KILAMA 46
Ji Te Razî ne Yehowa
Ya Neşirkirî
	- 1. Razî ne Yehowa, her roj û her şev. - Tu şîretên xwe dikî ber bi çev. - Razî ne wekî duayê me se dikî, - Hemû êşê-dil tu rind fem dikî. 
- 2. Razî ne, ku te Kurê xwe berva da, - Ewî dinê kire bin destê xwe. - Tu me hîn dikî û alî me dikî, - Wekî sozên xwe em bînin sêrî. 
- 3. Razî ne, ku em dikarin hîn bikin, - Bona rastiyên te şedetiyê bidin. - Razî ne, wekî kul-derda xilaz kî. - Me heta-heta bextewar bikî. 
(Usa jî binihêre Zeb. 50:14; 95:2; 147:7; Kols. 3:15).