Şixulkariya Tevî Xwedê Şabûneke Mezin Tîne
“Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kerem bêfeyde be” (2 KORN. 6:1).
1. Yahowa çira yên din teglîf dike ku tevî wî bixebitin, ne ew Xwedayê Himzor e?
YAHOWA Xwedayê Himzor, Efirandarê hemû tiştî ye, û bîlanî û qewata bêhesab tenê ya Wî ye. Çaxê Yahowa alî Îbo kir ku ewê yekê fem ke, Îbo giliyên usa wîra got: “Tu dikarî her tiştî bikî, ez pê dizanim û mirazekî te jî nayê sekinandin” (Îb. 42:2). Em zanin ku Yahowa dikare bê alîkariya tu kesî, bîne sêrî her tiştî çi ku ew bixwaze bike. Lê ji bo hizkirinê ew yên dinêna teglîf dike ku tevî wî bixebitin, seva ku qirara wî bê sêrî.
2. Yahowa Kurê xwe teglîf kir ku kîjan şixulê ferz bike?
2 Efirînê Xwedêyî pêşin, Kurê wî bû. Yahowa îzin da Kurê xwe, wekî di efirandina her tiştên dinda ew alî wî bike (Yûhn. 1:1-3, 18). Derheqa Îsa Pawlos nivîsî: “Bi destê wî her tiştêd li erd û ezmana efirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hukumetî bin, her tişt bi destê wî û bona wî efirîne” (Kols. 1:15-17). Yahowa ne ku tenê qedirekî mezin da Kurê xwe ku efirandinêda kar bike, lê ewî usa jî rola wîye ferz yên dinênara eyan kir.
3. Yahowa Adem teglîf kir ku çi bike û çira?
3 Yahowa usa jî meriv teglîf kirin, ku tevî wî şixulkariyê bikin. Mesele, ewî îzin da Adem, ku nav bide ser heywana (Destp. 2:19, 20). Adem şabûneke mezin distand, çaxê pey heywana dinihêrî, seva ku derheqa wan rind bizanibe û safî ke hela çi navî bide ser kîjanî. Yahowa xwexa dikaribû ew yek bikira, çimkî ewî heywan efirandiye. Lê yeke, Yahowa bi hizkirinê îzin da Adem seva ku nav bide ser heywana. Xwedê usa jî îzin da Adem ku temamiya erdê bike cinet (Destp. 1:27, 28). Lê yazix, Adem safî kir ku şixulkariyê tevî Xwedê neke, ji bo wê yekê ewî qeziya hin xwera, hin jî zureta xwera anî (Destp. 3:17-19, 23).
4. Çawa yên din tevî Xwedê şixulkarî dikirin seva ku qirara wî bînin sêrî?
4 Paşê Yahowa merivên din teglîf dikir, seva ku tevî wî bixebitin. Nuh gemî ava kir, seva ku xwe û malbeta xwe wedê Sêlafê xilaz ke. Mûsa cimeta Îsraêl ji Misirê aza kir. Yêşû ew cimet bire Erdê Sozdayî. Silêman di Orşelîmêda paristgeh ava kir. Meryem bû diya Îsa. Her ji wan xizmetkarên amin û gelekên din tevî Xwedê şixulkarî dikirin, seva ku qirara wî bînin sêrî.
5. Di kîjan şixulîda em dikarin kar bikin, û gelo Yahowa hewcê alîkariya me bû? (Binihêrin şikilê ewlin.)
5 Roja îroyîn, Yahowa me teglîf dike, wekî em bi temamî piştgiriya Padşatiya wî bikin. Îro cûre-cûre xizmetkirin heye. Rast e hemû Mesîhî nikarin bi cûrekî Xwedêra xizmet kin, lê her kes ji me dikare mizgîna Padşatiyê bela ke. Hilbet, Yahowa hewce nîbû ewî şixulî bide me. Ewî dikaribû tevî meriva ji ezmên xeber da. Îsa got wekî Yahowa dikaribû usa bikira, ku hela hê kevir jî wê bikirana qîrîn derheqa Padşayê Padşatiya Xwedê (Lûqa 19:37-40). Lê yeke Yahowa îzinê dide me wekî em “hevparên” wî bin (1 Korn. 3:9). Pawlosê şandî nivîsî: “Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kerem bêfeyde be” (2 Korn. 6:1). Ew qedirekî mezin e ku Yahowa me teglîf kiriye seva ku tevî wî şixulkariyê bikin. Werên binihêrin çend meniya, ku çira ew yek mera şabûneke mezin tîne.
ŞIXULKARIYA TEVÎ XWEDÊ ŞABÛNEKE MEZIN MERA TÎNE
6. Ça Kurê Xwedê eyan kir, ku ewî çi texmîn dikir çaxê tevî Bavê xwe şixulkarî dikir?
6 Şixulkariya tevî Yahowa, şabûneke mezin dianî xizmetkarên wîra. Kurê Xwedêyî tayê tenê pêşiya wê yekê ku bihata ser erdê, usa got: “Xudan di destpêka rêya xweda xwediyê min bû . . . Ez bi ser hosteyî li cem wî bûm û ez roj bi roj, bi kêfxweşiyê ve tijî bûm, li ber wî, hertim bi coşiyê ve ketim” (Metlk. 8:22, 30). Çaxê Îsa şixulkarî dikir tevî Bavê xwe, ew gelek şa dibû çimkî ewê yekê bike, û zanibû ku Yahowa wî hiz dike. Lê çi em dikarin bêjin derheqa me?
Em ku dikarin meriva rastiyê hîn kin, ji wî şixulî baştir çi dikare hebe? (Binihêre abzasa 7)
7. Çira şixulê belakirina mizgînê şabûnê mera tîne?
7 Îsa got ku meriv bextewar dibe çaxê dide û çaxê distîne (Kar. Şand. 20:35). Çaxê em rastiya derheqa Xwedê pêhesiyan, em gelek şa bûn, û em şabûnê distînin gava em evê rastiyê bela dikin. Çaxê em merivara rastiya Kitêba Pîroz gilî dikin, em divînin çawa ewana bi êmosiya û bi razîbûnê tije dibin hindava Xwedê û rastiya wî ku Xebera wîda ye. Belakirina mizgîna Xwedê gelek ferz e bona emir. Ew riya jîyîna heta-hetayê vedike bona wan meriva, kê ku hazir e nêzîkî Xwedê be (2 Korn. 5:20). Em çaxê şixulê belakirina mizgînê dikin, em şabûneke mezin distînin, çimkî bi saya wî şixulî meriv dikare emirê heta-hetayê bistîne.
8. Hinek çi dibêjin derheqa wê şabûnê, kîjan ku wana distand di şixulkariya tevî Yahowada?
8 Çaxê em alî meriva dikin ku derheqa Xwedê pêbihesin, em şa ne ku bi wê yekê em dilê Yahowa şa dikin û usa jî ku ew qîmet dike qewata me ku em didine xebatê di xizmetkirinêda. (Bixûne 1 Korintî 15:58.) Marko kîjan di Îtalyayêda dijî, dibêje: “Ez şabûneke mezin distînim, çaxê ez ya here baş didime Yahowa, ne ku wan kê dikare zû bîr ke”. Usa jî Franko kîjan ku di Îtalyayêda xizmet dike, dibêje: “Yahowa bi Xebera xwe û bi xwarina ruhanî, her roj dike bîra me ku ew me hiz dike. Û her tiştê ku em bona wî dikin ferz e bona wî, wî çaxî jî çaxê em difikirin ku kirina me qe tiştek nîne. Lema jî ez bextewar im ku tevî Yahowa şixulkariyê dikim û nêta emirê min jî heye”.
ŞIXULKARIYA TEVÎ XWEDÊ ME NÊZÎKÎ WÎ Û YÊN DINÊNA DIKE
9. Çi heleqetî hebû orta Yahowa û Îsa, û çira?
9 Çaxê em şixulkariyê dikin tevî wan kîjana em hiz dikin, em hê nêzîkî wan dibin, û hê gelek pêdihesin derheqa wan û hunurên wan. Hin jî em pêdihesin derheqa nêtên wan, û usa jî ku ewana ça dixwazin nêtên xwe bînin sêrî. Îsa tevî Yahowa weke mîlîard sala şixulkarî dikir. Hizkirina wan û heleqetiya wan hindava hevdu, usa qewî dibû ku tu tiştî nikaribû ziyanê bida heleqetiya wan. Îsa got: “Ez û Bav yek in” (Yûhn. 10:30). Îsa bi wan giliya da kifşê ku heleqetiya wî tevî Bavê wî çiqas nêzîk e. Wana ji vê heleqetiya nêzîk, şabûn distandin û tevayî edilayêda şixulkarî dikirin.
10. Çira xizmetkirin me nêzîkî Yahowa û yên dinêna dike?
10 Îsa duayê xweda ji Yahowa hîvî dikir, ku şagirtên wî xwey ke. Lê menî çi bû? Ewî duayê xweda usa got: “Wekî bibin yek, çawa ez û tu yek in” (Yûhn. 17:11). Hergê em temiyên Xwedê bînin sêrî û di xizmetkirinêda kar bikin, emê bikaribin pêbihesin derheqa hunurên wîyî baş. Û usa jî derheqa wê yekê, çira em gerekê baweriya xwe wî bînin û pey rêberiya wî herin. Hergê em nêzîkî Xwedê bin, ew jî wê nêzîkî me be. (Bixûne Aqûb 4:8.) Emê usa jî bikaribin nêzîkî xûşk-bira bin, çimkî em jî wek wan rastî cêribandina û şabûnê tên, û nêtê me jî yek in. Belê, em tevayî dixebitin, tevayî şa dibin, û tevayî sebir dikin. Oktavîa kîjan ku di Brîtanyayêda dijî, dibêje: “Şixulkariya tevî Yahowa min hê zef nêzîkî yên din dike, çimkî hevaltiya min tevî wan ne ku tenê ew e ku ez wana nas dikim, lê nêt û meremên me yek in”. Tu jî usa difikirî? Dibeke tu jî texmîn dikî ku tu lema nêzîkî yên din dibî, çimkî divînî ku ewana gelek qewatê xerc dikin seva ku dilê Yahowa şa kin.
11. Çira dinya tezeda emê hê nêzîkî Yahowa û xûşk-bira bin?
11 Rast e hizkirina me hindava Xwedê û xûşk-bira niha qewî ye, lê dinya tezeda wê hê qewî be. Bide ber çevê xwe ewê xebatê, kîjan ku di axiriyêda hîviya me ye! Wêderê wê meriv ji mirinê rabin, emê bi şabûnê rastî wan bên û derheqa Yahowa wana hîn kin. Emê erdê bikine cinet. Ew şixul ne hêsa ne, lê ew yek wê şabûneke mezin be, çimkî emê tevayî bixebitin û berbi bêqisûrtiyê herin bin Padşatiya Xwedêda! Meriv wê nêzîkî hevdu û nêzîkî Xwedêyê xwe bin, kîjan ku wê “daxwaza her jiyandarî bi cîh” bîne (Zeb. 145:16, ÎM).
ŞIXULKARIYA TEVÎ YAHOWA ME XWEY DIKE
12. Çida şixulê xizmetkirinê me xwey dike?
12 Em gerekê ruhaniya xwe xwey kin. Çimkî em dijîn vê dinyayêda ku bin hukumê Şeytanda ye, û hin jî em gunekar in, lema jî hêsa dikarin destpêkin nerast bifikirin û bijîn usa ça ev dinya. Em dikarin ruhê wê dinyayê beramberî çêm bikin, kîjan ku me dikişîne li wêderê, kîderê ku em naxwazin herin. Seva ku ava çêm me nebe alîkî din, em gerekê xwe avê xin miqabilî qewata avê. Bi wî cûreyî em gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku ruhê wê dinyayê me nebe alîkî din. Wedê xizmetiyê, em dîna xwe didin ser tiştên ruhanî ku kêrhatî ne, ne ku ser wan tişta kîjan ku dikarin baweriya me sist kin (Fîlî. 4:8). Belakirina mizgînê baweriya me hê qewî dike, û dike bîra me derheqa sozên Xwedê û prînsîpên wîyî bi hizkirin. Ew yek usa jî alî me dike ku hacetê xweye ruhanî xwey kin. (Bixûne Efesî 6:14-17.)
13. Xûşkek ji Avstralyayê çi dişirmîş dibe derheqa xizmetkirinê?
13 Hergê em di xizmetkirinêda û şixulên dine ruhanîda kar bikin, wî çaxî wê wedê me tune be xem kin derheqa problêmên xwe, û ew yek alî me dike ku em xwe xwey kin. Coêl, ku di Avstralyayêda dijî dibêje: “Şixulê belakirina mizgînê alî min dike wekî bi rêalî ser tişta binihêrim. Ev tîne bîra min ku meriv halekî çiqas xirabda nin û ez çi karê distînim çaxê bi prînsîpên Xwedê dijîm. Şixulê xizmetkirinê alî min dike ku milûk bim, û usa jî mecalê dide min ku îtbariya xwe Yahowa û xûşk-bira bînim”.
14. Ew yek ku em berdewam dikin xizmet kin, ça dide kifşê ku ruhê Xwedêyî pîroz tevî me ye?
14 Belakirina mizgînê baweriya me qewî dike ku ruhê Xwedêyî pîroz tevî me ye. Bifikire ser wê meselê: Tera xebat dan ku tu mihalada nan bela kî. Lê tuyê seva vê xebatê û xercê xwe pera nestînî. Xêncî wê yekê, tu divînî ku gelek meriv ewî nanî naxwazin, û hela hê hinek jî te nefret dikin ji bo wê yekê ku tu ewî nanî bela dikî. Teyê heta kengê ew xebat bikira? Ji bo rêaksîa merivaye nebaş tuyê dilteng bûyayî, û wê qewata te tune bûya ku ew xebat berdewam kira. Lê em derheqa xwe dikarin bêjin, ku gelek ji me sal bi sal berdewam dikin bi xercê xwe xizmet dikin, û nanihêrin ser peyketin û qerfê merivên bêşêkir. Lê gelo ew yek îzbat nake ku ruhê Xwedêyî pîroz ser me ye?
ŞIXULKARIYA TEVÎ XWEDÊ DIDE KIFŞÊ HIZKIRINA ME HINDAVA WÎ Û YÊN DIN
15. Çawa belakirina mizgînê girêdayî ye tevî qirara Xwedê bona însanetê?
15 Belakirina mizgînê girêdayî ye tevî qirara Xwedê bona însanetê. Qirara wî ew bû ku meriv erdê tije kin û tu car nemirin. Rast e Adem gune kir, lê yeke qirara Xwedê nehate guhastinê (Îşa. 55:11). Xwedê usa kir ku em ji gune û mirinê aza bin. Seva ku qirara Xwedê bê serî, Îsa hate ser erdê û emirê xwe bona merivên guhdar da. Lê merivên guhdar gerekê fem bikin ku Xwedê ji wana çi dewa dike. Lema jî Îsa meriv usa jî hîn dikirin, ku Xwedê çi ji wan dewa dike, û temî da ku şagirtê wî jî evê yekê bikin. Gava em alî meriva dikin nêzîkî Xwedê bin, em şixulkariyê dikin ku qirara wî bê sêrî, dêmek ku meriv xilaz bin ji gune û mirinê.
16. Ça şixulê belakirina mizgînê girêdayî ye tevî temiyên Xwedêye herî mezin?
16 Çaxê em alî meriva dikin seva ku ewana riya heta-hetayê bivînin, bi wê yekê em nîşan dikin hizkirina xwe hindava wan û Yahowa, kîjan ku “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:4). Çaxê yek ji qanûnzana ji Îsa pirsî ku qanûnêda kîjan e temiya here mezin, Îsa got: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’. Ev e temiya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’”. (Met. 22:37-39). Çaxê em şixulê belakirina mizgînê dikin, bi wê yekê em nîşan dikin guhdarîkirina xwe hindava wan temiyên Xwedê. (Bixûne Karên Şandiya 10:42.)
17. Hûn çi difikirin derheqa wî qedirî ku em dikarin mizgînê bela kin?
17 Keremeke çiqas mezin e ku Yahowa mera şixulekî usa daye, kîjan ku şabûnê mera tîne, me nêzîkî wî û yên dinêna dike û ruhaniya me xwey dike. Hin jî ew şixul mecalê dide me, ku em hizkirina xwe Xwedêra û yên dinênara bidine kifşê. Nav temamiya dinyayê cimeta Xwedê cûre-cûre halada dijîn, lê firqî tune ye ew cahil in yan emirda mezin in, dewletî ne yan kesîb in, qewî ne yan sist in, yekê ewana hemû tiştî dikin seva ku meriv derheqa mizgînê pêbihesin. Diqewime hûn jî usa texmîn dikin çawa ku Şantêl, kîjan di Fransayêda dijî. Ew dibêje: “Kesê Herî Zor di gerdûnêda, Efirandarê hemû tiştî, Xwedêyê şabûnê, dibêje min: ‘Here! Xeberde! Xeberde derheqa min, bi dil û can xeberde. Ez didime te qewatê, Xebera xwe Kitêba Pîroz, heval-xebatkarên ser ezmana û ser erdê, hînkirin, û rêberî wededa’”. Bi rastiyê jî, qedirekî çiqas mezin e bona me, ku em wan tişta dikin, çi ku Yahowa ji me dixwaze û tevî wî şixulkariyê dikin!