KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Nîsan rûp. 28-32
  • Bira Şixulên Weyî Rezedilî Şikiriyê Bidine Yehowa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bira Şixulên Weyî Rezedilî Şikiriyê Bidine Yehowa
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • “TU ÇI DIDÎ WÎ?”
  • XWEDÊ MÊRXASIYÊ DIDE
  • NIHÊRANDINA NERAST SER XIZMETIYA BI REZEDILÎ
  • “ŞIKIRIYÊ BIDINE YEHOWA”
  • Rêberê Teze û du Kulfetên Mêrxas
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • “Ez bi Dayîkî li Îsraêlê Rabûm”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Du Jinêd Mêrxas
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Nîsan rûp. 28-32
Barak û mêrên tevî wî, pey Sîsera û ordiya wî dikevin

Bira Şixulên Weyî Rezedilî Şikiriyê Bidine Yehowa

“Bona rezediliya cimetê, şikiriyê bidine Yehowa!” (HAKIM. 5:2, DT).

KILAMÊN: 84, 75

ÇIRA HÛN BAWER IN . . .

  • ku Yehowa xweş nayê çaxê em şixulê wîda xîret nînin?

  • ku Yehowa dişêkirîne û xelat dike wan, yên ku bi aminî jêra xizmet dikin?

  • ku dilê Yehowa şa dibe çaxê hûn bi rezedilî şixulê wî pêşda dibin?

1, 2. a) Elîfaz û Bîldad çi derew kirin derheqa xizmetiya me Xwedêra? b) Vê derecêda Yehowa ça xwe da kifşê?

“GELO meriv dikare kêrî Xwedê bê? Yan jî yekî femkar dikare karê bide wî? Gelo yê Himzor ji te razî ye bona heqiya te, yan jî kara wî çi ye ku tu xwe riya bêqisûr digirî?” (Îb. 22:1-3, DT). Tu qe fikirîyî ser caba wan pirsa? Hevalê Îbo Elîfaz ew pirs dane Îbo. Elîfaz bawer dikir ku meriv kêrî Xwedê nayên! Hevalê wî Bîldad, hela hê kete dewê jî û got ku meriv nikare ber çevê Xwedê heq be. (Bixûne Îbo 25:4.)

2 Elîfaz û Bîldad yançi ber dilê Îboda dihatin. Wana digotin ku yançi cefê me kîjan ku em bona şixulê Xwedê dikin, badîhewa ye û ku qîmetê me ber çevê Xwedê weke qîmetê kêzik û kurma ye (Îb. 4:19; 25:6). Tê bêjî ewana milûk bûn, lema ew gilî gotin (Îb. 22:29). Belê, hergê ji serê çiyayê bilind yan jî ji agûşka teyarê ser meriva binihêrin, meriv û şixulên wan qe tiştek nînin. Lê gelo ew tê hesabê ku Yehowayê Herî bilind, ser cefê me ku em bona şixulê wî dikin, usa dinihêre? Tu car na! Yehowa ser Elîfaz, Bîldad û Zofar hêrs ket, çimkî wana derheqa wî derew kirin. Yehowa wanra got, ku ew Îbo qebûl dike û wî hesab dike xizmetkarê xwe (Îb. 42:7, 8). Dêmek, em gerekê qe dudilî nebin ku em merivên gunekar dikarin “kêrî Xwedê” bên.

“TU ÇI DIDÎ WÎ?”

3. Elîhû çi got derheqa cefê me bona xizmetiya Yehowara, û ewî bi wan giliya çi dixwest bigota?

3 Elîhû yê ku guh dida xeberdana wan, derheqa Yehowa pirs da Îbo: “Hergê tu rast î, tu çi didî wî [Xwedê]? Yan jî ew çi distîne ji destê te?” (Îb. 35:7, DT). Gelo bi wan giliya Elîhû dixwest bigota wekî cefê me ku em bona şixulê Xwedê dikin badîhewa ye? Na. Lema jî bona wan giliya Yehowa ser wî hêrs neket, ça ser Elîfaz û Bîldad, çimkî Elîhû bi wan giliya da kifşê ku Xwedê hewcê xizmetiya me nîne. Ew tam e û hewcê tu tiştî nîne. Em nikarin wî hê dewletî kin yan jî hê qewat kin. Lê dewsê her hunur, fereset û qewat em ji Xwedê distînin, û ew dîna xwe dide ku em ça wan pêşkêşa didine xebatê.

4. Çaxê em merivara qenciyê dikin, Yehowa ça dinihêre ser vê yekê?

4 Çaxê em xûşk-birara qenciyê dikin, Yehowa hesab dike ku em wîra qenciyê dikin. Metelok 19:17-da em dixûnin: “Yê ku alîkariya kesîb dike, deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke”. Belê, Yehowa her qencîke ku em merivên belengazra dikin, divîne. Û rast e ew Efrandarê gerdûnê ye, lê bidine hesabê xwe ku çaxê em kesekîra qenciyê dikin, ew xwe ça deyndarê me hesab dike. Û ew wî deynê me bi vê yekê dide, ku me qebûl dike û kerema xwe dide. Kurê Xwedê xwexa ew yek îzbat kir. (Bixûne Lûqa 14:13, 14.)

5. Kîjan pirsa emê niha şêwir kin?

5 Yehowa Îşaya pêxemberra got ku jêra xizmet ke û giliyên wî elamî Îsraêliya bike. Bi vê yekê Yehowa da kifşê ku wî xweş tê çaxê merivên amin qirara wî tînin sêrî (Îşa. 6:8-10). Îşaya bi dil û can qebûl kir teglîfkirina Xwedê. Îro jî bi hezara xûşk-bira teglîfkirina Yehowa qebûl kirine û mîna Îşaya gotine: “A vay ez, min bişîne!” Ewana her şixulî qebûl dikin û hazir in cûre-cûre derecada û ciyada şixulê wî pêşda bivin. Lê hinek dibeke pirsên usa didine xwe: “Gelo cefê min şixulê Xwedêda qe bona wî tiştek tê hesabê? Ne bêy min jî Yehowa dikare şixulê xwe pêşda bive û qirara xwe bîne sêrî?” Were em şêwir kin serhatiya Deborayê û Barak, û caba wan pirsa bivînin.

XWEDÊ MÊRXASIYÊ DIDE

6. Çi firqî hebû orta Îsraêliya û ordiya dijmina?

6 Îsraêlî ji destê padşê Kenanê Yabîn, 20 sala diçerçirîn. Ewana hela hê ditirsiyan derêne derva jî. Hin jî, ne çekên wane şerkirinê hebûn, ne jî tiştên seva xwe xwey kirana. Lê cem dijmina 900 erebên bi kêlendiyên hesin hebûn (Hakim. 4:1-3, 13; 5:6-8).a

7, 8. a) Yehowa bi Deborayê çi temî da Barak? b) Îsraêliya ça dijminên xwe alt kirin? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Belê, ordiya dijmina gelek qewî bû, lê Yehowa bi Debora pêxember temî da Barak: “Here û ji lawên Naftalî ji lawên Zebûn deh hezar kesî bigire cem xwe û bikişîne çiyayê Teborê . . . Û ezê Sîserayê serokê artêşa Yabîn û erebeyên wî yên cengê û leşkerên wî bikişînim çemê Kîşonê, cem te û ezê wî bidim destê te” (Hakim. 4:4-7).

8 Ew elametî zûzû bela bû û merivên bi rezedilî top bûn ser çiyayê Teborê. Û çawa Yehowa rêberî da, Barak çû şer pêşiya dijmina. (Bixûne Hakimtî 4:14-16.) Taanakêda, ciyê ku wana şer dikir, nişkêva barana qayîm barî û erd bû herî-çamûr. Barak pey ordiya Sîsera ket û weke 24 kîlomêtra pey wan çû, heta Haroşetê. Rêva ereba Sîsera kete heriyê, û ew mecbûr bû ereba xweye bêkêr cîda bihêle û bireve. Ji tirsê ew revî û çû aliyê Tsaanannîmê. Seva ku xwe veşêre, li wê derê ew kete mala jinikeke bi navê Yaêl. Sîsera qayîm westiyayî bû, û çû raza. Çaxê ew kûr razayî bû, hingê Yaêlê wî kuşt (Hakim. 4:17-21). Belê, bi alîkariya Yehowa Îsraêliya dijminên xwe alt kirin.b

NIHÊRANDINA NERAST SER XIZMETIYA BI REZEDILÎ

9. Çi tê gotinê Hakimtî 5:20, 21-da derheqa şerê Îsraêliya tevî Sîsera?

9 Kitêba Hakimtî serê 4 û 5 gerekê tevayî bêne xwendinê, çimkî ewana hevdu temam dikin. Mesele, Hakimtî 5:20, 21-da tê gotinê: “Stêyrka ji ezmanava cengê [şer] kirin, li dijî Sîsera ji destekên xweva cengê kirin. Çemê Kîşonê, ew çemê mezin, . . . wan maltin û birin”. Gelo ewana bi alîkariya milyaketa serketin, yan baran qayîm barî, lema usa qewimî? Kitêba Pîroz raste-rast vê yekê nabêje, lê femdarî ye Yehowa usa kir ku hema wedê şer baraneke qayîm barî. Ji wê baranê erd usa bû herî, ku 900 erebên dijmina têda man derneketin. Hakimtî 4:14, 15-da çend ciya nivîsar e, wekî bona serketinê Îsraêlî şikirî didane Yehowa. Belê, ew 10 000 Îsraêlî ku bi rezedilî çûne şer, payê xwe nedan ku wana xwexa dijmin alt kir.

10, 11. Çi ye “Meroz” û çira ew hate nifirkirinê?

10 Niha were dîna xwe bidinê paşê çi qewimî. Paşî serketinê, Debora û Barak bona pesinê Yehowa distiran. Wana kilamêda giliyên usa gotin: “Milyaketê Yehowa got: ‘Nifira li Meroz bikin! Nifira bineliyên wî bikin! Çimkî ewana nehatin alîkariyê bidin Yehowa, nehatin seva alîkariyê bidin Yehowa tevî yên qewat’” (Hakim. 5:23, DT).

11 Em derheqa Meroz tu tiştî nizanin, çimkî diqewime ew usa hate nifirkirinê ku unda bû çû. Dibeke Meroz ew şeher e, bineliyên kîjanî nehatin alîkariyê bidine Barak. Elametî ku lazim in meriv seva bi rezedilî herine şer, hemû dera bela bibû, çimkî ji cûre-cûre şehera 10 000 meriv bi rezedilî hatin şer. Yan jî dibeke Meroz ew şeher e, kîjanîra Sîsera revî, û bineliyê vê ew negirtin. Bidine ber çevê xwe, wekî bineliyên Merozê divînin, ku çawa Sîserayê zulm kûçê wanda direve, tenê ye û tevhev e. Wana ew derece dikaribûn bidana xebatê, seva qirara Yehowa bînin sêrî û bona vê yekê Yehowa wê wana kerem kira. Lê ça tê kifşê, talaşa wan nîbûye ku çi diqewime û çi lazim e bikin. Rastî jî ewana çiqas cude dibûn ji Yaêlê, ya ku gelek mêrxas bû (Hakim. 5:24-27).

12. Hakimtî 5:9, 10-da kîjan du cûre meriv têne beramberkirinê, û ew çi ders e îro bona me?

12 Hakimtî 5:9, 10-da, em divînin firqiya orta wan merivên ku çûn piştgiriya Barak bikin, û yên ku neçûn. Debora û Barak payê serokên Îsraêlê dan, çimkî ewana bi rezedilî tevî cimetê çûn. Ewana cude dibûn ji siyarên “kerê sipî”, yên ku usa qure bûn xwe nedigirtin herin şer. Û usa jî yên ku “li ser xelîçeyan” rûdiniştin û yên ku “rêda” diçûn, jîyîna rihet û dewlemend hiz dikirin. Wana nedixwest cefê bidine xwe û herine şer. Lê ewên ku bi rezedilî çûne şer seva piştgiriya Barak bikin, çûne ser tepê Teborê û li newala Kîşonêye herî. Lema jî wan merivara yên ku tenê rihetî û dewlemendtî hiz dikirin, hate gotinê ku dîna xwe bidine wan, yên ku bi rezedilî çûne şer. Belê, ewana gerekê kûr bifikiriyana ku wana çi mecal unda kir seva piştgiriya qirara Yehowa bikin. Îro em jî gerekê xwe bicêribînin, hela em ça dinihêrin ser xizmetiya xwe Xwedêra.

13. Çida bereka Rûbên, Dan û Aşêr cude dibû ji bereka Zebûlon û Neftelî?

13 Ewên ku bi rezedilî çûbûne şer, dikaribûn destê Yehowayî himzor bidîtana. Wana dikaribûn gilî kirana derheqa “karên Xudan yên rast” (Hakim. 5:11). Lê hiş-aqilê bereka Rûbên, Dan û Aşêr tenê ser hebûkê bû. Çawa Hakimtî 5:15-17-da em dixûnin, hiş-aqilê wan ser keriyên wan, gemî û ciyên wanî rihet bû, ne ku ser şixulê Yehowa. Lê bereka Zebûlon û Neftelî, emirê xwe jî kirine bin xofê, seva piştgiriya Deborayê û Barak bikin (Hakim. 5:18). Ji wan herdu cûre meriva, em dikarin xwera derseke ferz hildin.

“ŞIKIRIYÊ BIDINE YEHOWA”

14. Îro ça em piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin?

14 Îro em seva piştgiriya Yehowa bikin naçine şer, lê qedirekî meyî mezin heye ku em dikarin bi mêrxasî û bi xîret şixulê Xwedê bikin. Îlahî îro teşkîleta Yehowada lazim in merivên ku bi rezedilî şixulê wî bikin. Mîlyon xûşk-bira bi rezedilî ça xizmetkarên hertim xizmet dikin. Mesele, ça pêşeng, yan Beytelêda xizmet dikin, hinek jî bi rezedilî avakirina Odên Civatada yan jî odên civatên mezinda alîkariyê didin. Hin jî cabdariyên mezin ser stûyê gelek rûspiya ne, yên ku xizmet dikin komîtêya hevkariya tevî nexweşxana. Hinek jî civatên mezin saz dikin. Tu car dudilî nebin, wekî Yehowa gelek qîmet dike rezediliya we û tu car şixulê we bîr nake (Îbrn. 6:10).

Bira difikire ku hergê ew xebata teze qebûl ke, wê çi axirî bîne, û safî dike wekî ewê xebatê qebûl neke

Pêşiya safîkirinê, bifikire hela ew yek wê ça hukum be ser neferên te û civatê (Binihêre abzasa 15)

15. Ça em dikarin xwe bicêribînin hela em xîret in şixulê Xwedêda yan na?

15 Wê baş be hergê cara xwe bicêribînin, hela em ça dinihêrin ser xizmetiya rezedilî. Pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez şixulê xwe davêjim ser stûyên xûşk-bira? Ez pey tiştên matêrîalî dikevim, yan bi dil û can dixwazim Xwedêra xizmet kim? Gelo ez çev didime bawerî û mêrxasiya Barak, Deborayê û 10 000 Îsraêliya ku bi rezedilî çûne şer? Gelo ez hemû tiştî dikim, seva xizmetiyêda xîret bim? Gelo nêta min ew e ku derbazî şeher yan welatekî mayîn bim, seva gelek pera xwera qazanc kim?” Hergê usa ne, gelo tu dua dikî Xwedêra seva ew tera eyan ke, hela ew yek wê ça ser neferên te û ser civatê hukum be?c

16. Çi tiştê qîmet em dikarin bidine Yehowa?

16 Yehowa qedirekî mezin da me, ku em dikarin piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Şeytan usa kir ku merivên pêşin Adem û Hêwa miqabilî Yehowa rabûn û ew heta niha jî dixwaze meriva ji Xwedê dûr xe. Lê çaxê em piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin, em Şeytanra eyan îzbat dikin wekî em aliyê Xwedê ne. Bawerî û aminiya me hindava Yehowa, me hêlan dike ku bi rezedilî jêra xizmet kin, û ew yek dilê wî gelek şa dike (Metlk. 23:15, 16). Aminiya me mecalê dide Yehowa ku caba qerfê Şeytan bide (Metlk. 27:11). Tiştekî qîmet ku em dikarin bidine Yehowa, ew heye guhdarî. Belê, çaxê em gura wî dikin, dilê wî gelek şa dibe.

17. Hakimtî 5:31 çi mera eyan dike derheqa axiriyê?

17 Zûtirekê wê temamiya erdê bi wan meriva tije be, yên ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin. Rastî jî em çiqas hîviya vê rojê ne! Em jî mîna Deborayê û Barak, dibêjin: “Ya Xudan, bira hemû neyarên te bi wî avayî tune bibin; lê belê yên ku ji te hiz dikin, bira bibin mîna roja ku di hêza teda derdikeve!” (Hakim. 5:31). Ew gilî wê bêne sêrî, çaxê Yehowa qira dinya Şeytan bîne. Gava ku şerê Harmegedon destpêbe, wê nelazim bin merivên ku şer bikin seva qira dijmina bînin. Wî çaxî emê bisekinin û bivînin ku Yehowa wê ça me xilaz ke (2 Dîr. 20:17). Lê niha, gelek mecalên me hene ku bi mêrxasî û xîret piştgiriya Yehowa bikin.

18. Hergê tu bi rezedilî Xwedêra xizmet dikî, ew yek wê ser yên din ça hukum be?

18 Çaxê Debora û Barak şerda serketin, wana bi kilamê rûmet dane Yê Herî Jorin. Wana distra: “Bona rezediliya cimetê, şikiriyê bidine Yehowa!” (Hakim. 5:1, 2, DT). Belê, hergê em bi rezedilî Yehowara xizmet dikin, yên din jî wê hêlan bin “şikiriyê bidine Yehowa!”

a Kêlendî ew heye hesinê tûj, dirêj, cara jî xar. Kêlendî erebava dikirin, dibeke orta tekerekava. Bidine ber çevê xwe, ew erebe çiqas xof û qewat bûn, ku tu kes nevêribû nêzîkî wan bûya.

b Derheqa vê serhatiyê bi hûr-gilî hûn dikarin bixûnin “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Tebaxê, sala 2015, rûp. 12-15.

c “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Tîrmehê, sala 2015, binihêrin gotar bi navê “Xemgînî Bona Pera”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin