KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Gulan rûp. 30
  • Jîyîna Nedewletî Şabûnê Tîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Jîyîna Nedewletî Şabûnê Tîne
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • PÊŞIYÊ ÇETINAYÎ, PAŞÊ ELAMETIYA PIR ŞA
  • ŞABÛNEKE LAPE MEZIN
  • Ji Mesela Daniyêl Pêxember Hîn be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Pêxemberê Dîl Axiriyê Dibîne
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Gulan rûp. 30
Panamayêda Danîêl û Mîrîam mêrikekêra mizgîniyê gilî dikin

Jîyîna Nedewletî Şabûnê Tîne

DANÎÊL Û MÎRÎAMÊ hev standin meha Îlonê sala 2000, û ewana Barsêlonêda (Îspanya) bi emirê rihet û komfort dijîtin. Danîêl gilî dike: “Me xwera rind dijît. Xebata me usa baş bû ku me xwarin rêstoranên bihada dixwar, cûre-cûre welatada xwera hêsa dibûn, û kincê biha xwe dikir. Em usa jî timê diçûne xizmetiyê”. Lê paşê tiştek qewimî ku emirê wan hate guhastinê.

Ser civata mezin ya sala 2006, Danîêl gotarêda giliyên usa bihîst ku dilê wî girtin. Gotarêda pirs hate dayînê: “Gelo hûn her tiştî dikin seva ‘yên kuştinêra dayî’ bînin ser riya jîyîna heta-hetayê?” (Metlk. 24:11) Vê gotarêda hate şirovekirinê ku em borcdar in seva mizgîniya Kitêba Pîroz elamî meriva bikin, çimkî emirê wan vê yekêva girêdayî ye (Kar. Şand. 20:26, 27). Danîêl dibêje: “Min tirê Yehowa tevî min xeber dida”. Vê gotarêda usa jî dihate gotinê, ku çaxê em xizmetiya Xwedêda gelek kar dikin, em diha bextewar dibin. Danîêl zanibû wekî ew yek usa ne, çimkî Mîrîamê ku îda ça pêşeng xizmet dikir gelek bextewar bû.

Danîêl dibêje: “Min fem kir wekî ez gerekê emirê xwe lapte biguhêzim”. Û ewî usa jî kir. Ewî sihetên xebata xwe kêm kir, destpêkir ça pêşeng xizmet ke. Ew usa jî difikirî ku tevî Mîrîamê derbazî wî cîyî be, kîderê ku hewcetiya mizgînvana heye.

PÊŞIYÊ ÇETINAYÎ, PAŞÊ ELAMETIYA PIR ŞA

Meha Gulanê sala 2007, Danîêl û Mîrîamê xebata xwe hîştin û derbazî Panamayê bûn, kîderê ku carekê ewana îda çûbûn. Giravên Bera Karîbê nava têrîtoriya wanda bûn. Li wêderê heçî zef cimeta Goamî dijîn. Danîêl û Mîrîam difikirîn, wekî bi perê ku wana xwera top kiriye, dikarin Panamayêda weke heyşt meha bimînin.

Ewana nava giravada bi qeyikê û pê bîsîklêtê diçûn-dihatin. Heta îro tê bîra wan, çaxê ewana cara pêşin qije-qije germêda pê bîsîklêtê 32 kîlomêtra ser tepara çûn. Danîêl usa vestiyayî bû, ku hinek mabû bixeriqe. Lê merivên Goamî mêvanhiziya mezin wanra dane kifşê, îlahî çaxê ewana çend gilî bi zimanê wan hîn bûn. Zûtirekê wana îda tevî 23 meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin.

Gava perê wan xilaz bû, ewana gelek berxwe ketin. Danîêl gilî dike: “Çaxê em difikirîn ku gerekê vegerine Îspanyayê, hêsir çevê me dihatin. Dilê me diêşiya ku emê 23 meriva bihêlin, tevî kîjana em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin”. Lê mehek derbaz bû, û wana elametiya pir şa stand. Mîrîam dibêje: “Em kifş kirin ça pêşengên mexsûs. Em gelek şa bûn ku dîsa li wêderê man seva xizmet bikin!”

ŞABÛNEKE LAPE MEZIN

Sala 2015-da, ji bo guhastinên teşkîletêda, Danîêl û Mîrîamêra gotin ku hela ewana dikarin xizmetiya xwe çawa pêşeng berdewam kin. Gelo wana çi kir? Wana îtbariya xwe sozê Xwedê anîn, kîjan nivîsar e Zebûr 37:5-da: “Riya xwe ji wîra bihêle xwe bispêre Xudan, Ewê bîne cîh hemû pêwistiyan, ÎM”. Wana herdu jî xwera xebat dîtin seva bikaribin ça pêşeng xizmet kin, û îro ewana xizmet dikin civata Vêragûasêda, (Panama).

Danîêl dibêje: “Pêşiya ku em ji Îspanyayê biçûna, em dudilî dibûn ku emê nikaribin bi jîyîna nedewletî bijîn. Niha em hema usa jî dijîn, lê em çida hewce ne, hemû tiştên me hene”. Lê şabûna wane lape mezin çi ye? Ewana dibêjin: “Çaxê alî merivên milûk dikî wekî derheqa Yehowa pêbihesin, ew şabûneke lape mezin e, kîjan ku tevî tu tiştî nikarî beramber kî”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin