KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp25 № 1 rûp. 10-13
  • Ça Şer û Tevlihevbûn wê Bêne Hildanê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Şer û Tevlihevbûn wê Bêne Hildanê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XWEDÊ WÊ SERWÊRTIYÊN MERIVA BIDE HILDANÊ
  • XWEDÊ WÊ GUNE BIDE HILDANÊ
  • XWEDÊ WÊ MÎRÊ-CINA Û CINÊN WÎ KUTA KE
  • Nihêrandina Xwedê ser Şer Roja Îro
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Çira Şer û Tevlihevbûn Berdewam Dibin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
wp25 № 1 rûp. 10-13
Şeherekîda, kîjan ku ji bo şer hatiye wêrankirinê, eskerek ser kevir-kuçika rûniştiye û kûr dişirmîş dibe.

Meriv nikarin şera bidine hildanê

Ça Şer û Tevlihevbûn wê Bêne Hildanê?

Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ne ku meriv, lê Xwedê, wê ser temamiya dinyayê ‘şera bide sekinandinê’ (Zebûr 46:9).

XWEDÊ WÊ SERWÊRTIYÊN MERIVA BIDE HILDANÊ

Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî şerê Harmegedonêda Xwedê wê hemû serwêrtiyên meriva kuta kea (Eyantî 16:16). Wî çaxî “hemû padşên dinyayê” wê top bin bona “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” (Eyantî 16:14). Harmegedon ev heye şerê Xwedê bona vê yekê, ku hemû şera bide hildanê.

Xwedê wê dewsa serwêrtiyên meriva Padşatiya xwe dayne, yê ku tu car wê neyê kutakirinê (Daniyêl 2:44). Xwedê Kurê xwe, Îsa Mesîh, bijartiye seva ku ew bibe Padşê vê Padşatiyê (Îşaya 9:6, 7; Metta 28:18). Ev hema ev Padşatîb ye, derheqa kîjanî ku Îsa hîn dikir dua bikin (Metta 6:9, 10). Temamiya însanetê wê bin serwêrtiya padşatîkêda be, Serwêrê kîjanî wê Îsa be.

Îsa wê ji serwêrên meriva bi vê yekê cude be, ku hukumê xwe bona kara xwe nede xebatê. Ev heq e û firqiyê nake orta meriva, ewê hindava tu kesîda neheqiyê neke ji bo milet, berek û kûltûra wan (Îşaya 11:3, 4). Merivara wê nelazim be bona mafên xwe şer bikin. Gelo çira? Çimkî Îsa wê bona halxweşiya her kesî başqe xem bike. “Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê û yê belengaz ku komekdarê wî tune ye. . . . Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:12-14).

Padşatiya Xwedê wê hemû çeka kuta ke (Mîxa 4:3). Wê usa jî wan merivên zulm kuta ke, yên ku naxwazin şer bidine sekinandinê û edilayê xirab dikin (Zebûr 37:9, 10). Her meriv, dêmek mêr, kulfet û zar wê ser temamiya erdê bêxofiyêda bijîn (Hezeqêl 34:28).

Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda meriv wê ji halê dinyayêye baş lezetê bistînin. Ewê wan problêmên însanetê safî ke, yên ku dibine meniya şer-dewa, kesîbiyê, birçîbûnê û vê yekê, ku meriv bê mal-hal dimînin. Bal her kesî wê xwarina baş têr-tije hebe û ewana wê malên başda bijîn (Zebûr 72:16; Îşaya 65:21-23).

Padşatiya Xwedê wê hemû ziyanê ku şer anîbû, bide hildanê. Ew tê hesabê ne ku tenê ziyana fîzîkî, lê usa jî êmosiyalî, kîjan ku meriva ji bo şera standine. Hela hê ew meriv, yên ku emirê xwe unda kirine, wê bêne saxkirinê (Îşaya 25:8; 26:19; 35:5, 6). Nefer wê dîsa tevayî bin û tu kul-derd wê nekeve bîra wan, “çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).

XWEDÊ WÊ GUNE BIDE HILDANÊ

Çaxê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike, hemû meriv wê tenê Xwedayê rast, Yehowa,c bihebînin, yê ku “Xwedayê hezkirinê û edilayê” ye (2 Korintî 13:11). Meriv wê hîn bin ku ça tevayî yektiyêda bijîn (Îşaya 2:3, 4; 11:9). Ewên ku li gora vê yekê bijîn çi ku hîn bin, wê ji gune aza bin û bibine merivên bêqisûr (Romayî 8:20, 21).

XWEDÊ WÊ MÎRÊ-CINA Û CINÊN WÎ KUTA KE

Padşatiya Xwedê wê Mîrê-cina û cinên wî kuta ke, ji bo kîjana ku hemû şer-dew pêşda tên (Eyantî 20:1-3, 10). Bê hukumê wane xirab, wê “edilayî gelek be” (Zebûr 72:7).

Hûn dikarin bawer bin, wekî sozê Xwedê ku şer û tevlihevbûna bide hildanê, wê bê sêrî. Xwedê him dikare him jî dixwaze şera bide hildanê.

  • Bîlanî û qewata Xwedê heye ku şer û zulmiyê kuta ke (Îbo 9:4). Qewata Xwedê digihîje her tiştî (Îbo 42:2).

  • Xwedê nefret dike vê yekê, çaxê meriv rastî kul-derda tên (Îşaya 63:9). Ew usa jî wan meriva nefret dike, yên ku zulmiyê hez dikin (Zebûr 11:5).

  • Xwedê timê sozê xwe tîne sêrî û ew nikare derewa bike (Îşaya 55:10, 11; Tîto 1:2).

Xwedê axiriyêda wê edilaya heta-hetayê bîne ser erdê.

Malbetek dinya tezeda ser çiyê rûniştiye û ewana hevdura şa dibin. Hesp nêzîkî wan diçêrin.

Xwedê wê şera bide hildanê

Çira Xwedê dihêle ku şer hebin?

Dibeke tu dixwazî pêbihesî, ku Xwedê çira heta niha dihêle wekî şer hebin. Seva ku caba vê pirsê bistînin, binihêrin vîdêoya bi navê Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin? ser jw.org.

a Bixûnin gotara bi navê “Harmegedon Çi ye?” ser jw.org.

b Binihêrin vîdêoya bi navê Çi ye Padşatiya Xwedê? ser jw.org.

c Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin