KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Gulan rûp. 20-25
  • Navê Yehowa bona Îsa Çiqas Ferz e?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Navê Yehowa bona Îsa Çiqas Ferz e?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • “MIN NAVÊ TE WAN MERIVARA EYAN KIRIYE”
  • “NAVÊ TE, KU TE DA SER MIN”
  • “BAVO, NAVÊ XWE RÛMET KE”
  • “EZ EMIRÊ XWE DIDIM”
  • “MIN EV ŞIXULÊ KU TE DAYE MIN ANÎ SÊRΔ
  • Navê Yehowa bona Te Çiqas Ferz e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Pesinê Navê Yehowa Bidin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Em ji Qurbana Îsa Çi Hîn Dibin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • “Bona Xwe Bijbêrin Hûnê Kêra Xizmet kin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Gulan rûp. 20-25

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

Navê Yehowa bona Îsa Çiqas Ferz e?

“Min navê te wanra eyan kir û ezê dîsa jî eyan kim” (YÛHENNA 17:26).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku Îsa navê Yehowa ça eyan dikir û pîroz dikir.

1-2. a) Êvara pêşiya mirina xwe, Îsa çi kir? b) Vê gotarêda emê caba kîjan pirsa şêwir kin?

ÊVARA 14-ê Nîsanê, sala 33 D.M.-da Îsa tevî şandiyên xweye amin şîva xweye paşin dixwar. Ewî zanibû ku wê nemamiya wî bikin, wî bizêrînin û bikujin. Lema jî ewî dilê şandiyên xweye amin qewî kir. Pêşiya ku şîv xilazkirana, Îsa Xwedêra dua kir. Ev duayê ferz kitêba Yûhenna serê 17-da hatiye nivîsarê.

2 Vê gotarêda emê şêwir kin hine fikirên ferz ji duayê Îsa. Pêşiya mirinê hiş-aqilê wî ser çi bû? Gava Îsa ser erdê xizmet dikir, gelo bona wî çi ferz bû? Were em cabên wan pirsa şêwir kin.

“MIN NAVÊ TE WAN MERIVARA EYAN KIRIYE”

3. Îsa derheqa navê Yehowa çi got, û ewî bi vê yekê çi dixwest bida kifşê? (Yûhenna 17:6, 26)

3 Duayê xweda Îsa got: “Min navê te wan merivara eyan kiriye”. Eşkere ye ku ev yek bona wî ferz bû, çimkî ewî ev fikir duayê xweda du cara wekiland (Bixûne Yûhenna 17:6, 26). Ewî bi vê yekê çi dixwest bida kifşê? Gelo Îsa şagirtên xwera derheqa navê Xwedê got çimkî wana navê wî nizanibû? Şagirtên Îsa Cihû bûn, lema jî hemikî wana zanibû ku navê Xwedê Yehowa ye. Nivîsarên Îbranîda ev nav bi hezara cara tê xebitandinê. Lema jî ça tê kifşê, Îsa wanra negot ku navê Xwedê çi ye, lê got wekî Yehowa yekî çawa ye, dêmek nêt, kirên wî û hunurên wî çi cûreyî ne. Tenê Îsa dikaribû bi cûrê lapî baş derheqa Yehowa wan tişta eyan kira.

4-5. a) Gelo navê kesekî ça dikare bona me bibe navekî qîmet? Meselê bîne. b) Şandiyên Îsa ça diha baş Yehowa nas kirin?

4 Bide ber çevê xwe, ku rûspîkî ji civata te bi navê Kerem, hekîm e. Îda gelek sal e tu wî nas dikî. Lê rojekê, tu giran nexweş dikevî û te dibine vê nexweşxanê, kîderê ku ew dixebite. Bi saya vê yekê ku ew şixulê xweda hoste ye, ew emirê te xilaz dike. Niha tu wî diha zêde hez dikî, û her car gava tu navê wî dibihêyî, qenciya wî dikeve bîra te. Xêncî vê yekê ku Kerem rûspiyê civata te ye, ew bona te bûye hekîmê ku emirê te xilaz kiriye.

5 Mîna vê yekê, şagirtên Îsa îda zanibûn ku navê Xwedê, Yehowa ye. Lê bi saya xizmetiya Îsa, navê Xwedê bona wan diha qîmet bibû. Gelo çima? Çimkî Îsa xeberdan û kirên xweda bi temamî çev dida Bavê xwe. Lema jî gava şandiya guh didane giliyên Îsa û didîtin ku ew hindava merivada çawa ye, wana Yehowa diha baş nas dikir (Yûhenna 14:9; 17:3).

“NAVÊ TE, KU TE DA SER MIN”

6. Çi tê hesabê ku Yehowa navê xwe dabû ser Îsa? (Yûhenna 17:11, 12)

6 Duayê xweda, Îsa bona şagirtên xwe usa got: “Ji bo xatirê navê xwe, ku te daye ser min, wan bibe xweyî” (Bixûne Yûhenna 17:11, 12). Gelo ev gilî têne hesabê ku navê Îsa îda bûye “Yehowa”? Hemikî na. Çaxê Îsa besa navê Yehowa kir, ewî got “navê te”. Ev yek dide kifşê, wekî navê Yehowa nebû navê Îsaye şexsî. Lê gelo nêta van giliya çi ye? Ya pêşin, Yehowa Îsa şande ser erdê, wekî dewsa Wî xeber de. Ew bi navê Bavê xwe hat, û bi navê Wî gelek keremetên mezin dikir (Yûhenna 5:43; 10:25). Usa jî navê “Îsa” tê hesabê “Yehowa xilaz dike”. Belê, navê Îsada navê Xwedê heye.

7. Îsa çira dikaribû bi navê Yehowa xeber de? Meselê bîne.

7 Vê meselê bide ber çevê xwe: Welatekî xerîbda wekîl dewsa serwêrê welatê xwe xeber dide. Lema jî giliyên wekîl ça giliyên serwêr têne hesabê. Mîna vê yekê, Îsa jî ça bêjî wekîlê Yehowa bû ser erdê û bi navê Yehowa tevî meriva xeber dida (Metta 21:9; Lûqa 13:35).

8. Pêşiya ku Îsa hate ser erdê, navê Yehowa çi cûreyî ser wî bû? (Derketin 23:20, 21)

8 Îsa ça “Xeber” tê navkirinê, dêmek ew dewsa Yehowa xeber dide û usa jî elametî û rêberiya Xwedê digihîne melek û meriva (Yûhenna 1:1-3). Ça tê kifşê, gava miletê Îsraêl ji welatê Misirê derket, melekê ku Yehowa şand wekî bona wan xem bike, Îsa bû. Yehowa cimeta xwera got wekî ewana guh bidine wî melekî. Gelo çira? Yehowa zelal kir, ku navê Wî ser Îsa ye û “ew bi navê” Wî her tiştî dikea (Bixûne Derketin 23:20, 21). Yehowa ev yek got çimkî Îsa kesê sereke ye, ku piştgiriya navê Yehowa dike, wî pîroz dike û dewsa wî xeber dide.

“BAVO, NAVÊ XWE RÛMET KE”

9. Navê Yehowa bona Îsa çiqas ferz bû? Şiroveke.

9 Ça em îda pêhesiyan, hela hê pêşiya ku Îsa bihata ser erdê, navê Yehowa bona wî gelek ferz bû. Lema jî her tiştê ku Îsa ser erdê kir, navê Yehowava girêdayî bû! Nêzîkî xilaziya xizmetiya xwe, Îsa Yehowara usa got: “Bavo, navê xwe rûmet ke”. Bavê wî jî bi dengekî bilind ji ezmên usa got: “Min rûmet kiriye, û ezê dîsa rûmet kim” (Yûhenna 12:28).

10-11. a) Îsa navê Yehowa ça rûmet dikir? (Binihêre usa jî şikil.) b) Çima gerekê bihata îzbatkirinê, wekî navê Yehowa pîroz e û hemû kirên wî rast in?

10 Îsa jî navê Bavê xwe rûmet dikir. Gelo ça? Ewî kesên dinra besa hunur û kirên Bavê xwe dikir. Xêncî vê yekê, ewî îzbat dikir ku navê Yehowa pîroz e û hemû kirên wî rast in. Lema jî gava ewî şagirtên xwe hîn dikir, ku ewana ça gerekê dua bikin, ewî got: “Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be” (Metta 6:9).

11 Çima lazim bû wekî bê îzbatkirinê ku navê Yehowa pîroz e û hemû kirên wî rast in? Çimkî baxçê Êdênêda, Mîrê-cina navê Xwedê reş kiribû. Ji giliyên wî usa derket, tê bêjî Yehowa derewîn e û tiştên baş ji Adem û Hewayê vedişêre (Destpêbûn 3:1-5). Bi vê yekê, Mîrê-cina xwest bida kifşê, yan çi kirên Yehowa nerast in. Derewên Mîrê-cina leke anî ser navê Yehowa. Paşê, rojên Îbo pêxemberda, Mîrê-cina got wekî meriv tenê bona kara xwe Yehowara xizmet dikin. Ewî got ku hergê meriv bêne cêribandinê, ewana wê terka xizmetiya Yehowa bidin, çimkî ji dil wî hez nakin (Îbo 1:9-11; 2:4). Wext lazim bû wekî bê îzbatkirinê ku derewîn bi rastî kê ye, Yehowa yan Mîrê-cina ye.

Îsa Gotara ser Çiyê ber gelek meriva dibêje.

Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku çiqas ferz e wekî ewana navê Xwedê pîroz kin (Binihêre abzasa 10)


“EZ EMIRÊ XWE DIDIM”

12. Ji bo vê yekê ku Îsa navê Yehowa hez dikir, ew hazir bû çi bike?

12 Îsa gelek Yehowa hez dikir, lema jî ewî dixwest çi ji destê wî tê bike, wekî navê Yehowa pîroz ke û îzbat ke, ku hemû kirên wî rast in. Îsa got: “Ez emirê xwe didim” (Yûhenna 10:17, 18). Belê, ew hazir bû bona Yehowa emirê xwe jî bide.b Du merivên pêşin Adem û Hêwa kamil bûn, lê dewsa ku guh bidine Yehowa, wana aliyê Mîrê-cina girt. Îsa yekî mîna wan nîbû. Ew hazir bû bê ser erdê û îzbat ke, ku ew çiqas Yehowa hez dike. Gava Îsa ser erdê bû, ewî her tiştîda guh dida Xwedê (Îbranî 4:15; 5:7-10). Heta mirina xweye ser stûna cefê jî, ew Yehowara amin ma (Îbranî 12:2). Bi vî cûreyî, ewî îzbat kir ku Yehowa û navê wî ji dil hez dike.

13. Seva ku bê îzbatkirinê wekî Mîrê-cina derewîn e, Îsa çima kesê herî layîq bû? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Hemû kirên Îsa îzbat dikirin, wekî Yehowa rast e, lê Mîrê-cina derewîn e (Yûhenna 8:44). Tu kesî Yehowa usa baş nas nedikir ça Îsa. Hergê hema tiştek jî ku Mîrê-cina miqabilî Yehowa gotibû, rast bûya, Îsa wê ev yek bizanibûya. Lê buxdanên Mîrê-cina bi temamî derew bûn, lema jî Îsa navê Yehowa heta xilaziyê parast. Gava usa hate kifşê tê bêjî Yehowa Îsa tenê hîşt, Îsa hingê jî hazir bû emirê xwe unda ke, ne ku nemamiya Bavê xweyî delal bike (Metta 27:46).c

Îsa ser stûna cefê mixkirî ye.

Îsa bi cûrê jîyîna xwe îzbat kir, ku Yehowa rast e, lê Mîrê-cina derewîn e! (Binihêre abzasa 13)


“MIN EV ŞIXULÊ KU TE DAYE MIN ANÎ SÊRΔ

14. Yehowa aminiya Îsa ça xelat kir?

14 Êvara pêşiya ku Îsa bihata kuştinê, ewî duayê xweda got, wekî ew şixulê ku Xwedê dabû wî, anî sêrî, û ew bawer bû wekî Yehowa wê aminiya wî xelat ke (Yûhenna 17:4, 5). Bi rastî jî gumana Îsa pûç derneket, û Yehowa ew tirbêda nehîşt (Karên Şandiya 2:23, 24). Ewî Îsa ji mirinê rakir û ser ezmana cabdarî û qedirekî mezin da wî (Fîlîpî 2:8, 9). Wext şûnda, Îsa bû Padşê Padşatiya Xwedê. Gelo ev Padşatî wê çi bîne sêrî? Îsa caba vê pirsê da, çaxê şagirtên xwe hîn dikir ku çawa dua bikin: “Bira Padşatiya te bê. Bira qirara te [ya Yehowa] çawa li ezmên, usa jî li ser rûyê erdê bê sêrî” (Metta 6:10).

15. Gelo Îsa wê çi bîne sêrî?

15 Wexteke nêzîkda, Îsa wê şerê Harmegedonêda himberî dijminên Xwedê şer bike û qira merivên zulm bîne (Eyantî 16:14, 16; 19:11-16). Paşî vê yekê, ewê Mîrê-cina bavêje “geliyê hey-wayê”, kîderê ku ewê girtî bimîne û nikaribe tiştekî bike (Eyantî 20:1-3). Wedê Padşatiya xweye Hezarsalî, Îsa wê edilayê bîne ser dinyayê û meriva bigihîne bêqisûrtiyê. Usa jî, ewê miriya rake û temamiya dinyayê bike cinet. Belê, nêta Yehowa wê bê sêrî (Eyantî 21:1-4).

16. Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî halê dinyayê wê çawa be?

16 Gelo xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî halê dinyayê wê ça be? Gune wê îda tune be. Îda wê nelazim be wekî em ser hîmê kirînê bona gunên xwe baxşandinê bixwazin. Seva ku heleqetiya me tevî Yehowa hebe, emê îda hewcê Îsa ça Kahînê Mezin nîbin, û ne jî hewcê birên Îsa bin, yên bi ruhê pîroz kifşkirî. Usa jî “dijminê paşin, dêmek mirin, wê kokêva bê rakirinê”. Mezel wê vala bin, çimkî kesên mirî wê îda sax bin. Her kesê ku ser erdê dijî wê bêqisûr be (1 Korintî 15:25, 26).

17-18. a) Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî çi wê biqewime? b) Gava wedê serwêrtiya Îsa xilaz be, ewê çi bike? (1 Korintî 15:24, 28) (Binihêre usa jî şikil.)

17 Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî dîsa çi wê biqewime? Wî wedeyî tiştekî gelek ferz wê biqewime. Îda tu kes tu cara wê dudilî nebe, ku tenê Yehowa ye Xwedayê pîroz. Gelo çira? Baxçê Êdênêda Mîrê-cina buxdan avîtibû Yehowa, ku ew derewîn e û bê hezkirin ser merivara serwêrtiyê dike. Ji wî wedeyî destpêbûyî, kesên ku rûmetê didine Yehowa û qedirê wî digirin, navê wî timê pîroz dikin. Lema jî xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, navê wî wê îda bi temamî ji buxdana temiz be. Ewê eşkere îzbat ke, wekî ew bi rastî jî Bavekî bi hezkirinê ye.

18 Wî wedeyî her kes wê bizanibe, wekî tiştên ku Mîrê-cina derheqa Yehowa gotibû, derew in. Gava wedê serwêrtiya Îsa xilaz be, gelo ewê çi bike? Gelo ewê mîna Mîrê-cina miqabilî Yehowa derê? Hemikî na! (Bixûne 1 Korintî 15:24, 28) Îsa wê hukumetiyê vegerîne Bavê xwe û xwexa jî tesmîlî serwêrtiya Yehowa be. Belê, Îsa mîna Mîrê-cina nîne. Ew Yehowa hez dike, lema jî hazir e serwêrtiya xwe bide destê Wî.

Ser ezmana, Îsa taca xwe dide Yehowa.

Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, Îsa wê bi dil û can hukumetiyê vegerîne Yehowa (Binihêre abzasa 18)


19. Gelo navê Yehowa bona Îsa çiqas ferz e?

19 Em ecêbmayî namînin ku Yehowa hazir bû navê Xwe bide Îsa. Îsa bi cûrê bêqisûr, ça wekîl, bi navê Bavê xwe xeber dida. Eyan e, ku bona Îsa navê Yehowa ji her tiştî ferztir e. Ew hazir bû bona vî navî emirê xwe bide, û ew hazir e ku xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî her tiştî bide destê Yehowa. Gelo em ça dikarin çev bidine Îsa? Gotara dinda, emê caba vê pirsê bistînin.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Îsa ça şagirtên xwera navê Yehowa eyan kir?

  • Ev yek ku Yehowa navê xwe dabû Îsa, çi tê hesabê?

  • Îsa hazir bû ku bona navê Yehowa çi bike, û çira?

KILAMA 16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa

a Cara, meleka bi navê Yehowa xeber didan, çaxê elametiyên ji Yehowa digîhandine meriva. Lema jî hine rêzên Kitêba Pîrozda usa tê kifşê, tê bêjî Yehowa tevî wan xeber dide, lê bi rastî melek xeber dida (Destpêbûn 18:1-33). Nivîsarên Pîrozda tê gotinê, ku Mûsa pêxember Qanûn ji Yehowa stand, lê rêzên din didine kifşê, ku Yehowa meleka da xebatê, wekî Qanûnê bigihîne meriva (Qanûna Kahîntiyê 27:34; Karên Şandiya 7:38, 53; Galatî 3:19; Îbranî 2:2-4).

b Mirina Îsa usa jî rê vekir, wekî meriv emirê heta-hetayê bistînin.

c Binihêrin “Pirsên Xwendevana” ji Birca Qerewiliyê, ya meha Nîsanê, sala 2021, rûp. 30-31.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin