-
Gelo Rastî Halê Dinyayê Xirab e?Hişyar Bin!—2017 | No. 6
-
-
TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO RASTÎ HALÊ DINYAYÊ XIRAB E?
Gelo Rastî Halê Dinyayê Xirab E, Yan Na?
Sala 2017-da di meha Çileyêda, zandar elametiya xirab elam kirin, dêmek ku dinya îda gelek nêzîkî xezeba xof bûye. Seva ku hê rind nîşan kin wekî însanet çiqas nêzîkî xezeba hemdinyayê dibe, wana da xebatê siheta sîmbolîk, dêmek Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê. Zandar mîlê deqeyên vê sihetê li ser 30 senî pêşda birin. Niha Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê nîşan dike, ku heta nîvê şevê du û nîv deqe maye. 60 sal zêdetir pêşda ev wede usa nêzîkî xezeba hemdinyayê nîbû çawa niha!
Di sala 2018-da, zandar dixwazin dîsa carekê hesab kin, ku em çiqas nêzîkî kutasiya dinyayê bûne. Gelo di sala nûda, Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê wê çi mera eyan ke? Gelo rastî halê dinyayê usa xirab e? Dibeke wera çetin e caba vê pirsê bidin. Hela hê nihêrandina zandara jî derheqa vê yekê ji hev cude dibe. Lê ne hemûşk bawer dikin, wekî dinya nêzîkî kutasiyê dibe.
Bi mîlyona meriv bawer dikin, ku axiriya baş hîviya me ye. Ewana dibêjin wekî hene îzbatî, çi ku eyan dikin wekî gerdûna me wê kuta nebe û jîyîna me jî baş be. Gelo ev îzbatî çiqasî rast in? Halê dinyayê bi rastî usa xirab e?
-
-
Digerin CabHişyar Bin!—2017 | No. 6
-
-
TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO RASTÎ HALÊ DINYAYÊ XIRAB E?
Digerin Cab
Hergê tu gelek xemgîn bûyî û hela hê tirsiyayî ji bo haqas deng-besên xirab, berxwenekeve, tu tenê nînî. Di sala 2014-da, Barak Obama, yê ku serokê Amêrîkaya Yekbûyî bû, got ku ji bo haqas nûçeyên xirab derheqa kîjanî ku dinivîsîn, gelek meriv hatin ser vî nêtî, ku “dinya bi lez . . . berbi kutasiyê diçe û tu kes nikare ev kontrol bike”.
Hine wext şûnda paşî vê elametiyê, Obama bi bawerbûnê xeber da derheqa halê îroyîn wekî yan çi ewana wê bikaribin problêmên dinyayê safî kin. Ewî got ku nêt û qewata hukumdariyê ku evê yekê bikin, ev heye “mizgînî”. Ew usa jî got ku xwexa jî vê yekêda “bawer e” û “şikê nakişîne”. Hergê bi giliyê mayîn bêjin, ewî got ku hergê meriv bi nêteke baş qewat bidine xebatê, ewana wê bikaribin dinyayê kontrol bikin û xezaba hemdinyayê jî bidine sekinandinê.
Gelek wîra qayîl in. Besa xeberê, hineka baweriya xwe zandariyê tînin, çimkî dibêjin wekî bi saya têknolojiyên nû wê bikaribin halê dinyayê rast kin. Zanderekî aliyê têknolojiyayê nû bi bawerbûneke mezin got, wekî di sala 2030-da “têknolojiya me wê hezar carî daha qewî be û îda di sala 2045-da, ewê bi mîlyona cara qewîtir be”. Ewî zêde kir: “Em gelek baş dikin. Rast e problêmên ku rastî me tên îro daha zef in, lê yeke em dikarin wan problêma safî kin hê pêşiya wê yekê ça ewana pêşda bên”.
Rastî halê dinyayê usa xirab e? Û em rastî îda ber sînora xezaba hemdinyayê sekinîne? Rast e hine zandar û merivên polîtîkê elam dikin derheqa hêviyê, lê yeke dîsa gelek meriv ji axiriyê ditirsin. Çima?
ÇEKÊN KUTAKIRINÊ. Rast e teşkîleta Miletên Yekbûyî û teşkîletên din, hemû tiştî dikirin ku ev çekên kutakirinê bêxof kin, lê ev yek ji qewata wan der bû. Dewsê serok bi hêrs dinihêrin ser qanûnên derheqa kontrola çekên kutakirinê. Ew welat kîderê ku çekên kutakirinê ya terîxiyê hene, bombên xweye kevin teze dikin û dîsa yên nû çêdikin ku pir xof bin. Usa jî ev welat mecala kîjana ku berê tune bû wekî bi çekên xwe geleka kuta kin, niha îda dikarin.
Ev ku îro milet haqas çekên kutakirinê hazir dikin, dinya me dike cîhekî pir xof hela hê vê wextê “edilayêda”. Çekên atomê ku “dikujin”, hatine çêkirinê ku problêma safî kin, lê bi rastî ji bo vê yekê xemgîniyê pêşda tînin, dibêje kitêba “Bulletin of the Atomic Scientists”.
SIHET-QEWATA ME BERBI QEZIYÊ YE. Zandarî nikare soz bide me ku sihet-qewata me wê baş be. Tansiyona xûnêye bilind, gelek xurtbûn, qirêjbûna hewayê û xebitandina narkotîka, ev hemû tişt dikare nexwaşiyên giran pêşda bîne. Û ev hemû tişt zêde dibe. Gelek meriv dimirin ji bo nexweşiyên hal, yên ku derbazî ser yên dinêna nabin. Mesele, kanser, nexweşiya dilik û şekirê meriya. Usa jî zêde dibe hejmera merivên seqet û nexweşiya psîxîkî. Him jî wan paşwextiya pêşda hatibû nexwaşiyên gelek xof ku dikujin, ev heye nexweşiya vîrûsa Êbola û Zîka. Hergê bi temamî bêjin, meriv nikarin nexweşiya kontrol bikin û kutakirina wan nexweşiya jî qe nayê kifşê!
MERIV TEBYETÊ ZEFT DIKIN. Cûre-cûre fabrîka berdewam dikin hevayê qirêj kin. Her sal bi mîlyona meriv dimirin ji bo heva qirêj.
Gelek meriv davêjne okîanê cûre-cûre gemar. Mesele tiştên mêdîsînê, gemarên malê, tiştên plastîkî û dîsa gelek tişt. Ev hemû tişt qirêj dikin û jerdeday dikin heywana û heşnayên avê. Usa jî merivên ku tiştên berê dixwin, ewana jî jerdedayî dibin, tê gotinê li ferhenga “Encyclopedia of Marine Science”.
Cem me hela hê ava temiz jî tune. Zandarê Brîtanî Robîn Mêk, dibêje: “Dinyayêda kêmasiya ava temiz heye, çi ku dikare li ser her qulbê dinyayê hukum ke”. Merivên polîtîkî dibêjin ku kêmasiya ava temiz, ev heye problêma ku meriv xwexa pêşda anîn û ev tiştkeke pir xof e.
TEBYET MERIYA ZEFT DIKE. Firtone, bager, tayfûn û erdhej gelek ziyanê tînin çi ku ser riya xwe hemû tişt kuta dike. Berê usa tune bû çawa niha. Gelek meriv ji bo vê yekê hatine kuştinê û yên din jî ziyan standin. Teşkîleta Miletiyêye “Aeronautics û Space Administration” dibêjin, ku wê dîsa gelek firtone û zihayî hebe”. Gelo tebyet wê însanetê kuta ke?
Diqewime tu difikirî derheqa tiştên din jî ku jîyîna me dikine ber qeziyê. Hemikî tê nikaribî caba zelal bivînî li ser wan pirsa, hergê dîna te tenê li ser wan tiştên xirab be ku îro diqewimin. Ser nihêrandina meriya hukum kir nihêrandina zandara û merivên polîtîkê. Çawa ku gotara pêşinda hatibû gotinê, gelek meriv îda cabên zelal dîtin li ser wan pirsa, ku axiriyêva û halê dinyayêva girêdayî ye. Lê gelo kîderê em dikarin cabên wan pirsa bivînin?
-
-
Kitêba Pîroz Çi Dibêje?Hişyar Bin!—2017 | No. 6
-
-
Pêxembertiya derheqa Siheta Nîşankirina Kutasiya Dinyayê, wê neyê sêrî, çimkî Xwedê axiriya baş soz dide bona însanetê û erdê
TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO RASTÎ HALÊ DINYAYÊ XIRAB E?
Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Derheqa halê dinyayêye xirab, di Kitêba Pîrozda hê gelek qirna pêşda hatibû pêxembertîkirinê. Û hê ferz ew e, ku Kitêba Pîroz usa jî pêxembertiyê dike derheqa axiriya baş bona însanetê. Ew çi ku Kitêba Pîroz dibêje em gerekê derbêra piş guhê xwe nevêjin, çimkî gelek tiştên ku Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, hûr bi hûr hate sêrî.
Dîna xwe bide pêxembertiyên Kitêba Pîroz:
“Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin” (Metta 24:7).
“Lê vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-4).
Ev pêxembertî eyan dikin halê dinyaye îroyîn, derheqa kîjanî ku hineka dibêjin wekî ew ji bin kontrolê derketiye. Û bi rastî jî eva dinya ji kontrolê derketiye. Çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike, cem meriya tune bîlanî û qewat, seva ku problêma safî kin. Ev yek rind tê kifşê ji rêzên jêrê:
“Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilazîya wê rîya mirinê ye” (Metelok 14:12).
“Dem dibe ku serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waîz 8:9).
“Rêya mirov ne di destê wîda ye, gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşeda ye” (Yêremya 10:23).
Hergê meriv berdewam kin bikin ew çi ku dixwazin, hemikî dinya me wê ji xezeba hemdinyayê nikaribe xilaz be. Lê ev yek wê neqewime! Çimkî Kitêba Pîroz dibêje:
“Te erd danî li ser bingeh, ku tu car ji cî neheje” (Zebûr 104:5).
“Nifşeyek diçe û nifşeyek tê; lê belê dinya abadîn disekine” (Waîz 1:4).
“Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).
“Bira genimê welêt bibe bîr-ber, deremetêd wî serê çiya bihejin” (Zebûr 72:16).
Ev giliyên ji Kitêba Pîroz caba zelal didin. Însanet wê nemire ji qirêjaya hevayê, kêmasiya xwarin û avê, û ne jî ji nexweşiyên hal yên hemdinyayê. Dinya wê kuta nebe di holokostêda. Çimkî Xwedê axiriya gerdûnê bin kontrola xwe girtiye. Xwedê azaya bijartinê daye meriya û ewana wê xwexa cabdar bin bona safîkirinên xwe (Galatî 6:7). Dinyayê em dikarin beramberî trêna bi lez bikin, yê ku bi temamî ji kontrolê derketiye û berbi kutakirinê diçe. Xwedê sînor kifş kirin, û meriv wê nikaribin ziyana pir mezin bidine xwe (Zebûr 83:18; Îbranî 4:13).
Lê Xwedê wê hê zêde bike. Ewê “zêdehiya aştiyê” bîne ser erdê (Zebûr 37:11). Ev hêviya baş, derheqa kîjanî ku di vê gotarêda tê şirowekirinê, wek şewqa zelal e bona axiriyê. Û bi mîlyona Şedên Yehowa derheqa vê yekê bi saya hînbûna Kitêba Pîroz pêhesiyan.
Şedên Yehowa, ev heye civaka hemdinyayê ji jin û mêra, yên ku ji her miletî ne. Ewana Xwedayê rast dihebînin, navê kîjanî ku Yehowa ye, çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike. Ewana ji axiriyê natirsin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Xudanê ku ezmanan efirandiye, . . . wê li valahiyê neefirandiye, bona ku li ser wê bête rûniştin wê efirandiye, wusa dibêje: Xudan ez im wekî din nîne!” (Îşaya 45:18).
Di vê gotarêda hatibû şirowekirinê hine hînkirinên Kitêba Pîroz derheqa axiriya erdê û însanetê. Seva hê zêde elametî, binihêre dersa 5 ji broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, yên ku Şedên Yehowa neşir kirine û ev usa jî heye li ser malpera www.pr418.com
Tu usa jî dikarî binihêrî vîdêo “Çima Xwedê Erd Efirand?” yê ku dikarin bivînin li ser www.pr418.com. (Binihêre NEŞIRKIRIN > VÎDÊO)
-