (Îş. 9:7; Zb. 2:8, 9).

(2 Samûyêl 8:2, ÎM) Ewî Moaviya jî têk bir. Wan bi awayekî dirêjkirî rêz kirin û bi benikê pîva. Herdu rêzên ku pîva kuşt, rêzek hemû sax hîşt. Moavî bûn xulam û bacdarên Dawid.

(Metta 19:16-30) Yek nêzîkî wî bû û gotê: “Dersdar! Ez çi qenciyê bikim, wekî jiyîna heta-hetayê war bim?” 17 Ewî jêra got: “Tu çima bona qenciyê ji min dipirsî? Tenê Yekî qenc heye. Lê heger tu dixwazî, bikevî jiyîna hetahetayê, temiyên Xwedê bîne sêrî”. 18 Ewî ji Îsa pirsî: “Kîjan in?” Îsa gotê: “Nekuje, zinêkariyê neke, nedize, şedetiya derew nede, 19 qedirê dê û bavê xwe bigire û hevalê xwe weke xwe hiz bike”. 20 Xort jêra got: “Min ev hemû xweyî kirine. Îdî çi kêmasiya min heye?” 21 Îsa gotê: “Heger tu dixwazî kamil bî, here hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li ezmana hebe. Û pey min were”. 22 Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe ket û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû. 23 Hingê Îsa gote şagirtên xwe: “Ez rast wera dibêjim, dewletiyara zemet e ku bikevine Padşatiya Ezmana. 24 Ez dîsa wera dibêjim, deve wê qula derziyêra hê rihet derbaz be, ne ku dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”. 25 Gava şagirta ev yek bihîst, gelekî ecêbmayî man û gotin: “Îdî kî dikare xilaz be?” 26 Îsa li wan nihêrî û got: “Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê her tişt ji destê Xwedê tê”. 27 Wê gavê Petrûs lê vegerand û gotê: “Awa me hemû tişt hiştiye û pey te hatine, lê axiriya me wê çawa be?” 28 Îsa gote wan: “Ez rast wera dibêjim, gava Kurê Însan Dinya Nûda li ser textê xweye rûmet rûnê, hûnên ku li pey min tên, ser donzdeh kursiya rûnên û dîwana donzdeh qebîlên Îsraêlê bikin. 29 Û hemûyên ku mala xwe, yan birên xwe, yan xûşkên xwe, yan bavê xwe, yan diya xwe, yan jina xwe, yan zarên xwe, yan erdên xwe bona navê min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jiyîna heta-hetayê jî war be. 30 Lê gelekên pêş wê bibine paş û yên paş wê bibine pêş”.

6-12 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 9-10

“Dawid Hizkirina Amin Da Kifşê”

w06 15/6 14 ¶6

Tu Dikarî Bextewar bî

Dawid nivîsî: “Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb, rojên tengasîyêda Xudanê wî xilaz ke. Xudanê wî xwey ke û emir bidê, ewê li ser dinê xwezilî be û wê nede destê xwestina neyar” (Zebûr 41:1, 2). Çaxê Dawid bona Mefîboşetê topal, kurê hevalê xweyî delal Yonatan, xem dikir, ewî meseleke baş hîşt vê yekêda, ku em gerekê hindava kesîb û belengazada çi cûreyî bin (2 Samûyêl 9:1-13).

w05 15/5 17 ¶12

Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Samûyêl

9:1, 6, 7. Dawid xweyê sozê xwe bû. Em jî gerekê timê xweyê sozên xwe bin.

w02 15/2 14 ¶10

Wana ber Stirûyê Bedena Xwe Sebir Dikir

10 Çend sal şûnda, hizkirina mezin hindava Yonatan Dawid Padşa hêlan kir, wekî rema xwe kurê wî Mefîboşetra bide kifşê. Dawid hemû erdên ku para Şawûl bûn, vegerande Mefîboşet. Ewî Sîba, xulamê Şawûl kifş kir, wekî miqatî vî erdî be. Dawid gote Mefîboşet: “Tê herdem li ser sifra min xwarinê bixwî” (2 Samûyêl 9:6-10, ÎM). Bêşik, rem û qenciya Dawid dilbînî dane Mefîboşet û êşa ku ewî ji bo seqetbûnê dikişand, hinekî sivik kir. Derseke çiqas baş e bona me! Em jî gerekê wan merivara qenciyê bikin, yên ku ji bo ‘stirûyê bedenê’ diçerçirin.

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 266

Rû

Nava miletên berê yên Rohilatê, usa jî nava Îsraêliyada, belabûyî bû wekî mêr rûyê xwe berdin. Rûyê mêr dida kifşê wekî ew camêr e û xweyîqedir e. Qanûna Xwedê qedexe dikir, wekî Îsraêlî “serê rûdana xwe nebirin”, dêmek biskên xwe kur nekin û niça rûyê xwe nebirin (Qn.Kh. 19:27; 21:5). Bêşik, ew qanûn hate dayînê, çimkî hine miletên pûtparist vê yekê ji bo edetên xwe dikirin.

(2 Samûyêl 10:4, 5, ÎM) Li ser vê yekê, Hanûn zilamên Dawid dan girtin. Nîvê rûyên wan da qusandin. Kirasên wan heta qorikê wan jê kir û ew paşda vegerandin. 5 Gava Dawid bihîst, şand pey wan. Çimkî zilamên wî pir şerm dikirin. Padşa got: “Heta rûyê we dirêj bibe, li Erîhayê bimînin, paşê vegerin.”

(Metta 20:1-16) “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweyîmilk sibehê zû rabû, wekî bona rezê tiriyê xwe pala bigire. 2 Ewî palara rojê zîvek qirar kir û ew şandine nava rezê xwe. 3 Nêzîkî siheta neha derket, hinekên dine ku bazarêda betal sekinîbûn dîtin 4 û gote wan: ‘Hûn jî herine nava rezê min û çi heqê we ye, ezê bidime we’. Ew jî çûn. 5 Dîsa siheta donzdeha û siheta sisiya derket û usa kir. 6 Û nêzîkî siheta pênca derket, hinekên din jî ku betal sekinîbûn dîtin û gote wan: ‘Çima temamiya rojê hûn li vir betal sekinîne?’ 7 Wana jêra got: ‘Kesekî em pale negirtin’. Ewî wanara got: ‘Hûn jî herine nava rezê min’. 8 Gava ro çû ava, xweyê rez wekîlê mala xwera got: ‘Gazî pala ke, heqê wan bidê, ji yên paşin destpêbike heta yên pêşin’. 9 Ew palên ku siheta pênca girtibûn, hatin û her yekî zîvek stand. 10 Gava yên pêşin jî hatin, wana tirê ewê zêde bistînin. Lê wana jî her yekî zîvek stand. 11 Gava heqê xwe standin, hindava xweyê rezda bîna xwe teng kirin û gotin: 12 ‘Me temamiya giraniya rojê û germa wê kişand, lê evên paşwextiyê ku hatin sihetekê jî nexebitîn, te ew himberî me kirin’. 13 Malxê ji wan yekîra got: ‘Heval! Ez neheqiyê li te nakim. Tu minra zîvekî qayl nebûyî? 14 Heqê xwe bistîne û here. Ez dixwazim çawa ku min da te, usa jî bidime evê paşin. 15 Yan îzina min li ser malê min tune, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu hevsûdiyê dikî, ku ez merd im?’ 16 Bi vî awayî yên paş wê bibine pêş û yên pêş wê bibine paş”.

13-19 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 11-12

“Nehêle wekî Xwestinên Nerast Te Kontrol kin”

w21.06 17 ¶10

Ji Telikên Mîrê-cina Bireve!

Dawid Padşa seva timayê bîr kir ku Yehowa çiqas mal û milk, navdarî û serketina ser dijmina, dabû wî. Dawid bi razîbûnê gotibû ku pêşkêşên Yehowa bêhesab in (Zebûr 40:5). Lê carekê, Dawid bi tiştên ku destê wîda hebûn, ne razî bû. Rast e çend jinên Dawid hebûn, yeke dîsa jî dilê wî kete Bat-Şeba, dêmek jina mêrekî din, jina Ûriyayê Hîttî. Dawid tevî Bat-Şebayê zinê kir, û Bat-Şeba hemle ma. Serda jî, Dawid Ûriya da kuştinê! (2 Samûyêl 11:2-15) Gelo Dawid çira usa kir? Gelo ew difikirî ku Yehowa wî navîne? Rast e Dawid gelek Yehowa hiz dikir, lê îjar, ewî seva timayê gunên giran kirin. Axiriyêda, tiştên gelek xirab hatin serê wî. Çiqas baş e ku wext şûnda, Dawid seva gunên xwe poşman bû û tobe kir, û Yehowa baxşande wî. Bidine ber çevê xwe ku Dawid bona rema Yehowa çiqas razî bû! (2 Samûyêl 12:7-13)

w19.09 17 ¶15

Bi Dil û Can Timê Gura Yehowada bin

15 Yehowa Dawid ne tenê ça serê malbetê kifş kir, lê ça serwêrê temamiya cimeta Îsraêlê. Çawa padşa, qewata Dawid gelek mezin bû. Cara ewî qewata xwe ne rast dida xebatê û şaşiyên mezin berdida (2 Sam. 11:14, 15). Lê ewî dixwest gura Yehowa bike. Ça? Ewî şîretên Yehowa qebûl kir. Ewî duada dilê xwe Yehowara vekir û kela dilê xwe rêt. Dawid aliyê xweda hemû tişt dikir, seva gura Yehowa bike û şîretkirina wî qebûl ke (Zeb. 51:1-4). Ew usa milûk bû, ku ne tenê ji mêra şîret qebûl dikir, lê usa jî ji jina (1 Sam. 19:11, 12; 25:32, 33). Dawid ji şaşiyên xwe xwera ders hilda û emirê xweda hiş-aqilê xwe da ser xizmetiya xwe Yehowara.

w18.06 17 ¶7

Bira Qanûn û Prînsîpên Xwedê Îsafa Te Hîn kin

7 Nelazim e em qanûnên Xwedê biteribînin û axiriya xirab bistînin, û paşê fem kin çi rast e çi xirab e. Em dikarin ji şaşiyên merivên berê hîn bin, serhatiyên kîjana Xebera Xwedêda nivîsar in. Metelok 1:5-da tê gotinê: “Yê serwaxt bibihê hê zanebûna xwe zêde ke”. Bi rastî çaxê em serhatiyên ji Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, bi vê yekê em zanebûn û hînkirina ji Xwedê distînin. Hînkirina Xwedê lape baş e. Besa xeberê, bifikirin ku Dawid Padşa çiqas kul-derd kişand, gava gura temiya Yehowa nekir û tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir (2 Sam. 12:7-14). Çaxê em evê serhatiyê dixûnin û ser difikirin, em dikarin pirsê bidine xwe: “Dawid ça dikaribû xwe ji axiriya xirab û êşê xwey kira, ya ku ewî bona bênamûsiya tevî Bat-Şebayê stand?” Hergê ez rastî cêribandineke usa bihatama, gelo minê bikaribûya xwe zeft kira û mîna Ûsiv ji vê telikê bireviyama? (Destp. 39:11-15). Hergê em bifikirin ku gune çi axiriyê tîne, emê hê qayîm xirabiyê nefret kin.

Xizna Kitêba Pîroz

it-1 590 ¶1

Dawid

Yehowa, yê ku her tişt didît, usa kir wekî bênamûsiya Dawid tevî Bat-Şebayê, eşkere be. Heger Yehowa bihîşta wekî hakim li gora Qanûna Mûsa dîwana wan bikirana, wê wana herda jî bidana ber kevira û ew zar ku hê nehatiye bûyînê jî, wê zikê dêda bimiriya (Qn.Dc. 5:18; 22:22). Lê Yehowa ew şixul hilda destê xwe, û ji bo peymana Padşatiyê, hindava Dawid rema xwe da kifşê (2 Sm. 7:11-16), û ji bo vê yekê ku Dawid xwexa jî remtiyê dida kifşê (1 Sm. 24:4-7; beramber kin Aqb. 2:13), û usa jî çimkî Xwedê dilê wan dît, ku ewana gunên xwe didine rûyê xwe (Zb. 51:1-4). Lê yeke ewana ji bo gunên xwe bê ceza neman. Bi saya Natan pêxember Yehowa jêra elam kir: “Ezê ji zureta te xirabiyê li te bikim” (2 Sm. 12:1-12, ÎM).

(2 Samûyêl 12:13, ÎM) Dawid got: “Min li ber Xudan gune kir.” Natan jêra got: “Xudan gunê te efû kir, tê nemirî.”

(Metta 20:17-32) Çaxê Îsa hildikişiya Orşelîmê, tenê her donzdeh şagirtên xwe tevî xwe birin û rêda gote wan: 18 “Va ye em hevraz diçine Orşelîmê. Kurê Însan wê bikeve destê serekên kahîna û qanûnzana. Ewê jêra kuştinê derxin 19 û wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li wî bikin, bidin ber qamçiya û xaç kin. Lê roja sisiya ewê ji mirinê rabe”. 20 Hingê diya kurên Zebedî tevî her du kurên xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê wî tiştek jê dixwest. 21 Îsa jê pirsî: “Tu çi dixwazî?” Ewê gote wî: “Bêje, ku ev her du kurên min li nav Padşatiya teda, yek li milê teyî rastê, yê din jî li milê teyî çepê rûnê”. 22 Lê Îsa li wan vegerand û got: “Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kasê vexwin, ya ku ezê vexwim?” Wana gote wî: “Belê, em dikarin”. 23 Ewî wanara got: “Rast e hûnê wê kasa min vexwin, lê îzina li milê minî çep û rastê rûniştinê ne destê minda ye. Ew cî bona wan in, kîjanara aliyê Bavê minda hatine hazirkirinê”. 24 Gava her dehe şagirtên din ev yek bihîst, dilê wan ji her du bira ma. 25 Lê Îsa ew gazî cem xwe kirin û got: “Hûn zanin ku mîrên mileta serwêriyê wan dikin û giregirên wan hukumî ser wan dikin. 26 Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestiyê we. 27 Û kî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê we, 28 çawa ku Kurê Însan nehatiye ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire”. 29 Gava ewana ji Erîhayê derketin, elaleteke giran da pey wî çû. 30 Du kor ser wê rê rûniştibûn. Gava bihîstin ku Îsa derbaz dibe, kirine qîrîn û gotinê: “Xudan, Kurê Dawid, li me were remê”. 31 Elaletê li wan hilat, ku dengê xwe bibirin, lê wana hê kire qîrîn û gotinê: “Xudan, Kurê Dawid, me were remê!” 32 Îsa sekinî, gazî wan kir û got: “Hûn çi ji min dixwazin ku ez bona we bikim?”

20-26 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 13-14

“Xwehiziya Amnon Bela Anî”

it-1 32

Abşalom

Kuştina Amnon. Amnon, nîv birayê Abşalom, ser xûşka wî Tamar bengî bû, ya ku gelek bedew bû. Amnon xwe qesta nexweş avît, seva ku Tamar bê û jêra xwarinê çêke. Gava ewê jêra xwarin anî, ewî destê zorê lê xirab kir. Ew bengîbûna wîye gur û temê wîye xirab hindava Tamarê, derbêra ser nefretiyê hate guhastinê û ewî lê pişt dêrî xist. Ewê kincên xweye reng-rengî ku qîzên padşê yên bikir li xwe dikirin, ser xwe çirand, û xwelî ser serê xweda kir. Hingê Abşalom rastî wê hat. Ewî fem kir çi qewimiye, û derbêra serva çû ku eva kirê Amnon e. Ew yek dide kifşê wekî Abşalom haş ji temê wîye xirab hebû. Lê yeke ewî Tamarêra got, wekî derheqa vê yekê kesekîra nevêje, û lê mala xweda xwey kir (2 Sm. 13:1-20).

w17.09 5 ¶11

Xwegirtî bin

11 Kitêba Pîrozda hene serhatiyên wan meriva, yên ku aliyê sêksûalîda kêm xwegirtî bûn. Ew serhatî rind nîşan dikin ku çaxê meriv vî tiştîda xwegirtî nîne, ew axiriya xirab distîne. Ewên ku mîna Kîm rastî cêribandina usa tên, wê karê bistînin hergê bifikirin derheqa serhatiya gedê dilsax, kîjan ku Metelok serê 7-da tê gilî kirinê. Usa jî bifikirin derheqa zinêkariya Amnon û axiriya wîye gelek xirab (2 Sam. 13:1, 2, 10-15, 28-32). Dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî hindava heleqetiya romantîkî xwegirtî û serwaxt bin. Mesele, wedê qulixkirina tevî malbetê, evan serhatiyên ji Kitêba Pîroz şêwir kin.

it-1 33 ¶1

Abşalom

Du sal derbaz bû. Wede hat wekî keriyên pêz hevrîng kin, û Abşalom xwest bona vê yekê sifreke mezin rast ke Baal-Hasorêda, kîjan ku weke 22 kîlomêtir dûrî Bakur-Rohilata Orşelîmê bû. Ewî kurên padşê û xwexa Dawid jî teglîfî ser vê cejinê kir. Dawid got wekî ew nikare bê, û hingê Abşalom gotê, wekî usa ne bira nuxriyê xwe Amnon bişîne (Mtl. 10:18). Gava Amnon ji şeravê serxweş bû, Abşalom ferman da xulamên xwe wekî ew bikujin. Kurên Dawide mayîn vegeriyane Orşelîmê, Abşalom jî revî cem kalikê xweyî Sûrî, padşatiya Geşûrêda, ku ji Bera Celîlê aliyê rohilatê bû (2 Sm. 13:23-38). Usa “şûrê” ku Natan pêxembertî kiribû, kete mala Dawid û ji wî wedeyî heta mirina wî ji mala wî dûr nediket (2 Sm. 12:10).

Xizna Kitêba Pîroz

g04 22/12 8-9

Kîjan Bedewbûn Diha Ferz e

Were em mesela Abşalom şêwir kin, yek ji kurên Dawid. Rast e ew zef berbiçev bû, lê ew yekî qelp bû. Kitêba Pîrozda derheqa wî tê gotinê: “Li temamiya Îsraêlê kesekî bi qasî Avşalom ku ji bo bedewiya wî pesnê wî dihat dayîn tunebû, ji serî heta binî lihevhatî û bêqisûr bû” (2 Samûyêl 14:25, ÎM). Lê ji bo xwehiziyê û babaxiyê, ew miqabilî bavê xwe derket, wekî textê padşatiyê zeftî xwe ke. Ewî hela hê serê xwe cariyên bavê xwera danî. Bi vê yekê ewî hêrsa Xwedê ser xweda anî û çerçirî usa mir (2 Samûyêl 15:10-14; 16:13-22; 17:14; 18:9, 15).

Qe weyê Abşalom begem kira? Hemikî na. Xeysetê wî gelek mirdar bû. Bedewbûna wî, qurebûn û neaminiya wî heq nedikir û wî ji belayê xilaz nekir. Lê Kitêba Pîrozda hene gelek meselên merivên serwaxt û xûnşîrin, derheqa bedewbûna kîjana Kitêba Pîrozda tu tişt nayê gotinê. Eşkere ye, wekî bedewbûna dilê wan diha ferz bû.

(2 Samûyêl 14:25, 26, ÎM) Li temamiya Îsraêlê kesekî bi qasî Avşalom ku ji bo bedewiya wî pesnê wî dihat dayîn tunebû, ji serî heta binî lihevhatî û bêqisûr bû. 26 Avşalom salê carekê tenê porê xwe diqusand ku dirêj bibe. Gava dikişand, li gorî pîvana padîşahiyê giraniya porê wî du sed şekel bû.

(Metta 21:1-14) Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, çiyayê Zeytûnê. Hingê Îsa du şagirtên xwe şandin 2 û wanara got: “Herine wî gundê pêşberî xwe û hûnê kereke girêdayî ceşik ber bibînin. Wan kera vekin bînine cem min. 3 Heger yek wera tiştekî bêje, hûn bêjin: ‘Xudanra lazim in’ û ewê zû wan bişîne”. 4 Eva usa qewimî, ku ew gotina bi zarê pêxember bê sêrî: 5 “Bêjine bajarê Siyonê: ‘Va Padşê te tê cem te, şkestî, li kerê û ceşika kerê siyarbûyî’”. 6 Şagirt çûn û çawa ku Îsa temî dabû wan usa kirin. 7 Ker û ceşik anîn, kincên xwe avîtine ser wan û ew li wan siyar bû. 8 Elaleteke giran kincên xwe ser rê radixistin, hineka jî çiqilê dara dibirîn û ser rê radixistin. 9 Elaleta ku li pêşiya wî û li pey wî diçû, dikire qîrîn û digot: “Hosanna Kurê Dawidra! Bimbarek e ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinra!” 10 Gava Îsa kete Orşelîmê, temamiya bajêr hejiya û pirsîn: “Ev kî ye?” 11 Elaletê got: “Eva Îsayê Pêxember e, ji Nisreta Celîlê”. 12 Îsa kete paristgehê û hemûyên ku paristgehêda tucaretî dikirin derxistin. Textên serafa û kursiyên kevotkfiroşa welgerandin 13 û gote wan: “Nivîsar e: ‘Mala min mala dua wê bê hesabê’, lê we ew kiriye ‘şkefta qaçaxa’!” 14 Li wir paristgehêda kor û seqet hatine cem wî û ewî ew qenc kirin.

27 HEZÎRANÊ–3 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 SAMÛYÊL 15-17

“Abşalom ji bo Qurebûnê Miqabil Rabû”

it-1 860

Zûger

Berê welatên Rohilatêda edet bû, wekî mêrên ku zû direvin, pêşiya ereba padşê bireviyana, derheqa hatina wî elam kirana û usa jî alîkarî bidana wî (1 Sm. 8:11). Abşalom û Adoniya, seva ku textê padşatiyê zeftî xwe kin, navê xwe bilind kin û bidine kifşê ku yançi kirên wan bi qanûnî ne, wana 50 mêrên zûger kifş kirin, wekî pêşiya erebên wan birevin (2 Sm. 15:1; 1 Pd. 1:5; binihêre REVOK).

w12 15/7 13 ¶5

Xwedêyê Azayêra Xizmet kin

5 Kitêba Pîrozda gelek meselên kesên usa hene, yên ku ser meriva xirab hukum dikirin. Yek ji wan Abşalom, kurê Dawid bû. Ew yekî gelek berbiçev bû. Lê wede şûnda, ewî mîna Mîrê-cina, îzin da wekî timayî û qurebûn dilê wîda pêşda bên. Rast e îzina wî tune bû textê bavê xwe war be, lê ewî bi destê zorê dixwest ew text zeftî xwe kira. Ewî bi fêlbazî dixwest hukumê padşatiyê bike bin destê xwe, lema jî xwe usa da kifşê yançi ew bona halxweşiya cimeta Îsraêl xem dike, û padşatiyêda talaşa tu kesî nîne ku bona wan xem bike. Çawa ku Mîrê-cina baxçê Êdênêda xwe dewsa xêrxwazekî danî, Abşalom jî xwe dewsa merivekî usa danî, û him jî buxdan avîte bavê xwe (2 Sam. 15:1-5).

it-1 1083-1084

Hebron

Çend sal şûnda, Abşalomê kurê Dawid dîsa vegeriya Hebronê, û wêderê xwera plan çêkir ku çi cûreyî bavê xwe ji textê padşatiyê bavêje. Lê ew yek cem wî nehate standinê (2 Sm. 15:7-10). Seva ku bigihîje nêta xwe, ewî xût Hebron bijart, diqewime ji bo vê yekê ku berê ev paytextê Cihûdayê bû, û bajarê wî bû. Paşê Rehobowam Padşa, nebiyê Dawid, Hebron tezeda ava kir (2 Dr. 11:5-10). Paşî vê yekê gava Babîloniya Cihûda wêran kirin û Cihûyên dîl vegeriyan erdê xwe, hinek ji wan Hebronêda (Qîryat-arba), cîwar bûn (Nm. 11:25).

Xizna Kitêba Pîroz

w18.08 6 ¶11

Tu Rast Zanî Her Tiştî?

11 Cara em dikarin rastî neheqiyê bên, mesele meriv derheqa me tiştên usa dikarin bela kin, kîjan ku nîvîda rast in yan jî înformasiya ne bi temamî ye. Ew yek dikare dilê me bêşîne. Dîna xwe bidine mesela Dawid Padşa û Mefîboşet. Dawid qenciya mezin da kifşê hindava Mefîboşet, ku hemû erdê kalikê wî Şawûl, vegerande wî (2 Sam. 9:6, 7). Lê wede şûnda, Dawid derheqa Mefîboşet tiştên nebaş pêhesiya. Dawid ne jî pêhesiya hela ew yek rast e yan na, û safî kir wekî hemû milkê Mefîboşet ji wî bistîne (2 Sam. 16:1-4). Axiriyêda çaxê Dawid şaşiya xwe fem kir, ewî pareke milkê wî paşda da wî (2 Sam. 19:24-29). Lê ew neheqî wê tune bûya, hergê Dawid dewsa ku safîkirinêda lez keta, pêşda her tişt pêbihesiya.

(2 Samûyêl 16:4, ÎM) Padşa got: “Her tiştê Mefîboşêt yê te ye.” Sîva got: “Ez li ber te xwe ditewînim, xweyê min padşa! Bira dilê te hergav bi min xweş be.”

(Metta 21:15-30) Lê gava ku serekên kahîna û qanûnzana ew keremetên ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zarên ku paristgehêda dikirine qîrîn û digotin: “Hosanna Kurê Dawidra!” hêrs ketin 16 û gotine wî: “Tu dibihêyî ev çi dibêjin?” Îsa wanara got: “Belê. We qet nexwendiye ku: ‘Te bi zarên tifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî’?” 17 Û ewî ew li wir hiştin, ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir ma. 18 Sibehê zû, çaxê ew vegeriya bajêr, birçî bû. 19 Ser rê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêştirî belga tiştekî din pêva nedît û darêra got: “Ji vir şûnda tu heta-hetayê ber nedî!” Û dar pêra-pêra hişk bû. 20 Gava şagirta ev yek dît, zendegirtî man û gotin: “Çawa ev dara hêjîrê pêra-pêra hişk bû?” 21 Îsa caba wan da û got: “Ez rast wera dibêjim, heger baweriya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çiyayîra jî bêjin: ‘Rabe xwe bavêje berê’, wê bibe. 22 Heger baweriya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin”. 23 Gava ew hate paristgehê û cimet hîn kir, serekên kahîna û rûspiyên cimetê hatine cem wî û gotinê: “Tu bi çi hukumî van kira dikî? Û kê ev hukum daye te?” 24 Îsa li wan vegerand û got: “Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba min da, ezê jî wera bêjim ez bi çi hukumî van kira dikim. 25 Hukumê nixumandina Yûhenna ji ku bû, ji ezmên bû, yan ji meriva bû?” Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: “Heger em bêjin: ‘Ji ezmên bû’, ewê mera bêje: ‘Lê we çima baweriya xwe wî neanî?’ 26 Lê heger em bêjin: ‘Ji meriva bû’, em ji elaletê ditirsin, çimkî hemûya qebûl dikir ku Yûhenna pêxember bû”. 27 Wana caba Îsa da û gotin: “Em nizanin”. Ewî wanra got: “Ez jî wera nabêjim ku ez bi çi hukumî van kira dikim. 28 Hûn çawa texmîn dikin? Du kurê merivekî hebûn. Ewî kurê xweyî mezinra got: ‘Lawo! Îro here nav rez, şixul bike’. 29 Ewî lê vegerand û got: ‘Ez naçim’, lê paşê poşman bû û çû. 30 Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‘Belê, ezê herim bavo’, lê neçû.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin