KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 2 rûp. 5
  • Çira Navê Me Şedên Yehowa ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Navê Me Şedên Yehowa ye?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Navê Xwedê Çi ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Navê Xwedê
    Hişyar Bin!—2017
  • Gelo Şedên Yehowa Mesîhiyên Rast in?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Navê Yehowa bona Te Çiqas Ferz e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 2 rûp. 5

DERSA 2

Çira Navê Me Şedên Yehowa ye?

Nuh

Nuh

Birahîm û Serah

Birahîm û Serah

Mûsa

Mûsa

Jesus Christ

Îsa Mesîh

Geleka tirê ku Şedên Yehowa ev heye navê dînekî nû. Lê bi rastî, hê 2 700 sal pêşda xizmetkarên Xwedayê rast dihatin navkirinê ça “şedên” wî (Îşaya 43:10-12). Heta sala 1931, navê me Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bû. Lê zanî çira me xwera eva nava, Şedên Yehowa, jibart?

Ev nav dide kifşê ku Xwedayê me kî ye. Ji destnivîsarên berê eyan dibe, ku Kitêba Pîrozda navê Yehowa bi hezara cara hatiye xebitandinê. Gelek welgerandinada dewsa vî navî sernavên din, mesele Xwedê û Xudan, hatine xebitandinê. Lê bi rastî Xwedayê rast xwexa navê xwe, Yehowa, Mûsara eyan kiribû û serda giliyên usa wîra gotibû: “Heta-hetayê navê min ev e” (Derketin 3:15). Bi vê yekê Xwedayê rast, xwe ji xwedayên qelp başqe kir. Seva me qedirekî mezin e, ku em navê wî ser xwe digerînin.

Ev nav dide kifşê ku borc û şixulê me çi ye. Nava terîxiyêda hebûn merivên ku şedetî didan derheqa baweriya xwe hindava Yehowa, mesele şedê pêşin Habîl bû. Nava terîxiyêda hebûn meriyên usa ça, Nuh, Birahîm, Serah, Mûsa, Dawid û yên din, kîjan ku ketine nava “elaleta şedaye giran” (Îbranî 11:4-12:1). Mesele, ça hergê kesek ber dîwanê pişta merivekî rast û negunekar bigire û şedetiyê bide, usa jî em şedetiyê didin derheqa Xwedayê xwe û bi xîret rastiyê bela dikin.

Bi vê yekê em çev didine Îsa Mesîh. Kitêba Pîrozda Îsa Mesîh tê navkirinê ça: “Şedê rast û amin” (Eyantî 3:14). Îsa xwexa jî digot, ku evî navê Xwedê da eyankirinê û şedetî dida, wekî meriv derheqa Xwedê rastiyê bizanibin (Yûhenna 17:26; 18:37). Dêmek şagirtên Îsaye rast jî gerekê çev bidana wî, xwe bi navê Yehowa navkirana û bi vê yekê ev nav seva hemû meriya eyan kirana. Şedên Yehowa bi dil û can, hema usa jî dikin.

  • Çira Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, navê xwe kirine Şedên Yehowa?

  • Ev çiqas wede ye, ku ser erdê bona Yehowa şede hene?

  • Kî ye Şedê Yehowayî herî mezin?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Gava tu rastî endemên civata me bêyî, nêzîkî wan be, û wana hê rind nas ke. Pirseke usa bide yekî ji wan: “Çira tu bûyî Şedê Yehowa?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin