KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 47
  • Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Nixumandin Nêteke Hêja ye!
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Nixumandin; Dewakirin e bona Mesîhiya
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Çima Gerekê Xwe Tesmîlî Xwedê kin û Bêne Nixumandinê?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 47
Dersa 47. Xwendevanê Kitêba Pîroz dinihêre ku ça ser civata mezin merivek tê nixumandinê.

DERSA 47

Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz tu derheqa Yehowa gelek tişt pêhesiyayî. Dibeke te hine guhastin kirin, seva ku emirê xweda wan tişta bînî sêrî çi ku hîn dibûyî. Him jî diqewime menî heye, ji bo çi jî tu difikirî wekî hazir nînî xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê. Wê dersêda emê derheqa hine meniyên belabûyî xeber din, kîjan ku dibeke riya te jî digirin wekî bêyî nixumandinê, û ça tu dikarî dîsa jî pêşda herî.

1. Zanebûna te gerekê çiqas be, ku bêyî nixumandinê?

Seva ku bêyî nixumandinê, tu gerekê “rastiyê nas” kî (1 Tîmotêyo 2:4). Ev nayê hesabê, wekî tu gerekê caba her pirseke Kitêba Pîrozva girêdayî, bizanibî. Hela hê Mesîhiyên ku gelek sal nixumandîne jî, berdewam dikin zanebûnê distînin (Kolosî 1:9, 10). Lê hemikî tu gerekê hînkirinên Kitêba Pîroze sereke, rind fem bikî. Hergê êpêce zanebûna te heye, rûspiyên civatê wê alî te bikin bigihîjî nêta xwe.

2. Tu kîjan hine gava gerekê bavêjî, ku bêyî nixumandinê?

Derheqa merivên ku dixwazin bêne nixumandinê, Kitêba Pîroz dibêje: “Tobe kin û berbi Xwedê vegerin” (Bixûne Karên Şandiya 3:19.) Ev tê hesabê, wekî tu bi dil û can tobe dikî bona gunên xweye berê û ji Yehowa baxşandinê dixwazî. Usa jî tu înkar dikî wan tişta bikî, çi ku ber çevê Xwedê reş in. Xêncî wê yekê, tu destpêdikî civatêda şixulkariyê bikî, mesele têyî civata û ça mizgînvanê nenixumandî mizgîniyê bela dikî.

3. Tu çima gerekê nehêlî, ku tirs te zeft ke?

Hinek ditirsin, wekî wê nikaribin wê yekê bikin, çi ku soz dane Yehowa. Hemikî carna tuyê şaşiya bikî. Hela hê xizmetkarên Xwedêyî berê jî carna şaşî dikirin. Lê Yehowa ji xizmetkarên xwe kamiliyê dewa nake (Bixûne Zebûr 103:13, 14.) Ew şa dibe gava divîne, wekî tu çiqas qewatê didî xebatê, seva sozê xwe bînî sêrî! Ew hazir e alî te bike. Kitêba Pîroz dibêje, wekî tu tişt wê nikaribe “hizkirina Xwedê ser me sar ke”. Û Yehowa wê yekêda me dide bawerkirinê (Bixûne Romayî 8:38, 39.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku tu ça dikarî hemû çetinayên ku riya te digirin, bidî alîkî, wekî Yehowa rind nas kî, alîkariya wî qebûl kî û bêyî nixumandinê.

Şikil: Kulfeta cahil nahêle, ku çetinayî rê wê bigirin û tê nixumandinê. Derecên vê dersê têne wekilandinê.

4. Yehowa rind nas ke

Xûşk tevî keçikekê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dik.

Tu gerekê derheqa Yehowa çiqasî bizanibî, wekî bêyî nixumandinê? Tu gerekê rind wî nas kî, wekî dilê teda hizkirin hindava wîda pêşda bê û bixwazî dilê wî şa kî. Vêxe VÎDÊO ku bivînî, wekî ça xwendevanên Kitêba Pîroz nav temamiya dinyayêda, karibûn bigihîjine vê nêta mexsûs. Paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Nixumandin Gaveke Lape Ferz e” (3:56)

  • Li gora vîdêoyê çi alî hineka kir, wekî bona nixumandinê xwe hazir kin?

Bixûne Romayî 12:2, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu dudilî dibî wê yekêda, ku hînkirinên Kitêba Pîroz rast in û Şedên Yehowa rastiyê hîn dikin?

  • Hergê erê, tu çi dikarî bikî?

5. Nehêle çetinayî rê te bigirin, ku bêyî nixumandinê

Keçik Kitêba Pîroz dike çentê xwe, lê diya wê jêra dike şer.

Gava em safî dikin xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê, em rastî çetinaya tên. Seva ku mesela bivînî, vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Hizkirin Hindava Yehowa Alî Min Kir ku Çetinayada Teyax kim” (5:22)

  • Çawa ji vîdêoyê hate kifşê, Narangêrêlê gerekê çi çetinayî alt kira, ku bikaribûya Yehowara xizmet ke?

  • Çi alî wê kir, wekî wan çetinaya alt ke?

Bixûne Metelok 29:25 û 2 Tîmotêyo 1:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi wê alî me bike, ku mêrxas bin û çetinaya alt kin?

6. Îtbariya xwe Yehowa bîne, ku wê alî te bike

Xûşk mal bi mal xizmet dike û kulfete emirda mezinra mizgîniyê gilî dike. Xûşka me tevî wê dertê xizmetiyê.

Yehowa wê alî te bike, ku bikaribî dilê wî şa kî. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Xwedê Yehowa Wê Alî Te Bike” (2:50)

  • Ça ji vîdêoyê tê kifşê, çi riya merivekî digirt, ku bê nixumandinê?

  • Ew çi pêhesiya, ku hêlan bû îtbariya xwe hindava Yehowa bişidîne?

Bixûne Îşaya 41:10, 13, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima tu dikarî bawer bî, ku tuyê bikaribî ewî sozê xwe bînî sêrî, kîjan ku te pêşiya nixumandinê da Yehowa?

7. Şêkirdariya xwe hindava hizkirina Yehowa zêde ke

The woman praying alone.

Tu çiqas hê zêde bifikirî derheqa hizkirina Yehowa hindava xweda, haqas hê zêde tuyê şêkirdar bî û bixwazî heta-hetayê wîra xizmet kî. Bixûne Zebûr 40:5, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu diha zef kîjan keremên ji Yehowa qîmet dikî?

Yêremya pêxember Yehowa û xebera wî hiz dikir. Him jî ewî gelek qîmet dikir ew qedir, ku navê Yehowa ser wî bû. Ewî got: “Gotinên te hatin dîtin û wan xwarim û gotinên te ji minra bûn kêfxweşî û ji dilê minra bûn şabûn; ji ber ku ez bi navê teva tême bang kirin, ya Xwedayê arteşan XUDAN!” (Yêremya 15:16). Caba van pirsa bide:

  • Çima ev qedirekî mezin e bibin Şedên Yehowa?

  • Tu dixwazî bêyî nixumandinê û bibî Şedê Yehowa?

  • Tiştek riya te digire, ku evê yekê bikî?

  • Bi texmîna te tu çi gerekê bikî, seva ku bigihîjî vê nêta xwe û bêyî nixumandinê?

Kulfeta cahil tê nixumandinê.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez ditirsim bême nixumandinê, çimkî difikirim, ku ezê nikaribim sozê xwe bînim sêrî.”

  • Tu jî usa difikirî?

TEMAMKIRIN

Bi alîkariya Yehowa tu dikarî hemû çetinaya bidî alîkî, û bêyî nixumandinê.

Wekilandin

  • Tu gerekê Kitêba Pîroz çiqasî bizanibî, ku bêyî nixumandinê?

  • Pêşiya ku bêyî nixumandinê, tu kîjan guhastina gerekê bikî?

  • Çima tu gerekê nehêlî, wekî tirs riya te bigire?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese ku tu ser çi hîmî gerekê bêyî nixumandinê.

“Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?” (“Birca Qerewiliyê”, Adar, 2020)

Pêbihese, wekî tu ça dikarî nehêlî ku çetinayî rê te bigirin.

“Çi Rê Min Digire ku Bême Nixumandinê?” (“Birca Qerewiliyê”, Adar, 2019)

Pêbihese ku ça merivekî karibû çetinaya alt ke û bê nixumandinê.

“Çira Hûn Xwe ji Nixumandinê Paş Dixin?” (1:10)

Merivek bi navê Ata, pêşiyê xwe egle dikir, ku bê nixumandinê. Bivîne ku çi wî hêlan kir, seva ku ev gava ferz bavêje.

“Ez bi Rastî Hêjayî Wan Kerema me?” (7:21)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin