KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 3 rûp. 7
  • Gelo Nivîsarên Pîroz Nehatiye Guhastinê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Nivîsarên Pîroz Nehatiye Guhastinê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EM ÇAWA DIKARIN BAWER BIN, WEKÎ TÊKSTA NIVÎSARÊN PÎROZE ÎROYÎN, MÎNA YA ORÎJÎNAL E?
  • Gelo Kitêba Pîrozda Guhastin Kirine?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Bawer be wekî Temamiya Xebera Xwedê Rastî ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê û Nehatiye Guhastinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Çi Hûn Gerekê Bizanibin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 3 rûp. 7
Pareke ji kitêba Îşaya ji Bera Mirî himberî welgerandina kitêba Îşaya ya modêrn ser zimanê Erebî.

Pareke kitêba Îşaya ji Kitêbên Gulometkkiriye Bera Mirî. Lê jêrê ev têkst ser zimanê Erebî ye. Elametiya Xebera Xwedê nehatiye guhastinê

Gelo Nivîsarên Pîroz Nehatiye Guhastinê?

Hinek meriv difikirin, wekî Nivîsarên Pîroz hatiye guhastinê. Îşaya pêxember got, ku xebera Xwedê “abadîn dimîne” (Îşaya 40:8). Gelo çi dikare me bide bawerkirinê, wekî Xebera Xwedê nehatiye guhastinê?

Xwedê dikare Xebera xwe biparêze, wekî neyê guhastin. Wedê berê, çaxê kopiyên destnivîsar dihatine lêkirinê, nivîskara her herfeke têksta pîroz fesal dijmartin, seva ku tiştek neyê zêdekirinê, guhastinê û berdanê. Lê dîsa jî, ji bo nekamiliyê hine nivîskara şaşiyên biçûk berdane.

EM ÇAWA DIKARIN BAWER BIN, WEKÎ TÊKSTA NIVÎSARÊN PÎROZE ÎROYÎN, MÎNA YA ORÎJÎNAL E?

Bi hezara kopiyên manûskrîptên kevine Nivîsarên Pîroz hene. Hergê ji wan kopiya yekêda cudekirineke biçûk jî hebe, evê kopiyê dikarin beramberî kopiyên din bikin û usa têderxin kîjan kopî rast e. Seva ku hê zêde pêbihesin, binihêrin gotar “Gelo, Têksta Kitêba Pîroz Hatiye Guhastinê?”, kîjan ku ser jw.org heye.

Werên em îzbatkirinekê binihêrin. Sala 1947-da şkeftekêda nêzîkî Bera Mirî, bêdûyîna dokûmêntên kevin dîtin, kîjan ku nav kirin Kitêbên Gulometkkirî ya Bera Mirî. Ev nivîsarên kevin parên Nivîsarên Pîroz bûn, kîjan ku du hezar sala zêdetir hene. Lêkolînkara ev manûskrîptên kevin beramberî Nivîsarên Pîroz kirin, kîjan ku îro cem me hene. Gelo wana çi dît?

Lêkolînkara dîtin, wekî têksta Xebera Xwedê kîjan ku îro cem me heye, mîna têksta orîjînalê ye.a Ji lêkolîna manûskrîptên kevin hate îzbatkirinê, wekî têksta Nivîsarên Pîroz ku îro cem me heye, nehatiye guhastinê, xût elametiya ji Xwedê ye. Em dikarin bawer bin, wekî Xwedê Nivîsarên Pîroz rind paristiye, seva ku neyê guhastinê.

Lema jî em dikarin Xebera Xwedê bi baweriya tam bixûnin û rastiya wêda dudilî nebin. Werên em niha şêwir kin, ku em derheqa Xwedê ji pêxemberên wî çi dikarin pêbihesin.

a Kitêbên Gulometkkiriye Tam yên Bera Mirî ser zimanê Înglîzî, ji Geza Vermes, rûpêla 16.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin