KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Sibat rûp. 8-13
  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Diha Zêde Karê Bistîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Diha Zêde Karê Bistîne
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • USA BIXÛNE WEKÎ FEM BIKÎ
  • BIXÛNE Û RASTIYÊN QÎMET BIVÎNE
  • BIRA XWENDIN SER HIŞ Û DILÊ TE HUKUM BIKE
  • XWENDINA XEBERA XWEDÊ ME BEXTEWAR DIKE
  • “Xeberê Biqedînin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Tu Ça Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistînî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • “Xebera Xwedê . . . Zor e”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?—Para 3: Bi Temamî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistîne
    Pirsên Cahila
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Sibat rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

Ji Xwendina Kitêba Pîroz Diha Zêde Karê Bistîne

“Çi ku tu dixûnî fem dikî?” (KARÊN ŞANDIYA 8:30).

KILAMA 97 Emir Xebera Xwedêva Girêdayî ye

VÊ GOTARÊDAa

1. Çi nîşan dike ku Nivîsarên Pîroz bona Îsa ferz bûn?

BÎNE ber çevê xwe ku tu guh didî xeberdana Îsa Mesîh. Gotinên Nivîsarên Pîroz timê bîra wîda bûn û ewî gelek cara ev yek bi serbestî dida xebatê! Mesele, gotinên wîyî pêşin ku ewî paşî nixumandinê got û hine gotinên wîyî pêşiya mirina wî, rêzên ji Nivîsarên Pîroz bûnb (Qanûna Ducarî 8:3; Zebûr 31:5; Lûqa 4:4; 23:46). Îsa wedê xizmetiyê jî nava sê sal û nîvada gelek cara ber cimetê ji Nivîsarên Pîroz dixwend, rêz diwekilandin û şirovedikirin (Metta 5:17, 18, 21, 22, 27, 28; Lûqa 4:16-20).

Şikil: 1. Îsayê biçûk guh dide dê-bavê xwe, yên ku tevî wî xeber didin. 2. Îsa cahiltiyêda tevî malbeta xwe kinîştêda rind guh dide xwendina Nivîsarên Pîroz. 3. Îsa îda mezin e, û ji kitêba gulometkkirî dixûne.

Nava temamiya emirê xweda, Îsa nîşan dikir wekî ew Xebera Xwedê hiz dike û dihîşt wekî ev ser kirên wî hukum ke (Binihêre gotara bona hînbûnê № 7, abzasa 2)

2. Gava Îsa mezin dibû, çi alî wî dikir ku ew Nivîsarên Pîroz baş bizanibe? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

2 Gelek sala pêşiya ku Îsa xizmetiya xwe destpêkir, ewî timê Xebera Xwedê dixwend û dibihîst. Malda, ewî bêşik dibihîst ku Ûsiv û Meryemê çawa raste-rast ji Nivîsarên Pîroz xeber didanc (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Bêşik, Îsa timê roja Şemiyê tevî malbeta xwe diçû kinîştê (Lûqa 4:16). Çaxê wêderê Nivîsarên Pîroz dihatine xwendinê, ewî baş guhdarî dikir. Wext şûnda, ew xwexa jî hîn bû Nivîsarên Pîroz bixûne. Lema jî, Îsa Nivîsarên Pîroz baş zanibû, ewî nivîsar hiz dikir û dihîşt ku ew ser wî hukum bikin. Mesele, bînin bîra xwe ev derece, gava Îsayê 12 salî paristgehêda bû. Dersdarên ku Qanûna Mûsa rind zanibûn, “xeberdana wî dibihîstin, ser zanebûn û cabên wî zendegirtî diman” (Lûqa 2:46, 47, 52).

3. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

3 Em jî dikarin Xebera Xwedê baş bizanibin û hiz bikin. Bona vê yekê, lazim e wekî em her roj Xebera Xwedê bixûnin. Gelo em ça dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz hê zêde karê bistînin? Em dikarin ji xeberên ku Îsa qanûnzana, Fêrisî û Sadûqiyara gotibû, hine tişta hîn bin. Wana gelek car Nivîsarên Pîroz dixwendin, lê Xebera Xwedê ser hiş û dilê wan hukum nedikir. Îsa dîna wan kişande ser sê tişta, yên ku wana nedikir. Vê gotarêda, emê bivînin ku gotinên wî çawa alî me dikin, wekî em (1) tiştên ku dixûnin fem bikin, (2) rastiyên qîmet bivînin, û (3) bihêlin wekî Xebera Xwedê ser hiş û dilê me hukum ke.

USA BIXÛNE WEKÎ FEM BIKÎ

4. Em ji Lûqa 10:25-29 derheqa xwendina Kitêba Pîroz çi hîn dibin?

4 Em dixwazin mena gotinên ku em Xebera Xwedêda dixûnin fem bikin. Hergê em usa nekin, emê ji xwendinê bi temamî karê nestînin. Mesele, dîna xwe bide xeberdana Îsa tevî qanûnzanekî (Bixûne Lûqa 10:25-29). Ewî Îsa pirsî ku ew çawa dikare jîyîna heta-hetayê qazanc ke. Îsa caba wî ji Xebera Xwedê da. Îsa usa got: “Qanûnêda çi nivîsar e? Tu çawa dixûnî?” Wî mêrî caba rast da. Ewî ji Nivîsarên Pîroz xeber da û got ku gerekê em Xwedê û hevalê xwe hiz bikin (Qanûna Kahîntiyê 19:18; Qanûna Ducarî 6:5). Lê paşê ewî Îsara usa got: “Hevalê min kî ye?” Evê pirsê derheqa wî tiştek eşkere kir. Ewî mena tiştên ku xwendibû fem nekiribû. Lema jî ewî nizanibû ku çawa van rêza jîyîna xweda bide xebatê.

Xwendina bi femkariyê heye fereset ku em dikarin nav xweda pêşda bînin

5. Dua û xwendina hêdî-hêdî çawa dikarin alî me bikin?

5 Seva ku tu Xebera Xwedê diha baş fem bikî, gelo tu dikarî çi bikî? Ev şîret dikarin alî te bikin. Pêşiya xwendinê dua bike. Seva ku em Kitêba Pîroz fem bikin û baş dîna xwe bidine xwendinê, mera alîkariya Yehowa lazim e. Lema jî Yehowara dua bike, wekî ew ruhê pîroz bide te. Paşê hêdî-hêdî bixûne. Bi vî cûreyî, gotinên Kitêba Pîroz wê hişê teda bimînin. Ev yek jî dikare alî te bike: Diqewime tu dikarî bi dengê bilind bixûnî yan jî Kitêba Pîroz bi nivîsandina deng bibihêyî û pêra bixûnî. Bi giliyên mayîn bêjin, guh dibihê, çev divîne û dil dixûne. Dêmek tu dikarî Xebera Xwedê diha rind fem bikî û gotinên Xwedê hiş û dilê xweda xwey kî (Yêşû 1:8). Paşî xwendinê dîsa Yehowara dua bike. Şikiriyê bide Yehowa, ku ewî Xebera xwe pêşkêşî me kiriye. Usa jî, alîkariyê ji wî bixwaze, wekî tu bikaribî gotinên wî jîyîna xweda bînî sêrî.

Şikil: 1. Îsayê biçûk guh dide dê-bavê xwe, yên ku tevî wî xeber didin. 2. Îsa cahiltiyêda tevî malbeta xwe kinîştêda rind guh dide xwendina Nivîsarên Pîroz. 3. Îsa îda mezin e, û ji kitêba gulometkkirî dixûne.

Çira nivîsandina fikirên kin dikarin alî te bikin, wekî çi ku tu dixûnî fem bikî û bîr nekî? (Binihêre abzasa 6)

6. Çima baş e wekî tu wedê xwendinê pirsa bidî xwe û xwera başqe fikira binivîsî? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Çi dikare alî te bike, wekî tu Kitêba Pîroz diha baş fem bikî? Derheqa van tişta çi ku tu dixûnî, pirsa bide xwe. Dema ku tu Kitêba Pîroz dixûnî, li cabên van pirsa bigere: “Vê serhatiyêda kesê sereke kî ye? Kî xeber dide? Ew kêra xeber dide û çira? Ev serhatî kengê û kîderê diqewime?” Pirsên usa wê alî te bikin, wekî tu fem bikî, ku fikira herî ferz çi ye. Usa jî, gava tu dixûnî, hine fikira xwera kin binivîse. Gava tu dinivîsî tera diha hêsa dibe van fikira zelal kî, derheqa çi jî te xwendiye. Serda jî, nivîsandin wê alî te bike, wekî çi ku te xwendiye bîra xweda xwey kî. Tu dikarî pirsên xwe û temamkirina lêkolîna xwe, binivîsî. Fikirên ferz bi çend gotina binivîse. Bona xwe binivîse tu çi ders hîn bûyî, yan jî ser tiştên ku te xwendine, hestên xwe binivîse. Bi alîkariya van nivîsara, tuyê fem bikî ku Xebera Xwedê bona te jî hatiye nivîsandinê.

7. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, kîjan hunur mera lazim e û çira? (Metta 24:15)

7 Îsa got ku bona femkirina Xebera Xwedê femkarî mera lazim e (Bixûne Metta 24:15). Gelo femkarî çi ye? Bi saya femkariyê, em dikarin têderxin ku du fikir çawa hevva girêdayî ne û çawa ji hev cude ne û fikirên ku ne zelal têne kifşê, fem bikin. Usa jî, Îsa nîşan kir ku femkarî lazim e, wekî em fem bikin ku sozên Kitêba Pîroz çawa têne sêrî. Belê, bi saya vî hunurê ferz, em dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz kara herî mezin bistînin.

8. Em çawa dikarin bi femkarî bixûnin?

8 Yehowa femkariyê dide xizmetkarên xwe. Lema jî wîra dua bike û alîkariya wî bixwaze, wekî tu vî hunurê ferz nav xweda pêşda bînî (Metelok 2:6). Gelo tu çawa dikarî li gora duayên xwe hereket bikî? Ser tiştên ku tu dixûnî kûr bifikire û dîna xwe bidê, ku ew çawa van tiştava girêdayî ye, kîjan ku tu zanî. Seva ku zanebûna te diha kûr be, hacetên lêkolînê bide xebatê. Mesele, tu dikarî Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa bidî xebatê. Ev edebyet wê alî te bikin wekî tu meniya gotinên Kitêba Pîroz diha rind fem bikî û emirê xweda bînî sêrî (Îbranî 5:14). Hergê tu Kitêba Pîroz bi femkariyê bixûnî, çiqas here tuyê Kitêba Pîroz hê zêde fem bikî.

BIXÛNE Û RASTIYÊN QÎMET BIVÎNE

9. Çevên Sadûqiya bona kîjan rastiya ferz kor bûn?

9 Sadûqiya her 5 kitêbên pêşin yên Nivîsarên Îbranî rind nas dikirin. Lê dîsa jî çevên wana bona rastiyên ferz, kor bûn. Mesele, gava derheqa rabûna miriya pirs dane Îsa, ewî cabeke hewas da wan. Ewî wanra got: “Lê derheqa rabûna miriyada, çima we Kitêba Mûsada nexwendiye serhatiya dara diriyêda ku çawa Xwedê Mûsara dibêje: ‘Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im’?” (Marqos 12:18, 26). Sadûqiya ev yek gelek cara xwendibû. Lê pirsa Îsa eşkere dikir ku wana rastîke ferz qebûl nedikir. Wana bawer nedikir ku kesên mirî wê rojekê dîsa vegerin jîyînê (Marqos 12:27; Lûqa 20:38).d

10. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dixwazin dîna xwe bidin ser çi?

10 Em ji gotinên Îsa çi hîn dibin? Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dixwazin dîna xwe bidin ser dersên ku em ji rêzekê yan ji serhatîkê hîn dibin. Em dixwazin ne tenê rastiyên sereke fem bikin, lê usa jî rastî û prînsîpên kûr, yên ku ça bêjî veşartî ne.

11. Li gora 2 Tîmotêyo 3:16, 17, gelo em çawa dikarin Kitêba Pîrozda rastiyên qîmet bivînin?

11 Gelo tu çawa dikarî wedê xwendina Kitêba Pîroz rastiyên qîmet bivînî? Bona caba vê pirsê, dîna xwe bide 2 Tîmotêyo 3:16, 17 (Bixûne). Ev rêz dibêjin ku “temamiya nivîsarê … kêrhatî ye” bona (1) hînkirinê, (2) lêhilatinê, (3) rastkirinê û (4) şîretkirinê. Bi alîkariya van çar tişta tu dikarî ji temamiya Kitêba Pîroz karê bistînî. Gava tu dixûnî, dîna xwe bidê ku serhatîk derheqa Yehowa, nêta wî yan prînsîpên wî çi hîn dike. Bifikire ku ew gotin çawa bona lêhilatinê kêrhatî ye. Usa tuyê nav xweda nêt û xwestinên xirab bivînî, ser xwe bixebitî û Xwedêra amin bimînî. Ji xwe bipirse ku ew par çawa dikare bona rastkirina nihêrandinên şaş, mesele yên ku meriv xizmetiyêda dibêjin, bêne xebitandinê. Û bifikire ku rêzada derheqa şîretkirina riya rastiyêda çi tê gotinê. Dêmek rind fem bike, ku tu çawa dikarî mîna Yehowa bifikirî. Hergê tu van çar tişta hişê xweda xwey kî, tuyê ji xwendina Kitêba Pîroz diha karê bistînî û rastiyên qîmet bibînî.

BIRA XWENDIN SER HIŞ Û DILÊ TE HUKUM BIKE

12. Îsa çira ji Fêrisiya pirsî: “We nexwendiye?”

12 Îsa ji Fêrisiya usa pirsî: “We nexwendiye?” Bi vê pirsê, ewî eşkere kir ku nihêrandina Fêrisiya ser Nivîsarên Pîroz şaş e (Metta 12:1-7).e Fêrisiya ser şagirtên Îsa digotin, wekî ewana roja Şemiyê xwey nakin. Lema jî Îsa bi du meselên ji Nivîsarên Pîroz û bi rêzeke ji kitêba Hoseya caba wan da. Bi vî cûreyî, ewî nîşan kir ku wana meniya qanûna roja Şemiyê fem nekiriye û remê nadine kifşê. Gelo xwendina Xebera Xwedê çima ser hiş û dilê wan hukum nedikir? Çimkî wana Nivîsarên Pîroz bi nêta nerast û bi babaxiyê dixwend. Ev yek bû sebeb, ku wana Xebera Xwedê fem nedikir (Metta 23:23; Yûhenna 5:39, 40).

13. Em gerekê Kitêba Pîroz bi çi nêtê bixûnin û çira?

13 Gotinên Îsa nîşanî me dikin, ku gerekê em Kitêba Pîroz bi nêta rast bixûnin. Em naxwazin mîna Fêrisiya bin. Em gerekê milûk bin û ji dil bixwazin hîn bin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi milûktiyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin” (Aqûb 1:21). Hergê em milûk bin, emê bihêlin ku Xebera Xwedê dilê meda kok berde. Tenê merivên bi nêtên qenc û milûk dihêlin, wekî Xebera Xwedê ser hiş û dilê wan hukum bike û wana bike merivne dilrem, dilşewat û bi hizkirin.

Em çawa dikarin fem bikin, hela Xebera Xwedê ser hiş û dilê me hukum dike yan na? (Binihêre abzasa 14)f

14. Em çawa dikarin bizanibin hela Kitêba Pîroz ser hiş û dilê me hukum dike yan na? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Merivê ku hindava kesên dinda qenc e, nîşan dike, ku Xebera Xwedê ser hiş û dilê wî hukumê dike. Fêrisiya nedihîşt wekî Xebera Xwedê bigihîje dilê wan, lema jî wana “yên bêsûc gunekar” dikir (Metta 12:7). Belê, hergê em bi gotin û kirên xwe hindava merivada qenc bin, emê eyan kin wekî Kitêba Pîroz ketiye hiş û dilê me. Gelo em derheqa meriva tiştên qenc dibêjin, yan em derheqa qisûrên wan xeber didin? Gelo em dilrem in û hazir in bibaxşînine meriva, yan em nêtên wan dikine bin şikê û xeydok in? Bi alîkariya van pirsa, em dikarin fem bikin, hela Xebera Xwedê ser hest, fikir û kirên me hukum dike yan na (1 Tîmotêyo 4:12, 15; Îbranî 4:12).

XWENDINA XEBERA XWEDÊ ME BEXTEWAR DIKE

15. Îsa derheqa Nivîsarên Pîroz çi texmîn dikir?

15 Îsa Nivîsarên Pîroz hiz dikir. Xebera Xwedêda derheqa hestên wî usa hatibû pêxembertîkirinê: “Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê û va ye hînkirina Te dilê minda ye” (Zebûr 40:8). Ewî Xebera Xwedê hiz dikir, lema jî ew bextewar bû û xizmetiya Yehowada pêşdaçûyî bû. Hergê em jî Xebera Xwedê bixûnin û jê hiz bikin, emê dilxweş û pêşdaçûyî bin (Zebûr 1:1-3).

16. Seva ku tu ji xwendina Xebera Xwedê hê zêde karê bistînî, tu dixwazî çi bikî? (Binihêre çargoşe “Gotinên Îsa Dikarin Alî Te Bikin wekî Çi ku Dixûnî Fem Bikî”.)

16 Mesela Îsa û gotinên wî me hêlan dikin wekî em xwendina Kitêba Pîrozda timê pêşda herin û mêtodên teze hîn bin. Seva ku em Kitêba Pîroz diha baş fem bikin, gerekê em dua bikin, hêdî-hêdî bixûnin, pirsa bidine xwe û fikirên kin xwera başqe binivîsin. Femkarî wê alî me bike wekî em bi alîkariya edebyetên me, ser tiştên ku dixûnin kûr bifikirin. Hergê em wedê xwendina Kitêba Pîroz rastiyên qîmet bigerin, emê Kitêba Pîroz bi cûrê diha baş bikaribin bidine xebatê. Û seva ku Xebera Xwedê ser hiş û dilê me hukum ke, gerekê em wê bi nêta rast bixûnin. Gava em xîret bikin, ku Kitêba Pîroz wî cûreyî bixûnin, emê ji xwendina Kitêba Pîroz hê zêde karê bistînin û diha nêzîkî Yehowa Xwedê bin (Zebûr 119:17, 18; Aqûb 4:8).

Gotinên Îsa Dikarin Alî Te Bikin wekî Çi ku Dixûnî Fem Bikî

  • Usa bixûne wekî fem bikî, û femkariyê nav xweda pêşda bînî, seva ku bizanibî çawa ew emirê xweda bidî xebatê (Metta 24:15; Lûqa 10:25-37).

  • Serhatiyên Kitêba Pîroz kûr lêkolîn ke seva ku xiznên ruhaniye veşartî bivînî (Marqos 12:18-27).

  • Bihêle wekî Xebera Xwedê ser hiş û dilê te hukum bike, seva ku tu hindava merivada qenc bî (Metta 12:1-8).

GAVA TU KITÊBA PÎROZ DIXÛNÎ, ÇI DIKARE ALÎ TE BIKE . . .

  • wekî tu fem bikî tu çi dixûnî?

  • wekî tu rastiyên qîmet bivînî?

  • wekî Xebera Xwedê ser hiş û dilê te hukum bike?

KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

a Hemû xizmetkarên Xwedê xîret dikin ku her roj Kitêba Pîroz bixûnin. Gelek merivên din jî Kitêba Pîroz dixûnin, lê bi rastî fem nakin ku çi dixûnin. Rojên Îsada jî derece usa bû. Gelek meriva Xebera Xwedê dixwend, lê bi rastî fem nedikirin. Tiştên ku Îsa wanra gotibûn, dikarin alî me bikin, ku em ji xwendina Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînin.

b Gava Îsa hate nixumandinê û bi ruhê pîroz ça Mesîh hat bijartinê, ça kifş e jîyîna wîye li ezmana dîsa kete bîra wî (Metta 3:16).

c Meryemê Nivîsarên Pîroz baş nas dikirin û gotinên wê ezberî zanibû (Lûqa 1:46-55). Usa tê kifşê ku perê Ûsiv û Meryemê têrê nedikir, ku xwera kopiyên Nivîsarên Pîroz bikirin. Lema jî çaxê Xebera Xwedê kinîştêda dihate xwendinê, wana baş guhdarî dikir, wekî Xebera Xwedê hişê wanda bimîne.

d Binihêre gotara bi navê “Nêzîkî Xwedê bin—‘Ew . . . Xwedêyê Zêndiya ye’”, Birca Qerewiliyêda, 1 Sibatê, sala 2013.

e Binihêre usa jî Metta 19:4-6. Van rêzada tê gotinê, wekî Îsa dîsa ew pirs da Fêrisiya: “We nexwendiye?” Wana ji Nivîsarên Pîroz zanibû, ku Xwedê însan çawa efirandibû. Lê dîsa jî, wana fem nekiribû ku Xwedê derheqa zewacê çi dibêje.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî ku wedê civînê cabdar e bona sîstêma deng û vîdêoyê, çend şaşiya dike. Paşî civînê, du bira dewsa ku besa şaşiyên wî bikin, bona xîreta wî payê wî didin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin