KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mrt gotar 32
  • Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin
  • Têmên Din
  • Têmên Mîna Wê
  • Zar û Malperên Sosyalî—Para 1: Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Ça Malperên Sosyalî ser Min Hukum Dikin?
    Pirsên Cahila
  • Xwe ji Înformasiya Nerast Xwey kin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Gelo Malperên Sosyalî Ziyanê Didine Zarên We?—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alî Dê-Bava Bike
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Têmên Din
mrt gotar 32
Mêrek derheqa înformasiyayê difikire, ya ku ji cûre-cûre kaniya ye

Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin

Berê meriva nikaribûn haqas înformasiya bistanda, çiqas ku roja îroyîn dikarin bistînin. Mesele, cûre-cûre înformasiya derheqa vê yekê, ku çawa sihet-qewata xwe xwey kin û xweykirî bin, gelek e. Lê çaxê em derheqa tiştekî înformasiyayê digerin, em dikarin rastî înformasiyên qelp bên, mesele:

  • Nûçeyên qelp

  • Elametiyên nerast

  • Têoriyên konspîrasiyê

Mesele, sêkrêtarê sereke yê Teşkîleta Miletên Yekbûyî got, wekî wedê pandemiya COVID-19, dîsa vîrûseke gelek xof bela dibe, ev heye înformasiya nerast. Ewî usa jî got: “Îro gelek înformasiya nerast bela dibe, derheqa xweykirina sihet-qewatê û rêsêptên dermana. Nûçeyada gelek înformasiya nerast tê belakirinê. Întêrnêtêda gelek têoriyên konspîrasiyê bela dibin. Nefretî ji vîrûsê zûtir bela dibe, rûyê vê yekêda meriv firqiyê dikine orta hev û dibine merivne bêrem”.

Rast e înformasiya nerast timê jî hebûye, lê Kitêba Pîrozda pêşda hatibû pêxembertîkirinê ku rojên meda, “merivên xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin, bixalifînin û bixalifin” (2 Tîmotêyo 3:1, 13). Roja îroyîn meriv bi saya întêrnêtê dikarin zû-zû û gelek hêsa înformasiya nerast bistînin û bê hemdê xwe bela kin. Axiriyêda usa dibe ku êmaîlên me, malperên sosyal û nûçe, bi înformasiya qelp yan jî nîvîda rast, tije dibin.

Lê tu çawa dikarî xwe ji înformasiya nerast xwe kî û nekevî telika têoriyên konspîrasiyê? Wira çend prînsîpên Kitêba Pîroz hatine dayînê, yên ku dikarin alî te bikin.

  • Meriv difikire ser vê yekê çi ku ewî dîtiye û bihîstiye

    Her tiştî çi ku tu divînî û dibihêyî bawer neke

    Kitêba Pîroz çi dibêje: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15).

    Em dikarin hêsa bêne xapandinê, heger fesal nîbin. Soz mesele, şikilên bi nivîsara û vîdêoyên kin, yên ku ça bêjî henek têne hesabê, întêrnêtêda û heçî zef malperên sosyalîda, zû bela dibin. Lê gelek car nivîsarên ber şikil û vîdêoyên usa, ji kontêkstê têne birînê û usa înformasiya nerast tê belakirinê. Îro meriv hêsa dikarin vîdêoyên qelp çêkin, kîjanîda kesek dikare tiştên usa xeber de yan jî bike, çi ku ewî tu car ne gotiye û ne kiriye.

    “Gelek lêkolînkar, yên ku lêkolîn dikin ku înformasiya nerast çawa bela dibe, divînin wekî gelek nûçeyên ser malperên sosyal, mîna hine şikil û vîdêoyên qelp, ji kontêkstê hatine birînê” (Axios Media).

    Ji xwe bipirse: “Gelo ev nûçe rast e yan derew e?”.

  • Şûşe ku tişta gir nîşan dike

    Pêbihese ku ev înformasiya ji ku tê û bi îtbar e yan na

    Kitêba Pîroz çi dibêje: “Her tiştî bicêribînin” (1 Têsalonîkî 5:21).

    Pêşiya ku tiştekî bawer kî û vê înformasiyayê kesekîra bişînî, îzbat be wekî ev rast e, hela hê vî çaxî jî heger ev înformasiya gelek bela bûye û nûçeyada gelek car hatiye gotinê. Lê çi cûreyî tu dikarî înformasiyayê bicêribînî?

    Pêbihese ku ev înformasiya ji ku tê û bi îtbar e yan na. Organîzasiyên nûçeya û usa jî yên din, gelek car înformasiya nerast didine xebatê bona kara xwe yan jî polîtîkê. Lêkolîn ke hela kaniyên dinda jî ev înformasiya heye. Carna heval bê hemdê xwe pê êmaîla yan jî malperên sosyal înformasiya nerast hevdura dişînin. Lema jî lez nekevin her înformasiya bawer kin, heta ku îzbat nebin hela ev rast e yan na.

    Dîna xwe bidinê hela ev înformasiya derheqa çi ye û îzbat bin wekî ev înformasiya rast e. Pêbihesin ev yek çiçax qewimiye û îzbatiya lêkolîn kin. Îlahî vî çaxî gelek fesal bin, gava înformasiyeke çetin bi cûrekî hêsa elam dikin, yan jî çaxê tiştekî usa nûçeyêda elam dikin, ya ku êmosiyên mezin pêşda tîne.

    “Îro cêribandina înformasiyayê usa ferz bûye çawa ku destşûştin” (Srîdhar Dharmapûrî, wekîlekî Teşkîleta Miletên Yekbûyî).

    Ji xwe bipirse: “Gelo vê nûçeyêda tenê nihêrandina kesekî ye, yan ev ser hîmê îzbatiya ye? Gelo ev derece tenê alîkîva eyan dikin, yan cûre-cûre aliyava?”.

  • Kaxaza bona lêkolînê

    Îzbatiya hilde hesab, ne ku nihêrandina xweye şexsî

    Kitêba Pîroz çi dibêje: “Yê xweda guman e, ew axmax e” (Metelok 28:26).

    Gelek car meriv îtbariya xwe van tişta tînin, çi ku dixwazin bawer kin. Û kompaniyên întêrnêtê gelek car nûçeda û malperên sosyalîda înformasiyên usa bela dikin, çi ku merivara hewas e û çi ku ewana întêrnêtêda digerin. Lê ne hertim ev çi ku me xweş tê bibihên, bona me kêrhatî ye.

    “Meriv dikarin înformasiyayê bicêribînin û bi logîkî bifikirin, lê gelek car xwestin, merem, tirs û êmosiyên me hiş-aqilê me dadidin û ji bo vê yekê em dixwazin bawer kin ku filan înformasiya rast e, çimkî ev li gora xwestina dilê me ye” (Pîtêr Dîto, psîxolojê sosyalî).

    Ji xwe bipirse: “Dibeke ez îtbariya xwe vê înformasiyayê tînim, çimkî dixwazim ku bi rastî jî usa be?”.

  • Înformasiya nerast tê avîtinê nava gemarê

    Înformasiya nerast bela neke

    Kitêba Pîroz çi dibêje: “Deng-besên derew bela neke” (Derketin 23:1).

    Bîr nekin wekî hemû înformasiyên ku em bela dikin, dikarin berbi tiştekî bivin. Ev dikare ser fikir û kirên meriva hukum be. Heger hûn înformasiya nerast bê hemdê xwe jî bela kin, yeke ev dikare ziyaneke mezin bîne.

    “Berî pêşin, bisekine û ji xwe bipirse: ‘Gelo ev înformasiya ku ez dixwazim bişînim rast e yan na?’ Heger her kes usa bikira, întêrnêtêda wê haqas înformasiya nerast bela nebûya” (Pîtêr Adams, vîsê-prêzîdêntê News Literacy Project).

    Ji xwe bipirse: “Pêşiya ku ez vê înformasiyayê bişînim, ez sed selefî bawer im ku ev rast e?”

Rastî derheqa têoriyên konspîrasiyê

Psîxoloj-lêkolînkar Şona Boûz usa dibêje: “Roja îroyîn têoriyên konspîrasiyê diha zef ser meriva hukum dike ne ku berê”. Vira çend tişt derheqa têoriyên konspîrasiyê hatine dayînê çi ku hûn gerekê bizanibin.

Çi tê hesabê têoriya konspîrasiyê? Li gora vê têoriyayê, hene komên merivên xweyîhukum, yên ku dizîkava şêwira xwe dikin, wekî teşqele yan jî qezîke mezin bikin.

Gelo ev têoriya çi ziyanê pêşda tîne? Têoriyên usa îtbariya meriva hindava kaniyên înformasiya rast unda dikin, û meriv destpêdikin prosêdûrên mêdîsînayê înkar kin û guh nadine şîretên derheqa xweykirina sihet-qewatê. Têoriyên usa nefretiyê pêşda tînin û meriva hêlan dikin miqabilî wan kesa derên, yên ku ça ewana difikirin dixwazin ziyanê bidine cimetê.

Çira ev têoriya usa belabûyî ne? Li gora “Ensîklopêdiya Brîtanî” têoriyên konspîrasiyê vî çaxî diha bela dibin, çaxê “kaos, şer-dew, problêmên êkonomîkî, pandemiya û teşqelên tebiyetê pêşda tên, mesele wedê firtona û erdheja”. Wedê tevlihevbûnên usa, meriv van têoriyên konspîrasiyê bawer dikin, çimkî ev çi ku ewana dibihên li gora nihêrandina wan e û wanra ça îzbatî ye ku çira ev qezî qewimiye.

Kitêba Pîroz çawa dikare alî te bike? Kitêba Pîrozda gelek şîretên kêrhatî hene, yên ku alî me dikin wedê çetinaya rihetiyê xwey kin. Vê kitêbêda tê gotinê wekî meniya problêmên îroyîn çi ye û çawa ev problêm wê bêne safîkirinê. Seva ku hê zêde elametî bistînin, binihêrin vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin