KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp20 № 3 rûp. 12
  • Hindava Merivada Ça Dikarin Hizkirinê Bidine Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hindava Merivada Ça Dikarin Hizkirinê Bidine Kifşê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • NIVÎSARÊN PÎROZ DERHEQA HIZKIRINÊ ÇI DIBÊJE
  • ÇI TÊ HESABÊ MERIYA HIZ BIKIN
  • Hizkirin Hunurekî Gelek Qîmet e
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Em Ça Dikarin Hezkirina Hindava Hevda Qewî Xwey kin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Nehêlin Hizkirina We Sar be
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2020
wp20 № 3 rûp. 12
Merivê Samerî, ji mesela Îsa, birînên merivê belengaz ku ketibû destê qaçaxa, bizir dike.

Hizkirin me hêlan dike, wekî kara meriva bigerin, ne ku ya xwe

Hindava Merivada Ça Dikarin Hizkirinê Bidine Kifşê

Em ça zuretên merivê pêşin Adem, ji malbetekê ne. Bi tebiyetî neferên malbetê gerekê hev hiz bikin û qedirê hev bizanibin, lê yazix îro meriv hev nefret dikin. Xwedê ev yek bona însanetê qirar nekiribû.

NIVÎSARÊN PÎROZ DERHEQA HIZKIRINÊ ÇI DIBÊJE

“Hevalê xwe weke xwe hiz bikî” (QANÛNA KAHÎNTIYÊ 19:18).

“Dijminêd xwe hiz bikin” (METTA 5:44).

ÇI TÊ HESABÊ MERIYA HIZ BIKIN

Dîna xwe bidinê, wekî Xwedê derheqa hizkirinê Xebera xweda 1 Korintî 13:4-7-da çi dibêje:

“Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e”.

Bifikire: Tu xwe ça texmîn dikî, gava meriv hindava teda sebir in, qenc in û ser şaşiyên te hêrs nakevin?

“Hizkirin hevsûdiyê nake”.

Bifikire: Tu xwe ça texmîn dikî, gava meriv teda dikevine şikê yan jî hevsûdiyê te dikin?

Hizkirin “ya xwe nagere”.

Bifikire: Tu xwe ça texmîn dikî, gava meriv hazir in nihêrandina te hildin hesab û ser ya xwe nasekinin?

Hizkirin “kînê najo”.

Bifikire: Xwedê hazir e bibaxşîne wan meriya, kîjan ku gunên xwe tobe dikin. “Ew heta xilazîyê hêrs nakeve, heta-hetayê kînê najo” (Zebûr 103:9). Evê yekê emê hingê fem bikin, çaxê merivê ku ji me xeyîdî ye, bibaxşîne me. Lema jî em gerekê hazir bin bibaxşînine wan meriya, kîjan ku me didine xeydandinê (Zebûr 86:5).

Hizkirin “dilê xwe li neheqiyê şa nake”.

Bifikire: Çaxê tiştek tê serê me, em naxwazin wekî meriv dilê xwe me şa kin. Lema em jî gerekê şa nebin çaxê meriv diçerçirin, hergê jî wana em dane xeydandinê.

Seva ku keremên Xwedê bistînin, em gerekê hemû cûre meriva hiz bikin. Mecalek ew e, wekî alîkariyê bidine wan, kîjan ku hewce ne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin