Emê Tevî We Bên
“Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye” (ZEKER. 8:23).
1, 2. a) Yahowa derheqa rojên me çi pêxembertî kir? b) Di vê têmayêda emê cabên kîjan pirsa pêbihesin? (Binihere şikilê ewlin.)
YAHOWA derheqa wedê niha ku em dijîn, pêşda got: “Di wan rojanda ji her tewrê zimanên neteweyanda [cimetada] deh kes pê dawa kesekî Cihûdîva bigirin û wê bi gotina: ‘Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye!’” (Zeker. 8:23). Ew deh kes ku “dawa kesekî Cihûdîva” digirin, bi sîmbolîk têne hesabê meriv gumana kê jî jîyîna ser erdê ye. Û bona wan qedir e ku şixulkariyê dikin tevî rûnkiriya, dêmek “Îsraêla Xwedê”, çimkî zanin ku Yahowa wana kerem dike (Galt. 6:16).
2 Çawa ku Zekerya pêxember, Îsa jî got ku nava cimeta Xwedêda wê yektî hebe. Îsa derheqa peyçûyên xwe got, ku ewana ji du koma ne, ew hene “keriyê pêzî biçûk” û “pezêd din”. Lê ewî got ku ewana wê “kerîk” bin û “şivanekî” wan wê hebe (Lûqa 12:32; Yûhn. 10:16). Çimkî ewana du kom in, lema hine pirs pêşda tên: 1) Gelo lazim e ku pezêd din bizanibin navê hemû rûnkiriya ku îro hene? 2) Rûnkirî ça gerekê xwe bidine kifşê? 3) Hûn ça gerekê xwe kifş kin çaxê kesek di civata weda destpêdike ser Bîranînê sîmbola bixwe? 4) Gelo lazim e ku hûn berxwe kevin ji bo vê yekê, ku hejmara yên ku sîmbola dixwin zêde dibe? Were em pêbihesin cabên wan pirsa.
GELO LAZIM E KU EM BIZANIBIN NAVÊ HEMÛ RÛNKIRIYA?
3. Çira em nikarin sed selefî bizanibin ku kê wê bibe parek ji 144 000?
3 Gelo lazim e ku pezên din bizanibin navê hemû rûnkiriya? Hergê kin bêjin, na. Çimkî hergê jî kesek hate rûnkirinê, ew nayê hesabê ku ew wê sed selefî xelata xwe bistîne, çimkî ew gerekê heta xilaziyê aminiya xwe îzbat ke. Şeytan ewê yekê zane, û lema “pêxemberêd derew” dide xebatê ku “bikaribin bijartiyêd Xwedê jî bixalifînin” (Met. 24:24). Mesîhiyên rûnkirî sed selefî nikarin bawer bin ku ewana wê xelata xwe bistînin, heta ku Yahowa mora xilaziyê nede ser wan. Yahowa wê yan pêşiya mirina wan yan pêşiya destpêbûna “tengasiya mezin” mora xilaziyê bide ser wan (Eyan. 2:10; 7:3, 14). Dêmek em nikarin sed selefî ser kesekî bêjin ku ew dikeve nava 144 000 hezara.[1]
4. Hergê em nikarin bizanibin navê hemû rûnkiriya yên ku îro li ser erdê ne, lê ça em dikarin tevî wan “herin”?
4 Hergê pezên din nikarin navê hemû rûnkiriya bizanibin, lê wê ça bikaribin tevî wan “herin”? Dîna xwe bidinê Zekerya çi got derheqa deh mêra, ku bi sîmbolîk têne hesabê pezên din. Ew deh mêr “pê dawa kesekî Cihûdîva bigirin û wê bi gotina [bêjin]: ‘Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye!’” Rast e di vê rêzêda tê gotinê derheqa Cihûyekî, lê giliyê “bi wera” tê hesabê gelek ne ku yek. Dêmek ew Cihûyê ruhanî tê hesabê kom, ne ku merivek. Lema nelazim e ku em her Cihûyê ruhanî nas kin û paşê tevî wî herin. Em gerekê wana hesab kin çawa kom û piştgiriya wan bikin. Kitêba Pîroz mera tu car nabêje ku em pey kesekî herin. Em gerekê tenê pey Îsa herin, yê ku Rêberê me ye (Met. 23:10).
RÛNKIRÎ ÇA GEREKÊ XWE BIDINE KIFŞÊ?
5. Rûnkirî gerekê bifikirin ser kîjan şîreta ferz, û çira?
5 Rûnkirî gerekê gelek kûr dîna xwe bidin ser şîreta ji 1 Korintî 11:27-29. (Bixûne.) Pawlos di wan rêzada daye kifşê ku rûnkirî dikare necayîz sîmbola bixwe û vexwe, hergê heleqetiya xwe tevî Yahowa xwey nake (Îbrn. 6:4-6; 10:26-29). Ew şîret alî rûnkiriya dike, ku bîra xweda xwey kin wekî wana hê xelata xwe nestandine. Ewana gerekê qazanc kin “xelata ku Xwedê di gazîkirina xwe ya ezmanîda bi Mesîh Îsa pêşkêş dike” (Fîlî. 3:13-16).
6. Mesîhiyên rûnkirî gerekê ça xwe bidine kifşê?
6 Pawlos Mesîhiyên rûnkirî hêlan kir ku ewana “bijîn, çawa layîqî wê gaziyê ye, kîjanêra [ewana] hatine gazîkirinê”. Lê wana ça karibû ew yek bikira? Pawlos şirovekir: “Bi temamiya milûktiyê û şkestî, bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin. Bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayîyê xwey kin” (Efes. 4:1-3). Ruhê Xwedêyî pîroz alî xizmetkarên wî dike ku ewana milûk bin, ne ku babax bin (Kols. 3:12). Rûnkirî usa nafikirin ku Xwedê ruhê xweyî pîroz wanra hê zêde dide, ne ku yên nerûnkirîra. Ewana nabêjin ku zanebûna wan hê zêde ye. Û ewana ne jî didine kifşê, ku ji yên din baştir in. Û ewana tu kesîra nabêjin ku ew jî rûnkirî ye, û ku ew gerekê sîmbola bixwe. Çimkî ewana zanin ku tenê Yahowa dijbêre, ku kê wê bê bijartinê.
7, 8. Rûnkirî hîviya çi nînin, û çira?
7 Rast e rûnkirî hesab dikin qedirekî mezin ku ewana wê herine ezmên, lê yeke ewana hîviyê nînin ku yên din cûrekî mexsûs wana hurmet kin. (Efes. 1:18, 19; bixûne Fîlîpî 2:2, 3.) Ruhê Yahowayî pîroz, şexsî şedetiyê dide wan ku ewana rûnkirî ne. Û tu kes derheqa vê yekê nizane. Lema rûnkiriyara ecêbmayî nîne, hergê hine meriv derbêra nikarin bawer kin ku ewana bi rastiyê rûnkirî ne. Çimkî Kitêba Pîroz şîretê dide, ku em gerekê derbêra bawer nekin, hergê kesek dibêje ku ewî ji Xwedê cabdariya mexsûs standiye (Eyan. 2:2). Ewana xwe nadine kifşê ku rûnkirî ne, seva ku dîna meriva nekişînin ser xwe. Ewana ne jî qure dibin bi vê yekê ku ewana wê çi şixulî bikin li ezmên (1 Korn. 1:28, 29; bixûne 1 Korintî 4:6-8.)
8 Hin jî, Mesîhiyên rûnkirî xwe başqe nakin, yan jî tenê tevî rûnkiriyên din wede derbaz nakin. Ewana rûnkiriyên din nagerin, seva ku tevî wan girêdayî bin yan jî dizîva koma saz kin seva ku başqe Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Galt. 1:15-17). Hergê rûnkirî usa bikin, civat dikare paravebe. Hin jî ew wê bide kifşê ku ewana miqabilî ruhê pîroz diçin, kîjan ku edilayî û yektiyê tîne civatê. (Bixûne Romayî 16:17, 18.)
HÛN GEREKÊ HINDAVA RÛNKIRIYADA ÇA BIN?
9. Çira em gerekê fesal bin vê yekêda ku ça bin hindava wan yên ku ser Bîranînê sîmbola dixwin? (Binihêre çargoşe “Hizkirin ‘Bêpergal Nîne’”.)
9 Hûn gerekê ça bin hindava xûşk-birên rûnkirî? Îsa şagirtên xwera got: “Hûn hemû jî bira ne”. Paşê ewî zêde kir û got: “Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be” (Met. 23:8-12). Lema jî wê nerast be hergê kesek yekî din bilind ke, hela hê hergê jî ew rûnkirî ye. Çaxê Kitêba Pîroz derheqa rûspiya dibêje, ew me hêlan dike ku em çev bidine baweriya wan. Lê Kitêba Pîroz tu car nabêje ku em meriva hesab kin çawa rêberê me (Îbrn. 13:7). Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku hinek “dubare hêjayî qedir” in. Ewana hêjayî qedir in, ne bona vê yekê ku ewana rûnkirî ne, lê çimkî ewana “serwêriyê rind dikin” û “xeberdan û hînkirinêda dixebitin” (1 Tîmt. 5:17). Lema wê nelayîq be, hergê kesek rûnkiriya rûmet ke yan zef hurmet ke. Hê xirab ew e, ku hergê heleqetiya me tevî rûnkiriya mexsûs be, dêmek em wana zef hurmet kin, dikare wanra çetin be ku milûk bimînin (Rom. 12:3). Belê, tu kes ji me naxwaze xûşk-birara bibe kevirê likumandinê! (Lûqa 17:2).
Hûn gerekê ça bin hindava wî kê ku ser Bîranînê sîmbola dixwe? (Binihêre abzasa 9-11)
10. Em ça dikarin qedir bidine kifşê hindava Mesîhiyên rûnkirî?
10 Lê em ça dikarin qedir bidine kifşê hindava rûnkiriya? Em gerekê pirsên şexsî nedine wan derheqa rûnkirina wan. Îzina me tune ye ku em ewan tiştên şexsî bizanibin (1 Têsln. 4:11; 2 Têsln. 3:11). Em usa jî gerekê merivên wanî nêzîk nepirsin ku ew jî rûnkirî ne yan na. Çimkî hergê kesek rûnkirî ye, rûnkirina wî derbazî ser neferên mala wî nabe (1 Têsln. 2:12). Em usa jî gerekê mêr yan jina rûnkirî nepirsin, ku ewana çi texmîn dikin, ku zanin wekî dinya tezeda hevalzewacê wan wê tevî wan nîbe. Dewsa wê yekê, ku bi wan giliya dilê wan bêşînin, wê hê baş be ku em bawer bin vê yekêda ku Yahowa wê destê xwe fire ke û “daxwaza her jiyandarî bi cîh” bîne (Zeb. 145:16, ÎM).
11. Emê xwe ji kîjan xofê xwey kin, hergê em ji yên ku “hilekariya dikin” dûr bin?
11 Kê ku rûnkiriya bilind nake, ew xwe xwey dike ji xofiyê. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku wê “birayêd derew” bikevine civatê (Galt. 2:4, 5; 1 Yûhn. 2:19). Hinek ji wan dikarin hela hê jî bêjin, ku ewana rûnkirî ne. Hin jî, hinek rûnkirî dibeke neamin bimînin (Met. 25:10-12; 2 Pet. 2:20, 21). Hergê em ji wan dûr bin yên ku “hilekariya dikin”, dêmek durûtiyê dikin, emê pey wan neçin û ji riya rast derneyên. Hin jî emê baweriya xwe unda nekin, hergê em bivînin ku kesek gelek wext Yahowara xizmet dikir, lê neamin ma (Cihûd. 16).
GELO EM GEREKÊ BERXWE KEVIN JI BO ZÊDEBÛNA HEJMARA WAN KÊ SÎMBOLA DIXWIN?
12, 13. Çira em gerekê berxwe nekevin ji bo zêdekirina hejmara wan, yên ku ser Bîranînê sîmbola dixwin?
12 Nava gelek salada, ewên ku ser Bîranînê sîmbol dixwarin hinek bûn. Lê di wan paşwextiyada, her sal hejmara wan hê zêde dibe. Gelo gerekê em ji bo vê yekê berxwe kevin? Na. Were em pêbihesin çira.
13 “Xudan, yên xwe nas dike” (2 Tîmt. 2:19, ÎM). Birên ku ser Bîranînê hesab dikin çiqas meriv sîmbola dixwin, sed selefî nikarin bêjin ku kê ye bi rastiyê ji wan rûnkirî. Hinek ji wan sîmbola dixwin, çimkî difikirin ku rûnkirî ne. Hinek jî wedekî destpêkirin sîmbola bixwin, paşê îda sîmbol nedixwarin. Cem hineka jî dibeke problêmên hişda û êmosîalî heye, û lema ewana difikirin ku herine li ezmên tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Lema jî, hejmara yên ku sîmbola dixwin, rast eyan nake hejmara rûnkiriya ku ser erdê mane.
14. Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa hejmara rûnkiriya, ku wedê destpêbûna tengasiya mezin wê ser erdê bin?
14 Rûnkirî wê ser erdê cûre-cûre ciyada bin, çaxê Îsa bê ku wana top ke li ezmên. Derheqa wî wedeyî, Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa wê “milyaketêd xwe . . . bişîne û wê bijartiyêd wî ji her çar qulba berev kin, ji perekî ezmana heta perê din” (Met. 24:31). Kitêba Pîroz dide kifşê ku wedê rojên axiriyê, ser erdê wê hine rûnkirî hebin (Eyan. 12:17). Lê yeke, Kitêba Pîroz nabêje ku wedê destpêbûna tengasiya mezin, çiqas rûnkirî ser erdê bin.
15, 16. Em çi gerekê fem kin derheqa 144 000, kîjana ku Yahowa dijbêre?
15 Yahowa xwexa safî dike ku kengê rûnkiriya bijbêre (Rom. 8:28-30). Yahowa destpêkir rûnkiriya bijbêre paşî mirin û saxkirina Îsa. Tê kifşê ku qirna yekêda hemû Mesîhiyên rast, rûnkirî bûn. Lê ji wî wedeyî heta destpêbûna rojên axiriyê, heçî zef ji wan ku digotin ku ewana peyçûyên Îsa ne, bi rastiyê Mesîhiyên derew bûn. Îsa wana beramberî “zîwana” kir. Lê yeke, nava wan salada, Yahowa berdewam dikir rûnkiriya bijbêre. Û çawa ku Îsa got ewana wê mîna “genim” bin (Met. 13:24-30). Nava wan rojên axiriyêda, Yahowa dîsa jî berdewam dike bijbêre ewên ku wê bikevine nava 144 000.[2] Hergê Yahowa hineka dijbêre wedê kutasiya rojên axiriyê, femdarî ye ku em gerekê dudilî nîbin ku ew rast dike (Îşa. 45:9; Dan. 4:35; bixûne Romayî 9:11, 16.)[3] Em gerekê fesal bin ku mîna wan pala nîbin, yên ku ser axayê xwe kirine kote-kot, ku ew ça bû hindava wan pala, yên ku êvarê siheta 5 destpêkirin xebitîn. (Bixûne Metta 20:8-15.)
16 Ne hemûyên ku gumana wan jîyîna ser ezmana ye, hene para “xulamê amin û serwaxt” (Met. 24:45-47). Çawa ku qirna yekêda, îro jî Yahowa û Îsa bi saya hineka, gelekara xwarina ruhanî didin. Qirna yekêda tenê hinek rûnkiriya Nivîsarên Yûnanî nivîsîn. Usa jî îro, tenê hinek rûnkirî cabdar in bona vê yekê, ku “wextda xwarina” ruhanî bidin.
17. Hûn çi pêhesiyan di vê têmayêda?
17 Ji vê têmayê em çi pêhesiyan? Yahowa jîyîna heta-hetayê ser ezmana pêşkêş dide Cihûyê ruhanî, lê jîyîna heta-hetayê ser erdê pêşkêş dide bi sîmbolîk deh mêra. Lê Yahowa ji wan herda jî dewa dike, ku ewana amin bin. Hin jî, herdu jî gerekê milûk bin. Herdu jî gerekê edilayê bikine civatê. De were em wan rojên xilaziyê bi aminî yektiyêda Xwedêra xizmet kin û pey Îsa herin.
^ [1] (abzasa 3) Zebûr 87: 5, 6 dide kifşê ku diqewime wekî axiriyêda wê navên wan hemûyên, ku wê sax bin seva ku tevî Îsa serwêrtiyê bikin li ezmana, wê eyan be (Rom. 8:19).
^ [2] (abzasa 15) Rast e Karên Şandiya 2:33 dide kifşê ku Îsa jî şixulkariyê dike çaxê rûnkirî tê bijartinê, lê yeke Yahowa xwexa meriva dijbêre û teglîf dike.
^ [3] (abzasa 15) Bona hê zêde înformasiya, binihêre “Pirsên Xwendevana”, di “Birca Qerewiliyêda”, 1 Gulan 2007, rûp. 30-31.