Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
© 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
7-13 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 21
Prînsîpên Kêrhatî bona Zewaca Bextewar
(Metelok 21:5)
5 Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne.
(Metelok 21:2)
2 Rîya her merivî li ber çevê wî rast kifş dibe, lê Xudan dila dide li ser mêzînê.
(Metelok 21:4)
4 Çevê kubar, dilê babax awa gotî çira rîya nepaka, gune ye.
(Metelok 21:19)
19 Qenc e merî çol-bestada bijî, ne ku tevî jina şerûd û bed.
w06 15/9 28 ¶13
“Şa be Tevî Jina Xweye Cahiltiyê”
13 Diqewime ji bo vê yekê ku jin-mêr hindava hevda baş nînin, zewaca wanda çetinayî pêşda bên. Vê derecêda ewana çi dikarin bikin? Seva ku çetinayên orta hevda safî kin, qewat lazim e. Mesele, dibeke wana xwera kiriye xeyset pê xeberên nebaş dilê hev bêşînin (Metelok 12:18). Ev yek dikare zirarê bide zewacê. Metelokeke Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Qenc e merî çol-bestada bijî, ne ku tevî jina şerûd” (Metelok 21:19). Hergê malbeta weda jî çetinayên usa hene, jin dikare ji xwe bipirse: “Gelo mêrê minra çetin e ziman minra bivîne?”. Kitêba Pîroz malxên malêra dibêje: “Mêrno, kulfetên xwe hez bikin, dilê wan neêşînin” (Kolosî 3:19). Malxê malê dikare pirseke usa bide xwe: “Gelo ez hindava jina xweda dilsarî didime kifşê, ji bo çi jî ev mecbûr dibe, ku dilbîniyê ji mêrên din bistîne?”. Rast e tu tişt nikare bênamûsiyê heq derxe, lê dîsa jî seva ku ev yek malbeta meda neqewime, em gerekê bi helalî dilê xwe hevdura vekin û çetinaya orta hevda safî kin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 21:13)
13 Kî tilîya dike guhê xwe ku dengê kesîb nebihê, ewê jî têke gazî û dengê wî neyê bihîstinê.
14-20 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 22
Prînsîpên Kêrhatî bona Mezinkirina Zara
(Metelok 22:3)
3 Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne.
(Metelok 22:6)
6 Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve.
(Metelok 22:15)
15 Axmaxtî dilê zarêva girêdayî ye, lê şiva şîretê wê yekê ji wî dûr dixe.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 22:29)
29 Te ew merivê şixulkarê xwe dîtîye? Ew li ber padşa disekine, ne ku li ber merivê bêkêr disene.
21-27 TÎRMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 23
Prînsîpên Kêrhatî Derheqa Îçkevexwarinê
(Metelok 23:20, 21)
20 Neçe nava vexwarîya, ne jî nava pirxurên goşt. 21 Çimkî yê vexwarî û pirxurî belengaz dibin û kincên ponijîya dipizinin.
(Metelok 23:29, 30)
29 Axîn ya kê ye? Waxîn ya kê ye? Şer-dew yê kê ne? Xem û xiyal yê kê ne? Birînên bêsebeb yê kê ne? Çevên sorbûyî yê kê ne? 30 Ew yê li ber şeravê ne, yên ku şerava tevhevkirî digerin.
(Metelok 23:33-35)
33 Hingê qeretûyê bêne li ber çevên te û dilê te jî wê tiştên bêtewşe bêje. 34 Tê bibî mîna yekî berêda paldayî û çawa yekî li ser serê bapêşa gemîyê razayî. 35 Tê bêjî: “Min xistine, ez ne êşîyame, ez dame li ber defa, min xwe dernexistîye. Ez kengê ser hişê xweda bim, wekî dîsa wê yekê bikim?”
(Metelok 23:31, 32)
31 Rengê şeravêyî sor nenihêre, çawa ew kasêda bi çeva dike û rîya xweda xweş-xweş diçe! 32 Ew mîna mera paşê digeze û mîna tîremer ew lê dide.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 23:15, 16)
15 Kurê min! Heger dilê te serwaxt e, dilê min jî şa dibe. 16 Gava ji devê te gotinên rast derên, ezê jî li nava xweda şa bibim.
28 TÎRMEHÊ–3 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 24
Xwe bona Derecên Çetin Hazir kin
(Metelok 24:5)
5 Merivê aqil zor dibe û merivê zane qewat dibe,
(Metelok 24:10)
10 Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu bêqewat î.
(Metelok 24:16)
16 çimkî, heger yê rast heft cara bikeve, wê dîsa rabe, lê nepakê xirabîyêda sersêrî bên.
(1 Padşatî 13:6, ÎM)
6 Padşa ji zilamê Xwedêra got: “Hêvî dikim, ji Xwedayê xwe Xudan lava bike. Ji bo min dua bike ku destê min li min vegere”. Zilamê Xwedê ji Xudan lava kir û destê padşa wekî berê baş bû.
16 Lema ber hev gunên xwe bidine rûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 24:27)
27 Tivdarekê şixulê der bike û erdê xwe li ser hevda bîne, paşê mala xwe çê ke.
4-10 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 25
Prînsîpên Kêrhatî bona Xeberdana Me
(Metelok 25:11)
11 Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî.
(Metelok 25:15)
15 Bi sebirê dilê mîr û bega nerm dibe û zarê şîrin hestûya hûrdexweşî dike.
(Metelok 25:25)
25 Mizgînîya ji welatekî dûr mîna ava sar e bona zarê çila.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 25:28)
28 Merivê ku nefsa xwe nikare, ew mîna bajarekî xirabeyî bêsûr e.
11-17 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 26
Xwe ji Kesê Axmax Dûr Bigire
(Metelok 26:1)
1 Çawa berf li havînê û baran li nandirûnê, usa jî qedir axmax nakeve.
(Metelok 26:3)
3 Qamçî bona hespa ye, qeyd bona kera ye, lê zoxal bona navmila axmaxa ye.
(Metelok 26:6)
6 Yê bi destê axmax xeberê dişîne, ew nigê xwe dibire û zirarê dikişîne.
it-2 729 ¶6
Baran
Demsal. Erdê Sozdayîda du demsalên sereke, havîn û zivistan bûn, ev hebûn wedê qije-qija tevê û baranê (Beramber ke Zb. 32:4; St.Sl. 2:11). Ji nîvê Nîsanê heta nîvê Cotmehê baran hindik dibarî. Dêmek wedê nandirûnê baran hindik dibarî. Metelok 26:1 dide kifşê, wekî baran wedê nandirûnê tişteke bêkêr û nelazim bû (Beramber ke 1 Sm. 12:17-19). Demsala baranê nayê hesabê, ku baran timê dibarî; paşî rojên ewrayî rojên usa jî hebûn, gava tev şewq dida. Lê dîsa jî ev wedekî sar bû, lema jî merivê ku dikete bin baranê û şil dibû, dicemidî (Ez. 10:9, 13). Rojên usada gava baran dibarî, merivê ku xwera cî-sitar didît, ji sermê dihate xweykirinê (Îş. 4:6; 25:4; 32:2; Îb. 24:8).
w87 1/10 19 ¶12
Şîret û Ceza Berên Baş Tînin
12 Çawa ku Metelok 26:3-da tê gotinê, cara hinekara şîretên diha sert lazim in: “Qamçî bona hespa ye, qeyd bona kera ye, lê zoxal bona navmila axmaxa ye”. Cara Yehowa dihîşt, wekî cimeta wî biçerçire ji bo wan çetinaya, kîjanada ewana xwexa neheq bûn, seva ku dilê wan milûk ke. Mesele, Zebûr 107:11-13-da tê gotinê: “Ew li ber gotinên Xwedê rabûn û şêwirên Yê Jorin bêhurmet kirin. Ewî jî pê halê giran dilê wan ta kirin, ew ketin, kesek tunebû dest bavîta wan. Hingê tengasîya xweda gazîya xwe Xudan anîn û Wî ew azad kirin ji xemên giran”. Lê yeke hine meriv serhişk bûn, lema jî tu ceza û şîret kar wanra nedianî: “Merivê li ber şîreta, gava serhişk dimîne derbekêra wê bişkê û dû-derman nebîne” (Metelok 29:1).
it-2 191 ¶4
Topalî
Xebitandina metelokada. Padşê bîlan Silêman, usa got: “Yê bi destê axmax xeberê dişîne, ew nigê xwe dibire [xwe dike topal] û zirarê dikişîne”. Çaxê kesek şixulek dide destê merivê axmax, ew bi rastî zirarê dide xwe. Çimkî merivê axmax ev şixul wê neyne sêrî, û merivê ku şixul dabû wî, wê zirarê bistîne (Mtl. 26:6).
2 Mîna dergûşên li ber bistên, heyra şîrê sipiyî ruhanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêra mezin bin.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 26:4)
4 Li axmax li gora axmaxtîya wî venegerîne, ku nebe bibî yekî mîna wî.
18-24 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 27
Hevalên Baş Çi Karê Mera Tînin
(Metelok 27:5, 6)
5 Hilatina aşkere, ji hizkirina veşartî çêtir e. 6 Derbên xêrxwaza kar in, lê ramûsanên neyara pir in.
(Metelok 27:10)
10 Dest ji hevalê xwe û hevalê bavê xwe nekişîne, rojê xweye oxirmê giranda neçe derê birê xwe, cînarê nêzîk ji birakî dûr çêtir e.
(Metelok 27:17)
17 Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye.
(Metelok 17:17)
17 Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran.
it-2 491 ¶3
Cînar
Kitêba Metelokêda şîret tê dayînê, ku îtbariya xwe hevalê xwe bînin, û gava em hewce bin, hewara xwe wî daxin. Metelok 27:10-da tê gotinê: “Dest ji hevalê xwe û hevalê bavê xwe nekişîne, rojê xweye oxirmê giranda neçe derê birê xwe, cînarê nêzîk ji birakî dûr çêtir e”. Ça ev rêz nîşan dike, hevalê malbetêye amin gerekê qîmet kin, û çaxê alîkarî mera lazim be, hewara xwe wî daxin, ne ku merivê xweyî nêzîk, mesele birê xwe, yê ku dibeke dûr dimîne û wê nikaribe derbêra alî me bike.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 27:21)
21 Çawa firne zîv dicêribîne û kûre jî zêr, usa jî meriv bi pesindayînê tê cêribandinê.
25-31 TEBAXÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ METELOK 28
Firqiya Orta Merivê Zulim û Merivê Rast
(Metelok 28:1)
1 Rev dikeve nepak, bêyî ku yek pey keve, lê yê rast mîna şêra minetê nakişînin.
(Metelok 28:5)
5 Merivê xirab heqîyê fem nakin, lê yê Xudan digerin, tam fem dikin.
(Metelok 28:6)
6 Qenc e belengazê ku rîya xweye aminda diçe, ne ku dewletîkî xalifî.
w93 15/5 26 ¶2
Gelo Tu bi Temamî Îtbariya Xwe Yehowa Tînî?
“Yê rast mîna şêra minetê nakişînin” (Metelok 28:1). Ewana baweriyê didine kifşê, bi temamî îtbariya xwe Xebera Xwedê tînin û gava rastî derecên xof jî tên, bi mêrxasî Yehowara xizmet dikin.
it-2 1139 ¶3
Femkarî
Ewên ku pişta xwe didine Kaniyê. Merivê ku ji riya rast dertê, çaxê gerekê tiştekî safî ke, îda nihêrandina Xwedê hilnade hesab (Îb. 34:27). Merivê usa, îzinê dide dilê xwe, wekî têdernexe ku riya nerast bijartiye û axiriyêda ew femdariyê unda dike (Zb. 36:1-4). Hergê jî ew dibêje ku Xwedêra xizmet dike, bi rastî ew qanûnên meriva ji qanûnên Xwedê bilindtir hesab dike (Îş. 29:13, 14). Ew bênamûsiya xwe heq derdixe û dibêje yan çi ew xwera mijûl dibe (Mtl. 10:23). Usa ew dibe yekî sert, rabûn-rûniştandina xweda netemiz, bêhiş, û hela hê difikire wekî Xwedê kirên wîye xirab navîne û têdernaxe ku ew merivekî çi cûreyî ye (Zb. 94:4-10; Îş. 29:15, 16; Yêr. 10:21). Bi cûrê jîyîna xwe ew meriv ça bêjî dibêje “Xwedê tune”, çimkî nihêrandina Xwedê qe hilnade hesab (Zb. 14:1-3). Merivê ku prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêje, nikare hemû dereca hilde hesab, heqiyê fem nake û nikare bi serwaxtî safîkirina bike (Mtl. 28:5).
it-1 1211 ¶4
Aminî
Meriv dikare aminiya xwe xwey ke, ne ku bi saya qewata xwe, lê bi saya baweriya xweye qewî hindava Yehowa (Zb. 25:21). Kesên ku aminiya xwe xwey dikin, Xwedê soz dide wan, wekî wê bona wan bibe “mertal” û qeya, dêmek wê wana xwey ke (Mtl. 2:6-8; 10:29; Zb. 41:12). Gava meriv timê xîret dike, wekî Xwedê xweş bê, jîyîna wî hêsa dibe, û ev yek alî wî dike bigihîje nêta xwe (Zb. 26:1-3; Mtl. 11:5; 28:18). Îbo bi diltengî got, ku merivên amin ji bo serwêrtiya yên neheq diçerçirin û mîna neheqa dimirin. Lê Yehowa me dide bawerkirinê, wekî ew haj merivên amin heye û soz dide ku nisilê merivên usa wê bê xweykirinê û axiriya wan wê bi edilayê tije be (Îb. 9:20-22; Zb. 37:18, 19, 37; 84:11; Mtl. 28:10). Çawa ji mesela Îbo tê kifşê, ne ku hebûk mêriv ber çevê Xwedê bilind dike, lê aminiya wî. Xêncî vê yekê, ew bi aminiya xwe hêjayî qedirgirtinê dibe (Mtl. 19:1; 28:6). Zarên merivê usa bextewar in (Mtl. 20:7), çimkî ewana nas in, ça zarên wî kesî, kîjan ku bi cûrê jîyîna xwe navê baş û qedir ber Xwedê qazanc kiriye.
(Zebûr 11:5)
5 Xudan rasta dicêribîne, lê dijene nepak û yê zulmê hiz dike.
(Metelok 22:24, 25)
24 Tevî merivê hêrs hevaltîyê neke, û tevî merivê zû quloz dibe rê neçe, 25 nebe ku tu rê-dirbên wî hîn bî û nefsa te bikeve telê.
Xizna Kitêba Pîroz
(Metelok 28:14)
14 Merivê her gav xwedêxof, xwezilî ye, lê yê dilê xwe dike kevir, çerxa wî çep dibe.