KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 6 rûp. 16
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Xwedê caba hemû dua dide?
  • Em çawa gerekê dua bikin?
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Para 11
    Guh Bide Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 6 rûp. 16
Kulfet dua dike

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Xwedê caba hemû dua dide?

HÛN ÇI DIFIKIRIN EW CABA KÊ DIDE? . . .

  • Herkesa

  • Hine meriya

  • Tu kesî

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE:

“Yahowa nêzîkî hemû kesên . . . ku bi rastiyê gazî li wî dikin” (Zebûr 145:18, DO).

DÎSA ÇI EM DIKARIN PÊBIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?

  • Xwedê înkar dike duayên wan meriya, yên ku miqabilî wî diçin (Îşaya 1:15). Lê çi jî hebe, ewana dikarin tevî Xwedê li hev bên, hergê xwe aliyê başda biguhêzin (Îşaya 1:18).

  • Seva ku Xwedê caba duayên meriya bide, ew dua gerekê li gora dewakirinên wî be, yên ku di Kitêba Pîrozda nivîsî ne (1 Yûhenna 5:14).

Em çawa gerekê dua bikin?

HINEK MERIV BAWER DIKIN ku çaxê meriv dua dike, gerekê bikeve ser çoka, serê xwe berjêr ke, yan destê xwe tev hev ke. Lê hûn çi difikirin?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

Xwedê qebûl dikir duayên wan hemû meriya, yên ku rûniştî, sekinî yan veleziyayî dua dikirin. Xwedê hela hê duayên wan meriya jî dibihîst, yên ku li ser çoka dua dikirin (1 Dîrok 17:16; 2 Dîrok 30:27; Ezra 10:1; Karên Şandiya 9:40). Ew ji me dewa nake, ku em bi cûrekî mexsûs wîra dua bikin.

DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?

  • Xwedê guh dide merivên milûk (Zebûr 138:6).

  • Tu dikarî dua bikî li ser wî zimanî, li ser kîjanî dixwazî, hela hê dilê xweda jî dikarî dua bikî (2 Dîrok 6:32, 33; Nehemiya 2:1-6).

Seva hê zêde elametî, binihêrin serê 17 ji vê kitêbê, “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yên ku Şedên Yehowa neşir kirine

Usa jî li ser malpera www.jw.org

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin