KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 14 rûp. 30-31
  • Padşatî, ya ku li ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê Bike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Padşatî, ya ku li ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê Bike
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • “Cinetêda Emê Hev Bivînin!”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • “Tê Tevî Min Cinetêda bî”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 14 rûp. 30-31
Jesus Christ ruling as King over the Paradise earth

SERÊ 14

Padşatî, ya ku li ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê Bike

Hela tu dikarî bêjî, em derheqa kîjan Padşatiyê xeber didin?~ Erê, ev Padşatiya Xwedê ye. Û ev Padşatî wê erdê bike cinet. Tu dixwazî derheqa vê Padşatiyê hê zêde pêbihesî?~

Di her padşatiyêda heye padşa. Û padşa li ser cimeta xwe, erdê xweda padşatiyê dike. Lê tu zanî, wekî di Padşatiya Xwedêda kî ye padşa?~ Îsa Mesîh. Ew li ser ezmana ye. Û zûtirekê ewê li ser hemûya bibe padşa! Lê ça tu dişirmîş dibî, çaxê Îsa li ser temamiya dinyayê padşatiyê bike, hingê emê bextewar bin?~

Çaxê tu derheqa cinetê dişirmîş dibî, tu çi dixwazî bivînî?

Belê, emê gelek bextewar bin! Di cinetêda merî tevî hev wê şer nekin. Her kes wê hevdu hiz bikin. Tu kes wê îda nexweş nekeve û ne jî bimire. Çevê kora wê vebin, ker wê bibihên. Û êwêd ku nikarin rê herin, wê bikaribin rê herin û birevin. Xwarina her kesî wê têr tije be. Heywan wê hevra bilîzin, û emê jî tevî wan bilîzin. Ew merî yêd ku mirine, wê dîsa vegerin jîyînê. Tê bîra te, ji vê broşûrê te derheqa gelek mêr û jina pêhesiyayî. Mesela Rebeka, Rexab, Dawid û Elyas. Tu zanî wekî ewana jî wê vegerin jîyînê! Lê çaxê ewana vegerine jîyînê, tu dixwazî wana bivînî?~

Yahowa te hiz dike û dixwaze wekî tu bextewar bî. Hergê tu berdewan kî derheqa Yahowa pêbihesî û timê gora wî bikî, tuyê bikaribî di cineta bedewda heta-hetayê bijî! Tu dixwazî di cinetêda bijî?~

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Îşaya 2:4; 11:6-9; 25:8; 33:24; 35:5, 6

  • Yûhenna 5:28, 29; 17:3

PIRS:

  • Kî ye padşê Padşatiya Xwedê?

  • Îsa li ser kê wê padşatiyê bike?

  • Çaxê Îsa li ser temamiya dinyayê padşatiyê bike, emirê me wê çawa be?

  • Tu çi gerekê bikî, seva ku di cinetêda heta-hetayê bijiyî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin