-
Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 15
Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?
Fînlanda
Hînkirin
Şivantî
Şedetî
Teşkîleta meda, terêq tune ne, yên ku pera hildidin. Çaxê civata Mesîhiya hate sazkirinê, mêrên cêribandî hatine kifşkirinê, seva ku “şivantiyê civîna Xwedê bikin” (Karên Şandiya 20:28). Rûspî, mêrên cêribandî û maqûl in, ewana civatêda şivantiyê yanê rêberiyê hildidin ser xwe, “ne ku bê dil, lê bi dil û can” evî şixulî dikin, “çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi rezedilî” (1 Petrûs 5:1-3). Niha emê pêbihesin, ev çi şixul e ku ewana dikin.
Rûspî bona me xem dikin, û me xwey dikin. Rûspiyên civatê ji Kitêba Pîroz rêberiyê didin û bi vê yekê alî civatê dikin, wekî ew ruhanîda pêşda here. Rûspî zanin, ku Yehowa şixulekî gelek ferz daye wan, ewana hukumî li ser endemên civatê nakin, lê bona halxweşî û şabûna me ji aliyê xweda hemû tiştî dikin (2 Korintî 1:24). Mîna şivanekî, yê ku eşq û dil miqatî hemû pezên xwe dibe, rûspî jî mecala digerin ku tevî her endemên civatê bibine nas (Metelok 27:23).
Rûspî me hîn dikin, çawa qirara Xwedê biqedînin. Her heftiyê rûspî li ser civatê gotara dixûnin, û bi vê yekê baweriya me qewî dikin (Karên Şandiya 15:32). Xêncî vê yekê, ev mêrên amin rêberiyê hildidin li ser xwe, ku tevî me mizgîniyê bela kin, û hemû aliyava me hîn dikin, ku çawa xizmet kin.
Rûspî hemûya dilgerm dikin. Seva ku alî me bikin heleqetiya me tevî Yehowa hê bişide, rûspî dikarin bêne mala me yan jî Oda Civatêda tevî me xeber din, wekî ji Kitêba Pîroz dilbîniyê bidine me û me qewî kin (Aqûb 5:14, 15).
Xêncî xizmetkirina civatêda, ewana usa jî miqatî neferên mala xwe dibin û dixebitin jî. Ser wan hemû şixula gelek wede tê xerckirinê. Lema jî ev birên xebathez, hêja ne ku em qedirê wan bigirin (1 Têsalonîkî 5:12, 13).
Rûspî ça alî civatê dikin?
Bi çi şixulî rûspî nîşan dikin, ku bona hemya xem dikin?
-
-
Berdestiyên Civatê Çi Şixulî Dikin?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 16
Berdestiyên Civatê Çi Şixulî Dikin?
Myanmar
Civat
Koma belakirina mizgîniyê
Temizkirina Oda Civatê
Kitêba Pîroz ser wan mêra, yên ku miqatî civatê dibin dibêje “berpirsiyar” yan jî “berdestiyên civînê” (Fîlîpî 1:1). Hemû civatada çend birên usa hene, ser kîjana tê gotinê berdestiyên civatê. Were em pêbihesin şixulê wan çi ye.
Berdestiyên civatê alî rûspiya dikin. Firqî tune, berdestiyê civatê cahil in yan emirda mezin in, ewana mêrên amin û xîret in, û him jî heleqetiya wan tevî Yehowa qewî ye. Ewana seva civatê şixulê kêrhatî dikin. Bi saya wê yekê, ku ewana hergav şixul dikin, rûspiyên civatê îda dikarin bi temamî dîna xwe bidine şixulê hînkirinê û şivantiyê.
Berdestiyên civatê şixulên ferz dikin. Mesele hine berdestiyên civatê ber derî disekinin û wan hemûya silav dikin, yên ku têne civatê. Hinek cabdar in bona aparatûra seva dengbihîstinê, yan jî belakirina edebyeta, hinek cabdar in ku xercên civatê hesab kin, hinek jî cabdar in wekî ciyê kifşkirî seva belakirina mizgîniyê bidine xûşk-bira. Xêncî wan tişta berdestiyên civatê xem dikin bona temzaya Oda Civatê. Rûspiyên civatê dikarin bêjine berdestiyên civatê, wekî ewana alî wan endemên civatê bikin, yên ku emirda mezin nin. Bi rastî jî berdestiyên civatê, hemû şixula yên ku wanara tê dayînê bi hazirbûnê dikin, lema jî endemên civatê qedirê van bira digirin (1 Tîmotêyo 3:13).
Ça mêrên Mesîhî ewana meseleke baş in. Berdestiyên civatê ji bo xeyset-hunurên xweye baş têne kifşkirinê. Bi xeberdana xwe li ser civatê ewana baweriya me qewî dikin. Him jî ewana dertêne xizmetiyê, û bi wê yekê hêlana didine me ku em jî bi xîret xizmet kin. Çaxê berdestiyên civatê tevî rûspiya şixulkariyê dikin, şabûn û yektiya civatê hê zêde dibe (Efesî 4:16). Wede derbaz dibe, û berdestiyê civatê dibe yekî cêribandî, ew îda dikare ça rûspî xizmet ke.
Kî ne berdestiyên civatê?
Berdestiyên civatê ça alî civatê dikin, wekî hemû tişt cî-war be?
-
-
Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 17
Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?
Malavî
Koma belakirina mizgîniyê
Belakirina mizgîniyê
Civat seva rûspiya
Mizgînîda gelek car, tê gilîkirinê derheqa Barnabas û Pawlosê şandî. Wana xizmet dikir ça berpirsiyarên rêwî, û teseliya civata dikirin. Ewana bi dil û can xem dikirin, wekî birayên civata, ruhanîda pêşda herin. Carekê Pawlos gote Barnabas, “were em vegerin serîkî bidine wan xûşk-bira” (Karên Şandiya 15:36). Roja îroyîn jî nêta berpirsiyarên mihalê dîsa ew e, wekî civat ruhanîda pêşda herin.
Berpirsiyarên mihalê tên wekî me bişidînin. Her berpirsiyarekî mihalê teseliya weke 20 civata dike, û salê du cara tevî her yek ji van civata, her carê heftêkî xizmet dike. Bi rastî jî em ji berpirsiyarên mihalê û ji kulfetên wan hergê zewicî ne, gelek karê distînin û dişidin. Ewana tevî cahila û him jî tevî yên emirda mezin, dibine nas. Ewana dibine hevalkarên me şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirina Kitêba Pîrozda. Berpirsiyar tevî rûspiya şivantiyê dikin, û bi têmên hewas li ser civata û civatên mezin, me qewî dikin (Karên Şandiya 15:35).
Berpirsiyarên mihalê hindava hemûyada dilovan in. Ewana gelek xem dikin, wekî civat ruhanîda pêşda here. Ewana tevî rûspî û berdestiyên civatê dicivin û tevayî derheqa pêşdaçûyîna civatê dişêwirîn, û berpirsiyar şîretên lazim bona cabdariya wan didine wan. Usa jî berpirsiyarên rêvî alî pêşenga dikin, wekî ewana xizmeta xweda pêşda herin. Ewana nasiya xwe didine merivên ku teze hatine civatê û derheqa pêşdaçûyîna wan pêdihesin. Berpirsiyarên mihalê hindava hemûyada dilovan in, him jî “heval û xebatkarê” me ne (2 Korintî 8:23). Were em ji baweriya wan û aminiya wan, meselê xwera hildin (Îbranî 13:7).
Bi çi nêtê berpirsiyarên mihalê teseliya civata dikin?
Ça tu dikarî ji berpirsiyarên mihalê karê bistînî?
-
-
Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 18
Em Wedê Xezebê Ça Alî Biratiya Xwe Dikin?
Komara Domînîk
Japonya
Haît
Çaxê teşqele diqewimin, Şedên Yehowa pêra-pêra destpêdikin alîkariyê û dilbîniyê bidine biratiya xwe, yên ku ji bo van bela ziyanê ketine. Alîkariya usa, rind nîşan dike hezkirina meye bi dil, hindava hev (Yûhenna 13:34, 35; 1 Yûhenna 3:17, 18). Lê em ça alîkariyê didine wan?
Em pera qurban dikin. Çaxê Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû, Mesîhiyên Entakyayê alî biratiya xwe kirin, wanara pere şandin (Karên Şandiya 11:27-30). Roja îroyîn jî, çaxê em pêdihesin ku welatekîda xûşk-birên me rastî telî-tengiya hatine, em him pera him jî tiştên wanara lazim bi saya civatê dişînin (2 Korintî 8:13-15).
Em alîkariya lazim didin. Rûspiyên civata wî ciyî, pêşiyê destpêdikin her endemên civatê bigerin û wan ciyê bêxofda cîwar kin. Komîtêya komekdayînê jî, seva wan xem dike û xwarinê, ava temiz, kinca, alîkariya doxdirtiyê û ciyê sitarê dide wan. Gelek Şedên Yehowa kî çi dikare, bi rezedilî û kîsî xwe diçin, seva ku malên ziyanbûyî û Odên Civata ava kin. Ew yek ku teşkîleta meda yektî heye, û em dibine cêribandî çaxê tevayî dixebitin, alî me dike, wekî wedê çetinaya pêra-pêra şixulkariyê bikin û alîkariyê bidine ziyankêşa. Rast e em alî “xûşk û birayên” xwe dikin, lê em alî wan meriya jî dikin, yên ku ne ji dînê me ne (Galatî 6:10).
Em dilbîniyê ji Kitêba Pîroz didine meriya. Kî ku ji xezebê ziyan standiye, wanara eseyî dilbînî lazim e. Wan çaxa em qewatê distînin ji Yehowa, yê ku heye “Xwedêyê hemû berdiliyê” (2 Korintî 1:3, 4). Em tevî wan merivên ziyankêş derheqa sozên Xwedê ji Kitêba Pîroz bi şabûn xeber didin û wana didine bawerkirinê, ku zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû xezeba ku mera êşê û cefê tîne, bide hildanê (Eyantî 21:4).
Çira çaxê teşqele diqewimin, Şedên Yehowa pêra-pêra destpêdikin alîkariyê bidine meriya?
Em çi dilbîniya ruhanî, dikarin bidine merivên ziyankêş?
-
-
Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 19
Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?
Em gişk ji xwarina ruhanî karê distînin
Pêşiya mirina xwe Îsa Mesîh tevî şagirtên xwe, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis başqe xeber da. Çaxê Îsa wanra derheqa nîşana hatina xweye wedê rojên paşin şirovedikir, ewî pirseke gelek ferz da wan: “Awa kî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamên xwe serwêr kifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?” (Metta 24:3, 45; Markos 13:3, 4). Axa, Îsa Mesîh e. Dêmek, Îsa soz dide şagirtên xwe ku eseyî wê hine kesa bijbêre, ku rojên xilaziyê xwarina ruhanî wextda bidine wan. Lê derheqa kîjan xwarinê Îsa xeber dide? Li vir Îsa xeber nade derheqa nan-xwarina herrojî. Îsa xwarinê beramberî zanebûna derheqa Xwedê dike. Lê kî ye ew xulam, ku gerekê zanebûna derheqa Xwedê wextda bida şagirtên Îsa?
Ev komeke biçûk ji şagirtên Îsa ye, yên ku bi ruh kifşkirî ne. Ev “xulam” hemû xizmetkarên Yehowara wextda xwarina ruhanî dide. Em ji xulam hewce ne, wekî “wextda xwarina” ruhanî bistînin (Lûqa 12:42).
Xulam miqatî xizmetkarên Yehowa dibe û rêberiyê dide wan. (1 Tîmotêyo 3:15) Çimkî pareke teşkîleta Yehowa ser erdê ye, lema Îsa Mesîh şixulekî ferz da vî xulamî, wekî ewana rêberiya şixulê vê para teşkîletê bikin. Dêmek xem bikin derheqa xercên teşkîletê, rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê bikin, û me bi saya civata hîn bikin. Lema jî, “xulamê amin û serwaxt”, seva ku hemû tiştî çi ku mera lazim e û çaxê lazim e bide me, bela dike xwarina ruhanî bi edebyeta ku em wedê xizmetiyê didine xebatê, usa jî bi saya hînkirinê ku em ser civata û civatên mezin distînin.
Xulam hindava rastiya Kitêba Pîroz û him jî hindava şixulên belakirina mizgîniya xêrê, amin e. Bi rastî jî, ewana bi serwaxtiyê xem dikin derheqa hebûn û hemû tiştên Îsa Mesîh ser erdê (Karên Şandiya 10:42). Yehowa kerem dike şixulê wan pê xwarina ruhanî û pê zêdekirina Şedên Yehowa (Îşaya 60:22; 65:13).
Îsa kî kifş kir, seva ku xwarina ruhanî bide şagirtên wî?
Xulamê amin û serwaxt, çida amin û serwaxt e?
-
-
Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 20
Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?
Koma rêberiyê qirna yekêda
Dixûnin neme ji koma rêberiyê
Qirna yekêda Orşelîmêda, hine mêrên Mesîhî “şandî û berpirsiyar” hebûn, yên ku ça koma rêberiyê xizmet dikirin. Ewana hemû pirsên ferz nav civata Mesîhiyên ku kifşkirî bûn, safî dikirin (Karên Şandiya 15:2). Ewana derheqa hemû pirsa tevî hev dişêwirîn, wekî pêbihesin hela çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa wan pirsa, û bi saya vê yekê ewana hemû tiştîda hevra qayîl dibûn. Bi vê yekê wana dihîşt, ku ruhê Xwedê ser wan hukum ke (Karên Şandiya 15:25). Îro jî Koma Rêberiyê bi vî cûreyî dike.
Xwedê wana dide xebatê, seva ku qirara xwe bîne serî. Ev birên ji aliyê Xwedêda kifşkirî, yên ku Koma Rêberiyêda xizmet dikin, Kitêba Pîrozda gelek kûr dibin û lêkolînê dikin. Lema jî ewana şixulê xweda gelek cêribandî ne û rind zanin ça em dikarin şixulê xwe rind bikin, û pirsên ruhanî jî gelek rind şirovedikin. Koma Rêberiyê her heftiyê dicivin, seva ku dişirmîş bin derheqa hewcên biratiya meye hemdinyayê. Ça jî qirna yekêda dihate kirinê, ewana bi nema, bi berpirsiyarên rêwî û yên mayîn, ser hîmê Kitêba Pîroz rêberiyê didin. Ev yek alî cimeta Xwedê dike, wekî fikirên wan û şixulên wan yek be (Karên Şandiya 16:4, 5). Koma Rêberiyê miqatî hazirkirina xwarina ruhanî dibe, û hêlana dide hemûşka seva ku şixulê belakirina mizgîniyê cem wan, ser ciyê pêşin be. Ewana usa jî cabdar in bona kifşkirina bira ser cûre-cûre şixula.
Koma Rêberiyê pey rêberiya Xwedê diçe. Ewana rêberiya Yehowa Xwedayê hemû Zorayiyê digerin, usa jî rêberiya Îsa Mesîh, dêmek Serê civatê (1 Korintî 11:3; Efesî 5:23). Tu kes ji Koma rêberiyê, xwe ça serokê cimeta Xwedê hesab nake. Ewana tevî hemû Mesîhiyên kifşkirî “pey Berx [Îsa] diçin, kuda ku ew diçe” (Eyantî 14:4). Koma Rêberiyê gelek ji me razî ne, çaxê em seva wan û xebata wan dua dikin.
Qirna yekêda, kî koma rêberiyêda xizmet dikir?
Ça roja îroyîn, Koma Rêberiyê rêberiya Xwedê digerin?
-
-
Çi ye Beytel?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 21
Çi ye Beytel?
Îdara senetkariyê, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî
Almanya
Kenya
Kolombya
Beytel ev xebereke Îbranî ye, ya ku tê hesabê “Mala Xwedê” (Destpêbûn 28:17, 19). Ev nav layîqî wan avaya ye, kîderê ku Şedên Yehowa hemû welatada xizmet dikin, û ji kîderê şixulê belakirina mizgîniyê tê sazkirinê û pêşda diçe. Koma Rêberiyê, Niyû-Yorkêda, Dewletên Yekbûyîda fîlîala herî mezinda xizmet dikin, û şixulên Şedên Yehowa nav temamiya dinyayê, ji wir tê rêberîkirinê. Usa jî ji wir ewana pey fîlîala dinihêrin, yên ku cûre-cûre welatada nin. Ser wan meriya, yên ku van avayada xizmet dikin, dibêjin endemên malbeta Beytelê. Mîna malbetekê, ewana tevayî dijîn, dixwin, dixebitin, tevayî jî Kitêba Pîroz hîn dibin. Evan hemû tişta malbeta Beytelê bi yektî dike (Zebûr 133:1).
Beytel cîkî mexsûs e, kîderê ku endemên wî rezedilî xizmet dikin. Hemû Beytelada, mêr û jinên Mesîhî bi aminiyê şixulê Xwedê dikin, û hemû wedê xwe didine şixulê belakirina mizgîniyê (Metta 6:33). Rast e tu kes ji wana pera yan heq seva vî şixulî nastîne, lê wanra otax, xwarin û usa jî perê cêva wan seva hewcên wanî herrojî, didin. Her kes Beytelêda cûre-cûre şixul dike. Hinek ji wan, neşirxanêda şixul dikin, hinek jî xwarinê hazir dikin, kinca dişon, yan jî didine hev û usa jî şixulên mayîn dikin.
Beytel ciyê şixulkariyê ye, yên ku piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê dike. Nêt-merema her Beytelekê ew e, wekî rastiya Kitêba Pîroz bigihîne gelek meriya. Eva broşûra jî vê yekê îzbat dike. Ew bin rêberiya Koma Rêberiyê hatiye nivîsarê, bi têksta êlêktronîk ev broşûr weke bi seda komên tercimanara hatiye şandinê, û wan Beytelada kîderê neşirxane heye, ev edebyet bi mekînên ku zû-zû dixebitin, hatiye derxistinê. Paşê jî ev edebyet 110 000 civatara zêdetir hatiye şandinê. Bi van hemû şixula, neferên Beytelê piştgiriya şixuleke gelek ferz dikin, dêmek şixulê belakirina mizgîniyê (Markos 13:10).
Kî Beytelêda xizmet dike, û ça derheqa hewcên wan dişirmîş dibin?
Neferên Beytelê piştgiriya kîjan şixulê ferz dikin?
-
-
Çi Şixul Fîlîalêda Tê Kirinê?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 22
Çi Şixul Fîlîalêda Tê Kirinê?
Giravên Silêman
Kanada
Afrîkaya Başûrê
Beytelêda xûşk-bira cûre-cûre îdarada xizmet dikin. Ewana komên tercimaniyêda dixebitin, edebyeta neşir dikin, belga hevva dikin û kitêba çêdikin, usa jî edebyeta cî dikin û dipêçin. Hinek jî berhemên aûdîo û vîdêoyê derdixin, û dîsa cûre-cûre şixul seva welatê xwe dikin. Ewana xem dikin seva pêşdaçûyîna şixulê belakirina mizgîniyê, welatekîda yan jî çend welatada.
Komîtêya fîlîalê bona şixulkirinê, berpirsiyartiyê dike. Koma Rêberiyê, şixulê her fîlîalekî tesmîlî Komîtêya Fîlîalê dike. Komîtêya Fîlîalêda, sisê yan hê zêde rûspiyên maqûl û cêribandî xizmet dikin. Komîtêya Fîlîalê, elamî Koma Rêberiyê dike derheqa pêşdaçûyîn û problêmên wan welata, seva kîjanî jî ewana cabdar in. Ev elametî, alî Koma Rêberiyê dike, wekî safî kin, ku derheqa çi, edebyetada, civatada û civatên mezinda gerekê bê şirovekirinê. Wekîlê Koma Rêberiyê timê teseliya Beytela dikin, û rêberiyê didine Komîtêya Fîlîala, derheqa şixulên wan (Metelok 11:14). Ew têma mexsûs hazir dike, û bi vê têmê hemû kesên ku Beytelêda xizmet dikin, qewî dike.
Alîkarî civatara. Fîlîalada hene birên cabdar, yên ku qebûl dikin sazkirina civatên teze. Ewana usa jî rêberiyê didine wan pêşenga, mîsyonêra û berpirsiyarên mihala, yên ku wan welatada xizmet dikin, bona kîjana fîlîala wan cabdar e. Ewana usa jî hazir dikin civatên mezin, û bona avakirina Odên Civatên teze cabdar in, û xem dikin, wekî ew edebyetên ku civatara lazim in, wanra bêne şandinê. Bi alîkariya van hemû şixula, yên ku fîlîalada têne kirinê, şixulê belakirina mizgîniyê rind û terbetî tê kirinê (1 Korintî 14:33, 40).
Ça Komîtêya Fîlîala alî Koma Rêberiyê dike?
Bona çi fîlîal cabdar e?
-
-
Ça Edebyetên Me Têne Nivîsarê û Welgerandinê?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 23
Ça Edebyetên Me Têne Nivîsarê û Welgerandinê?
Îdara Nivîskariyê, Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî
Korêya Başûrê
Ermenîstan
Bûrûndî
Şrî Lanka
Seva ku em hê rind “mizgîniyê” derbazî “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” bikin, em edebyetên xwe li ser weke 750 zimana neşir dikin (Eyantî 14:6). Lê çawa em evî şixulê nehêsa pêşda dibin? Evê yekê em bi alîkariya nivîskara û bi alîkariya koma tercimana dikin, yên ku Şedên Yehowa ne.
Têksta orîjînal, pêşiyê li ser zimanê Înglîzî tê hazirkirinê. Koma Rêberiyê cabdar e bona şixulê Îdara Nivîskariyê, yên ku fîlîala meye here mezinda nin. Îdara nivîskariyê, nivîskarara xebatê kifş dike. Ev nivîskar fîlîala herî mezinda û fîlîalên dinda jî xizmet dikin. Usa jî ewana cûre-cûre merî ne. Bi saya vê yekê, edebyetên meda têmên usa têne nivîsarê, ku li ser meriyên ji cûre-cûre mileta hukum dibe û ev edebyet gelek meriya xweş tên.
Nivîsarê tercimanara dişînin. Paşî wê yekê çaxê nivîsar seva neşirkirinê hazir dibe, û tê qebûlkirinê, ev bi êlêktronîk hemû komên tercimanara nav temamiya dinyayêda tê şandinê. Koma tercimana têkstê tercime dike, paşê dinihêre û rast dike. Terciman hemû tiştî dikin, ku xeberên rast bijbêrin, wekî hemû fikirên têksta Înglîzî rast derbaz kin li ser wî zimanî, li ser kîjanî ewana weldigerînin (Waîz 12:10).
Bi saya komputerê xebat pêşda diçe. Rast e komputer nikare dewsa nivîskar û tercimana bigire, lê xebata wan bi saya komputerê dikare hê zû pêşda here, çimkî komputera wanda heye ferheng, edebyetên derheqa ziman û edebyetên dinê seva lêkolînê. Xêncî wê yekê, Şedên Yehowa saz kirin bernamek, yê ku wêra dibêjin MÊPS. Bi saya vê bernamê, têkst bi seda zimana dikare top be, paşê van têkstada şikila zêde dikin û dişînin, seva ku bê neşirkirinê.
Lê çira em haqas qewat xerc dikin, wekî hela li ser wan zimana jî welgerînin, ser kîjanî tenê çend hezar merî xeber didin? Çimkî Yehowa dixwaze, wekî “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:3, 4).
Ça edebyetên me têne nivîsarê?
Çira em edebyetên xwe, ser gelek zimana weldigerînin?
-
-
Pera bona Şixulê Meyî Hemdinyayê, ji Ku Tên?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 24
Pera bona Şixulê Meyî Hemdinyayê, ji Ku Tên?
Nepal
Togo
Brîtanya
Teşkîleta me her sal bi seda mîlyona Kitêba Pîroz û edebyetên dinê neşir dike, û bê pere bela dike. Em Odên Civata û fîlîala ava dikin, û hineka jî teze dikin. Usa jî em bi hezara malbetên Beytela û mîsyonêra xwey dikin, em usa jî komekê didine wan meriya, yên ku wedê xezeba dikevine tengasiya. Dibek tera ecêbmayî ye, gelo pera bona wan hemû tişta ji ku tê?
Em nakine li ser meriya, wekî pera bidin. Rast e xercên şixulê belakirina mizgîniyê zef e, lê em pera ji meriya naxwazin. Qirna pêşda, Birca Qerewiliyêye derxistina dudada hatibû gotinê, wekî em bawer dikin ku Yehowa alî me dike, lema jî emê “tu car ji meriya reca û lavaya nekin, wekî alî me bikin”, û me rastî jî tu car usa nekiriye! (Metta 10:8)
Şixulkariya me bi qurbanên rezedilî tê kirinê. Gelek merî qîmet dikin şixulê meyî belakirina mizgîniyê, û ji bo vê yekê pera qurban dikin. Şedên Yehowa jî bi rezediliya xwe, wedê xwe, qewata xwe, perê xwe û tiştên din qurban dikin, seva ku qirara Xwedê ser temamiya dinyayê bê serî (1 Dîrok 29:9). Odên Civatada û Odên Civata Mezinda hene qutiyên bona qurbankirinê, û kî ku dixwaze, dikare pera bavêjê. Nîvê zef ji van pera, yên ku têne qurbankirinê, ji aliyê merivên nedewletî têne qurbankirinê. Û usa jî meriv dikarin bi alîkariya malpera me qurbana bikin. Gelek ji wana mîna wê jinebiya belengaz in, derheqa kîjanî Îsa gilî kir, ku ewê du pol avîte peredanga paristgehê (Lûqa 21:1-4). Bi wî cûreyî her kes, dilê wîra “çiqas derbaz dibe”, dikare qurban ke (1 Korintî 16:2; 2 Korintî 9:7).
Em bawer dikin, wekî Yehowa dîsa jî wê hêlana bide wan meriya, kî ku dixwaze bi hebûna xwe piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê bike, wekî qirara Xwedê bê sêrî û navê wî jî hurmet be (Metelok 3:9).
Çi firqî heye orta teşkîleta me û hebandinên din?
Qurbanên bi rezedilî ça têne dayînê?
-
-
Odên Civatê—Çira û Ça Ava Dikin?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 25
Çira û Ça Em Oda Civata Ava Dikin?
Bolîvya
Nîjerya, pêşiyê û paşê
Tahîtî
Çaxê em Oda Civatêda top dibin, wêderê em hînkirinên Kitêba Pîroz şêwir dikin, yên ku dîna me didine ser Padşatiya Xwedê. Û wedê xizmetiya xwe jî Îsa gelek dîna xwe dida Padşatiyê (Lûqa 8:1).
Em top dibin ciyê xizmetkirina Yehowara, her kes mihala xweda. Odên Civata ev hene avayî, ji kîderê Şedên Yehowa saz dikin şixulê belakirina mizgîniyê, mihalên xweda (Metta 24:14). Çap û cûrên avayên Odên Civata dikare cûre-cûre be, ev avayî xemilandî û yê berbiçev nînin. Çimkî em zû-zû ji ber hev zêde dibin, lema jî van salên paşinda, me weke bi deha hezara Odên Civata ava kiriye (dêmek rojê weke pênc têne avakirinê). Lê gelo ev yek çawa pêk tê? (Metta 19:26)
Em ava dikin bi wê qurbandayînê, ku seva avakirina Oda Civatê hatiye qurbankirinê. Perên qurbankirî dişînin fîlîalê, paşê van pera didine wan civata, kîderê ku hewce ye, wekî Oda Civatê bê avakirinê yan tezekirinê.
Merivên ji cûre-cûre mileta, bê pere û bi rezedilî dixebitin, û Odên Civata ava dikin. Gelek welatada Komên Avakirina Odên Civatê hatine sazkirinê. Wan komada xûşk-bira bi rezedilî dixebitin. Ewana ji civatekê derbazî civata din dibin, yên ku welatê wanda ne, carna diçine ciyên dûr jî, wekî bona avakirina Oda Civata alî wan bikin. Welatên dinda jî Mesîhiyên cêribandî hatine kifşkirinê, wekî pey avakirin û tezekirina wan Odên Civata binihêrin, yên ku tesmîlî wan kirine. Xêncî wê yekê, hene birên usa, ku şixulê avakirinêda pêşekar in, û ewana jî bi rezedilî komekê didin. Ser her ciyê avakirinê, nîvê zef kî ku şixul dikin, ev xûşk-birên wê civatê ne, seva kê jî ev Oda Civatê tê avakirinê. Bi saya ruhê Yehowa û bi saya xizmetkarên wî, ku bi dil û can xwe didine vî şixulî, ev hemû tişt bi rastî jî pêşda diçe (Zebûr 127:1; Kolosî 3:23).
Nêta avakirina Odên Civata çi ye?
Bi saya çi şixulê avakirina Odên Civatê temamiya dinyayêda pêşda diçe?
-
-
Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 26
Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?
Êstonya
Zîmbabwe
Mongolya
Puerto Rico
Her Odeke Civata Şedên Yehowa, navê Xwedêyî pîroz rûmet dike. Lema jî em texmîn dikin ku em gerekê ji hemû aliyava temzaya civatê xwey kin. Ev qedirekî mezin e û him jî ev pareke ferz e ji xizmetkirina meye pîroz. Gişk jî dikarin bikevine nava vî şixulî.
Paşî civatê bi rezedilî odê didine hev. Paşî her civata, xûşk û bira eşq û dil Oda Civatê didine hev û hemû tiştî cîwar dikin. Lê heftiyê carekê ewana odê hê rind didine hev û temiz dikin. Rûspî yan berdestiyên civatê rêberiya vî şixulî dikin, û ewana timê dinihêrin wê rêberiyê, kîderê ku nivîsar e ça evî şixulî gerekê bikin. Kîderê ça hewce ye, xûşk û bira bi rezedilî hema usa jî dikin. Mesele, gêzî dikin, erdê dişon, yan bi mekîna tozhildanê tozê hildidin, kursiya rast dikin, usa jî ewana destavê dişon û dêzînfêksyayê dikin, pencera û neynika dişon, gemarê derdixin davêjin, der-dorê civatê temiz dikin û pey baxçe dinihêrin. Lape kêm salê carekê, roj tê kifşkirinê, seva ku bi temamî û hê rind Oda Civatê temiz kin. Em dixwazin, wekî zarên me jî qîmet kin ciyê hebandinê, lema em wanara jî mecalê didin wekî ewana Oda Civatê bidine hev (Waîz 5:1).
Komekdarî bona cûre-cûre şixul. Her sal, Oda Civata hûr bi hûr hindurva û dervava tê nihêrandinê. Bi saya vê nihêrandinê, şixulên tezekirinê tê kirinê, usa Oda Civatê rind tê xweykirinê û xerc zêde nabin (2 Dîrok 24:13; 34:10). Oda Civatê temiz û rind xweykirî, ciyê layîq e, seva hebandina Xwedêra. Çaxê em Oda Civatê temiz û rind xwey dikin, em didine kifşê ku em Yehowa hez dikin û qîmet dikin ciyê hebandina xwe (Zebûr 122:1). Ev yek usa jî rind hukum dibe ser meriyên dor-ber (2 Korintî 6:3).
Çira em gerekê Oda Civatê temiz xwey kin?
Seva temzaya Oda Civatê çi tê kirinê?
-
-
Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 27
Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?
Îsraêl
Komara Çêxyê
Bênîn
Giravên Kaymanê
Dixwazî hine lêkolîna bikî, seva ku zanebûna xwe derheqa Kitêba Pîroz hê zêde kî? Dibek tu dixwazî hê zêde pêbihesî derheqa hine giliyên ji Kitêba Pîroz, yan jî derheqa hine meriya, ciya, û dîsa gelek tiştên din derheqa çi jî Kitêba Pîrozda tê gotinê? Yan dibek jî tu difikirî, gelo Xebera Xwedê dikare problêmên minda alî min bike? Hergê tu dixwazî caba hine pirsên xwe bivînî, tu dikarî bêyî kitêbxana me, yê ku Oda Civatêda ne.
Kitêbxanada hene edebyet seva lêkolînê, ku alîkariyê didin. Dibek cem te ser zimanê te, ne hemû edebyetên Şedên Yehowa hene. Lê kitêbxana Oda Civatêda, gelek edebyet hene. Mesele, vira cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hene, ferhengên rind, û dîsa kitêbên din, yên ku dikarin alîkariyê bidine te. Pêşiya civatê yan jî paşî civatê, tu dikarî herî kitêbxanê. Hergê kitêbxanêda komputer heye, vê komputerêda usa jî Kitêbxana Birca Qerewiliyê tu dikarî bivînî. Ev heye bernama êlêktronîk, kîderê ku cûre-cûre edebyetên me hene. Bi saya vê bernamê tu dikarî hêsa elametiya bigerî û lêkolînê bikî.
Şagirtên Civîna ya Bijîn û Xizmet kin, ji kitêbxanê karê distînin. Hergê tera dersek dane, tu dikarî herî kitêbxane civatê, seva ku li wir dersa xwe hazir kî. Berpirsiyarê Civînê ya Bijîn û Xizmet kin, cabdar e bona kitêbxanê. Ew xem dike û miqat dibe, wekî edebyetên teze jî kitêbxanêda hebin û wekî ewana cîda bin. Berpirsiyarên mektebê, yan jî ev merî yê ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, dikarin tera nîşan kin, wekî ça tu dikarî elametiyên zêde, yê ku tera lazim in, bivînî. Her kitêb gerekê cîda bê xwendinê û ji kitêbxanê neyê derxistinê. Em usa jî gerekê miqatî van kitêba bin, ser lênekin û nîşana daneynin.
Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku hergê em dixwazin zanebûnê derheqa Xwedê bistînin, em gerekê hazir bin lêkolînê bikin, û zanebûnê ku ça “xizne” veşartî ye, bigerin (Metelok 2:1-5). Belê, kitêbxana Oda Civatê dikare alî te bike, wekî tu destpêkî bigerî.
Kîjan cûre-cûre edebyet, kitêbxana Oda Civatêda hene?
Kî dikare alî te bike, wekî tu kitêbxanêda bikaribî hê rind lêkolînê bikî?
-
-
Çi Dikarin Bivînin ser Malpera Me?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 28
Çi Dikarin Bivînin ser Malpera Me?
Fransa
Polonîstan
Rûsya
Îsa Mesîh gote şagirtên xwe: “Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinên weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (Metta 5:16). Van paşwextiya, em hemû têknolojiya teze bi temamî didine xebatê, mesele yek ji wan ev heye komputer. Malpera meye fermî heye jw.org, kîderê ku heye elametî, derheqa bawerî û şixulkariya Şedên Yehowa. Lê nêta vê malperê çi ye?
Cabên Kitêba Pîroz ser hemû pirsa. Vê malperêda tu dikarî caba wan pirsên ferz bivînî, yên ku meriv timê derheqa wan difikirin. Mesele, belavokên Gelo wê bê ew Wede, Çaxê Kul-Derd îda Tune bin? û Gelo bi Rastî Merî wê ji Mirinê Rabin? tu dikarî malpera meda bivînî. Ev belavok ser 600 zimana zêdetir hene. Usa jî tu dikarî bivînî Kitêba Pîroz Welgerandina Dinya Teze ser 130 zimana zêdetir û him jî edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz seva hînkirinê. Mesele, kitêba Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz? û dîsa jûrnalên Birca Qerewiliyê û Hişyar Bin! derxistinên teze. Evan edebyeta tu dikarî malperêda bixûnî yan jî bibihêyî, usa jî tu dikarî wana derbazî komputera xwe bikî bi formata aûdîo (MP3), PDF, yan EPUB. Xêncî vê yekê, hergê kesek ser zimanê xwe edebyeta dixwaze, tu dikarî hine rûpêla ji wan edebyeta ser kaxaza derxî, û bidî wî merivî. Usa jî ser zimanê nîşankirinê, dêmek seva ker-lala, gelek vîdêo-edebyet hene. Tu usa jî dikarî xwendina Kitêba Pîroz bi dramatîk û kilameke xweş komputera xweda bidî kişandinê, û wedê hêsabûnê bibihêyî.
Elametiya rast, derheqa Şedên Yehowa. Ser vê malperê usa jî hene elametiyên teze û vîdêo, derheqa şixulên meyî hemdinyayê. Him jî hene elametî derheqa komekdayîna me, û derheqa wan qewimandina, yên ku tevî Şedên Yehowa tevgirêdayî ne. Xêncî vê yekê tu dikarî pêbihesî careke din kengê civata mezin wê derbaz be, û usa jî bivînî elametî seva têklîbûna tevî fîlîalên me.
Bi van yeka ronaya rastiyê heta serê dinyayê şewq dide. Merî ji hemû welata heta ji ciyên lape sar û dûr jî, mesele Antarktîkê, ji vê ronaya rastiyê karê distînin. Em dua dikin, wekî xebera Yehowa ser temamiya dinyayê zû bela be, seva ku Xwedê hurmet-qîmet be (2 Têsalonîkî 3:1).
Ça malpera meye jw.org, alî hê zêde meriya dike, pêbihesin rastiya Kitêba Pîroz?
Tu ser malpera me çi dixwazî binihêrî?
-