SERHATÎ
Keçikeke Şermoke Dibe Mîsyonêr
BIÇÛKTAYÊDA ez yeke şermoke bûm û ji meriva ditirsiyam. Lê wede şûnda Yehowa alî min kir, wekî ez meriva hez bikim û bibime mîsyonêr. Lê ça? Sêrîda bi saya rêberiya bavê min. Paşê, bi saya mesela xûşkeke cahil, ya ku 16 salî bû. Û axiriyêda bi saya sebir û qenciya mêrê min. Ezê niha derheqa emirê xwe wera gilî kim.
Ez sala 1951-da bajarê Viyênayêda (Avstrya), malbeta Katolîkîda hatime bûyînê. Ez yeke şermoke bûm, û min nikaribû aza tevî meriva xeber da, lê min Xwedê bawer dikir û gelek cara jêra dua dikir. Gava ez 9 salî bûm, bavê min tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, û wedekî kinda, diya min jî hînbûn destpêkir.
Tevî xûşka min Êlîzabêtê (aliyê çepê)
Gelek wext derbaz nebû ku me destpêkir herine civata Dublîngê, Viyênayêda. Me malbetêda tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, em diçûne civata û me ser civatên mezin alîkarî jî dida. Ji biçûktaya min, bavê min alî min dikir wekî ez Yehowa hez bikim. Ewî timê dua dikir wekî ez û xûşka min, em bibine pêşeng. Lê hingê min ev nêt nedida pêşiya xwe.
DESTPÊDIKIM XIZMET KIM ÇA PÊŞENGA HERTIM
Sala 1965-da, gava ez 14 salî bûm, ez hatime nixumandinê. Lê minra çetin bû xizmetiyêda tevî merivên nenas xeber dim. Him jî min xwe nimiz hesab dikir û ez gelek car difikirîm, wekî cahilên din ji min çêtir in û min gelek dixwest wekî ez wana xweş bêm. Lema jî paşî nixumandinê, min destpêkir wede tevî wan meriva derbaz kim, yên ku Yehowara xizmet nedikirin. Rast e min xweş dihat tevî wan hevaltiyê bikim, lê îsafa min nerihet bû. Lê qewata min têra min nedikir wekî hevaltiya xwe tevî wan biqetînim.
Ez ji Doratîyê gelek tişta hîn bûme (aliyê çepê)
Wî wedeyî, keçikeke 16 salî bi navê Doratî derbazî civata me bû. Ewê xizmetiya mal bi mal gelek hez dikir û xizmetiya vî cûreyîda gelek xîret bû, û evê yekê gelek ser min hukum dikir. Ez hinekî ji wê mestir bûm, lê min haqas xizmet nedikir çiqas ewê. Ez fikirîm: “Dê-bavê min Şedên Yehowa ne, lê nav malbeta Doratîda tenê ew nava rastiyêda ye. Diya wê nexweş e, lê dîsa jî ew timê diçe xizmetiyê!” Mesela wê xwestina min diha qewî kir, wekî ez Yehowara hê zêde xizmet kim. Gelek wext derbaz nebû ku ez û Doratî, em xizmetiya pêşengtiyêda bûne hevalkarên hev. Sêrîda, em pêşengên wedelû bûn, lê paşê em tevayî bûne pêşengên hertim. Xîreta Doratîyê bona min bû meseleke baş. Ewê alî min kir, wekî ez cara pêşin tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim. Hêdî-hêdî minra îda diha hêsa dibû mal bi mal, derva û ciyên dinda tevî meriva xeber dim.
Sala pêşin, çaxê ez bûme pêşenga hertim, birakî Avstryayî bi navê Xaînts hate civata me. Ewî rastiya Kitêba Pîroz Kanadayêda ji birê xwe bihîstibû, yê ku Şedê Yehowa bû. Xaînts ça pêşengê mexsûs civata meda hatibû kifşkirinê. Sêrîda ew min xweş hat. Lê ewî dixwest bibe mîsyonêr, lê min qet nedixwest bibim mîsyonêr. Lema jî min pêşiyê ji wî vedişart ku dilê min ketiye wî. Lê paşê me destpêkir hevaltiyê bikin, wext şûnda em zewicîn, û me tevayî Avstryayêda ça pêşeng xizmet dikir.
XWESTINA KU BIBIME MÎSYONÊR DIKEVE DILÊ MIN
Xaînts gelek cara minra digot, ku ew dixwaze bibe mîsyonêr. Ewî tu cara zorê min nedikir, lê hine pirs dida min, mesele: “Zarên me tune ne, gelo em nikarin Yehowara hê zêde xizmet kin?” Lê ez yeke şermoke bûm, lema jî ditirsiyam bibime mîsyonêr. Rast e min ça pêşeng xizmet dikir, lê ez difikirîm ku xizmetiya mîsyonêrtî hê çetin e. Dîsa jî Xaînts sebir dikir û terka vê nêtê nedida. Usa jî ewî minra digot, ku ez diha zêde dîna xwe bidime ne ku xwe, lê hewcên meriva. Şîreta wî bi rastî jî kêrhatî bû.
Zaltsbûrg (Avstrya), sala 1974: Civateke biçûkda ser zimanê Yûgoslavî, Xaînts hînbûna Birca Qerewiliyê derbaz dike
Hêdî-hêdî, xwestina min zêde bû ku ez bibime mîsyonêr, lema me bona Mekteba Gîledê blank tije kir. Lê xizmetkarekî Beytelê minra got, ku pêşiyê ez gerekê zimanê Înglîzî diha baş hîn bim, û min usa jî kir. Paşî sê sala, em hatine şandinê civateke Yûgoslavî ya ku Zaltsbûrgêda bû (Avstrya). Me heft sala deşta ser zimanê Sêrbo-Xorvatî xizmet dikir. Mêrê min bû berpirsiyarê mihalê, û me salekê teseliya civatên ser vî zimanî dikir. Rast e zimanê Sêrbo-Xorvatî hêsa nîbû, lê me gelek hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikir.
Sala 1979-da mera gotin, wekî em bona “hêsabûnê” herine Bûlgaristanê. Wêderê belakirina mizgîniyê qedexe bû. Lema jî me wêderê mizgînî bela nedikir. Lê me dizîkava edebyet birin bal pênc xûşkên me, kîjan ku bajarê Sofyayêda dijîtin. Ez gelek ditirsiyam, lê Yehowa alî min kir wekî ez vê cabdariyê bînim sêrî. Polîs dikaribûn ev xûşk nişkêva bigirtana û bikirana kelê, lê dîsa jî wana bi şabûn û mêrxasî Yehowara xizmet dikir. Mesela wan xûşka mêrxasiya min zêde kir, wekî hemû şixulên ku teşkîleta Yehowa bide min, bînim sêrî.
Wede şûnda, me dîsa blanka Mekteba Gîledê tije kir, û vê carê em hatine qebûlkirinê. Em difikirîn ku emê herine Amêrîkayê û mektebê ser zimanê Înglîzî derbaz bin, lê usa nebû. Mijdarê, sala 1981-da, teşkîleta me Almanyayêda jî Mekteba Gîledê vekir. Lema jî em Mekteba Gîledê bajarê Wîsbadênêda ser zimanê Almanî derbaz bûn, kîjan ku min rind fem dikir. Paşî mektebê em kuda hatine şandinê?
XIZMETIYA WELATEKÎ XOFDA
Em şandine Kenyayê! Lê Beytela Kenyayê ji me pirsî hela em dikarin Ûgandayêda xizmet kin. Zêdetirî 10 sal pêşda, Gênêral Îdî Amîn hukumetiya Ûgandayê kire bin destê xwe. Bin serwêrtiya wîda bi hezara kes mirin û emirê bi mîlyona meriva tevlihev bû. Paşê, sala 1979-da hukumetiya Ûgandayê dîsa ji text hate avîtinê. Rast bêjim, ez ditirsiyam ku em herine welatekî haqas xof. Lê Mekteba Gîledê em hazir kiribûn, wekî em baweriya xwe Yehowa bînin, lema jî em qayîl bûn herin.
Halê Ûgandayê gelek xirab bû. Dewletê nikaribû bona avê, tokê û tiştên dine ku bona emir lazim in, xem bike. Têl nedixebitîn. Meriva hevdu gule dikirin û dişêlandin, îlahî şev. Lema jî çaxê terî dikete erdê, tu kes ji mal dernediket û dua dikirin wekî kesek neyê mala wan neşêlîne û wana nekuje. Belê, halê welêt gelek xirab bû, lê dîsa jî baweriya xûşk-bira qewî bû.
Mala malbeta Waîswa: Hazirkirina xwarinekê
Sala 1982-da, ez û Xaînts, em gihîştine Kampalayê, paytexta Ûgandayê. Pênc mehên pêşin em mala Sam û Krîstîna Waîswada man. Pênc zarên wan hebûn, û çar merivên wan jî tevî wan dijîtin. Gelek cara wana rojê tenê carekê xwarin dixwar. Dîsa jî ewana hazir bûn, wekî çi ku destê wanda hebû, tevî me parevekin. Gava em cem wan diman, em gelek tişt hîn bûn, çi ku bona xizmetiya me kêrhatî bû. Mesele, em hîn bûn ku tenê bi çend lîtir av serê xwe bişon û vê avê paşê bona destavê bidine xebatê. Sala 1983-da, me Kampalayêda cîkî usada ku gelek xof nîbû, xwera malek dît.
Me ji xizmetiya xwe şabûneke mezin distand. Nava mehekêda me zêdetirî 4 000 jûrnal bela kir! Lê diha zêde me xweş dihat ew yek, ku meriva ça qedirê Xwedê digirtin û hez dikirin derheqa Kitêba Pîroz xeber din. Min û Xaînts, me her yekî timê tevî 10-15 meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Em ji xwendekarên xwe gelek tişt hîn dibûn. Mesele, ewana gerekê her heftiyê niga biçûna civîna, lê wana nedikire kute-kut, dewsê beşera wan timê xweş bû.
Salên 1985 û 1986-da Ûgandayêda dîsa du cara şer destpêbû. Me eskerên ku bi çeka ser rê bona kontrolê sekinî bûn didîtin, û gelek car ew esker zar bûn û çekên mezin destê wanda bûn. Me dua dikir wekî wî wedê çetin em bi bîlanî xizmet kin û rihetiya dil xwey kin. Yehowa caba duayên me dida. Gava kesekî guh dida mizgîniyê, me îda tirs bîr dikir.
Ez û Xaînts tevî Tatiyana (orta meda)
Usa jî me şedetî dida kesên xerîb. Mesele, em tevî jin-mêrekî, Dîlbar û Mûrat Îbatûllîn, ji Tatarstanê (Rûsyaya Navîn), bûne nas û me hînbûna Kitêba Pîroz tevî wan destpêkir. Mûrat doktor bû. Ew jin-mêr bûne Şedên Yehowa, û ji wî çaxî ewana bi aminî Yehowara xizmet dikin. Paşê, ez tevî kulfeteke ji Ûkraînayê bi navê Tatiyana Vîlêyska bûme nas, ya ku hindik mabû xwe bikuşta. Paşî ku Tatiyana hate nixumandinê, ew vegeriya Ûkraînayê û hine wede şûnda ça welgera edebyetên me xizmet dikir.a
KIFŞKIRINEKE TEZE
Sala 1991-da, gava em bona hêsabûnê çûbûne Avstryayê, Beytelê mera got wekî em hatine şandinê Bûlgaristanê. Paşî vê yekê ça komûnîzm li Ewropaya Rohilatê hilşiya, îzin hate dayînê wekî Şedên Yehowa wêderê xizmet kin. Çawa ku min jorê gotibû, gava şixulê teşkîleta me li Bûlgaristanê qedexe bû, me dizîkava edebyet derbazî wêderê kirin. Lê niha em hatine şandinê, wekî wêderê mizgîniyê bela kin.
Mera gotin wekî em venegerin Ûgandayê. Lema jî em venegeriyane wêderê mala bona mîsyonêra, seva ku hûr-mûrên xwe top kin û xatirê xwe ji hevalên xwe bixwazin. Dewsê, em çûne Beytela Almanyayê, me xwera erebek destxist û em çûne Bûlgaristanê. Me Sofyayêda, li komeke ji weke 20 mizgînvana, destpêkir xizmet kin.
Bûlgaristanêda em rastî çend çetinayên teze hatin. Ya pêşiyê, me zimanê Bûlgarî nizanibû. Usa jî, ser zimanê Bûlgarî tenê du edebyet hebûn, kitêba Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê û kitêba Serhatiyên Kitêba Pîroz. Mera çetin bû tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Dîsa jî, koma meye biçûk bi xîret mizgînî bela dikir. Gava Dêra Ortodoks ev yek dît, problêmên meye mezin destpêbûn.
Sala 1994-da, teşkîleta Şedên Yehowa bi qanûnî hate qedexekirinê, û em hesab dikirin ça sêkteke qedexekirî. Hine xûşk-bira hatine girtinê. Têlêvîziya û rojnema tiştên gelek xirab derheqa me digotin. Mesele, wana digot wekî ji bo vê yekê ku Şedên Yehowa xûnê berî xwe nadin, ewana dibine sebebê mirina zarên xwe, û wekî ewana Şedên dinra dibêjin ku xwe bikujin. Mera çetin bû mizgîniyê bela kin. Em gelek cara rastî merivên hêrs dihatin, yên ku ser me dikirine qarînî, gazî polîs dikirin û hela hê jî tişt kevkî me dikirin. Me nikaribû edebyeta bînin welêt, û gelek çetin bû bona civîna cî kirê bigirin. Polîs carekê civata meye mezin jî hev bela kir. Ez û Xaînts, em tu cara rastî nefretîke haqas mezin nehatibûn. Merivên li Ûgandayê usa nîbûn. Ewana heyf bûn û wana hez dikir guh bidine mizgîniyê. Lê çi alî me dikir ku me wan çetinayada teyax dikir?
Me ji hevaltiya tevî xûşk-bira şabûn distand. Ewana şa dibûn vê yekêra ku wana Yehowa nas kir, û ewana şêkirdar bûn bona alîkariya me. Em gişk nêzîkî hev diman û me alî hevdu dikir. Ji wan serhatiya em hîn bûn ku hergê em hê zêde ne ku dîna xwe bidine problêmên xwe, lê hewcên meriva, emê bikaribin hemû kifşkirinada şabûnê bivînin.
Sala 2007: Li Beytela Bûlgaristanê
Wede şûnda halê me diha baş bû. Sala 1998-da teşkîleta me dîsa bi qanûnî hate qebûlkirinê, û paşî hine wede gelek edebyetên me ser zimanê Bûlgarî hatine welgerandinê. Sala 2004-da, Beytela teze hate vekirinê. Îro li Bûlgaristanê 57 civat û 2 953 mizgînvan hene. Sala xizmetiyêye par, 6 475 kes hatine ser Bîranînê. Berê bajarê Sofyayêda tenê pênc xûşk hebûn, lê niha neh civatên me hene. Me bi rastî jî dîtiye ku “malbeta biçûk” bû “hezar kes” (Îşaya 60:22, ÎM).
ÇETINAYÊN ŞEXSÎ
Emirê xweda ez gelek cara nexweş ketim. Bi sala bedena minda çend cara girê derdiketin. Carekê serê minda girêk derket. Min mêtoda qenckirinêye bi saya radîasiyayê derbaz kir, û li Hindistanê opêrasiya kir ku 12 siheta kişand, wekî girê ji serê min derxin. Paşî opêrasiyayê em Beytela Hindistanêda man, heta ku ez pak bûm û paşê em vegeriyane Bûlgaristanê.
Wî wedeyî bal Xaînts nexweşiya giran bi navê Hantîngton pêşda hat. Ji bo vê nexweşiya gênêtîkî, wîra çetin bû rê here, xeber de û kirên xwe kontrol ke. Çiqas halê wî xirab dibû, haqas ew diha hewcê alîkariya min dibû. Barê min carna gelek giran bû, û ez difikirîm hela ezê ça bikaribim berdewam kim miqatî wî bim. Lê birakî cahil bi navê Bobî timê Xaînts teglîf dikir ku tevayî derkevine xizmetiyê. Bobî ji bo xeberdana Xaînts yan kirên wîyî bê kontrol şerm nedikir. Gava min nikaribû alî Xaînts bikira, Bobî hertim hazir bû alî me bike. Ez û Xaînts, me safî kiribû ku vê dinyayêda zara neynin, lê Bobî pêşkêşeke ji Yehowa bû. Ew bona me bû ça kur (Markos 10:29, 30).
Serda, Xaînts bi kanserê jî nexweş ket. Yazix ku sala 2015-da malxê minî delal mir. Paşî mirina Xaînts min nizanibû çi bikim. Min nikaribû bawer kira ku ew îda tune ye. Ew timê hişê minda ye, tê bêjî ew hê sax e (Lûqa 20:38). Ez giliyên wîyî qenc û şîretên wîyî baş her roj tînim bîra xwe. Ez bona salên ku me tevayî xizmet kir, gelek şêkirdar im.
EZ BONA ALÎKARIYA YEHOWA ŞÊKIRDAR IM
Hemû tengasiyên minda, Yehowa alî min dikir. Rast e ez yeke gelek şermoke bûm, lê ewî alî min kir, wekî ez bibime mîsyonêr (2 Tîmotêyo 1:7). Şikir ji Yehowara, ez û xûşka mine biçûk, em herdu jî xizmetiya hertimda nin. Niha ew tevî mêrê xwe, yê ku berpirsiyarê mihalê ye, diçe civatên ser zimanê Sêrbî, yên ku Ewropayêda nin. Belê, Yehowa caba duayên bavê min daye ku ewî gelek sal pêşda dua kiribû.
Lêkolîna Kitêba Pîroz şabûnê dike dilê min. Ez hîn bûme ku wedê çetinda mîna Îsa “hê bi dilê kel” dua bikim (Lûqa 22:44). Yehowa bi rastî jî caba duayên min daye. Mesele, xûşk-birên ji civata mine Sofyayêda hindava min gelek heyf û dilovan in. Ewana min teglîfî mala xwe dikin û gelek cara dibêjin, ku çiqas min qîmet dikin. Ev yek dilê min gelek şa dike.
Ez gelek cara didime ber çevê xwe ku saxkirina miriya wê çi cûreyî be: Dê-bavê min ber mala me sekinî ne û dîsa cahil in, çawa ku roja dewata xwe. Xûşka min xwarinê hazir dike. Xaînts ber hespê xwe sekinî ye. Fikirandina kûr derheqa axiriyê alî min dike bi zêdeyî xemgîn nebim, lê Yehowara şêkirdar bim.
Gava ez derheqa emirê xwe difikirim û bi gumanê ser axiriyê dinihêrim, ez tevî van giliyên Dawid Padşa qayîl im: “Ez bawer im, erdê zêndîyada qencîya Xudan ezê bibînim. Xudanda guman be! Serxwe û dilteyax be! Xudanda guman be!” (Zebûr 27:13, 14).
a Seva ku bixûnin serhatiya Tatiyana Vîlêyska, binihêrin jûrnala Hişyar Bin!, ya 22 Kanûna Pêşin, sala 2000, rûp. 20-24.