Gelo Em Dikarin Şer û Tevlihevbûnê Bidine Sekinandinê?
Meriv ji bo cûre-cûre meniya şer destpêdikin. Mesele, ji bo guhastinên êkonomîkî, sosyalî û polîtîkî. Hine meriv jî şera dikin, wekî erd û rêsûrsên vê zeftî xwe kin. Gelek şer-dew jî ji bo nefretiya hindava milet û rêlîgiyên din pêşda tên. Gelo meriv çi dikin, wekî şer bidine sekinandinê û edilayê pêşda bînin? Gelo cefê wan wê bigihîje nêta xwe?
Drazen_/E+ via Getty Images
PÊŞDAÇÛYÎNA ÊKONOMÎKAYÊ
Nêt: Emirê meriva aliyê êkonomîkîda baş kin. Bi saya vê yekê halê meriva wê aliyê êkonomîkîda îda ji hev cude nebe, çimkî rûyê vê yekêda gelek şer-dew pêşda tên.
Çetinayî: Serwêrên dewletê gerekê pera ser tiştên diha ferz xerc kin. Sala 2022, weke 34.1 mîlyard dolar hatibû xerckirinê, wekî emirê meriva gelek aliyada baş kin. Lê ev yek tu tişt nîne beramberî vê yekê, ku vê salê çiqas pere bona eskeriyê hatibû xerckirinê.
“Em diha zêde pera û rêsûrsa xerc dikin wekî şer bidine sekinandinê, ne ku ser vê yekê wekî şer qe destpênebin, û edilayê pêşda bînin”—Antonyo Gutêrrês, sêkrêtarê sereke yê Miletên Yekbûyî.
Kitêba Pîroz çi dibêje: Serwêrên dinyayê û cûre-cûre teşkîlet dikarin alî kesîba bikin, lê ewana wê tu car nikaribin bi temamî kesîbbûnê bidine hildanê (Qanûna Ducarî 15:11; Metta 26:11).
DÎPLOMATÎ
Nêt: Şêwirkirina problêma bi edilayê, seva ku bêne ser nêteke usa, ya ku wê karê herdu aliyara bîne.
Çetinayî: Yek yan çend komên polîtîkî dikarin bona şêwirkirinê qayîl nîbin, nexwazin ber hev daxin, yan jî tevî hev razî nîbin. Û şêwirên ku bi edilayê hatibûne kirinê, hêsa dikarin bêne teribandinê.
“Şêwirkirina ku şer bidine sekinandinê, ne hertim digihîje nêta xwe. Dewsê, ev şêwirkirin dikare hê zêde çetinayî pêşda bîne, ji bo çi jî şer dikare hê gur be”—Rêymond F. Smît, Dîplomatê Amêrîkayê.
Kitêba Pîroz çi dibêje: Meriv gerekê “edilayê bigere” (Zebûr 34:14). Lê îro gelek meriv “bêrem” in, “neyarên qenciyê” ne û “nemam” in (2 Tîmotêyo 3:1-4). Ji bo van xeyset-hunura gelek polîtîk, yên ku dixwazin edilayê pêşda bînin, yeke nikarin bigihîjine nêta xwe.
KÊMKIRIN YAN KUTAKIRINA ÇEKA
Nêt: Kêmkirin yan kutakirina çeka, îlahî yên atomî, kîmîkî û bîolojî.
Çetinayî: Milet naxwazin çekên xwe kêm kin, yan jî kuta kin, çimkî ditirsin ku ji bo vê yekê ewana wê qewata xwe unda kin û hêsa bikevine destê dijmina. Hergê meriv çeka bidine hildanê, dîsa jî wê meniya şer neyê safîkirinê.
“Gelek polîtîka sozên xwe ku paşî sala 1991 çeka bidine hildanê, ne jî anîne sêrî. Usa jî wana soz dabû wekî wê tiştên usa bikin, ku xofê kêm kin, heleqetiya orta miletada baş kin û me diha nêzîkî edilayê û bêxofiyê kin”—“Securing Our Common Future: An Agenda for Disarmament”.
Kitêba Pîroz çi dibêje: Meriv gerekê çekên xwe bihêlin û “ji şûrên xwe gîsina çêkin” (Îşaya 2:4, DT). Lê seva ku şer bidine sekinandinê, meriv gerekê hê zêde tişt bikin, çimkî xirabî ji dilê meriva tê (Metta 15:19).
PEYMANÊN YEKTIYÊ
Nêt: Serwêrên dewletê qayîl dibin alî hev bikin wekî hevdu ji dijmina biparêzin. Ewana difikirin ku dijmin wê nexwaze tevî wan şer destpêke, hergê pêbihese wekî miqabilî wî wê ordiyên çend welata derên.
Çetinayî: Ev yek ku çend welat pişta hev digirin, nayê hesabê ku edilayî wê bê xweykirinê. Milet ne hertim sozên xwe tînin sêrî û ne jî tevî hev qayîl dibin, ku çi cûreyî û kengê miqabilî dijmina derên.
“Rast e Lîga Mileta û Miletên Yekbûyî her tişt dikirin, wekî dewlet peymana yektiyê girêdin, yeke wana nikaribû bi saya vê yekê şer bidine sekinandinê”—“Ensîklopêdiya Brîtanîka”.
Kitêba Pîroz çi dibêje: Çiqas zef meriv pişta hev digirin, haqas ewana xwe bêxofiyêda texmîn dikin (Waîz 4:12). Lê dîsa jî em nikarin bi temamî îtbariya xwe serwêra û teşkîleta bînin, ku ewana wê bikaribin timê edilayê û bêxofiyê xwey kin. “Gumana xwe nedine li ser mîra, li ser bendê ku nikare xilaz ke. Ruhê wî gava ji wî dertê, diçe dibe dîsa xwelî, ewê rojê şêwirên wî diteribin” (Zebûr 146:3, 4).
Rast e gelek milet her tiştî dikin wekî bigihîjine edilayê, lê dîsa jî şer xilaz nabin.