RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Ezberîkirina Rêza
Gelo tera carna çetin e, wekî tu cî yan xeberên ji rêzekê bînî bîra xwe? Rêza ku tu digerî, dibeke dilê te rihet dike, alî te dike wekî tu fikirên nebaş ji hişê xwe derxî, yan dikare bona kesekî din kêrhatî be (Zebûr 119:11, 111). Dîna xwe bide hine şîretên ku dikarin alî te bikin rêza bîr nekî.
Aplîkasiya JW Library®-da, fûnksiya bi navê tag bide xebatê. Xwera tag bi navê “Rêzên Ferz” çêke û rêzên ku tu naxwazî bîr kî, wêderê xwey ke.
Rêza cîkî ber çev pêva ke. Rêza ku tu dixwazî ezberî kî ser kaxazekî binivîse û cîkî usa pêva ke, ku timê ber çevê te be. Hine kes kaxazên usa ser neynikê dizeliqînin, hine kes jî ser deriyê bûzxanê. Hinek hez dikin şikilê rêzê bikişînin û ser komputer yan têla xwe ça şikilê êkranê daynin.
Kartên biçûk çêke. Ciyê rêzê ser alîkî û nivîsara rêzê jî ser aliyê din binivîse. Paşê, ciyê rêzê binihêre û giliyên vê rêzê bîne bîra xwe, yan jî giliyên rêzê binihêre û bîne bîra xwe ku ev rêz ji kîderê ye.