SERÊ 12
Xortê Mêrxas
Werê em pêbihesin derheqa xortekî, yê ku emirê xalê xwe xilaz kir. Navê xalê wî Pawlos bû. Em navê vî xortî nizanin, lê em zanin ku ewî tiştekî mêrxasî kir. Tu dixwazî pêbihesî wekî ewî çi kir?~
Pawlos di şeherê Orşelîmêda, kelêda bû. Pawlos hate girtinê, çimkî ewî derheqa Îsa dannasîn dikir. Hine merivêd xirab, Pawlos hiz nedikirin, lema jî ewana tiştekî xirab safî kirin bikin. Wana got: ‘Werên em bêjine mezinê eskera, wekî eskerêd wî, Pawlos bivine bal hakim. Emê jî nêzîkî rê cîkî xwe veşêrin. Û çaxê ewana vê rêra derbaz bin, hingê emê Pawlos bigirin û bikujin!’
Kurê xûşka Pawlos, xalê xwera û mezinê eskerara derheqa şixulêd merivêd xirab gilî dike
Hingê kurê xûşka Pawlos derheqa şixulê wane xirab bihîst. Ewî çi kir? Ew çû kelê û Pawlosra derheqa vê yekê gilî kir. Pawlos gote wî wekî here cem mezinê eskera û hemû tişt wîra bêje. Ça tu dişirmîş dibî, evî xortê cahilra hêsa bû tevî mezinê eskera xeber da?~ Na hêsa nîbû. Çimkî mezinê eskera yekî girîng bû. Lê kurê xûşka Pawlos mêrxas bû, û çû tevî mezinê eskera xeber da.
Mezinê eskera rind zanibû ku çi gerekê bike. Ewî weke 500 esker şandin, wekî Pawlos xwey kin! Ewî gote eskerêd xwe, ku vê şevê Pawlos hildin û bivine Qeyseriyayê. Gelo Pawlos hate xilazkirinê?~ Belê, Pawlos xilaz bû. Û merivêd xirab jî nikaribûn ew bigirtana! Safîkirina wane xirab nehate sêrî.
Lê tu çi dikarî ji vê serhatiyê hîn bî?~ Tu jî dikarî mîna wî xortî, mêrxas bî. Çaxê em tevî meriya derheqa Yahowa xeber didin, mera lazim e wekî em mêrxas bin. Tuyê mêrxas bî, û timê derheqa Yahowa tevî meriya xeber dî?~ Zanî hergê tu usa bikî, tu jî bikaribî emirê kesekî xilaz kî.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Karêd Şandiya 23:12-24