KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 8/1 rûp. 3-4
  • Gelo Çi Diqewime Paşî Mirinê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Çi Diqewime Paşî Mirinê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Gelo mirî çi halîda nin?
  • Gelo bi Rastî Cenim Heye? Li gora Kitêba Pîroz Cenim Çi ye?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Gumana Rastî seva Miriyên Te
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Mirî Dikarin Dîsa Vegerin Jîyînê!
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Heye Guman bona Miriya?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 8/1 rûp. 3-4

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | JÎYÎN PAŞÎ MIRINÊ​—GELO DIQEWIME?

Gelo Çi Diqewime Paşî Mirinê?

Zar û mezin ber tabûtê sekinîne

“Ez difikirîm, ku çaxê meriv dimirin, ewana diçine yan li ezmên, yan cenimê, yan jî ciyê paqijkirinê.a (Binihêre spartin.) Û min zanibû ku ez haqas baş nînim ku herime li ezmên, û haqas xirab jî nînim ku herime cenimê. Lê ciyê paqijkirinê bona min ne eyan bû, ku ew çi cî ye û li wêderê çi diqewime. Min fikirên usa di Kitêba Pîrozda tu cîkî nedîtiye. Fikirên usa tenê meriva digotin” (Lîonêl).

“Ez usa hatibûm hînkirinê ku hemû meriv paşî mirinê diçine li ezmên, lê ez vê yekêda dudilî dibûm. Ez difikirîm ku mirin xilaziya hemû tiştî ye, û ku bona miriya axirî tune ye” (Fêrnando).

Hûn qe fikirîne ser van pirsa: “Bi rastiyê çi diqewime paşî mirinê? Gelo dibeke merivên meyî hizkirî cîkî diçerçirin? Gelo emê wana dîsa bivînin? Em ça dikarin wê yekêda bawer bin?” Were em şêwir kin, hela Kitêba Pîroz çi hîn dike derheqa wan pirsa. Ya pêşin were em lêkolîn kin, ku Kitêba Pîroz derheqa mirinê çi dibêje. Paşê emê şêwir kin ku Xebera Xwedê, yanî Kitêba Pîroz, çi gumanê dide derheqa miriya.

Gelo mirî çi halîda nin?

KITÊBA PÎROZ CABA VÊ PIRSÊ DIDE: “Ji ber, yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin; lê belê mirî bi tiştekî nizanin û êdî bona wan mîşê nîne; ji ber ku bîranîna wan hatiye ji bîr kirin. Tiştê ku bona li ser xebat kirinê te dîtiye her çi be, bi hêza [qewata] xwe li ser wê bixebite; ji ber ku li warê miriyan, ya ku tuyê herê kar û raman [fikir], zanîn û zanyarî nîne”b (Binihêre spartin.) (Waîz 9:5, 10).

Hergê hêsa bêjin, Warê Miriya ew ciyê hemû miriya ye; lê ew cî bi sîmbolîk e, kîderê ku hemû zanîn û karkirin xilaz dibe. Îbo merivê amin çi difikirî derheqa “Warê Miriya”? Ewî rojekêda unda kir hemû hebûna xwe û zarên xwe, û hin jî paşê ser temamiya bedena wî pirzik derketin, ji bo kîjana ew zef diçerçirî. Û ewî ji Xwedê lava kir: “Xwezila tu min di warê miriyanda [“cenimêda”, Catholic Douay Version] veşêre” (Îbo 1:13-19; 2:7; 14:13). Eyan e ku Îbo ne difikirî ku Warê Miriya ew heye cenima bi agir, dêmek ew cî kîderê ku cefê wî hê xirab bin. Dewsê ew difikirî ku Warê Miriya ciyê rihetiyê ye.

Em bi cûrêkî din jî dikarin pêbihesin ku mirî çi halîda nin. Em dikarin lêkolîn kin hine serhatiyên ji Kitêba Pîroz, yê ku bi rêberiya Xwedê hatine nivîsarê, derheqa heyşt meriva, yên ku ji mirinê vegeriyane jîyînê. Binihêre çargoşe “Saxkirina Heyşt Meriva ku Kitêba Pîrozda Tê Gilîkirinê”.

Ji wan heyşta tu kesî paşî saxbûnê gilî nekir, ku ew ciyê gelek başda bû yan jî ciyê cefa û çerçirandinêda bû. Hergê ew merivên ku sax bûn, ciyên wî cûreyîda bûna, gelo wana wê merivara gilî nekirana? Û gelo wê ew yek di Kitêba Pîrozda nehata nivîsarê, seva ku gişk bizanibin? Kitêba Pîrozda ku bi rêberiya Xwedê hate nivîsarê, tiştên usa nenivîsar e. Çimkî tu tişt tune bû ku wan heyşt meriva bigotana. Çira? Çimkî ewana haş ji xwe tune bûn, mesele çawa ku xewna kûrda. Û Kitêba Pîroz cara mirinê beramber dike tevî razanê. Mesele, çaxê Lazar mir, Îsa got ku ew raza ye (Yûhenna 11:11-14).

Lê gelo çi guman heye bona miriya? Gelo ewana dikarin hişyar bin ji vê razanê?

a Paqijkirinê hesab dikin, ku yançi paşî mirinê bedena meriv wextekî diçerçire, seva ku ji gunên xwe paqij be, pêşiya ku here li ezmên.

b Xebera “Warê Miriya” yan jî “diyarê miriya” hatiye welgerandinê ji xebera Îbranî “Şêol” û xebera Yûnanî “Hadês”. Hinek welgerandinên Kitêba Pîrozda didine xebatê xebera “cenim”, lê ew fikir ku mirî cîkîda nav agirda diçerçirin, li gora Kitêba Pîroz nîne.

SAXKIRINA HEYŞT MERIVA KU KITÊBA PÎROZDA TÊ GILÎKIRINÊc

Kurê jinebiyê Êlyas pêxember kurê jinebiyê sax kir, yê ku di Sereptayêda dijît, aliyê Îsraêla bakûrê (1 Padşatî 17:17-24).

Gedê ji Şûnemê Êlîşa yê ku paşî Êlyas bû pêxember, gedekî ji şeherê Şûnemê sax kir û da dê-bavê wî (2 Padşatî 4:32-37).

Mêr di tirbêda Cinyazê mêrekî ku teze miribû, nişkêva avîtine tirba Êlyas, û çaxê cinyazê wî hestûyê Êlyas ket, ew mêr sax bû (2 Padşatî 13:20, 21).

Kurê jinebiyê ji şeherê Nayînê Îsa çelkirina gedekî cahil da sekinandinê, ew sax kir û da diya wî, dilê kîjanê dişewitî (Lûqa 7:11-15).

Qîza Yayîro Serwêrê kinîştê Yayîro, lavaya Îsa kir ku alî qîza wî bike, ya ku ber mirinêda bû. Hinek wext paşî mirina wê qîzikê, Îsa ew sax kir (Lûqa 8:41, 42, 49-56).

Lazar, hevalê Îsayî hizkirî Çar roj bû ku Lazar miribû çaxê Îsa ber çevê gelek meriva ew sax kir (Yûhenna 11:38-44).

Xezal Petrûsê şandî ew jinik sax kir, kîjan ku bi şixulên xweye qenc eyan bû (Karên Şandiya 9:36-42).

Eytûxo Mêrekî cahil Eytûxo mir, çaxê ji pencera bilind ket; Pawlosê şandî ew sax kir (Karên Şandiya 20:7-12).

c Saxkirina lape girîng ew heye saxbûna Îsa Mesîh, kîjan ku ji saxkirina wan heyşta lap cude dibe. Derheqa vê yekê emê pêbihesin di têma dinda.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin