Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
5-11 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 9-10
“Pesinê Yehowa Bide bona Bîlaniya Wî”
w99 1/7 30 ¶6
Serlêdana ku Hate Xelatkirinê
Çaxê jin-padşa Şebayê rastî Silêman hat, ewê destpêkir “bi pirsên giran” wî bicêribîne (1 Padşatî 10:1, ÎM). Xebera Îbranî “pirsên giran”, usa jî tê welgerandinê ça “sur” yan jî metelok. Lê bi rastî ev nayê hesabê wekî jin-padşayê dixwest bi van pirsa ça bêjî tevî wî lîstika bilîze. Mesele, çaxê Zebûr 49:4 besa pirsên ferz dike, yên usa ça gune, mirin û xilazbûn, dîsa jî vê xebera Îbranî dide xebatê. Ça tê kifşê jin-padşa Şebayê tevî Silêman derheqa têmên ferz xeber dida, û bi vê yekê ça bêjî “bi pirsên giran” wî dicêriband. Kitêba Pîroz dibêje ku jin-padşa Şebayê “çi dilê wêda hebû jêra got”. Lê Silêman ji aliyê xweda caba hemû pirsên wê dida, û tu tişt ji wê veneşart (1 Padşatî 10:2b, 3, ÎM).
w99 1/11 20 ¶6
Çaxê Merdaniyê Didî Kifşê
Çaxê jin-padşa Şebayê metal ma ser wê yekê çi ku dît û bihîst, ewê bi milûktî got: “Xwezî bi zilamên te û bi wan xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya [bîlaniya] te dibihên” (1 Padşatî 10:4-8, ÎM). Ewê ser xulamên Silêman got ku ewana bextewar in, ne ku çimkî ewana bi jîyîneke dewletî dijîtin, lê çimkî wana dikaribû her roj ji wî bîlaniya xeberên Xwedê bibihên. Bi rastî jî jin-padşa Şebayê meseleke gelek baş xizmetkarên Xwedêra hîştiye, yên ku ji bîlaniya Efirandarê xwe û Kurê wî Îsa Mesîh, metal dimînin û karê distînin!
w99 1/7 30-31
Serlêdana ku Hate Xelatkirinê
Çaxê jin-padşa Şebayê bîlaniya Silêman û dewlemendtiya wî dît, ji “metalbûnê devê wê vekirî ma” (1 Padşatî 10:4, 5, ÎM). Hine meriv dibêjin wekî ev tê hesabê ku ji ecêbmayîbûnê ewê nikaribû “bîna xwe jî bikişîne”. Lêkolînkarek hela hê dibêje ku diqewime jin-padşa ji vê yekê xeriqî jî! Çi jî hebû, jin-padşa çi dît û bihîst, ew ji vê yekê zendegirtî ma. Ewê got ku mecala xulamên Silêman heye ku guh bidine bîlaniya padşa, û ewê pesinê Yehowa da, ku Ewî textê padşatiyê da Silêman. Paşê ewê pêşkêşên biha da padşê, tenê zêr hergê bi bahê îroyîn hesab kin, qasî 40 000 000 dolarî bû. Silêman jî gelek pêşkêş dane wê, “her tiştên ku xwest dayê” (1 Padşatî 10:6-13, ÎM).
Xizna Kitêba Pîroz
w08 1/11 22 ¶4-6
We Zanibû?
Silêman Padşa xweyê çiqas zêra bû?
Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Hîram, padşê Sûrê, çar ton zêr Silêman Padşara şandibû. Jin-padşa Şebayê jî haqas zêr pêşkêşî wî kiribû. Xêncî vê yekê, Silêman ji Ofîrê pê gemiyên xwe 15 ton zêr anîbû. “Giraniya zêrên ku salekêda Silêmanra hatibû, 666 telant bû”, dêmek 25 ton zêdetir (1 Padşatî 9:14, 28; 10:10, 14, ÎM). Lê gelo ew yek rastî usa bû? Gelo padşên berê xweyê çiqas zêra bûn?
Nivîsareke kevinda, ya ku zandar îtbariya xwe lê tînin, tê gotinê ku Firewinê Misirê, Tûtûmosê III, yê ku weke 3 500 sal pêşda serwêrtî dikir, paristgeha Amon-Ra Karnakêda, weke 13.5 ton zêr pêşkêş kiribû. Qirna VIII B.D.M., padşê Asûrê Tîglat-Pîleserê III, ji Sûrê weke 4 ton zêdetir zêr, ça xerc stand, lê Sargonê II xût haqas zêr xudanên Babîlonêra pêşkêş kiribû. Frakyayêda, ser têrîtoriya Pangêyayê kîderê ku zêr destdixistin, bona padşê Makedonî, Fîlîpoyê II (359-336 B.D.M.) her sal 28 ton zêdetir zêr destdixistin.
Çaxê kurê Fîlîpo, Îskenderê Mezin (336-323 B.D.M.) şeherekî Farisa, Sûsa zeft kir, ewî ji wêderê weke 1 180 ton zêr zeftî xwe kir, lê ji temamiya Farisê weke 7 000 ton zêr derxist. Hergê em vê yekê beramberî elametiya ji Kitêba Pîroz derheqa zêrên Silêman Padşa bikin, emê bivînin ku ev elametî rast e.
(1 Padşatî 10:10, ÎM) Şahbanûya [jin-padşa] Sebayê, sed û bîst telant zêr, gelek biharat û kevirên hêja da padşa. Wê haqas pir biharat dabû Silêmanê Padşa ku careke din haqas biharat nehat.
(1 Padşatî 10:14, ÎM) Giraniya zêrê salekêda Silêmanra hatibû 666 telant bû.
(Metta 25:1-15) Hingê Padşatiya Ezmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzên bikir çirên xwe hildan pêşiya zevêda çûn. 2 Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfem. 3 Bêfema çirên xwe hildan, lê rûn xwera hilnedan, 4 lê serwaxta tevî çira rûn jî derdanada xwera hildan. 5 Gava zeva derengî ket, hemû jî hênijîn û xewra çûn. 6 Nîvê şevê dengek hat: ‘Va ye zeva tê! Pêşiya wîda herin!’ 7 Hingê hemû bikir rabûn çirên xwe saz kirin. 8 Bêfema gote serwaxta: ‘Ji wî rûnê xwe bidine me jî, çimkî çirên me vêdisin’. 9 Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‘Na xêr, ev rûn wê têra me û we neke. Qenc e ku hûn herine cem yên ku difiroşin xwera bikirin’. 10 Gava ew çûn bikirin, zeva hat û ewên hazir tev wî ketine dewatê û derî hate girtinê. 11 Paşê bikirên din hatin û gotin: ‘Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!’ 12 Lê ewî caba wan da got: ‘Ez rast wera dibêjim, ez we nas nakim’. 13 Awa hişyar bimînin, çimkî hûn ne roja hatina Kurê Însan zanin, ne jî sihetê. 14 Wî çaxî Padşatiya Ezmana wê mîna vê yekê be: Merivek ku wê derketa rêwîtiyê, gazî xulamên xwe kir û hebûka xwe sparte wan. 15 Pênc telant dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî, her kesîra weke qewata wî û zû rêket çû.
12-18 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 11-12
“Bi Bîlanî Xwera Hevalzewac Bijbêre”
“Kê Aliyê Yehowa ye?”
7 Em ji serhatiya Silêman Padşa dikarin dersê xwera hildin. Cahiltiyêda, Silêman timê rêberiya Yehowa digeriya. Yehowa bîlanî da wî û şixul da, wekî ew paristgeha mezin Orşelîmêda ava ke. Lê wede derbaz bû, Silêman dostiya xwe tevî Yehowa unda kir (1 Padş. 3:12; 11:1, 2). Qanûna Xwedê qedexe dikir ku padşa xwera “kulfet zêde ke”, çimkî “dilê wî” dikaribû bixalifiya (Qan. Dcr. 17:17). Lê Silêman ew qanûn pişt guhê xweva avît, û axiriyêda 700 jinên wî û 300 cariyên wî hebûn (1 Padş. 11:3). Gelek jinên wî ji miletê Îsraêlî nîbûn, û xudanên qelp dihebandin. Û Silêman bi vê yekê jî gura qanûna Xwedê nekir ku jinên xerîb stand (Qan. Dcr. 7:3, 4).
Çawa Miqatî Dilê Xwe bin?
6 Şeytan dixwaze wekî em bibine mîna wî, dêmek bibine raber, yên ku prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêjin û pey xwestinên xwe dikevin. Rast e Şeytan nikare zorê me bike, wekî em mîna wî bifikirin yan jî mîna wî bikin, lê ew dixwaze cûrekî mayîn me berbi vê yekê bive. Besa xeberê, ew me dike nava wan meriva, dilê kîjana jî ewî îda xirab kiriye (1 Yûhn. 5:19). Ew hîviyê ye, wekî em wedê xwe tevî wan meriva derbaz kin, û pişt guhê xweva bavêjin vê prînsîpê, kîderê tê gotinê wekî hevaltiya xirab fikir û kirên me “xirab dike” (1 Korn. 15:33). Silêman Padşa kete hema telikeke usa. Ewî gelek jinên pûtparist stand, û ewana usa qayîm ser wî hukum bûn, ku hêdî-hêdî dilê wî ji Yehowa dûr xistin (1 Padş. 11:3).
“Kê Aliyê Yehowa ye?”
9 Lê Yehowa tu car ser xirabiyê çevê xwe danade. Kitêba Pîroz dibêje: “Hêrsa Yehowa rabû ser Silêman, çimkî dilê wî ji Yehowa dûr ketibû . . . , yê ku du cara xwe wîra eyan kiribû û wî şîret kiribû, wekî ew pey xudanên din neçe. Lê Silêman temiya Yehowa xwey nekir”. Axiriyêda, ewî qebûlkirin û kerema Xwedê unda kir. Zuretên Silêman hukumtiya ser temamiya Îsraêlê unda kirin, û bi seda sala gelek xezeb didîtin (1 Padş. 11:9-13, DT).
Xizna Kitêba Pîroz
Ewî Dikaribû Keremên Xwedê Bistanda
Rehobowam ordiya xwe hazir kir, wekî miqabilî cimeta raber derkeve. Lê Yehowa kete nava wî şixulî û bi Şemaya pêxember jêra got: “Hûnê dernekevin û li dijî birayên xwe lawên Îsraêlra cengê [şer] nekin; vegerin, bira her kes here mala xwe! Ji ber ku ev tişt ji min bû!” (1 Padş. 12:21-24).
Bidine ber çevê xwe, Rehobowam dibeke çiqas berxwe ket, çaxê ew yek bihîst. Diqewime ew xwera difikirî ku cimet wê çi bêje, ne ewî ewana dane tirsandinê ku wê wana pê qamçiya ceza ke, lê niha jî tiştekî nikare bike (Beramber kin 2 Dîrok 13:7.) Yeke Rehobowam ordiya xweva “gotina Xudan guhdarî kirin û li gor gotina Xudan vegeriyan û riya xweva çûn”.
Em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Wê aqilayî be, wekî em timê gura Xwedê bikin, hingê jî hergê bona vê yekê meriv wê qerfa me bikin. Çaxê em gura Xwedê dikin, em qebûlkirin û keremên wî distînin (Qan. Dcr. 28:2).
Lê Rehobowam çi kerem sitand ku gura Xwedê kir? Ewî dîsa jî padşatiya xwe berdewam kir ser bereka Cihûda û Binyamîna. Xêncî vê yekê, ewî destpêkir têrîtoriya xweda şeherên teze ava ke. Ewî ew şeher “bi zêdeyî zeximand [qewî kir]” (2 Dîr. 11:5-12). Ya lape ferz ew bû, ku hingê ewî gura qanûnên Yehowa dikir. Çaxê padşatiya deh berekî destpêkir xudanên qelp bihebîne, ji wêderê gelek meriv çûne Orşelîmê, seva hebandina rastda piştgiriya Rehobowam bikin (2 Dîr. 11:16, 17). Rehobowam gura Yehowa kir û lema jî padşatiya wî qewî bû.
(1 Padşatî 12:21-24, ÎM) Gava Rehovam hat Orşelîmê, ji temamiya Mala Cihûda û Eşîra Binyamîn sed û heyştê hezar leşkerên bijare dan hev ku li dijî [miqabilî] Mala Îsraîl şer bikin û padşayê li Rehovamê kurê Silêman vegerînin. 22 Lê peyva Xwedê zilamê Xwedê Şemayara hat û got: 23 “Rehovamê kurê Silêmanê Padşê Cihûdayê û temamiya Mala Cihûda û Binyamîn û yên mayîn yên dinra bêje: 24 ‘Xudan aha dibêje: Hûnê ranebin û li dijî birayên xwe Îsraîliya şer nekin. Vegerin, bira herkes here mala xwe! Çimkî ev karê min bû’”. Wan guh da gotina Xudan. Ew li gorî gotina Xudan vegeriyan.
(Metta 25:16-34) Ewê ku pênc telant standibûn, pêra-pêra çû bi wan kirî û firot, pêncên din jî qazinc kirin. 17 Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyên din jî qazinc kirin. 18 Lê ewê ku telantek standibû, çû erd kola û zîvê axayê xwe têda veşart. 19 Pey gelek wextra axayê wan xulama hat û xwest heqhesabê xwe tevî wan rast ke. 20 Ewê ku pênc telant standibûn pêşda hat, pênc telantên mayîn jî anîn û got: ‘Axayê min, te pênc telant dabûne min. Min ser wanda pêncên din jî qazinc kirin’. 21 Axayê wî gotêda: ‘Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştên hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikeve şayiya axayê xwe!’ 22 Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‘Ez xulam! Te du telant dabûne min. Min duduyên din jî li ser wanda qazinc kirin’. 23 Axayê wî gotê: ‘Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştên hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikeve şayiya axayê xwe!’ 24 Lê ewê ku telantek standibû hat û got: ‘Axayê min, min zanibû ku tu merivekî hişk î. Ji wî ciyê te neçandiye didirûyî û ciyê ku te ne reşandiye berev dikî. 25 Ez jî tirsiyam û çûm telantê te erdêda veşart. Hanê malê te tera be’. 26 Axayê wî lê vegerand û gotê: ‘Xulamê xirab û xweranedîtî! Te zanibû ez ji wî ciyê ku min neçandiye didirûm û ji wî ciyê ku min nereşandiye berev dikim, 27 te çima zîvê min neda serafa û ez bihatama min malê xwe bi selef bistanda? 28 Niha telant ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe telantên wî hene. 29 Çimkî yê kê ku heye, wîra wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kê ku tune, çi heye jî wê jê bê standinê. 30 Lê ew xulamê bêkêr bavêjine teriya derva. Li wir wê bibe girî û çirke-çirka dirana’. 31 Gava Kurê Însan tevî hemû milyaketa û rûmeta xweva bê, hingê wê ser textê xweyî rûmetê rûnê 32 hemû milet wê li ber wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne. 33 Ewê pêz li milê xweyî rastê bide sekinandinê, lê bizina li milê xweyî çepê. 34 Hingê Padşa wê yên li milê xweyî rastêra bêje: ‘Werin bimbarekbûyiyên aliyê Bavê minda! Ew Padşatiya ku bona we ji wextê efirandina dinyayêda hazir bûye war bin.
19-25 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 13-14
“Çira Gerekê Razî bin û Milûk bin?”
w08 15/8 8 ¶4
Bira Dilê Te bi Temamî Yehowara Amin be
4 Paşî vê yekê Yerovam dibêje pêxemberê Xwedêyê rastra: “Were em herin malê tiştekî bixwin. Ezê diyariyekê jî bidime te” (1 Padş. 13:7, ÎM). Gelo ew pêxember wê çi bike? Gelo ew gerekê vê teglîfa padşê qebûl ke, kîjanîra ewî dîwana Yehowa elam kiribû? (Zeb. 119:113) Yan ew gerekê teglîfa wî înkar ke û dîna xwe nede ser vê yekê ku tê bêjî padşa tobe kiriye? Hemikî Yerovam dikaribû wî merivî xelat ke, yê ku dilê wî dihat. Hergê dilê pêxemberda hizkirin hindava hebûkê hebûya, ev teglîfa padşê wê jêra bibûya telik. Çi jî hebû, Yehowa temî da pêxemberê xwe: “Ne nên bixwî, ne avê vexwî û ji riya ku çûyî jî venegerî”. Lema jî pêxember padşara dibêje: “Tu nîvê malê xwe jî bidî min, ez bi tera nayêm. Li vir ezê ne nên bixwim, ne jî avê vexwim”. Û paşê ew ji Beytelê rêke dinra diçe (1 Padş. 13:8-10, ÎM). Ew kirê vî pêxemberî, derheqa aminiya bi dilê tam çi dibêje? (Rom. 15:4)
w08 15/8 11 ¶15
Bira Dilê Te bi Temamî Yehowara Amin be
15 Em ji şaşiya vî pêxemberê ji Cihûdayê çi hîn dibin? Metelok 3:5-da tê gotinê: “Bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser hişê xwe”. Dewsa ku xwe bispêre Yehowa çawa berê, vî pêxemberî îtbariya xwe da ser hişê xwe. Ev şaşî giran ser wî rûnişt, ewî emirê xwe û navê qenc ber Xwedê unda kir. Eva bona me derseke mezin e! Ew serhatî me hîn dike, wekî xweserî xwe nîbin û bi aminî Yehowara xizmet kin.
w08 15/8 9 ¶10
Bira Dilê Te bi Temamî Yehowara Amin be
10 Pêxemberê ji Cihûdayê gerekê fem kira, wekî ew pêxemberê kal lê dixapîne. Ewî dikaribû pirsê bide xwe: “Hergê Yehowa dixwest temîke teze bide min, çira ewî melekê xwe şande cem kesekî din?” Pêxember dikaribû ji Yehowa bipirse hela çi bike, lê ji Kitêba Pîroz nayê kifşê wekî ewî bona rêberî dua kiribû. Dewsa vê yekê, ew tevî vî pêxemberê qelp “vegeriya, li mala wî nan xwar û av vexwar”. Ew yek Yehowa xweş nehat. Gava ev pêxemberê ku hate xapandinê derket ser riya berbi Cihûdayê, rêva ew rastî şêrekî hat û şêr ew li wir kuşt. Rastî jî axiriya çiqas xirab e! (1 Padş. 13:19-25)
Xizna Kitêba Pîroz
w10 1/7 29 ¶5
Ew Dilê Merivada Tiştên Baş Digere
Lê ya lape ferz, giliyên ji 1 Padşatî 14:13 mera derheqa xeyseteke Yehowa gelek bedew eyan dikin, û nîşan dikin wekî ew dilê merivada dîna xwe dide ser çi. Bînin bîra xwe ku Yehowa dilê Ebîyada tiştekî baş dît. Ça tê kifşê Yehowa dilê Ebîya lêkolîn dikir, heta ku tiştekî baş têda dît. Zandarekî got wekî ew nava malbeta xweda, ça bêjî “nava qûça kevirada” mîna durekî bû. Yehowa tiştekî baş ku dilê Ebîyada hebû, qîmet kir, û bona vê yekê wî xelat kir. Ji temamiya malbeta wîye xirab û nepakda, Yehowa rema xwe tenê hindava wî da kifşê.
(1 Padşatî 14:13, ÎM) Wê temamiya Îsraîlê şîna wî bike û wî veşêre. Ji Mala Yarovam wê tenê ew bikeve gorê. Çimkî ji Mala Yarovam kesê ku dilê Xwedayê Îsraîl Xudan pê xweş bû, ew bû.
(Metta 25:35-46) Çimkî ez birçî bûm we xwarin da min, ez tî bûm we av da min, ez xerîb bûm we ez qebûl kirim, 36 ez tezî bûm we ez kinc kirim, ez nexweş bûm hûn ser minda hatin, ez kelêda bûm hûn hatine cem min’. 37 Hingê yên rast wê wîra bêjin: ‘Xudan, me kengê tu birçî dîtî û xwarin daye te? Yan me tu tî dîtî û av daye te? 38 Me kengê tu xerîb dîtî û tu qebûl kirî, yan jî tu tezî dîtî û tu kinc kirî? 39 Kengê me tu nexweş yan kelêda dîtî û em hatine cem te?’ 40 Padşayê jî wanra bêje: ‘Ez rast wera dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birên mine yê herî biçûk yekîra kir, we minra kir’. 41 Hingê ewê yên milê xweyî çepêra bêje: ‘Nifirlêbûyîno! Dûrî min herin nava agirê hetahetayê, ku bona Mîrêcin û milyaketên wî hazir bûye. 42 Çimkî ez birçî bûm we xwarin neda min, ez tî bûm we av neda min, 43 ez xerîb bûm we ez qebûl nekirim, ez tezî bûm we ez kinc nekirim, ez nexweş û kelêda bûm hûn ser minda nehatin’. 44 Hingê ewê wîra bêjin: ‘Xudan! Me kengê tu birçî yan tî, yan xerîb, yan bê sitar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkarî neda te?’ 45 Wî çaxî ewê caba wan bide û bêje: ‘Ez rast wera dibêjim, heger we qencî ji evên herî biçûk yekîra nekir, we minra jî nekir’. 46 Û evê herine cefê heta-hetayê, lê yên rast wê herine jiyîna heta-hetayê”.
26 ÎLONÊ–2 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 15-16
“Asa Mêrxasî Da Kifşê, lê Tuyê Çi Bikî?”
w12 15/8 8 ¶4
“Bona Kirên Xwe Hûnê Bêne Xelatkirinê”
Çaxê padşatiya Îsraêlê ser du padşatî parevebû, nava 20 salada Cihûda kete nava pûtparistiyê. Gava Asa sala 977 B.D.M., bû padşa, hingê hebandina xudanên berdayînê yên Kenaniya, kete nava padşatiyê jî. Lê Kitêba Pîrozda derheqa serwêrtiya Asa tê gotinê, wekî ewî çi ku “çevê Xwedayê xwe Xudanda qenc û rast e kir”. Ewî “pêşkêşên biyan û ciyên bilind rakir û kevirên çikandî şkênandin û Aşêra jêkir” (2 Dîr. 14:2, 3). Xêncî vê yekê, ewî ji padşatiya Cihûdayê berî mêrên qav da, yên ku homosêksûalî kiribûne para hebandinê. Lê Asa ser vê yekê nesekinî. Ewî cimet hêlan kir, wekî Xwedêyê kal-bavên xwe, Yehowa bigerin, û qanûn û temiyên Wî bînin sêrî (1 Padş. 15:12, 13; 2 Dîr. 14:4).
Bi Hemûya Dilê Xwe Yehowara Xizmet kin
7 Her kes ji me dikare xwe bicêribîne, hela dilê me bi temamî Yehowara amin e yan na. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez timê gura Yehowa dikim? Gelo ez çi dikim seva hebandina rast û ruhaniya civatê temiz xwey kim?” Bifikirin derheqa serhatiya Asa. Ewî mêrxasiya gelek mezin da kifşê çaxê miqabilî pîrika xwe Maaka derket, ya ku diya padşa bû! Cara dibeke tu jî mîna Asa rastî derecên usa bêyî ku tera mêrxasî lazim bê. Mesele, bide ber çevê xwe, merivê teyî nêzîk yan jî hevalê te gune kiriye, lê gunê xwe nayne rûyê xwe û gerekê ji civatê bê derxistinê. Tuyê çi bikî, gelo tuyê dîsa tevî wî merivî hevaltiyê bikî? Gelo hingê dilê te wê te berbi çi hêlan ke?
it-1 184-185
Asa
Rast e cara bîlanî û serwaxtiya Asa aliyê ruhanîda kêm bû, lê eşkere ye wekî hunurên wîye baş û ev yek ku ewî piştgiriya pûtparistiyê nedikir, ser şaşiyên wîra bûn. Lema jî wî hesab dikirin ça yek ji padşên Cihûdayêye amin (2 Dr. 15:17). Wedê padşatiya wî, ku 41 sala kişand, bi temamî yan jî nîvîda 8 padşên Îsraêlî serwêrtî dikirin: Yerovam, Nadab, Baaşa, Ela, Zîmrî, Omrî, Tîbnî, (yê ku miqabilî Omrî derket, û ser pareke Îsraêlî serwêrtî dikir) û Ahab (1 Pd. 15:9, 25, 33; 16:8, 15, 16, 21, 23, 29). Paşî mirina Asa, kurê wî Yehoşefat bû padşa (1 Pd. 15:24).
Xizna Kitêba Pîroz
w98 15/9 21-22
Xwedê bona Te Rêalî ye?
Mesele, bixûne pêxembertiya derheqa cezaya bona avakirina Erîhayê, û dîna xwe bide çawa ew hate sêrî. Kitêba Yêşû 6:26-da tê gotinê: “Û paşê vêya Yêşû bi vî avayî sondê xwar: Yê ku ji nûva bixwaze vî bajarî, Erîhayê ava bike, bira rastî naleta [nifira] Xudan were! Yê ku xwe li vêya rakişîne, wê berdêla lawê xweyî mezinda bingehê bavêje, wê berdêla lawê xweyî herî biçûkda jî deriya têxe ciyê wan!” Ew pêxembertî weke 500 sal şûnda hate sêrî, çawa ku Kitêba Pîrozda em dixûnin: “Padşatiya Ahavda Hiyêlê Bêt-Êlî bajarê Erîhayê ji nûva ava kir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Yêşûyê kurê Nûn gotibû, gava ewî bingeha bajêr danî, kurê wîyê mezin Avîram û gava dergehên bajêr danî, kurê wîyê biçûk Segûv mir” (1 Padş. 16:34, ÎM). Tenê Xwedayê rast dikaribû evê pêxembertiyê bida nivîsarê û hin jî usa bikira wekî ev bê sêrî.
(1 Padşatî 16:34, ÎM) Padşatiya Ahavda Hiyêlê Bêt-Êlî bajarê Erîhayê ji nûva ava kir. Li gorî gotina Xudan ku bi riya Yêşûyê kurê Nûn gotibû, gava ewî bingeha bajêr danî, kurê wî yê mezin Avîram û gava dergehên bajêr danî, kurê wî yê biçûk Segûv mir.
(Metta 26:1-16) Gava Îsa ev hemû xeber xilaz kirin, şagirtên xwera got: 2 “Hûn zanin ku wê du roja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurê Însan wê bê dayînê ku bê xaçkirinê”. 3 Hingê serekên kahîna û rûspiyên cimetê seraya serekkahînda ku navê wî Qeyafa bû civiyan 4 û li hev şêwirîn ku Îsa dizîva bi fêlbaziyê bigirin, bikujin. 5 Lê wana digot: “Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimet ranebe ser niga”. 6 Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimhûnê kotîda bû, 7 kulfeteke ku derdaneke wêye alabastirêyî rûnê bînxweş hebû, hate cem wî û çaxê ew li ser sifrê rûniştibû, ewê ew rûn rête ser serê wî. 8 Gava şagirta ev yek dît, li wan xweş nehat û gotinê: “Çima eva ziyana bû? 9 Eva rûna wê qîmetekî biha bihata firotanê û feqîrara bihata belakirinê”. 10 Lê ew yek Îsava eyan bû û wanara got: “Çima hûn xatirê wê kulfetê dikevin? Ewê tiştekî qenc bona min kir. 11 Feqîrê her gav tevî we bin, lê ezê her gav tevî we nîbim. 12 Ewê bona definkirina min ew rûn rête ser bedena min. 13 Ez rast wera dibêjim, dinyayêda kîderê eva Mizgîniya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê”. 14 Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekên kahîna 15 û got: “Hûnê çi bidine min, wekî ez wî bidime destê we?” Û wana sî zîv jêra soz dan. 16 Ji wir şûnda ew mecalekê digeriya ku çawa Îsa bide destê wan.
3-9 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 17-18
“Heta Kengê Hûnê Bikulin?”
Baweriya Xwe Xwedê Bînin bi Bîlanî Safîkirina Bikin!
6 Çaxê Îsraêlî Erdê Sozdayîda cîwar bûn, wana gerekê bijartina gelek ferz bikirana: Yan Yehowara xizmet kin yan xudanên dinra (Bixûne Yêşû 24:15). Dikare bê kifşê ku ew safîkirineke hêsa bû, lê bi rastiyê emirê wan vê safîkirinêva girêdayî bû. Îsraêliya wedê Hakima gelek car bijartinên neaqilayî dikirin. Wana pişta xwe didane Yehowa û xudanên qelp dihebandin (Hakim. 2:3, 11-23). Paşê, wedê Êlyas pêxember, cimeta Xwedê dîsa ber bijartinê bû. Wana gerekê safî kira: Yan Yehowa bihebînin yan jî xudanê qelp Bael (1 Padş. 18:21). Lê Îsraêlî dudilî dibûn ku kêra xizmet kin û lema jî Êlyas ewana sûcdar kirin. Alîkîva binihêrî, ew bijartina hêsa bû, çimkî xizmetkirin Yehowara timê karê tîne. Hin jî merivê bîlan wê tu car xwe li xudanê bêkêr negire. Lê Îsraêlî “herdu alîva” dikuliyan û nikaribûn bijartin bikirana. Êlyas ewana şîret kirin wekî Xwedayê rast bihebînin, dêmek Yehowa.
ia 88 ¶15
Ewî Qayîm Xwe Baweriya Rast Girtibû
15 Kahînên Bael destpêkirin diha qayîm bikine qîrîn û “li gora edeta heta ku ji wan xûn birije bi şûr û rima xwe birîndar kirin”. Lê ev yek badîhewa bû, çimkî “ne deng hebû, ne bersivek [cabek]. Kesî guhdariya wan nedikir” (1 Padş. 18:28, 29, ÎM). Bael rêalî nîbû. Mîrê-cina xwexa ew ji ber xwe derxist, wekî cimetê dûrî Yehowa xe. Îro jî usa ne, hergê meriv Yehowa nakine Xwedayê xwe, ewana wê eseyî poşman bin û şermî bimînin (Zebûr 25:3; 115:4-8 bixûne).
ia 90 ¶18
Ewî Qayîm Xwe Baweriya Rast Girtibû
18 Pêşiya vê yekê heta Êlyas dua kir, meriv hê dikaribûn bifikirin, wekî orta Yehowa û Baelda firqî tune, lê paşî dua her tişt zelal bû. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Agirê Xudan daket û qurbana şewitandinê, êzinga, kevira û axê xwar. Ewî ew qedandin û ava çelêda jî ziha kir” (1 Padş. 18:38, ÎM). Rastî jî ew cab keremeteke mezin bû! Lê gelo cimet paşî vê yekê xwe ça da kifşê?
Xizna Kitêba Pîroz
w08 1/4 19, çargoşe
Ew Hişyar Dima û Hîviyê bû
Wedê Êlyas Hişkayî Çiqas Wext Dikişand?
Êlyas pêxember Ahab padşara elam kir, wekî hişkayî ku gelek wext kişandiye, wê zûtirekê xilaz be. Hergê em hesab kin ji roja gava Êlyas cara pêşin derheqa hişkayê elam kir, ew yek sala sisiyada qewimî (1 Padş. 18:1). Çaxê Êlyas derheqa vê yekê got, Yehowa paşî vê yekê baran barand. Hinek dikarin bifikirin, wekî hişkayî sala sisiyada xilaz bû û lema jî sê sala kêmtir kişand. Lê Îsa Mesîh û Aqûb digotin ku hişkayî “sê sal û şeş meha” kişandibû (Lûqa 4:25; Aqûb 5:17). Gelo wira şaşî heye?
Na. Hişkayî wedê Îsraêla berê gelek wext dikişand, weke 6 meha. Gava Êlyas derheqa hişkayê Ahabra elam kir, ew hişkayî îda gelek wext kişandibû û îda zirarekî mezin anîbû. Dêmek, ji destpêka hişkayê îda weke şeş meh derbaz bibû. Lema jî gava Êlyas elam kir wekî hişkayî wê kuta be, ew îda sê sal û nîva kişandibû. “Sê sal û şeş meh” xilaz bûn, gava cimet ser çiyayê Karmelê top bibû, û wêderê ewana bûne şedên cêribandineke mezin.
Usa jî were bifikirin ku kengê Êlyas derheqa hişkayê Ahabra elam kir. Cimetê bawer dikir wekî Bael, ew heye xudanê “siyarê ser ewira”, yê ku baran dibarîne û hişkayê kuta dike. Hergê hişkayî hê zêde dikişand ne ku çiqas ew gerekê bikişanda, wana dipirsî: “Ku ye Bael? Kengê ewê baran bibarîne?” Êlyas got wekî ne avî, ne jî baranê bibare, heta ku ew xwexa elam neke derheqa xilaziya hişkayê. Bi vê elametiyê ça bêjî aveke kel ser serê xizmetkarên Baelda kirin (1 Padş. 17:1).
(1 Padşatî 18:1, ÎM) Piştî demeke dirêj, sê saliya xelayêda gotina Xudan Êlyasra hat û got: “Here xwe nîşanî Ahav bide. Ezê baranê bibarînim ser axê”.
(Metta 26:17-32) Li roja pêşine Cejina Nanê Şkeva, şagirt hatine cem Îsa û jêra gotin: “Tu li ku dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em tera hazir kin?” 18 Ewî jî got: “Herine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ‘Dersdar dibêje: Roja min nêzîk e. Ezê tevî şagirtên xwe mala teda Cejina Derbazbûnê derbaz kim’”. 19 Û şagirta usa kir, çawa ku Îsa wanara emir kiribû û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin. 20 Êvarê tev her donzdeha ser sifrê rûnişt. 21 Gava wana hê dixwar, Îsa got: “Ez rast wera dibêjim, yekî ji we wê nemamiya min bike”. 22 Şagirt gelekî ber xwe ketin û her yekî ji wan gote wî: “Xudan, dibe ku ez im?” 23 Ewî li wan vegerand û got: “Ewê ku periyê xwe tevî min tasêda kir, ewê nemamiya min bike. 24 Rast Kurê Însan wê usa here çawa ku bona wî hatiye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamiya Kurê Însan bike! Wîra hê qenc bû ku ew qet dinê neketa”. 25 Cihûdayê ku wê nemamiya wî bikira, lê vegerand û gotê: “Dersdar, dibe ku ez im?” Îsa wîra got: “Te bi devê xwe got”. 26 Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: “Han hildin bixwin. Eva bedena min e”. 27 Peyra kas hilda şikirî da, da wan û wanara got: “Hûn hemû jî ji vê vexwin, 28 eva xûna min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunên geleka tê rêtinê. 29 Lê ez wera dibêjim, îdî ez ji vir şûnda ji berê vê mêwê venaxwim, heta wê roja ku ezê tevî we Padşatiya Bavê xweda ji ya nû vexwim”. 30 Paşê wana zebûrek stira, derketin çûne çiyayê Zeytûnê. 31 Hingê Îsa wanara got: “Îşev hûn hemûyê jî ji min pişk bin herin, çimkî nivîsar e: ‘Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be’. 32 Lê gava ku ez ji mirinê rabim, ezê berî we herime Celîlê”.
10-16 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 19-20
“Dilbîniyê ji Yehowa Bistîne”
Tengasiyada Îtbariya Xwe Yehowa Bînin
5 Bixûne 1 Padşatî 19:1-4. Êlyas tirsiya, çaxê Jin-padşa Îzabêl, got ku wê wî bikuje. Lema ew reviya Beer-şebayê. Ew usa dilteng bû, wekî “bona canê xwe mirinê dixwest”. Lê çira ewî xwe usa texmîn dikir? Êlyas merivekî gunekar bû, “xût merivekî mîna me bû” (Aqûb 5:17). Ew strêseke mezinda bû û qidûm ketibû, diqewime ewî tirê çare tune. Ça tê kifşê Êlyas difikirî, wekî hemû cefê wî, ku ewî bona hebandina rast dikir, pûç bû, û ku Îsraêlêda wê hal baş nebe, û ewî tirê tenê ew maye ji wan, yên ku Yehowara xizmet dikirin (1 Padş. 18:3, 4, 13; 19:10, 14). Dibeke em ecêbmayî dimînin, ku ew pêxemberê amin xwe usa texmîn dikir. Lê Yehowa halê wî rind fem dikir.
ia 103 ¶13
Ewî Dilbînî cem Xwedêyê Xwe Stand
13 Bi dîtina we Yehowa çi texmîn dikir, gava ser pêxemberê xweyî delal dinihêrî, yê ku beriyêda bin darê veleziyayî bû û xwera mirinê dixwest? Ew yek zelal e. Çaxê Êlyas xewra çû, melek destê xwe da wî, lê hişyar kir û gotê: “Rabe, xwarin bixwe”. Êlyas rabû û nanê germ xwar û cêreke avê ku ber wî bû, vexwar. Diqewime Êlyas melekra razîbûna xwe ne jî da kifşê. Kitêba Pîrozda tenê tê gotinê ku ewî nan ava xwe xwar û dîsa çû raza. Dibeke ew usa qidûm ketibû ku nikaribû xeber da jî. Lê çi jî hebû, melek dîsa wî hişyar kir, diqewime berbangê û gotê: “Rabe, xwarin bixwe. Çimkî riya ku tê herî, ji bo te pir dirêj e” (1 Padş. 19:5-7, ÎM).
ia 106 ¶21
Ewî Dilbînî cem Xwedêyê Xwe Stand
21 Vê serhatiyêda tê gotinê wekî Yehowa tu teşqeleke tebiyetêda nîbû. Êlyas zanibû ku Yehowa xudanekî qewata tebiyetê nîbû, mesele ça Bael, kîjanî ku hesab dikirin “siyarê ser ewira”, yê ku baran dibarand. Yehowa hemû qewatên tebiyetê efirandiye û eşkere ye, ku qewata wî ji qewata hemû efrînên wî zêdetir e. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku hela hê ezman û ezmanên ezmana jî têra wî nakin (1 Padş. 8:27). Gelo ew yek ça ser Êlyas hukum kir? Yehowa Xwedê kêleka wî bû, qewata kîjanî bê sînor e. Lema jî qe nelazim bû wekî Êlyas ji Ahab û Îzabêlê bitirse! (Zebûr 118:6 bixûne)
ia 106 ¶22
Ewî Dilbînî cem Xwedêyê Xwe Stand
22 Paşî agir, her tişt seqirî û Êlyas dengekî rihet û nerm bihîst. Evî dengî dîsa carek pirs da Êlyas û Êlyas cara duda dilê xwe wîra vekir. Bêşik, paşî vê yekê dilê Êlyas gelek rihet bû. Lê çi ku ew dengê rihet paşî vê yekê jêra got, diha zêde dilbînî da Êlyas. Yehowa Êlyas da bawerkirinê, wekî ew lê gelek qîmet dike. Lê çi cûreyî? Xwedê pêxemberê xwera eyan kir ku Îsraêlêda wê tevî xudanê qelp, Bael, çi biqewime. Bêşik, xizmetiya Êlyas badîhewa nîbû, çimkî Yehowa berdewam dikir qirara xwe bîne sêrî. Xêncî vê yekê ku ewî rêberiyên zelal da pêxemberê xwe, usa jî Yehowa wî da femkirinê ku ew qirara wîda roleke ferz dilîze (1 Padş. 19:12-17).
Xizna Kitêba Pîroz
w97 1/11 31 ¶2
Mesela Hizkirina Mezin û Aminiyê
Gelek xizmetkarên Xwedê hizkirina wî cûreyî didine kifşê. Hinek ji wan “erdên xwe” dihêlin, dêmek pê çi jî ebûra xwe dikin, seva ku van ciya mizgînî bela kin, kîderê hewcetî heye yan jî Beytelêda xizmet kin. Hinek jî derbazî welatekî din dibin, seva ku alîkariyê bidine avakirina avayên teşkîletê. Gelek jî hazir in şixulên nimiz bikin. Lê şixulê her xizmetkarekî Yehowa gelek qîmet e. Yehowa hemûya qîmet dike, yên ku bi dil û can wîra xizmet dikin û bona şixulên wî aliyê xweda tiştekî qurban dikin (Marq. 10:29, 30).
(1 Padşatî 19:19-21, ÎM) Êlyas rabû, ji wir çû û Êlîşayê kurê Şafat dît. Êlîşa li ber wî, bi donzdeh cotên ga cot dikir. Ew bi cotê donzdehra bû. Êlyas derbazî aliyê wî bû û ebayê xwe avêt ser wî. 20 Êlîşa ga hîştin, lezand da pey Êlyas û jêra got: “Hîvî dikim destûrê bide ez dê û bavê xwe ramûsim. Wê gavê ezê li pey te bêm”. Ewî jêra got: “Here û vegere, ma min rê li ber te girtiye?” 21 Çû, cotekî ga hilda û ew serjê kirin. Bi nîrê cot agir dada, goşt keland û da gel [cimetê]. Gel jî xwar. Piştre Êlîşa hat bal Êlyas û xizmeta wî kir.
(Metta 26:33-47) Petrûs lê vegerand û gotê: “Heger hemû jî ji te pişk bin herin, lê ez tu car ji te naçim”. 34 Îsa wîra got: “Ez rast tera dibêjim, hema îşev hê berî bangdana dîk, tê sê cara min înkar kî”. 35 Petrûs wîra got: “Heger cî bê, ezê tevî te bimirim jî, lê tu car te înkar nakim”. Hemû şagirta jî usa digot. 36 Hingê Îsa tevî wan çû wî ciyê ku jêra Gêtşemanî dibêjin û şagirtara got: “Vira rûnên, heta ez herim dera han dua bikim”. 37 Ewî tevî xwe Petrûs û her du kurên Zebedî hildan, keser hatê û ber xwe ket. 38 Hingê Îsa wanara got: “Dilê min haqas derd û keder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û tevî min hişyar bin”. 39 Hinekî pêşda çû xwe deverûya avît dua kir û got: “Bavê min! Heger dibe, bira ev kasa cefê ser minra derbaz be. Lê ne ku çawa ez dixwazim, lê bira xwestina te be”. 40 Paşê hate cem şagirta, ew razayî dîtin û gote Petrûs: “We nikaribû ku sihetekê hûn tevî min hişyar bimana? 41 Hişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekevine nava cêribandinê. Belê ruh razî ye, lê beden sist e”. 42 Careke din jî Îsa çû dua kir û got: “Bavê min! Heger nabe ku eva kasa cefê ji min derbaz be heta ku ez wê vexwim, bira emirê te be”. 43 Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, çevên wan ji xewê venedibûn. 44 Û ew hiştin çû, cara sisiya dua kir, dîsa ew xeber gotin. 45 Hingê hate cem şagirta û wanara got: “Hûn hela hê razayî ne û rihet dibin? Wext pêra gihîşt ku Kurê Însan bikeve destê gunekara. 46 Rabin em herin. Va ye ewê ku nemamiya min dike nêzîk bû”. 47 Ewî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tevî xwe ji aliyê serekên kahîna û rûspiyên cimetêda elaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.
17-23 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PADŞATÎ 21-22
“Çev Bidine Yehowa ku Ew Çawa Hukumê Xwe Dide Xebatê”
it-2 21
Yehowa Xwedêyê Ordiya
Gava Yêşû nêzîkî Erîhayê melek dît, û lê pirsî ku ew aliyê kê digire, aliyê Îsraêlê yan aliyê dijminên wî, melek usa caba wî da: “Ne yek jî. Ez fermandarê artêşa [ordiya] Xudan im” (Yêş. 5:13-15). Mîkaya pêxember Ahab û Yehoşefat padşara got: “Min Xudan li ser textê xwe rûniştî dît û min temamiya artêşa [ordiyên] ezmana li bal wî, li çep û rasta wî dît”. Wira xeberdan derheqa kurên Yehowayî ruhanî diçe (1 Pd. 22:19-21, ÎM). Ev yek ku wira xebera “artêşa” gelekanîda tê xebitandinê, zelal dike ku ordiyên ezmana ne tenê ser xerûba, serafa û meleka paravedibe (Îş. 6:2, 3; Dsp. 3:24; Ent. 5:11), lê usa jî kom bi kom sazkirî ne. Lema jî Îsa dikaribû bigota wekî hergê ew bixwaze wê “donzdeh ordiya zêdetir milyaket” bêne hewara wî (Mt. 26:53). Çaxê Hizqiya lavaya Yehowa dikir wekî alî wî bike, ewî got ku Yehowa Xwedayê ordiya, “Xwedayê Îsraêl ku li ser xerûba rûniştî ye”. Ça tê kifşê bi van giliya ewî besa sindoqa peymanê ku xerûb ser in, dikir, ku bi sîmbolîk textê Yehowayî ezmanî bû (Îş. 37:16; beramber kin 1 Sm. 4:4; 2 Sm. 6:2). Çaxê tirs ketibû ser xulamê Êlîşa, ewî mêrxasî stand gava xewn-xeyal dît. Ewî dît ku ser çiyayên der-dora şeherê zeftkirî, kîderê Êlîşa bû, pê “hespên agirî û erebeyên agirî tije bûye”, dêmek ev hebûn pareke ordîke Yehowa (2 Pd. 6:15-17, ÎM).
“Serê Her Mêrî Mesîh e”
9 Milûktî. Tu kes mîna Yehowa bîlan nîne. Lê dîsa jî, ew guh dide nihêrandinên xizmetkarên xwe (Destpêbûn 18:23, 24, 32). Ew îznê dide wan ku ewana fikrên xwe bêjin (1 Padşatî 22:19-22). Yehowa yekî bêqisûr e, lê ew bêqisûrtiyê ji me dewa nake, lê serda jî alî me dike wekî em pêşdaçûyî bin (Zebûr 113:6, 7). Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Yehowa “alîkar” e (Zebûr 27:9; Îbranî 13:6). Dawid Padşa zanibû ku ewî tenê bi saya milûktî û alîkariya Yehowa dikaribû cabdariyên xweye mezin bîne sêrî (2 Samûyêl 22:36).
it-2 245
Derewî
Yehowa Xwedê dihêle, wekî xalifandin hukum ke ser wan meriva, kê ku derewiyê hiz dikin, wekî ewana “baweriya xwe derewiyê bînin”, ne ku mizgîniya xêrê derheqa Îsa Mesîh (2 Ts. 2:9-12). Eva eşkere tê kifşê ser meselê, ya ku gelek qirne pêşda serê Ahab, Padşê Îsraêlê qewimî. Pêxemberên derew digotine padşê, wekî ewê Ramot-gîled alt ke, lê Mîkaya pêxemberê Yehowa got, wekî qeziya mezin hîviya Ahab e. Mîkayara bi xewn-xeyalê hate eyankirinê, wekî Yehowa îzin da efrînekî xweyî ruhanî, wekî ew bibe ruhê derewiyê ser zarê pêxemberên Ahab. Ew efirînê ruhanî usa ser wan hukum kir, wekî wana destpêkir ne ku rastiyê padşêra bêjin, lê ev yek çi ku xwexa dixwestin bigotana û çi ku padşa dixwest ji wan bibihê. Rast e Ahabra gotin wekî ev yek telik e, yeke ewî îtbariya xwe derewiyê anî û emirê xwe unda kir (1 Pd. 22:1-38; 2 Dr. 18).
Xizna Kitêba Pîroz
Çi ye bi Rastî Tobekirin?
4 Rojekê, sebra Yehowa îda xilaz bû. Lema, ewî Êlyas şand wekî fermana xwe Ahab û Îzabêlêra elam bike. Mala Ahab gerekê kokêva bihata qirkirinê. Ahab seva gotinên Êlyas gelek xemgîn bû. Lema, Ahabê babax xwe ber Xwedê şkênand (1 Padşatî 21:19-29).
5 Rast e Ahab xwe ber Xwedê nimiz kir, yeke kirên wî nîşan dikirin ku ewî ji dil tobe nekiribû. Mesele, ewî tiştekî nedikir wekî welatê xwe ji pûtparistiyê paqij ke. Usa jî, ewî piştgiriya hebandina Yehowa nedikir. Xêncî vê yekê, Ahab bi cûrekî mayîn jî nîşan dikir wekî ewî ji dil gunê xwe neanî rûyê xwe.
6 Rojekê, Ahab gazî Yehoşefat Padşa kir, wekî tevî wî miqabilî Sûryayê şer bike. Yehoşefat padşakî baş bû, yê ku xwe dispart Yehowa, lema ewî Ahabra got ku bira ew pêşiyê ji pêxemberekî Yehowa rêberiyê bixwaze. Sêrîda, Ahab ev yek qebûl nekir. Ewî got: “Yekî din jî heye. Em dikarin ji Mîkaya kurê Yîmla, bi riya wî jî ji Xudan bipirsin. Lê ez jê hiz nakim, çimkî li ser min qet pêxembertiya xêrê nake, lê pêxembertiya xirab dike”. Dîsa jî, wana ji Mîkaya pirsî û ewî bi rastî jî pêxembertiya xirab Ahabra got. Dewsa ku baxşandina Yehowa bixwaze, Ahab Padşa Mîkaya pêxember avîte kelê (1 Padşatî 22:7-9, 23, 27, ÎM). Lê Ahab nikaribû ji cezaya Yehowa bireviya, ku jêra pêşda hatibû gotinê, û Ahab şerda hate kuştinê (1 Padşatî 22:34-38).
(1 Padşatî 21:27-29, ÎM) Piştî gotinên Êlyas, Ahav cilê xwe veçirand, çûx li xwe kir û rojî girt. Nav çûxêda raza û da ser riya nefsbiçûkiyê. 28 Peyva Xudan Êlyasê Tîşbeyîra hat û got: 29 “Ahav çawa li ber min nimiz bû te dît? Madem li ber min nimiz bû, ezê rojên wîda xirabiyê neşînim. Lê ezê rojên kurê wîda xirabiyê bişînim ser mala wî”.
(Metta 26:48-62) Awa nemamê wî eşeret dabû wan û gotibû: “Ez kîjanî ku ramûsim, ew e, wî bigirin”. 49 Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: “Silav li te, dersdar!” û ramûsa. 50 Îsa wîra got: “Heval, tê çi bikî zû bike!” Wê gavê ew pêşda hatin, dest avîtine Îsa û ew girtin. 51 Yekî ji ewên ku tevî Îsa bû, rabû şûrê xwe kişand li xulamê serekkahîn xist û guhê wî pekand. 52 Wê gavê Îsa wîra got: “Şûrê xwe bike cî. Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here. 53 Te tirê ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim wekî pêra-pêra donzdeh ordiya zêdetir milyaket bigihîne min? 54 Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hemû aha bin?” 55 Wê gavê Îsa elaletêra got: “Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtiye, ku hûn bi dara û şûra hatine min bigirin? Ne ez her roj tevî we paristgehêda rûdiniştim min hûn hîn dikirin, lê we ez nedigirtim. 56 Lê ev hemû tişt qewimîn, ku nivîsarên pêxembera bêne sêrî”. Wê demê hemû şagirta ew hiştin û revîn. 57 Yên ku Îsa girtin, ew birine cem Qeyafayê serekkahîn, li wî ciyê ku qanûnzan û rûspî civiyabûn. 58 Petrûs jî dûrva heta hewşa serekkahîn pê-pê pey wî çû kete hindur û li nav nobedara rûnişt, ku bizanibe axirî wê çawa be. 59 Serekên kahîna û temamiya civîna giregira jî miqabilî Îsa şedetîke derew digeriyan ku wî bikujin, 60 lê nedîtin. Gelek şedên derew jî hatin, dîsa nedîtin. Paşê du şedên derew pêşda hatin 61 û gotin: “Evî got: ‘Ez dikarim paristgeha Xwedê hilşînim û nava sê rojada dîsa wê çêkim’”. 62 Serekkahîn rabû ser piya û wîra got: “Bona van şedetiya ku evana miqabilî te didin tu çima cabekê nadî?”
24-30 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 1-2
“Mesela Baş Hînkirinêda”
w15 15/4 13 ¶15
Rûspî Ça Birên Din Hîn Dikin wekî Ewana Hînkirî bin
15 Mesela Êlîşa usa jî nîşan dike, wekî ferz e îro bira qedirê rûspiyên cêribandî bigirin. Paşî wê yekê çaxê Êlîşa û Êlyas rastî komeke pêxemberên ji Erîhayê hatin, ewana çûne ber çemê Ûrdunê. Paşê “Êlyas cubba [kincê] xwe rahişt û wê li hev da û li avê xist û av bi vî alî û li wî alî bûn du parî”. Ewana her du jî derbazî ciyê ziha bûn, tevayî “dimeşiyan û diaxifîn [xeberdidan]”. Êlîşa rind guhê xwe dida hînkarê xwe, û berdewam dikir ji wî hîn dibû. Êlîşa tu car dişirmîş nedibû ku çiqasî zane bes e. Paşê Êlyas bi firtonê hilkişiya li ezmên, lê Êlîşa vegeriya berbi çemê Ûrdunê. Li wê derê ewî kinca Êlyas hilda û avê xist û got: “Xudanê Êlyas Xwedê [Yehowa] li ku derê ye?” Dîsa jî av bû du para (2 Padşatî 2:8-14).
w15 15/4 13 ¶16
Rûspî Ça Birên Din Hîn Dikin wekî Ewana Hînkirî bin
16 We dîna xwe dayê ku keremeta Êlîşaye ewlin hema usa jî bû çawa keremeta Êlyase paşin? Ji wê yekê em çi hîn dibin? Êlîşa tu car dişirmîş nebû wekî çimkî borcdarî îda ser wî ye, ew dikare bi cûrê xwe bike ne ku ça Êlyas dikir. Dewsê, ewî mêtoda Êlyas dida xebatê, û bi wê yekê ewî da kifşê qedir hindava hînkarê xwe, û evê yekê alî pêxemberên din kir ku îtbariya xwe Êlîşa bînin (2 Padşatî 2:15). Êlîşa weke 60 sala çawa pêxember qulix kir, û Yehowa qewat da wî ku ew hê zêde keremet bike ne ku Êlyas. Ji wê yekê em çi dersê hîn dibin?
Xizna Kitêba Pîroz
w05 1/8 9 ¶1
Fikirên Sereke ji Kitêba 2 Padşatî
2:11: Gelo kîjan bû ew ezman, kîjanîra “Êlyas bi bagerêra derket”, ÎM? Eva gerdûnêda cîkî başqe nîbû, ne jî ciyê ku efrînên ruhanî dijîn, mesele Xwedê û melek (Qanûna Ducarî 4:19; Zebûr 11:4; Metta 6:9; 18:10). “Ezman”, ser kîjanî Êlyas çû, ev hebû atmosfêra erdê (Zebûr 78:26; Metta 6:26). Ça tê kifşê ev ereba agirî ku ser vî ezmanîra derbaz bû, Êlyas bire cîkî dine ser erdê, kîderê ew hine wede dijît. Çend sal şûnda, Êlyas neme Yoram padşê Cihûdayêra nivîsî (2 Dîrok 21:1, 12-15).
(2 Padşatî 2:11, ÎM) Gava ew dimeşiyan û dipeyivîn, erebeyeke ji agir û hespên agirîn xuya bûn û herduya ji hev veqetandin. Êlyas bi bagerêra derket ezmana.
(Metta 26:63-75) Lê Îsa dengê xwe nekir. Serekkahîn dîsa wîra got: “Ez te bi Xwedêyê sax didime sondê. Mera bêje, tu yî Mesîh, Kurê Xwedê?” 64 Îsa gote wî: “Te bi devê xwe got. Lê ez wera dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurê Însan li kêleka Yê Herî Zor, li milê wiyî rastê rûniştî û li ser ewrên ezmên tê bibînin”. 65 Hingê serekkahîn kincên xwe qelaştin û got: “Evî kifirî kir! Îdî şede çî mera ne? Va ye we niha kifiriyê wî bihîst? 66 Weva çawa xuya dike?” Wana jî lê vegerand û gotin: “Wîra kuştin dikeve”. 67 Wê gavê tûyî rûyê wî kirin, bi kulma lêxistin, hineka jî şemaq lê didan 68 û digotinê: “Mesîh, pêxembertiyê mera bike, ka kî bû ku te xist?” 69 Wî çaxî Petrûs derva li hewşêda rûniştibû. Carîk hate cem wî û gotê: “Tu jî tevî Îsayê Celîlê bûyî”. 70 Lê ewî li ber hemûya înkar kir û got: “Ez nizanim tu çi dibêjî”. 71 Çaxê ew çû ber dergeh, yeke din ew dît û gote ewên ku li wir bûn: “Evê han jî tevî Îsayê Nisretê bû”. 72 Ewî dîsa bi sond înkar kir got: “Ez wî merivî nas nakim”. 73 Xêlekê şûnda ewên ku li wir bûn çûne cem Petrûs û gotinê: “Hebe-tunebe tu jî ji wan î, çimkî xeberdana te şedetiya te dide”. 74 Hingê ewî nifir xwe kir, sond xwar û got: “Ez wî merivî nas nakim”. Wê gavê dîk bang da 75 û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîra gotibû: “Berî bangdana dîk, tê sê cara min înkar kî”. Derkete derva û kele-kel giriya.
31 COTMEHÊ–6 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PADŞATÎ 3-4
“Kurê Xwe Bive”
“Ez Zanim . . . Ewê Rabe”
7 Serhatiya duda derheqa saxkirinê ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, derheqa Êlîşa pêxember e. Şûnemêda jinek dijît, yê ku bêzuret bû û mêrê wê îda emirda mezin bû. Ewê mêvanhiziya mezin Êlîşara da kifşê, û bona vê yekê Yehowa lê kerem kir û kur jêra bû. Çend sal derbaz bû, ew kurê wê mir. Bidine ber çevê xwe ku bona vê jinikê ew yek derdekî çiqas giran bû. Dilê wê usa dêşiya ku kerba ew 30 km rê çû, seva ku ser çiyayê Karmel Êlîşa bivîne. Êlîşa pêxember berdestiyê xwe Gehazî pêşiya xwe û vê jinikê, şande Şûnemê. Gehazî nikaribû ew gede ji mirinê rakira. Paşê diya gede ku dilşikestî bû, tevî Êlîşa hate mal (2 Padş. 4:8-31).
“Ez Zanim . . . Ewê Rabe”
8 Malda kîderê ku cinyazê wî gedeyî bû, Êlîşa dua kir. Yehowa duayê wî bihîst, û gede sax bû. Ji şabûnê nigê dê erd nedigirt ku kurê wê dîsa tevî wê bû! (Bixûne 2 Padşatî 4:32-37) Hingê dibeke ewê dayîkê giliyên Hannayê anî bîra xwe, çaxê jêra kur hate bûyînê. Hannayê çaxê kurê xwe Samûyêl bire konê pîroz, Yehowara duada got: “Xudan . . . dadixe warê miriya û hildikişîne” (1 Sam. 2:6). Xwedê ew gedê Şûnemê hilkişand, û îzbat kir ku qewata wî heye miriya ji mirinê rake.
Xizna Kitêba Pîroz
it-2 697 ¶2
Pêxember
“Lawên Pêxember”. Çawa ku kitêbekêda tê gotinê, xebera Îbranî “bên” (lawê) û “bênê” (lawên) dikare komeke meriva, civak yan jî berek bê hesabê (Gesenius’ Hebrew Grammar Oxford, 1952, p. 418). (Beramber kin Nm. 3:8, kîderê tê xebitandinê gilî-gotin ‘çêkerê melhema’ ku raste-rast tê hesabê ‘kurê çêkerên melhema’). Ji vê yekê tê kifşê ku xebera “lawên pêxembera”, dibeke dihate hesabê mekteb, kîderêda hîn dibûn ewên ku gerekê ça pêxember xizmet kirana, yan jî civaka pêxembera. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku komên usa Beytelêda, Erîhayêda û Gîlgalêda hebûn (2 Pd. 2:3, 5; 4:38; beramber kin 1 Sm. 10:5, 10). Ramayêda Samûyêl serkarê komeke usa bû (1 Sm. 19:19, 20), û ça tê kifşê rola Êlîşa jî ew bû (2 Pd. 4:38; 6:1-3; beramber kin 1 Pd. 18:13). Li gora Kitêba Pîroz wana xwera avayî ava dikir û hacet deynî hildidan, çi ku dibeke dide kifşê wekî ewana dewletî nîbûn. Gelek pêxember tevayî dijîtin û xwarin dixwarin, lê dibeke car-cara kesek ji wan diçû wekî şixulê xweye pêxembertiyê bîne sêrî (1 Pd. 20:35-42; 2 Pd. 4:1, 2, 39; 6:1-7; 9:1, 2).
(2 Padşatî 4:38) Û Êlîşa dîsa hat Gîlgalê. Û li welêt xela hebû û lawên pêxember li ber wî rûniştibûn û xulamê xwera got: Beroşa mezin dayne û lawên pêxemberra şorbê çêke.
(Metta 27:1-15) Gava sibeh safî bû, temamiya serekên kahîna û rûspiyên cimetê li hev şêwirîn ku Îsa çawa bidine kuştinê. 2 Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî. 3 Hingê Cihûdayê ku nemamiya wî kir, dît ku Îsa hate girtinê, poşman bû, ew sî zîv vegerande serekên kahîna û rûspiya 4 û got: “Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc”. Wana jî gote wî: “Çî mera ne? Tu zanî”. 5 Ewî jî ew zîv avîtine nav paristgehê, derket çû xwe xeniqand. 6 Serekên kahîna zîv hildan û gotin: “Ne rast e ku em van bikine nav xizna paristgehê, çimkî ew heqê xûnê ye”. 7 Hingê ew li hev şêwirîn û bi wan zîva Erdê Axînker kirîn, bona tirbên xerîba. 8 Lema ew erd heta îro jî “Erdê Xûnê” tê gotinê. 9 Hingê ew gotina bi zarê Yêremiya pêxember hate sêrî: “Sî zîv qîmet dan, weke wî qîmetê ku zarên Îsraêlê qayl bûn 10 û ew dane Erdê Axînker, çawa ku Xudan minra emir kir”. 11 Îsa ber welî sekinî, welî ji wî pirsî û got: “Tu yî Padşê cihûya?” Îsa wîra got: “Te bi devê xwe got”. 12 Lê çaxê serekên kahîna û rûspiya davîtine wî, ewî qet caba kesekî neda. 13 Hingê Pîlato wîra got: “Tu nabihêyî çiqas şikiyatê te dikin?” 14 Ewî dîsa caba kesekî neda, heta welî jî şaş ma. 15 Edetê welî bû ku li cejinêda bi xwestina elaletê girtîk wanra berda.