KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 75
  • Ez Çi Bikim Gava Hevalê Min Dilê Min Dêşîne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ez Çi Bikim Gava Hevalê Min Dilê Min Dêşîne?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu gerekê çi bizanibî
  • Tu çi dikarî bikî
  • “Van Biçûka” Nelikumînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • 4 Baxşandin
    Hişyar Bin!—2018
  • Hûn Çi Difikirin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Pirsên Cahila
ijwyp serê 75
Keçikek giliyê sert dibêje keçika din

PIRSÊN CAHILA

Ez Çi Bikim Gava Hevalê Min Dilê Min Dêşîne?

  • Tu gerekê çi bizanibî

  • Tu çi dikarî bikî

  • Cahilên din çi dibêjin

Tu gerekê çi bizanibî

  • Nava merivada timê problêm pêşda tên. Hevalê te, hela hê yê lapî baş jî qisûrdar e û carna dikare tiştekî usa bêje yan jî bike çi ku wê dilê te bêşîne. Hemikî tu jî bêqisûr nînî. Were em rast bêjin, qe usa nebûye ku te jî dilê kesekî êşandiye? (Aqûb 3:2)

  • Întêrnêtêda meriv dikare hêsa dilê kesekî bêşîne. Cahilek bi navê Dêwîd usa dibêje: “Carna usa dibe ku di întêrnêtêda şiklê hevalên xwe divînî ku tevayî wede derbaz kirine, lê gazî te nekirine. Wê demê dilê te dêşe û tu xwe usa texmîn dikî tê bêjî te ber tiştekî hesab nakin”.

  • Tu dikarî bi cûrekî mayîn ser vê problêmê binihêrî

Tu çi dikarî bikî

Xwe bicêribîne. Kitêb Pîrozda tê gotinê: “Tu zû nexeyide, çimkî xeyd di dilê bêaqilada disitire” (Waîz 7:9).

“Carna ser kesekî dixeyîdî, lê paşê fem dikî ku ev problêm haqas jî mezin nîbû” (Alîsa).

Derheqa vê yekê bifikire: Dibeke tu zû tişta hildidî ber dilê xwe? Lê tu dikarî bi zêdeyî dîna xwe nedî ser kêmasiyên kesên din? (Waîz 7:21, 22)

Derheqa kara baxşandinê bifikire. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku bedewiya meriv “qusûr-nenihêr’andin e” (Met’elok 19:11).

“Hergê menî jî hene ku tu ser kesekî xeyîdiyî, diha baş e bi dil û can bibaxşînî wî, tu car şaşiya wî nekî bîra wî û usa nekî, wekî ew hergav seva vê şaşiyê baxşandinê ji te bixwaze. Gava dibaxşînî îda gerekê bîr bikî” (Mêlorî).

Derheqa vê yekê bifikire: Gelo ev problêm bi rastî mezin e? Tu dikarî bibaxşînî û bi vê yekê edilayê xwey kî? (Kolosî 3:13)

Hewa sar dikeve oda germ

Bona her problêmê bikevî dewê, mîna vê yekê ye ku timê derî vekî ku hewa sar bikeve oda germ.

Bikeve heyra kesên din. Kitêba Pîroz dibêje: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).

“Hergê tu hevalê xwe hiz dikî û qedirê wî digirî tuyê zû problêmê safî kî. We haqas qewat xerc kiriye wekî vê hevaltiyê saz kin, lema hêja nîne seva şaşîkî hevalê xwe unda kî” (Nîkol).

Derheqa vê yekê bifikire: Tu dikarî nihêrandina hevalê xweda tiştekî baş bivînî? (Fîlîpî 2:3)

Ders: Hergê tu hîn bî zû nexeyîdî, ev yek wê paşê jî kêrî te bê. Wê baş be nihada ser xwe bixebitî.

Cahilên din çi dibêjin

Kîana

“Nelazim e seva her tiştî bikevî dewê. Hergê ez dikarim bîr kim, xeydê ji dilê xwe derxim û bibaxşînim, ez hema usa jî dikim. Xût ev yek alî dike edilayê xwey kin ne ku pey her gilî-gotina kevin” (Kîana).

Trêy

“Her derecêda ez pirsê didime xwe: Gelo bi rastî problêm usa mezin e ku bona vê yekê hêja ye hevalê xwe unda kim? Û gelek car fem dikim ku na” (Trêy).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin