KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g24 № 1 rûp. 13-15
  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Xwe?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Xwe?
  • Hişyar Bin!—2024
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA XWEDA
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN
  • Em Dikarin Alîkariyê Bistînin
    Hişyar Bin!—2020
  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Malbetê?
    Hişyar Bin!—2024
  • Civatên Şedên Yehowa Çida Dikarin Karê Tera Bînin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Şîretên Bîlan bona Jîyîna Herrojî ser JW.ORG
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2024
g24 № 1 rûp. 13-15
Kulfeta xemgîn xwe neynikêda dinihêre.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Xwe?

ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA XWEDA

Ew meriv yên ku qedirê xwe zanin, dikarin çetinayada teyax kin. Ewana zû destê xwe berjêr nakin.

  • Li gora lêkolînekê hate kifşê, wekî ew merivên ku xwe qîmet nakin, zû xemgîn dibin, dikevine dêprêsiyayê û nikarin xwarinê rind bimehînin. Merivên usa xwe îçkê û narkotîkayêva digirin.

  • Ew meriv yên ku qedirê xwe zanin û xwe beramberî merivên din nakin, hêsa dikarin tevî meriva bikevine xeberdanê û xwera hevala qazanc kin. Lê ew meriv, yên ku qedirê xwe nizanin û her tiştîda kêmasiya divînin, dikarin heleqetiya xwe tevî meriva xirab kin.

  • Ew merivên ku qedirê xwe zanin, wedê problêma dîsa jî qewî dimînin; ewana îzinê nadin tu tişt riya wan bigire, seva bigihîjine nêtên xwe. Lê merivên ku çawa lazim e qedirê xwe nizanin, zû sist dibin û destê xwe berjêr dikin, gava cem wan tiştek nayê standinê çawa ku wana wê bixwesta, û ew yek bona wan dibe problêmeke mezin.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Hevalên usa bijbêre yên ku wê te qewî kin. Tevî merivên usa hevaltiyê bike, yên ku qedirê te digirin, kara te dixwazin, baş ser te hukum dikin û te qewî dikin.

“Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

Alî kesên din bike. Tuyê ji dayînê şabûneke mezin bistînî, hergê hindava merivada wî çaxî jî qenciyê bidî kifşê, gava ewana hindava teda qenc nîbin. Û tê hingê jî şabûnê bistînî hergê tu kes qenciya te nevîne.

“Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

Alî zarên xwe bike, wekî qedirê xwe bigirin. Mesele, îzinê bidê zarên xwe, ku ewana xwexa bi cûrê xwe problêmên xwe safî kin. Ev yek wê alî zarên te bike hîn bin xwexa safîkirina bikin û serê xwe ji çetinaya derxin. Ew mêtod wê alî zarên we bike, ku qedirê xwe bigirin û gava ewana mezin bin jî wê kêrî wan bê.

“Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve” (Metelok 22:6).

Yek ji Şedên Yehowa kafêda tevî kulfetekê, hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.
Yek ji Şedên Yehowa kafêda tevî kulfetekê, hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.

ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN

Civatên Şedên Yehowa û hînbûna Kitêba Pîroz, alî meriva dikin ku emirê xwe diha baş kin û qedir hindava xweda pêşda bînin.

CIVATÊN MEYE HER HEFTIYÊ

Ser civatên meye her heftiyê, em bi şabûnê guh didine gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz, yên ku heçî zef dîna me didine ser vê yekê, ku çawa qedir hindava xweda pêşda bînin. Hatin bêpere ye û li wir pere nayê topkirinê. Mesele, ser civatên me hûnê pêbihesin ku . . .

  • çima hûn bona Xwedê qîmet in

  • çawa nêta jîyînê bivînin

  • çawa hevaltiya baş ya ku heta-hetayê dikişîne pêşda bînin

Hûnê usa jî bikaribin xwera hevalên rast qazanc kin, yên ku “hevdura şewat” in (1 Korintî 12:25, 26).

Seva ku hê zêde derheqa civatên me pêbihesin, bikevine ser jw.org û binihêrin vîdêo Çi Diqewime Oda Civatêda?

KÛRSA HÎNKIRINA KITÊBA PÎROZ

Hûn dikarin kûrsa hînkirina Kitêba Pîroze bêpere derbaz bin, bi saya kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! Vê kitêbêda hene rêzên sereke, şirovekirina zelal, pirsên kêrhatî, vîdêoyên hewas û şikilên bedew. Kûrsa hînkirina Kitêba Pîroz alî meriva dike hîn bin qedirê xwe bigirin û emirê xwe diha baş kin.

Seva ku pêbihesin hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yehowa ça dikare mera karê bîne, binihêrin vîdêo Çira Hîn bin Kitêba Pîroz? ser jw.org.

Îsrayêl Martînês.

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Îsrayêl Martînês xwe bêqîmet hesab dikir ji bo halê xwe aliyê matêriyalîda û ji bo vê yekê ku nexwendî bû. Seva ku pêbihesin wekî çawa civatên Şedên Yehowa û hînbûna Kitêba Pîroz alî wî kirin ku qedirê xwe bizanibe, binihêrin gotara “Ez Îda ji Xwe Şerm Nakim” ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin