KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Gulan rûp. 26-31
  • Navê Yehowa bona Te Çiqas Ferz e?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Navê Yehowa bona Te Çiqas Ferz e?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • “CIMETEKÊ BONA NAVÊ XWE”
  • “HÛN ŞEDÊN MIN IN”
  • NAVÊ YEHOWA SEVA ME ÇI TÊ HESABÊ
  • Navê Yehowa bona Îsa Çiqas Ferz e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Pesinê Navê Yehowa Bidin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • “Bona Xwe Bijbêrin Hûnê Kêra Xizmet kin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Gulan rûp. 26-31

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

Navê Yehowa bona Te Çiqas Ferz e?

“Gotina Xudan ev e: ‘Hûn şedên min in’” (ÎŞAYA 43:10, ÎM).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin îzbat kin wekî Yehowa pîroz e û her tiştê ku Mîrê-cina derheqa wî gotiye, derew e.

1-2. Em ji ku zanin wekî navê Yehowa bona Îsa gelek ferz e?

NAVÊ Yehowa bona Îsa gelek ferz e. Ew ji her kesî zêdetir piştgiriya navê Bavê xwe dike. Çawa ku ji gotara pêşiya vê hate kifşê, Îsa hazir bû bona navê Yehowa emirê xwe jî bide. Usa ewî îzbat kir, wekî Yehowa pîroz e û hemû kirên wî rast in (Markos 14:36; Îbranî 10:7-9). Paşî Serwêrtiya Hezarsalî, Îsa wê hazir be hukumetiyê bide destê Bavê xwe, çimkî ew dixwaze wekî hemû hurmet-rûmet wîra bê dayînê (1 Korintî 15:26-28). Xêncî vê yekê, hezkirina Îsa hindava navê Xwedê gelek tişt dide kifşê derheqa heleqetiya wîye tevî Yehowa. Ev yek çi ku Îsa bona Bavê xwe kiriye îzbat dike, wekî ew gelek Bavê xwe hez dike.

2 Îsa bi navê Bavê xwe hate ser erdê (Yûhenna 5:43; 12:13). Ewî navê Bavê xwe şagirtên xwera eyan kir (Yûhenna 17:6, 26). Îsa bi navê Yehowa hîn dikir û keremeta dikir (Yûhenna 10:25). Carekê Îsa ji Yehowa reca kir wekî ew “ji bo xatirê navê xwe” şagirta bibe xweyî (Yûhenna 17:11). Zelal e, wekî Îsa navê Yehowa gelek qîmet dikir. Hergê usa ne, meriv ça dikare xwe ça şagirtê Îsa hesab ke, lê navê Xwedê nizanibe yan jî nede xebatê?

3. Vê gotarêda emê çi pêbihesin?

3 Em şagirtên Îsa ne û xîret dikin wekî her tiştîda çev bidine wî, lema em jî navê Bavê wî gelek qîmet dikin (1 Petrûs 2:21). Vê gotarêda emê bivînin, ku çira Yehowa navê xwe daye ser merivên ku “mizgîniya Padşatiyê” bela dikin (Metta 24:14). Usa jî emê bivînin, ku navê Yehowa bona me gerekê çiqas ferz be.

“CIMETEKÊ BONA NAVÊ XWE”

4. a) Pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, ewî çi cabdarî da şagirtên xwe? b) Ji bo giliyên Îsa, kîjan pirs pêşda tê?

4 Pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, ewî şagirtên xwera usa got: “Hûnê qewatê bistînin gava ruhê pîroz bê ser we, û hûnê bibine şedên min li Orşelîmê, li temamiya Cihûstanê û Sameryayê, û ser temamiya dinyayê” (Karên Şandiya 1:8). Dêmek ewî got wekî mizgînî wê ne ku tenê Îsraêlêda, lê ser temamiya dinyayê bê belakirinê. Bi saya vî şixulî, mecala merivên ji hemû mileta heye wekî bibine şagirtên Îsa (Metta 28:19, 20). Lê dîna xwe bidinê, ku Îsa çi got: “Hûnê bibine şedên min”. Gelo şagirtên teze gerekê navê Yehowa bizanibûna, yan ewana gerekê bibûna tenê şedên Îsa? Giliyên ji Karên Şandiya serê 15 alî me dikin, wekî em caba vê pirsê bistînin.

5. Şandî û rûspiyên Orşelîmê ça nîşan kirin, wekî her kes gerekê navê Yehowa bizanibe? (Binihêre usa jî şikil.)

5 Sala 49 D.M.-da şandî û rûspiyên Orşelîmê top bûn, wekî şêwir kin hela merivên ji miletên din, yên ku sinetkirî nîbûn, gerekê çi bikin wekî ça şagirtên Îsa bêne qebûlkirinê. Xilaziya şêwirkirinê, birê Îsa Aqûb usa got: “[Petrûs] hûr bi hûr gilî kir ku Xwedê çawa cara pêşin dîna xwe da miletên din, wekî nav wanda cimetekê bona navê xwe top ke”. Gelo Aqûb besa navê kê dikir? Ev yek ji giliyên Amos pêxember, yên ku Aqûb wekiland, eşkere dibe: “Kesên mayî û merivên ji hemû mileta, yên ku navê min ser wan e, bi xîret Yehowa bigerin. Vê yekê Yehowa dibêje” (Karên Şandiya 15:14-18). Xêncî vê yekê ku şagirtên teze gerekê derheqa Yehowa hîn bûna, usa jî hatibû pêxembertîkirinê wekî ‘navê wî wê ser wan be’. Ev yek dihate hesabê, wekî ewana wê hemûyara navê Xwedê eyan kirana û bi navê Xwedê bihatana naskirinê.

Aqûb tevî çend şandiya û rûspiyên Orşelîmê xeber dide. Ber du bira kitêbên gulometkkirî vekirî ne.

Ser civîneke koma rêberiyêye qirna yekê, ew mêrên amin zelal fem kirin wekî navê Xwedê ser şagirtên Îsa ye (Binihêre abzasa 5)


6-7. a) Îsa çima hate dinyayê? b) Meniya lape sereke ku Îsa hate ser erdê, çi bû?

6 Navê “Îsa” tê hesabê “Yehowa xilaz dike”. Bi rastî jî, Yehowa merivên xwedêxof bi saya wî xilaz dike. Îsa hate dinyayê seva ku emirê xwe bona meriva bike qurban (Metta 20:28). Bi saya qurbanê ewî rê vekir, wekî meriv xilaz bin û emirê heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16).

7 Lê gelo çira meriv hewcê qurbana Îsa bûn? Çawa ku em ji gotara pêşiya vê pêhesiyan, baxçê Êdênêda merivên pêşin, Adem û Hêwa miqabilî Yehowa rabûn û mecala jîyîna heta-hetayê unda kirin (Destpêbûn 3:6, 24). Lema jî Îsa hate dinyayê, wekî zureta Adem û Hêwayê ji gune û mirinê xilaz ke. Lê menîke diha ferz jî hebû. Baxçê Êdênêda, Mîrê-cina buxdan avîte navê Yehowa (Destpêbûn 3:4, 5). Lema lazim bû wekî navê Yehowa bê pîrozkirinê. Îsa zanibû ku xilazkirina meriva pîrozkirina navê Yehowava girêdayî ye. Ji bo vê yekê ku Îsa dewsa Yehowa merivara xeber dida û navê Yehowa ser wî bû, ewî pîrozkirina navê Yehowada roleke sereke dilîst.

Meriv ça dikare xwe ça şagirtê Îsa hesab ke, lê navê Xwedê nizanibe yan jî nede xebatê?

8. Hemû şagirtên Îsa gerekê çi fem kirana?

8 Hemû şagirtên Îsa, dêmek ça Cihû usa jî ji miletên din, gerekê qebûl kirana wekî xilazbûna wan Yehowava girêdayî ye (Yûhenna 17:3). Mîna Îsa, ewana jî gerekê bi navê Yehowa bihatana naskirinê. Wana gerekê fem kira, wekî çiqas ferz e ku ev nav bê pîrozkirinê. Xilazbûna wan Wîva girêdayî bû (Karên Şandiya 2:21, 22). Ji bo vê yekê lazim bû wekî hemû şagirtên Îsaye amin, him derheqa Yehowa him jî derheqa Îsa zanebûn bistandana. Lema jî Îsa xilaziya duayê xweda usa got: “Min navê te wanra eyan kir û ezê dîsa jî eyan kim, wekî ewana jî meriva usa hez bikin, çawa ku te ez hez kirime, û wekî ez tevî wan yektiyêda bim” (Yûhenna 17:26).

“HÛN ŞEDÊN MIN IN”

9. Em ça dikarin nîşan kin, ku navê Yehowa bona me ferz e?

9 Ji vê yekê çi ku me şêwir kir, eyan e wekî em jî gerekê çev bidine Îsa û navê Yehowa pîroz kin (Metta 6:9, 10). Navê Yehowa bona me gerekê navê herî ferz be, û em gerekê vê yekê bi rabûn-rûniştina xwe nîşan kin. Gelo em ça dikarin navê Yehowa pîroz kin û ji buxdanên ku Mîrê-cina avîtiye wî, paqij kin?

10. Kitêba Îşaya serê 42 heta 44-da derheqa kîjan dîwana sîmbolîk tê gotinê? (Îşaya 43:9; 44:7-9) (Binihêre usa jî şikil.)

10 Kitêba Îşaya serê 42 heta 44, dîna me dikişînin ser vê yekê, ku em gerekê navê Yehowa pîroz kin. Van seriyada, ça bêjî wedê dîwana sîmbolîk, Yehowa wan merivara ku jêra xizmet nakin, dibêje wekî ewana îzbat kin, ku xudanên wan bi rastî hene. Usa jî ew dibêje ku bira şede derkevin û vê yekê îzbat kin. Lê bi rastî şedên usa tune ne (Bixûne Îşaya 43:9; 44:7-9).

Şikil: Xûşk-birên nav temamiya dinyayê navê Yehowa pîroz dikin, û melek jorê difirin. 1. Xûşk û birak pê stêndê xizmet dikin. 2. Xûşkeke cahil karta jw.org dide hevaldersxaneke xwe. 3. Birak mêrekîra besa rastiyê dike. 4. Polîs birakî me bi kelepçê dibin. 5. Nexweşxanêda xûşkek doktorra dibêje ku ew xûnê qebûl nake.

Dîwana sîmbolîkda em ça şede her tiştîda îzbat dikin, wekî tenê Yehowa ye Xwedayê rast (Binihêre abzasa 10-11)


11. Li gora Îşaya 43:10-12, Yehowa xizmetkarên xwera çi dibêje?

11 Bixûne Îşaya 43:10-12. Yehowa ser xizmetkarên xwe usa dibêje: “Hûn şedê min in ku ez Xwedê me, ÎM”. Yehowa ji wan usa dipirse: “Xêncî min Xwedê heye?” (Îşaya 44:8, ÎM). Mera qedirekî mezin hatiye dayînê, wekî caba vê pirsê bidin. Bi xeberdan û kirên xwe em dikarin ça şede dîwanêda îzbat kin, wekî tenê Yehowa Xwedayê rast e. Bi cûrê emirê xwe em dikarin îzbat kin, ku em Yehowa bi rastî hez dikin û Mîrê-cina çi jî bike, em Yehowara amin dimînin. Usa mecal mera tê dayînê, wekî em navê Wî pîroz kin.

12. Giliyên ji Îşaya 40:3, 5 ça hatine sêrî?

12 Çaxê em navê Yehowa diparêzin, bi vê yekê em çev didine Îsa. Îşaya pêxember berêda gotibû, wekî rê bona Yehowa gerekê hazir kirana (Îşaya 40:3). Gelo ev gilî ça hatine sêrî? Yûhennayê Nixumdar bona Îsa rê vekir, yê ku bi navê Yehowa hat û bi navê Yehowa xeber dida (Metta 3:3; Markos 1:2-4; Lûqa 3:3-6). Usa jî Îşaya gotibû, wekî wê “rûmeta Xudan xuya bibe” (Îşaya 40:5, ÎM). Bi rastî jî usa qewimî. Gava Îsa hate ser erdê, ewî hunurên Yehowa bi cûrê usa kamil eyan dikir, tê bêjî xwexa Yehowa hatibû dinyayê (Yûhenna 12:45).

13. Em ça dikarin çev bidine Îsa?

13 Mîna Îsa, em jî Şedên Yehowa ne. Navê Yehowa ser me ye û em her kesîra derheqa kirên wîye girîng gilî dikin. Seva ku em şedetiya baş bidin, em gerekê merivara bêjin ku Îsa ça navê Yehowa pîroz dikir (Karên Şandiya 1:8). Îsa Şedê Yehowaye herî mezin e û em pey wî diçin (Eyantî 1:5). Dîsa ça em dikarin nîşan kin, wekî navê Yehowa seva me gelek qîmet e?

NAVÊ YEHOWA SEVA ME ÇI TÊ HESABÊ

14. Li gora Zebûr 105:3, navê Yehowa bona me çiqas ferz e?

14 Em pê navê Yehowa firnaq dibin (Bixûne Zebûr 105:3). Yehowa xweş tê ku em bi navê wî firnaq dibin (Yêremya 9:23, 24; 1 Korintî 1:31; 2 Korintî 10:17). Belê, em serbilind in ji bo vê yekê ku Yehowa Xwedayê me ye, û bona me qedirekî mezin e rûmetê bidine navê wî û merivara bêjin, wekî hemû kirên wî rast in. Em gerekê tu car şerm nekin hevalxebatçî, hevalders û cînarên xwera bêjin, wekî em Şedên Yehowa ne. Mîrê-cina dixwaze ku em tu kesîra besa navê Yehowa nekin (Yêremya 11:21; Eyantî 12:17). Bi rastî, Mîrê-cina û kesên ku derewên wî bela dikin dixwazin, wekî navê Yehowa bê bîrkirinê (Yêremya 23:26, 27). Lê ji bo vê yekê ku em navê Yehowa hez dikin, em “temamîya rojê” bi navê Wî şa dibin (Zebûr 5:11; 89:16).

15. Em ça dikarin gazî navê Yehowa kin?

15 Em timê gazî navê Yehowa dikin (Yowêl 2:32; Romayî 10:13, 14). Ev yek nayê hesabê tenê navê Xwedê bizanibin û bidine xebatê. Em gerekê rind wî nas bikin, xwe bispêrin wî û usa jî alîkarî û rêberiya wî bigerin (Zebûr 20:7; 99:6; 116:4; 145:18). Xêncî vê yekê, em gerekê merivara derheqa navê wî û hunurên wî gilî kin û wanra bêjin, wekî ewana tobe kin û xwe rast kin, seva ku Yehowa ji wan razî be (Îşaya 12:4; Karên Şandiya 2:21, 38).

16. Em ça dikarin îzbat kin, wekî Mîrê-cina derewîn e?

16 Em hazir in bona navê Yehowa biçerçirin (Aqûb 5:10, 11). Gava em wedê tengasiya Yehowara amin dimînin, em îzbat dikin wekî Mîrê-cina derewîn e. Rojên Îboda, Mîrê-cina ser xizmetkarên Yehowa usa gotibû: “Meriv ji bo canê xwe her tiştî dide” (Îbo 2:4, ÎM). Mîrê-cina got ku meriv wê tenê wî çaxî Yehowara xizmet bikin hergê halê wan baş be, lê hergê ewana bikevine tengasiyê, wê pişta xwe bidine Yehowa û wî bihêlin. Îbo bi aminiya xwe îzbat kir, ku giliyên Mîrê-cina derew in. Qedirekî mezin mera hatiye dayînê ku Mîrê-cina miqabilî me çi jî bike, em dikarin îzbat kin wekî emê tu cara pişta xwe nedine Yehowa. Em dikarin qe dudilî nebin, wekî Yehowa wê bona xatirê navê xwe me bibe xweyî (Yûhenna 17:11).

17. Li gora 1 Petrûs 2:12, em ça dikarin rûmetê bidine navê Yehowa?

17 Em qedirê navê Yehowa digirin (Metelok 30:9; Yêremya 7:8-11). Ji bo vê yekê ku navê Yehowa ser me ye, em bi rabûn-rûniştina xwe dikarin yan rûmetê bidine wî yan jî leke bînin ser navê wî (Bixûne 1 Petrûs 2:12). Lema em çiqas gunekar in jî, em dîsa jî dikarin rûmetê bidine navê Yehowa, hergê xîret bikin ku bi xeberdan û kirên xwe pesina bidine wî.

18. Em ça dikarin nîşan kin, wekî navê Yehowa bona me ferz e? (Usa jî binihêre spartin.)

18 Em ji navê xwe zêdetir dîna xwe didine navê Yehowa (Zebûr 138:2). Gelo ev yek çira ferz e? Dibeke merivên der-dora me, me nefret kin ji bo vê yekê ku em navê Yehowa hez dikin.a Gava Îsa hate kuştinê, meriva ew ça qaçax sûcdar kir. Lê Îsa hazir bû bi mirineke usa şermî bimire, seva ku rûmetê bide navê Yehowa. Ewî “şerm ber tiştekî hesab nekir”, dêmek bona wî ferz nîbû ku meriv derheqa wî çi difikirin (Îbranî 12:2-4). Ewî herî zêde dîna xwe dida qedandina qirara Xwedê (Metta 26:39).

19. Tu ser navê Yehowa ça dinihêrî û çima?

19 Em pê navê Yehowa difirin, û bona me qedirekî mezin e ku em ça Şedên Yehowa têne navkirinê. Navê Yehowa bona me gelek qîmet e, lema jî emê berdewam kin pesinê navê wî bidin hela hê wî çaxî jî, gava seva wê yekê meriv me bêhurmet kin. Mîrê-cina himberî me çi jî bike, were em hertim pesinê navê Yehowa bidin. Usa em dikarin îzbat kin, wekî navê Yehowa bona me jî usa ferz e, çawa ku bona Îsa ferz e.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Bona şagirtên Îsa, navê Yehowa çima ferz e?

  • Kîjan dîwana sîmbolîkda em şedetiyê didin?

  • Em ça dikarin îzbat kin, wekî navê Yehowa bona me ferz e?

KILAMA 10 Rûmet kin Yehowa, Xwedayê Me!

a Gava sê hevalên Îbo gotin wekî ewî bê şik tiştekî xirab kiriye, Îbo bi zêdeyî ser navê xwe fikirî. Sêrîda, çaxê ewî zarên xwe û temamiya mal-milkê xwe unda kir, Îbo “gune nekir û Xwedê sûcdar nekir” (Îbo 1:22; 2:10). Lê gava Îbo hate sûcdarkirinê, ewî qal-bal xeber da. Ewî diha zêde dîna xwe da parastina navê xwe, ne ku pîrozkirina navê Xwedê (Îbo 6:3; 13:4, 5; 32:2; 34:5).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin