KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 3 rûp. 11
  • Keremên Xwedê bona Merivên Guhdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Keremên Xwedê bona Merivên Guhdar
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1. EMÊ BÎLAN BIN HERGÊ GURA XWEDÊ BIKIN
  • 2. EMÊ BEXTEWAR BIN HERGÊ GURA XWEDÊ BIKIN
  • Hizkirina Xwedê Heta-Hetayê ye
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • “Em Hizkirina Xwe Hindava Xwedêda Didine Kifşê”
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Gelo Tu Hazir î Guhdar bî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • “Çima ... Ez Dewsa Xwedê Digirim?”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 3 rûp. 11
Malbet bextewar e û tevayî wede derbaz dike. Dê tevî qîzeke xwe xwarinê hazir dike. Bav jî tevî qîza din şikla dinihêre.

Hergê em şîretên Xwedê hildin hesab, emê bi rastî bextewar bin

Keremên Xwedê bona Merivên Guhdar

Mûsa pêxember got, ku hergê em gura temiyên Xwedê dikin, emê ji wî kerema bistînin (Qanûna Ducarî 10:13; 11:27). Em ne ji bo wê yekê gura Xwedê dikin, ku cezakirina wî ditirsin. Lê em wî hiz dikin ji bo xeyset-hunurên wîye baş. Ew hizkirin me hêlan dike gura wîda bimînin û xwe dûr bigirin ji wan tişta, çi ku wê dilê wî bêşîne. “Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyêd wî diqedînin” (1 Yûhenna 5:3).

Lê guhdarîkirin wê çi kerema mera bîne? Werên derheqa du kerema şêwir kin.

1. EMÊ BÎLAN BIN HERGÊ GURA XWEDÊ BIKIN

“Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (ÎŞAYA 48:17, DT).

Efirandarê me, Yehowa Xwedê, rind me nas dike û rêberiya kêrhatî dide me. Em gerekê ji Nivîsarên Pîroz pêbihesin, wekî Xwedê çi ji me dewa dike û li gora wê yekê bijîn. Hingê hînkirinên Xwedê wê alî me bikin safîkirinên bîlanî bikin.

2. EMÊ BEXTEWAR BIN HERGÊ GURA XWEDÊ BIKIN

“Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (LÛQA 11:28).

Rojên meda bi mîlyona meriv, yên ku li gora Xebera Xwedê dijîn, bi rastî bextewar in. Werên meseleke merivekî ji Îspanyayê şêwir kin. Ew hindava merivada yekî berzeq û sert bû, hela hê hindava jina xweda jî. Carekê ewî nivîsarên Mûsa pêxemberda serhatiya derheqa Ûsivê kurê Aqûb xwend, yê ku xeysetê xweda yekî nerm bû. Ûsiv firotin dîltiyê û paşê jî wî neheq kirin û avîtine kelê. Lê wî halê xweyî giranda ew dîsa jî nerm, edilayîhiz û dilrem bû (Destpêbûn, serên 37-45). Ew merivê ji Îspanyayê dibêje: “Ez difikirîm ser mesela Ûsiv û evê yekê ez hêlan kirim, ku nav xweda milûktiyê, qenciyê û xwegirtinê pêşda bînim. Û niha ez bi rastî jî bextewar im”.

Nivîsarên Pîrozda gelek şîretên kêrhatî têne dayînê, ku em hindava meriyada gerekê çawa bin. Emê gotara dinda derheqa wê yekê hûr bi hûr şêwir kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin