DERSA 19
Gelo Şedên Yehowa Mesîhiyên Rast in?
Em Şedên Yehowa bawer in, ku em Mesîhiyên rast in. Çima? Pêbihese derheqa hîmê hînkirinên me, navê ku me cude dike, û hizkirina ku em hindava hevda didine kifşê.
1. Hînkirinên Şedên Yehowa ser hîmê çi ne?
Îsa got: “Xebera [Xwedê] rastî ye” (Yûhenna 17:17). Şedên Yehowa mîna Îsa timê li ser hîmê Kitêba Pîroz hîn dikin. Dîna xwe bide terîxiya meye modêrn. Mesele, sala 1870-da komeke meriva destpêkir Kitêba Pîroz kûr lêkolîn ke, wekî pêbihese bi rastî ew çi hîn dike. Paşê wana destpêkir xwe li hînkirinên Kitêba Pîroz bigirin hela hê hingê jî, gava ev yek ji hînkirinên dêrê cude dibûn. Ewana çi ku pêdihesiyan, merivara gilî dikirin.a
2. Em çima xwe nav dikin Şedên Yehowa?
Yehowa xizmetkarên xwe hesab dike ça şedên xwe, çimkî ewana derheqa Wî rastiyê eyan dikin (Îbranî 11:4–12:1). Mesele, wedê berê Xwedê gote cimeta xwe: “Hûn şedên min in” (Bixûne Îşaya 43:10.) Îsa tê navkirinê “şedê amin” (Eyantî 1:5). Lema sala 1931-da me ev nav, dêmek Şedên Yehowa, da ser xwe. Em firnaq dibin ku ev nav ser me ye.
3. Şedên Yehowa çi cûreyî çev didine hizkirina Îsa?
Îsa şagirtên xwe mîna neferên mala xwe hiz dikir (Bixûne Marqos 3:35.) Anegorî vê yekê, hemû Şedên Yehowa nav temamiya dinyayê ça malbetek in û yektiyêda nin. Lema jî em hevdura dibêjin xûşk û bira (Filîmon 1, 2). Em usa jî evê temiyê tînin sêrî: “Xûşk-bira hiz bikin” (1 Petrûs 2:17). Şedên Yehowa evê hizkirinê cûre-cûre aliyada didine kifşê. Mesele, ewana nav temamiya dinyayê alîkariyê didin xûşk-birên xwe, yên ku hewce ne.
KÛR LÊKOLÎN KE
Hê zêde pêbihese derheqa terîxiya Şedên Yehowa û bivîne îzbatiyên zêde, wekî em Mesîhiyên rast in.
Hînkirinên Mesîhiyên rast ser hîmê Kitêba Pîroz in û derheqa vê yekê ewana merivara jî gilî dikin
4. Hînkirinên me ser hîmê Kitêba Pîroz in
Yehowa pêşda gotibû, ku femkirina me derheqa Kitêba Pîroz wê hê zelal be. Bixûne Daniyêl 12:4, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, nav cimeta Xwedêda çi gerekê “zêde” bûya?
Pêbihese ku çawa komeke lêkolînkarên Kitêba Pîroz, nava kîjanîda usa jî Çarlz Rassêl bû, Xebera Xwedê lêkolîn dikir. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çarlz Rassêl û lêkolînkarên din çi cûreyî Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin?
We zanibû?
Hêdî-hêdî hine hînkirinên Kitêba Pîroz dihatine rastkirinê. Çima? Çawa ku şewqa tevê hêdî-hêdî dertê, dide ser cîkî û ew cî ronayî dibe, usa jî Xwedê femkirina me hindava rastiyê hêdî-hêdî zelal dike (Bixûne Metelok 4:18.) Rast e Kitêba Pîroz nayê guhastinê, lê çaxê femkirina meye Kitêba Pîroz zelal dibe, em nihêrandina xwe li gora vê yekê rast dikin.
5. Em li gora wî navî dijîn, kîjan ku ser me ye
Çira em têne navkirinê Şedên Yehowa? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çima ev nav, dêmek Şedên Yehowa, navekî layîq e?
Çima Yehowa meriv bijartin, wekî bibine Şedên wî? Ewana rastiya derheqa wî eyan dikin, çimkî gelek derew ser wî hatiye gotinê. Pêbihese ku hinek ji wan derewa kîjan in.
Hine rêlîgiya hîn dikin, wekî Xwedê dixwaze ku hebandinêda şikla bidine xebatê. Lê gelo ew yek rast e? Bixûne Qanûna Kahîntiyê 26:1, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Yehowa ça dinihêre ser hebandina bi pûta û şikla?
Hine serwêrên rêlîgiya hîn dikin ku Îsa Xwedê ye. Lê gelo ew yek rast e? Bixûne Yûhenna 20:17, û paşê van pirsa şêwir ke:
Gelo Xwedê û Îsa yek in?
Ça ser te hukum dibe gava difikirî, ku Yehowa Şedên xwe şandiye, wekî rastiya derheqa wî û Kurê wî gilî kin?
6. Em hevdu hiz dikin
Kitêba Pîroz Mesîhiya beramberî parên bedenê dike. Bixûne 1 Korintî 12:25, 26, û paşê van pirsa şêwir ke:
Mesîhiyên rast gerekê çi bikin çaxê divînin, ku bawermendên wan hewcê alîkariyê ne?
Bi dîtina te, Şedên Yehowa ça hizkirinê hindava hevda didine kifşê?
Ser topraxa dinyayê çaxê Şedên Yehowa cîkî dikevine qeziyê, bawermendên wan ji temamiya dinyalikê pêra-pêra çiqas dikarin alîkariyê didine wan. Dîna xwe bide meselekê, û vêxe VÎDÊO. Paşê evê pirsê şêwir ke:
Ew yek ku Şedên Yehowa bona alîkariyê hazir in, çi îzbat dike?
Mesîhiyên rast alîkariyê didine wan meriva, yên ku hewce ne
HINE MERIV DIBÊJIN: “Rêlîgiya Şedên Yehowa teze derketiye.”
Yehowa kengêda xizmetkarên xwe nav dike şedên xwe?
TEMAMKIRIN
Şedên Yehowa Mesîhiyên rast in. Em ça malbeteke hemdinyayê ne. Hînkirinên me ser hîmê Kitêba Pîroz in, û em derheqa Yehowa merivara rastiyê gilî dikin.
Wekilandin
Çira em têne navkirinê Şedên Yehowa?
Em hindava hevda çawa nin?
Tu ça difikirî, Şedên Yehowa Mesîhiyên rast in?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Hê zêde pêbihese derheqa terîxiya Şedên Yehowa.
“Şedên Yehowa-Baweriya Saxlem, Para 1: Derketina ji Teriyê” (1:00:53)
Pêbihese ku ça Şedên Yehowa hînkirinên qelp eşkere kirin.
Pêbihese cabên van pirsa, kîjan ku dibeke bal te pêşda hatine derheqa Şedên Yehowa.
Stêfan merivên ji rasên din usa nefret dikir, ku hicûmî ser wan dikir. Pêbihese ku ewî çi nav Şedên Yehowada dît, wekî hêlan bû, ku bê guhastinê.
“Emirê Min Çiqas Diçû Hê Xirab Dibû” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2015)
a Ji sala 1879 Şedên Yehowa destpêkirin jûrnala “Birca Qerewiliyê” neşir kin, kîjanêda ewana rastiya Kitêba Pîroz şirovedikin.