GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12
KILAMA 119 Gere Baweriya Me Hebe
Li gora Baweriyê Safîkirina Bike
“Em bi baweriyê dijîn, ne ku bi dîtina çeva” (2 KORINTÎ 5:7).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku gava em safîkirinên ferz dikin, em ça dikarin baweriya xwe rêberiya Xwedê bînin.
1. Çaxê Pawlos derheqa emirê xwe difikirî, çira dilê wî rihet bû?
GAVA Pawlosê şandî fem kir ku mirina wî nêzîk e, ew dilteng nedibû, çimkî ewî emirekî xweş derbaz kiribû. Ewî got: “Min riya xwe qedand, bawerî xwey kir” (2 Tîmotêyo 4:6-8). Xizmetiya xweda Pawlos safîkirinên baş dikir û ew bawer bû, ku Yehowa ji wî razî ye. Em jî dixwazin safîkirinên baş bikin, wekî Yehowa me qebûl ke. Gelo em ça dikarin vê yekê bikin?
2. Em ça dikarin li gora baweriyê bijîn?
2 Pawlos derheqa xwe û xûşk-birên amin usa got: “Em bi baweriyê dijîn, ne ku bi dîtina çeva” (2 Korintî 5:7). Kesên ku baweriya xwe Yehowa naynin, tenê ser hîmê hestên xwe, û usa jî ser hîmê tiştên ku ewana divînin û dibihên, safîkirina dikin. Lê ewên ku li gora baweriyê dijîn, ser hîmê xwestina Yehowa safîkirina dikin. Kirên wan didine kifşê, ku ewana bawer in wekî Xwedê wê wana kerem ke. Usa jî ewana bawer in wekî şîretên Yehowa, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, bona kara wan in (Zebûr 119:66; Îbranî 11:6).
3. Gava em li gora baweriyê dijîn, em çi karê distînin? (2 Korintî 4:18)
3 Hemikî normal e ku em hine safîkirina ser hîmê hestên xwe dikin û usa jî ser hîmê vê yekê, çi ku em divînin û dibihên. Lê hergê em safîkirinên ferz tenê ser hîmê wan tişta bikin, em dikarin rastî problêma bên. Gelo çima? Çimkî carna çevên me yan guhên me dikarin me bixapînin. Hergê em tenê ser hîmê hestên xwe û çi ku divînin û dibihên safîkirina bikin, dikare usa biqewime ku em şîretên Xwedê bavêjin pişt guhê xwe (Waîz 11:9; Metta 24:37-39). Lê hergê em li gora baweriyê safîkirina bikin, ew safîkirin wê “li Xudan xweş” bên (Efesî 5:10). Û çaxê em guh didine şîretên Xwedê, edilayî dikeve dilê me û em şabûnê distînin (Zebûr 16:8, 9; Îşaya 48:17, 18). Hergê em berdewam kin li gora baweriya xwe bijîn, emê emirê heta-hetayê bistînin (Bixûne 2 Korintî 4:18).
4. Em ça dikarin têderxin ku em li gora baweriyê yan li gora tiştên ku em divînin, dijîn?
4 Ji çi tê kifşê, ku em li gora baweriyê dijîn, yan li gora tiştên ku em divînin? Caba vê pirsê van tiştava girêdayî ye: Em ser hîmê çi safîkirina dikin? Gelo em tenê li gora tiştên ku em divînin, dijîn? Yan em xwe dispêrin Yehowa û li gora şîretên wî dijîn? Were em dîna xwe bidinê, ku em ça dikarin sê derecên ferzda li gora baweriyê hereket bikin, gava em xebatê digerin, hevalzewac dijbêrin û çaxê ji teşkîleta me rêberiyê distînin. Emê bivînin ku van derecada em gerekê dîna xwe bidine çi, seva ku bikaribin safîkirinên baş bikin.
BIJARTINA XEBATÊ
5. Gava em xebatê dijbêrin, em gerekê çi hildin hesab?
5 Hemikî em dixwazin ebûra xwe û malbeta xwe bikin (Waîz 7:12; 1 Tîmotêyo 5:8). Bi saya perê qalim, meriv dikare him ebûra malbeta xwe bike, him jî bona axiriyê hine pere top ke. Lê ser hine xebata, pera usa hindik didin, ku meriv ancax dikare ebûra xwe û malbeta xwe bike. Gava em safî dikin ku xebatekê qebûl kin yan na, hemikî em hildidin hesab, ku heqê xebatê çiqas e. Lê hergê kesek dîna xwe dide tenê vê yekê, ku ewê çiqas pere qazanc ke, ev yek dide kifşê wekî ew ne ku li gora baweriyê dijî, lê li gora vê yekê, çi ku divîne.
6. Gava em xebatekê dijbêrin, ça dikarin bidine kifşê ku em li gora baweriyê dijîn? (Îbranî 13:5)
6 Em gerekê bifikirin, ku xebata me wê ça ser dostiya me tevî Yehowa hukum ke. Gava em safî dikin ku filan xebatê qebûl kin yan na, wê baş be ji xwe bipirsin: “Ser vê xebatê gelo wê neyê dewakirinê ku tiştên usa bikim, çi ku ber çevê Yehowa reş e?” (Metelok 6:16-19). “Gelo ev xebat wê riya min negire ku ez Yehowara xizmet kim, yan wê nebe menî, ku ez ser wedekî dirêj ji malbeta xwe dûr bimînim?” (Fîlîpî 1:10). Hergê hêsa nîne xebateke layîq bivînin, dîsa jî wê bi bîlanî be ku em xebata usa qebûl nekin. Em li gora baweriyê dijîn, lema jî em dudilî nabin, ku Yehowa wê bona me xem bike, û ev yek gerekê safîkirinên meda eşkere bê kifşê (Metta 6:33; bixûne Îbranî 13:5).
7-8. Birakî ku li Amêrîkaya Başûrê dijî, bona xebatê çi safî kir? (Binihêre usa jî şikil.)
7 Dîna xwe bidê, ku birakî bi navê Javyêr,a yê ku li Amêrîkaya Başûrê dijî, ça fem kir, wekî ew gerekê li gora baweriyê bijî. Ew dibêje: “Min bona xebateke bilind blank tije kiribû. Ew xebat gelek min xweş dihat û him jî minê himberî xebata xweye pêşin du cara zêdetir pere qazanc kira”. Lê Javyêr ji dil dixwest bibe pêşeng. Ew dibêje: “Min gerekê tevî mênêcêrê xebatê xeber da. Pêşiya vê yekê min Yehowara dua kir ku alî min bike, çimkî ew zane bona min çi diha baş e. Hemikî, min dixwest xebatêda pêşdaçûyî bim, lê min nedixwest xebateke usa qebûl kira, kîjan ku wê riya min bigirta, ku bigihîjtama nêtên xweye ruhanî”.
8 Javyêr dibêje: “Wedê xeberdanê, mênêcêr minra got, ku ser vê xebatê wê timê lazim be wekî ez hê zêde bixebitim. Min bi nermî wîra got, ku ji bo xizmetiya xwe, ezê nikaribim vê yekê bikim”. Javyêr ev xebat qebûl nekir. Du heftî şûnda, ewî destpêkir ça pêşeng xizmet ke. Û çend meh şûnda, ewî xwera xebateke nîvrojî dît. Ew dibêje: “Yehowa guh da duayên min û alî min kir, wekî ez xebateke usa bivînim, ya ku wê riya min negire ça pêşeng xizmet kim. Ez gelek şa me ku xebata min mecalê dide min, wekî ez hê zêde Yehowara xizmet kim û wedê xwe bona xûşk-bira xerc kim”.
Hergê tera ser xebatê ciyê diha bilind bê dayînê, tuyê çi bikî? Gelo tuyê safîkirineke usa bikî, kîjan ku dide kifşê wekî tu îtbariya xwe Yehowa tînî? (Binihêre abzasa 7-8)
9. Ji serhatiya Trîzor em çi hîn dibin?
9 Lê hergê em divînin wekî xebata me îzinê nade ku em li gora baweriya xwe bijîn, em gerekê çi bikin? Were em dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Trîzor, yê ku li Kongoyê dijî. Ew dibêje: “Min xebata xweye teze gelek begem dikir, çimkî himberî xebata xweye berê, min ser vê xebatê sê car zêdetir pere qazanc dikir, û him jî meriva qedirê min digirt”. Lê gelek car lazim dibû, wekî Trîzor heta dereng bixebite, û lema jî ew nikaribû biçûya civata. Usa jî ser xebatê carna ji wî dewa dikirin, wekî ew derewa bike û hine kêmasiyên vê xebatê veşêre. Trîzor dixwest terka vê xebatê bide, lê ewî nedixwest bê xebat bimîne. Gelo çi alî wî kir ku safîkirineke baş bike? Ew dibêje: “Hebaqûq 3:17-19 alî min kir fem kim, ku hergê ez xebata xwe unda kim jî, Yehowa wê bona min xem bike. Lema jî min xebata xwe hîşt. Gelek mezinên xebatê difikirin, ku bona xebateke baş, kîderê ku perê qalim distînin, meriv hazir in her tiştî qurban kin, mesele wedê bona malbetê û şixulên ruhanî. Ez şa me wekî min safî kir dostiya xwe tevî Yehowa û tevî malbeta xwe xwey kim. Salek şûnda, min bi alîkariya Yehowa xwera xebateke layîq dît. Bi saya vê xebatê, ez dikarim him ebûra xwe bikim him jî hê zêde Yehowara xizmet kim. Gava em emirê xweda qirara Yehowa datînin ser ciyê pêşin, dibeke çetinayên me aliyê perada hebin, lê Yehowa wê tu car me nehêle û wê bona me xem bike”. Belê, hergê em îtbariya xwe şîret û sozên Yehowa tînin, usa em didine kifşê, wekî em bi baweriyê dijîn, û emê kerema bistînin.
ZEWAC
10. Gava kesek dixwaze bizewice, ew gerekê çida fesal be?
10 Zewac pêşkêşa ji Yehowa ye, lema jî normal e ku meriv dixwazin bizewicin. Gava xûşkek difikire hela birak layîqî wê ye yan na, ew dibeke dîna xwe dide hunurên wî, bejna wî, ku ew xweyê çi navî ye, halê wîye matêrîalî, cabdariyên wîye malbetêda û vê yekê, hela ew bira li gora dilê wê ye yan na.b Ev tişt hemikî ferz in, lê hergê xûşk dîna xwe bide tenê van tişta, ev yek tê hesabê wekî ew li gora tiştên ku divîne, hereket dike.
11. Kesê ku dixwaze bizewice, ça dikare ser hîmê baweriyê safîkirinê bike? (1 Korintî 7:39)
11 Gava Yehowa divîne ku xûşk-birên me çawa guh didine şîretên wîye bona zewacê, ew gelek şa dibe. Mesele, ewana guh didine vê şîretê, wekî pêşiya ku bi nêta zewacê rastî kesekî bên, wê baş be wekî pêşiyê hestên wane cahiltiyêye gur derbaz bin (1 Korintî 7:36). Gava ewana safî dikin ku kê bistînin, ewana herî zêde dîna xwe didine hunurên ku Yehowa xweş tên (Metelok 31:10-13, 26-28; Efesî 5:33; 1 Tîmotêyo 5:8). Gava dilê kesê ku Şedê Yehowa nîne dikeve wan, ewana guh didine vê şîretê ku tenê “bawermendê Xudan” bistînin (Bixûne 1 Korintî 7:39). Ewana li gora baweriyê dijîn û zanin, wekî Yehowa dilê wan divîne, hestên wan fem dike û dikare ji hemûya çêtir bona hewcên wane êmosiyalî xem bike (Zebûr 55:22).
12. Ji serhatiya Rozayê em çi hîn dibin?
12 Were em dîna xwe bidine serhatiya pêşengeke bi navê Roza, ya ku Kolombyayêda dijî. Ciyê xebatê mêrekî ku Şedê Yehowa nîne hestên romantîk hindava wêda dida kifşê, û ev yek Rozayê xweş dihat. Ew dibêje: “Dihate kifşê, ku ew merivekî baş bû. Ewî alîkarî dida meriva û bi emirekî baş dijît. Min xweş dihat ku ew hindava minda ça bû. Bi rastî min dixwest wekî mêrê min hema yekî usa be, lê yazix ew Şedê Yehowa nîbû. Minra çetin bû wîra bêjim na, çimkî aliyê êmosiyalîda ez îda wîva hatibûme girêdanê. Wî wedeyî min tenêbûn texmîn dikir û dixwest mêr kim, lê min birakî layîq xwera nedîtibû”. Dîsa jî Rozayê tenê ser hîmê vê yekê çi ku didît, safîkirin nekir. Ew difikirî ku ev safîkirin wê ça ser heleqetiya wêye tevî Yehowa hukum ke. Lema jî ewê safî kir, wekî tevî wî merivî hevaltiyê neke, û destpêkir hê zêde Yehowara xizmet ke. Hine wede şûnda, ew teglîfî ser Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê kirin, û niha ew ça pêşenga mexsûs xizmet dike. Roza dibêje: “Yehowa hê zêde şabûn kire dilê min”. Rast e cara hêsa nîne vê yekê bikin, çi ku Yehowa ji me dixwaze, îlahî çaxê dilê meda xwestineke qewî heye, lê hergê em guh bidine Yehowa, emê timê karê û şabûnê bistînin.
RÊBERIYA TEŞKÎLETÊ
13. Em dibeke ça xwe bidine kifşê, gava ji teşkîletê rêberiyê distînin?
13 Em timê ji teşkîleta Yehowa rêberiyê distînin, dêmek ji rûspiya, ji berpirsiyarê mihalê, ji fîlîalê û ji Koma Rêberiyê. Lê hergê em fem nekin ku çira filan rêberî mera hatiye dayînê, dibeke em çi bikin? Dibeke em bifikirin ku hergê em gura rêberiya teşkîletê bikin, wê bona me nebaş be. Usa jî dibeke dîna me here ser kêmasiyên wan bira, yên ku rêberiyê didine me.
14. Gava em ji teşkîletê rêberiyê distînin, çi alî me dike ku em li gora baweriyê hereket bikin? (Îbranî 13:17)
14 Gava em bi baweriyê dijîn, em dudilî nabin, ku her tişt destê Yehowada ye, û ku ew hal û dereca me zane. Lema jî em hazir in bi dil û can guh bidine wî (Bixûne Îbranî 13:17). Em fem dikin ku hergê em guhdar bin, civatêda wê yektî hebe (Efesî 4:2, 3). Belê, birên ku rêberiyê me dikin qisûrdar in, lê em bawer in ku hergê em guh bidine wan, Yehowa wê me kerem ke (1 Samûyêl 15:22). Û ewê wededa her tiştî rast ke (Mîxa 7:7).
15-16. Gava birakî ji teşkîletê rêberîke teze stand, çi alî wî kir wekî li gora baweriyê hereket bike? (Binihêre usa jî şikil.)
15 Were em dîna xwe bidine serhatîke ku nîşan dike, wekî jîyîna li gora baweriyê çi karê tîne. Li Pêrûyê heçî zef meriv ser zimanê Îspanî xeber didin, lê gelek meriv usa jî ser zimanê Kêçûa xeber didin. Xûşk-birên ku ser zimanê Kêçûa xeber didin, bi sala merivên usa digeriyan, yên ku ser vî zimanî xeber didan. Lê wext şûnda ji bo hine qanûnên dewletê, lazim bû mêtoda xizmetiya wan bihata guhastinê. Wana gerekê îda cûrekî mayîn merivên ku ser vî zimanî xeber didan, bigeriyana (Romayî 13:1). Ji bo wan guhastina xûşk-bira ber xwe diketin, ku ev yek wê ça ser xizmetiya wan hukum ke. Lê dîsa jî xûşk-bira xwe li wan guhastina digirtin, û Yehowa ewana kerem dikirin. Ewî alî wan dikir, wekî merivên ku ser zimanê Kêçûa xeber didin, bivînin.
16 Mesele, rûspîkî bi navê Kêvîn, yê ku civateke ser zimanê Kêçûayada xizmet dike, pirs da xwe: “Emê ça niha merivên ku ser zimanê Kêçûa xeber didin, bivînin?” Lê gelo ewî çi kir? Ew dibêje: “Min xeberên ji Metelok 3:5 anî bîra xwe. Usa jî ez derheqa Mûsa fikirîm. Rêberiya ku Yehowa dabû Mûsa, ne bi logîkî dihate kifşê. Yehowa jêra gotibû wekî ew Îsraêliya ji Misirê derxe û bive aliyê bera Sor. Û dikaribû usa bihata kifşê, wekî wêderê ewana wê bikevine telikê û nikaribin ji Misiriya birevin. Lê dîsa jî Mûsa guh da Yehowa, û Yehowa wî bi cûrekî mexsûs kerem kir” (Derketin 14:1, 2, 9-11, 21, 22). Lema jî Kêvîn hazir bû xizmetiya xwe li gora rêberiya teze biguhêze. Gelo axirî çi bû? Ew dibêje: “Ez hujmekar mam ku ça Yehowa em kerem kirin. Berê em gelek rê diçûn, û carna me tenê yek yan du kesên ku ser zimanê Kêçûa xeber didin, didîtin. Niha em diha zêde dîna xwe didine wan ciya, kîderê merivên ku ser vî zimanî xeber didin, gelek in. Lema cem me hê zêde xeberdan, serlêdanên dubare û hînbûnên Kitêba Pîroz destpêdibin. Niha hê zêde meriv têne ser civatên me”. Belê, gava em li gora baweriyê hereket dikin, Yehowa me xelat dike.
Xizmetiyêda, xûşk-bira ji hine meriva dipirsîn ku kîderê ewana dikarin merivên ku ser zimanê Kêçûa xeber didin, bivînin (Binihêre abzasa 15-16)
17. Ji vê gotarê tu çi hîn bûyî?
17 Vê gotarêda me şêwir kir, ku em ça dikarin sê derecên ferzda li gora baweriyê hereket bikin. Hemikî lazim e ku em hemû derecên jîyînêda ser hîmê baweriyê safîkirina bikin, mesele çaxê dijbêrin kîjan fîlma binihêrin, ça wedê xwe derbaz kin, derheqa xwendina bilind çi safîkirina bikin û ça zarên xwe mezin kin. Em çi safîkirina bikin jî, em gerekê ne tenê ser hîmê tiştên ku divînin safî kin, lê ser hîmê dostiya xwe tevî Yehowa, ser hîmê şîretên wî û sozê wîye ku ewê bona me xem bike. Hergê em usa bikin, emê bikaribin heta-hetayê “bi navê Xwedayê xwe Xudan bimeşin”! (Mîxa 4:5, ÎM)
KILAMA 156 Bi Bawerî Binihêre
a Hine nav hatine guhastinê.
b Rast e vê abzasêda derheqa xûşkê tê gotinê, ya ku dixwaze mêr ke. Lê ev şîret usa jî bona bira ye, yê ku dixwaze bizewice.