KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 36
  • Hemû Aliyada Rast û Helal be

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hemû Aliyada Rast û Helal be
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Her Tiştîda Rast û Helal Bin
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Her Tiştîda Rast û Dilpak bin
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Çira Kar e ku Meriv Rast û Neqelp be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Hunurê ku ji Almasa Qîmettir e
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 36
Dersa 36. Meriv dokûmêntê qol dike.

DERSA 36

Hemû Aliyada Rast û Helal be

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Hemû meriv dixwazin wekî hevalên wan diltemiz û helal bin. Yehowa jî dixwaze wekî dostên wî usa bin. Lê ew yek hêsa nîne, çimkî em dinyake usada dijîn, kîderê gelek meriv diltemiz nînin. Çaxê meriv hemû aliyada helal e, ev yek çi karê tîne?

1. Meniya lape ferz ku gerekê helal bin, çi ye?

Çaxê em hindava merivada helal in, em Yehowara didine kifşê ku em wî hiz dikin û qedirê wî digirin. Bifikire derheqa vê yekê, ku Yehowa zane em çi difikirin û çi dikin (Îbranî 4:13). Çaxê em ser xwe dixebitin wekî helal bin, Ew vê yekê divîne û dilê wî şa dibe. Xebera wîda tê gotinê: “Merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32).

2. Em ça dikarin jîyîna xweye herrojîda rast û helal bin?

Yehowa dixwaze wekî em hevdura “rastiyê bêjin” (Zekerya 8:16, 17). Ev yek çi tê hesabê? Çaxê em tevî nefer, hevalkar, bawermendên xwe û merivên dewletê xeber didin, em derewa nakin û înformasiya nerast nadin. Merivên dilsax û helal diziyê nakin û meriva naxapînin (Bixûne Metelok 24:28 û Efesî 4:28.) Ewana usa jî hemû xercên dewletê didin (Romayî 13:5-7). Bi wî cûreyî ewana “her tiştî rast” dikin (Îbranî 13:18).

3. Helalî çi karê tîne?

Hergê me nas dikin ça merivê rast û helal, hingê meriv îtbariya xwe me tînin. Bi saya helaliyê civatêda jî emê xwe xweykirî texmîn kin, çawa malbetêda, ya ku bi hizkirinê tije ye. Û usa emê şabûnê bistînin, çimkî îsafa me wê temiz be. Hergê em helal û dilsax bin, emê hînkirinên derheqa “Xilazkirê me Xwedê, her aliyava bixemilînin” (Tîto 2:10).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku helaliya me ça him ser me, him jî ser heleqetiya me tevî Yehowa hukum dibe, û bivîne tu ça dikarî cûre-cûre derecada helal bî.

4. Helalî dilê Yehowa şa dike

Bixûne Zebûr 44:21 û Malaxî 3:16, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çira tu difikirî wekî nerast e derewiyê veşêrin?

  • Yehowa ça dinihêre ser vê yekê, çaxê tu helaliyê didî kifşê hingê jî, gava tera çetin e?

Zar tevî bavê xwe xeber dide, kîjan ku qerefîska rûniştiye û guh didê. Ava êmîş kasêda, ser sifirê rijiyaye.

Çaxê zar helal xeber didin, dêmek derewa nakin, ewana dilê dê-bavê xwe şa dikin. Lê çaxê em helal xeber didin, em dilê Yehowa şa dikin

5. Timê helal be

Gelek meriv difikirin, wekî carna nayê standinê ku rast û helal bin. Pêbihese, ku çira em gerekê timê helal bin. Vêxe VÎDÊO.

VÎDÊO: “Çi Dikare Şabûnê Pêşda Bîne?; Îsafa Temiz” (2:32)

Şikil ji vîdêoyê “Çi Dikare Şabûnê Pêşda Bîne?; Îsafa Temiz”. Bên bi helalî mezinê xebatêra dibêje, ku ewî tiştekî biha xirab kiriye, ewî û mezinê xebatê destê xwe kirine destê hev.

Bixûne Îbranî 13:18, û paşê şêwir ke em ça dikarin helal bin . . .

  • tevî neferên xwe

  • tevî hevalkarên xwe yan mektebêda

  • derecên dinda

6. Helalî mera karê tîne

Diqewime pêşiyê usa bê kifşê, ku hergê helal bin, problêm wê pêşda bên. Lê bi rastî, ya lape baş ew e, ku tu helal bî. Bixûne Zebûr 34:12-16, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Helalî ça dikare emirê te hê baş ke?

A. Jin-mêr tevî hev qaweyê vedixwin û hevra xeber didin. B. Xebatçî ji mezinê xebata xwe, paya distîne. C. Mêrik avtêda rûniştiye û dokûmêntên xwe polîsra nîşan dike.
  1. Çaxê jin-mêr hevra helal in, zewaca wan qewî dibe

  2. Çaxê xebatçî bi helalî şixulê xwe dike, mezinê xebatê îtbariya xwe wî tîne

  3. Bineliyên helal ber merivên dewletê navê baş qazanc dikin

HINE MERIV DIBÊJIN: “Hine derew usa biçûk in, ku tiştekî xirab vê yekêda tune.”

  • Tu çira bawer dikî, wekî Yehowa hemû cûre derewa nefret dike?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze, wekî dostên wî hemû gotin û kirên xweda helal bin.

Wekilandin

  • Çida tu dikarî helaliyê bidî kifşê?

  • Çira nerast e bifikirin, ku em dikarin rastiyê veşêrin?

  • Tu çira dixwazî timê helal bî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Dê-bav ça dikarin zarên xwe hîn kin, wekî ewana helal bin?

“Yekî Rast be” (1:44)

Em çi karê distînin çaxê sozên xwe tînin sêrî?

“Xweyê Sozê Xwe be û Kerema Bistîne” (9:09)

Pêbihese ku çira em gerekê xercên dewletê bidin, hergê jî ew pere bona tiştên usa têne xerckirinê, kîjan ku Xwedê qebûl nake.

“Lazim e Xercê Dewletê Bidin?” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Îlonê, 2011)

Çi merivekî hêlan kir, wekî emirê xwe biguhêze û bibe yekî helal?

“Ez Pêhesiyam wekî Yehowa Merd e û Dibaxşîne” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Gulanê, 2015)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin