KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp25 № 1 rûp. 14-15
  • Dinya bi Şer û Tevlihevbûnê Tijeda Edilayê Bivînin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dinya bi Şer û Tevlihevbûnê Tijeda Edilayê Bivînin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
  • Têmên Mîna Wê
  • Kul-Derdên ji bo Şer û Tevlihevbûna
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Ça Xwedê Dinihêre ser Kul-Derdên Me?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Ça Şer û Tevlihevbûn wê Bêne Hildanê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
wp25 № 1 rûp. 14-15
Mêrekî emirda mezin, yê ku ji bo şer bê dest maye, derva kursiya bona seqetada rûniştiye, tevî malbeta xwe nan dixwe û şabûnê distîne.

Dinya bi Şer û Tevlihevbûnê Tijeda Edilayê Bivînin

Garî, yê ku berê esker bû, dibêje: “Pêşiya ku Kitêba Pîroz hîn bûma, min qe fem nedikir ku çira dinyayêda haqas zulmî, nerastî û kul-derd hene. Lê niha dilê min rihet e. Ez zanim, wekî Yehowa Xwedê wê edilayê û bêxofiyê bîne ser erdê”.

Gelek meriv mîna Garî xwe texmîn dikin. Dîna xwe bidinê, ku ça Kitêba Pîroz alî wan meriva kiriye.

KITÊBA PÎROZDA TÊ GOTINÊ: “Tu Xudano, qenc û afû kir î” (Zebûr 86:5).

EV YEK ÇA ALÎ ME DIKE: “Ev rêz min dide bawerkirinê, wekî Yehowa rem e. Ez zanim, wekî ew hazir e bona her tiştî çi ku min kiribû gava şerda bûm, bibaxşîne min”—Wîlmar, Kolombya.

KITÊBA PÎROZDA TÊ GOTINÊ: “Çimkî, va ye, ez ezmanekî nû û erdekî nû diefirînim. Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişa” (Îşaya 65:17, ÎM).

EV YEK ÇA ALÎ ME DIKE: “Ji bo şer ez ketime dêprêsiyayê û ji bîranînên xirab diçerçirîm. Lê ev rêz dike bîra min, wekî zûtirekê Yehowa wê fikirên ku min eciz dikin, bide hildanê û dilê min rihet ke. Ev her tişt çi ku berê qewimî, wê îda neyê bîra min û min eciz neke. Ev wede wê çiqas xweş be!”—Zafîra, Dewletên Yekbûyî.

KITÊBA PÎROZDA TÊ GOTINÊ: “Rojên wîda rastî gul de û edilayî gelek be, heta ku hîv betavebe” (Zebûr 72:7).

EV YEK ÇA ALÎ ME DIKE: “Ez gelek car derheqa wan giliya dişirmîş dibim. Zûtirekê şer û kul-derdên ku ev pey xwe tîne, wê bi temamî bêne hildanê. Mera îda wê nelazim be seva merivên xweye nêzîk ber xwe kevin”—Olêksandra, Ûkraîna.

KITÊBA PÎROZDA TÊ GOTINÊ: “Wê miriyên te . . . rabin. Kesên di nav tozêda dijîn, hişyar bin û bi kêf biqîrin!” (Îşaya 26:19, ÎM).

EV YEK ÇA ALÎ ME DIKE: “Weke hemû endemên malbeta min wedê gênosîda miqabilî bereka Tûtsî hatibûn kuştinê. Lê ev rêz min dide bawerkirinê, wekî ezê dîsa wana bivînim. Ez hizreta vê rojê me ku dengê wane eşq û şa bikeve guhê min, gava ewana ji mirinê rabin!”—Marîa, Rwanda.

KITÊBA PÎROZDA TÊ GOTINÊ: “Hinekî şûnda nepakê betavebe, . . . Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:10, 11).

EV YEK ÇA ALÎ ME DIKE: “Rast e şer xilaz bû, lê merivên zulim û nepak dîsa jî mane. Ev rêz gelek min qewî dikin. Yehowa her tiştî divîne û halê min fem dike. Ew soz dide, wekî zûtirekê hemû kul-derd wê xilaz bin û bêne bîrkirinê”—Dalêr, Tacîkistan.

Ev meriv, fikirên kîjana ku vê jûrnalêda hatine nivîsarê, nav wan bi mîlyona Şedên Yehowada nin, yên ku bi saya Kitêba Pîroz rihetiya dil qazanc kirine. Ewana hîn bûne ku ça nefretiyê ji bo cudebûna milet, berek û kûltûra, usa jî nefretiya hindava kesekî şexsî ji dilê xwe derxin (Efesî 4:31, 32). Şedên Yehowa aliyê polîtîkîda tevnebûyînê xwey dikin, û tevî şera û zulmiyê nabin (Yûhenna 18:36).

Şedên Yehowa qewat û piştgiriyê ji biratiya xweye hemdinyayê distînin, yê ku bi hezkirinê tije ye (Yûhenna 13:35). Mesele, Olêksandra, derheqa kîjanê ku jorê hatibû gotinê, ji bo şer mecbûr bû tevî xûşka xwe bireve welatê din. Ew dibêje: “Çaxê em sînor derbaz bûn, em derbêra rastî Şedên Yehowa ji wî welatî hatin, yên ku wêderê hîviya me bûn. Wana alî me kir welatê xerîbda ça koçber hînî emirekî teze bin”.

Em bi dil û can we teglîf dikin ser civatên me, kîderê ku em mizgîniya xêrê ji Kitêba Pîroz pêdihesin û hîn dibin li gora vê mizgîniyê bijîn. Bikevine malpera jw.org wekî bivînin Oda Civatê ku nêzîkî we ye, yan jî bixwazin wekî Şedekî Yehowa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere tevî we derbaz ke bi saya kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin