GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9
KILAMA 51 Me Xwe Tesmîlî Xwedê Kiriye!
Nixumandina Xwe Paş Nexe
“Çi riya te digire? Rabe, were nixumandinê” (KARÊN ŞANDIYA 22:16).
VÊ GOTARÊDA
Ji serhatiyên Samerya, Şawûlê ji Tarsûsê, Kornêlyo û Korintiya, tuyê hêlanê bistînî wekî ruhanîda pêşda herî û bêyî nixumandinê.
1. Çira lazim e wekî tu bêyî nixumandinê?
EMIR û her tiştê qenc ku cem te heye, ji Yehowa Xwedê ye. Gelo tu naxwazî bona wan tişta hezkirina xwe Yehowara nîşan kî? Cûrê lapî baş ku ça tu dikarî vê yekê bikî ev e, wekî sonda tesmîlbûyînê bidî û bêyî nixumandinê. Bi vî cûreyî tuyê bibî para malbeta Yehowa. Ewê ça Dost û Bavê teyî ezmana rêberiya te bike û bona te xem bike (Zebûr 73:24; Îşaya 43:1, 2). Usa jî sonda tesmîlbûyînê û nixumandin rê vedikin, wekî tu emirê heta-hetayê bistînî (1 Petrûs 3:21).
2. Vê gotarêda emê çi pêbihesin?
2 Gelo tiştek riya te digire wekî tu bêyî nixumandinê? Hergê erê, tu tenê nînî. Gelek merivara pêşiya nixumandinê lazim bû rabûn-rûniştin û nihêrandina xwe biguhêzin. Lê niha ewana bi xîret û şabûnê Yehowara xizmet dikin. Were em şêwir kin ku çi riya wan digirt wekî bêne nixumandinê, û ji serhatiyên wan em dikarin çi hîn bin.
SAMERÎ TÊNE NIXUMANDINÊ
3. Samerî gerekê çi bikirana, pêşiya ku bihatana nixumandinê?
3 Rojên Îsada der-dora bajarên Şekem û Sameryayê, li bakura Cihûstanê, sêkta Samerya hebû. Wana tenê pênc kitêbên Mûsa û diqewime kitêba Yêşû jî ça kitêbên ji bîna ber Xwedê hesab dikirin. Lê li gora Qanûna Ducarî 18:18, 19, ewana jî hîviya hatina Mesîh bûn (Yûhenna 4:25). Seva ku Samerî bihatana nixumandinê, wana gerekê Nivîsarên Pîroz bi temamî qebûl kirana û rind lêkolîn kirana. Usa jî lazim bû wekî ewana Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl kin. Gelek Samerya hema usa jî kirin (Yûhenna 4:39). Xêncî vê yekê, dibeke lazim bû wekî hine Samerî nihêrandina nebaş miqabilî Cihûya ji dilê xwe derxistana, çi ku gelek wext ser wan hukum dikir, çimkî gelek şagirtên Îsa Mesîh Cihû bûn (Lûqa 9:52-54).
4. Li gora Karên Şandiya 8:5, 6, 14, hine Samerya çi kir?
4 Çi alî Samerya kir ku bêne nixumandinê? Gava Fîlîpoyê mizgînvan Sameryara derheqa Mesîh şedetî da, hineka ji wan “xebera Xwedê qebûl” kirin (Bixûne Karên Şandiya 8:5, 6, 14). Rast e Fîlîpo Cihû bû, lê dîsa jî wana guh da wî. Dibeke wana anî bîra xwe, ku li gora kitêba Qanûna Ducarî, Xwedê firqiyê nake orta meriva (Qanûna Ducarî 10:17-19). Wana “rind guh didane Fîlîpo” çaxê ewî derheqa Mesîh wanra digot, û îzbatiyên ku Xwedê piştgiriya Fîlîpo dike, qebûl kirin. Wêderê Fîlîpo gelek keremet kirin. Mesele, ewî merivên nexweş qenc dikirin û ji gelek kesa cin derdixistin (Karên Şandiya 8:7).
5. Ji mesela Samerya em çi dikarin hîn bin?
5 Samerî dikaribûn guh nedana Fîlîpo, çimkî ew Cihû bû, yan jî çimkî wana ev hînkirin berê nebihîstibûn. Lê wana nehîşt ku ev tişt ser wan hukum kin. Çaxê ewana îzbat bûn wekî çi ku Fîlîpo hîn dikir, rast e, wana xwe ji nixumandinê paş nexist. Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Gava wana Fîlîpo bawer kir, yê ku mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê û derheqa navê Îsa Mesîh bela dikir, him jin him jî mêr dihatine nixumandinê” (Karên Şandiya 8:12). Gelo tu jî bawer dikî ku giliyên ji Kitêba Pîroz rast in? Gelo tu îzbat bûyî ku Şedên Yehowa firqiyê nakine orta meriva û hevdu hez dikin, çawa ku Îsa gotibû wekî şagirtên wîye rast, wê hevdu hez bikin? (Yûhenna 13:35) Hergê erê, nixumandina xwe paş nexe û bawer be, ku Yehowa wê te kerem ke!
6. Em ji mesela Rûbên çi hîn dibin?
6 Birê me Rûbên, yê ku li Almanyayê dijî, malbeteke Şedên Yehowada mezin bûye. Lê gava ew cahil bû, şik kete dilê wî ku Yehowa bi rastî heye, yan na. Gelo ewî ça dudilîbûna xwe alt kir? Ewî fem kir ku zanebûna wî kêm e, lema jî ewî safî kir tiştekî bike. Ew dibêje: “Wedê lêkolîna şexsî, min gerekê têderxista ku çi rast e û çi na. Lazim bû ku ez çend cara têma derheqa têoriya êvolûsiyayê lêkolîn kim”. Ewî kitêbek xwend, bi navê Gelo Efirandarekî Dilovan Heye? Û evê kitêbê gelek ser wî hukum kir. Ewî xwera got: “Pey! Yehowa bi rastî jî heye!” Usa jî ew carekê çû ofîsa sereke ya Şedên Yehowa, û wêderê ew ji yektiya xûşk-bira hê zêde ecêbmayî ma. Ew vegeriya Almanyayê û hate nixumandinê, wî çaxî ew 17 salî bû. Hergê tu jî dudilî bidî wekî tiştên ku tu hîn bûyî rast in yan na, edebyetên me lêkolîn ke. Seva ku dudilîbûnê ji dilê xwe derxî, gerekê tu zanebûna rast bistînî (Efesî 4:13, 14). Xêncî vê yekê, çaxê tu derheqa hezkirin û yektiya xizmetkarên Yehowa dibihêyî, yên ku welatên dinda dijîn û vê yekê civata xweda jî divînî, tu diha zêde xûşk-bira qîmet dikî.
NIXUMANDINA ŞAWÛLÊ JI TARSÛSÊ
7. Çira lazim bû ku Şawûl nihêrandina xwe biguhêze?
7 Serhatiya Şawûlê ji Tarsûsê bîne bîra xwe. Ewî Qanûna Cihûya rind zanibû û nava xelqêda yekî nav û deng bû (Galatî 1:13, 14; Fîlîpî 3:5). Wî çaxî gava gelek Cihû Mesîhiya ça raber hesab dikirin, Şawûl pey wan diket û wana dizêrand. Serda jî ew difikirî ku ew li gora xwestina Xwedê vê yekê dike (Karên Şandiya 8:3; 9:1, 2; 26:9-11). Lema jî Şawûl fem dikir, ku hergê ew Îsa Mesîh qebûl ke û ça şagirtekî wî bê nixumandinê, ewê jî bê zêrandinê.
8. (a) Çi alî Şawûl kir ku bê nixumandinê? (b) Li gora Karên Şandiya 22:12-16, Hananiya çawa alî Şawûl kir? (Binihêre usa jî şikil.)
8 Çi alî Şawûl kir ku bê nixumandinê? Gava Îsa Mesîh xwe nîşanî wî kir, çevê Şawûl kor bû (Karên Şandiya 9:3-9). Sê roja ewî rojî girt û ser tiştên ku hatine serê wî, kûr fikirî. Şawûl bawer kir, ku Îsa bi rastî jî Mesîh e û şagirtên wî xwe li riya rast girtine. Ew gelek xemgîn bû, wekî ew jî bona kuştina Steyfan neheq bû (Karên Şandiya 22:20). Paşî sê roja, şagirtekî bi navê Hananiya hate bal Şawûl û got: “Şawûl, birê min, bira çevên te vebin”. Û çaxê çevên wî vebûn, ewî jêra got, ku ew bê nixumandinê (Bixûne Karên Şandiya 22:12-16). Şawûl alîkariya Hananiya bi milûktî qebûl kir û bi temamî emirê xwe guhast (Karên Şandiya 9:17, 18).
Gelo tu mîna Şawûl hazir î alîkariyê qebûl kî û bêyî nixumandinê? (Binihêre abzasa 8)
9. Em ji mesela Şawûl çi dikarin hîn bin?
9 Ji mesela Şawûl em dikarin çend dersa hîn bin. Qurebûn yan jî tirsa ber meriva dikaribû bibûya menî, ku ew nehata nixumandinê. Lê Şawûl îzin neda wekî ev tişt riya wî bigirin. Ewî rastiya derheqa Mesîh bi milûktî qebûl kir û xwe rast kir (Karên Şandiya 26:14, 19). Şawûl zanibû ku ewê rastî peyketina bê, lê dîsa jî ew hazir bû bibe şagirtê Îsa (Karên Şandiya 9:15, 16; 20:22, 23). Çaxê ew hate nixumandinê, ewî berdewam dikir îtbariya xwe Yehowa bîne, wekî bikaribe himberî çetinaya sebir ke (2 Korintî 4:7-10). Hergê tu bêyî nixumandinê, dibeke tu jî rastî hine çetinaya bêyî. Lê tu dikarî bawer bî ku Xwedê û Îsa wê timê alî te bikin (Fîlîpî 4:13).
10. Ji mesela Annayê em dikarin çi hîn bin?
10 Anna li Ewropaya Rohilatê malbeteke Kurdada mezin bûye. Gava ew 9 salî bû diya wê hate nixumandinê, û ewê ji bavê xwe îzin stand, ku Kitêba Pîroz hîn be. Lê ji bo vê yekê ku li gora kûltûra wan şerm e, wekî kesek rêlîgiya xwe bihêle, merivên wê miqabilî wê derketin. Gava Anna 12 salî bû, ewê ji bavê xwe îzin xwest wekî bê nixumandinê. Ewî pirsî hela ev bi rastî xwestina wê ye, yan kesekî din zorê wê dike, ku ew bê nixumandinê. Ewê got: “Belê, eva safîkirina min e. Ez Yehowa hez dikim!” Hingê bavê wê îzin da, wekî ew bê nixumandinê. Paşî nixumandinê, gelek merivên Annayê miqabilî wê derketin. Kalikê wê jêra got: “Xwezî ku te bênamûsî bikira û cixare bikişanda, lê tu nebûyayî Şedê Yehowa”. Gelo Annayê ça himberî van çetinaya sebir kir? Ew dibêje: “Yehowa alî min dikir ku ez qewî bimînim, û usa jî dê-bavê min gelekî piştgiriya min dikirin”. Çaxê Anna alîkariya Yehowa divîne, ew vê yekê xwera dinivîse, û seva ku bîr neke wekî ça Yehowa alî wê kiriye, ew cara dîna xwe dide wan nivîsarên xwe. Hergê tu jî ditirsî ku tuyê rastî peyketina bêyî, bîr neke wekî Yehowa wê alî te jî bike (Îbranî 13:6).
NIXUMANDINA KORNÊLYO
11. Çi dikaribû riya Kornêlyo bigire wekî bê nixumandinê?
11 Kitêba Pîroz usa jî besa merivekî bi navê Kornêlyo dike. Ew sersed bû, dêmek ordiya Romayada serwêrê weke 100 eskera bû (Karên Şandiya 10:1). Lema jî dibeke ew him eskeriyêda him jî nava merivada yekî navdeng bû. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “ewî kesîbara gelek qencî dikir” (Karên Şandiya 10:2). Yehowa Petrûs şande bal wî wekî şedetiyê bide wî. Lê gelo ev yek ku Kornêlyo yekî navdeng bû, riya wî girt ku bê nixumandinê?
12. Çi alî Kornêlyo kir ku bê nixumandinê?
12 Çi alî Kornêlyo kir ku bê nixumandinê? Kitêba Pîroz dibêje ku ewî “temamiya malbeta xweva Xwedê diheband” û “her gav Xwedêra dua dikir” (Karên Şandiya 10:2). Gava Petrûs Kornêlyora derheqa mizgîniya xêrê got, ewî tevî malbeta xwe baweriya xwe Îsa Mesîh anî û derbêra hate nixumandinê (Karên Şandiya 10:47, 48). Kornêlyo hazir bû emirê xwe biguhêze û tevî malbeta xwe Yehowara xizmet ke (Yêşû 24:15; Karên Şandiya 10:24, 33).
13. Ji mesela Kornêlyo em çi dikarin hîn bin?
13 Kornêlyo jî dikaribû bifikire wekî ew yekî navdeng e, û nehata nixumandinê. Lê ewî mîna Şawûl, îzin neda ku ev yek riya wî bigire. Seva ku tu bêyî nixumandinê, gelo lazim e wekî tu jî emirê xweda guhastinên mezin bikî? Hergê te safî kiriye, ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz Yehowara xizmet kî, Yehowa wê safîkirina te kerem ke û alî te bike.
14. Em ji mesela Tsûyoşî çi hîn dibin?
14 Tsûyoşî, yê ku li Japonyayê dijî, pêşiya ku bihata nixumandinê, gerekê ji bo xebata xwe guhastinek bikira. Ew mekteba bona gul-xemilandinêda ça alîkarçiyê hoste dixebitî. Gava hoste nikaribû here ser şînê, Tsûyoşî gelek cara dewsa wî eyd-qeydên wane Bûdîstîda kar dikir. Lê gava Tsûyoşî rastiya derheqa halê miriya pêhesiya, ewî fem kir ku hergê ew terka vê yekê nede, ewê nikaribe bê nixumandinê. Lema jî ewî safî kir, wekî îda tevî rîtûalên Bûdîstî nebe (2 Korintî 6:15, 16). Tsûyoşî hostera derheqa vê yekê got. Lê gelo paşê çi qewimî? Ewî xebata xwe unda nekir, lê îda tevî rîtûalên rêlîgî nedibû. Paşî destpêka hînbûna Kitêba Pîroz, weke salek şûnda ew hate nixumandinê.a Hergê lazim be wekî tu jî ji bo xebata xwe hine guhastina bikî, wekî Xwedê ji te razî be, bawer be ku ewê bona hewcên te û malbeta te xem bike (Zebûr 127:2; Metta 6:33).
NIXUMANDINA KORINTIYA
15. Çi dikaribû bibe menî, wekî Korintî nehatana nixumandinê?
15 Bineliyên bajarê Korintê nas bûn ça merivne perehez û bênamûs. Lema jî bona kesên ku wêderê dijîtin hêsa nîbû Yehowara xizmet kin. Lê yeke çaxê Pawlosê şandî hat û wanra derheqa Mesîh gilî kir, “gelek Korintiyên ku mizgînî bihîstin, bawer kirin û hatine nixumandinê” (Karên Şandiya 18:7-11). Paşê, Îsa dîtinokêda Pawlosra xuya bû û got: “Vî bajarîda gelek meriv hene, yên ku wê baweriya xwe min bînin”. Lema jî Pawlos sal nîvekê wêderê ma wekî mizgîniyê bela ke.
16. Çi alî hine Korintiya kir, wekî bêne nixumandinê? (2 Korintî 10:4, 5)
16 Çi alî Korintiya kir, ku bêne nixumandinê? (Bixûne 2 Korintî 10:4, 5) Xebera Xwedê û ruhê pîroz alî wan kir, ku emirê xwe bi temamî biguhêzin (Îbranî 4:12). Korintiyên ku mizgîniya derheqa Îsa qebûl kirin, terka serxweşiyê, diziyê û homosêksûaliyê dan (1 Korintî 6:9-11).b
17. Ji mesela Korintiya em çi dikarin hîn bin?
17 Rast e hine xeyset-hunurên Korintiyaye xirab hebûn, dîsa jî ewana nedifikirîn ku nikarin bibine şagirtên Îsa. Ewana gelek ser xwe dixebitîn, wekî “derê tengra” derbaz bin, kîjan ku dibire berbi emirê heta-hetayê (Metta 7:13, 14). Gelo tu jî ser xwe dixebitî wekî hine aliyada xwe rast kî û bêyî nixumandinê? Hergê erê, berdewam ke ser xwe bixebite û dudilî nebe wekî cem te wê bê standinê! Ji Yehowa lava ke, wekî ew ruhê pîroz bide te û alî te bike, wekî tu xwestina xweye nerast alt kî.
18. Ji mesela Monîkayê, em çi dikarin hîn bin?
18 Xûşkeke mera bi navê Monîka, ya ku Gurcistanêda dijî, çetin bû terka xeberdan û wedederbazkirina necayîz bide. Ew dibêje: “Min Yehowara dua dikir wekî qewatê bide min, ku bême guhastinê û bikaribim bême nixumandinê. Yehowa zanibû ku min dixwest ya rast bikim, û ewî timê alî min dikir û rêberiya min dikir”. Monîka 16 salî bû gava hate nixumandinê. Seva ku Yehowa ji te razî be, gelo lazim e wekî tu jî terka hine tişta bidî? Berdewam ke dua bike, wekî Yehowa qewatê bide te, seva ku bikaribî bêyî guhastinê. Yehowa hazir e bi merdanî ruhê pîroz bide te (Yûhenna 3:34).
BAWERÎ DIKARE ÇIYA CÎGUHASTÎ KE
19. Çi dikare alî te bike, wekî tu çetinayên ku mîna çiya ne, alt kî? (Binihêre usa jî şikil.)
19 Bawer be ku Yehowa te hez dike û dixwaze wekî tu bibî para malbeta wî. Çetinayên te çi bin jî, xwestina Yehowa dîsa jî nayê guhastinê. Îsa hine şagirtên xwera usa gotibû: “Hergê baweriya we weke toximê xerdalê be jî, hûn vî çiyayîra bêjin: ‘Ji vir here wêderê’, ewê here. Û hûnê bikaribin hemû tiştî bikin” (Metta 17:20). Kesên ku guh didane vê yekê, tenê çend sala tevî Îsa bûn, lema jî lazim bû ku baweriya wan diha qewî be. Lê Îsa wanra got, ku hergê ewana baweriya xwe diha qewî kin, Yehowa wê alî wan bike çetinayên ku mîna çiya ne, cîguhastî kin. Yehowa wê alî te jî bike wekî tu bikaribî vê yekê bikî!
Bawer be ku Yehowa te hez dike û dixwaze wekî tu bibî para malbeta wî (Binihêre abzasa 19)c
20. Meselên xûşk-birên qirna yekê û yên îroyîn, ça xwestina te qewî dikin wekî tu Yehowara xizmet kî?
20 Hergê tiştek riya te digire wekî tu bêyî nixumandinê, xwe paş nexe û her tiştî bike, wekî wan çetinayên xwe zû safî kî. Ji mesela xûşk-birên qirna yekê û rojên meda, hêlan û qewatê bistîne. Bira meselên wan te qewî kin û alî te bikin, wekî tu xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê. Emirê teda eva safîkirina lape baş e ku tu dikarî bikî!
KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke
a Serhatiya birê me Tsûyoşî Fûcî bixûnin ji jûrnala Hişyar Bin!, ya 8 Tebaxê, sala 2005, rûp. 20-23.
b Ser jw.org binihêrin vîdêoya bi navê Çira Hûn Xwe ji Nixumandinê Paş Dixin?
c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Çend xûşk-bira bi dilgermî silav dikin wan meriva, yên ku teze hatine nixumandinê.